Latînîسەرەکی

Kawe Bamernî û bîrdanikeka pirî pêzanîn û nihêniyên

Kawe Bamernî û bîrdanikeka pirî pêzanîn û nihêniyên

 nebihîstî

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya bizav û karê xwe yê meydanî da, li rêkeftî  03.11.2022ê dibe mêvanê Pêşmergê yê dêrîn Kawe Abdulbaqî Bamernî û hevdîtineka vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebata wî ya şoreşgêrî tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Kawe kurê têkoşerê dêrîn Abdulbaqî Bamernî ye. Bavê wî endamê Partiya Hîwa bû û pişkdarî di serhildanên Barzan (1943-1945) da kir bû. Abdulbaqî Bamernî kesekê nêzîkî Barzanî yê nemir bû û yek ji Pêşmerge yên Komara Kurdistan li Mhabadê bû. Abdulbaqî Bamernî li Komara Kurdistanê nûnerê Barzanî yê nemir bû  digel hikumeta Komara Kurdistanê, herwesa, di navbera Barzanî yê nemir li Mihabadê û başûrê Kurdistanê da  ew digel hevalê xwe Seîd, teter bûn. Abdulbaqî xwediyê bi dehan çîrok û serhatiyên xebatê yên balkêş e. Senterê Komate, bi hevkarî digel kak Kawe yê kurî wî, bîreweryên wî ji bo çapê amade dikin ku di van nêzîkan da dê ji çap  derkeve.

Kawe Abdulbaqî destpêka xwandina xwe ya seretayî li gundê Bêqolkê yê ser bi devera Kanîmasê ve dest pê dike. Li sala 1963ê, demê şerê çiyayê Metîna, şer dikeve ser Bamernê û hêzên rijêmê gund dişewitînin. Xelik direvin û Bamernê vala dibe. Kesûkarên kak Kaweyi neçar dibin biçin gundê Bêqolkê.

Kawe Bamernî li sala 1969 pola yekê li gundê Bêqolkê dixwîne. Piştî rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê vedgere ve Bamernê û heta pola çarê navincî li Bamernê dixwîne.

Kawe Abdulbaqî li dawiya sala 1977ê dibe endamê rêkxistinên nihênî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û bizav û çalakiyên xwe di nav Şaneya şehîd Salih Bamernî da encam dide. Ji bilî Kawe Bamernî û Hemdî Teyb Bamernî, Salim Ehmed û Ehmed Seîd Ebdulkerîm jî di nav wê şaneyê da endam in.

Rijêmê, li sala 1979ê, li Bamernê bi zorî xwendekar dikirin Avantgarde (Telayê). Kawe û hevalên xwe pêgîriyê bi biriyara rijêmê nakin. Cilkên Avantgarde (Telayê) di Navenda Ciwanan (Merkez Şebab) ê ser bi Partiya Be’sa ve ne. Pêşmerge dikevin nav Bamernê û wê navendê dişewtînin. Ji ber vê  çalakiyê, rijêm 28 kesan  digire. Demsal havîn e, hêşta Kawe ciwan e, lê ew li Bamernê karê dirustkirina rê û piran  dike. Êvarî demê Kawe ji kar vedigere  mala xwe, ew li nava bazarî li ber derê çayxaneyekê erebeyeke Jeeb ya îstxbaratê ya Lîywya 44 dibîne. Kawe dibîne ku xalê wî Şaban (bavê şehîd Remezan) di erebeya îstxbaratê daye û li ber derê çayxaneyê Kawey jî digirin.

Îstxbarata rijêmê  Kawe bi wê yekê “tawanbar” dike ku wî li ser “Merkez Şebab” pêzanîn dane Remezanê kurxalê xwe û digel Pêşmergeyî hatine nava Bamernê û “Merkez Şebab” şewitandine. Ji bilî Kawe û xalê wî Şaban, îstîxbarata rijêmê, herwesa, Serdar Reşîd, Ehmedê birayê Fewzî, Mistefayê Îbrahîm , Mihemed Ebas, Lezgîn Yusif Reşîd, Ebabekir Yusif Reşîd, şehîd Ubeyd Pîrmos, zêrevanê avahiyê “Merkez Şebab” Teyb Yusf, û gelekên din digirin.

Şaban mirovek kal û bêçare ye, ji ber hindê wî zû azad dikin, lê Kawe û hevalên xwe yên din dikevin bin lêdan û îşkenceyeke dijwar da. Teyb ê zêrevanê avahiyê “Merkez Şebab” ji hemûyan zêdetir îşkenceyê dixwe û piştî hîngê ji ber wê îşkenceyê jiyana xwe ji dest dide.

Piştî 10 rojan Kawe û hevalên xwe jî azad dibin. Hemdî Teyb û Ehmed Seîd peywendiyê bi şoreşê dikin û dibin Pêşmerge.

Kawe, Salim û hevalê wan Enes Sedula Hirorî û Qehreman Reşîd bi hev ra şaneyeke nihênî ya rêkxistinê dadmezirînin.  Rijêm hêzên xwe li nava Bamernê belav dike û tevgerên Kawe û hevalên wî dişopîne. Kawe ji hevalên xwe ra Salim û Qehremanî ra dibêje: Eger îstîxbarata rijêmê yek ji we bigire, ez dê  peywendiyê bi  şoreşê bikim û dê bibim Pêşmerge.” Her çiqas hevalên wî wî dilrehet dikin ku, tu tiştek çênabe, lê Kawe ji wan ra dibêje ku, ew tevgerên reşekên rijêmê li nava Bamernê ne tevgerên normal in.

Kawe dixwaze bi şevê li mal nemîne, eger reşekên rijêmê, ji bon agirtina wî,  bi şev bi ser mala wî da bigirin, da ew yê li malê nebe. Lê bavê wî jê ra dibêje: Ji malê dernekeve, supayê rijêmê gund dûrpêçkiriye. Piştî hîngê bi nîv seetekê erebeyeke leşkeyî ya eminê li ber derê xaniyê wan radiweste û diçin ser banê xaniyê wan û ji banî xwe dihavêjin di nava hewşê da. Destpêkê Kaweyî digirin, piştî hîngê diçin da hevalê wî Şivan Muiste jî bigirin, lê ew li mal nîne, paşî Liqman Reşîd digirin, herwesa, mamostayê wan yê zimanê  kurdî Mihsin ku, kurdekê nîşitîmaperwer e û xelkê devera Soran e, wî jî digirin. Wê şevê wan her sêyan dibin baregehê Lîwaya Leşkerî li Firokexaneya Bamernê. Roja paştir bavê Şivanî,  kurê xwe Şivanê teslîmî rijêmê dike. Spêdê wan her çaran dibin cem Fermandarê Lîwaya Bamernê, Cewad Es’ed Şêtneyî. Cewad ji  wan ra dibêje: “Em dizanin ku ti tiştek li ser we nîne û em dê we azad bikin”. Cewad Es’ed ji Kawe ra dibêje: “Em dizanin ku, Ubeyd ê hevalê te gihiştiye Pêşmerge (Mixeriban) eger tiştek li ser te hebuya dê  te jî peywendî bi Şoreşê bikraye. Kawe jî bersiv dide:  “Tu tiştek li ser me nîne û ez xwedekar im û mijûlî xwandina xwe me.” Du kesên sivîl di odeya Cewad da rûnştine û guhdariya wan dikin.   Demê Cewad got ku dê wan azad bike, ew her du zelamên sivîl yên li cem wî ser bi Eminê ve ne, daxwaz ji Cewad dikin ku, Kawe û hevalên wî radestî wan bike. Êdî ew her du reşekên Eminê Kawe û hevlên wî werdigirin,  siwarî tirombêlekê dikin û wan dibin Emina bajêrkê  Sersinikê. Destpêkê Mihsinî, ê mamostayê wan, dibin di jorekê da û piştî 10 xulekan wî azad dikin. Kawe û her du hevalên wî dikin di pişta Landroverekê da û dibin Amêdiyê. Li wir Emin wan gelek diêşîne. Piştî hîngê hêzên Emina rijêmê hijmareka din a xwendekarên Bamernê digire û wan jî dibin Emna Amêdiyê.

Kawe û hevalên xwe di zîndana Emina Amêdiyê ve dimînin û kesûkarên wan jî ti ji wan nizanin. Abdulbaqî, bavê Kawe, diçe ba Şêx Osman Barzanî li Bexdayê. Şêx Osman, kurê xwe Îmadî radispêre ku bergerriyana Kawe û hevalên wî bike. Dosyeya lêkolîna Kawe û hevalên wî û îfadeyên wan dibin ber destê “dadwerî” û dadwer dosyeya lêkolînê û îfadeyên wan dixûne û ji wan re dibêje: Ev îfade yên we ne? Kawe ji dadwerî ra dibêje;  Eger tu jî li cîyê me bûya dê te jî ev îfadeye bidana ji ber ku tiştê ka çewa Eminê xwestiye li gor xwe  li ser me nivîsiye û bi me daye îmzakirin.

 Îmad Şêx Osman gelek hewil dide ku wan azad bike û dawiyê Kawe û havalên wî dibin baregehê Emina rijêmê û bi kefalet wan azad dikin.

Piştî heftiyekê Kawe dest bi xwandina xwe dike, lê  li 22.04.1980ê careka din reşekên rijêmê ji bo girtina wî û Salim diçin xwendingehê. Kawe û Salim rêkxistinên nihênî ne. Salim û Kawe xwe teslîm nakin, Salim xwe di ser diywarê xwendingehê ra diavêje û Kawe jî di nav qerebalixa  xwendekaran ra xwe xilas dike û her du xwe derbaz dikin û qesta nav şoreşê dikin.

 Li Geliyê Bazê, Kawe xwe digehîne gropeka Pêşmerge ku Dirbaz Qedişî, Umer Qedişî û Mihmud Qedşî di nava wê gropê da ne. Kawe çîroka xwe ji bo wan  pêşmergeyan vedigêre. Ew ji Kawer ra dibêjin: Temenê  biçûke ji bo pêşmergatiyê nabe, em nikarin te weke Pêşmerge werbigirin. Kawe jÎ dibêje wan: Ez hatime û venagerim.

Kawe pisyara Zihêr Bamernî dike û hizir dike ku, ew digel mefrezeya Ehmed Çelkî ye. Wê şevê hindek ji hevalên wan diçin Bêlîzanê û hindekên din jî li Hetirşê ne. Hêşita Kawe û Salim hev  nedîtiye. Kawe diçe mala Sofî Hisên li Hetirşê, her du Pêşmerge yên şehîd, Menaf Çelkî û Şukrî Çelkî li wir dibîne. Pê Menafî şewitiye û  Şukrî jî alîkariya wî dike. Roja paştir dê hevalên wan werin wir da Menaf digel xwe bibin Komate da pê wî derman bikin. Kawe li ba wan dimîne. Roja paştir Ehmed Çelkî û mefrezeya xwe diçin wir, Kawe dibîne ku hevalê wî Salim jî digel wan e. Kawe jî xwe dide digel wan daku  biçe Komate. Berê spêdê ye, Supayê rijêmê li nav gundê Girka û Xişxaşa belav bûye, Pêşmerge pê dihese û xwe dide  çiyayî heta Supayê rijêmê xwe ji deverê vedikişîne.

 Salimî pêşwext çîroka revîna xwe û Kawe ji bo Ehmed Çelkî vegotiye û Salim weke  Pêşmerge hatiye wergrtin, lê Ehmed Çelkî ji Kawe ra dibêje: “Tu biçûkî û em  nikarin te weke Pêşmerge  wergirin”. Ji ber vê helwesta wî   şeredev di navbera Ehmed Çelkî û pêşmergê yên wî yên xelkê Bamernê da  çêdibe. Kawe jî ji Ehmed Çelkî ra dibêje: “Eger tu min weke  Pêşmerge wernegrî jî ez her bo  nav rijêmê venagerim, ji ber ku mirina min têda ye.”Dawiyê Kawey jî bi xwe ra  dibin Komate.

Kawe Bamernî li 25.04.1980ê, digehe baregehê  Komate, baregehê Liqê Yek. Wî demî gelek kesan peywendî  bi şoreşê dikir. Li jora nûhatiyan cihê hewandinê nîne. Kawe li def şehîd Remezanî dimîne.

Seyd Salih, endamê Liqê ye, ew Kawe û Salim dibîne û wan nas dike, piştî hîngê Seyd Salih, Kawey û Salimî digel hindek birîndaran dihinêre Rojhelatê Kurdistanê. Seyd Salih, bi hinartina wan bo Îranê dixwest, belkî delîveyek ji wan re peyda bibe û berdewamiyê bi xwendina xwe bidin ji ber ku hêşta ew biçûk in.

Kawe û Salim, piştî 13 rojan digehin Rojhelatê Kurdistanê.

Destpêkê ew diçin gundê Rajan ku, baregehê Polîtboruya PDKê li wir e. Piştî hîngê diçin Zêwe. Ew dixwazin pişkdariyê di kursa perwerdeya kadiroyan  da bikin, demê ew digehin Rajanê, pisiyara Zihêr Bamernî dikin. Ew nizanin ku, piştî Kongireyê 9ê yê PDKê û cudabûna Samî Ebdalrehman û hindek kadiroyên din ji PDKê, Zihêr bi biriyara Samî Ebdulrehman, peywendî bi Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê kiriye. Ev çende jî gumanê li ser wan çêdike ka çima ew pirsiyara Zihêr Bamernî dikin  û ew dikevin jêr çavdêriyê.

 Kawe heta meha 7 li wir dimîne, ew heta hîngê jî  bi cilkên medenî û bê pere ye û peywendî jî digel malbata xwe nîne.

Ehmed Çelkî û Sadiq Hamid Hirorî ji bo çaresereyê diçin Rojhelatê Kurdistanê û ew li wir Kaweyî dibînin. Polîtboruya PDKê  hijmareka tivenga dide Ehmed Çelkî, ew jî  ji Kawey ra dibêje: Eger tu digel min vegerî Kurdistanê ez dê tivengekê bidim te.

Kawe hest pê dike ku, ew hatiye îhmalkirin û rewşa wî gelek xirab dibe. Hemîd Ebdalclîl Bamernî ji wî ra dibêje:  Here Rajanê û daxwaza dîtina Serok Barzanî bike. Kawe jî diçe Rajanê û xwe dide naskirin û çendîn cara daxwaza dîtina Serokî dike, lê rê jê ra nadin ku Serokî bibîne. Demê Serok ji jora xwe derdikeve, Kawe hewl dibe bi ra biaxive, lê zêrevanên Serokî rê jê ra nadin.

Dawiyê Kawe biriyarê dibe ku vegere Kurdistanê. Necimedîn Yusiv ku, wî demî berpirsê Lijneya Nawçeya Zêwe ye, pê dihese ku Kawey biriyara çûna Kurdistanê daye, loma daxwazê ji wî dike ku ji biriyara xwe poşman bibe, lê Kawe li ser biriyara xwe dimîne. Dawiyê seydayê Necmadîn 15 dînaran bo xerc dike. Kawe jî bi wan dînaran cilkên pêşmergeyan ji xwe ra dikire, Ehmed Çelkî jî tivenkeke Birno pê dibe û digel xwe dibe Kurdistanê.

Li Kurdistanê, digel Ehmed Çelkî, dibe Pêşmerge û pişkdariyê di hijmareka çalakiyên leşkerî da dike wekî:

  • Boseya Qesira Sadey nêzîkî gundê Tişîşê

  • Lêdana hêzên dijminî li Kela Şixo li meha 8 sala 1980ê

  • Çalakiyek taybet ku, Kawe, Hemdî, Seyd Îsmet, Lezgîn Yiusf Reşîd û Salih Aşewî têda pişkdar dibin.

  • Lêdana sengerên hêzên rijêmê li Serê Hemê û rakirina 2 klaşnîkofan li meha 9  sala 1980ê

  • Di heman salê da, Kawe digel hijmareka Pêşmergeyan û nûhatiyan dikevin boseyeka (Ceyîş Alş’bî) li Bamernê, di wê boseyê da hevalê wan Îhsan Salih Aşûr Bamernî şehîd dibe.

– Pişkdariyê di lêdana sebgerên dijminî li ser Pira Hemza da dike.

Piştî van çalakiyan Kawe Ebdulbaqî û hijmareka Pêşmerge yên xelkê Bamernê ji mefrezeya Ehmed Çelkî cuda dibin. Edî ew digel Fewzî Bamernî xwe rêkdixin û çalakiyên xwe encam didin.

Kawe û hevalên xwe çalakiyeka hevpişk digel mefrezeya (Abu leyla) ya Partiya Komonîst a Îraqê (PKÎ), li Bamernê encam didin. Di vê çalakiyê da hêzên hevpişk yên PDKê û PKî li Baregehê Rêkxirawa Hizba Be’s didin.

Li  09.06.1981ê, destpêka avakirina rêkxistinên Partiya Gela Demokrat a Kurdistanê (Partî Gel) bi rêberya Samî Ebdulrehman e. Ehmed Çelkî, Fewzî Bamernî û Hemdî Bamernî diçin gundê Bêrmanê li Bakurê Kurdistanê. Ew li wir Şemo dibînin ku kadiroyekê Partî Gel e. Ebdala Salih ku yek ji serkirdeyên Partî  Gel e, digel Şemo, hijmareka nameyan ji bo wan hinartine ku peywendiyê bi Partî Gel bikin.

Zihêr Bamernî jî dest ji  Hizba Demokrata Kurdistana Îranê berdaye, mala xwe ji Rojhelatê Kurdistanê biriye gundê Aroşê li ser tixûbê bakûr û başûrê Kurdistanê.

Kawe Abdulbaqî dibêje: Min bixwe çi hizir nebûn ku, derveyî PDKê çi bizavan bikim, bi tinê pêkvegrêdaneka me hebû ku ew hemû ciwanên Bamernê bûn, demê mefrezeya me hemûyan biriyar girtin ku peywendiyê bi Partî Gel bikin, li jêr karîgeriya hevalîniyê ez jî bûm pişkek ji wê biriyarê. Piraniya me jî çi pêzanîn li ser Partî Gel û damezirandina wê nebûn.

Kawe dibêje: Biriyar wisa bû ku her du mefrezeyên Ehmed Çelkî û Zihêr Bamernî biçin Suriyê û peywendiyê bi Partî Gel bikin, lê Zihêr Bamernî birayên xwe dihinêre Suriyê û ew bi xwe naçe.

Kawe jî dibe yek ji wan kesên ku biriyar dide biçe Suriyê bigehe Partî Gel. Ji wan ra hat bû gotin ku ew dê  herin Suriyê û ji wir dê digel serkiredyên din yên Partiya Gel ku, di kongireyê 9ê da ji PDK cuda bibûn, bi hev ra ji Suriyê vegerin Kurdistanê, ji vê zêdetir wan tu zaniyariyek din li ser rewşê nebû. Kesek bi navê, Ebdulcelîl ku, ser bi rêkxistina (Kokê) ye, li bakûrê Kurdistanê  harîkariya wan dike û di nav bakûrê Kurdistanê ra wan derbasî aliyê Suriyê dike. Biriyara di navbera Kokê û Samî Ebdulrehan da wisa bû ku, Kok hevalên Samî li hember çekê wan derbazsî Suriyê bikin.

Li destpêkê gropa Mirad Kêsteyî û paşî ya Ehmed Çelkî derbasî Suriyê dibin, lê Kawe û ew gropa ew digel da 40 rojan li Binavîkê,  nêzîkî Şerinexê dimînin. Piştî 40 rojan ew  jî derbas dibin. Hevalên wan yên ku berî wan derbasî Suriyê bibûn, hemû bi hev ra ji Suriyê diçine Nemsa û pişkdariyê di kongereyê damezirandina Partî Gel da dikin, lê Kawe û hevalên xwe direng gehiştin  û ji ber hidnê ew li Qamişlo dimînin û ji bo pişkdarîkirinê di kursa  meşiqa leşkerî da diçine Libinanê.

Kawe Abdulbaqî û hevalên xwe jî, piştî kongireyê pişkdariyê di kursên rewşenbibîrî da dikin. Li Şamê, digel Rêkxirawa Azadîxwaza Filestînê,  pişkdariyê di kursên perwerdeya leşkerî da dikin û meşiq û rahênanê li ser hemû cureyên çekê sivk, navincî û giran da dikin. Hewesa rojane Cefer Êmînikî û Nêrwan Bamernî semînaran li ser pertûka Samî Ebdulrehman ya binavê “Alternatîvê şoreşgerî” (Albedîl Alsewrî)  bo pişkdarbûyên kursa perwerdeya leşkerî pêşkeş dikin.

Kursa perwerdeya leşkerî bi dawî dibe, Rêkxirawa Azadîxwaza Flestînî cilkên nû yên leşkerî û cemedaniya filestînî li ser wan parve dike û biriyarê dide ku, wan ji bo pişkdarîkirinê di şerê dijî Îsirayîlê  da bibe (Sur û Seîda) li Libnanê daku bi kiriyar wî çekê wan rahênan li ser kirî bikarbînin. Berî vê kursê jî gropeka hevalên wan ber bi Libnanê ve hinartin e, lê Kawe û hevalên xwe li dijî vê biriyarê derdikevin û cîbicî nakin. Ew vedigerin baregehê Partî Gel li Qamîşlo û li wir dirêjiyê bi kursên rewşenbîrî didin. Mehmud Îdo berpirsê gişitî yê baregehekî ye, Kawe jî dibe berpirsê îdarî  yê  baregehî. Cefer Êmînikî jî berpirsê gişitî yê baregehek din yê Partî Gel e.

Kawe dibêje: Berpirsê fêlî yê Partî Gel Ebdula Salih e, kak Samî li Şamê ye. Ji bilî Ebudula Salik  kesek din xuya nedikir.

 Berî Partî Gel hêza xwe ya pêşmergeyî rêke  Senatê li devera Zaxoyê, wan çend mefrezeyên pêşmergeyî dihinêrin devera Şengalê, lê pêşmergeyek ji wî gropî ji aliyê rijêmê ve tê girtin û paşî tê sêdaredan

.

Hinartina Pêşmerge yên Partî Gel bo Senatê

Partî Gel, destpêka havîna sala 1982ê,  bi biriyara Samî Ebdulrehman 117 pêşmerge yên xwe ku, pêşitir hemî pêşmerge yên Serkirdatiya Katî ya PDK bûn, dike di grop;  Gropek li jêr serperiştiya Kerîm Şengalî û gropa din jî li jêr serperiştiya Ebdula Salih û wan dihinêre Senatê li devera Zaxoyê.

Berî ev hêze ber bi Senatê bi rê bikeve, pirsa sereke ya hemû  pêşmergayan ev e: Gelo ev hêza  pêşmergayan dê kîve here? Gelo hevahengî digel PDKê heye ji ber ku ew dever hemû di bin kontirola PDKê daye? Egerên rûdana şerî digel pêşmerge yê PDKê  heye yan na?

Kawe dibêje: Di bersiva van pirsan da, kak Samî digot: Me hevahengî digel Partiya Komonîst a Îraqî heye û me bi rêya wê peywendî bi PDKê kiriye û garantî ji PDKê wergirtiye ku, di navbera wan da  şer dernakeve”.

Kawe Abdulbaqî dikeve digel gropa Kerîm Şengalî ku hijmara wan 56 kes in.

Li pêşiyê Ebdula Salih û gropa xwe derbaz dibin, ji bilî çekê sivk, du doşke û RBG jî digel wan da hene.

Kawe dibêje: Berî em  ber bi Senatê bi rê bikevin, Cefer Êmînikî, ez û hindek hevalên me em birine baregehêkî Fewceka Leşkerî ya Supayê Suriyê, em birine di mexzeneke mezin ya çekî ve ku, hemû curên çekê sivik, navincî û giran têda hebûn, heta duşkayên 14,5 yên du lûlî jî têda hebûn. Me cilkên yek forum, çantikên leşkerî, meterên avê û kilaşnîkof û hindî me karî me  çekê sivik û teqemenî rakir. Ew çek ji Lîbiyayê bo me hat bû.

Kawe dibêje: Em li roja 06.06.1982ê ber bi Dêrikê ve bi rê ketin û bi agehdariya Mixabirata Suriyê bi beleman, di bin Cizîrê ra, li avê derbas bûn û ber bi çîyayê Cudî, di navbera Cizîrê û Silopiya da çûn.

Gropa me jî bi ser çend gropek yên biçûk da dabeş dibe. Ez dikevim  digel gropa Şemoy û em pêşiya yên din derbas dibin. Du rêber digel me ne. Mefrezeya me û ew hêz hemû dikevin di nava boseya Jandirme yên Tirkiye da, hevalê me Ekrem Bendî şehîd dibe. Biriyar wesa hatiye dan ku, em cenazeyên şehîdan bi xwe ra nebin, ji ber ku, em  dê li avê derbas bibin û her yekî ji me  du klaşnîkof û heşt sacorên fîşekan digel dane.

Kawe li benda çar hevalên xwe ku, di rê da mane, dimîne û dixwaze  berî roj bihelêt, xwe bigehîne çiyayê Cudî . Kawe û hevalên xwe li cadeyê derbas dibin û qesta hêla Boriya Petrolê dikin. Zirîpoşeka leşkerî di ber wan ra derbas dibe, ew nagehine hevalên xwe, loma ew xwe dihavêjine di nava şîvekê da. Dinya zelal dibe û hêşita ew qonaxa çar saetan ji çiyayî dûr in. Hevalê wan, Segvan ji piya dikeve û êdî nikare bi rêve here. Ew rê rojane ji aliyê Jandirman ve tê xirmaşekirin daku bizanibin şûnpên nû lê hene yan na, rêberê wan jî wan dihêle û Jandirme li dewsa wan diçin hindav serê wan. Lê ew li dewsa boşitir ya hevalên wan diçin. Piştî Jandirme dûr dikevin, Kawe û hevalên xwe kalemêrekî dibînin û qesta wî dikin. Kalemêr dibêje wan: Hir ve nehên, ma hûn nizanin tijî vê derê Jandirme ne? Kalemêr diçe ba wan û piştî hîngê jinkan dihinêre dewrûberan daku bizanin ka Jandirme li deverê hene yan na. Ew kalemêr xwarinê ji bo wan tîne û rê jî nîşanî wan dide.

Hevalê wan, Liqman Hirorî (Pale) bi tenê li def cenazê şehîd Ekrem  Bendî dimîne, rêberê wan Liqmanî dibîne ku bi tenê li ba cenazeyê Ekrem e, lê  ew ji hevalên wî ra nabêje. Piştî hîngê Kawe û hevalên xwe rêberî dibînin, lê heta êvarî ji wan jî ra nabêje ku wî Liqman li def termê şehîdî dîtiye.

Kawe gelek ji rêberî aciz dibe û wî bi zorê dide pêşiya  xwe û ber bi çiyayê Cudî dikevin rê. Piştî ew digehin çiyayî, Kawe destûriya rêberî dibe ku biçe. Rêya wan dikeve zozanekê, Segvan êdî nikar bi rêve biçe, Gare Sazkar (Sebah Elo) diçe zomê û kerekî peyda dike û Segvanî  lê siwar dikin û serdikevin serê çiyayê Cudî. Kawe ji wir wê ve, li wê deverê,  şaraezaye, êdî ew rêberiya hevalên xwe dike. Ew li roja çarê digehin gundê Binavîka  nêzîk Şernexê. Her du hêzên wan yên digel Kerîm û Ebdula Salih li wir digehin hev. Ew li Binavîkê baregehêkî demkî çêdikin, Kawe li wir jî karê îdarî dike.

Piştî çend rojan, hêza wan hemû bi hev ra li Hîzlî derbas dibin û diçin Senatê aliyê başûrê Kurdistanê.  Ew mefrezeyên xwe li çiyayî belave dikin, fewceka leşkerê rijêmê li binê Deşte Texê ye. Mefrezeya Şemoy xalekê li serê çiyayî didane. Ew dever,  li gor ku  Kawe dibêje,  hemî mînirêjkriye ji aliyê rijêma Îraqê ve.

Ev hêza Partî Gel 20 rojan li Senatê dimîne, piştî 20 rojan pêzanîn digehin wan ku, eger ew ji wê deverê bar nekin û dernekevin dê PDK li dijî wan  hêzê bikar bîne. Hêzên PDKê digehin Zomên Ava Gûzê û roja paştir dê bigehin Senatê.

Kawe  dibêje: Tiştê cihê pêkenînê ew bû ku, di nav me da propaganda dihat kirin ku, eger şer jî di navbera me û PDKê derkeve, Sadiq Emer, Zihêr Bamerinî û gelek berpirsên din yên leşkerî yên PDKê hevalên mene û dê harîkariya me bikin û dê PDK bişkê.

Lê belê demê hêzên PDKê nêzîkî me dibin, hêzên Partî  Gel, bêy ku kesek me agehdar bike, ji wê deverê derdikevin. Kawe û hevalên xwe yên ku, digel Şemo ne, bi tenê heta li wan dibe spêde li cihê xwe dimînin, piştî hîngê wan bi rewşê agehdar dikin.

Kawe diçe def Kerîm Şengalî da ku tiştekî ji rewşê bizane, demê Kawe digehe def wî dibîne ku, Tahirê birayê Ebdula Salih ji Zaxo hatiye û li ba Kerîmî ye. Kerîm cigare yên Rothmans û kênt dide Kaweyî û jê ra dibêje: Tu şer çênabe li cihê xwe bimînin, eger êrîşek hat ser we berevaniyê ji xwe bikin. Kawe vedigere def hevalên xwe, Şemo ji wan re dibêje ku dê şer çêbe. Li aliyê rojava hemû hêzên Partî Gel  xwe vedikêşin. Hindek ji pêşmergeynn pit-pitê bi serê Ebdula Salih da dikin, Ebdula Salih dibêje wan:  Hêzên me dê di ber pêşmerge yên PDKê ra derbas bin û kes teqê li wan neke. Ew di ber pêşmerge yên PDKê  ra derbas dibin, her du alî teqê nakin û hêzên Partî Gel serdikevin û diçin cihekê din li rojavayê Senatê.

Hêzeke PDKê xwe nêzîkî xaleka/çeperekê wan dike, hêzên Partî Gel bi doşkayê teqê li wan dikin. Hêzên PDKê jî wan topbaran dikin û agir bi pûş û pelexî dikeve. Hêzên Partî Gel bê xwarin mane. Hêzên Partî Gel neçar dibin ji wir jî derkevin û careka din li çemê Hîzlî derbas bibin û biçin gundê Bilka li aliyê bakûrê Kurdistanê.

Serkirdeyên wê hêza Partî Gel (Kerîm Şengalî, Ebdula Salih, Ehmed Zêbarî, Cefer Êmînkî û Musa Kêsteyî)  civînekê  dikin. Piştî civînê xwe dikin sê grop, gropeka 40 kesî digel Ebdula Salih dimîne, ew jî xwe li ser çend mefrezeyan dabeş dikin, gropa din digel Kerîm dê vegerin Suriyê, çend kesek jî dê li Binavîkê li nêzîk Şerinexê bimînin.

Biriyar tê dan ku, gropa Ebdula Salih biçe başûrê Kurdistanê. Mefrezeya Şemoy ku, Kawe Abdulbaqî digel daye, û ji 10 kesan pêk tê, ew jî ser bi gropa Ebdula Salih ve ne, kesk bi navê Elî Sindî rêberya wan dike. Ew li rûbarê Hîzlî derbas dibin û diçin di şkefta Xerizê ve. Jandirmên tirkî aliyê diyê avê li wan digerin, Şemo bi tirkî digel wan diaxve û di heman dem da hindek pêşmergeyan radispêre ku berê RBG bidin wan û gefa li wan bikin. Ew bi vî rengî derbas dibin û diçin Dehlkî, ew dibirsîne. Hisên Silêvaneyî û Nizar Bamernî diçin gundî ku xwarinekê ji bo hevalên xwe bînin, çend pêşmerge yên PDKê jî, ji bo bênvedanê, li gundî ne. Pêşmerge yên PDKê her du hevalên Partî Gel digirin. Pêşmerge yên Partî Gel jî girên hindavî gundî digirin û daxwaza azadkirna hevalên xwe dikin. Bê ku  şer di navbera wan da çê bibe Pêşmerge yên PDKê her du hevalên Partî Gel  azad dikin. Ew li rojava diçin gundê Girkê li ser cadeya Zaxo-Hîzava, heta hîngê ew her 40 kes bi hev ra ne. Li Girkê Tahir ji wan vediqete û diçe Zaxoyê. Li wir gropa Ehmed Çelkî û Se’îd Çelkî ku hijmara wan15 kes in, ji wan cuda dibin û paşî ew bi navbeyinkariya mirovên xwe peywendiyê bi PDKê dikin û çekê duşkayê jî ku, li Senatê veşartî bû, digel xwe dibin. Yên mayîn jî diçin hişarekê li nêzîkî gundê Serko.

Komeke din ku, ji Macid Remezan, Hemdî Teyîb, Qadir Kêsteyî û Ezîz Erizî pêk tê, ew jî ji wan cuda dibin. 10 kes digel Şemoy û 5  kes jî digel Seyd Ezo û Ebdula Salih dimînin. Ew  diçin Xêlaftê û paşî diçin gundê Çem Bahîv, li başûrê rojhelatê Zaxoyê, li wî gundî hindek mirovên Şemoy hene. Ew di nav bustanên gundî da xwe vedişêrin, Berî firavînê Tahirê birayê Ebdula Salih û Nisredînê babê Seyd Ezoyi ji Zaxo dihêne cem wan. Ew li hizora Kawe û hevalên wî tu sihbeta nakin û wisa biriyare êvarî ji hev cuda bibin. Kawe û hevalên xwe nizanin ka Ebdula Salih dê çi bike û dê kîve here.

Ebdula Salih bo wan diaxive û çend rênmayan dide wan:

1– Hûn dê herin deverê, hûn dê bi tenê karê rêkxistinê kin, hûn  êrîşî ser tu kesî nakin û bi tu awayî xwe tûşî şera nakin, ne digel PDKê û ne jî digel rijêmê. Her cihê hûn bizanbin ku dê  li wir tûşî şerî bibin, nabe hûn biçin wir.

2- Her kesekê bixwaze bibe endam di nav rêkxistinên Partî Gel da, navê wan binvîsin û bi raport bo me binêrin, heta em bersvê li ser wan didin.

3- Belavokên xwe belav bikin û semînaran li ser siyaseta Partî Gel bidin û bidin diyarkirin ku em li dijî rijêma Îraqê ne û em ne li dijî pêşmerge yên PDKê ne û em naxwazin şerê birakujiyê bikin.

4- Wê jî bizanibin ku, hûn me nabînin û cihê me jî nizanin û hewl nedin ku li me bigerin, em dê hewe agehdar kin ka dê kengî û li ku derê me bibînin.

Kawe û hevalên xwe diçin gundê Dola,  2-3 pêşmerge yên PDKê li wir in, Şemo li gundê Dola semînarekê dide gundiyan. Paşî diçin gundê Ermiştê, gund ji pêşmerge yên PDKê tijî ye, zêrevanan gazî wan dikin û ji wan dipirsin ka ew kî ne. Gengeşeyek di navbera wan da çê dibe, ew neçar dibin di pişt gundî ra herin. Piştî hîngê diçin gundê Dubanikê, ew gund jî  ji pêşmerge yên PDKê tijî ye.

Kawe dibêje: Pilana PDKê bû ku, pêşmerge yên xwe li ser hemû gundan belave bike, loma her gundê em gihiştinê, ji  pêşmerge yên PDKê tijî ye. Pilana me jî ew e ku, cihê pêşmerge lê bin, em neçin wê derê  da şer di navbera me da çê nebe. Heta em vegeriyan Suriyê jî, li gor rênmayên Ebidula Salih, me xwe toşî çi şeran nekir.

li Dubanikê, Elî Sindî ji wan veddiqete, Şemo jî biriyarê dibe ku biçin devera Sêmêlê. Ew diçin gundê Bircînî,   du rêkxirawên pêşmerge yên PDKê li wir in ku, Sadiq Gelinaskî û Îsa Zêweyî berpirsên wan rêkxirawa ne. Tevî ku ew dibirsî ne jî, lê ew ji ber pêşmerge yên PDKê nikarin biçne gundî. Ew diçin serê Geliyê Kwaşê û bi şevê diçin gundê Comcihanê. Şeva berî hîngê pêşmerge yên PDKê ji bo lêdana otomobîleke dijminî, hatine di gundî da. Xelkê gundî dibêje wan ku dê dijmin êrîşî ser gund bike. Hêşita ew di gundî da ne, dengê teqê tê, neçar dibin ji gundî derdikevin. Biriyar wesa ye ku, ew li ser rêya û li ser kaniyan nesekinin.

Piştî hîngê ew diçin Germavoka Hacî Axay, li wir bi ser mefrezeya Mistefa Kêvlî hildibin, lê çi di navbera wan da naqewime. Ew li Germavokê diçin mala hevalê xwe (Salih Sîtoy). Salih li Suriyê ye. Piştî hîngê diçin Kêvla û ji wir diçin Maltayê û di nav çeman ra diçin Qesara. Ew gelek birsî û westiyayî ne, ji hêz û şengehê ketine, xwarinê li wir dixon û diçine gundê Kelebedrê û Şariyayê. Ew di geliyekî li pişita Şariyayê dicivin, hevalên wan dibêjin: Em bi vî rengî nikarin pêşmergatiyê bikin û du ji hevalên wan tivengên xwe dadinin û diçin.

Hijmara mefrezeya Şemoy ji 11 kesan 8 kes dimînin. Piştî hîngê ew diçin gundê Sîna û li wî gundî Şemo semînarekê dibe gundiyan. Piştî semînarê  5-6 kes hevsoziya xwe digel wan diyar dikin û dibin hevalên wan û ‌hişarekê nîşa wan didin û êdî ew 5-6 kes rêberyê ji bo wan dikin. Mefrezeya Şemoy 20 rojan li wê deverê dimîne, lê Mihemed Salih Pêdeyî û kesekî din yê Xurrkî jî ji wan cuda dibin û bi çek ve diçin. Ji mefrezeya wan bi tinê  6 kes dimînin.

Şemo biriyarê dibe biçe Sêmêlê, ew Behzad Silêvaneyî û Hisên  Ezîz Silêvaneyî (Rizgar) digel xwe dibe. Kawe, Siyamend û Xerîb bi tenê dimînin. Kawe û her  du hevalên xwe vedgerine gundê Sîna. Behzad Silêvaneyî jî li Sêmêlê xwe teslîmî rijêmê dike. Piştî çend rojan Şemo vedigere  û diçe Kelebedrê. Di vê demê da nameyek ji Ebdula Salih digehe wan. Di namê da hatiye ku li 2ê meha 9 li wî cihê ew ji hev cuda bibûn amade bibin, lê name li 5ê meha 9 digehe destê wan. Piştî hindek ji hevalên wan diçin, çekê zêde digel wan dimîne, ew neçar dibin wî çekî li def hevalekî deynin û kodekî didin wî hevalî û di nav devera Haca ra,  di bin Sêmêlê ra, diçin gundê Mewana, paşî xwe digehînin gundê Dola li pişta çiyayê Spî. Gundê Dola ji pêşmerge yê PDKê tijî ye, loma ew neçar dibin biçin gundê Çembahîvê. Bi tenê pênc Pêşmerge ji mefreeyza Şemoy di gela da mane.

 Li Çembahîva diçin mala hevalê xwe (Ehmed). Ehmed dibêje wan: Hûn hatine vir ku mala min xirab bikin! û dibêje wan, hûn Caş in, ma hûn şermê ji xwe nakin!! Ez dê we teslîmî pêşmerge yê PDKê  bikim.

Kawe û hevalên xwe ji Ehmed ra dibêjin: Ka me têbigehîne ka çima em Caş in?

Ehmed dibêje: Her weke hûn xwe xişîm dikin!

Kawe û hevalên xwe: Em xwe xişîm nakin û em nizanin çi çê bûye? Ew roja em ji vir derketine, êdî me tu kes nedîtiye. Ka ji me ra bêje ka çi qewmiye?

Ehmed dibêje: Madem bi vî awayî ye, rabin ji gund derkevin herin filan cihî, ez dê ji we ra xwarinê bînim û dê li wir  tişta qewimî ji we ra vegêr im.

Kawe dibêje: Ehmedî xwarin ji me ra anî û mesele ji me ra vegot: “Piştî ku hûn ji gund derketin, Ebdula Salih û Seyd Ezo û ew pêşmerge yên digel wa da,  bi dûf Tahir û Nisiredîn ketine û çune çem Sîrmuy, otomobîleke Jeeb ya leşkerê Îraqê hate pêşwaziya wan û ew digel siwar kirin û birine baregehê Firqa Leşkerê Îraqê li Zaxoyê. Madem berpirsê we dest digel rijêmê heye, hûn jî Caş in, ji we zêdetir tu kesî din yê çekdar digel Partî Gel nemaye. Hevalên we yên din yan gehişitine PDKê yan jî xwe teslîmî rijêmê kirine”.

Bawerî ji Ehmedî ra cê dibe ku vê gropê ageh ji çi nîne, loma wan dibe cihekî ewle li rojavayê Çembahîvî. Ew jî hevalê xwe şehîd Hisên, ji bo vê pirsê bişopîne, rê dike Zaxoyê. Hisên Ezîz xelkê Zaxo ye û kesek şehrezaye û leşkerî li ser nîne. Hisên rihên xwe ditiraşe û bi şelwalekê kurdî û krasekî diçe Zaxo  ku hewil bide Ebdula Salih û Seyd Ezo yan jî Behaydidînî ku endamê Liqê yê Partî Gel  e, li wir  bibîne.

Hisên êvariyeka direng ji Zaxoyê vedgere. Hisên, li Zaxo, bi tenê Behaedînî dibîne ku, xwe teslîmî rijêma Îraqê kriye. Behaedîn nameyekê ji bo Şemoy digel şehîd Hisênî dihinêre, di nameya Behaedîn da hatiye: Hûn ezîztirîn hevalên min in, dilê min yê bi cehêlîniya we ve, loma min ev name ji bo we nivîsand, li Kurdistanê ji we pêve, kesekî din bi çek ve digel Partî Gel  (hizib Alşe’b) nemaye.

Behaedidîn di nameya xwe da gotinên Ehmedî gotine hemûyan piştrast dike û dibêje wan: Ebdula Salih û Seyd Ezo xwe teslîm kiriye û niha  li Zaxo ne, baştire ku hûn jî xwe bo kesê nedin kuştin û pêşniyar dikim ku yan hûn jî xwe radestî PDKê yan jî hikumeta Îraqê bikin, lê bi dîtina min ji bo we başitir e ku hûn xwe radestî hikumetê bikin.

Kawe û her pênc hevalên xwe dicivin ku biriyarekê li ser çarenivîsê xwe bidin. Şemo di civînê da dibêje: Ez ne peywendiyê bi PDKê dikim û ne jî xwe teslîmî dijminî dikim. Hevalên din jî her heman biriyarê didin. Siyamend Koçer weke Şemo nafikre di navbera wan da nakokî derdikeve û şeredev di navbera wan da çê dibe û  kilaşnîkofên xwe rastî hev dikin. Siyamend dibêje: Ez digel we nabim û wan dihêle û diçe. Piştî hîngê diçe Suriyê û paşî digel wan 13 kesên hatîn girtin ji aliyê rijêmê ve dihête sêdaredan.

Kawe û hevalê xwe Izet Bamernî dixwazin tiştekî ji malbatên xwe bizanin. Bi alîkariya xizmekê  Şemoy yê bi navê Receb Deştmirî Kawe birayê xwe û Izet jî bavê xwe dibîne û ji wan ra dibêjin ku ew dê careke din bo Suriyê vegerin. Di vê demê da Kawe  bi êşa Malariyayê nexweş ketiye, Kawe nexweşiya xwe ji birayê xwe diveşêre û naxwaze birayê wî bizane ku ew bi Malariyayê ketiye. Babê Hisênî zoriyê li kurê xwe dike ku wî bibe teslîmî rijêmê bike. Dawiyê Şemo, Izet û Kawe bi tinê dimînin.

Êdî ew rêya Suriyê digirin dixwazin derbasî aliyê Suriyê bibin. Ew diçin gundê Xerbernîrê li qontara çiyayê Spî li başûr, maleka kurd bi tinê li wir heye. Paşî ew xwe digehînin ber Dicleyî û li ava Dicleyî derbaz dbin. Demjimêr du yê şevê digehin gundê Girgamiş li aliyê Suriyê. Ji wir Bozê Mîranî (endamê YNKê) ye, wan bi tirombêlê dibe Qamîşlo.

Demê ew digehin Qamişlo, seyd Ezo û Mehmûd Îdoy jî li wir in. Demê seyd Ezo û Mehmûd Îdoy, Kawey û havalên wî dibînin, rengê wan dikeve. Kawe û hevalên xwe pisiyara kak Samî ji wan dikin, ew jî di bersivê da dibêjine wan ku kak Samî li Dêrikê ye. Kawe û havalên xwe  digel seyd Ezo û Mehmud Îdo, bi wî seruberî ve, diçin Dêrikê. Di rê da seyd Ezo danpêdan/îtîrafê dike ka wan çi kiriye û got ku miixabratên Îraqê ew derbasî Suriyê kirine. Mehmud Îdo jî axvtina seyi Ezo piştrrast dike û dibêje ku hemû pêzanînên li ser hatin û çûyîna seyd Ezo û Ebdula Salih bi mixabirata Îraqê dan.

 Kawe,  li ser wan hemû bûyerên wî dîtîn û bihîstine, pêşwext raporteka dirêj nivîsiye û nîşa Şemoy û Izetî jî daye û wan jî li ser îmaza kiriye. Demê ew digehin def Samî Ebdulrehman, Kawe wê raportê dide destê kak Samî. Kak Samî raportê dixwûne û dide dest  Cengoy. Piştî hîngê Samî dibêje: Divê vî babetî bêdeng bikin heta ez hewe agehdar dikem û bijandineka navxoyî derdikim.

 Samî berî biçe Şamê,  Kaweyi û Izetî radispêre ku biçin seyd Ezo bibînin, çunike wek Samî gotiye wî, gelek nihêniyên li def wî hene. Samî daxwaz ji wan dike, lêkolînê bi Seyd Ezoyî ra bikin û wan nihêniyên veşartî ji wî bizanin û bigehînin wî.

Izet û Kawe diçin def Seyd Ezo, ew dibêje wan: “Ez dizanim hûn bawer ji min nakin, lê piştrast bin, her cara ez çûyme def Samî, min ew bi hemû kar û bizavên Ebdula Salih agehdar kiriye, lê Samî digote min, li dor kar û bizavên Ebdula Salih, tu  weke mirovek kerr, kore û lal î û nabe yek axavtin jî ji devê te derkeve û dê bi tinê fermanên wî cîbicî bikî.

Seyd Ezo ji wan ra dibêje:  Ebdula Salih li Zaxoyê peywendiyê bi Firqa leşkerî ya Zaxoyê dike û  Ebdula Salih ji Zaxo bi mixabrata Îraq ra diçe Mûsil û biryar wesa dide ku, Partî Gel,  bi hemahengî digel mixabrata rijêmê baregehekî li çiyayê Spî veke û wî çekê li Suriyê veguhêzin wî baregehî û ew kesên ji leşkeriya Îraqê  direvin wergrin û li wî baregehî meşiq rahênanên serbazî bi wan bikin heta hêza xwe ya leşkerî ava dikin, hîngê ew bi xwe dê cihê xwe kin.

Kawe di vê dîdarê da dibêje: Ew pisiyara min diviya berisva wê bizanim ev bû; Gelo li beramberî çi rijêma Îraqê dê vî tiştî hemûyê ji bo me, Partî Gel,  bike?

Demê Kawe û hevalên xwe digehin Suriyê, ew lêdixebitin  ku Ebdula Salih bibînin da rastiya meseleyê ji devê wî  bizanin, lê wî nabînin. Samî Ebdulrehman mana Ebdula Salih li Suriyê, hem bi metirsî li ser xwe û hem jî li ser peywendiyên Patî Gel digel Suriyê dîbine, loma demildest wî dihinêre Holendayê.

Seyd Ezo vedigere  nav rêzên PDKê û li ser Êzgeyê Dengê Kurdistanê wan hemû nihêniyên Partî Gel digel emin û îstxbarata Îraqê aşkira dike.

Samî Ebdulrehman bi rêya derkirina bijandineka navxweyî, biriyarê dibe ku çênabe tu endamekê/a Partî Gel li li ser wî babetî daxuyaniyan bide. Piştî hîngê bijandineka din derdike û di wê bijandinê da  ew amajeyê bi vegera wan sê hevalên ji Kurdistanê hatine dike, lê tu amajeyê bi raporta Kawe nivîsiye nade. Samî sozê dide Kawey ku raporta wî bike yekem xala kongireyê Partî Gel û her kesê piştî bûyerên Senatê serpêçiyek kir be û bûye egerê jinavçûna wê hêzê û wan kadiroyan siza bide.

Kawe heta meha 6 sala 1983ê li Surîyi dimîne, li baregehê Dêrikê civînekê  dikin, Kawe bi tirombêlê digel Samî û Wiriya Sa’atî diçe Qamîşlo. Yek ji pêşniyarên raporta Kawe ew bû ku, hindek kadiroyên rêkxistinê yên şehreza, biçin xwe radestî rijêmê û PDKê bikin û li bajêran karê rêkxistinî bikin, eger mefrezeyên  çekdar biçin dê bibe egerê şerê birakujiyê.

Samî biriyarê dide ku, Wiriya Sa’atî digel hijmareka endamên din bihinêre Kurdistanê daku karê rêkxistinî bikin. Kawe jî li delîvekê digere ku xwe ji Partî Gel xilas bike.

Partî Gel bê hemahengî û rêkeftin digel PDKê, careka din mefrezeyên xwe rê dike Kurdistanê, lê vê carê ew rê nadin Kawe digel wan biçe.

Kawe ditirse ku eger ew Partî Gel bihêle yan jê îstîfa bike, Partî Gel wî teslîmî mixabratên Suriyê bikin, yan jî tişitekî bi serê wî bînin. Rewşa Kawe gelek têkdiçe, ew vê rastiyê ji Fewzî Bamernî, Mûsa Kêsteyî û Kawe Micilmextî ra dibêje, ew jî gelek li ber xwe dikevin.

Digel Wiriya Sa’atî 13 kes biçin Kurdistanê.

Dilêr Lebîb pê dihese  ku, rewşa Kawe nebaşe û ji kak Samî ra  pêşniyar dike ku, îcazê bide Kawe û wî bo bênvedanê rêke Şamê. Lê Kawe naxwaze  biçe Şamê, ew dixwze biçe Kurdistanê. Armanca Kawe biçe Kurdistanê û venegere.

Kawe, Cengo, Wiriya û hijmareka din li meha 7 sala 1983ê li avê derbaz dibin û digehin çiyaê Spî. Kawe û hindek hevalên xwe li gelî derbaz dibin, lê Wiriya, Fewzî Bamernî, Hesen Elî Heyder Bamernî û hijmareka din li çiyayê Spî dimînin. Biriyar wisa ye ku, Wiriya û hevalên din li çiyayê Spî hindek kesan bibînin û paşî ew jî dûf Kawe û havalên wî da biçin.

Lê paşî ew koma digel Wiriya ji gelî derbaz nabin. Kawe, Seyd Ismet û hindek hevalên din diçin Bamernê, çend rojan xwe li wir diveşêrin. Mûsa Kêsteyî berî wan çûye Bamernê. Kawe û Seyd Ismet, li bin Gûzên Cindiya li Bamernê, Mûsa Kêsteyî dibînin, ew endam Liq e, Kawe li wir nameya îsîfakirina xwe ji Partî Gel  pêşkeşî Mûsa Kêsteyî dike.

 Abdulbaqî, babê Kawe, dixwaze kurê xwe digel Selmanê Hecî Mehmûd rêke Lîjneya Nawçeya Amîdiyê ya PDKê. Birayê Kawe yê mezin wî agehdar dike ku Lîjneya Amêdiyê ya PDKê biriyar daye;  yan divê Kawe 1000 dînaran bihayê tivenga partî bide yan dê bê girtin.

Ew tivenga Birno ku li Rajanê, Ahmed Çelkî dabû Kawey, lê Kawey ew tiveng dabû şehîd Qasim Bamernî û bi xwe ra nebirbû Suriyê, wî jî dabû Zihêr Mistefa Bamernî, Qasim û Zihêr pêkve li sala 1982ê li binê gundê Gulê şehîd dibin û dijmin wê tivengê li ser cenazeyê şehîd Zihêr radike.

Kawe ji ber pirsa tivengê naxwaze biçe Lîjneya Amêdiyê ya PDKê, lê digel birayê Ebu Îvan diçe baregehê Fewca Sê ya Partiya Komonîst ya Îraqê  li Geliyê Hespa û digel wan dibe Pêşmerge.

Partiya Komonîst ya Îraqê ji wî bawer nakin û ji wî ra dbêjin: Eger tu bixwazî em dê te rêkin Suriyê, yan jî li vir weke mêvan bimîne. Her çende Kawe dibêje ku wî dest ji Partî Gel berdaye, lê bawer jê nakin. Kawe heyamekê dirêj li baregehê Fewca Sê dimîne.

Kawe, piştî şerê Piştaşan, diçe digel mefrezeya Ebu Îvan û pişkdariyê di hemû çalakiyên Sirya Yek da dike ku, pişka pitir ya van çalakiyan bûse û çandina mînan bûn di rêya supa û reşekên rijêmê da. Herwesa pişkdariyê di lêdana sengerê Masîkê, lêdana senger û baregehê Rêkxirawa Emina Rijêmê li Mangêşkê, lêdana baregehêkê Caşa li Bêrsivê, Şewitandina Jeep qiyadekê li Gelî Bêtkarkî, lêdana du Îva yên (Ceyîş Elş’bî) li Înişkê, bûseya Pira Dûliya, bersîngirtina êrîşa dijminî bo ser Lîjneya Nawçeya Duhokê û Şêxan, çalakiya Serê Aşawa, topbaranikirina baregehên rijêmê li Bamernê û Sikrînê. Lêdana sengerê nêzîk Pira Dela li Zaxo, lêdana du Îva yên leşkerî li Înişkî. Di nava vê demê da  Partî Gel berdewam peywendiyê bi Kawe ku vegera nav rêzên Partî Gel.

Rojekê li navbera  her du gundên Şirtê û Dawidiyê li nêzîk Bamernê, Cengo, kadiroyê Partî Gel, Kawe dibîne û wî agehdardike ku Kawe Mecilmextî şehîd bûye, Kawe Mecilmextî hevalekê gelek nêzîkî Kawe ye, loma ew ji ber şehîdbûna wî gelek xemgîn dibe. Cengo daxwazê ji Kawe dike ku vegere nav Partî Gel.  Paşî Seyd Ismet Bamernî nameyeka Samî Ebidulrehman digehîne destê Kawey, Samî di  nameya xwe da ji bo Kawey dinivêse: Her cihê tu lê bî, tu kadiroyekî meyî û daxwazê ji wî dike, wan nihêniyên li def wî hene  biparêze.

Li sala 1986ê, Serok Mesud Barizanî tê devera Liqê Yek, babê Kawey, Abdulbaqî Bamernî diçe def Serokî rê vedike û piştî hîngê Kawe û Hemdî Teyb diçin def Serokî. Serok dibêje Kawey, çewa tu korê Abdulbaqî Bamernî bî û to gehiştiye van? Kawe jî çîroka xwe bo Serokî vedibêje.

Piştî vê seredanê, Kawe û Hemdî Partiya Komonîst dihêlin. Kawe li Lijneya Nawçeya Amêdiyê dibe Pêşmerge û erkê wî dikeve digel Rêkxirawa Baregehê Lijneyê.

Piştî Kawe peywendiyê bi PDKê dike, pişkdariyê di çendîn şer û dastanan da dike wekî; Jinavbirina Îvayekê li Mêkirê li ser cadeya Kanîmasê-Bêgova li nêzîk gundê Girka, lêdana sengerê  hindavî gundê Şimayîla du caran, lêdana baregehê Emina rijêmê û baregehê (Ceyş Alş’bî) li Mangêşkê, bersîngrtan êrîşa hêza Melkoy bo ser gundê Eredina, herwesa, pişkdarîiyê di dastana Fewca Bamernê da dike.

Kawe Bamernî di vê dîdarê da dibêje: Her axvtineka min di vê dîdarê da gotî, weku pêzanîn min a gotî, derbareyî wê raporta min daye kak Samî jî, armanca min ew bû ez hindek rastiyan bizanibim, hewldanên min ji bo dîtina kak Ebdula Salih jî her pêxemet wergirtina bersiva hindek pisiyaran bû, lê mixabin, min ew bersiv tu caran werinegirtin. Kawe xwe û hijmareka gencên xûngerim weku qurbaniyên van şaşiyan dibîne.

Hêvî û umêdên kak Kawe ewe ku, ew serkirde yên pişkdar di van bûyeran da, rojekê ew bi xwe, rastiya van bûyeran ji bo xelkî vegêrin, çunikî hêşta hindek ji wan di jiyanê dane.

Li sala 1985ê rijêma Îraqê, bi nivîsîneka nihênî, biriyara girtina hemû qutabxane yên li deverên rizgarkrî dide. Wî demî birayê Kaweyî nivêserê qutabixanekê ye, xûşka wî jî li  perwerdeya Duhokê kar dike. Roja duyê ji derketina wê biriyarê, naveroka biriyarê li Êzgê Dengê Kurdistanê tê xwandin. Rijêm 4 kesan; mamosta Hisina Ehmed Mela Reşîd Bamernî, Meyan Mihemed Mela Reşîd û bira û xûşka Kaweyî bi tawana aşkrakirina van nihêniyan digire.

Rijêm xûşka Kaweyî û hevalên wê dibe Kela Aloka û birayê wî jî dibe baregehê Emina Duhokê. Heyivekê di zîndanê da dimînin lê danpêdanê nakin û tên azadikirin.

Kawe Bamernî li roja 24.08.1988ê, berî Enfalên Behdînan dest pê bikin li baregehê Lîjneya Nawçeya Amêdiyê ye. Wê demê mala wan li gundê Gwîlka ye, mala wan diçe gundê Ore. Kawe li şeva 25/26 digel Rêkxirawa Selahedîn diçe gundê Elkûşkê ser cadeya gşitî. Bi şevê demê kawranê tanikên rijêmê radwestiyan, wan xêzanên xelkî komdikirin û bi hemahengî digel rebiyekê, li cadeyê derbazdikirin. Di wê şevê da gelek zarok ji xêzanên xwe vedqetiyên û gelek jî nekarîn li cadeyê derbaz bibin.

Lijneya Aamêdiyê tê berdan, Kawe û hijmareka pêşmergeyan heta şeva 27/28ê li binê Geliyê Dêra li nêzîkî Îsnada Lijneya Amêdiyê dimînin. Rê tên girtin, hijmareka xelkî li Geliyê Bazê asê dimînin, yek ji wan kesên Kawe daxwaz jê dike ku digel wî li cadeyê derbaz bibe, Qehar Gwîlkî ye, xêzana wî li cadeyê derbaz dibe, lê xêzaneka wî ya din li Duhokê ye. Wî dixwest ku tişitekê ji wê xêzana xwe ya li Duhokê bizanibe, lê mixabin Qehar digel Kaweyi naçe û tê girtin û enfalkirin.

Kawe bi Kilaşnîkofa xwe ve, RBG û gulek jî ya digel wî, digel pêşmergên Lijneya Amêdiyê di rêya Girka ra li cadeyê derbaz dibe.

Ew digehin gundê Qumiryê û li wan dibe spêde, ew li wir bêna xwe didin. Li wir Caş digehin def wan û şer dest pê dike  ew şerî dikin xwe diparêzin û derbaz dibin.

Piştî ku ew serdikevin ser çiyayî, Kawe bi berdewamî bi dûrbînê temaşeyî deverê û tevgerên hêzên rijêmê dike û dibîne demê firokên rijêmê nizim li hindavî cadeya gişitî difirin û gundan dişewitînin. Hêzên rijêmê ber bi Hirorê jî diçin, her çende gelek xêzan û pêşmerge li wê senta hindavî Qumiryê û Tebala diçin, lê hêzên rijêmê ber bi wî alî  ve naçin. Eger ber bi wî alî ve jî biçuna, da ji neçarî şer derkeve û da gelek xêzan jî kevin destê rijêmê.

Kawe û hevalên xwe diçin Xenûkeyî li ser tixûbê baku î başûr, paşî bi çek ve diçin nav gundê Aroşê da li bakurê Kurdistanê. Piştî hîngê Kawe û dayîk, bav  û xêzana xwe digehin hev û rijêma Tirkiyê jî wan dibe Kampa Mêrdînê û çar sala li wir dimînin.

Kawe Abdulbaqî Bamernî li sala 1992ê digel malbata xwe, vedgerre Kurdistanê û mala xwe dibe Bamernê. Xaniyê wan jî ji aliyê rijêmê ve hatiye xirab kirin, loma neçar dibin, xaniyekî bi kirê digirin û têda dijîn.

Piştî hîngê Kawe û Seyd Selman dibin kadiroyên Lijneya Nawçeya Amêdiyê û dirêjiyê bi xebata xwe didin. Kawe li 01.01.1993ê dibe berpirsê Rêkxirawa Gulan ya baregehê Liĵneya Amêdiyê û di heman dem da dibe kadiroyê pişka rêkxistinê li hema lijneyê. Li 12.04.1994ê dibe endamê Lijneya Amêdiyê û berpirsê beşê dûvçûnê li pişka rêkxistinê.

Li 15.07.1994ê dibe berpirsê Nivêsîngeha Rêkxistina Sersinikê, li 28.10.1994ê dibe berpirsê Nivêsîngeha Rêkxistina Bamernê di heman dem da endamê Lîjneya Nawçeya Amêdiyê ye.

Kawe li meha 9 sala 1995ê ji bo Liqê  Yek tê veguhaztin û dibe endamê Nivêsîngeka Rêkxistina baregehê Liqê li pişka Pêzanînan. Piştî hîngê dibe berpirsê  pişka Amar û Tomarê. Li 01.04.1996ê dibe Kargêrê Lîjneya Nawçeya Sêmilê û berpirsê pişka Darayî.

Kawe, di vî maweyî da pişkdarî di hemû şerên bergriyê û bersîngirtina êrîşên teroristan bo ser Kurdistana azad da dike. Demê ew li Lijneya Nawçeya Amêdiyê dibe berpirsê Îdarî yê Hêzên Amêdiyê li mîhwerê Soran heta Hacî Umeran û piştî hîngê dibe berpirsê Îdarî yê Hêzên Amêdiyê li mîhwerê Xelîfan û Spîlkî.

Li sala 1997ê dibe berpirsê Hêzên Pêşmerge li Lîjneya Nawçeya Sêmêlê li mîhwerê Canegay li pişta çîyayê Korek û li wir digel wê hêzê bi cî dibe û  heta Raniyayê diçe, piştî hîngê li Canegay li pişta çîyayê Korek digel wê hêzê bi cî dibe.

Sala 2003ê dibe berpirsê îdara mîhwerê Tilkêfê û pişkdariyê di şerê azadiya Îraqê da dike.

Kawe li 28.03.2006ê dibe endamê Liqê 20 li Şêxan, li sala 2009ê dibe berpirsê Nivêsîngeha Hilbijartina li heman liqê û heta meha 6 sala 2012ê ser wî erkî berdewam dibe. Paşî li sala 2012ê  xanenşîn dibe.

Kawe digel Liqa 20, li mîhwerê Naweran, pişkdariyê di şerê dijî teroristên  da’ş da dike.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى