Latînîسەرەکی

Omer Êmînkî jiyaneka pirî xebat û kurdatî

  Omer Êmînkî jiyaneka pirî xebat û kurdatî

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya karê xwe yê tomarkirin û arşîfkirina dîroka şoreşê da li 24.11.2022ê perdeyê li ser jiyana şoreşgerî ya Pêşmergê yê dêrîn Omer Êmînkî dihilîne û bi rêya dîdareka vîdiyoyî dîroka xebata wî tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Omer Reşo yê navdar bi Omer Êmînkî, li sala1946ê  li gundê Êmînikê yê ser bi nahiyaya Zawîteyê ve hatiye ser dinyayê. Ji ber rewşa wan ya wê demê, ew bi tinê dikare 6 mehan li gundê Êtûtê, biçe xwendingehê.

Destpêka bizav û çalakiyên PDKê li gundê Êmînikê bi rêya

 rehmetî Silêman Botî û Hîro Yaqûb Banî dest pê dikin. Wê demê pitir ji 30 kesan ji gundê Êmînikê ku, yek ji wan Omer Êmînkî ye, dibin endamên rêkxistinên PDKê.

Omer Êmînkî dibêje: Li destpêka şoreşa Îlonê, li sala 1961ê li gundê Qesara li başûrê rojhelatê Duhokê, dibe şer. Ji gundê Êmînikê, Hecî Mihemedê birayê Omerî û xalê wî Osman, Mihemed Ebdulayê babê general Cemal û Hecî Omer û Reşo Mêrînî pişkdariyê di wî şerî da dikin. Piştî hîngê Pêşmerge xwe vedikêşe Geliyê Pilngî li çîyayê Spîrêzî li bakûrê Geliyê Duhokê. Xelkê gundê Êmînkê nan û tirî ji bo wan dibin. Piştî ku hikumeta Îraqê bi firoke û topan deverê topbaran dike û  hêzên pêşmergeyî dişkên. Gelek ji wî xelkê pişkdarî di şerî da kirî, xwe radestî rijêmê dikin. Hêzên rijêmê di vî şerî da Reşo û Osmanê Mêrînî êxsîr dikin.

Hîngê Mela Qasimê Êmîkî li Zaxoyê ye, demê Zaxo tê  azad kirin, ew bo demekê kêm dibe şaredarê Zaxoyê û piştî hîngê digel Îsê Siwar dimîne û li devera Zaxoyê û heta sala 1964ê  dirêjiyê bi xebata xwe dide, piştî hîngê dibe Fermandarê Siryeka pêşmergeyî li hêza Şêxan.

Li bihara sala 1962ê, Barzanî yê nemir ji devera Berwarî Bala vedigera devera Berwarî Jêrî û Mizûriyan. Di şerê ser Birîfka Mihemedê birayê Omerî û Mhemed Ebdula û Adil  peywendiyê bi hêzên pêşmergeyî dikin.

Li sala 1963ê her du Supayên Suriyê û Îraqê û hêzeke Caşan êrîşî ser deverê dikin. Wî çaxî baregehê Xaziyê Hacî Melo li gundê Xurkî ye. Hîngê hijmareka kesûkarên Omerî dibin Pêşmerge. Xelkê gundê Êmînkê ji ber bombebarana firokeyên rijêmê neçar dibin ku malên xwe bibin Şikefta Sîxurî beramberî gundê Êmînkê. Paşî li wê payzê ew neçar dibin ku malên xwe bibin gundê Dosteka li Deştê.

Demê Wahidê Hacî Melo, li sala 1963ê, xwe radestî hikumeta Îraqê dike, êdî ew dever vala dibe û delîve ji bo dijminî peyda dibe û êrîşeka mezin dike ser wê deverê û piraniya devera Mizûriyan dikeve bin destê dijminî. Di vê demê da Omer Êmînkî û kesûkarên xwe neçar dibin ku careka din malên xwe bar bikin û bibin Xirîbkî li nêzîkî gundê Spîndara Berwarî Jêriya. Paşî vedigerin Êmînkê û ji wir jî neçar dibin ku biçin Duhokê.

Piştî demekê Pêşmerge vedigerin û wê deverê kontirol dikin û baregehên xwe lê bi cî dikin, Omer û malbata xwe  careka din vedgerin ve gundê xwe û gelek ji xelkê gundî dibin Pêşmerge.

Mela Qasimê Êmînkî ji hêza Zaxoyê diçe hêza Şêxan, Omer Êmînkî jî li sala 1964ê li Sirya wî dibe Pêşmerge.

Omer Êmînkê, Xurşîd Hekîm, Ehmed Dawud Telweyî û Mehmud Ebdulrehman li meha yek a sala 1966ê li ser daxwaza şoreşê diçin Gilale û Hacî Omeran. Li wir hijmara wan dibe 300 kes û bi otomobêlan sê şeva di nav axa rojhelatê Kurdistanê ra diçin ta ku digehin gundekî ku dibe navê wî gundî Sacî be ku, dikeve beramberî Pêncwîn, ew li wê derê radiwestin.

Omer Êmînkî, li wê derê, Weysî Banî dibîne. Weysî jê ra dibêje: “Em digel Mela Mistefa hatine û ev hêza 300 kesî di bin serperiştiya Mela Mistefa Barzanî daye û ew bi xwe jî niha bi me ra ye”. Ew hêz 16 rojan li wî gundî dimîne û hijmareka mezin ya tivengên Birno digihin wan, ew tivengên xwe werdigirin û digel Barzanî li tixûbî derbaz dibin û diçin devera Pêncwîn û paşî ji wir jî diçin Mawat, Qeladzê, Sengeser û heta digehin gundê Merge yê beramber Gilale. Ew hêz sê rojan li wir dimîne. Piştî hîngê li ser bereyên şerî dabeş dibin. Pêşmerge yên devera Mizûriyan diçin Bataliyona Mela Emînê Barzanî li Dola Ako. Pêşmerge yên devera Doskî, Sindî û Berwariyan jî li Sertîzî û Zozkî heta Gewriya Omer Axayî bi cî dibin. Li nîsana sala 1966ê firokeya Ebdulselam Arif Serokomarê Îraqê dişewite û têda dimire.  Birayê wî, Ebdulrhman Arif, li cihê wî dibe Serokomar.

Di vê demê da careka din şerên mezin li Hindrîn, Dola Akuyan, Kurekî û heta rasta Sîdekan dest pê dikin û şerê Hindirînî 48 rojan vedikêşe. Omer Êmînkî bixwe jî pişkdariyê di wî şerî da dike. Rehmetiyê kak Îdrîs Barzanî, li gundê Berzêwe, serperşitiya bereyên şerî dike. Kak Îdrîs rê dike pey Weysî Banî û Şeban Eredinî û Omer Êmînkî jî digel wan diçe cem kak Îdrîs î. Kak Îdrîs ji wan ra dibêje: Min nehinartiye pey we ku we  rêkim sengerên şerî, lê hûn Serqol û Amir Sirî ne, dê pişta pêşmergeyî bi we gerim be. Şeban Eredinî ji kak Îdrîs ra dibêje: Ne ezbenî, şer li ku derê heye me ji bo wê derê  rêke. Kak Îdîs şahrezayekî dide digel wan û wan rêdike serê çiyayê Hindirîn î.

Faxirê Mehemed Axa yê Mêrgesorî berpirsê hêzên Partiya Komonîst a Îraqê ye, hêza wî jî li serê çiya ye û  ew bixwe jî berpirsê bereyên şerî ye. Faxir Mihemed Axa cîyekî li Binekavlî ji bo wan destnîşan dike.

Hêzên dijminî êrîşî bo serê  çiyayê Hindrîn bo ser çeperên hêzên pêşmergeyî dikin. Di navbera hêzên Partiya Komonîst a Îraqê û yên PDKê da geliyek heye.  Caşên seydên Binekavlî ku, şarezayên vê deverê ne, dikevin pêşiya hêzên dijminî û di wî gelî ra hêzên dijminê dibin serê çiyayî û li pişt hêzên pêşmergeyî dizivirin. Pêşmerge neçar dibe xwe ji wî cihî vekişînin û li Girde Simaqê li hindavî Hamiyeya Rewanduzê bi cî dibin û heta roja paştir li wî Girî dimînin.

Li meha gulana sala 1966ê, tevî  ku, hêzên dijminî nîveka çiyayê Hindrînî vegirtiye,  hêzên pêşmergeyî bi şevê bi pişt hêzên dijminî dikevin. Hêzên pêşmergeyî sê şev û sê rojan xwarin bi dest nakeve û 14 rojan di nav şerî da dimînin. Lê roja 14ê bi fermana Mela Mistefa, pêşmerge sê topan dibe serê çiyayê Hindirîn û li hindavî Dergela Silêman Begê dadinin û sengerên dijminî bi dijwarî topbaran dikin. Di heman demê da êrîşa pêşmerge bo ser dijminî dest pê dike. Di du demjmêran da hêzên pêşmergeyî pitir ji 20 sengerên dijminî digirin. Hêzên dijminî dişkên û berev Diyana û Rewanduzê ve direvin û pêşmerge çiyayê Hindirîn ji hêzên dijminî paqij dikin. Di wî şerî da Şeban Eredinî û Xelîl Kareyî birîndar dibin. Ev şkestina hêzên dijminî li Hindirînî dibe kilîla şkestina hêzên wan li hemû bereyên şerî.

Piştî vî şerî, Omer û hevalên xwe vedigerin Dola Aku. Li wir jî, li Girê Sor li def Loxanê, pişkdariyê di çend şeran da dikin. Di wî şerî da pênc kelexên dijminî li qada şerî dimînin û du sebazan jî dîl dikin.

Piştî şerê Hindirînî û şkestina mezin ya hêzên dijminî, êdî qedemên dijminî dişkên û çi bizav jê nehatin ta ku li payîza heman salê Serkomarê nû Ebdulrehman Airf, bi neçarî digel şoreşê dest bi danûstandinan dike û ew bixwe jî serdana Barzanî dike û pê ra dicive. Lê mixabin li dawiyê ew danûstandin jî bêencam bi dawî dibin.

Piştî hîngê, li ser daxwaza Mela Qasim Êmînkî û Hikmet Abid, Omer Êmînkî û hevalên xwe vedigerin Behdînan, bi vî awayî piştî salek û çar mehan mayina wan li devera Silêmaniyê û Balekayetî, carek din vedgerin malên xwe. Êdî Omer û hevalên xwe digel Mela Qasim, li hêza Şêxan, erkê xwe dibînin.

Baregehê Celaliyan li sala 1967ê li gundê Qarqarava li pişita Geliyê Duhokê ye. Şevekê hêzên wan, yên Celaliyan, li Girê Qesirokê bi ser Mihemed Hesen Baclorî da digirin. Omer Êmînkî, Mela Qasim, Nurî, Mihemed Elî, Remezan û Kerîmê Hecî Omerî di hewara Mihemed Hesenî diçin Girê Qesiroka. Teqe di navbera wan û Celaliyan da rûdide û Hesenê Ebdulrehman Baclorî ku, berpirsekê Celaliyan ne, birîndar dibe û hindek ji hêzên Celaliya berî hîngê jî hatibûn kuşitin, êdî ew  dişkên û ji wê deverê direvin.

Berî rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê bi demekê kêm, Omer Êmînkî digel Xaziyê Hecî Melo xwe radestî hikumeta Îraqê dikin. Lê piştî hîngê bi du mehan Omer vedigere ve nav rêzên şoreşê. Dema rêkeftina 11 Adarê tê ragehandin, Omer Êmînkî digel xelkê deverê pişkdariyê di şahî û mîtîngên bi wê minasibetê da dike.

Li sala 1974ê careka din şer dest pê dike, Omer mala xwe dibe Kanîkewka li nêzîkî gundê Kuzoy û dibe Fermandarê Fesîlê digel Sirya Mihemed Hesen Selîm Zêdik, erkê wî yê pêşmergatiyê jî dikeve Geliyê Museka. Omer Êmînkî heta şkestina şoreşê li adara 1975ê li wê deverê dimîne. Di nava vê demê  da li hindav Êtûtê pişkdariyê di şerekî da dike, herwesa pişkdariyê di şerê binê Geliyê Bêsirê jî da dike. Piştî şoreş dişkê, Omer jî wekî piraniya xelkî, xwe radestî rijêmê dike û vedgere gundê xwe.

Li sala 1976ê Mehmûd Êzdî, Silo Xidir û Weysî Banî weke kadiroyên şoreşa Gulanê dikevin deverê, Omer Êmînkî û Birahîmê Arifî bi rêya Mehmûd Êzdî dibin endamên rêkxistina PDKê û  dest bi xebata nihênî dikin. Mehmûd Êzdî digel her yek ji; Seyîd Baleteyî, Şerîf Baleteyî, Mihemed Xalid Baleteyî, Hecî Salihê Sipîndarî û birazayên wî, Yunis Êmînkî, Îsa Êmînkî, Sedîq Êmînkî û Seyîd Êmînkî diçin gundê Êmînkê, ev cara yekê ye ku, Mehmûd Êzidî diçe gunê Êmînkê. Wê carê ew mixtarê gundê Êmînkê û cîgirê wî û mixtarê gundê Berêbiharê digirin. Omer daxwazê ji Mehmûd dike ku wan berde/azad bike, ew jî bi a Omer dike û wan azad dike, lê tivengên wan ku, Hikumeta Îraqê bi wan dane ji wan distîne. Êdî Mehmûd digel  Weysî û Silo Xidir bi berdewamî hatin û çûna gundê Êmînikê dikin.

Li salên heştiyan û piştî şoreşa Gulanê geş û berfireh dibe, Omer Êmînkî nabe Pêşmerge, lê ew weke Bergrî Milî çek hildigire û ew serkêşiya Hêza Bergrî Milî yên gundê Êmînikê dike û roleke mezin di harîkarîkirina pêşmergeyî da dilîze.

Demê li sala 1984ê  êrîşa dijminî diçe ser Lîjneya Nawçeya Duhok û Zaxoyê, Omer Êmînkî bi tivenga xwe ve qesta bereyên şerî dike û li baskê Kulha Botiya du rojan ew dimîne  şerî dike. Êrîşa dijminî ji baskê Baboxkê ve diçe ser baregehê Lîjneyê li geliyê Gelnaskê. Omer û 13 kesên din ji gundê Êmînikê  digel hêzên şehîd Sedîq Hecî Hisên Batîfî û Tehsîn Kemekî di  hewara baregehê Lîjneyê diçin. Li gorstana gundê Gelnaskê rûbrûyê hêzeka Caşan dibin û di şerekî dijwar da  hêza Caşan  5 kelexên xwe li qada şerî bi cî dihêlin  û direvin. Di wî şerî da Segvan Kemekî ji destê xwe birîndar dibe.

Omer Êmînkî bi dirêjahiya xebata xwe da bi awayekî berdewam li hewara hêzên pêşmergeyî diçe û li roja 19 gulana 1984ê pişkdariyê di şerê Dosteka jî da dike. Omer Êmînkî û  digel 4 hevalên xwe alîkarî û pişitevaniya pêşmergeyî dikin û di wî şerî da roleke mezin dilîzin.

Pêşmerge, ji bo parastina gundiyan ji êrîşên dijminî, bi şevan di nava gundan da namîn in, lê li sala 1984ê mefrezeyeka Partiya Komonîsta Îraqê sê şev û sê rojan di nav gundê Êmînikê da dimîn in, bêyi ku metirsiya li ser gundî li berçavan bigirin. Wan berî hîngê jî rêkxiraweka Partiya Komonîsta Îraqê ji hindek xelkê gundî damezirandî ye. Omer Êmînkî, ji bo parastina gundî û gundiyan, diçe cem wê mefrezeyê Partiya Komonîsta Îraqê û daxwazê ji wan bike ji gundî derkevin. Xelkê gundî jî ji Partiya Komonîsta Îraqê tore dibin û  di navbera gundiyan û komonîstan da şer derdkeve. Ev arîşeya navbera gundê Êmînkê û komonîstan dirêj dibe û çend caran, pêşmerge yên Partiya Komonîsta Îraqê bi çekî,  nameyan û bi hin awayên din gefan li gundiyan dikin. Dawiyê gundî arîşeya xwe digehînin PDKê û seydayê Necmdîn Yusvî, berpirs Liqê Yek e,  wê pirsgirêkê digel Partiya Komonîsta Îraqê çareser dikin.

Li naverasta salên heştiyan, hindek Pêşmerge û Bergirî Milî di navbera gundên Êmînikê û Berêbihar da dixwestin li cadeyê derbaz bibin, li nêzîk Şkefta Sîxurî dikevin boseya hêzên dijminî. Omer Êmînikê û xelkê gundî demildest di hewara wan diçin û ne bi tenê ew boseya dijminî dişkînin, lê herwesa sengerê hêzên dijminî yê nêzîkî gundê Êmînkê jî dikeve ber agirê guleyên çekê wan.

Omer Êmînkî li destpêka sala 1987ê pişkdariyê di bersîngirina êrîşa dijminî bo ser Lîjneya Şêxan û Akrê, li serê Beraşî û Spîndarê da dike. Di wî şerî da Birahîmê pismamê wî bi sê guleyan birîndar dibe.

Her li sala 1987ê, ji ber êrîşên dijminî, gundê Êmînikê tê çolkirin. Omer Êmînkî digel 14 xêzanên din malên xwe dibin Geliyê Pêde. Her di wê salê da hêzên Pêşmerge yên Lîjneya Şêxan bi pêşniyara Omer Êmînkî û pişkdariya wî, digel 40 Pêşmerge û Bergirî Milî, li nêzîkî gundê Êmînikê, boseyekê li ber hêzên dijminî dadinin. Hêzên dijminî dikevin nav boseyê û dibe şer, di wî şerî da zirîpoşekê û tangek dijminî ji kar dikevin û du serbazan êxsîr dikin.

Di heman salê da, dijmin êrîşeka mezin ji serê Zawîte ve bo ser malên Pêşmerga ku, di nava wan geliyan da ne, dibe. Omer Êmînkî û Xalid Banî digel 14 kesan ber bi serê Zawîte ve diçin. Ew xwe bi ser pênc gropan da parve dikin û serdikevine serê Zawîte û li wir dibînin ku sê Fewceyên Caşan didgel leşkerên rijêmê ji wan xwartir civiyane. Hêzên pêşmergeyî û Bergirî Milî demildest berê çekê xwe didin wan. Di encama vî şerê da, ew 17 caşan bi dîlî digirin. Herwesa hêzên Pêşmergeyî û Bergirî Milî 31 Kilaşnîkofan, 2 RBG yên jimare 11, çend Demance û dûrbîn û hejmareka zêde ya teqemeniyê jî weku destkeft radikin û bi dehan termên Caşan û leşkerên dijminî li qada şerî dimînin.

Demê Enfal dest pê dikin, ew hêşita di nava Geliyê Pêde da ne. Dijmin êrîşên xwe dest pê dike, ew jî ber bi rojhelatê ve diçin û  digehin gundê Atoşê, paşî diçin Siyanê. Berî ew bigehin ser rûbarê Zê ku, derbasî aliyê din bibin, hêzên dijminî digehin ser Zê û rê li pêşiy wan digirin, loma ew neçar dibin ku, vegerin çiyayê Gare. Ew 14 rojan digel mal û zarokan li çiyayê Gare  dimînin. Rijêma Îraqê di vê demê da,  06.09.1988ê, lêbûrînê dide û Omer û ew xêzanên pê ra  neçar dibin xwe radestî dijminî bikin. Dijmin wan destpêkê dibe Kela Akrê û ji wir wan dibe Kela Nizarkê û piştî hîngê wan dibe Cêjnîkan nêzîkî Hewlêrê.

Omer û malbat û kesûkarên xwe du salan li Cêjnîkan dimînin û piştî hîngê mala xwe dibin Duhokê.

Berî serhildanê, Omer û hindek hevalên xwe yên ku, li Enfalan ketibûne destê dijminê, li Duhokê, bi rêya Serokcaşekî ji xwe ra çekî peyda dikin û amadekariyên serhildanê dikin.

Xalid Banî digel hêzekê ji rojhelatê Kurdistanê, bi fermana Serok Barzanî, ji bo amadekariyên serhildanê hatiye devera Duhokê. Xalid û hevalên xwe diçin Sîna şerekê li dijî hêzên dijmnî dikin, berî ew şer dest pê bike, Omer hindek guleyên RBGyan digehîne destê wan.

Berî serhildanê bi şevekê, Xalid Banî û Hisên Banî diçin Kanî Gulana li Deştê û ew kesekî dihinêrin cem Omer Êmînkî û daxwazê ji wî dikin ku, hindek xwarinê û hindek guleyên RBGyan digel xwe bibe û biçe cem wan li nav Şîva. Omer li nav goristana gundê Êmînikê dîtinekê di navbera Xalid Banî û cîgrê Îbrahîm Elî (Serokcaş) dîdarekê rêkdixe. Li wir ew li hev dikin  ku, piştî du şevên din Xalid û ew hêza pê ra bikevin nav Duhokê û bi hev ra dest bi serhildanê bikin. Omer Êmînkî, Ehmed Mela Qasim û Îsmet vê rêkeftinê di navbera Xalid Banî û Îbrahîmê Elî da çêdikin û Xalid Banî bi biriûskeyekê Serok Barzanî bi vê çendê agehdar dike.

Omer û hevalên xwe li taxê Zozan nîv baregehêkî ji xwe ra çêdikin û rewşê dişopînin.

Biriyarê didin ku,  ew ji beroşkê dest pê bikin û dîrekt biçin ser baregehê Rêkxirawa Baas. Omer, Ehmed Mela Qasim û Miho Xurkî ji aliyê Qutabxaneyê ve diçin. Berê spêdê ye, ereb reviyane û di baregehî da nemane, bi tinê kurd di nav baregehî da  mane. Omer gazî wan dike û dibêje wan: Teqê nekin xwe teslî bikin bi her awayî be em dê bikevin nav  baregehî.  Lê digel gaziya Omerî yên di nav baregehî da dest bi teqê dikin. Omer û hevalên xwe şeş RBGyan li baregehê Rêkxirwa Baas didin û baregehê Baasiyan  digirin.

Îbrahîmê Elî, Hiso Mamzdînî dihinêre cem Omer û hevalên wî û wan agehdar dike ku li avahiya Parêzgehê  li ser şêx Elo û hevalên wî şer e û daxwazê ji wan dike ku, di hewara wan biçin. Ew jî diçin di rê da, li hemberî  avahiya Polîsan, kesekî dibînin li ser erdî ketiye û ax û nalîna wî ye, tvengek bi çavê wî ketiye, Omer xwe nêzîkî wî dike lê nas nake, ew kes ji Omer ra  dibêje: “Omer min nehêle ma tu min nas nakî, ez Mihemed Qero me, em şvêdî bi hev ra bûn.” Omer wî li otomobêlekê siwar dike û dihinêre xestexaneyê. Avahiê Parêzgehê û Bingehê Polîsan jî digirin, bi tenê Baregehê Eminê dimîne û heta 11 şevê û piştî hîngê Baregehê Eminê jî digirin û xelk heta Feydiyê bi dûv Baasiya da diçe. Mûsa, biraziyê Omerî, li Domîs şehîd dibe.

Di vê dîdarê da Omer Êmînkî dibêje: Her çende berî serhildanê PDKê peywendî bi hemû Serokcaşan kir bû, lê piraniya wan helwestên wan nebaş bûn.

Piştî sehildanê Omer Êmînkî dibe Fermandarê Bataliyonê û paşî dibe Cîgrê Fermdarê Fewcê digel şehîd Ehmed Bamernî û pişkdariyê di şerên li dijî terorîstên DAÎŞê da dike û Kurdistana azad di parêze.

Omer Êmînkî bi dirêjahiya xebata xwe da carekê li şoreşa Îlonê li serê Hindrînî birîndar dibe. Vê dawiyê jî nexweşiya dil jê ra çêbûye û tendrustiya wî negelek baş e. Ew bi pileyaa Neqîb hatiye xanenişînkirin.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى