Latînîسەرەکی

Pêşmerge û qehremanê dêrîn Îsmaîl Perexî pişkdariyê di 273 çalakiyên leşkerî da dike û 12 cara jî birîndar dibe

 Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê li 27.06.2022ê li bajêrê Zaxo dibe mêvanê Pêşmerge û xebatkerê dêrîn Îsmaîl Perexî û dîdareka dirêj ya vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebata wî tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Îsmaîl Yusif Umer yê nasiyar bi Îsmaîl Perexî, li sala 1954ê li gundê Perexê li devera Zaxo hatiye ser dinyayê. Ew xandina ayinî/olî li ser destê mela Ebdilcelîl û mela Bedirî li gundê Marsîsê dixûne, li salên şêstan jî şeş mehan diçe xwendingehê û paşî şoreşa Îlonê dest pê dike.

Digel destpêkirina şoreşa Îlonê 36 kes ji gundê wî, ji wan bav û sê birayên wî dibin Pêşmerge. Ew bi xwe jî li sala 1969ê digel Ferho Keşanî li Hêza Zaxo dibe Pêşmerge û pişkdariyê di çendîn şer û dastanên şoreşa Îlonê da; li Geliyê Ermiştê, Geliyê Dola, Eemer Naza, Herdîzê, Çîyayê Spî û Baviya dike.

Piştî rêkeftina 11ê Adarê sala 1970ê û heta sala 1974ê li Geliyê Ermiştê li ser erkê xwe berdewam dibe. Piştî şkestina şoreşê hindek tivengên xwe diveşêre.

Li sala 1976ê Emerê Leilê, Hemîd Şerîf, Seyd Hesen û Ebdulrehman Salih diçin gundê Perexê, Ew jî bi awayekî veşartî û li gor pêwîstiyan dibe pêşmergeyekê nihênî.

Li sala 1977ê rijêma Îraqê dest bi rakirin, veguhastin û wêrankirina gundan dike û dema ew digehin  gundê Perexê ku wî jî wêran bikin, Musa Şerîf digel hindek pêşmerge yên din êrîşî ser sengerên dijmin yên nêzîkî gundê Perexê dikin, erkê Îsmaîl Perexî di vê çalakiyê da rêberîkirina pêşmergeyen e. Piştî wêranikirina gundan, Îsmaîl  xwe teslîm nake û ew diçe bakûrê Kurdistanê û paşî peywediyê bi şoreşê dike.

Îsmaîl Perexî diçe Baregehê Liqê yek li Komate û 6 meha li baregehî dmîne û li Îsinada barehehî, digel Îşo, dibe Pêşmerge.

Dema mefreze yên pêşmergeyan tên pêkanîn, ew diçe digel mefrezeya Hemîd Şerîf, li kongra 9ê ew û digel Mehemed Şerîf erkê parastina baregehê Komate werdgire.

Li sala 1979ê, li ser daxwaza Xazî Zêbarî û Mehemed Seîd Birîfkî, bosekê/kemînekê li navbera Darhozanê û Tilkeberê li nêzîk Zaxo li ber hêzên rijêmê dadinin, 18 serbazan dikojin ku du ji wan efser in û 22 yên din jî birîndar dikin. Piştî vê çalakiyê, li Gundik û Celala çalakiyeka din encam didin.

Dema  rêkxiraw tên pêkanîn, Îsmaîl Perexî dibe cîgrê Hemîd Xastî li rêkxirawa şehîd Hemîd Hefzulla. Ew digel vê rêkxirawê çendîn çalakiyên leşkerî encam dide weke: çalakiya sengerê Xamtîrî, Serguranê, Perexê, sengerê Serê Kevrê Xelîf, sengerê Zirêze û çendîn parçeyên çekê sivik û navincî wek destkeftî bi dest dixin.

Li pişta gundê Temer Ava 18 Helîkopter êrîşî ser rêkxirawa wan dikin,  ew dikarin Helîkopterekê bêxin erdê, lê,  mxabin, di vê ‌êrîşê da Îslam Cangîr Osman şehîd dibe û 3 pêşmerge yên din jî birîndar dibin.

Îsmaîl Perexî 3 cara pişkdariyê di lêdana sengerê Behnîna Sindiyan da dike û dikarin du caran wî sengerî bigirin û çendîn parçeyên çekê sivik û navincî bi dest bixin.

Li sala 1981ê li sengerê hindavî Rurdîna didin û dibe hevrkî di nabera wan û rêkxirawa şehîd Şehbaz Salih da ka dê kî pitir çalakiyan encam bide.

Îsmaî Perexî berdewamiyê bi rolê xwe yê mêrxasane dide û pişkdariyê di lêdana sengerê Ax Spîkê, sengerê hindav Bêgova, sengerê Tenga Xîzava, Kelha Şabaniyê da dike. Li sala 1982ê ew digel hevalên xwe li sengerê hindav Şîlanê didin û bo cara duyê pişkdariyeka aktîv di lêdana her du sengerên Behnîna Sindiya û gundê Perexê da dike.

Îsmaîl Perexî li sala 1982ê bo rêkxirawa şehîd Şehbaz Salih têt veguhaztin û ew û Simaîl Simaîl dibin cîgrên rêkxirawa navborî.

Ew digel vê rêkxirawê jî pişkdariyê di gelek çalakiyên leşkerî da dike, wekî; lêdana sengerê Şêx Mema, Baregehê Rêkxirawa Partiya Ba’s li Bamerinê, sengerê Mêrgê, bersînggirtina êrîşa dijminî bo ser Baboxkê.

Îsmaîl Perexî li sala 1985ê bo rêkxirawa şehîd Sibhî Îsa Kurrkî ku, paşî navê wê rêkxirawê dibe Serbestî tê veguhaztin, li destpêkê ew dibe cîgrê berpirsê wê rêkxirawê, lê paşî ew dibe berpirsê rêkxirawê.

Li sala 1985ê pişkdariyê di lêdana senger û Fewca Avgeniyê da dike. Li sala 1986ê li sengerê Deştmirê didin, di vê çalakiyê da Îsmaîl Sêvo û Xelîl Şito Mişo şehîd dibin, Îsmaîl bixwe jî digel 8 pêşmerge yên din birîndar dibin. Piştî vê çalakiyê û çakbûna birînên wî, pişkdariyê di topbaranikirina sengerê Asihê li Deşita Silêvane û lêdana sengerê serê çîyayê Spî da dike.

Li sala 1987ê digel hevalên xwe careka din li sengerê Perxê didin û dest deynin ser sengerî, paşî li sengerê hindav Hîzava didin. Ew pişkdariyê di bersîngirtina êrîşa dijminî bo ser Lijna Zaxo da dike, bosekê li navbera Perexê û Qesirokê da dadine û Zîlekê dişewirîne û hijmareka çek û teqemenî û dezgehekê bêtelê bi dest dixe.

Ji bilî çalakiyên leşkerî, Îsmaîl Perexî  di anîna çekî ji Suriyê jî rolekî giring dilîze. Carekê ew digel 11 pêşmerge yên melevan û bijarte 65 Klaşnîkofan ku, jê ra digotin  “Kobî” ji Suriyê anîn Kurdistanê bo nav şoreşê.

Îsmaîl Perexî di berdewamiya xebat û têkoşîna xwe da pişkdariyê di 273 çalakiyên leşkerî da dike û 9 caran bi giranî û 3 cara jî bi sivikî birîndar dibe.

Ew çalakiyên ew têda birîndar dibe:

1– Sengerê hindav Perexê, ji destê xwe birîndar dibe.

2- Kemîna Baloley, ji stuyê xwe birîndar dibe.

3- Sengerê Deştmirê bi narincokê birîndar dibe

4- Sengerê Tenga Xeriza, gule bi serê wî dikeve.

5- Li  Kerpitê, firok yên şerî êrîşî wan dikin û ew  ji ser û ranê xwe birîndar dibe.

6- Sengerê hindav Girêpitê li Ax Spîkê, bi narincokê ji ranê xwe birîndar dibe.

7- Sengerê Derkarê, bi topê birîndar dibe.

8- Êrîşa pişta Temer Ava bi rokêta helîkopterê ji pişita xwe birîndar dibe.

9- Li Hîzava mîn di destê wî da dipeqe û ji serê xwe birîndar dibe.

10- Serê Kêreyî li sala 1992ê  PKK wî birîndar dikin

11- Her careka din li Serê Kêreyî û her bi destê PKKê birîndar dibe.

Îsmaîl Perexî li Enfalan digel hevalên xwe 13 dîla ji hêzên dijminî digirin, wan dibin Keşanê û li wir azad dikin û paşî ew diçe Kempa Diyarbekir. Piştî Enfalan vedgere Kurdistanê û dibe berpirsê Mîhwerê Qesirokê heta sala 1992, paşî li Deşte Texê dibe Amir Fewc, paşî dibe endamê Supayê 14, paşî dibe berpirsê çalakiyan li Fewca 21 ya hevbeş. Pişkdariyê di şerên sepandina yasayî li Kurdistanê dike. 6 mehan li Kolîja Leşkerî dewamê dike, paşî diçe Supayê 14 û dibe berpirsê herekatan, paşî dibe Amir Sirî. Li sala 2009ê bi fermana cenabê Serok Barzanî ew digel 19 fermandarên din yên dêrîn tên xelatkirin.

Îsmaîl Perexî li Şingal, Zummar û Sinunê pişkdariyê di şerê dijî DAÎŞ da jî dike.  Li sala 2018ê bi medaliya Barizanî tê xelat kirin. Pila wî ya nuha Eqîd e, hêşita nehatiye xanenşînikirin û li Zaxo dijît.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى