Latînî

Abdulwahid Siyarî şehîdê zîndî û sembola mezlumiyeta gelê kurd û hovatiya dagîrkaran

Abdulwahid Siyarî şehîdê zîndî û sembola mezlumiyeta gelê kurd û hovatiya dagîrkaran

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya bizav û çalakiyên xwe da, li roja 12.06.2023ê li ofîsa xwe mêvandariya şehîdê zîndî û nîşana mezlomiyeta gelê kurd, Abdulwahid Siyarî dike, dîdareka vîdiyoyî ya dirêj pê ra dike û dîroka xebat, berxwedana û êş û azarên wî tomar dike û mîna belgenameyeka giring ji navçûnê diparêze.

Abdulwahid Ehmed Elî, yê nasiyar bi Abdulwahid Siyarî, li sala 1965ê li gundê Siyarê yê ser bi devera Çemanikê ve hatiye ser dinyayê.

Li destpêka salên heftiyan mala xwe ji gund bar dikin dibin bajarê Duhokê. Li Duhokê ew xwendina xwe ya destpêkê li xwendingeha Xebat  dest pê dike. Ew heta sala 1974ê li ser xwendina xwe berdewam dibe.

Şer di navbera rijêma Îraqê û şoreşa Kurdistanê da dest pê dike û ji ber ku bavê wî Pêşmerge ye, ew mala xwe dibin Avukê li devera Çemanikê. Abdulwahid li nav şoreşê jî dirêjiyê bi xwandina xwe dide û piştî şkestina şoreşê li sala 1975ê, êdî ew li Duhokê berdewamiyê dide xwandina xwe û heta pola duyê navincî dixûne.

Li sala 1979ê, li xwendingeha  Memê Alan, Abdulwahid xwendekarê pola duyê  navincî ye, ew di  14 saliya xwe da  bi rêya pismamê xwe Salih Hesen dikeve nav rêkxistina nihênî yên PDKê û li Rêkxirawa Şehîd Mehmud Êzdî dixebte.

Çîroka pismamê wî Salihî jî bi vî awayî ye: Li ser dema şoreşa Îlonê û ji bo parastina jiyana zarokên xwe ji bombebarana firokeye yên dijmnî, dayîka Salihî rojane her du zarokên xwe yên biçûk, Salih û Mehdî, li pişta xwe dike û  dibe şkeftekê li pişita gundî sitare dike. Rojekê dema dayîka Salihî her du zarokên xwe dibe şkeftê, firokeye yên rijêmê bi  çekê Doşkayê guleyan berdide wan  her du zarokên wê li ber sîngê wê şehîd dibin û ew bi xwe jî birîndar dibe. Iha ev Salih bi navê wî birayê xwe yê şehîd hatiye binavkirin.

Abdulwahid Siyarî, bi kodnavê Şivan digel Seyîd Ebdala Emîn û Ubeyd Spîndarî di nav Şana Gulçin da kar û çalakiyên xwe encam dide û karê wan yê sereke belavkirina belavokên şoreşê ye . Salih Hesen ê pismamê Abdulwahidî berpirsiyarîya wê şanê dike.

Carekê bi şev Abdulwahid û hevalên xwe, berî ew belavokên xwe hemûyan li Duhokê belav bikin, ew li taxê Koçera li nêzîk xwendingeha Memê Alan dikevin boseyeka mefrezeya Emin, Îstîxbarat û polîsên rijêmê. Mefrezeya Eminê pertûkên Salihî yên xwendingehê ji wî distîne û dide dest polîsekê kurd ê xelkê Duhokê, ji ber ku kitêb bi kurdî ne, daku ew temaşe bike ka çi di navda heye û ji wan ra tercume bike. Abdulwahid gelek ditirse ji ber ku belevokên şoreşê di nav kitêbên wî da ne, polîsê kurd belavokan dibîne, lê xwe tênagihîne û tiştekî eşkera nake  û ji Salih û hevalên wî ra dibêje zû herin malên xwe.

Zêdebarî çalakiyên belavkirina belavokan, carekê Abdulwahid Siyarî tê erikdar kirin ku, Narincokekê bigehîne destê kesekî ku, ji aliyê rêkxistinên nihênî yên PDKê ve hatiye destinîşan kirin. Abdulwahid Siyarî jî bê dûdilî vî erkî cîbicî dike û Narincok digehîne destê (X).

Piştî hîngê Abdulwahid dizane ku, birayê  (X) dest digel Emina rijêmê heye û her ew tora rêkxistina wan jî aşkira dike û wan dide girtin.

Piştî ku, li 10.06.1980ê, Abdulwahid Narincokê radestî wî kesî dike, demjmêr 02:30 şevê, çar erebeyên tijî polîs û erebeyke  Emina rijêmê bi ser mala apê wî da digirin. (X ) bixwe  jî digel milazim Qasim yê Emina Duhokê di pisita wê erebeyê da ye. Reşkên rijêmê pisiyara Salihî ji apê Abdulwahidî dikin. Pêş wext apê Abdulwahidî guman kiriye ku kur û apê wî karekê nhênî li dijî rijêmê encam didin, loma ew dibêje wan Salih li mal nîne û çûye Mûsilê. (X) yê sîxor yekser  ji reşekên Eminê ra dibêje, eger li mal nîne, ew li taxê Xestê li mala apê  xwe ye, çunikî ew bi berdewamî diçe wir.

Emina rijêmê jî bavê Salih digire û wî bi xwe ra dibin mala abê Abdulwahidî li taxê Xestê û wî neçar dikin ku, ew bi xwe li derî bixe û bangî wan bike ku derî vekin. Dema bavê Abdulwahidî dengê birayê xwe dibihîze yekser derî lê vedike. Polîs û reşekên Eminê bi çek ve diçin hundir û serdikevin ser banê xanî.

Abdulwahid ji dengê polîs û reşekên Eminê ji xewê şiyar dibe û dibîne ku polîs û zelamên Emnê demanca kiriye di serê Salihê pismamê wî ra. Reşekên Eminê Abdulwahid, yê 15 salî, bi kincên  xewê ve ji nav nivîna derdixin û wî digel Salihê pismamê wî digirin û bi xwe ra dibin.

Belavok û nameyên rêkxistinê di mal da. di odeyekê, da ne, lê kesek bi navê Ebdulezîz Dekanî  ku, kirêdarê wan e û di odeyekê ji wan her du odeyan da dijiya, dema reşekên Eminê diçin ku, wan her du odeyan pişkinînin, Ebdulezîz Dekanî ji wan ra dibêje ku ew kirêdar e û ew her du ode taybetin bi wî. Li ser axftina Ebdulezîz, ew polîs û Emin derdikevin û wan her du odeyan napişkinîn.

Reşekên Emina rijêmê Abdulwahid, Salihê pismamê wî, Bedel Spîndarî, Ubeyd Spîndarî û Adil Spîndarî digirin û çavên wa girêdidin û wan li erebeyekê siwar dikin û wan dibin Rêveberya Emina Duhokê. Bi lêdan û îşkenceyê û bi destên kelamçekirî ve wan dihavêjine di girtîgehê ve.

Abdulwahid Siyarî dibêje: Ew kesên sîxor jî digel me girtin, lê belê ew tenê senariyoyek a aşkera a rijêmê bû, çunikî wan tu lêdan nexwar û digel me neşewitandin, lê azad kirin, loma ez yê piştrastim ku wan 100٪ dest digel rijêmê hebû. çunikî wî bi xwe navên me hemiya dabû Eminê û wî bi xwe jî malên hem nîşa wan dan bûn.

Dema li destpêkê reşkên Eminê bi ser mala apê Abdulwahidî da digirin, li Kanî Mehimedikê, Birahîm Sofî ku, zavayê mala apê Abdulwahidî ye, dizane ku Emina rijêmê li Seyîdî jî digere. Ew yekser diçe mala Seyîdî û wî derbazî Mûsilê dike, paşî di rêya Etrûşê ra  wî digehîne nav pêşmergeyî.

Abdulwahid û hevalên wî dihêne girtin, 18 kes ji hevalên wî: Seuîd Ebdula Emîn Siyarî, Serbest Meranî, Cemal çemanikî, Silêman çemanikî, Usif çemanikî, Casim Ebdula Meranî, Cemal Mihemed Geverkî ……htd rizgar dibin û  peywendiyê bi şoreşê dikin, dibe ku, gelek kes ji wan rêkxistî jî nebin, lê ji tirsa rijêmê diçin nav şoreşê.

Abdulwahid Siyarî, nêzîkî heftiyekê bi destên kelamçekirî ve û bi lêdan û îşkenceyê berdewam bi tinê di odeyekê da dimîne. Ew xwe li ber îşkenceya hovane ya rijêma Bas nagire û danpêdanê li ser xwe dike.

Abdulwahid Siyarî 20 rojan di zîndana Emina Duhokê da dimîne, di nava wan rojan da ew gelek girtiyên kurd li wir dibîne, ji wan Cebar Tirwanişî, Tirkî Hisên Qado.

Abdulwahid kesekê niyas di pencereyê ra li hewşê dibîne ku,  xelkê gundê (?) ye û mirovê dayîka Abdulwahidî ye. Abdulwahid gazî wî dike û jê dixwaze ku xeberekî ji mala wî ra bişîne, lê dema ew kes Abdulwahidî dibîne vedicinqe û xwe li wî nake xwedî û diçe. Piştî çend salan Abdulwahid Siyarî, bi giyanekê hemû şewitî, ji zîndanê azad dibe, ew ji dayîka xwe dipirse ka (?) xeberek ji wî gehandiye wan, lê dayîka wî dibêje: nexêr, wî tu behsê te bo me nekriye.

Li  roja 30.06.1980ê reşekên rijêmê Abdulwahid û hevalên wî, bi çavên girêdayî,  sûwarî du erebeyên Landcruiser dikin û berê wan didin îşkencexana hovane ya binavê Heya Taybet li Kerkûkê.

Di rê da erebeya wan  li Kelekeka Yasîn Axa, li bingehekê rijêmê disekine, Abdelwahed û hevalên xwe gelek tênî ne û daxwaza avê dikin, lê avê bi wan nadin.

Abdulwahid dibêje: Dema em, bi çavên girêdayî ve,  gihiştine Heya Kerkûkê, min bihîst ji yên li wir ra gotin (îstelmw) anko wergirin. Piştî hîngê me xwe nedît, her yek ji aliyêkî ve dikeve giyanê me, bi şeqam û pên û kêbilan li me dixin,  heta em xistin halê mirinê,  piştî hîngê her yek ji me avêtine  odeyekê ve.

 Abdulwahid çavên xwe vedike ew dibîne ku sê kesên din jî; Seyîd Seyîd Hirorî, Abdule Hirorî û Mihemed Emîn Reşo Silêvaneyî, di wê odeyê da ne. En her sê kes  jî rêkxistiyên nihênî yên PDKê ne ku, berpirsê rêkxirawa wan şehîd Xidir Mehmud Hirorî ye. Ew hizir dikin ku, Abdulwahid xelkê devera soran e, loma bi zaravayê soranî jê ra dibêjin (bexêrbêy). Abdulwahid bi zaravayê behdînî bersva wan dide, ew wî hembêz dikin û gelek dest dilê wî didin û çavê xwe lê dikin, Gelek mixabin, rijêma Bexdayê ew her sê kese digel 6 hevalên wan  yên din îdam dike.

Piştî dû heftiyan Abdulwahid dibin odeya jimare pênc, ji bilî wî, 48 kesên din di wê odeyê da ne. ji wan jî; şehîd Xidir mehmud Hirorî, Salih Gêndel Sindî, Nîmet, Bedelê hevalê wî û Şukirî Şane Hirorî ne, yên din jî gelek jê xelkê devera Silêmaniyê, Hewlêr û Kerkûkê ne.

Şehîd Xidir Mehmud Hirorî, wekî mamostayekî serperiştiya zîndaniyan dike û şîretan li wan dike. Heta vê gavê Abdulwahidî danpêdan/îtîraf li ser her du hevalên xwe; Ubeyd û Adilî nekiriye. Rijêma Îraqê ji bo temamkirina senariyoya xwe kesê bi navê (?)  jî dibe Heya Kerkûkê.  Şehîd Xidir ji (?) ra dibêje : Te Abdulwahid û Salih xiztine vî halî û wan danpêdan li ser Adil û Ubeyd nekriye, eger tu jî îfadeyê xwe neguherî û ji gotinên xwe poşman nebibî, dê te li vir bikujim.  Bi vî awayî  (?)  jî li jêr gefên şehîd Xidirî, ji danpêdanên xwe lêve dibe û di encamê da  Ubeyd û Adil ji  zîndanê azad dibin.

Abdulwahid Siyarî di vê dîdarê da gelek  bi camêrî behsa şehîd Xidir Mehmudî dike û wî bi pêşengê xwe dizane û bi xwendingeha kurdayetiyê wesif dik û dibêje: Ji ber bertengiya odeyê û hejmara zêde ya zîndaniyan, Oksicîn di odeyê ve gelek kêm dibe, nêzêkî dergehî jî qrebalix dibe û her kes dixwaze xwe nêzîkî dergehî bike ji bona ku Oksicîn werbigire, şehîd Xidir dibêje zîndaniyan, ez dê xwe dilgrtî bikim, belkî derî li me  vekin ku, piçek Oksicîn were  humdir. Zîndanî jî gelek li derî dixin û gazî zebaniyan dikin da derî vekin ku vaye kesek dilgirtî ketiye erdê. Li dawiyê, ji ber îsrara zîndaniyan, zebanî derî vedikin û daxwazê ji zîndaniyan dikin, şehîd Xidirî rakêşne derve. Ji ber ku Abdulwahid û Bedel ji hemû zîndaniyan biçûktir in, ew bi vî karî radibin. Li derve ew avê li şehîd Xidir dikin da were ser hişê xwe, şehîd Xidir “di zik da dikene”   zebanî jî wî dibînin û dibêjin:  ev yê henekên xwe bi me dike. Êdî zebaniyên zîndanê bi her wayî li şehd Xidirî didin û careka din wî diavêjine di odeyeke  berteng a zîndanê ve. Piştî hîngê şehîd Xidir dibêje: axir baş bû hindek Oksicîn hate hundir.

Herwesa Abdulwahid  di vê dîdarê da behsê kesekî xelkê Qeladizêd, bi navê Osman, dike.  Rijêm Narincokekê di destên wî da digire. Lê ji ber ku ew îtirafê nake, zebaniyên zîndanê wî gelek bi hovane îşkence didin û dest û piyên wî seqet dikin û êdî ew nikare xwe li ser lingan bigire û bi destên xwe xwarnê bixwe. Hevalên wî alîkariya wî dikir û pariyên nanî dikin di devê wî da.

Abdulwahid, herwesa,  behsê mamosta Mihemed Kerkûkî jî dike ku, xalê wî ji Îranê nameyekê jê re dişîne û ew nameye dikeve destê Emna rijêmê. Mamosta Mihemed gelek îşkence didin, lê danpêdanê li ser xwe neke. Rijêm li dawiyê pîreka wî û xûşka wî dibin cem wî li Heya Kerkûkê û gefan li wî dixwen ku, eger dabpêdanê neke dê li pêş çavên wî destdirêjiyê ser pîrek û xûşka wî bikin. Ew  danpêdan nake û dawiyê  ew li bin îşkenca hovane ya rijêma Bassê şehîd dibe.

Ebdwalwahd di berdewamiya hevdîtina xwe da dibêje: Odeyên zîndanê gelek teng û tejî zîndanî ne, cî gelek berteng e, girtî cîyên xwe li hev diguherin,  hindek ji piya radiwestin û hindek li ser erdê, li ser çîmentoyê dirûnin, ji ber tengiya cî tenişt û pişta hemû zîndaniyan reş û şîn dibe.  Gelek caran jî zebaniyên zîndana Heya Kerkûkê, çi li çileyê havînê be û çi jî li çileyê zivstanê be, zîndaniyan tazî dikin û heta spêdê ji derve bi stûna ve grêdidin.

Rijêm kesekî bi navê Hesen Salih, xelke devera Zaxoyê,  li ser rêkxistinên nihênî digire û dibe Heya Kerkûkê. Hesen danpêdanê li ser xwe nake û azad dibe. Roja ku ew dê ji zîndanê derkeve û here mala xwe,  şehîd Xidir Mehmud li ser nîvdînarekê nameyekê bi qupkê qelemekî ji bo kurê xwe, Mihemedî ku, nuha mamostaye, dinivêse û digel Hesenî dihinêre,  heta nuha ew nîvdînar  li ba Mihemedî parastî ye.

Ubeyd û Adil, hevalên Abdulwahidî, ji zîndanê azad dibin. Abdulwahid û hevalên xwe yên din heta 07.09.1980ê li Heya Kerkûkê dimînin û  biriyara wan derdikeve ku wan bibin “dadigehê”. Sibeheka zû navên 24 kesan tê xwandin, yekem navê hatiye xwandin, navê şehîd Xidir Mehmudî e, ji ber ku ew berpirsê toreka rêkxistina PDKê ye û “tawana” wî ji hemiya mezntir e.

Navên din jî: Hadî Silêman Hirorî, Weysî Hirorî, Adil Taha Hirorî, Salih Gêndel, Selman, Mihemed Emîn Hirorî, Seyîd Seyîd Hirorî, Tahir Tahir Hirorî, Edile Hirorî, Mekî Hirorî şukrî şane Hirorî. Bedel, Salih û Adil….htd.

Ferman li hemû zîndaniyan tê kirin ku serên xwe biçemînin, kesek li hindav serê wan tê û diçe. Ew kes diçe hindavî serê şehîd Xidirî û dibêje wî “alhebil yentezirek” ango “werîs li benda te ye”. Lê şehîd Xidir bi mêranî û bi bêminetî bersva wî dide û dibêje: “ana la axaf min alhebil, wên alhebil malek?” ango “ez ji werîsî natirsim, ka werîsê te?”

Berî wan bibin “dadigehê” zebaniyên Heya Kerkûkê daxwazê ji Adil Hirorî dikin ku, pora hevalên xwe bitiraşe. Adil wê fermanê red dike, ew zebaniyê zîndanê  jî destikê gêzikê darî li sînga Adilî dide, Adil dikeve erdê û zebanî bi pêna li bedena wî dide. Li dawiyê her zebanî bi xwe porê zîndaniyan pinî pinî dikin da rengê tawanbara bidin û “dadwer” pêşwext bi çavê tawanbariyê li wan binêre. Ji bo her gitiyekî, di bin gefen lêdanê, wêneyekî dikşînin û emir li girtiyan dikin ku, çavên xwe zîq bikin, da ku li ser kaxezê jî wêneyên wan bişnihin yên tawanbaran.

Ev şanogeriya bi navê dadigehê ku ji bo  24 girtiyan danaye, kêmtir ji  demjmêrekê dewam dike. Di nav wan 24 girtiyan da ku, 12 xelkê gundê Hirorê ne, 9 kes bi îdamê hukim dibin ku, 7  xelkê gundê Hirorê û 2 jî xelkê Zaxoyê ne . 3 kes jî her yek ji wan bi 15 salan hukim dibe.

10 girtî ku, di dibin 18 saliyê da ne û yek ji wan Abdulwahid Siyarî ye, 2 xelkê Duhokê û 7 jî  xelkê Silêmaniyê ne.

Abdulwahid û hevalên wî bi darê zorê dikin endamê Partiya  Bass.

Ji ber ku rijêmê ji wan bawerî nedikir ku, ew di bin 18 saliyê da ne, loma berî wan 10 kesan bibin “dadigehê”, wan dibin nexweşxaneya Kerkûkê û fehsa jê ra dikin û dixwazin jiyê wan mezintir bikin daku bikaribin îdam bikin.  Ew her 10 kes  ji ber ku bi zorê kirine endamên partiya Bass, û li gor yasaya Partiya Bass jî her kesê endamê partiya Bass be  û bibe endamê rêkxistinek din divê were sêdaredan. Loma jî sizayê sêdaredanê li ser wan 10 ciwanan hate sepandin. Sizaye sêdaredanê ji wan her 10 ciwanan derdikeve, ew gelek ditirsin û hemû hêviyên wan ji  bo jiyanê dimire. Piştî hîngê “dadwer” dibêje: “Her çiqas divê hûn werin sêdarean, lê ji ber ku jiyê we di bin 18 saliyê da ye, hûn bi 15 salan hukim dibin”. Tevî ku ew 10 girtî bi 15 salan hukim dibin, lê ji ber ku sizayê wan ji îdamê dibe 15 sal hukim, hêviya wan ji bo jiyanê geş dibe ku, rojekê ji zîndanê azad bibin.

Piştî biryara “dadigehê” hemûyan dibin di odeyekê ve. Kesek bi navê Ceza, xelkê Silêmaniyê ye, ew ji hemûyan biçûktir e, ew 13-14 salî ye. Ew ji xem û xefetên 15 salên zîndanê gelek posîde dibe û digrî. Her çende wê dema şehîd Xidir bi hukimê sêdarê hatiye sizadan, lê ew destê xwe bi serê Cezayî da tîne û dest dilê wî dide û hewik didet morala wî bilind bike û giyanê xweragriyê li ba wî biçîne. Dîsa şehîd Xidir saeta xwe jî ji destê xwe dike û dike destê Cezayî û bi çavê wî ve maçî dike û dest dilê hemû wan zîndaniyan, bi taybet î ciwanan, dide.

Her di wê rojê da zebaniyan şehîd Xidir û hevalên wî yên sizayê sêdarê ji bo wan derketiye ji wir dibin. Piştî hîngê yên hukimê zîndanê jî ji bo derketiye wan jî dibin. Bi tenê ew her 10  ciwan, yên ku di bin 18 saliyê da ne, heta  15.09.1980ê, li wir dimîn in.

Sibehekê şorbekê bi wan didin. Abdulwahid dibêje: Piştî em wê şorbeyê dixwen, laşê me hemûyan giran dibe, xewa me tê û axaftinên me giran dibin û wekî ku, em penc kirine, lêhatin.  Paşî zebaniyên zîndanê me her 10 kesan, bi şeq û pênan, li erebeyeke weke ambolansê siwar dikin. Destên her du kesan ji me bi hev ra  kelamçe dikin. destên Abdulwahid û Bedelî pêkve kelamçe dikin, herwesa destên Salih û Şadimanî jî pêkve kelamçe dikin. Ew her çar li ser textekekî darî beramberî Demawend, Liqman, Rizgar û Şexse rûnişitî ne. Ji berku cîyê Cemîl û Ceza li ser text nîne ew di nîveka wan da dirûnin. Nava “Ambolansê” qefes e û ti pencer jî tunene. Bi tenê di navbera wan û şofêrê “Ambolansê” û du zêrevanên bi wan ra ne, toreka asinî heye.

Demjmêrî 9-10 spêdê “Ambolans”  bi rê dikeve,  ew her 10 kese nizanin ka ber bi kûderê diherin. EW bi rê dikevin û di rê da  zêrevanên pê ra bi dezgayekî bêtelê berdewam digel cihekî diaxvin, lê ew nizanin ka ew digel kê diaxvin û çi ji hev ra dibêjin.

Abdulwahid dibêje: Ji nişkekê ve erebeya me radiweste û êdî min ageh ji xwe namîne, lê berî erebe raweste, axftina me temam giran dibe û em weke gêjan lê hatine. Ez guman dikim ku, ew şorbeya wê sibehê bi me daye xwarin kerestekê/madeyek bêhoşkirinê têda bûye, çunike em gelek xav û sist kir bûn. (Dema niştergeryên ciwanikariyê li Holendayê bo min hatîne kirin, dema ez penc dikirim bîra min li bûyera berî şewitîna me dihat.)

Abdulwahidî ageh ji rawestiyana erebeyê jî dibe, lê piştî hîngê ji hişê xwe diçe û piştî heftiyekê dizane di nexweşxaneyekê da razaye. Ji ber bûyera şwitînê laşê wî gelek şewitiye û nikare çavên xwe veke, herwesa, nikare endamê laşê xwe bilivîne, serûçav û laşê wî hemû bi lifafê girêdaye û laşê wî hemû şewitîye. Tevî vê rewşa wî,  pê wî jî bi zincîrekê bi textê ve  girêdaye. Ji ber ku bi biriyara dadigehê ev her 10 ciwan ji sizayê sêdaredanê hatien efukirin, Emina rijêmê pîlanekê ji bo jinavbirina wan amade dike ku wan di nava erebeyê  da bişewitîne. Senariyoyeke wisa ji bo cîbicîkirina pîlana xwe dadirêjên ku, erebeya wan qeza tirafî kiriye û ew her 10 ciwanê girtî tê da şewitîne. Li gor pîlanê, Emna rijêmê li gor senaryoya di serê xwe da amadekiriye, li deşitekê li derveyî Kerkûkê erebeyê radiwestînin. Zêrevan jê peya dibin û erebeyê ku her 10 ciwan yên girtî tê da ne, dişewitînin bi awayekî ku tu kes bi saxî jê xilas nebe. Ji wan 10 girtiyan bi tenê Abdulwahid sax dimîne. Dema li xestexaneyê Abdulwahid hişiyar dibe û gazî hevalên xwe dike, kesek bi navê Îshaq ku, xizmetkarê  xestexaneya Kerkûkê ye û xelkê Şeqlawe ye diçe hindavî serê Abdulwahid î û jê ra dibêje: “Kurê min erebeya we şewitiye”. Abdulwahid pirsa hevalên xwe jê dike. Îshaq dest dilê wî dide û jê ra dibêje: “Rewşa hevalên wî ji ya wî xirabitire, loma ew ji bo çareseyê birine Bexdayê”. Îshaq rastiyê jê ra nabêje ku, her 9 hevalên wî bi temamî şewitîne û şehîd bûne. Abdulwahid ji  Îshaqî pirs dike ka vê derê  kûderê ye? Îshaq dibêje: Vir xestexaneya Kerkûkê ye.

Emina rijêmê vê tawana hovane derheqê wan her 10 ciwanên kurd encam dide û bi birûskeyekê her du rêveberiyên Emina Duhokê û ya Silêmaniyê agehdar dike ku,  kesûkarên miriyan werin cenazeyên şewitî yên zarokên xwe bibin.

Ebdulwahid çewa bi tenê sax dimîe?

Piştî vê bûyrê Îshaq çîroka mana Abdulwahidî bi vî awayî ji bavê wî ra vedigêre: Dema her 10 termên şewtî digihin xestexaneyê, Ez digel doxtran  diçim da belgeya wefata wan dirust bikin. Me terim dîtin lê bi rastî tu terim nemabûn hemû terim weke komek rejûyê ne. Dema doxtor diçin hindav serê wan, doxtorek destê xwe dadine ser stuyê Abdulwahidî û dibêje: Werin vî bibin hêşita ruh têda maye. Bi vî awayî Abdulwahid radikin dibin li ser textekî li xestexaneyê dadinin. Dema termê şewitiyê Abdulwahidî dibin xestexaneyê, hêşita destê hevalê wî Bedel Spîndarî bi destê wî ve kelamçe  kiriye. Piştî du rojan zebaniyên Eminê tên xestexaneyê  û kelameyê ji destî vedikin. Ji ber ku çi goşt bi destê Abdulwahidî ve nemaye, hemû şewitye, loma zebanî, bêyî ku kelamçê vekin yan bibirin, ew  wê yekser di ser destê wî ra radikêşin xwarê. Herwesa dema zebaniyên Eminê Abdulwahid dibînin ku saxe û ne mirî ye, ew ecêbmayî dibin ka çewa ew sax maye. Helbet wan pîlana xwe wisa amade kir bû ku tu kes sax jê xilas nebe.

Bavê Abdulwahidî û apên  wî û ji Silêmaniyê jî kesûkarên wan ciwanaên din, piştî agehdariya Eminê, diçin da ku cenazeyên şehîdên xwe werbigirin. Ji ber şewitîna laşê wan, kes ji wan şehîdê xwe nas nake, ew li hev dikin ku, her yek ji wan termekî bi xwe ra bibe û ji hev ra dibêjin: Ev hemû zarokên me hemûyan e û çi cudahî di navbera wan da nîne û hemû kurên me ne. Ji ber ku hemû ji bo dozekê û li ser yek rêbazê hatîne şehîdikirin. Bi vî awayî her malbatek termekî dibe. Li wir  doxtor wan agehdar dike ku, yek ji wan 10 girtiyan, bi navê Abdulwahid, sax e. Bavê Abdulwahid dibêje wan; ew kurê min e, lê piştî termê Abdulwahidî dibîne, ew  dibêje wan: ev ne kurê min e. Abdulwahid ageh ji dengê bavê xwe heye û dengê wî nas dike. Abdulwahid dibêje bavê xwe: Belê bavo, ev ez im, ez Abdulwahid im.

Abdulwahid bi çavên tejî rondik ve dibêje: Min gelek xem û kovan ji bo dayîk û bavê xwe çêkirin, min gelek dilê wan êşand, ez daxwaza lêborînê ji wan dikim.

Piştî heftiyekê Abdulwahid çavên xwe vedike, lê derdûra cavên wî hemû şewitîne.

Reşekên Eminê, bavên wan her 10 girtiyan dibin Emina Kerkûkê û kelexê erebeya şewitî ku,  li hewşa Rêveberiya Eminê danane, nîşanî wan didin û ji wan ra bêjin: Bi qeza tirafîkê erebe şewitiye û ev qeza û qeder e û nabe tu kesek ji we bêje ev karê hikûmetê yê.

Reşekên Eminê çendîn caran diçin xestexaneyê û Abdulwahidî jî neçar dikin ku bêje; Tiştê qewimî bûyera tirafîkê ye ku ji encamê lêkdana erebeya wan bi erebeyek din çêbûye. Herçiqas ji bilî kelexê erebeya zîndaniyan paşmayên tu erebeyên din xuya nake.  Abdulwahid dibêje wan ku, wî ageh ji çi lêkdana rebeyan nebûye, lê Emna rijêmê  givaştinên xwe li ser zêde dike û dawiyê ew jî dibêje ku, bûyer ji encmê qeza tirafîkê qewimiye.

Dayîk û bavê Abdulwahidî hewil didin diçin Rêveberê Emina Kerkûkê bibînin û jê daxwaz bikin ku li xestexaneyê li cem kurê xwe bimînin heta dimire. Lê rê ji ra nadin ku,  ew biçin Rêveberê Eminê bibînin, ji encamê qerebalxa wan û reşekên Eminê, Rêvberê Eminê derdikeve derve û wan dibîne û dawiyê rê bi wan dide ku seredana Abdulwahidî bikin heta Xwedê emanetê xwe ji wî distînîn li ce wî bimînin. Êdî her 15 rojan carekê bavê Abdulwahidî yan birayê wî Adil diçin cem wî li xestexaneyê.

Di ser dijwariya birînên Abdulwahidî ra, Emina rijêmê rê bi doxtoran nade ku wek pêdivî wî derman bikin, çunikî armanca Eminê ew e ku ew jî wek hevalên xwe bimir e. Êdî roj bi roj rewşa saxlemiya wî pitir têkdiçe. Dema Hemşîre dihatin ku, derman bikin,  ji ber bêhna birînên wî difna xwe digirtin.

Emina rijêmê Abdulwahidî li xestexaneyê radestî polîsan dikin. Polîs jî, di ser êş û azarên wî ra, serederyeka hovane digel wî dikin û kelamçeyê ji pê wî venakin. Abdulwahid saleke temam, bi tinê, di odeyeke veder da dimîne. Rewşa  wî pir xerp dibe û hêviyên mirinê dixwast ku bimire û ji wî halê tê daye rehet bibe.

Kesekî  bi navê  mam Ebdilrehîm, Kerkûkî ye, li wir Abdulwahid û kesûkarên wî nas dike. Piştî ew dizane ku Abdulwahid li ser kurdayetiyê rastî vê stem û zordariyê hatiye, ew gelek çavê xwe li wî dike. Dema kesukarên Abdulwahidî tên serdana wî, ew wan dibe mala xwe û gelek alîkariya wan dike.

Abdulwahid  salekê li ser hev li ser piştê dimîne, her çende pişta wî gelek neşewitiye, lê birîn dikevin pisita wî jî.

Bavê wî li gelek deriyan dixe û gelek mesref dike ku bikare çareseriya kurê xwe bike. Piştî salekê, li meha 9 sala 1981ê, biriyara veguhaztina wî bo zîndana ciwanan li Bexdayê derdikeve. Vê carê jî wî her bi “Ambolansê”  dibin. Berî wî ji Kerkûkê bibin Bexdayê, wî dibin Heya Kerkûkê. Abdulwahid li wir kesekê birîndar dibîne, xûn bi lingê wî ve ye. Ew kes xelkê Duhokê ye û bi pênc guleyan birîndar e. Ew Pêşmerge ye û hêzên rijêmê ew bi birîndarî girtî ye. Abdulwahid kesekê din jî dibîne û dizane kurd  e xelkê Mûsil e, navê wî Ecîb e, bi tawana  rêkxistinên nihênî yên PDK girtine. Dema ku dê Abdulwahidî berev Bexdayê bibin, wan her du girtiyan jî digel wî li erebeyê siwar dikin û dibin, şofêrê “Ambolansê” gelek bi lez dihajo û cade jî gelek xerape erebe gelek hiheje,  ji ber vê yekê birînên leşê Abdulwahidî vedibin û xûn û kêm û edav jê diherike û gelek diêşin.

Di rê da zêrevanê bi wan ra, ji  Pêşmerge yê birîndar  dipirse  ka çewa û li kûderê  ew girtine, paşî, her ew zêrevan ji wî kurdê xelkê Mûsilê dipirse û li dawiyê ji Abdulwahidî jî dipirse ka çima ew girtine. Ebdulwahid ji zêrevanî ra dibêje: Tu dibînî ez di çi rewş da me û tu vê pisiyarê ji min dikî, nê halê min besî mine. Zêrvan ji Abdulwahidî dixeyîde û ji şofêr ra dibêje bi leztir here, şofêr dibêje  eger ez bi leztir pajom dê evê birîndar bimire. Zêrevan dibêje: Dê bila bisikite. Di rê da, li cîyekî, wî Pêşmerge yê birîndar peya dikin û Ebdulwahid û Ecîb jî  bo zîndana ciwanan li Bexdayê dibin. Piştî rêveberê zîndanê Abdulwahidî di wê rewşê da dibîne, dibêje: Eve kelex e em nikarin werbigirin û divê bibin bo zîndana Ebuxirêb.

Malbata  Abdulwahidî heyî û neyê xwe, hemû malê xwe bi bertîl û reşweyê didin ku kurê wan ji Kerkûkê bibin Bexdayê. Berî Abdulwahid were girtin, rewşa mala wan ya aborî gelek baş bû, lê piştî ew hatiye girtin û bi taybet piştî bi şewatê bi dijwarî birîndar dibe, malbata  wî hindî mal heye hemûyê li bertîl û reşwe serif dikin ku, belkî çareyekê li kurê xwe bikin û wî ji mirinê rizgar bikin. Êdî rewşa malbata wî ji aliyê aborî ve wisa xerap dibe, bavê  wî bi wî temenê xwe yê mezin ve paletiyê/karkeriyê dike daku debara jiyana xêzana xwe bike.

Di vê demê da birayekê wî diçe ber dilovaniya Xwedê û birayekê wî yê din jî peywendiyê bi şoreşê dike. Vê demê pismamên Abdulwahidî; Seyîd, Xorşîd û Omer Pêşmerge ne.

Emina rijêmê mercê radestibûna wan bi azadikirina Ebidilwahdî ve grêdide û daxwazê ji bavê Abdulwahidî dikin, ku her sê biraziyên xwe teslîm bike da ku ew jî Abdulwahid azad bikin.

Abdulwahid di vê dîdarê da dibêje: Berî bûyera şewatê, hêşita em li Heya Kerkûkê bûn, carekê rêveberiya zîndanê,  Bedel Hesen Îsa dibin ba xwe, piştî demakê ew bi keyîf û xweşî vedigere û dibêje: Dê me azad bikin. Bedelî got min ku; Kazimê kurê Omerxanê Rêkanî hatiye cem min li zîndanê û wî ez agehdar kirime ku dê mefrezeyeka pêşmergeyî xwe teslîmî rijêmê bike û rijêm jî di berdêlawan wan me azad bike. Ew mefrezeye mefrezeya Hecî Salihê Spîndarî ye ku hejmara wan 5-6 pêşmerge ne. Wan xwe radestî îstxbaratê kir, lê rijêmê ew jî girtin û Abdulwahid û hevalên wî jî azad nekirin.

Abdulwahid Siyarî dibin Bexdayê, lê ji ber dijwariya birînên wî, li zîndana ciwana wî wernagirin û wî dibin zîndana Ebuxirêb. Berî wî bigehînin zîndana Ebuxirêb, reşekê eminê û şofêrê erebeyê, di rê da radiwestin û diçin xwaringehekê û bi dilê xwe xwarinê dixwen û Abdulwahidî jî di kelejana germa havîna Bexdayê da, bi birînên dijwar ve  di nav erebeyê da dihêl in. Piştî hîngê wî dibin xestexaneya zîndana Ebuxirêb. Li wê xestexaneyê xizmetkarek bi navê Mehmud Hebû,  xelkê Xaneqînê, gelek dilê wî bi rewşa Abdulwahidî dişewite û Mehmud gelek alîkariya wî dike û dibêje wî: “Sibehî dê şandeyeke taybet ya Parastina Mafê Mirovî serdana zîndanê bike, Rêveberê Zîndanê û Rêveberê Xestexaneya Zîndanê jî bi wê şandeyê ra ne. Dema ew şande digehe vir, ez dê te rakim ser lingan û tu jî daxwaza harîkayê ji wê şandeyê  bike, belkî te ji vir dibin û li xestexaneyek taybet çareseriya te bikin.

Her wekî Mehmud gotî, ew şande ku, hejmara wan 10-15 kes in, doxtorek bi navê Şewqî Fewzî Yusf pê ra ye, diçin di wê odeya Abdulwahid têda ye. Mehmud jî diçe di wê odeyê  ve û Abdulwahidî bi bersînga xwe ve radike ser lingan. Dema Mehmudî Abdulwahid radike ku li pêşberî Şandeyê li ser lingan raweste, birînên pên wî dipeqin û xûn jê herike ser erdê odeyê. Ew şande Abdulwahid di wê rewşê da dibînin û daxwazê ji Mehmudî dikin ku wî danîte ser textî. Ew Şande pisiyarê ji Abdulwahidî dikin; ka ev çend roj in ew di wê rewşê da ye. Abdulwahid jî dibêje wan: Ev pitir ji salekê ye rewşa wî bi vî awayî ye. Doxtor Şewqî yekser dibêje: Divê bi zûtirîn dem bibin xestexaneyê. Piştî vê  bi demjimêrekê Abdulwahidî bi  ambolansekê dibin xestexaneya Kerix ya Komarî li Bexdayê. Ew xestexane ji birîndarên şerê Îraq û Îranê tijî ye. Abdulwahidî jî dikin di nav wan  birîndaran da. Li wir jî Abdulwahidî radestî bingehê (Ciyîfir) yê polîsan dikin. Polîsek bi navê Sebur li wî bingehî piyên Abdulwahidî bi textî ve kelamçe dike.

Doktor Şewqî kesek mesîhî ye, ew nişterger e û rêveberê wê xestexaneyê jî ye. Doktor Şewqî diçe cem Abdulwahidî û pisiyara wî dike ka ev ji kengî were ew di vî halî daye? Abdulwahid jî dibêje:  Eve pitir ji salekê ye ew di vî halî daye û heta nuha bê çareserî û çavdêrî ye. Abdulwahid Siyarî dibêje: Min dibihîst dema doxtor Şewqî bi dengekê nizim ji hevalên xwe digote: Mirov bi vî awayî serederiyê digel giyanewera jî nake.

Piştî sal û mehekê bo cara yekê derziyeke pencê li Abdulwahî didin. Doxtor Şewqî hemşîreyên  xestexaneyê radispêre ku, çermê şewitî û mirî hemûyê ji laşê Abdulwahid rakin. Êdî goşitê şewitî  hemûyê ji ser çav û laşê wî vedikin û goşitê sor derdikeve. Piştî hîngê melhemeka spî laşê wî hemûyê didin û hemû birînên laşê wî bi lifafeya dihundayî dipêcin.  Abdulwahid ji bo cara yekê ye hest dike ku laşê wî pîçek sivik dibe û êdî dikare binve. Rojane laşê wî derman dikin û berdewam dibe heta meha şiwata sala paşitir. Piştî hîngê doctor Şewqî bavê Abdulwahidî agehdar dike ku, dê niştergeryekê bo bikin.

Di vê demê da xwendekarên kolêja pizîşkî, bi berdewamî li dema çareserkirina birînên Abdulwahidî amade dibin. Dema doxtor biriyar dide  ku,  niştergeriyê bo Abdulwahidî bike, xwendekarekî kolêja pizîşkî, bêy ku şehrezayeka baş hebe, vê niştergeryê encam dide. Ew xwendekar, parçeyên goşitê sax ji laşê wî vedike û li ser cîyên şewtî dadine. Ji bo niştergeryê jî, bavê Abdulwahidî xûnê dikire û Kemal Siyarî û Ebdulrehmanê pismamê Abdulwahidî jî ji Duhokê diçin Bexdayê û xûnê bi wî didin.

Piştî mehekê, ew goşit hemû dirize û xwe li birînên Abdulwahidî nade û careka din dikeve ve ber êş û azara. Piştî hîngê doxtor Şewqî biriyarê dide ku, ew bixwe niştergeryê bo encam bide. Doxtor Şewqî goştî ji ranên wî vedike û li ser birînên wî didane, ev niştergerî serdikeve. Doktor Şewqî ji Abdulwahidî ra dibêje:  Hindî ji destê min bê, dê te li  vir bihêlim ku, te nebin zîndanê. Eger tu bi lêbûrînekê azad bibî, were kilînîka min li Babalşercî, dê te li ser hisabê hikumetê derman bikim.

Abdulwahid heta meha 6 sala 1982ê li xestexaneya Kerix ya Komarî dimîne. Di vê demê da, karmendên xestexaneyê û ew xelkê ereb yê ku seredana birîndarên xwe yên şerê Îran û Îraqê dikirin, serederyeka gelek kirêt û şerê deronî bi Abdulwahidî ra dikin, yek ji wan karmendan, jinek ereb bi navê Om Sebah e, ji ber ku, birayekê wê ku, zelamê Emina rijêmê bû, li Silêmaniyê hat bû kuşitin dewam nedikr. Piştî ew jin vedigêre ser karê xwe li xestexaneyê, yekser diçe hindav serê Abdulwahidî û dibêje wî: Guninehe te derman dikin, divêt te pavêjin di nav rûbarî da.

Her li meha şeş sala 1982ê, herçende hêşita birînên Abdulwahidî çak nebûne, lê wî ji xestexaneya Kerix dibin zîndana ciwanan. Ciwanek kurd bi navê Şukir, xelkê Kifrî ku  berê digel Abdulwahidî li Heya Kerkûkê bû, ew jî li wir e. Şukir gelek çavê xwe dide Abdulwahidî, serê wî dişot û birînên wî derman dike.

Abdulwahid Siyarî heta 17 tîrmeha sala 1982ê li zîndana ciwanan dimîne. Diktatorê rijêmê Sedam Hisên wê demê lêborînekê ji bo zîndaniyan dide, Abdulwahid jî ber wê lêborînê ji zîndanê azad dibe. Ew diçe mizgefta Elawî, bavê wî û pismamê wî Hesen Hecî Ehmed jî diçin wir pêşiya wî. Bi şevê diçin mala mirovekê xwe li Bexdayê û roja paştir digehin Duhokê.

Berî Abdulwahid bigehe malê, dayka wî hemî neynikan li malê radike, da Abdulwahid ser û sîmayê xwe bi wî rengê şewitî nebîne. Dayîka Abdulwahidî, herwesa,  ji bo liberçavgirtina rewşa derûnî ya kurê xwe  Ebidilwahidî qebûl nedikir ku,  bira û xûşkên wî jî biçin ber neynukê, herwesa, wê hemû wêneyên wî jî ji berdest rakirin, da ku dema ew wêneyên xwe yên kevin dibîne neqehir e.

Abdulwahid ji zîndanê azad dibe, lê mixabin, ew li malê jî her wek zîndanî dimîne. Ji ber ku wî nedixwest ji malê derkeve  wî nediviya tu kesek wî bi wî halî bibîne. Loma ew tûşî rewşeka derûnî ya nexweş dibe û saleka temem di malê da dimîne û nava wê salê da carekê bi tenî jî naderkeve derve.

Piştî salekê bavê wî diçe cem Mela Ebdulkerîm Goyî û wî digel xwe dibe mal. Mela Ebdulkerîm bi xwe jî zîndaniyê siyasî bû. Ew gelek dest dilê Abdulwahidî dide û şîretan li wî dike û jê ra dibêje: “Ji malê derkeve û here nav xelkî, xelk dê hez ji te bike, çunikî tu mirovekî şoreşgerî û li ser kurdayetiyê û xabata azadiyê ev yek bi  serê te hatiye”. Êdî piştî şîretên Mela Ebdulkerîmî, Abdulwahid hêdî-hêdî derdikeve derve, xelkê jî dizanî ku, ev yek li ser kurdayetiyê bi serê wî hatiye, loma xelkê gelek pişitevanî dida wî û keyfa xwe bi wî dianî.

Piştî ku Abdulwahid piç-piçe derdikeve derve, bavê wî ji bo wî dikanekê li senterê Duhokê vedike da ku ew pê mijûl bibe. Abdulwahid navê Hejar li dikana xwe dike û tabiloyê wî zarokê tûrkek bi millî ve û diçe ber dibistanekê, weke armê dikana xwe dihelawîse û li ser dinivêse (Pêşangeha Hejar) ew dixwaze bi vî tabloyê derbirrînê ji bêbehirbûna xwe ya ji dibistanê dike. Hevalên wî yên xwendingehê diçin cem wî û tiştna jê dikirin, Abdulwahid wan hevalê xwe nas dike, lê ew wî nans nakin. Abdulwahid  bi navê wan bang dike û digel wan diaxive. Kevne hevalên wî ecêbmayî dibin ka çewa ew navê wan dizane. Abdulwahid xwe bi wan dide naskirin. Bi vî awayî bi rêya dikanê yek bi yek hevalên xwe dibîne û xwe bi wan dide nasîn. Gelek ji heval û mamostayên wî diçin cem wî li dikanê û geleka ji wan jî ji bo rewşa wî digrîn.

Lê mixabin, Emina rijêmê bi berdewamî, çavdêriya Abdulwahidî dike. Sibeheka zû, li sala 1985ê mefrezeyeka Eminê diçe ber derê dikana wî, zilamê Eminê jî yê bi navê (?) digel wan e û (?) dibêje wî: Were xwediyê berçavkan, ramana Hejar çîye?  Abdulwahid jî dibêje wî: Hejar wate feqîr. Birîndar û yê ereb dibêjin wî: Vî navî û vê tabiloyê ji ser dikana xwe rake,  eger ranekî dê te kim sed hejar. Ew jî ji ber birînên xwe nikare  serbikeve û tabloyê ji ser dikana xwe rake. Mefrezeya Emnê bi xwe li pêş çavên xelkî tabloyê dikanê jê dikin dadixin erdê û bi piya diçin ser. Berî mefreseya Emnê ji wir here, ew emir dikin ku her dikaneka bi navê Hejar be tabloya wê dikinê rakin. Abdulwahid û birayên xwe jî, wek qebixwaziyek, li cîyê navê Hejar niqteyan dinivîsînin (pêşengeha …….. bi xêrhatina hewe dike). Emna rijêmê Abdulwahid  haydar dikin ku navek din li ser dikana xwe deyne. Abdulwahid jî navê Şêrko li dikana xwe  dike. Careka din her sibehekê zû, mefrezeyeka Eminê ku, vê carê kesê bi navê (?) digel e, diçin dikana Abdulwahidî. Kesekî li ser diywarê dikana Hecî Selîmê Sereroyî ku, li tenşt dikana Abdulwahidî ye, nivêsî ye (Kurdistan yan neman). Kesê bi navê (?) dibêje Abdulwahidî:

  • Eve çîye?

  • Ez nzan im.

  • çewa tu nzanî? ma tu nizanî bixûnî?

  • Belê ez dizanim bixûnim.

  • Wate tu dizanî bixûnî û tu dizanî ka kê jî nivêsî ye.

Dibe gengeşe di navbera wan da, di wê delîvê ra Hecî Selîm li wir amade dibe. Hecî Selîm, mirovekê bi temen e, lê kesekî xwendevan e. Hema wî yekser  dest bi paqijkirina dîwar kir ku ew nivîsa li ser winda bibe. Her çende (?) got, ne Hecî ne, lê wî xwe tênegehand û ew nivêsîn jêbir. Êdî (?) serê xwe diçemîne û ji wir diçe.

Abdulwahid, ji ber têkçûna serûçav û jikarketina destê wî yê rastê, nikare vegere  ser xwendina xwe. Loma êdî ew jiyana xwe di navbera dikan û malê da derbas dike. Ew xwe ji hemû helkeft, bîrewerî, aheng û xweşiyên dinyayê pêpar dike û xwe ji hevalan dûr dixe . Dema ew diçe ba sertiraşekî/barbarekî jî, ew ji barbar dixwaze ku neynikê veşêre da xwe têda nebîne.

Abdulwahid li 05.07.1984ê dizewicet, Mela Ebdulkerîm rolekê baş di vê proseyê jî da dilîze û her ew bixwe bûkê li wî mare dike, êdî jiyana Abdulwahidî hêdî-hêdî normal dibe. Li sala 1985ê keçek û 1986ê jî keçek ji wan re çê dibin , ew keçên xwe bi navên Dêjîn û Rêjîn bi nav dike. Piştî hîngê kurk ji wan ra çê dibe. Hêşita kesera navê Hejar di dilê Abdulwahidî da may, loma ew navê kurê xwe dike Hejar. Piştî hîngê çendîn zarokên din ji wan ra çê dibin û hemûyan bi navên kurdî bi nav dike.

Abdulwahid, li ser gotina doktor Şewqî, li sala 1986ê digel dayîka xwe û li gor adetên kurdewarî, çend sindoqên fêkî bi xwe ra  dibin û diçin Klînîka doktor Şewqî li Bexdayê. Doktor Şewqî gelek kêfa xwe bi wî diîne û dibêje: Dê li xestexaneya hikumî niştergeryekê bo riha stuyê te û destê te kim. stuyê wî xwar bibû û nedizvirî û destekê wî jî çemiyayî mabû rast nedibû.

Doktor Şewqî wî dibe xestexaneyê û du niştergeryan bo wî dike. Abdulwahid 40 rojan li wê xestexaneyê dimîne. Doktor Şewqî, niştergeryekê bo pişta çavên wî jî dike. Ew goşitî ji pişita guhên wî radike û didanîte pişta çavên wî. Piştî van niştergeryan rewşa wî piçek baştir dibe.

Piştî hîngê ew wî dihinêre xestexaneya Ibin Albeytar ya ehlî ya Birîtanî. Bavê Abdulwahidî 4000 dînaran weku garentî li bbnkeyê dirazîne. Li wê xestexaneyê niştergeriyê ji bo destê wî dikin, çermê ranê wî radikin û li ser destê wî didanin,  destê wî bi tenişita wî ve grêdidin û 21 roja destê wî li bin çermê ranê wî ve dihêlin da xûn were destê wî. Niştergeryeka din ji bo çavên wî  jî dikin. Abdulwahid piştî van niştergeryan, careka din vedigere  ber dikana xwe li Duhokê, lê Emina rijêmê her bi berdewamî çavdêriya wî dike.

Rojekê Rêveberiya Emina Duhokê têlefona wî dike u ji wî dipire ka ti mirovên wî Pêşmerge hene. Ew jî dibêje ku, ew nzane. Ji wî diprsin ka ew hatiye girtin û eger hatibe girtin ji ber çi hatiye girtin. Abdulwahid jî rastiya girtina xwe bo wan dibêje. Piştî hîngê daxwazê ji wî dikin ku, roja paştir demjmêrî 6ê êvarî li Rêveberiya Eminê amade bibe.

Roja paşitir Abdulwahid û birayekê xwe diçin Reberiya Emnê, wî dibin cem berpirsekî, nahêlin birayêwî pê ra biçe hindir. Ew berpiris ji Abdulwahin dipirse ka ew çewa şewitiye?

Abdulwahid: Hûn dizanin

 Emin: Em dixwazin ji te bibhîsin.

 Abdulwahid: Ez nizanim.

 Emin: çewa to nizanî? Ma tu nizanî dema qeza tirafîkê qewimî?

Abdulwahid jî ji neçariya xwe dibêje: Belê bîra min tê.

 Emin: Divê tu bi me ra kar bikî.

Abdulwahid: Leşkeriya neçarî, ji ber kêmendamtiya min ji min nagire û ez nikarim ti karan bikim.

Li dawiyê ew berpirsê Emnê wî derdxe derve û jê ra dibêje: Te ageh ji ezimanê xwe hebe.

Sala 1987ê Emina rijêmê Abdulwahidî,  bavê Salih,  dayîka Bedelî û daîk û bavên wan her heft kesên xelkê Silêmaniyê careka di dibin Heya Kerkûkê. Li wir daxwazê ji wan dikin ku divê ew bêjin ev bûyer bi qeza tirafîkê qewimiye. Ji bo veşartina tawana xwe, divê tekîd bikin ku erebeya wan ji encamê bûyereke xwezayî şewtiye û nabe ji vê pêvetir bê gotin.

Sala 1991ê, Abdulwahid digel xelkê bajêrê Duhokê pişkdariyê di serheldanê da dike. Ew digel kesûkarên xwe li koça miliyonî diçe rojhelatê Kurdistanê. Piştî çend mehan vedigere Kurdistanê, mal û dikanên wan jî hemû hatine talanikirin. Ew û kesûkarên xwe careka din ji nûve dest bikarê xwe dikin.

Abdulwahid, li sala 1991ê, dest bi xebata xwe di nav rêzên PDKê da dike û heta 1995ê  li Lîjneya Nawçeya Duhokê li ser xebata xwe berdewam dibe. Ew dibe berpirsê rêkxirawekê û çendîn caran bi erkê danana boseyan, zêrevaniyê li çiyayî zawa, şindoxa û navenda bajêrê Duhokê radibe.

Abdulwahid Siyarî, li dawiya sala 1991ê, Serok Barzanî li Sersinikê dibîne. Cenabê serok sozê dide ku wî ji bo çareseryê bo derveyî welatî binêre. Lê, Mixabin şerê navxweyî dest pê dike û delîva hinartina Abdulwahidî bo derveyî Kurdistanê namîne.

 Li sala 1997ê, neçar dibe bi qeçaxî biçe Holendayê. Jinek Holendî, ji daîreya penaberan, vekolînê digel Abdulwahid dike, Abdulwahid çîroka şewitîn, êş û azarên xwe jê ra vedigêre. Ew jin gelek daxbar dibe û nikare rondikên çavên xwe bigire û dibêje: Eger bi destê min be, iha nuha ez dê mafê penaberyê bi te bidim, lê li gor yasayên me nabe.  Piştî vê vekolînê bi 17 rojan, Abdulwahid Siyarî mafê penaberiya siyasî li Holendayê werdigire. Xêzana wî  û zarrokên wî zû mafê panaberyê werdigirin û li Holendayê digehin hev û jiyaneka nû dest pê dikin.

Li ser vê jiyana terajîk ya  Abdulwahid û hevalên wî, kesekî bi navê Salih Heme Emîn, romanek li jêr navê (Lêzime Baran) li ser wan nivîsiye. Salih Heme Emîn jî li Holendayê ye. Wî dizanî ku, ji 10 kesa yek sax maye. Ew gelek li Abdulwahidî digere û dawiyê wî li Holendayê peyda dike. Salih Heme Emîn dibêje Abdulwahidî, hûn 10 kes bûn, lê tu bi tinê maye sax, lê nuha dîsan hûn 10 kes in; tu û xêzana te û her heşt zarokên te.

Salih Emîn bo dema 20 rojan bi berdewamî Abdulwahidî dibîne û hûrgiliyên girtin, zîndanîkirin, dadigehkirin û şewitîna wî û hevalên wî dizane û romana xwe bi pêzanînên rast û dirust dewlemend dike.

Herwesa pertûkeka din bi navê (Beheştiyekan li naw dozex da) ji aliyê xanim Emîra Mihemed ve her li ser wan hatiye nivîsîn.

Abdulwahid Siyarî bi dîtina xanima Emîrayê şad dibe û li Silêmaniyê pişkdariyê di salvegera şehîdbûna her 9 hevalên xwe da dike.

Abdulwahid Siyarî li Holendayê jî ji ber serûsîmayê xwe yê şewitî nikare biçe qutabixaneyê. Li Holendayê, doxtor Fenzawlin, pitir ji 10 niştergeryên ciwanikariyê  bo ser û çavên wî dike.

Pitir ji 23 niştergeryan bo Abdulwahid Siyarî hatîne encam dan. Heta nuha jî ew ji êş û azaran xilas nebûye. Abdulwahid Siyarî li sala 2012ê vedigere Kurdistanê.

Li dawiya vê dîdarê Abdulwahid Siyarî dibêje: Ez heta mirinê xwe bi qerdarê gel û Hikûmeta Hollendayê dizanim, çunikî wan, berovajî wî milet û wê Hikûmeta ez ji bo azadiya wan mirim û rabûmeve, destê harîkariyê ji bo min dirêj kir û 100٪ bê cudahî harîkarî digel min kir.

Abdulwahid Siyarî li sala 2012 vedigere Kurdistanê û nuha jî li Duhokê dijît.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى