Latînîسەرەکی

Bi xem û kovaneka mezin

Bi xem û kovaneka mezin Pêşmerge û kadiroyê dêrîn yê şoreşa Gulanê û kargêrê Liqê Yek, Ebidulselam Bayezîd, ji egera nexoşiya dil wexera dawiyê kir. Cenazeyê Xwedêjêrazî, bi amadebûna birêzan; Ebdulxaliq Babîrî Birîkarê Wezareta Pêşmerge, Omer Oreyî berprsê Liqê 8PDKê, Rizgar Kêsteyî berprsê Senterê Komate yê Dekomentkirina dîroka şoreşê, kargêr û kadiroyên Liqê Yek û hijmareka ber bi çav ji dost, heval û malbat û kesûkarên xwedêjêrazî li Goristana Saxkê bi axê hate spartin. Pişitî rêwresmên bixakspartinê, birê Ebdulxaliq Babîrî peyivek pêşkeşkir û ronahî xiste ser qonaxên sext û dijwar yên xebata xwedêjêrazî Ebidulselam Bayezîd û ji cenabê Serok Barizanî û serkirdatiya PDKê û ji malbat û kesûkarên rehmetî ra sersaxî xwest û jidestdana kak Ebidulselam bi xisaretek mezin ji bo PDKê û malbat û heval û dostên wî nîşan da.
Em jî bi navê Senterê Komate yê Dekomentkirina dîroka şoreşê ji malbat û kesûkarên rehmetî ra sersaxiyê dixwazin û daxwazê ji Xwedayê dilovan dikin ku kak Ebidulselam Bayezîd bi beheştê şad bike.

29/7/2023

Senterê Komate

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى