Latînî

Yusif Pêndiroyî

Yusif Pêndiroyî Pêşmerge û şahidê gelek bûyerên giring yên nav şoreşê

 

 

 

Senterê Komateyê Dekometkirina Dîroka Şoreşê, di berdwamiya bizav û çalakiyên xwe da, li roja 20.10.2022ê  dîdarekê digel Pêşmerge yê dêrîn Yusif Pêndiroyî dike û dîroka xebata wî mîna begenameyeke giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.
Yusif Mehmûd Yusif, yê nasiyar bi Yusif Pêndiroyî, li sala 1942ê li gundê Pêndiro yê ser bi devera Mizûrî Bala ve hatiye ser dinyayê.
Bavê Yusif yek ji Pêşmerge yên şoreşên Barzan bû, loma ew digel mal û kesûkarên xwe li sala 1945ê penaberî  Rojhelat Kurdistanê dibin. Hîngê jiyê Yusifî 3 sal in, ew diçin Mihabadê. Rijêma Îraqê gundê Pêndiro dişewitîne.
Piştî şkestina Komara Kurdistan li Mihabadê, Barzanî yê nemir ber bi  Yeketiya Soviyet diçin, bavê Yusifî jî bi kesûkarên xwe ra vedigere Başûrê Kurdistanê. Yusif li ser rêya vegerê, ji ber qerebalixa mirovan, ew  ji mala xwe vediqete û winda dibe. Gundiyekê wan, wî dibîne û wî bi xwe ra dibe, heta bavê wî lê peyda dibe. Vegeriyana wî xelkî bo Başûrê Kurdistanê gelek sext û dijwar e. Ew xelk hemû li sêgoşeya tixûbê sê dewletên dagîrkar, bê xwarin û vexwarin û li ber sermayê û di nav berfê da gelek şepirze dibin.
Piştî ew xelk digel Şêx Ehmedê Barzanî digehin di nav sinûrê başûrê Kurdistanê da, rijêma Îraqê wan di nav Kampa Diyane da desteser dike. Piştî 10 rojan, rijêm Şêx Ehmedê Barzanî digel hemû zelamên Barzanîyan digire û zîndanî dike. Şêx Ehmed li zîndana Besrayê, başûrê Îraqê, zîndanî dikin û bavê Yusif Pêndiroyî jî du salan li zîndana Mûsilê zîndanî dikin. Ji ber wê rewşa sext û dijwar  Yusif Pêndiroyî nikare dest bi dibidtanê bike.
Bavê Yusifî ji zîndanê azad dibe û rijêma Îraqê wî û xêzana wî li gundê Şêx Memûdiya, yê ser bi nahyeya Pîrmam ve sergûn dikin. Ew şeş salan li wî gundî dimînîn in, bavê Yusif, ji bo debara jiyara zarokên xwe, dibe rezvanê axayê gund û ji neçariya xwe zeviyên axê li gund sexbêr dike daku dahatekî ji  zarokên xwe ra peyda bike.
Piştî şeş salên bi hejarî û nedarî li gundê Şêx Memûdiyan, ew vedigerin gundê xwe li Pêndiro û ew, li gundê xwe, jinûve dest bi jiyaneka nû dikin  heta li sala 1958ê Barzanî yê nemir ji Yekêtiya Soviyetê vedigere Bexdayê.
Piştî peywendiyên Barzanî û Ebdulkerîm Qasim li ser mafên gelê kurd têkdiçin, Barzanî ji Bexdayê vediger Barzan û xelkî teşwîq dike ku ji xwe  ra çekî peyda bikin. Ji ber ku Barzanî pêşbînî dikir ku hikûmeta Îraqê êrîşî Kurdistanê bike.
Her çiqas di wê demê da hêşta Yusif xurtekî nûgihaye, lê ew jî mereq dike ku ji xwe ra  çekekî peyda bike. Barzanî yê nemir,  bi rêya apê dayka Yusfî, Hekîmê Pêndiroyî, hindek çekî li ser xelkê gundî belav dike. Hekîm tivengeka Înglîzî dide Yusif jî.
Rijêma Îraqê eşîrên deverê, yên ser bi hikûmetê ve, li dijî Barzanî û Barzanîyan bikar diîne û çendîn şer di navbera Barzanîya û hozên din yên deverê da diqewimin. Yusif Pêndiroyî bi tivenga xwe pişkdariyê di hindek ji wan şeran da dike. Piştî van şeran ew li mala xwe dimîne heta şoreşa Îlonê dest pê dike.
Dema Barzanî li sala 1961ê ji Barzan derdikeve û ber bi devera Behdînan ve diçe, Yusif Pêndiroyî digel 13 kesan ji gundiyên xwe ku, 4 kes ji wan bûn yên ku digel Barzanî yê nemir çûbûn Yeketiya Sovyet, bi çekên xwe ve digehin Barzanî.
Ew her çarên digel Barzanî çûbûn Soviyetê ev bûn:
1- Hisên Cergîs
2- Mela Nebî Yasîn
3- Mihemed Çîç
4- Feyzî Osman.
Hêza digel Barzanî nêzîkî 300 kesan dibin, ji wan 170 Mizûrî Bala ne. Ji devera Rêkan bi tinê Osmanê Soriyanî digehe wan. Ev hêze digehe Sîdan, paşî diçe gundê Şaca li nav Rêkaniyan, piştî hîngê digehe gundê Sîna li nav Nêrweyiyan. Ev hêze ji ber bombebarana firokeyên rijêma Îraqê, bi şevê bi rê diçe û bi rojê jî li cihekî xwe hişar dide û xwe diparêz e.
Hêzên Barzanî diçin gundê Elehê, ji wir diçin gundê Kare li devera Berwarî Bala. li Kare firokeyên dijminî wan bombebaran dikin, lê bêziyan derbas dibin. Li gundê Kare Wahidê Hecî Melo, Xaziyê Hecî Melo û Hikmet Abit û Mişîr Axayê Roviyan, her yek ji wan digel hêzekê tevlî hêzên Barzanî dibin.
Piştî hêzên Barzanî ji gundê Kare derbas dibin, diçin gundê Tirwaniş. Li Kelha Bêtenûrê hêzên Barzanî rastî êrîşa Caşên Mihsin Begê Berwarî dihên. Roja dûv da diçin gundê Ormedawida.
Yusif Pêndiroyî û hevalên xwe li Girê Baroxê, li başûrê Kanîmasê dimînin heta li wan dibe şev û pêşmergeyên Pêndiroyî dibin du grop, gropeke şeş kesî ku, yek ji wan Yusif e diçin digel Ebdurehîm Cesîm û peywendiyê bi Îsê Siwar dikin. Xalid, birayê Mela Nebî doktor e, ew li Qumiryê dimîne, Hisên Cergîs jî, yê danemir/salmezin e, ew û her du kurên xwe jî digel doktor Xalid dimîn in.
Ji rêkxistinên nihênî yên PDKê  li devera Berwarî Bala;  Ehmed Şane, Elî Qumirî û Yusif Bêduhî, li pişta gundê Mayê, pêşwaziya Barzanî û hêzên wî dikin. Hêzên Barzanî nizanin ku, ew rêkxistiyên KDPê ne û ji bo pêşwaziya wan hatine, loma teqe di navbera wan da rûdide, lê pişî hev nas dikin  bê ziyan teqekirin radiwete.
Hêzên Barzanî, piştî hîngê, diçin gundê Serero û ji wir jî diçin gundê Hirorê û du-sê rojan li Hirorê dimînin. Piştî  hîngê diçin Çelkê, ji wir diçin Babîrê. Paşî diçin gumdên Banika, Hemza û Kurêmê. Li Kurêmê Caş pêşiya wan digirin û dibe şer. Di wî şerî da Yusif Pêndiroyî birîndar dibe, lê Caş dişkên û hêzên Barzanî ji wir diçin gundê Beroşka Seidûn.
Îsê Siwar digel hêzekê diçin gundên Hocava û Banesora, roja paştir, Yusif Pêndiroyî û hevalên xwe digel Ebdlrehîm Cesîm digehin wan û ji wir diçin gundê Zînava û ew hêz heftiyekê li Zînava dimîne.
Li wan dibe zivistan, Barzanî yê nemir, Îsê Siwar dike berpirsê devera Zaxoyê û Eliyê Xelîl jî dike berpirsê devera Duhokê û ew  û Es’ed Xoşevî jî vedigerin devera Berwarî Bala. Demsala zivtanê hemûyê Barzanî bi hêzên  xwe ve, heta demsala biharê, li  gundên mişara Berwarî Bala dimînin.
Yusif û gundiyên xwe, wê zivistanê, li gundê Çelkê dimînin, destpêkê ew heyamekî li mizgeftê bi cî dibin, lê piştî hîngê çelkiyan ew li ser malên xwe belav kirin û hewandin. Yusif Pêdiroyî li mala Seîd Xalidê bavê Hisên Çelkî dimîne. Her roj demjmêr pêncê spêdê, ji bo selametiya gund ku firokeyên dijmnî gundî bombebaran nekin, ji gundî derdiketin çolê.  Esied Xoşevî jî baregehê xwe li Germikê, cihê gundê Kêste yê nuha,  dadine.
Firokeyên rijêma Îraqê bi berdewamî gundên deverê bombebaran dikin. Rojekê firokeyên rijêmê diçin ser gundê Çelkê. Feyzî Osman jî bi tivenga xwe  hindek guleyan berdide firokeyê, her çiqas Seîd Tahayê Seîd Selamî daxwazê ji wî dike ku, guleyan bernede firokeyê, lê ew bi ya xwe dike û hindek guleyan berdide firokeyê, firokeyên dijminî  jî li gund vedigerin û gundê Çelkê bombebaran dikin  û di encama wê bombebaranê da  9 kes ji xelkê gundê Çelkê şehîd dibin û hejmareka xaniyan jî wêran dibin.
Li bihara sala 1962ê, Yusif Pêndiroyî bi keçeka gundê Çelkê ra dizewice û xêzanê  pêktîne û li aqarê jêrî li Germkê erkê xwe berdewam dike.
Yusif Pêndiroyî, di dirêjahiya xebata xwe da pişkdariyê di digelek şer û dastanên şoreşa Îlonê da dike. Yek ji wan dastanên ew, li sala 1962ê di nav cergê dijminî da pişkdarî têda dike, dastana Eyinzala ye ku, şehîd Îsê Siwar rasterast serperiştiya wê dastanê dike.
Piştî vê dastanê, Yusif li Germikê, li baregehê Esied Xoşevî, berdewamiyê bi xebata xwe dide. Mistefa Lasilkî (Mistefa Amêdî) dezgayê xwe yê Bêtelê li şekefta Germikê didane. Yusif Pêndiroyî, jî ji aliyêkî ve zêrevanê dezgayê Bêtelê ye û ji aliyêk din ve jî zêrevanê Esied Xoşevî û Depoya çekê şoreşê ye. Di dema zêrevaniya wî da firokeyên dijminî deriyê şkefta Germikê bombebaran dikin, Omer Mîkayîl şehîd dibe.
 Esied Xoşevî li havînan baregehê xwe dibe gundê Edinê. li sala 1963ê, Yusif mala xwe dibe Serero û mala wî digel mala Ebdulrehman Mela Derwêş Eredinî di avahiya dibistana gundê Serero da dimînin.
Dema êrîşa mezin û binavûdeng ya dijminî, li sala 1963ê, bo ser çiyayê Metîna û devera Berwarî Bala dest pê dike, Yusif Pêndiroyî digel Teymez Sêlkî, Hemoyê Berkeleyî û Mîroyê biraziyê Hemoyî diçin serê Banika û ji wir sê mehan li ser bereyên şerî digerin.
Li destpêka şerê çiyayê Metîna, êrîşa dijminî bo ser Çiyadêrkê Bamerrinê dest pê dike, Yusif û her sê hevalên xwe jî digel hindek pêşmergeyên din li wir di çeperan da li ber sînga dijminî rawestane, tang û topên dijminî cihê wan bi dijwarî topbaran dikin, lê tu ziyanê nagehînine wan. Piştî hîngê frokeyên rijêmê wê bistîya Çiyadêrkî têxin bin agrê bombeyên xwe û herwesa hêzên dijmnî wan sengeran bi Doşkayê jî gulebaran dikin, fîşekeka Doşkayê stuyê Îdrîs Zêweyî dihingêve û riha stuyê wî dipiçîne, Mîroyê Berkeleyî jî birîndar dibe. Firokeyên dijminî ji asmanan tankên têzabê berdin ser wan û agrê têzabê bi leşê Yusif dikeve. Yusif bang li Teymez dike ku di hewara wî biçe, lê Teymez jî bi guleyên  Doşkayê birîndar e, lê tevî ku birîndare jî, ew  di hewara Yusifî diçe û rextê wî ji piştê dike û bi axê agrê bi leşê wî ve divemrîne. Serûçav û destên Yusif hemû bi agrê têzabê dişewitin. Teymez tivenga wî radike û bi şevê wî li hespekî sûwar dike dibe xestexaneya şoreşê li gundê  Qumiryê. Li wir doktor Moşê wî derman dike.
Ji ber dijwariya êrîşa dijminî, Esied Xoşevî xêzana xwe û xêzana Yusif Pêndiroyî dihinêre devera Nêrwe li rojhelatê rûbarê Zê.
Hemû dema peywendiyên şoreşê digel parçeyên din yên Kurdistanê di baş bûn, bi taybet jî digel bakûrê Kurdistanê. Loma carekê rêkxistinên PDKê, li bakûrê Kurdistanê, çek û teqemeniyan ji şoreşê ra peyda dikin, Yusif û Sebrî Helweyî weke şehrezayên rê ji bo anîna çekî, digel Esied Xoşevî diçin Çelê li bakûrê Kurdistanê. Yusif Pêndroyî jî weke zêrevanê Esiedî bi wan ra diçe. Ew çekê xwe werdigirin û careka din di şeva xwe da vedigerin baregehên xwe.
Piştî şerê çiyayê Metîna, Yusif Pêndiroyî, li Germkê, Serero, Kanîmasê û Tişîşa kiristiyanan û Helwe dirêjiyê bi xebata xwe dide.
Piştî rêkeftina 11 Adara sala 1970ê, Yusif Pêndiroyî bi pileya (Nayîb Erîf) dibe Zêrevanê Sinûrî û erkê wî dikeve Firokexaneya Bamernê, lê her weke zêrevan digel Esied Xoşevî dimîne.
Li sala 1971ê,  hewla terorkirina Barzanî yê nemir tê dayîn, Yusif Pêndiroyî digel Esied Xoşevî û Ehmed Şane, ji bo dîtina Barzanî diçin Hacîumeran. Esied Xoşevî li wir kilaşnîkofekê ji Yusif ra peyda dike û 10 dînaran jî jê ra  dide û dihinêre mal, heta ew û Ehmed Şane, piştî hîngê, vedigerin.
 Hikumeta Îraqê careka din, li bihara sala 1974ê, êrşî  ser Kurdistanê dike, Yusif Pêndiroyî mala xwe dibe Pêndiro û daxwazê ji Esied Xoşevî dike ku, rê jê ra bide biçe digel Ebdulrehîm Cesîm li Hêza Hemirîn li Kelatê li devera Suriçiyan.
Yusif û birayê xwe,  Cindî, bi hev ra  ji bo Hêza Hemrîn tên veguhaztin. Lê piştî salekê li wir dimînin, şoreş dişkê.
Yusif Pêndiroyî pişkdariyê di gelek şeran da dike weke;
 şerê Xanegê û şerê Pişt Kelatê.
Piştî şkestina şoreşê, Yusif Pêndiroyî digel xêzan, zarok û xûşk û birayên xwe penaberî Îranê dibin.
Li destpêkê ew digehin Bêroxê, paşî diçin mala Mela Îsa li Ketîne. Mela Îsa, beramber tivenga Yusifî, harîkariya wan dike û wan digehîne gundê Arê û roja pêncê ew digehin sinûrê rojhelatê Kurdistanê. Li ser sinûrî Yusif tivenga xwe dide Mela Îsa. Ji wir bi Zîlên leşkerî wan dibin Zêwe û li bin  kon/çadiran dimîn in.
Roja din, li ser awayê veguhaztina wan bo Ehwazê,  di navbera wî, hevalên wî û efserekî Îranî da dibe şer û karbidestên Îranê wan digirin  û 15 rojan di girtîgehê da dimînin û gefan li wan dikin ku teslîmî Îraqê bikin. Piştre bi alîkariya nemir Barzanî tên berdan
Karbidestên Îranê, piştî hîngê, Yusif û xêzana wî,  Erîf Silêman, Remezan Bîgdawdî, Xalid Şilî û hejmareka din dibin li Ehwazê bi cî dikin.
Piştî nemana rijêma Şahê Îranê, li sala 1979ê, ew bo Zêwe li devera Mergevera Urmiyê vedigerin, Yusif jî careke din dibe Pêşmerge. Ew li Ehwaz kilaşnîkofekê dikire û bi qeçaxî bi xwe ra dibe Zêwe.

 

 Kurê wî, Azad, li sala 1982ê pişkdariyê di kursa Bêtelê da dike. Piştî ku Kampa Zêwe, li sala 1985ê, ji aliyê frokeyên rijêma Îraqê ve tê bombebaran kirin, ew mala xwe dibin Tehran û 14 salan li Tehranê dimînin û sala 1999ê vedigerrin Kurdistanê û li bajêrê Duhokê akincî dibin. Yusif Pêndiroyî li Duhokê dibe Pêşmerge û li sala 2004ê bi pileya Milazim xanenşîn dibe

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى