Latînî

Derwêş Sêrtî

Eşqa kurdatiyê Derwêşê Sêrtî ji Stenbolê ber bi çiyayên başûrê Kurdistanê dibe

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya komkirin û arşîfkirina bîreweryên Pêşmerge û xebatkarên gelê Kurdistanê da, li roja 08.12.2022ê li ofîsa xwe mêvadrariya Pêşmerge û xebarkarê dêrîn yê bakûrê Kurdistanê Memed Nezîr Demîr ku, di nav şoreşê û di nav pêşmergeyan da bi kodnavê (Derwêş Sêrtî)  navdar e, hevdîtineka vîdiyoyî digel wî saz dike û dîroka xebata wî tomar dike û ji navçûnê dparêze.

Pêşmerge yê dêrîn Derwêş Sêrtî li sala 1952ê li gundê Eyîn Beranê yê ser bi devera Sêrtê ya bakûrê Kurdistanê ve hatiye ser dinyayê. Ew di nav malbateke normal û hejar da mezin dibe. Ew di zarokîniya xwe da dest bi karê sexbêrkirina rezên tirî û bixwedîkirina terş û kewalî dike.

Li sala 1960-1962ê dest bi xwendinê dike, xwendina destpêkê, navîn û lîseyê li bajêrê Sêrtê timam dike. Paşî li naverasta salên heftiyan li bajêrrê Stenbolê dest bi xwendina zanîngehê dike, lê ji ber karê siyasî ew dest ji xwandina zanîngehê berdide.

Derwêş li salên heftiyan digel Komeleya Kultûrî û Demokratîk ya Rojhelat (DDQD) dest bi karê siyasî dike û

heta sala 1975ê digel (DDQD) ê li ser kar û xebatên xwe berdewam dibe. Piştî rêkeftina xiyanetkarî ya Cezayîr (06.03.1975) û şkestina şoreşa Îlonê, li Amedê (DDQD) dicive û egerên şkestina şoreşa Îlonê dinirxîne. Ji encama nîqaşên di wê civînê da pirsgirêk û nakokî  derdikevin holê û rêkxistina (DDQD) bi ser du baskan da parçe dibe. Ehmed Zekî  Ukucoglo serokatiya aliyekî û Necmdîn Büyükkaya jî serokatiya aliyekî din yê rêkxistinê dike.

  Necmdîn Büyükkaya  û hevalên xwe di wê civînê da dibêjin: “Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ango şoreşa başûrê Kurdistanê, di mîhwerê  paşverotiyê da cî digire.” Necmdîn Büyükkaya  û hevalên xwe, Herwesa, Partiya Ba’s ya Erebî ya Îraqê jî bi partiyek pêşvero bi nav dikin. Dîsa ew dibêjin: Egerê şkestina şoreşê ew bû ku, şoreşa başûrê Kurdistanê li ser rêbaza Markisî-Lenînî nediçû û dest ji peywendiyên digel Yekêtiya Soviyetê berda bûn! Derwêş û komeka hevalên xwe, ji ber vî helwîstê dijî nirxên neteweyî, dest ji (DDQD) ê berdidin û veqetiyan di keve di nav wê rêkxistinê da.

Piştî vê parçebûnê, li Enqereyê, gropek bi serokatiya Ferîd Uzun û li Stenbolê jî gropeka din bi serokatiya Ehmed Zekî Ukucoglo û hindek hevalên din ji (DDQD) vedqetin. Ehmed Zekî Ukucoglo û Mehmud Firat li Stenbolê komîteyeka 50 kesî ava dikin ku piştî hîngê dibe bingehê Rêkxistina Kawe. Bi vî awayî, li ser destê wan hevalên li ser meseleyên neteweyî ji (DDQD) cuda bûne, rêkxistineke nû bi navê Kawe ava dikin.

Ferîd Uzun xelkê Sêwerekê û rewşnbîr û siyasiyekî jîr û jêhatî ye, ew dibe serokê Rêkxistina Kawe. Derwêş jî di nav Rêkxistina Kawe da berdewamiyê bi xebata xwe dide. Li sala 1976ê, her çiqas ew wî çaxî xwendekarê zanîngehê ye, lê Rêkxistina Kawe wî ji bo encamdana karê rêkxistinî dihinêre Kurdistanê û ew dibe berpirsê rêkxistina Kawe li Sêrtê. Bi vî awayî, ji ber mijûlbûna wî bi karên rêkxistinî û siyasî ve,  ew neçar dibe ku dest ji xwandina zanîngehê berde.

Derwêş di vê dîdarê da dibêje: “Ferîd Uzun, Serokê Kawe, kurdperwerekî hêja bû, wî hîngê banga Kurdistana mezin dikir, herwesa, ew helbestvan û dengxweş jî bû. Gelek ji stiran û sirûdên Şivan Perwer yên destpêkê ji têkstên wî ne. Dîsa jî ew kesatiyekî netewî û welatparêz û xwedî cemawer bû.

Piştî Derwêş diçe Kurdistanê, ew digel Mifîd Bayrem dibin berpirsên Rêkxistina Kawe. Derwêş dibe berpirsê rêkxistina Kawe li Sêrtê, Şerinex, Batman û Hezuyê. Berî Rêkxistina Kawe, Rêkxistina Kokê jî li Sêrtê heye, PDKT jî heye, lê ew kêm cemawer in.

Li sala 1977ê Rêkxistina Kawe ji sedemê fikir, dîtinên û îdîyolojiyên  cuda, ew jî bi ser çend gropan da parçe dibe; Gropek dibe Dengê Kawe  bi serokatiya Ferîd Uzun. Gropek jî li bi navê Kawe Merkez bi serokatiya Mifîd Bayrem çêdibe. Bi vî awyî piştî cudabûna ji (DDQD)ê û avakirina Rêkxistina Kawe, êdî Kawe  bi xwe jî bi ser du rêkxistnên cu da parçe dibe. Derwêş diçe digel gropa Dengê Kawe bi serokatiya şehîd Ferîd uzun û ew bi heman navî, Dengê Kawe, kovarekê jî derdixin. Derwêş, heta derbeya leşkerî bi serperiştiya Kenan Îvrin li 12 Îlona 1980ê li ser xebata xwe berdewam dibe.

Şehîdkirina Ferîd Uzun

Dengê Kawe, berî şehîdkirina Ferîd Uzun, kongreyê xwe li dar dixe. Li sala 1978ê ji ber ku, Ferîd di nav xelkê bakûrê Kurdistanê da kesatiyekî welatparêz û xwedî pêgeheke mezin ê cemawerî ye, kesekî rewşnbîr, nivîskar û hunermend e, xwedî fikrên neteweyî û xwedî hurmetek mezin e,  PKK di destpêka serhildana xwe da pêngava wê ya yekê ew e ku, hemû rêkxistinên li ser xeta neteweyî û kesatiyên welatparêz yên kurd tesfiye bike û  ji bo kontirolkirina Kurdistanê rêya xwe xweş bike.Yek ji astengiyên di rêya PKKê da  Ferîd Uzun e ku, wek kesatiyekî xwedî pêgehek mezin di nav kurdan da, PKKê wî wek asteng di rêya siyaseta xwe da dibîne û Ferîd dikeve di lîstye terora PKKê da û wî li sala 1978ê şehîd dikin.

Demê nûçeya şehîdbûna Ferîd Uzun belav dibe, Derwêşî jî diçe Sêwerekê, bajêrê Ferîd î. Li wir hijmareka mezin a xelkê Kurdistanê kom dibin û termê wî bi rêwrresmeka mezin bi axê dispêrin.

  Piştî vê bûyerê bi gelek salan, ango li sala 1993ê, Beşîrê pismamê Derwêşî jê ra dibêje ku, li dawiya salên heftiyan da, dema ku Derwêş berpirsê Rêkxistina Kawe ye li Sêrtê, PKKê biriyara kuşitina wî jî dide. Selîm Çürükkaya yê ku, wê demê di nav xelkî da bi Selîm Tilkî dihat naskirin û kadiroyê PKKê ye, tê raspartin ku karê terorkirina wî encam bide. Dawiyê Beşîrê pismamê wî bixwe jî, wekî gelek kurdên din yên neteweyî, her bi destê PKK tê terorkirin.

Piştî şehîdkirina Ferîd Uzun êdî çeng û baskên Rêkxistina Kawe dişkên,  bê serok û rêber dimîne û di nav wê da tevlîhevî derdikeve holê. Paşî jî, Rêkxistina Kawe, di kongireyê xwe da biriyarê dide ku bi awayekê demkî bizava xwe rawestîne.

Derwêş li roja 05.03.1979ê  bi komeka belavokan û sê Demancan ve tê girtin. Lê ji ber ku berî derbeya 12 Îlona 1980ê hikumeta Tirkiyê ewqas ne dijwar bû, ew piştî sê mehan ji  zîndanê azad dibe. Piştî hîngê bi pênc mehan careka din tê girtin û zîndanîkirin û piştî demekî azad dibe. Piştî derbeya Kenan Îvrin (12.09.1980) ew bo cara siyê tê girtin û 33 rojan di zîndanê da dimîne, paşî azad dibe.

Derwêş li sala 1982ê  diçe Stenbolê, bi vê çûyna Stenbolê Derwêş dixwest li ber çavên asayîş û polîsên tirkî dûr bikeve û xwe winda bike. Li Stenbolê, Derwêş careka din vedgere ser xwandina xwe li zanîbgehê. Di heman demê da di ber xwandina xwe ra, ji bo dabînikirina xerciyên xwe yên jiyanê jî, li bazarê goreyan difiroşe û debara xwe pê dike. Ew li sala 1983ê xwandina xwe timam dike, lê li şûna ew bibe mamosta, ew bi pênc salên zîndanê tê cezakirin.

Ji Stenbolê bo çiyayên Kurdistanê

Derwêş xwe teslîmî destê polîs û leşkerên Tirkiyê nake û li meha tebaxa sala 1983ê biriyarê dide here başûrê Kurdistanê û li wir bibe Pêşmerge. Ji Sêrtê diçe Cizîrê û peywendiyê bi berpirsekî PDKê  bi navê Elî dike. Elî wî rê dike Nisêbînê ku, ji wir derbasî  Qamişlo bikin. Derwêş di rê da nexweş dikeve û vedigere ve cem Elî li Cizîrê û daxwazê ji wî dike ku wî bihinêre Şerinexê, belkî di wê rê da ew bikaribe xwe bigehîne çiyayên başûrê Kurdistanê û peywendiyê bi Hêzên Pêşmerge bike. Ew diçe cem Ebdulrehman Acar li Şerinexê,  Yusif Ceylanê Xezûrê Ebdulrehmanî nameyekê ji bo Fetah Gulî ku, berpirsekê Pêşmerge ye li başûrê Kurdistanê, dinivîse û di nameya xwe da  daxwaz dike ku alîkariya Derwêş bikin.

Derwêş  gropeka PKKê dibîne û digel wan diçe çiyayê Herekulê. Ew li Herekulê kodnavê Derwêş ku, navê bapîrê wî ye, li xwe dike. Paşî ji Herekulê derbasî Senatê dibin û êdî ew  li başûrê Kurdistanê ye. Gundên wê deverê hîngê hemû ji aliyê hikumeta Îraqê ve hatîne wêranikirin û çolkirin. Ev cara yekê ye Derwêş  gundekê wêran dibîne.

Paşî ew ji Senatê diçe Heftenînê û 10 roja li wir dimîne, PKK dixwaze Derwêş digel wan bimîne û bibe hevalê wan loma ew rê jê ra  nadin ku xwe nêzîkî baregehên Pêşmerge yên PDKê bike û kesê ji wan bibîne.

Derwêş li Heftenînê fermandarê PKKê, Mesum Kurkmaz (Egîd) dibîne. Egîd wî nas dike, çunikî Egîd jî dema li Sêrtê digel wî endamê Rêkxistina Kawe bû. Helbet wê demê rêkxistina Kawe ji PKKê bihêztir bû.

 Dewrêş siysseta PKKê ya dijî Kurdistanê baş fêm kiriye û bi tu awayî nabe hevalê wan, PKK jê bêhêvi dibin ku ew bibe hevalê wan,  piştî 15 rojan ew Derwêşî dibin baregehê  Lîjneya  Nawçeya Zaxoyê li Berê Birûsiyê li ser çemê Xabûr di navbera gundên Kurka û Gereguhê da. Li wir wî radestî Zêrevan Kovilî dikin.

Lê  nameya wî ji Şerinexê aniye ji bo Fetah Gulî ye û Fetah jî li  Lîjneya Duhokê ye. Ji ber hindê ew ji Lîjneya Zaxoyê diçe Lîjneya Duhokê li geliyê Hesinavakê li Gelinaskê. Wê  demê Mihemed Ebdule Hemu, Mihemed Mûsa, Mihemed Salih Botî û Îsa Zêweyî endmên kargêr yên Lîjineya Dujokê ne. Fetah Gulî jî berpirs e, lê ew ji bo bênvedanê çûye rojhelatê Kurdistanê.

Ew du rojan ki  Lîjineya Duhokê dimîne û  paşî wî dihinêrin baregehê Liqê Yek li Zêweşikan, li ser çemê Zê. Îsa Zêweyî cemedaniyeka sor dike serê wî û 30 dînaran jî pê dide da ku,  cilkên kurdî, cilkên pêşmege, ji xwe ra pê bikire. Ew jî bi wan 30 dînaran cilkên pêşmere ji xwe ra dikire li xwe dike û cemedaniya sor li serê xwe girê dide û digehe baregehê Liqe Yek ya PDKê û destpêkê  di nav nûhatiyan da dmîne.

Paşî ew meseleya xwe ji  berpirsê Liqê Yek yê PDKê ra vedigêre û jê ra dibêje ku, ew endamê partiyeke siyasî ya bakûrê Kurdistanê ye û heta nuha jî wî bawerî bi siyaseta partiya xwe heye û ew ji wan neveqetiyaye, lê partiya wî bi awayekî demkî çalakiyên xwe rawestandine. Derwêş bi bîr û baweriyên xwe her weke endamekî Rêkxistina Kawe dimîne, lê weku Pêşmerge di nav rêzên pêşmerge yên PDKê  da xebatê dike.

Liqê Yek ê PDKê vekolîneka kûr pê ra dike, paştî jê piştrast dibin, wî ji bo rêkxirawa şehîd Ehmed Mîriza ya piştevaniya baregehê Liqê  ku, şehîd Îşo berpirsê wê ye, vediguhêzin. Derwêş, li wir, Remzî Kerîm û Zekî ku, her du kurdên bakûr in, dibîne.

Li rêkxirawa piştevaniyê, Fazil Ebdula û Macid Hirorî, wî fêrî bikarînana çekê Doşkayê yê dijî firokeyan dikin.

Derwêş heşt mehan li rêkxirawa piştevaniyê dimîne. Paşî ew li roja 20.04.1984ê digel rêkxirawa piştevaniya Liqê li gundê Guherizê pişkdariyê di çalakiyeka leşkerî da dike. Di wê çalakiyê da hêzên pêşmergeyî li jêr serperştiya Seyîd Nayîf Çelkî, dest bi ser sengerekê supayê Îraqê da digirin û 5 sengerên din jî topbaran dikin. 27 serbazên dijminî di wê çalakiyê da dikuşitin. Ev yekemîn care ku Derwêş pişkdariyê di çalakiyeka leşkerî da bike. Ev çalakiye ji ber kuşitina mirovan bandoreka mezin li ser wî çê dike. Li ser vê çendê jî ew dibêjît: Dagîrkeriya welatî çi tîne serê mirovî!  Piştî vê çalakiyê Derwêş ji bo rêkxirawa şehîd Zorab (Zoran) ya îdareya baregehê Liqê Yek tê veguhaztin.

Gelek salan peywendî di navbera Derwêş û malbata wî da namîne tu ji hev nizanin. Carekê ew bi rêya Sedîq Mizûrî (birayê Ebdulrehman Mizûrî) nameyekê dihinêre Îranê û paşî ji wir bi rêya posteyê ew name ji bo malbata wî li Tirkiyê tê hinartin. Ew name piştî çend mehan digehe malbata wî, lê piştî hîngê careke din têkelî qut dibin û heta sala 1986ê tu ji hev nizanin

Derwêş, li rêkxirawa şehîd Zorab, peywendî û têkeliyên baş digel kadiroyên her du yekêtiyan; Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekêtiya Lawên  Demokratên Kurdistanê, ji wan Nasrat Hacî, Behcet Avdel, Delîl Remezan û Ferec Mîrza

çê dike.

 Paşî ew hizir li hindê dike ku cîyekî xweparastinê ji bombaran û topbaranan ji bo xwe û ji bo hevalên xwe li baregehê Liqê Yek peyda bike. ji bo vê çendê jî ew şkeftekê li pişta baregehê Qutabiyan û Lawan, bi zîndaniyan  dide kolan. dîsa her li wê demê ku ew li baregehê  Liqê Yek e, ew pertûka bi navê Dengê Kawe ji tirkî werdigêre ser zimanê kurdî û carnan jî semînaran dide kadiro û pêşmergeyan û wan fêrî xwandin û nivîsîna kurdî bi pîtên latînî dike. Berî wî, Remzî Kerîm jî, demekê dirêj bi vî karî rabibû û wî gelek kadiro û pêşmerge fêrê xwandin û nivîsîna kurdî bi rênvîsa latînî kirin.

Derwêş kesekî xelkê bakûrê Kurdistanê li baregehê Liqê  dibîne ku, navê xwe kiriye Sîpan û di navbera wan da dibe nîqaş, Sîpan j wî ra dibêje: “Tu li vir çi dikî? cîyê te li ba Mam Celal e, ji ber ku tu kesekeî Mawî”. Helbet ji aliyê teorî ve, hem Rêkxistina Kawe û hem jî YNK, wê demê li ser rêbaza çepa Mao Zedong diçûn ku, ji wan rêkxistin û kesan ra digotin “Mawî”, loma Sîpanî jî we tişt ji Derwêş ra gotiye.

Li salên 1985 û 1986 hindek arêşe û duberekî yên mezin dikevin navbera kadiro û pêşmerge yên Lijneya Amêdiyê. Dawiyê ev duberekî mezin dibin û digehin astê peqînê, serkirdatiya PDKê û berpirsên Liqê Yek neçar dibin ku mayê xwe tê bikin û tixûbekî ji wan nakokiyan ra deynin. Ji bo çareserkirina hindek ji wan pirsgirêkên  Lijneya  Navçeya Amêdiyê, li sala 1986ê hêzeke pêşmerge, nêzîkî 100 kesan, ji baregehê Liqê Yek digel berpirsê Liqê, seydayê Necmedîn Yusivî diçin baregehê  Lijneya Amêdiyê. Derwêş jî, wek pêşmergeyek, digel vê hêzê ye.  Ew hêz rojeka tehlî di rêya gundê Êkmalê ra ber bi baregehê Lijneya Amêdiyê li geliyê Bêşîlê, li qontara çiyayê Metîna bi rê dikevin. Berî ew hêz bigehe Baregehê  Lijneya Amêdiyê, seydayê Necmedîn digel wê hêzê  dicive û jê ra dibêje:Demê em digehin baregehê Lijneya  Amêdiyê, divê em dest deynin ser baregehê lijneyê û her pêşmerge û kadiroyê berpirsê Liqê destinîşan bike, divê hûn dîrekt û bê dudilî wî girtin û, xwedê neke, eger şer û alozî jî derketin holê, divê hûn ji bo wê yekê jî damade bin.”

Derwêş dibêje: Min berî hîngê dizanî ku, duberekî li Lijneya Amêdiyê heye. Min dizanî jî ku hevalê min yê gelek xweştvî, şehîd Ehmed Kadir li wir e û endamê kargêr yê lijneyê ye û digel yek ji wan aliyên nakokiyê ye. Herwesa aliyê dijî Ehmed Kadir û hevalên wî, bi deselatdartir in û axavtina wan jî li cem serkirdatiyê baştir dimeşe. Loma dema seydayê Necmedîn ev axvtin gotin, pitir goman bi min ra çêbû ku, kesên em bigirin, yan eger şer derkeve em bikujin, hevalê min Ehmed Kadir û hevalên wî ne. Vêca piştî vê civînê û van fermanên berpirsê Liqê, êdî dibe reperepa dilê min û ez ketime di navbera nal û bizmarê da. Ez pêşmerge me divê100% hemû rênmayî û fermanên berpirsên xwe bi dilsozî cîbicî bikim û di heman dem jî da ez baş dizanim ku hevalê min Ehmed Kadir û hevalên xwe, kadiro û pêşmerge yên gelek pak û dilsoz in, dê çewa destên min bigire ez wan bigirim yan bikujim!”

Em yê ji gundê  Êkmalê ber bi baregehê Lijneya Amêdiyê ve diçin û dilê min yê sed awazan dibêje. Ez nikarm çareyekê ji vê pirsgirêka alzoz re bibînim. Ji Êkmalê heta em gehişitine baregehê lijineyê li geliyê Bêşîlê, min hay jê tune ka ez çewa bi rêve diçim û em di kûderê ra diçin û çi çêdibe? Bi vî dil û halî ve em digel hêza xwe ketine nav baregehê lijineyê. Her zû min hevalê xwe Ehmed Kiadr dît û min gelek bala xwe da ser wî, lê min çi amajeyên xemgînî yan metirsiyê li ser dêmê wî nedîtin, berovajî, min dît ku ew gelekê aram û rûgeş e. Êdî dema min ew bi wî awayî dîtî dilê min jî aram dibe.”

Gava seydayê Necmedîn fermana girtinê dide me, min dît ku yên fermana girtina wan derdikeve, gropê dijî Ehmed Kadir û hevalên wî ne. Êdî bi drustî dilê min aram dibe û me erkê xwe bi drustî bicî anî û dorên 10 pêşmerge û xelkê deverê yên ser bi wî gropî ve, me girtin û piştî çend rojekan me ew jî digel xwe birin û em vegeriyan baregehê Liqê Yek. Demê em digihin baregehê Lijneya Amêdiyê û heta em vedigerin, ji ber ku ez ne xelkê deverê me û pêşmergeyekî bêteref im, seydayê Necmedîn berpirsatiya baregehî û bi taybetî ya zîndana Lijneya Amêdiyê bi min dispêre.

Li sala 1986ê malbata Derwêş peywendiyê bi wî dikin û, ji ber ku wî pênc zarok li paş xwe hêlane, daxwazê ji wî dikin ku vegere Tirkiyê.  Lê ew çûna Tirkiyê ret dike û li şûna wê, ew li  heman salê malbat û zarokên xwe jî tîne başûrê Kurdistanê û li gundê Berzûrka Seyda akincî dibin. Derwêş jî xwe ji baregehê Liqê vediguhêze bo  Lîjneya  Nawçeya Duhokê, da ku bikare car caran mal û zarokên xwe bibîne û sexbêriya wan jî bike. Erkê wî, li destpêkê, dikeve rêkxirawa îdarî ya baregehê lijneyê û dibe zêrevanê Komîteya Vekolînê.

Komisyona Vekolînê, bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî, tê devera Behdînan û  li sala 1987ê ew Komisyon serdana  Lîjneya Nawçeya Duhokê dik. Derwêş di rûniştineka dirêj da digel endamên Komisyonê; Dr. Cergîs, Milazim Elî û Hişiyar Zêbarî  bi berfrehî li ser rewşa şoreşê û PDKê diaxive. Ew di wê rûniştinê da pitir li ser sê mijarên giring; rêxistin, ragehandin û merkziyeta hizbî radiweste. Herwesa hebûna pirogramê PDKê bi devoka soranî rexine dike û tekîdê li ser berfirekirina ziman û zaravên belavokên PDKê dike û daxwazê dike ku ew bi kurmancî jî werin çapkirin.

Piştî hatina Komisyona Vekolînê û gotûbêjên wî digel wan, Lîjneya Duhokê biriyarê dide ku, Derwêş bibe endamê Komîteya Vekolînê ya ser bi Lîjneya Duhokê ve. Êdî ew weke endamê Komîteya Vekolînê li baregehê Lîjneya Duhokê dirêjiyê bi xebata xwe dide.

Derwêş, ji bilî wê yekê ku ew endamê Komîteya Vekolînê ye, lê herwesa bi berdewamî digel hêzên pêşmerge pişkdariyê di çalakiyên leşkerî jî da dike. Li dawiya sala 1986ê pişkdariyê di bersîngirtina êrîşên dijminî bo ser Lîjneya Nawçeya Duhokê da dike, ew digel Osman Qasim û rêkxirawa Deşta Sêmêlê li Maltayê 57 Caşan bi çekên wan ve dîl digirin. Her ew bi xwe vekolînê jî digel wan Caşan dike. Yek ji wan girtiya mixtarê gundê Maltayê ye, lê piştî ku, dayka şehîd Remezanî nameyekê ji bo Lîjneyê dihinêre û di nameyê da  diyar dike ku mixtarê gundê Maltayê tu ziyan negehandîne tu kesê, ew wî azad dikin.

 Derwêş pişkdariyê di bersîngirtina êrîşa dijminî bo ser gundê Baboxkê û Reşewirê da jî dike. Piştî hîngê ew diçe bênvedanê li mala xwe  li Berzûrkê. Lê demê ew digehe gundî dibîne ku gund çol e û kes li gundî nemaye. Paşî ew dizane ku gund ji ber bombarana firokeyan û topbarana dijminî hatiye çolkirin û xelkî hemûyan malên xwe birîne di nav gelî û şkeftan da. Mala wî jî di şkeftekê li nîzîkî gundê Xuldiya ve ye.

Li Enfalên sala 1988ê ew li gundê Berzûrkê ye, hevalê wî yê Pêşmerge Xelef Derwêş tê gundî û daxwazê ji Derwêşî dike ku gundiya agehdar bike ku ji gundî derkevin. Hindek gundî ber bi Kaniya Tuya, li devera Batîfa, ve diçin. Derwêş jî digel hindekên din diçin ber Xabûrî û gundê Babîrê û xwe digehînin Geliyê Bazê li çiyayê Metîna û heta êvarî li wir dimînin. Leşkerê Îraqê bi berdewamî Geliyê Bazê topbaran dikin. Di vê navberê  da 4 pêşmerge yên Partiya Komonîst a îraqî wan agehdar dikin ku hêzên rijêmê Cadeya Giştî li navbera Bêgova û Kanîmasê kontirol kiriye. Lê Pêşmerge yê PDKê xwe gehandiye ser cadeyê cem hindek Caşên rijêmê û bi hemahengî digel wan demjmêrek ji bo derbazbûna xelkî destinîşan kiriye. Derwêş û ew xelkê digel wî li ser wî esasî qesta cadeyê dikin. Dema ew digehin wir, ew pê dihesin ku xelkê din li dûv wan naçe û di Geliyê Bazê da mane, pêşmerge yên PDKê dixwazin bizanibin çima ew xelk ber bi cadeyê nakevin rê? Ji wan ra hat zanîn ku Pêşmerge yên Partiya Komonîst, ji bo têkdana morala xelkî piropegnde yên direw kirine, loma ew xelke newêre ber bi cadeyê ve biçin û derbasî aliyê din bibin.

Derwêş û ew xelkê digel wî ji cadeyê derbaz dibin û ber bi tixûbê bakûr ve diçin, ew qesta gundê Aroşê yê bakûrê Kurdistanê dikin. Li wir piropagenda wê çendê dihat kirin ku ew ji aliyê Supayê Tirkiyê ve hatine dûrpêçkirin û dê wan radestî rijêma Îraqê bikin. Di nav wî xelkî da 40-50 malên şerinexiyan jî hene, ew ber bi gundê Şîvirezanê ve dikevin rê. Berî ew bigehin gundî, Supayê Tirkiyê li pêşiya wan sekiniye  û rê li wan girtiye. Derwêşî klaşînikofa xwe di gwînekekî da veşartiye. 6-7 malên PKKiyan  jî bi wa ra ne,  tu belgenameyên îraqî bi Derwêşî ra nînin. Derwêş ji bo xapandina jandurmên tirk ji zarokên xwe ra  dibêje; Daxwaza avê ji wan bikin,  li dawiyê supayê Tirkiyê rê ji  wan ra vedike ku, biçne Şîvirezanê. Derwêş di delîvekê ra zarokên xwe dihnêre Şerinexê.

Paşî bi şevê, bi alîkariya (Îsmaîl) ew Klaşnîkofa xwe tîne û piştî heftiyekê rijîma Tirkiyê wan dibe Aroşê, paşî dibe Aşîtê, li wir wan bi kamiyonan dibe Geliyê Tiyarê, Wanê, Tetwanê, Bidlîsê û Bayqanê. Xelkê Bayqanê gelek alîkariya wan dikin. Derwêş nasnameya xwe ya tirkî (kimlîk) li ba Mihemed Hacî Şerinexî danaye. Bi rê ve ew  li firsetekê digrhe ku bireve lê rêya xwe nabîne. Ji ber ku eger ew bihata naskirin ku hevwelatiyê Tirkiyê ye, ew dê bi salan di zîndanên Tirkiyê da bmaya.  Rijêma Tirkiyê  Derwêş û ew xelkê pê ra birin û havêtine ber çemê Dîcle li Amedê.

Derwêş li wir daxwazê ji Xelefê hevalê xwe dike ku wî li bin çadrekê veşêre heta ew rêyekê ji xwe ra dibîne derkeve û xwe ji destê leşkerên tirkî rizgar bike. Paşî her bi alîkariya Xelefî ew ji Kampê derdikevê û li borê ava Dîcle dide û derbazî nav Amedê dibe. Derwêş gumlikekî û şelwalekî dike ber xwe û şaleka diyarbekrî dihavêje pişta xwe û diçe, lê ew nizan ka dê  bi kuda here.  Wî berê li Amedê bi tenê du kes nasîne. Navê yekî ji wan  Daxstan û navê yê din jî Weysî ye. Ew diçe mala Daxstanî, lê dibîne ku xaniyê wî yê hatiye herifandin û xaniyekî nû li ciyê wî hatiye ava kirin. Ew bêhêvî ji wir vedigere, êdî bi pisiyaran qesta mala Weysî dike. Ew mala Weysî peyda dike û diçe cem wî. Weysî dergehê mala xwe bo wî vedike û alîkariyê pê ra dike. Derwêş bi alîkariya hevalên xwe yên Kawe, diçe Enqere û li wir diçe mala hevalekî xwe yê mamosta. Di vê demê da malbat û zarokên wî jî digehin Sêrtê, lê mixabin kes wan nahewîne û xwedî lê dernakeve. Ji ber hindê ew ji Enqerê peywendiyê bi wan dike û daxwazê ji wan dike ku biçin Stenbolê. Piştî mal û zarokên wî digehin Stenbolê ew bi xwe jî diçe wir.

Mala birayê Derwêşî li Stenbolê ye, lê birayê wî newêre wan bihewîne. Derwêş neçar dibe bi zarok ve vegere Enqereyê. Lê li wir jî navehewiyên, loma ew neçar dibe ku zarokên xwe carek din bihinêre ve gundî li Sêrtê.

Derwêş neçar dibe ku hevjîna xwe digel zarokan bihinêre mala apê wê li Batmanê. Lê zavayê apê wê li qereqola Tirkiyê şkayêtê li wê dike û her ew bi xwe jî dibêje xezûrê xwe (Heso) ku efserê/zabitê qereqolê dixwaze wî bibîne. Apê hevjîna Derwêşî neçar dibe diçe ba efserê qereqolê. Efser pisiyara Derwêşî ji wî dike û jê ra dibêje ku; hevjîna Derwêşî li mala teye. Heso jî ji  efser ra dibêje: Ma eger biraziya te were mala te, dê tu çi lê bikî? Efser bi van gotinên Heso tore/aciz dibe û tif dike wî û jê ra dibêje: Divê hevjîna Derwêşî were qereqolê da vekolînê pê ra bikim.

 Derwêş bixwe jî her bi qeçaxî li Enqereyê dimîne. Ew li wir diçe ba Îbrahîm Kureken. Îbrahîm karekî ji bo wî peyda dike. Derwêş keresteyên avakirinê difroşe û nêzîkî sal û nîvekê wî karî dike. Piştî hîngê diçe Stenbolê.

Li sala 1991ê, li serdema Turgut Uzal Serokê Tirkiyê, lêborînek ji rijêma Tirkiyê derdikeve, Derwêş jî bi ber wê lêborînê dikeve û êdî azad dibe. Lê dîsan divê ew pêşiyê here qereqola gundê xwe da ku ew dosyeya wî qepat bikin, eger ne li her erdekê bikeve destê polîs dê wî bigirin. ji bo vê çendê ew ji Enqereyê diçe Amedê û li Amedê ew Rizgar Kêsteyî dibîne, ew hizirdike ku Bêwarê birayê wî ye. Ew bi navê Bêwarî gazî wî dike. Rizgar dibêje wî ku; ew Rizgar e, ne Bêwar e û bi dîtina hev gelek kêvxweş dibin. Derwêş biriyarê dide ku, berî here Sêrtê ew serekî li hevalên xwe yên Pêşmerge yên li Kampa Amedê bide.

Wê demê Rizgar Kêsteyî bixwe jî li Tirkiyê qeçax e, Rizgar wî dibe şaredariya Amedê, li ba hevalê wî yê serdema Kawe  Mehmud Beyîk. Rizgar bixwe jî bi qeçaxî li mala Mehmudî dimîne

 Derwêş xwe digehîne gundê xwe li devera Sêrtê û diçe qereqolê û paşî biriyara bêgunehîya wî ji dadgehê derdkeve. Bi vî awayî, piştî 9 salên derbederî û qaçaxtiyê ji bo  cara yekeme diçe Sêrtê li gundê xwe û bi dîtina kesûkarên xwe şad dibe.

Lê rijêma Tirkiyê bela xwe ji wî venake û careka din li sala 1999ê wî digirn û dikin serbaz û 8 mehan ew serbaziya neçarî dike.

Piştî Derwêş diçe gundê xwe û gûvaştinên dewleta tirkî li ser wî sist dibin, ew hizir dike ku ew dê êdî bi azadî di gundê xwe da û digel mirovên xwe bijît. Lê, mixabin, vê carê êdî li şûna dewleta tirkî, PKKê gûvaşitinan dixe ser wî. Pismamekê wî digel PKKê tê kuşitin. PKK gelek nexweşiya ji bo wî çêdike û di rûyê wî da êrîşî ser Barzanî, Talebanî û Kurdistana başûr dikin.

PKKê di nav xelkê sade da piropagndeyê dike ku, Barzanî û PDK dijminên sereke yên gelê kurd in. Derwêş jî ji  xelkê ra dibêje ku, Barzanî û PDK  ne dijminên kurdan in, lê belê  dijmina kurdan dewleta Tirkiyê ye.

Ji ber vê çendê ku, Derwêş derewên PKKê dinav xelkê da aşkere dike, PKK bi tundî li hember Derwêşî derdikeve û hewik dide ku wî bikuje. PKK, Rizgarê kurê Derwêşî yê 14 salî ku,  bi tenê yek gurçikê wî heye, dixapînine û bi awayekî mejiyê wî dişû heta ew êdî  înikara malbata xwe û bi taybetî ya bavê xwe dike. Rizgar tenê zarokek e û wan bi wî awayî mejiyê wî şûşit û xapand. PKK wisa Rizgarê kurê Derwêşî xapand êdî  wî digot: Ew bavê xwe nans nake!

Piştî ku PKKê mejiyê Rizgarê zarok, yê bi kiteka gurçikê, şûşitî û ji bav û dêya wî veqetandî, PKKê li roja 19.11.1991ê Rigar ji malê direvînin û dibin çiya. Derwêş di dûv kurê xwe da diçe û ji PKKiyan ra dibêjîte:  “Dema ez Pêşmerge, min ew kurê xwe bi xwe ra nebir, ji ber ku ew xwendekar û bi kiteka gurçikê ye”. Derwêş gelek hêviyan ji PKKê dike ku, rê bidin kurê wî vegera malê, lê PKK bi tu awayî qebûl nake ku, ew Rizgarê zarok digel bavê xwe vegera ve mal. Li dawiyê, piştî Derwêş ji wan bêhêvî dibe ji wan ra dibêje: “Eger Rizgar şehîd bide, ew ji xwe çine, lê eger ew bi nexweşiyekê bimire, ez tu caran li hewe xweş nabim”. PKK bersiva wî nade. Derwêş jî bi wan kul û derdan vedigere mala xwe.

Li sala 1997ê PKK Rizgarê kurê Derwêşî, li Bidlîsê dide kuşitin, lê wî agehdar nakin. Derwêş li  dûv wî da diçe Qendîlî û Mexmorê, lê tu zaniyaran nadin dest wî. Kesek bi navê Celal li Qendîlî zêrevan e, wêneyê Rizgarî digel Derwêşî dibîne û nas dike, ew ji  Derwêşî ra dibêje ku, Rizgarê kurê wî hatiye kuşitin. Derwêş divê dîdarê da dibêjît: Armanca PKKê ew bû ku bi rêya revandin û kuşitina kurê min tola xwe ji min hilîn in, çunikî ez Pêşmerge yê PDKê me û ez ne bi siyaseta wan ra me.

Derwêş piştî jiyaneka tijî asteng, nexweşî, girtin, revîn û xebateka dirêj,  nuha jiyana xwe ya asayî li bajêrê Stenbolê diborîne û carna jî diçe gundê xwe li Sêrtê û li wir jiyana xwe didomîne.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى