Latînî

Hisên Sûrî

Hisên Sûrî, kurdek ji Rojavayê Kurdistanê ye, li sala 1961ê heta îro wek Pêşmerge li ser kar û xebata xwe berdewam e.

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya karê xwe yê meydanî da, li roja 21.12.2022ê li bajarê Zaxoyê, seredana Pêşmerge û têkoşerê dêrîn yê Rojavayê Kurdistanê, Hisên Sûrî, dike û hevdîtineke vîdiyoyî pê ra  dike, bi vê hevdîtonê  dîroka xebata wî di nav şoreşa kurdî da tomar dike û mîna belgenameyeke giring ji navçûnê diparêze

 

Hisên Elî Reşîd yê nasiyar bi Hisên Sûrî, li sala 1946ê li gundê Girêdêra yê ser bi bajarkê Dêrkê, li Rojavayê Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Ew li gundê Qulduman jiyaye û li wir fêrî jiyana siyasî dibe û her ji wir peywendiyê bi şoreşê dike. Xwendigeh bi derengî li gundê wî vedibe, ji ber wê yekê ew tenê salekê diçe xwendingehê.
Li sala 1957ê.  Partiya Demokrat a Kurd  li Rojavayê Kurdistanê  tê damezirandin, Mehmûdê birayê wî dibe kadiroyê wê partiyê û bi nihênî dest bi karê siyasî dike. Hisên Sûrî jî bi rêya birayê xwe aşnayî Rêbaza Barzanî dibe û dikeve di nav jiyana siyasî da. Ew li destpêkê weke posteçiyê gehandina belavok û nameyên  partiyê dest bi xebatê dike.
Berî şoreşa Îlonê dest pê bike, Hisên xwe digehîne başûrê Kurdistanê û diçe Zaxoyê. Ew, li Zaxoyê, digel mamosta Cemîl, yê xelkê Efrînê, pişkdariyê di şerê roja 09.09.1961ê da dike.
Leşkerê Îraqê bajêrê Zaxoyê kontirol dike, Hisên jî  xwe digehîne cem şehîd Umerê Le’lê li Gundik û Celala. Ew du mehan li wir, li cem Umerê Le’lê, dimîne. Dema  Barzanî yê nemir digehe devera Behdînan, Hisên peywendiyê bi hêzên wî dike û digel Mecîd Mîkayîl Bijiyanî dibe Pêşmerge û demekê li devera Berwarî Bala dimîne.
Li sala 1962ê, Hisên Sûrî digel hejmareka pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê, tên veguhaztin bo hêza Haşim Mêrozî li devera Ber Zêbarê  û li bakûrê çiyayê Bêxêrî li Zaxoyê erkê xwe berdewam dikin. Vê demê hêzên pêşmergeyî tên damezirandin û Îsê Siwar dibe Fermandarê Hêza Zaxo. Ev hêze jî ji sê batalyona pêktêt ku,  yek ji wan Haşim Mêrozî dibe fermandarê wê, ya din jî Elî Halo û ya siyê jî Elî Elî dibe fermandarê wê.
Yekem şerê ku, Hisên Sûrî digel batalyona Haşim Mêrozî pişkdariyê tê da dike, şerê Paravê bû. Wê demŵ hêzên wan li Geliyê Giravê bûn, Dema nûçeya êrîşa hêzên dijminî, bi pişitevaniya 7 tanik û firokeyan digehe wan, ji bo bersîngirtina wê êrîşa dijminî, ew berev gundê Paravê ve diçin.
Di wî şerî da, pêşmerge bi dilekê gerim êrîşî dijminî dikin û fermandarê batalyonê Haşim Mêruzî bi Tiktariyofa xwe efserê rijêmê yê fermandarê êrîşê dikuje. Pişitî kuştina wî berpirsê hêza dijminî, êdî  hêzên dijminî direvin û gelek xirab dişkên û pêşmerge dikeve dûv wan û dirbên mezin lêdixin. Mixabin di vî şerî da du pêşmerge şehîd dibin, yek xelkê gundê Bêsfkê bû û yê din jî xelkê gundê Paravê bû.
Li salla 1963ê, ji bona silametiya pêşmergeyên xelkê rojavayê kurdistanê û parastina malbatên wan li rojavayê Kurdistanê,   fermandarê Hêza Zaxo, Îsê Siwar, biriyarê dide ku wan bo Hêza Duhokê veguhêze da ku ji tixûbê Sûrîyê dûrbikevin. Bi vî awayî Hisên Sûrî digel heşt pêşmergeyên din yên rojavayê Kurdistanê, li bihara sala 1963ê, têne veguhaztin bo Sirya Erîf Silêman li Hêza Duhokê. Pêşmergeyên ku digel wî hatine veguhastin ev bûn:
Mirad Şêx Mûs, Mihemed Hesenê Le’lê, Mihemed Reşîd, şehîd Ebdila Elî, Birahîm, Emîn Eebdo Guhara, Xelîl Torî  û Beşîr Cangîr yê heşitê navê wî li bîra Hisên nemaye. Ew her 9 pêşmerge li sirya Erîf Silêman dirêjiyê bi xebata xwe didin. Erkê wan jî dikeve gundê Masîkê, li rojavayê Duhokê. Hindek hevalên heman siryê jî li Şaxkê dimînin.
Piştî ku li sala 1963 Bessiyan desthilat girte dest xwe, demekê kêm şer rawestiya. Lê careke din wan dest bi êrîşên xwe kir.
Hikûmeta Îraqê hejmareka welatparêzên kurd li Duhokê girtin û hikûmetê dixwast wan bibib zîndana Mûsilê. Erîf Silêman bi vê yekê hesiya û biriyarê dide ku li ser cadeya Duhok-Mûsil, li Maltayê, boseyekê li pêşiya wan dane, belkî bikarin wî xelkê welatparêz ji destên dijminî rizgar biken.
Erîf Silêman ji bo vî karî 10 pêşmegeyan  digel xwe dibe, ku yek ji wan Hisên Sûrî ye. Ew di Geliyê Zirka ra xwe digehînin Maltayê. Pêşmerge li her du rexên cadeyê cihên xwe digirin,
dinya tarî dibe nêzîkî 80 erebeyên leşkerî û trailer ku, bi tankên şerî barkrî ne, ji aliyê Mûsil ve hatin û bihatina vê hêzê ew goman dikin ku dijmin dê vê hêzê bibe Duhokê ji bo ku êrîşê bike ser çeperên pêşmergeyî. Loma ew biriyarê didin ku boseya xwe berdin û qesta çeperên xwe bikin li Masîkê.
Erîf Silêman du pêşmergeyan; Mihemed Reşîd ê xelkê Rojavayê Kurdistanê û Hacî Koçer rê dike Şaxkê da ku hevalên wir bi hatina  êrîşa dijminî agehdar bike û  ji wan daxwaz dike ku Şaxkê berdin û xwe helkêşine çiyayî. Lê heta ew digehin dijmin Kelha Şaxkê digire, êdî Caş teqê li wan dikin û Mihemed Reşîd birîndar dibe. Caş daxwazê ji Mihemed Reşîd dikin ku xwe teslîm bike,  ew jî Caşan ra dibêje: Temam werin vaye ez xwe teslîmî we dikim. Dema Caş nêzîkî wî dibin, ew wan dide ber guleyan û caşekî dikuje û yekî jî brîndar dike û êdî şer li ser serê wî gerim sibe.
Erîf Silêman digel hevalên xwe, di deştê ra berê xwe didin Kelha Şaxkê û li hewara hevalên xwe diçin. Di heman demê da, hêzên dijminî dest bi êrîşeka mezin dikin bo ser Geliyê Duhokê. Ev êrîşe jî destpêka êrîşa mezina dijminî ye bo ser çîyayê Metîna ku, 45 rojan vekêşa û di encam da dijmin şikest û dirbên mezin xwarin.
Di şerê kelha Şaxkê da, Caş û pêşmerge bi nav hev dikevin û şer gelek gerim dibe û Erîf Silêman,‌ Mihemed Kêvlî û Mîxayîl Tiyarî birîndar dibin. Mîxayîl bi pênc guleyan birîndar dibe. Şer heta nîvro berdewam dike. Di encam da, ji hêzên dijminî gelek kuştî ketin û dijmin şikest û ber bi Baregehê Lîywaya Duhokê reviyan. Lê mixabin Mihemed Reşîd jî bi birîndarî dikeve destê dijminî û wî dibin Baregehê Lîywaya leşkerî ya Duhokê.
Li Baregehê Lîywayê efserekê dijminî axftinên kirêt ji mihemed Reşîd û ji pêşmergeyî radibêje, lê Mihemed Reşîd li wî vedigêre û wek şêra dixure nav çavên efserê dijminî. Efserê dijminî  du guleyan  bi demanceya xwe berdide Mihemed Reşîdî û ji ber giraniya birînên  wî, wî dibin Mûsil. Paşî li Mûsil wî dihavêjine di zîndanê ve. Piştî hîngê dijmin wî di zîndanê da jehir dide û şehîd dibe.
Piştî vî şerî pêşmerge baregehê Lîywaya leşkerê dijminî topbaran dike ku hîngê topiçiyê şorşê Mihemedê Sunbilê ye.
Piştî ku hêzên dijminî digehin çiyayê Metîna, Hisên Sûrî, digel hevalên xwe, li serê Navêla, li nêzîkî gundê Eredina, pişkdariyê di şerê çiyayê Metîna da dike û li wir birîndar dibe.
Li sala 1964ê dijmin êrîşekê dest pê dike bo serê çiyayê Şêx Îsivî li hindavî Babilo û Zawîte. Hisên Sûrî ku, hîngê digel  Erîf Silêman e, ew diçin serê Şêx Îsivî û bersîngê êrîşa dijminî digirin. Êrîşa Caşan bi pişitevaniya çekê giran dest pê dike û şer gerim dibe. Di wî şerî da Mihemedê Mela Hacî û pêşmergeyek din brîndar dibin.
Wahidê Hecî Melo, fermandarê pêşmergeyî li wê deverê, bi hêza xwe ve, xwe teslîmî dijminî dike, dema Erîf Silêman vê yekê dizane, ew biriyarê dide ku,  ew xwe ji wê deverê vedikêşinin.
Her li sala 1964ê, Hisên Sûrî careka din xwe vediguhêze  Hêza Zaxoyê û digel Erîf Derwêş dirêjiyê bi xebata xwe ya pêşmergatiyê dide.
Hisên Sûrî û 8 pêşmergeyên din ku, bi hev ra ji Rojavayê Kurdistanê peywendî bi şoreşa Îlonê kir bûn, piştî 4 salan ew bo cara yekê moletê werdigirin û li ava mezin derbaz dibin û diçin Rojavayê Kurdistanê  serdana malên xwe dikin.
Ew bi çek ve destpêkê diçine gundekê devera Xêrkiya, xelkê wê deverê çi caran pêşmerge nedîtiye. Ew şevekê li wir bêhna xwe didin. Meha Remezanê ye û çend rojek ji  bo cejnê  mane. Lê li serxatira pêşmergeyî xêrkî roja paştir dikin cejina Remezanê û şahiyek mezin jî lidardixin. Xelkê wê deverê ji bo dîtina wan tên û lûliya tvengên pêşmergeyan maçî dikin, paşî diçine mala Hecî Dehamê Mîro, ew harîkariya wan dike.
Piştî moleta wan bi dawî tê, ew vedigerin Kurdistanê, Hecî Deham Mîro  25000 dînaran weke  harîkarî ji bo şorşê digel wan dihinêre.
Hisên Sûrî li sala 1965ê pişkdariyê di şerê dûyê yê Paravê da dike. Ew wê demê digel Sirya Bozê Mîra li batalyona Elî Elî ye.
Sirya wan ji sê Fesîla pêk tê: Fesîla Mela Fehîmê Mîra, li Sêdarkê- Paravê, Fesîla Miradê Şêx Mûs, ji rojavayê Kurdistanê ye, li Bexilwîcê bi cî dibin û Fesîla Elî Sofî ku, Hisên Sûrî jî cîgrê wî ye, ew li Paravê heta çiyayê Bêxêrî digirin.
Hisên dibêje: Hîngê hejmareka xwebexşên hoza Goyiyan jî ji Bakûrê Kurdistanê hatine û ew jî wek hêzeka yedek digel wan pişkdar in.
Êrîşa dijminî bo Ber Zêbarê, bi aliyê hêzên Elî Elî û bo Bexilwîcê û Milê Sêdarka berev Paravê dest pê dike. Li destpêkê hêzên dijminî li bereyê Bexilwîcê derbaz dibin û xwe digehînin gundê Çemziravî û heta Dêrebûnê digirin. Di vî şerî da hêzên pêşmergeyî sê şehîda didin. Êrîşa Caşan jî bi arasteyê Fesîla Elî Sofî û Hisên Sûrî bo ser gundê Paravê û çiyayî dest pê dike. Hisên û hevalên xwe bergriyeka mezin dikin û hejmareka mezin a caşan û leşkeran ji hêzên dijminî dikujin, loma êrîşa dijminî  dişkê û ew berev deştê ve direvin.
Hêzên dijminî xwe didin ser hev û carekadî ji aliyê deştê ve bi tanikan êrîşî ser hêzên pêşmergeyî dikin, çar pêşmerge di sengerekî da dimînin û şerî dikin û cihên xwe bernadin. Yek ji wan Seyd Ekrem,  xelkê Rojavayê Kurdistanê, û pêşmergeyên din jî  Mihemed Salih û Rizgan in, ew xelkê devera Mûsarreşa ne, li rojavayê Dîcleyî tankên dijminî digehine ser wan û 2 ji wan şehîd dikevin. Her du yên din jî piştî fîşekên wan xilas dibin, li ser bextê serokcaş Mihsin Ebdulkrîm Silêvaneyî, xwe radestî dijminî dikin. lê mixabin Caşên bê soz û bêbext her duyan bi dilî şehîd dikin. Yek ji wan şehîdan Seyd Ekram ê xelkê Rojavayê Kurdistanê bû, yên din jî Mihemed Salih  û Rizgan xelkê Mûsareşa bûn.
Herwesa Beşîr jî ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bû, ew jî li rexê Bexlwîce şehîd dibe.
Hêzên dijminî li nav Zaxoyê da ne,  pêşmergeyî Zaxo dorpêçkiriye. Hêzên dijminî jî dixwest bi vê êrîşê wê dorpêçê bişkînin,  şerekê xwînawî ji spêdeka zû heta şevê berdewam kir. Hêzên dijminî bi hezaran Caş û leşker, bi piştevaniya topên giran, tanka û firokeyên cengî, ew deşt û çiya hemû kirin agir. Helbet çekê pêşmergeyî jî çekekê gelek sade û kevin e û kêmiya fîşeka jî bi serê xwe. Piştî şerên qaremanane û hejmareka şehîdan, pêşmerge neçar ma ku çiyayê Bêxêrî berde û xwe vekêşe pişta Zaxoyê.
Li sala 1966ê daxwaz ji Îsê Siwar kirin ku hêzekê bo devera Pêncwîn binêre. Hêzek bi serperiştiya Îsvê Umerê Gewda hat pêkanîn û ber bi Pêncwînê bi rê ketin. Hisên Sûrî jî digel vê hêzê diçe Pêncwîn.
Kak Îdrîs Barzanî pêşwaziya wan li Hacîumeran dike û paşî wan di Rojhelatê Kurdistanê ra derbasî Pêncwînê dike.
Ew li bihara sala 1966ê dest bi paqjkirina wan devera dikin ji Celaliyan. Li wir Fetah Axa û Qale Sûr serperiştiya wê hêzê dikin. Ew heta Erbet bi dûv Celaliya da diçin û deverê ji wan paqij dikin.
Hisên Sûrî û hevalên xwe pitir ji salekê li wê deverê erkê xwe yê pêşmergatiyê berdewam dikin, ew careka din, li sala 1967ê vedigerin devera Zaxoyê û êdî erkê xwe yê pêşmergatiyê li Batîfa dikin .
Li sala 1968ê, Hisên li ser daxwaza Ebdulrehîm Cesîm, cîgrê Îsê Siwar, hêzeka 40-50 kesî amade dikin û digel wî diçe Gilale. Piştî hîngê ew bi fermana şoreşê diçine Îranê û pişkdariyê di kursên leşkerî da dikin.
Hisên Sûrî û hejmareka piledarên leşkerî yên şoreşê li Îranê pişkdariyê di kursekî efseran bo meşiq û rahênana  li ser çekên giran û navincî da dikin. Di wê xulê da hevalekê wan bi navê Mihemed Elî Şehîr, şîhîd dibe.
Piştî timamkirina vê xulê ew vedigere Kurdistanê û diçe digel Sirya Derwêş Ergoşî li batalyona Silêmanê Hecî Berdriya li Hêza Helgord.  Ew li Qesirê xulên/kursên leşkerî dide pêşmergeyan.
Paşî li ser emirê  kak Îdrîs Barzanî digel 15 pêşmergeyan diçe devera Qeredax. Ew li wir pişkdariyê di hejmareka şeran da dike, li dijî hêzên dijminî û hevalbendên wan yên Celalî û ew wê deverê heta Duzxormato ji dijminî paqij dikin.
Hisên Sûrî berî rêkeftina 11 Adarê, jiyana hevjîniyê pêktîne.
Ew heta sala 1974ê li ser erkê xwe yê pêşmergatiyê li hêza Helgord berdewam dibe. Li sasla 1974ê şer dest pê dike û Erîf Silêman dibe fermandarê hêza Hindirîn. Hisên Sûrî jî dibe fermandarê Siryê. Hisên pişkdariyê di gelek şer û dastanên pêşmergeyî da dike û ew bo cara duyem li şorşa Îlonê li Kêwereşî birîndar dibe.
Paşî ew, li ser daxwaza Îsê Siwar  bo Hêza Zaxoyê tê veguhastin û heta şikestina şorşê li wir erkê xwe eda dike.
Pştî şehîdbûna Îsê Siwar bi xiyanet, Hisên Sûrî û birayên xwe Remezan, Mihemed û Ebdulezîzê mamê xwe û hejmareka din ya pêşmergeyan li şeva Newroza 1975ê ew malên xwe li gundê Sindava, li devera Zaxoyê dihêlin û ber bi Îranê bi rê dikevin. Hejmara wan dibe 50 kes. Ew diçine gundê Xişxaşa li nav Berwariya. li wir dibihîzn ku, mixabin, Ehmed Cixsî û Mela Nebî jî bi xiyanet hatîne şehîdkirin.
Piştî ku ew digehine tixûbê Başûr-Rojhelat, li ser rûbarê Gaderî, ew gelek birsî û bê rê dibin. Loma Hisên li wêrê tivenga xwe ya Birno dide jinekê beramber hindek nanî. Paşî ew digehin Şino. Xelkê Şino gelek xizmeta wan dike.
Hikûmeta Îranê wan dibe kampeka Kirmanşah, piştî heyamekî Hisîn hewil dide xêzana xwe bîne Îranê. Mela Hisên Marûnisî harîkariya wî dike.
Hisên Sûrî jinekê bi navê Eyşê ku, xelka Rojavayê Kurdistanê ye û li Îranê dimîne, rê dike Zaxoyê ku xêzana wî; hevjîn û sê zarokên wî, dayka wî, jinbira û zarokên wan ku hemû li ser hev 21 kezin, bîne Îranê.
Eyşê wan ji Zaxoyê dibe Mûsil û ji wir  bi rêya şofêrekê ereb wan dibe Hewlêrê û ji wir diçine Çoman. Emna rijêmê wan li Çoman digirin û radestî malekê dikin ku, roja paştir wan bibin baregehê Emna rijêmê. Ew mal berê cîrana Eyşê bû. Eyşê  ji mamê xwediyê wê malê ra dibêje: Tu min û van jin û zarokan bigehîne Hacîumeran, li ser mezarê şêxî, çunikî em hatîne ser mezarî, ez dê bi te ra bizewicim daku xwedanê malê pê bawer bike. Xwedanê malê wan digel Eyşê dibe Hacîumeran.
Jivanê Hisên û mirovên wî digel Eyşê ewe ku li roja heştê zarokên wan bigehînine Îranê. Eyşê wan li roja heştê digehnîne bajêrkê Xanê, lê Savak a Îranê wan digire û dibe Nexedê. Paşî wan ji destê Îranê jî rizgar dike û Îran wan dibe kampa Rebetê. Paşî Îran wan dibe bajêrê Yezd.
Hisên li wir, li Îranê, karê coşkariyê (lehîmçî) dike. Paşî li sala 1981ê Hisên Sûrî diçe digel Hêza Aware.
Piştî Serhildanê li 05.11.1991ê, Hisên digel 10 malên din vedigerrin Kurdistanê û ew careka din dibe Pêşmerge. Hisên dibe cîgrê Hêzê digel Silêmanê Hacî Bedriya li Dêrebûnê.
Paşî êrîşên tîrorstên PKKê bo ser Kurdistana azad dest pê dikin û Hisên di şerên parastina Kurdistanê da pişkdariyê dike, mixabin, ew li serê Dêrê li Boselê, bo cara siyê birîndar dibe.
Hisên li sala 1994ê dibe cîgrê batalyonê digel Osman Qasim. Li sala 1996ê dibe fermandarê Fewcê li Asayîşa Gişitî li Hewlêrê. Paşî li sala  1997ê ew weke fermandarê Fewcê bo fermandare Spîlkî tê veguhastin. Li sala 2002 dibe berpirsê Operesiyonan li Supayê 10 û li sala 2003 digel Supayê 10 pişkdariyê di şerê azadiya Îraqê da dike. Piştî hîngê Hisên dibe cîgrê Hêzê li Fermanda Spîlkî. Paşî dibe cîgrê Hêzê digel  Tariq Herinî.
Hisên Sûrî digel fermanda Spîlkî pişkdariyeka kara di şerên dijî teroristên Daîş da dike. Yekem teqa şerê teroristên Daîş digel wan li devera Sinunê dest pê dike.
Hisên Sûrî piştî şerê Keskê, zarok û biraza û Seyîd Derwêş û hejmareka Xwebexşan digel xwe dibe û diçe cem Serhedê Enwer Begê li Sihêla.Piştî hîngê ew digel hêzên pêşmergeyî di Sûrîyê ra diçine devera Şingalê.
Hisên li bendava Mûsil, Xetarê û Tilsquf pişkdariyê di şerên dijî Daîş da dike.
Piştî ku Tariq Herinî dibe fermandarê Fermandeyî ya Spîlkî, Hisên jî dibe fermandarê Hêzê.
Li sala 2016 Hisên bi karekî diçe Îranê, ew li Xanê dibihîse ku teroristên Daîş  êrîş kiriye ser hevalên wan li Tilsquf, ew careke din ji Xanê vedigere bereyê şerî û demjmêr 3 piştî nîvro digehe bereyê şerî û pişkdariyê di azadkirina Tilsquf da dike.
Ji hejî gotinê ye ku Hisên bo cara çarê jî li Kepkê Hemedaxa, li şerê navxwe birîndar bûye.
Hisên Sûrî piştî xebateka dirêj û 4 caran birîndarbûn û derbederî, li sala 2018ê bi pileya Emîd, lê bi mûçeyê Eqîd xanenişîn dibe. Li kongrê 14 yê PDKê, li sala 2022ê bi medaliya Barzanî tê xelat kirin. Nuha jî ew li bajêrê Zaxoyê digel xêzan û zarokên xwe jiyana xwe derbas dike.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى