Latînîسەرەکی

Behcet Tûlerî

Behcet Tûlerî rêkxistinê nihênî yê çalak û Pêşmerge yê qareman

Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê di berdewamiya kar û çalakiyên xwe da, li roja 24.09.2022ê, mêvadrariya Pêşmerge û têkoşerê dêrîn Behcet Tûlerî dike û hevdîtineka vîdiyoyî pê ra  dike û dîroka xebata wî weke belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Behcet Cindî Şehwan Hesen yê nasiyar bi Behcet Tûlerî li sala 1950ê li gundê Tûlerê yê ser bi devera Kanîmasê ve hatiye ser dinyayê.

Li sala 1952ê digel malbata xwe li gundê Geverkê yê nêzîkî bajarê Duhokê akincî dibe. Ew neçûye xwendingehê, lê ew xwandin û nivêsîna bi zimanê kurdî dizane.

Behcet Tûlerî ku, xwedî bîrdanikek a bihêz û dîdevanê gelek bûyerên dîrokî ye, ew bi vî awayî behsa rêkxistina PDKê ya berî şoreşa Îlonê dike: “Mihemed Selman Binavî, bavê Ezîz Maltayî, endamê Partiya Hiywa bû, piştî damezrandina PDKê, ew û Xalid Qesarî rêkxiraweka nihênî ya PDKê bi navê Rêkxirawa Rojava ava dikin. Ew her du bi hev ra  gelek çalakiyan encam didin. Li sala 1959ê, wan her dûyan hindek caran ez û Ehmed Sofî bi encamdana hindek erkên rêkxistinê di navbera Maltayê û Duhokê da radispartin.”

Dema şoreşa Îlonê dest pê dike piraniya xelkê gundê Geverkê di nav rêkxistinên PDKê da dibin endam û hijmarek ji wan jî çekî  radikin, dibin pêşmerge û ber bi çiya diçin. Cindî Şehwanê, bavê Behcet Tûlerî, jî tivengeka înglîzî ji xwe ra  dikire.

 Roja 09.09.1961ê karwanekê Hêza Gerok ya rijêma Îraqê ji Mûsil ber bi Duhokê ve dikeve rê. Wî çaxî kadiroyê PDKê Sebrî Botanî li mala Ezîz Malltayî ye. Xalid Qesarî, Ezîz Maltayî, Sebrî Botanî, Cindî Şehwan Tûlerî û mela Ehmed û hijmareka din ya Pêşmegeyan xwe berhev dikin ku, rê li wê hêza dijmin bigirin û ew kevirên binê Aloka û Qesera digirin. Ezîz Maltayî serperiştiya 20 pêşmergeyan dike. Nêzîkê saet sê yê rojê dibe şer. Hêzên Pêşmerge kontirola çîyayê Zawa/çiyayê Reş dikin. Şerê Aloka û Qesera dikeve ser milên Xalid Qesarî, ji ber ku ew berpirsê Leşkerî ye. Lê, mixabin, bereyê şerî ji Duhokê heta Amêdiyê dişkê. Piştî ku hikûmeta Îraqê devera Duhokê kontirol dike, xelkê deverê berpirsiyariya şerê li dijî hêzên rijêmê têxin stuyê Xalid Qesarî. Ji ber vê  çendê jî rijêma Îraqê wî digre û du salan zîndanî dike. Xalid Qesarî li sala 1961ê heta sala 1963ê di zîndanên rijêmê da dimîne. Piştî hîngê bi lêbûrîneke giştî azad dibe û ji zîndanê derdikeve. Piştî ji zîndanê derdikeve peywendiyê bi Eliyê Xelîlî dike û  digehe nav rêzên şoreşê. Lê Eliyê Xelîlî daxwazê ji wî dike ku li deverê bimîne û ji wir alîkariya şoreşê bike û zaniyariyan li ser rewşa deverê û tevgerên hêzên dijmin ji bo şoreşê binêre. Bi vî awayî Xalid Qesarî û hevalên xwe li ser bereyên şerî yên rijêmê digerin, li ser rewşa leşkerên rijêmê li bereyên şerî raporan amade dikin û bi rêya Behcet Tûlerî û havalên wî ji bo Fermandarê Hêza Duhokê Eliyê Xelîlî dişînin. Xalid Qesarî heta sala 1965ê li ser xebata xwe ya nihênî berdewam dibe, lê li sala 1965ê peywendiyê bi şoreşê dike û dibe Pêşmerge û gelek pile yên leşkerî werdigre û heta sala 1975ê berdewam dibe.

Li roja  09.10.1961ê firoke yên şerî  yên rijêmê  Duhokê û derdûra  wê; taxê Qereça/Zozan, Şaxkê, Masîkê û Kêvila bombebaran dikin. Êdî Behcet Tûlerî dibe xizimetkarê PDKê. Ew digel hevalên xwe; Ehmed Sofî  û  Ehmed Omer Binavî poste yê rêkxistinên nihênî  yê PDKê dibim gundên Baxirinîfa û Lînava û li wir teslîmî Pêşmerge û şoreşê dikin. Behcet Tûlerî heta sala 1963ê li ser vî erkî berdewam dibe. Gelek caran ew û hevalên xwe Ehmed Omer û Ehmed Sofî, barên fîşkan jî ku, rêxistinên nihênî ew dikrîn yan peyda dikirin digehînin Pêşmerge û şoreşê. Li sala 1963ê  Behcet peywendiyê bi Eliyê xelîl, Fermandarê Hêza Duhokê, dike û daxwazê jê dike ku rê jê ra bide bigehe nav rêzên şoreşê û bibe Pêşmerge. Lê Eliyê Xelîl jê ra dibêje:  Ew karê hûn li nav bajêran ji bo me dikin  ji karê pêşmergetiyê gelek giringtir e.

Li 10.06.1963ê rijêm êrîşî  ser Şaxkê dike û Mihemed Elî Sererûyî digel pêşmergekê xelkê devera Seyda şehîd dibin. Hisên Îbrahîm Tûlerî jî ji stoyê xwe birîndar dibe, Doktor Moşê guleyeka tivenga înglîzî ji stoyê wî dertîne. Leşkerê dijminî ji Şaxkê heta Geliyê Duhokê kontirol dike. Paşî Şaxkê ber dide, lê wê sirta hindav taxê Girêpasê digre û bajarê Duhokê dûrpêç dike.

Di vê demê da, Wahidê Hecî Melo û piraniya  Mizûriyan peywendiyê bi rijêmê dikin û teslîmî hikûmeta Îraqê dibin. Behcet Tûlerî bi rêya radiyoyê guhdariya peywendiyên navbera firoke yên rijêmê dike û pêzanînên giring ji wan bi dest dixe.

Hurmzê Melik Çiko, ji bona ku pêşmerge bê moral nebe û dijmin wisa hizir neke  ku, piştî teslîbûna Wahid û hevalên wî, êdî devera Mizûriyan  di bin kontirola wê da ye, li dijî hêzên dijminî,  li wê deverê, ew dest bi çalakiyên berdewam dike. Li vê derê, Behcet dibe dîdevanê bûyereke dîrokî û bi vî awayî vedigêre: Li sala 1963ê Hurmiz û hevalên xwe, li ser cadeya Duhok-Mûsil boseyekê di navbera Aloka û Feydiyê, li başûrê Duhokê, li ber hêzên dijminî didanin ku, hîngê hêzeka mezin ya leşkerê Surî jî digel leşkerê Îraqê êrîşî ser  Kurdistanê dikin. Karwanekê leşkerê rijêmê dikeve boseya wan û ew wî karwanî jinav dibin û paşî hewl didin xwe bigehînin çiyayê Zawa. Hurmiz Melik Çiko pisyar ji hevalên xwe dike ka ew otomobîla  Jeeb jî di gel otomobîlên din hatiye şewitandin  yan na? Piştî dizane ku ew otomobîla Jeeb saxlem maye, careka din ew vedigere  meydana şerî ku wê jî bişewitîne. Baregehê Hêza Yermok ya leşkerê Sûriyê li rojavayê Pira Aloka ye û pîzanînan li ser şerî werdigirin û ber bi cihê şerî ve diçin. Ew hêz bi tang û zirîpoşan e, li wê deşitê Hurmiz û hevalên wî dûrpêç dikin û piştî şerekê giran Hurmiz û Teliye digel şeş hevalên wan şehîd dibin û Hesen Maronisî jî birîndar dibe. Termên her du şehîdan; Hurmiz û Teliye, ji meydana şerî radikin, lê yên her şeşên din dikevin destê Hêza Yermok ya leşkerê Sûriyê. Ew gelek bêhurmetiyê bi termên şehîdan dikin û du terman ji wan, li ser rê, bi stûna karebê ve dihelawîsin.

Şehîd Hurmiz hevalê Heso Zozanî ye, ew cenazê şehîd Hurmiz bi dewara dibe gundê Sîna û li wir wî bi axê dispêre. Toma Tomas nameyekê dinvîsîne û dike di bitlekê kolayê da û didane bin serê şehîd Hurmiz di gora wî da. (Li sala 1993ê bi rêwresmeka fermî cenazeyê şehîd Hurmiz ji gundê Sîna dibin gundê wî, Kurên Gavan, diveşêrin.)

 Behcet Tûlerî û du hevalên xwe meha 10/1965  diçin Qeşefirê û peywendiyê bi Hêzên Pêşmerge dikin. Ew tivenga Fazil Hesen Binavî dibe  û piştî hîngê bi çend rojan şerê Şawrîkê dest pê dike û Baregehê Hêza Duhok bi fermandariya Elîyê xelîl li Şawrîkê ye. Hêzên rijêmê Şawrîkê digrin. Qolên Xalid Qesarî, Nemo Semed, Xelo Mirariya û Reşo Girfîlî li Qeşefrrê bûn. Behcet Tûlerî diçe digel qolê Xalid Qesarî û berdewamiyê bi xebata xwe dide heta rêkeftina 11 Adara sala 1970ê. Piştî 11 Adarê Fewcên Zêrevanên Parastina Tixûban, Sirî û Bataliyon hatin damezirandin. Xalid Qesarî dibe Fermandarê Siryê. Behcet jî her weku pêşmerge berdewam dibe û kar û rêncberyê jî di bera dike.

Li sala 1973ê, piştî ku Partiya Baas û Partiya Komûnîst a Îraqê peymanekê îmaza dikin, Komûnîst bi hêzên xwe yên leşkerî ve vedigerin nav  rijêma Baas. Bi fermana rijêma Baas hêzên Partiya Komûnîst êrîşî Alqoşê dikin. Pêşmerge jî diçin berevaniyê ji dagîrkirina Alqoşê dikin û Behcet Tûlerî jî pişkdariyê di wî şerî da dike.

Li sala 1974ê, destpêka meha şibatê, êdî hêzên dagîrker yên Îraqê xwe ji bo şerekî nû li dijî Kurdistanê amade dikin û rewş ber bi xirabiyê ve diçe û xelk gundên xwe çol dikin. Malbata Behcet jî diçe gundê Sikrînê.

Li  13.02.1974ê  li hindavî Qesirkê dibe şer, hîngê Behcet Tûlerî li Qesara ye, lê ew li tana şerî diçe û şer gerim dibe, hêzên pêşmergeyi çekê RBG bikardînin. Ev destpêka şerî ye û hêşta bi fermî şer nehatiye ragehandin. Xalid Qesarî Behcet Tûlerî û 4 pêşmerge yên din digel xwe dibe û li pişt taxê GirêPasê  li pişt leşkerê Îraqê dizvirin. Çekê Behcet di vî şerî da Tiktariyof e. Xalid Qesarî hevalên xwe li gor nexşe û planeka jîrane li cîyên stiratîjîk bi cî dike û berê çekê xwe didin leşkerê Îraqê û ew dirbeke mezin li leşkerê rijêmê dixin. Fermandarê Lîywayeke rijêmê neçar dibe ku, peywendiyê bi Elîyê Xelîl bike û jê ra dibêje ku hêzên wan ji bo şerî nahtine wir û daxwaza rawestandina şerî dike daku bikaribe hêzên xwe ji wir vekişîne. Di wî şerî da 45 serbazên rjiêmê tên kuşitin.

Rijêm li  11.03.1974ê yekterefî otonomiya kartonî radigehîne. Li 13.03.1974ê  Elîyê Xelîl daxwaz ji Xalid Qesarî dike ku hêzên wan biçin çiyayê Zawa bigirin, heta Hiso Dolemerî jî hêzên xwe ji bo girtina çiyayê Zawa berhev dike.

Xalid Qesarî, Mistefa Memanî û 11 pêşmergeyan ku, yek ji wan Behcet Tûlerî ye, digel xwe dibe  û ji bo girtina çiyayêZawa bi rê dikevin, di rêya xwe da bo çiyayê Zawa, ew du mînan di rêya supayê rijêmê li Qesara dadinin û boseyekê jî li ser rêya leşkerê Îraqê li nêzîk Maltayê didanin, Zîleka leşkerî ji Duhokê ve tê û dikeve boseya wan. Ew destrêjiyê lê dikin, erebeya Zîl werdigere û  di nihalekê da diçe. 3 serbazên rijêmê tên kuşitin û pêşmerge 3 kalaşnîkovan weku destkeftî bi dest dixe. Piştî hîngê Xalid û hevalên xwe, bi şevê diçin çiyayê Zawa digirin û sengerên xwe lê dirust dikin. hêzên wan du Fesîl in û nêzîkî 60 pêşmergeyan in.

Heyran Ormanî, Remezan Reşo, Elîyê Medînayê û Mihemed Elî Binavî ew jî  ji bo pişitevaniya wan û qayimkirina wî bereyî, diçin çiyayê Zawa.

Malbata Behcet ji Sikrînê diçe gundê Tûlerê, li devera Berwarî Bala. Ew du rojan  ji bo bênvedanê diçe baregehê li pişta bereyê cengê, lê di wê demê  da li çiyayê Zawa şer dest pê dike. 25 tangên rijêmê di navbera Zawa û Qesara ra derbas dibin, serdikevin û çîyayê Zawa diden ber moşekan. Xwarizayê Elîyê Medînayê û hindek pêşmerge yên din şehîd dibin, hindek pêşmerge birîndar dibin û yek jî winda dibe. Heta Behcet û hevalên xwe digehin qada şerî, hêzên rijêmê çiyayê Zawa digirin û kontirol dikin. Xalid Qesarî di serê çiyayê Zawa ra xwe asê dike û çiyayî bernade. Behcet Tûlerî, Mihemed Omer Ashî, Ebdulrehman Mihemed Ebdulrehman Bêduhî, Se’îd Sipîndarî û Ebdula Îbrahîm Tûlerî bi piya qesta çiyayê Zawa dikin. Piştî hîngê vedigerin Bêsirê û paşî diçin Nizarkê û piştî hîngê digel hêzên Qadir Gerberaskî, Heyran Ormanî, Elîyê Medînayê, Remezan Reşo û Hemîd Hefzula diçin pişta çiyayê Zawa. Serbazên  rijêmê yên ku di nava sengerên xwe da ne  wan dibînin û ew ji aliyê serbazên dijmin ve rastî gulebaraneka çir dibin, leşkerê Îraqê yê li Aloka (cihê xala kontirolê ya nuha.)

Behcet û hevalên xwe diçin Qesara da ku ew wî çekê xwe yê wan li wir veşartî bi xwe ra bînin. Ew çekê xwe radikin û careka din di ber çiyayê Zawa ra vedigerin, diçin gu‌ndê Kelebedirê û Şariyayê. Şêx Elo wan agedar dike ku baregehê wan ji bo Şkeft Hinarkê  hatiye veguhaztin.

Her li sala 1974ê, Behcet Tûlerî pişkdariyê di çendîn çalakiyên din yên leşkerî da dike wekî: Boseya ser cadeya Sêmêlê û topbaranikirina senger û baregeh yên rijêmê, şerê Girê Reş li Sêcê ku, di vî şerî da ew û şehîd Se’îd Sipîndarî li ber bilokên xwendingehê şerekî qehremanane dikin û bi RBGiyan bersîngê êrîşa dijminî digirin û hêzên dijminî têkdişkînin. Di wê çalakiyê da guleyek bi destê Behcet dikeve û birîndar dibe. Herwesa dengê RBGiyê jî tesîrek xirab li guhên wî dike.

Behcet digel Xalid Qesarî pişkdariyê di şerê Girê Reş da dike, ew sê şev û sê rojan bê xwarin û vexwarin dimînin, lê ew sengerên xwe bernadin û nahêlin dijmin biserkeve serê çiyayî.

Di vî şerî da hêzên Reşîd Kanî Gulanî û Qadir Alekînî û Têlo Goyî pişkdariyê dikin û êrîşî dikin ser hêzên dijminî. Hêzên pêşmerge di vî şerî da şehîdekî û birîndarekî didin, du efseran ji hêzên dijminî ku yek ji wan bi pileya Rayîd û yê din bi pileya Neqîb e digel hijmareka mezin ji serbazên rijêmê dikujin. Hêzên pêşmerge 50 parçeyên çekî weku destkeftî bidest dixin. Di vî şerî da cara yekê ye ku pêşmerge RBGiyan weke destkeftî di şerî da bi dest dixe.

 Demê li 6ê Adara 1975ê şoreva Îlonê dişkê,  Behcet Tûlerî jî neçar dibe, wekî bi hezaran pêşmerge yên din, li Duhokê xwe radestî rijêmê dike. Paşî ew vedigere mala xwe ya li Geverkê. Lê rijêma Îraqê xaniyê wî û xaniyekî din şewitandine. Hevalê wî Xalid Qesarî jî ji bo başûrê Îraqê sirgun dikin.

Behcet Tûlerî dikeve ber kar û rêncberyê. Digel şikestina şoreşê ew hindek narincokên Amerîkayî li  gundê Tûlerê vedişaêre. Paşî ew wan narincokan, li sala 1976ê, bi kamiyuna xwe  dibe gundê Geverkê li Duhokê. Behcet wan narincokan  bi Remezan Silêman (Remezanê Leylê)  û Selman Mihemed Weysî Binavî (Selmanê Çavşîn) dide. Ew jî li Duhokê bi wan narincokan hindek çalakiyan li dijî rijêmê encam diden û daxwaza hindekên din jî ji Behcetî dikin. Herwesa daxwazê jî jê dikin ku,  digel wan, bibe endamê rêkxistinên nihênî yên PDKê . Behcet digel wan kar dike, lê bi fermî nakeve di nav rêkxistina nihenî  da. Ew dest bi belavkirina belavokên şoreşê li Sêmêlê û xala pişkinîna rijêmê li Aloka dike. Bi vî awayî Behcet Tûlerî li ser xebat û harîkariyên xwe yên ji  bo pêşmerge û şoreşê berdewam dibe.

Li 15.06.1986ê  ew peywendiyê bi şoreşa Gulanê dike û li hêza pişitevanî/îsinada Lijina Nawça Amêdiyê dibe Pêşmerge.

Yekemîn çalakiya xwe di nav şoreşa Gulanê da digel Hecî Binavî û Ebdulezîz Oreyî bi topbaranikirina baregahê Liywaya leşkerê dijminî li Bêgova encam dide.

Behcet Tûlerî her zû dibe endamê Rêkxirawa Semedar ya hêza pişitevaniyê û berpirsê şaneyeka serekî û meşiq û rahênanê li ser topa 60 mm û doşkayê dike. Li sala 1987ê

ew pişkdariyê di Dastana Bêbadê da dike, di wê çalakiyê da ew digel hevalên xwe êrîşî ser sengerên dijmin yên li binê cadeyê dikin û wan sengeran  digirin. Hêzên pêşmerge di wê çalakiyê da 40 parçeyên çekî wek destkeft bi dest dixin.

Li  şeva 13-14/9/1987ê pişkdariyê di dastana bi navudeng ya Kanîmasê da dike. Herwesa, li 07.09.1987ê, pişkdariyê di bersînggirtina êrîşa leşkerê dijminî, ya bi binavê Hêza Melkoy, bo ser gundê Eredina da dike. Erkê wî di wê çalakiyê da, digel hêzeka hevbeş a Partiya Komûnîst a Îraqê, topbaranikirina serbazgeha hêza Melkoyî li Înişkê ye. Ew û Ehmed Bidax 80 guletopan li wê serbazgehê didin, herwesa senger û baregehên rijêmê li Sersinikê û Bamerinê jî topbaran dikin û ziyanên mezin digehînine hêzên dijminî. Ew li meha hizîrana sala 1988ê pişkdariyê di dastana duyê ya Firokexana Bamerinê da dike. Li  23.08.1988ê li Tişîşê li ser cadeya Bêgova-Kanînmasê, pişkdariyê di lêdana ÎFAyeka leskerê Îraqê da dike û 8 parçeyên çekî radikin.

Li  25.08.1988ê  Enfalên devera Behdînan dest pê dikin, di vê demê da mala Behcet li gundê Tûlerê ye. Pênc xêzan bi zarok ve li mala wî ne. Ew nizane dê çi bike û bi kuderê ve biçe. Firok yên rijêmê deverê bi çekên kîmiyawî bombebaran dike. Xelkê deverê qesta deverên ser tixûban dikin.

Lijna Nawçe ya Amêdiyê baregehê xwe çol dike, Behcet Tûlerî digel 9 pêşmergeyan bi tenê dimînin. Ew jî li dûv ljinê diçin Konberfa Ore. Behcet Tûlerî  neçar dibe topa xwe veşêre û digel komên xelkî qesta tixûban dikin. Rijêma Tirkiyê li jêr fişarên navdewletî tixûbê  xwe vedike. Rijêma Tikiyê wan li kempa Diyarbekrê akincî dike.

 Berî wextî, Rizgar Kêsteyî, li baregehê Hêza Piştevanî/Îsinada Lijna Amêdiyê, Behcet Tûlerî û hindek pêşmerge yên din fêrî xwandin û nivêsînîna kurdî bi tîpên latînî kiribûn. Dema rijêma Tikiyê wan berev diyarbekrê dibe, ew, bi xêra fêrbûna tîpên latînî, dikare navên gund û bajêrran bixwîne û Behcet bi vê yekê gelek kêfxweş dibe.

Behcet Tûlerî digel xelkî sê mehan li bin konan da dimîn in, paşî wan bo şuqa vediguhêzn û heta serheldanê li kampa Diyarbekrê dimînine.

Behcet Tûlerî bi 25 kadiroyên PDKê  ra, digel destpêkirina serheldanê, bi alîkariya PDK Bakûr derbasî başûrê Kurdistanê dibin û ew xwe digehînin Kanîmasê. Digel Seyd Salih û Serbest Sindorî diçin Kelha Erizê, paşî diçin Hesinbîrka. Piştî hîngê digel Ebdulixalq Babîrî û Nash Kêsteyî diçin Batûfa.

Behcet Tûlerî, li sala 1992ê, pişkdariyê di şerê tirorîstên PKKê bo ser Kurdistan azad dike.

Piştî teşkîlatên nû ew diçe digel Supayê Pênc, ew bi pileya Rayd dibe berpirsê Dûfçûn û Pişkinînê û heta meha 5 sala 2005ê berdewam dibe. Li sala 2010ê bi pileya Miqedim  xanenşîn/teqawîd dibe.

 Behcet Tûlerî pişkdariyê di şerê dijî Daîş da dike, ew ji kîstê xwe fîşekan dikire û digel hijmarek ji kesûkarên xwe diçe mihwerê/baskê Domîz.

Paşî diçe Bereyê Rojavayê Dicle. Ew pişkdariyê di şerê Çem Bahîv, êrîşa Sehlîc, Zimmar, Rebîye, Şengal û Naweran da dike.

Behcet Tûlerî bavê 6 keç û sê kura ye, kurekê wî polîs e û yek jî kadiroyê PDKê ye. Nuh jî ew şanaziyê bi xebata xwe dike û amadeye xwîna xwe ji bo gel û welatê xwe birêje.

Behcet nuha jî li Geverkê/Duhokê dijît.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى