Latînîسەرەکی

Reşîd Kurêmeyî, karwanekê dirêj yê tijî xebat û serfrazî

Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê li rêkeftî  11.09.2022ê li bajêrkê Mangêşkê dibe mêvanê Pêşmerge û xebatkerê dêrîn Reşîd Silêman Kurêmeyî û dîdareka vîdiyoyî digel wî saz dike û dîroka xebat û têkoşîna wî weke dekomenteke giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Reşîd Silêman Sadiq Kurêmeyî yê navdar bi (Ebu Teyu) li sala 1951ê li gundê Kurême yê ser bi devera Mangêşkê ve hatiye ser dinyayê. Ji ber nebûna xwendingehê li gundê wî û rewşa şoreşê, delîva jê ra çênabe ku biçe xwendingehê û buxûne.

Reşîd Kurêmeyî her ji zarokîniya xwe di nav jîngeha şoreşê da mezin dibe û bi hest û giyanê kurdatiyê mezin û perwerde dibe. Vê çendê jî wisa kir ku, ew li sala 1969ê, li Hêza Helgurd digel Erîf Silêmanî û Cume yê apê xwe ku, wê demê Fermandarê Fesîlê ye, bibe Pêşmerge. Reşîd Kurêmeyî digel wan diçe Hacî Omeran û pitir ji 9 mehan li devera Balekayetî di erkê pêşmergatiyê da dimîne û li wir pişkdariyê di çend şeran jî da dike.

Pişitî Rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê, di navbera şoreşa Kurdistanê û Hikumeta Îraqê da, Reşîd Kurêmeyî bo gundê Bicîlê li rojhelatê Akrê  tê veguhaztin û du salan erkê xwe yê pêşmergatiyê li wir didomîne. Pişitî hîngê ew bo rojavayê Akrê li Şoş û Şermina tê veguhaztin, ew û hevalên xwe dibin mefreze û erkê wan dikeve devera Deşita Navkurê.

Reşîd careke din li sala 1974ê digel Erîf Silêmanî diçe Serê Hesen Begê û Gewriya Bêşê, li devera Balekayetî û li wir pişkdariyê di çend şeran da dike.

Hezên dijminî êrîş dikin ser sengerên pêmergeyî û Sertîzî digirin.  Fermandarê Hêza Duhokê, Elî Xelîl, digel pêşemregeyan dicive û biriyarê dide ku divê pêşmerge careka din êrîşî Sertîzî bikin û wan sengerên Sertîzî ku, dijminî girtine, ji destê dijmin derxînin. Reşîd Kurêmeyî bi hez û viyana xwe pişkdariyê di wî şerî da dike û careka din, bi hevkariya digel hêzên pêşmerge yên devera Soran, êrîşî dibin ser hêzên dijminî û wan sengeran û Sertîzî ji hêzên dijminî paqij dikin.

Di vî şerî da gelek çek û cebilxaneya dijmin dikeve destê pêşmerge û Cume, apê Reşîd, wî digel destkeftiyan dihinêre bereyê piştê. Piştî ew bi rê dikeve, apê wî Cume, êrîş dike ser Doşkeya dijminî, gelek mixabin di wê êrîşî da şehîd dibe. Ji bilî Cume, Ebduezîz Zivingî jî şehîd dibe û Hekîm Wermêlî digel hejmareka din ya pêşmergeyan birîndar dibin. Reşîd Kurêmeyî vedigere bereyê şerî, ew û Elî Çelkî cenazê şehîd Cume ji qada şerî dibin bereyê pişitê.

Piştî hîngê ew digel Siriya Erîf Nasir Babigorî li Betalyona Seyd Eboş rastî topbaraneka çir dibin û nêzîkî 30 şehîd û brîndaran didin.

Paşî Reşîd her li devera Balekayetî bo baregehê Qesirê tê veguhaztin û heta zivstanê li wir dimîne.

 Piştî hîngê Sirya wan bo devera Şêxan tê veguhaztin û Reşîd Kurêmeyî jî li wir dimîne heta şkestina 6ê Adara sala 1975ê.  Piştî vê çama reş, ew neçar dibe xwe radestî dijminî bike. Reşîd Kurêmeyî salekê li gundê Kurêmê dimîne, piştî hîngê ew, Hecî Sedîqê birayê wî, Hecî Ebdulayê apê wî û Ebdulezîzê bavê Qadr Qeçaxî bi gunineha pêşmergatiya şoreşa Îlonê ji aliyê reşekên rjêmê ve tên girtin û nêzîkî 9 mehan di zîndanên rijêmê da dimînin. Ew hemû dikevin ber lêdan û îşkencedaneka hovane, lê Reşîd ji hemûyan pitir lêdan û îşkenceyê dibîne. Piştî ji zîndanê azad dibe, ew mala xwe dibe bajêrê Duhokê û li Rêveberiya Çandinê dibe karker.

Li sala 1977ê Mihemed Zivingî (Kurdo ) nameyeka serok Mesud Barzanî digehîne destê Reşîd. Serok di nameya xwe da daxwaz dike ku dest bi nûjenikirina rêkxistinên PDKê bikin. Reşîd jî her demildest digel Kurdo dikeve di nav karê rêkxistinên nihênî yên PDKê da. Hevalên wî jî peywendiyê bi kesekî bi navê (H N) dikin û digel wan dikeve nav rêktêxinên nihênî da, lê dixuyê ew kes kesek ne paqij e û  ser bi emina Bas’siyan ve ye. Ji encama nepakiya wî kesî, birayê Mihemed Zivingî tê girtin, Reşîd jî diçe gundê Zivingê û 15 rojan li cem Mihemed  Zivingî dimîne û 10 rojan jî li Duhokê xwe vedişêre. Piştî hîngê bi harîkariya kesekê pêçêbûyî di nav rijêmê da, azad dibe.

Êdî ew li Duhokê dirêjiyê bi kar û xebata xwe dide û  li ser karê xwe li Rêveberya Çandinê li pişka mîkanîkî berdewam dibe.

Reşîd Kurêmeyî li roja  22.12.1981ê peywendiyê bi rêzên şoreşa Gulanê dike û li Lijina Navça Duhokê dibe Pêşmerge. Zarokên wî  jî li deverên azadkriyên şoreşê û li gundê Gereguhê akincî dibin. Reşîd Kurêmeyî, digel hijmareka din ku, ew nû hatine nav şoreşê, diçe Baregehê Liqê Yek li Komate. Ew digehe  Komate û ew bi biriyara Liqê ji bo Lijna Navça Şêxan tê veguhastin. Demê ew bi rê dikeve bo Lijna Navça Şêxan, li gundê Dîhê dizane ku xêzan û zarokên wî hatine nav şoreşê û di xanîkekê sade û bêyi tu tişitek, li gundê Gereguhê dijîn. Reşîd Kurêmeyî neçar dibe vegere ku xêzan û zarokên xwe bibîne. Li destpêkê ew hindek pêdvîtiyên navmalê li gundê Kela Şixo bo mala xwe ya nû dikire û paşî diçe  xêzan û zarokên xwe li gundê Gereguhê dibîne. Ew karûbarên mala xer serast dike, hewcedariyên zarokên xwe dabîn dike, paşî diçe ser erkê xwe û li Lijna Navça Şêxan digel rêkxirawa şehîd Mihemed Yusf ku, Miho  Gewda berpirsê wê ye, erkê xwe yê pêşmergatiyê didomîne. Ew digel hevalên xwe dest bi gerekê li gundên deverê dikin, piştî hîngê diçin deverên Gulî û Sindiya.

Reşîd Kurêmeyî 3 salan digel wê rêkxirawê dimîne û di nava vê demê da pişkdariyê di çendîn şeran da dike, mîna:

1 Boseya Serê Geliyê Zaxo, di wê çalakiyê da du Zîlên leşkerî dişewitînin, piştî hîngê dijmin bi tankan  êrîşî  ser wan dike û hevalê wî Ebdulkerîm Kovlî birîndar dibe, Reşîd Kurêmeyî wî pişita xwe dike û wî ji nav destên dijminî rizgar dike.

2- Lêdana sengerê dijmin li  Suyarka Beranişê

3- Lêdana xala kontrolê li Batûfa

4- Çalakiya Milerebê

Reşîd Kurêmeyî, li sala 1983ê, digel rêkxirawa xwe ku, hijmara wan 40 pêşmerge dibin, li ser daxwaza serokatiya  PDKê diçin Qendîlî. Bi rê ve li çiyayê Kurdoyî dibine mêvanên kak Îdrîs Barzanî yê canemerg. Piştî hîngê digel Hemîd Efndî diçe Qendîlî û digel hevalên xwe dikeve nav şerên giran û deverê heta Dîlman ji hêzên hevalbendên rijêma Ba’s a faşî paqij dikin. Piştî hîngê hevalbendên rijêmê bi harîkariya çekê esmanî yê hêzên rijêmê careke din wê deverê digirin û nêzîkî 70 pêşmerge ji hêzên Bereyê Cud şehîd dikin.

Piştî vî şerî ew digel hevalên xwe diçin Konelacanê, cenabê serok Mesud Barzanî digel wan dicive. Her di vê demê da rijêma Ba’s a Îraqê 8000 barzaniyan, li kampên nêzîkî Hewlêrê digire û wan winda dike. (dawiyê diyar dibe ku, mxabin, ew hemû li başûrê Îraqê bi awayekî hovane şehîd kirine).

Reşîd Kurêmeyî li meha yek a sala 1984ê ji bo bênvedanê diçe mal. Miho Gewda di hewara hevalên xwe diçe û li rojhelatê Kurdistanê dimîne. Ji bona  tolivekirina xwîna hevalên xwe, ew çendîn çalakiyan li dijî hevalbendên rijêmê li devera Gelale dike.

Reşîd Kurêmeyî li havîna sala 1984ê bo Lijna Navça Duhokê tê veguhaztin. Ew li destpêkê diçe digel rêkxirawekê ku şehîd Tahir Zêweyî berpirsê wê ye û şehîd Mistefa Memanî cîgirê berpirsê rêkxirawê ye. Reşîd digel vê rêkxirawê pişkdariyê di bersînggirtina êrîşa mezin a rijêmê ya havîna 1984ê bo ser her du Ljinên Zaxo û Duhokê da dike û pişkdariyeka aktîv di şerê li ser gundê Kurêmê d dike. Di vî şerî da komeka caşên rjêmê, ku dixwestin gundê Kurêmê bişewitînin hatin kuşitin. Lê mixabin her di vî şerî da Xurşîd Gerberaskî şehîd dibe, caşên rijêmê bi fermana serokcaşê xwe, Adem Kurêmeyî yê salmezin li ser nimêja spêdê şehîd dikin.

 Piştî şkandina dijminî li bereyê Kurêmê, Reşîd Kurêmeyî û hevalên xwe, di hewara hevalên xwe yên li ber sînga êrîşî li aliyê baregehê Lijinê diçin û ew diçin Elindkê, paşî li çiyayê Baboxkê  li dijî caşên dijminî dikevin nav şerekî giran da û dirbekî giran li dijmin didin. Mûsa Hergundî rolekê mezin di şakanda êrîşa dijminî da dibîne. Her di vî şerî da Faris Koçer li bereyê Ozimana şehîd dibe. Reşîd Kurêmeyî hijmareka pêşmerge digel xwe dibe û xaleka kontirolê li gundê Birohecera didane, çar jinên caşan tên gundê Birohecera daku kelixên zelamên xwe yên kuştî bibin. Pêşmerge kelexên wan siwarî Traktorekê dikin û digel wan jinan rê dikin.

Li sala 1986 Reşîd Kurêmeyî digel  hêzeka ku 50 pêşmerga pêkdihat, ji çend rêkxiraweka, li jêr serperşitiya Seyd Nayif û Rêvîng Hirorî, ji bo pîrozkirina cejina Newrozê, li êvariya roja 20.03.1986 êrîşî dikin ser sengerên dijim li Baniya Dêrkê, li hindavî Bagêra. Mixabin di vê çalakiyê da kadiroyê leşkerî Seyd Mihemed Hesen Avihî ji rêkxirawa Şingal û Mihemed Xelîl Kurêmeyî ji rêkxirawa Deşita Sêmêlê şehîd dibin. (ji hejî gotinê ye ku şehîd Mihemed Xelîl jin xwast bû û bûk ji Duhokê înabû gundê Kurême ku, biriyar bû roja paştir, roja Newrozê şahiya xwe bikin, lê mixabin şahiya wan bû behî û şînî.)

  Piştî demekê Reşîd bo rêkxiraweka din ku Sadiq Gelinaskî berpirsê wê ye tê veguhastin. Paşî bo rêkxirawa Deşita Sêmêlê ku, Îsmaîl Mihê berpirsê wê ye tê veguhastin. Reşîd dibe endamê rêkxirawa Deşita Sêmêlê û dibe fermandarê mefrezeyê digel wê rêkxirawê.

Roja 04.06.1988 pêşmerge yên rêkxirawa Deşita Sêmêlê li pişta Masîkê û heta Geliyê Zirka, li hindav Duhokê, çalakiyeka mezin li dijî bingeh û baregehên rijêmê encam didin û êrîşî pênc sengerên dijminî dikin. Reşîd Kurêmeyî û hevalên xwe 4 ji wan sengeran digirin û destê xwe didane ser, lê sengerê Siryê asê dibe û berpirsê rêkxirawa wan Îsmaîl Mihê li wir şehîd dibe. Ew di vê çalakiyê da du caşan jî bi dîl digirin û cenazê şehîd Îsmaîl Mihê jî dibin gundê Zînava bi axê dispêrin. Hevjîna şehîd Îsmaîl Mihê bi moraleke bilind pêşwaziyê li cenazeyê hevjînê xwe dike û di rêwresmên bi xak spartina wî da şêlkeka guleyên kaşnîkofê bi klaşnîkofa şehîdî diavêje, wek rêzgirtin ji bo zelamê xwe yê şehîdê qareman.

Piştî vê çalakiyê Reşîd Kurêmeyî û heşit hevalên xwe yên pêşmerge diçin gundê Birohecera, li mala Elî. Li wir guleyeka RBG yê di nav koma wan da dipeqe. Reşîd û du hevalên xwe bi wê guleyê birîndar dibin. Guleya RBG yê dîwarê malê kon dike û derdikeve derveyî xanî, eger ne ew da ziyanên gelek mezintir bigehana wan.

Pêşmerge Reşîdî û hevalên wî yên birîndar dibin gundê Babîrê. Li wir Ebdulixaliq Babîrî birînên wan derman dike heta çêdbin.

Reşîd Kurêmeyî, wek pêşmergeyekî çeleng û zîrek, li ser xebat û çalakiyên xwe di nav rêzên şoreşê da heta Enfalên sala 1988ê berdewam dibe.

Li Enfalan gundê Kurêmê ji aliyê rjêmê ve dikeve ber bombebarana çekê kîmiyawî, xweşbextane Reşîd Kurêmeyî û hindek ji kesûkarên wî, berî  bombebarana çekê kîmiyawî, ji gundî derketine û xwe gehandine tixûbê bakûrê Kurdistanê. Hêşta ew li ser tixûb in, ew dizanin ku gundê wan ketiye ber hewa Enfalên reş û hijmareka gundî û kesûkarên wî, digel komeka din ji xelkê gundê Çelkê ku, hijmara hemûyan bi hev ra pitirî 30 kesan e, li nêzîk gundê Kurême, hatine dîlkirine û  leşker û caşên rijêmê hemû  gulebaran kirine û piştî gullebaranikirinê jî cenazeyên her hemûyan şewitandine.

  Reşîd Kurêmeyî bi malbat û zaokên xwe ve digel gelek ji xelkê devera Behdînan, ber bi bakûrê Kurdistanê ve diçin û weke penaber li kampa Mêrdînê bi cî dibin. Demê sê salan jiyaneka gelek sext û dijwar di nava kampan da  derbas dikin. Ji bona birêvebirina karûbarên xelkî li nav kempê, Reşîd Kurêmeyî û hevalên xwe dest bi karê rêkxistinê dikin, ew komîteya  rêvebirina kampê ava dikin, di heman dem da karê hizbî jî dikin. Ji ber rola wî ya çalak di nav kampê da, Reşîd Kurêmeyî li wir jî ji aliyê jandurmên tirkî ve  tê girtin û îşkencedan.

Bi bihîstina dengê serheldanê li başûrê Kurdistanê, Reşîd Kurêmeyî diçe Diyarbekrê û ji wir xwe digehînîte Çelê,  paşî ew digel hijmareka kadiro û pêşmergeyan derbas dibin û diçin devera Kanîmasê li başûrê Kurdistanê. Qadr Qeçax digel hijmareka pêşmerge li wir e. Reşîd Kurêmeyî, li destpêkê, ji bo gundê Hesinpîrka tê hinartin, paşî diçe Mangêşkê ku wî wextî Serbest Sindorî serperiştiya wê deverê dike.

Piştî hîngê, Reşîd diçe rojhelatê Kurdistanê û wan xêzanên kesûkarên wan li Enfala hatine gulebaran kirin, hemûyan kom dike û wan vedigerrîne Kurdistanê.

Piştî Reşîd vedigere başûrê Kurdistanê, ew li Hêza Zimnaku dibe cîgrê Fermandarê hêzê û ji bona parastina Kurdistana azad ji dagîrker û hêzêv i ser wan ve, pişkdariyê di gelek şeran da dike.

Piştî hîngê Reşîd dibe fermandarê Fesîlê digel Şakir Zêweyî, pitir ji salekê li devera Kesinezan dimîne. Careka din pişkdariyê di şerên çespandina yasayê li her du deverên Soran Behdînan da dike. Reşîd Kurêmeyî dibe cîgrê fermandarê Fewcê digel emîd Mihsin Şêxmemî, paşî diçe digel rehmetî Cemîl Bêsfkî.

Piştî hîngê ew ji bo Dezgehê Îlonê tê veguhaztin û heta destpêkirina şerê DAÎŞ ê ew li Dezgehê Îlonê dimîne.

Her ji destpêka şerê DAÎŞê, Reşîd Kurêmeyî digel hêzên Liqê Yek li baskê Sihêla, Xanesorê, Duxata, Sehlic û Rebiye, pişkdariyeka aktîv di şerê dijî terorîstên DAÎŞ  da dike.

Reşîd Silêman Sadiq Kurêmeyî, piştî xebateka dirêj di her du şoreşên Îlon û Gulan û derbederî û serheldanê da, piştî şerên digel tîrorîstên PKK û DAÎŞ û piştî gelek nexweşî qurbanî û evrazî û nişîviyan, ew bi pila (Naîb Zabit) cîgrê efserî hatiye xanenşînikirin. Nuha jî li bajêrkê Mangêşkê li parêzgeha Duhokê dijît.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى