Zeynel Rêkanî pêşmerge yê her du şoreşên Îlon û Gulanê û kesayetiyê naskiriyê deverê
Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya karê xwe yê meydanî da, li rêkeftî 12.12.2020ê, li taxê Gelî li bajarê Duhokê dibe mêvanê Pêşmerge û têkoşerê dêrîn Zeynel Rêkanî û hevdîtineka vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebat û têkoşîna wî mîna belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.
Zeynel Şekir Mesîha, yê nasiyar bi Zeynel Rêkanî, li sala 1943ê li gundê Kêriyadêrê ser bi nahiyeya Nêrwe û Rêkan ve hatiye ser dinyayê.
Ew li sala 1962ê bi rêya Selîm Axayê Botî peywendiyê bi Mela Hemdî û Elîyê Xelîl dike. Li sala 1963ê diçe baregehê Esiedê Xoşevî li gundê Qumiryê li devera Kanîmasê û peywendiyê bi şoreşa Îlonê dike û dibe Pêşmerge.
Ew di nava sê salên pêşmergatiyê da pişkdariyê di hejmareka çalakiyên leşkerî da dike mîna; Peqandina Pira Baviya û bersînggirtina êrîşa Supa û Caşên dijminî bo ser devera qontara çiyayê Spî ku, di wî şerî da firokeyên rijêmê çar caran cihên pêşmergeyî bi 50 bombeyan bombebaran dikin. Piştî hîngê Zeynel Rêkanî digel 17 pêşmergeyan diçin baregehê Barzanî yê nemir li Qesirmakosa û Şabender jî digehe wan û li wir nivêja cejinê digel Barzanî yê nemir dikin.
Li baregehê Barzanî her yek ji; Zeynel Rêkanî, Şabender û Qenco Rêkanî 50 tifengan ji baregehê Barzanî werdigirin û ew her sê weke Serliq tên destnîşankirin. Zeynel Rêkanî û Qenco bo devera Bêtwate tên veguhaztin û nêzîkî 5 salan li wê deverê erkê xwe yê pêşmergatiyê dibînin û pişkdariyê di gelek çalakiyên leşkerî da dikin.
Di vê demê da Zeynel pişkdariyê di gelek şeran da dike ku, yek ji wan şeran jî êrîşa hêzên rijêmê bo ser baregehê Hêza pêşmergeyî li Bêtwate ye. Piştî şerke dijwar û giran dijmin di êrîşa xwe da serdikeve û baregehê Hêza Bêtwate kontirol dike. Baregehê Zeynel Rêkanî û hevalên wî li bereyekî din yê şerî ye û dema ew haydar dibin ku hêzên dijminê baregehê Hêza Bêtwate yê pêşmergeyî girtiye, ew û bi hevalên xwe ve di hewara Hêza Bêtwate diçin û piştî şerekê qehremanane ew û pêşmerge yên pê ra êrîşa dijminî dişkênin û baregehê Hêza Bêtwate jî ji çekdarên dijminî paqij dikin. Ji ber rolê wî yê mezin di vî şerî da, Elî Şeban bi tivengekê wî xelat dike û pesinên wî li ba Barzanî yê nemir dike.
Zeynel Rêkanî heta rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê li devera Bêtwate dimîne. Piştî rêkeftina aşitiyê ya 11ê Adara sala 1970ê li Kurdistanê dibe aşitî û Zeynel jî vedigere gundê xwe.
Hikumeta dagîrkera Îraqê, li sala 1974ê, êrîşên xwe yên serbazî bo ser Kurdistanê dest pê dike. Zeynel Rêkanî careke din tivenga xwe ya pêşmergatiyê dihilgre û digel bira û kesûkarên xwe qesta devera Bêtwate dikin. Dîsan careke din li wê deverê ew pişkdariyê di gelek şerên mezin da, wekî şerên Dola Alane, Dola Şawirê, Makokî, Kulavqasimî û Kepkê Hemed Axayi û gelek şerên din da dike.
Zeynel Rêkanî bi dirêjiya şoreşa Îlonê da çendîn caran Barzanî yê nemir dibîne û ew di vê hevdîtinê da bi vî awayî behsa Barzanî yê nemir dike: “Şîreta Barzanî bo me herdem ew bû ku, em dilovaniyê bi xelkî bibin û tu bac û xeracan ji xelkê hejar nestînin.”
Mam Zeynel dibêje: “Carekê Barzanî yê nemir ji min pirsî ka gelo em çewa serederyê digel xelkî dikin dema ku, serpêçiyekê dikin? Bersiva min jî bo Barzanî yê nemir ev bû: “Em wan siza didin”. Barzanî yê nemir yekser ji kak Îdrîs ra dibêje: “Birûskenameyekê ji Esiedî ra bişîne û jê ra bêjê bila bazirgan û dewlemandan, ne xelkê hejar û destkurt siza bidin û jê ra bêjê nabe ew mayê xwe di xelkê devera Rêkanîyan da nekin, ew girêdayî min in.”
Di berdewamiya axftina xwe da Zeynel Rêkanî dibêje: “Barzanî yê nemir serederyeka taybet bi xelkê devera Rêkanîyan ra dikir. Hîngê şoreşê li bajarê Xanê, yê rojhelatê Kurdistanê, xurak dikirî û bi dewaran digehande devera Rêkanîyan û ew xurak li ser xelkê devera Rêkaniyan parve dikir.”
Sebaret kak Îdrîs yê canemerg jî Zeynel Rêkanî dibêje: “Min bi berdewamî peywendî digel kak Îdrîs hebû, kak Îdrîs ji xizimetkirina xelkî têrnedibû. Li bereyên şerî jî ew berpirsekî gelek serkeftî bû.
Her li vê qonaxa şoreşê, Zeynel Rêkanî digel hevalên xwe yên pêşmerge pişkdariyê di danana bûseyekê li çepên Spîlkî û bersînggirtina êrîşa hêzên dijminî li wê deverê da dikin. Di wî şerî da hêzên pêşmergeyî dirbekê giran li hêzên dijminî dixin. Ji hêzên pêşmergeyî jî kesek şehîd dibe û yek jî birîndar dibe.
Paşî Mam Zeynel moletê/îcazê werdigre û diçe gundê xwe û piştî hîngê bi demekê kurt Peymana xiyanetkariya Cezayîrê li dijî miletê kurd tê morkirin û şoreş rastî pîlangêrriyeka mezin dibe û di encamê da şoreş ji bo demekê radiweste. Zeynel Rêkanî tivenga xwe radestî dijminî nake û li ba Bedel Ertoşî diveşêre. Wî eww tiveng heta nuha jî mîna semboleke pîroz ya şoreşa Îlonê li cem xwe parastiye.
Piştî şikestina şoreşa Îlonê, Supayê rijêmê kontirola gundê Kêriyadêrê dike, Zeynel Rêkanî, ji ber paşxana wî ya şoreşgêrî, çendîn caran ji aliyê reşekên rijêmê ve bi tawana veşartina çekî tê girtin. Wî dibin zîndana Amêdiyê û Bamerinê û vekolînê digel wî dikin.
Li sala 1978ê gundê Kêriyadêrê, mîna bi sedan gundên din yên Kurdistanê, tê wêranikirin û şe witandin û rijêm xelkê gundî li komelgeha/kampa Şêladizê akincî dike, Mam Zeynel jî ji bo debara jîn û jiyara xêzana xwe dest bi rêncberyê dike.
Mam Zeynel li sala 1986ê digel mirovên xwe dibin Pêşmerge û ew dibe berpirsê rêkxiraweka pêşmergeyî li sinûrê Lijneya Navçeya Amêdiyê û di heman salê da, dema Serok Barzanî tê devera Behdînan, moralê pêşmergeyî gelek bilind dibe û di wê demê jî da Lijneya Nawçeya Gulan tê damezirandin ku, sinûrê wê ji rûbarê Zê li rojava heta rûbarê Şîn li rojhelatî û li bakûr jî heta sinûrê bakûr û basûrê Kurdistanê bû. Zeynel Rêkanî jî bi fermana cenabê Serok Barzanî dibe endamê Lijneya Nawçeya Gulan û berpirsê beşê leşkerî. Cenabê Serok Barzanî 700 pêşmergeyan, ji xelkê deverê, bo wî qeyd dike û pişkdariyê di çendîn şer û dastanên pêşmergeyî da dike weke; bersîngirtina êrîşa dijminî bo ser Lijneya Nawçeya Şêxan li Sêdera li destpêka sala 1987ê. Di vî şerî da 150 pêşmerge yên Lijneya Gulan bi serperşitiya Zeynel Rêkanî pişkdariyê di şerî da dikin û 28 rojan ew di nav wî şerî da dimînin. Di vî şerî da hêzên pêşmergeyî 9 şehîdan û hejmareka birîndaran didin.
Dîsan Mam Zeynel bi hêzên Lijneya Gulan ve pişkdariyê di her du dastanên Sotkî û Kanîmasê da dikin. Ji bilî Zeynel Rêkanî du biraziyên wî, Tahir û Zahir û kurê wî Ferset û hejmareka din ji kesûkarên wî jî dibin pêşmerge û mil bi milê wî dirêjiyê bi karwanê xebatê didin.
Mam Zeynel Rêkanî û mirov û kesûkarên xwe heta Enfalan li deverê berdewamiyê bi xebata xwe didin. Piştî Enfalan ew qesta bakûrê Kurdistanê dikin û ew diçin Kampa Geverê, lê ew li wir namînin, ew û hejmareka mezin ji malbatên Rêkanîyan diçin rojhelatê Kurdistanê û heta serheldanê li wir dimînin. Di vê navberê da peywendiya Zeynel Rêkanî bi berdewamî digel cenabê Serok Barzanî û kak Nêçîrvan Barzanî berdewam heye.
Piştî serheldanê ew û kesûkarên xwe weke pêşmerge digel cenabê Serokî di rêya Diyana ra diçin Kurdistanê. Paşî ew diçin Hewlêrê û piştî hîngê diçin Kelekê, li wir rastî şerekê mezin dijî paşmayên hêzên rijêmê dibin. Piştî hîngê ew diçin Deşita Navkurê û Şêxan û piştî hîngê digehin Duhokê.
Mam Zeynel û kesûkarên xwe pişkdariyê di şerê Feydiyê da dikin û piştî hîngê heyamekî li Duhokê dimîne. Zeynel Rêkanî dibe Fermandarê Bataliyoneka pêşmergeyî û baregehê xwe li Şêladizê vedike, 3-4 salan li wir dimîne. Piştî hîngê dibe Fermandarê Hêzê û pileya wî bo Fermandarê Liywayê tê bilind kirin. Dema Zeynel Rêkanî li Şêladizê, terorîstên PKKê 15 êrîşan dibin ser xelk û malên Şêladizê û herwesa ew çendîn caran êrîşan dikin ser baregehê pêşmergeyî jî. Pêşmerge jî bergriyeke mezin ji xelk û mal û bajarkê Şêladizê dikin û di van şerên dijwar da hejmareka pêşmergeyan bi destê terorîstên PKKê, dardestên dagîrkeran, şehîd dibin.
Zeynel Rêkanî pişkdariyê di şerên çespandina yasayê da dike û birîndar dibe û heta nuha jî seçime di nav mil û ranê wî da mane.
Piştî bi dawî hatina şeran, ew zetir mjûlî kar û barên civakî û çareserkirina pirgirêkên eşîrê dibe. Nuha jî pileya wî serbazî Lîwa ye û miaşê Emîd yê kêmendamtiyê werdigire.
Pêşmerge û tekoşerê dêrîn Zeynel Rêkanî, piştî xebateka dirêj û bi dehan salên pêşmergatiyê û çendîn car birîndarbûnê, nuha jî ew şanaziyê bi xebata xwe dike û xwe serferaz dibîne.