Latînî
Cehwer Eredinî
Senterê Komate yê Dekomêntkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya kar û xebatên xwe da, li rêkeftî 07.11.2022ê li bajarokê Sersingê dibe mêvanê Pêşmerge yê dêrîn Cehwer Eredinî û dîdareka vîdyoyî ya dirêj pê ra dike dîroka xebata wî ya şoreşgêrî tomar dike û ji navçûnê diparêze.
Cehwer Mîriza Yehya li sala 1952ê li gundê Eredina yê ser bi Sersinikê ve hatiye ser dinyayê. Cehwer Eredinî li destpêka jiyana xwe bi karê çandiniyê/cutkariyê û bi xwedîkirina terş û kewalî û hin karên din mijûl dibe.
Li destpêka şoreşa Îlonê, hejmareka gundiyên wî peywendiyê bi şoreşê dikin û dibin Pêşmerge û gundiyê wî Seîd Eredinî di şerekî da şehîd dibe. Gundê Eredina jî, mîna piraniya gundên Kurdistanê, di serdema şoreşa Îlonê da dikeve ber bombebarana firokeyên dijminî. Xelkê gundî ji bo parastina jiyana xwe neçar dibin gundê xwe çol bikin û berê xwe bidin hindek cihên ewletir. Mala Cehwer Eredinî jî diçe gundê Kanîsarkê li devera Berwarî Bala.
Cehwer Eredinî li sala 1974ê li devera Balekayetî peywendiyê bi şoreşa Îlonê dike û dibe Pêşmerge. Erkê wî yê pêşmergatiyê dikeve devera Dînarte digel Hêza Şêxan. Li wir ew pişkdariyê di çendîn şer û dastanên şoreşê da dike.
Cehwer Eredinî li bereyên şerî li ser erka xwe ye dema nûçeya şikestina şoreşa Îlonê dibhîse. Piştî şkestina şoreşê ew xwe radestî rijêmê nake, ew vedigere gundê xwe û bi qeçaxî li gundê xwe dimîne. Rijêm gelek lêdixebite wî bigire lê, ji ber hişiyariya wî, ew nakeve destên reşekên rijêmê. Paşî ew ji bo debara jiyana xwe, digel xalê xwe Sadiqî, dest bi bazirganiya kirîn û frotina pezî di navbera bakûr û başûrê Kurdistanê da dikin.
Cehwer Eredenî, li 11.06.1982ê, kilaşnîkofekê dikire bi milê xwe ve dike û bi awayekê fermî ew û Kemal Mihemed Ebdlrehîm peywendiyê bi şoreşa Gulanê dikin. Ew diçine baregehê Liqê Yek yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Komatey. Piştî heftiyekê bo Lijneya Nawçeya Amêdiyê tên veguhaztin û digel Rêkxirawa şehîd Şeban Omer Pêşmergetiya xwe berdewam dikin.
Dema Rêkxirwa Şehîd Şeban Omer dibe du rêkxiraw, Cehwer Eredinî diçe digel Rêkxirawa Şehîd Seîd Spîndarî ya ku nû hatiye damezirandin û şehîd Ehmed Çelkî dibe berpirsê wê rêkxirawê. Cehwer jî dibe endamê wê rêkxirawê.
Cehwer digel hevalên xwe yên pêşmerge pişkdariyê di çendîn şer û dastanên mezin yên şoreşa Gulanê da dike mîna:
-
Lêdana sengerê Serê Hemê digel şehîd Şeban Xefar û şehîd Seîd Nayîf li sala 1982ê.
-
Bersîngirtina êrîşa dijminî bo ser Lijneya Nawçeya Duhokê li sala 1984ê, Cehwer di wî şerî da 9 şev û rojan li baskê Navişkê-Ozmana di nav şerî da dimîne. Bi şeş pêşmegeyan êrîşa dijminî dişkînin, dijmin direve û heta gundên Şawrîkê û Alekînê radihêline hêzên dijminî.
-
Digel Rêkxirawa Şehîd Cemîl Tewfîq ku, têkoşerê dêrîn Selmanê Hecî Mehmûd berpirsê wê bû, pişkdariyê di danana boseyekê li pêşiya erebeyeke hêzên dijminî li kûra Berê Tehtê, di navbera Sersinikê û Aşewa da didanin û erebeyê dişewitînin.
-
Lêdana sengerê Qesirkê li hindavî Zawîte.
-
Lêdana her du sengerên Girê Sêvkê û Girê Rezê Erebî li sala 1983ê li hindavî Komelgeha Qedişê.
-
Cehwer Eredinî li sala 1986ê, dema rêkxirawa wan dimîne bê berpirs, ew rolê berpirsê rêkxirawê dibîne û yekem çalakiya xwe di navbera Siwaratûka û Sersinikê da encam didin. Ew û hevalên xwe boseyekê li pêşiya hejmareka tirombêlên leşkerê yên hêzên dijminî dadinin û ziyanên mezin digehînin hêzên rijêmê.
-
Li Kûra Berê Tehtê li navbera Sersinikê û Aşewa, bi pişkdariya şehîd Burhan Amêdî û Nêçîrvan Ehmed çalakiyekê li dijî çeperekê dijminî encam diden. Cehwer Eredinî û Seîd Selmand, di wê çalakiyê da, di nava çeperî da bi narincokê birîndar dibin.
-
Pişkdariyê di bersînggirtina êrîşên dijminî bo ser Şirtê û Dawdiyê, li sala 1987ê, da dike.
Li sala 1987ê çalakiyên pêşmergeyî li dijî hêzên rijêmê bi awayekî berçav zêde dibin. Êdî pêşmerge dastanên mezin tomar dikin. Cehwer Eredinî jî rolekê mezin di wan dastanan da dibîne. Weke:
-
Lêdan û standina 2 sengerên dijminî li hindavî Nihinîkî.
-
Lêdan û girtina Fewca Sotkî li 04.05.1987ê ku, yekem Fewce bû di şoreşa Gulanê da ji aliyê hêzên pêşmergeyî ve tê standin.
-
Li 26ê gulana sala 1987ê pişkdariyê di lêdan û girtina her du Fewcên Caşa li pişt firokexaneyê û li cihê firokexaneya Bamerinê da dike. Di wê dastanê da hêzên pêşmerge bi ser baskên şerî da tên dabeşkirin û erkê Cehwer Eredinî û hevalên wî, digel hêzeka Lijneya Şêxan, dibe lêdan û girtina baregehê Siryekê digel du çeperên hindavî Firokexaneyê ji aliyê rojava ve. Di wê dastanê da Fewzî Remezan Reşo Birîfkî û Sitar Mela Sedîq Binavî şehîd dibin.
-
Li 05.09.1987ê pişkdariyê di bersîngirtina êrîşa Caşên (Qiwet Milko) bo ser gundê Eredina da dike û ziyaneka gelek mezin digehînin hêzên dijminî. Cehwer di vî şerê da rolê serkêşiya çalakiyê dilîze. Hêzên dijminî, piştî şkestina xwe ya mezin, dest bi topbarana gundê Eredena dikin û di encam da jinek û pêşmeryegek bi navê Nayîf Eredinî şehîd dibin.
-
Pişkdariyê di dastana mezin a Kanîmasê da dike. Ji hejî gotinê ye bê gotin ku, di dema danana pilana êrîşa hêzên pêşmergeyî bo ser bingeh û baregehên dijminî li Kanîmasê, Cehwer Eredinî rolek mezin di danan pilanê da dibîne û çend têbîniyan dide diktor Roj Nûrî Şawîs serperişkarê giştiyê dastanê, dr. Roj guhdariya wî dike û têbîniyên wî bi giring werdigre û nerîna wî pesend dike.