Latînî

Senterê Komate li 55emîn salivegera parêzgehbûna Duhokê hate xelat kirin.

 

Êvriya duşemê 27.05.2024ê, bi helkeftina derbasbûna 55 salan bi ser parêzgehbûna Duhokê ve, bi amadebûna birêz Serbest Lezgîn endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê û berpirsê Mekteba Rêkxistina PDKê li parêzgeha Duhokê, Dr. Elî Teter parêzgarê Duhokê, Dr. Newzad Ebdula berpirsî Liqê Yek û hejmareka berpirsên hikûmetê, hizbî û leşkerî û cemawerekê mezin, kernevala 55emîn salivegera parêzgehbûna Duhokê hat lidarxistin

 

Di vê karnevalê da, tevî encamdana hejmareka çalakiyên hunerî, rewşenbîrî û werizşî, çend pispor, kesayetî û navendên afrêner û bi bandor di warên cuda da, hatin xelatkirin

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê, ji ber rolê wî yê karîger di warê dekomentkirin, parastin û erşîfkirina dîroka şoreşê da, hat xelat kirin û birêz Rizgar Kêsteyî berpirsê Senterê Komate, bi nûneriya hevalên xwe, xelat ji parêzgarê Duhokê wergirt.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى