Latînîسەرەکی

Egîdek ji gundê şehîd û egîdan

Mihemed Xalid Boselî

Mihemed Xalid Ehmed Boselî li sala 1945ê li gundê Boselê yê ser bi devera Zaxo ve hatiye ser dinyayê.

Li sala 1961ê di gel Betaliyona şehîd Elî Halo li Hêza Zaxo, li jêr fermandariya  şehîd Îsê Siwar dibe Pêşmerge û pişkdariyê di şerên destpêkê yên şoreşa Îlonê da, weke; şerê Çiyayê Metîna li sala 1963ê li hember leşkerê her du dewletên Suriyê û Îraqê û dastana Geliyê Zaxo li sala 1962ê dike û di van her du dastanan da birîndar dibe.

Pêşmergê yê dêrîn, Mihemed Xalid Boselî, bi dirêjahiya şoreşa Îlonê li ser xebat û têkoşîna xwe berdewam dibe û rolekî ber bi çav di şerên berevanî û parastina Kurdistanê da dilîze. Li destpêka sala 1975ê, berî şoreşa Îlonê bişkê, ew digel Ehmed Remo Bêtasî, Reşîd mela Ebdula û Elî Yusif ji bal şehîd Îsê Siwar ve tên raspardin û hinartin bo Suriyê daku biharîkariya Kurdên rojavayê Kurdistanê derbasî Rojavayê Çemê Dicle û devera Şingalê bibin û hindek çalakiyên leşkerî li wan deveran li dijî hêzên rijêma Îraqê encam bidin, lê digel gehiştina wan, şoreşa Îlonê rastî şikestinê tê û ew û hevalên xwe li Suriyê asê dimînin. Piştî hîngê jî şehîd Ebdulrehman Salih, şehîd Seyd Hemîd, Ebdlrehman Yusif û Casim Casim jî xwe digehînin Suriyê û peywendiyê bi wan dikin. Li 04.04.1975ê Mihemed Xalid û hevalên xwe bi rêya şehîd Seyd Hemîd bi nameyekê peywendiyê bi Serok Barzanî dikin û rewşa xwe jê ra behis dikin, Serok Barzanî jî demildest bersiva nameya wan dide û jê ra dibêje: “ Xwe li wir birêkxistinî bikin û xwe berhev bikin dê şoreşê dest pê bike”  û digel nameya wan namekê ji bo Celal Talebanî jî dişîne û daxwazê jê dike ku, alîkariyê digel wan bike. Serok Barzanî daxwazê ji Mihemed Xalid û hevalên wî dike ku ew bixwe wê nameyê bigehînin Celal Talebanî li Şamê, Ebdulrehman Salih bi vî erkî tê raspardin ku, nameya Serok Barzanî bigehîne destê Celal Talebanî, lê ew 14 rojan gîro dibe û bê xeber dibe. Mihemed Xalid û hevalên xwe neçar dibin ku, Seyd Hemîd bi dûv  wî da bişînin daku xeberekî jê bizane. (lê piştî hîngê xuya dibe ku, Telebanî, li şûna alîkariyê digel wan bike, gef li Ebdulrhman Salih kirine û  li ba mixabirata Suriyê jî şikayta lê wî kiriye û ew li Şamê binçav kiriye.) Piştî hîngê Talebanî Ebdulrizaq Feylî, Ferhad Şakelî, Îbirahîm Ezo û Mihemed Yehya Şingalî digel beyanamey ragehandina hizba xwe; çima Yekêtî Niştimanî (Alîtîhad alwetenî lîmaza) dihinêre cem Mihemed Xalid û hevalên wî û wan bi damezrandina YNK agadar dikin. Mihemed Xalid û hevalên xwe jî bi nameyekê Serok Mesud Barzanî  bi hemû kar û kiriyarên Talebanî agedar dikin. Serok Barzanî careka din bersiva wan dide û mizgîniya damezirandina Serkirdatiya Katî wek pêngava yekem ji bo destpêkirina şoreşê bi wan dide û daxwazê ji wan  dike dest bi çalakiyên rêkxistinê bikin.

Ew jî ji aliyê xwe ve, ji bo birêvebirina karûbarên hizbî, komîtekê pêktînin ku,  ji her yek ji Mihemed Xalid Boselî, Ebdulrehman Salih, Mihemed Simo Mîranî, Seyd Hemîd, Ehmed Remo, Mihemed Salih, herwesa, Adil Mizûrî, Mehmud Êzdî û Casim Casim  ku ew jî li Suriyê ne pêk tê. Ew nameyekê ji bo Serok Barzanî dihinêrin û agadar dikin ku ew lêdixebitin ku hikumeta Suriyê razî bikin pêşwazîyê li  Serkirdatiya PDKê bike, bi rastî jî ew şiyan wî karî encam bidin û hikumeta Suriyê rezamendî li ser pêşwazîkirina Serok Barzanî, kak Îdirîs yê canemerg û şehîd Samî Ebdulrehman nîşan bide.

Piştî hêngî peywendiya wî û hevalên wî digel Serok Barzanî berdewam dibe û Serok Barzanî wan agehdar dike ku Selîm Soranî (Cehwer Namiq) û Hesen Şingalî (Kerîm Şingalî) diçin Kurdistanê û pêdiviye peywendiyê bi wan bikin û êdî rênmayan ji wan wergirin.

Mihemed Xalid Boselî jî li gor rênmayên Serkrdatiya Katî diçe Kurdistanê û digel hevalên xwe, di nav xelkê Kurdistanê da, dest bi karê rêxistinê dikin. Du carên din jî li dûv fermana Serkrdatiya Katî ew diçe Suriyê daku egehdariya wan pêşmerge û rêkxistên PDKê yên li Suriyê bike ku peywendiyê bi şoreşê li Kurdistanê bikin.

Paşî digel Selîm Soranî diçe Kurdistanê û digel wî û Ebu Enter çend gerên meydanî li devera Behdînan encam didin.

Careka din ji bo gehandina postê Serkrdatiya Katî bo destê Serok Barzanî diçe Suriyê, piştî cîbicîkirina vî erkî  ew vedigere qada xebat û têkoşînê li Kurdistanê.

Li sala 1976-1979   dibe Amir Mefreze li tixûbê Herêma Yek. Li sala 1979ê pişkdariyê di Kongireya nehê ya PDKê da dike, Li sala 1980-1985 dibe perpirsê Rêkxirawa şehîd Mihemed Salih û paşî dibe Kargêrê Lijna Zaxo û berpirsê beşê leşkerî. Li sala 1985-1987  dibe kargêrê Lijna Amêdiyê û berpirsê beşê leşkerî. Li sala 1987-1988  dibe kargêrê Lijna Gulan û berpirsê beşê leşkerî.

Mihemed Xalid Boselî di her du şoreşan da pişkdariyê di bi sedan şer û dastanan da dike û rolekî ber bi çav di serkefta hêzên Pêşmerge da dilîze, weke: Dastana Geliyê Zaxo, şerê Eyin Zale, şerê Nahya Zumar, şerê Batûfa, şerê Girê Mîtka û lêdana sengerê Girê Biyê, dastana Kanîmasê, dastana Dêrelukê û bi sedan şer û dastanên din.

Mihemed Xalid ne tenê li devera Behdînan lê li deverên Hewlêr, Silêmanî, Rojavayê Kurdistanê, Rojhelat û Bakûr xebat û pêşmergetî kiriye. Ew di van şer û dastanan da 7 caran birîndar dibe û axa pîroza Kurdistanê bi xwîna xwe avdide.

Piştî Enfalan jî, li sala 1988-1991 li Kurdistanê dimîne û  li deverên tixûbê bakûr û başûrê Kurdistanê dirêjiyê bi erkê xwe yê pêşmergetiyê dide.

Sala 1991ê serheldan dibe û hêzên Pêşmerge baregehên rijêma Îraqê yên li Kurdistanê  digirin û di vê demê da dekomenteka emina rijêmê li Amêdiyê dikeve destê pêşmerge.  Kesek bi kodnavê Botan berpirsê (PKK) ye ewname ji bo  emina rijêmê ya Amêdiyê hinartiye ku têda dibêje: “Hêzeka çekdarên PDKê bi serperşitiya Mihemed Xalid Boselî hatiye ser tixûb, lê li gor wê peymana di nav bera me û we (emina Îraqê) da heye, em bi çi awayekî rê nadin ew bikevin  nav axa bakûrê Îraqê (başûrê Kurdistanê)”  Herwesa ew berpirsê PKKê yên bi kodnavê Botan di nameya xwe da dibêje: “Me li ser tixûb li wan daye û me gelek ji wan kuştine yên din jî paşve reviyane”. Mihemed Xalind derbarê wê nameya PKKê dibêje ku naveroka wê nameyê direw e û çi pevçûn di navbera hêzên pêşmerge û PKK da çênebibûne, lê PKKê xwestiye bi wan direwan dilsoziya xwe ji bo emina Be’siyan dûpat bike.

Mihemed Xalid rolekî ber bi çav di serheldana pîroz jî da lîstiye û li sala 1991ê dibe endamê Bereyê Kurdistanî û berpirsê leşkerî li Zaxo. Li sala 1992ê dibe endamê Lijna Nawça Sêmêlê û berpirsê leşkerî. Li sala 1993ê dibe berpirsê Kertê Leşkerî li Akirê û Berdereş. Li sala 19941995 dibe Amir Fewc li Supayê Yek. Li sala 19961997 dibe Fermandarê Liywaya 16 li Zaxo. Li sala 1996ê ji aliyê Serok Barzanî ve bi Medaliyaya Barzanî tê xelat kirin. Li 1997-2003  dibe cîgrê fermandarê Fermandeyîya Sipîlkî û paşî heta sala 2005ê dibe berpirsê wê. Ew pişkdariyê di kongireyên PDKê 10, 11, 12 û 13ê da dike. Li sala 2014ê di şerê dijî terorsîtên DAÎŞ da li devere Zumar birîndar dibe û kurê wî yê general Emer jî şehîd dibe û digehe karwanê nemiran.

Mihemed Xalid nuha li Zaxo dijît, lê mixabin tendirustiya wî geleka baş nîne û gelek tişt li bîrê nemane, bi taybet piştî şehîd bûna kurê wî Emer.

Têbînî: Mihemed Xalid Boselî roja 24.03.2023 wexara dawiyê kir

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى