Latînîسەرەکی

Îsmaîl Lasilkî/Tirwanişî

 Karwanekê dirêj yê tijî xebat, xebata nihênî, girtin, çend caran rizgarbûn ji mirina misoger, pêşmergatî, hemşîre/perstarî, bêtelî, koçberî û gelek çîrokên balkêş.

Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê li roja 02.12.2022ê li bajarê Duhokê dibe mêvanê Pêşmerge û têkoşerê dêrîn û xwediyê medaliyaya Barzanî yê nemir, Îsmaîl Lasilkî/Tirwanişî. Lê, Mixabin, ji ber ku ew bi nexweşiya jibîrçûnê (Zahaymer) ketiye, Senterê Komate nekarî çi hevpeyvînan pê ra bike. Lê, xweşbextane,  berî nexweş bikeve, wî bi xwe pişkek baş ji dîroka xebata xwe nivêsî ye. Senterê Komate jî wê jiyaname û xebat û têkoşîna wî mîna belgenameyeke dîrokî arşîv dike û ji navçûnê diparêze.

Her di vê seredana xwe da, Senterê Komate, hevpeyvînekê digel hevjîn û hevçepera Îsmaîl Lasilkî û zîndaniya siyasî, Fatma Taha Yusi, f dike ku, di vê hevpeyvînê da ew behsa xebata xwe û ya hevjînê xwe dike, Senterî Komate jî wê hevpeyvînê hemûyê  tomar û arşîv dike.

 Îsmaîl Seîd Mistefa Tirwanişî, yê nasiyar bi Îsmaîl Lasilkî, li sala 1939ê li gundê Tirwanşê yê ser bi devera Kanîmasê li qeza Amêdiyê hatiye ser dinyayê. Ew xwandina xwe ya seretayî li sala xwandinê 1955-1956 li gundê Tirwaniş timam dike.

Piştî xwandinê, ew salekê li kompaniyayeka înglîzî li Bendava Derbendîxanê kar dike û li wir bi başî fêrî zimanê îglîzî jî dibe.

Sala 1957ê hiKûmeta Îraqê wî dibe leşkeriya bi neçarî, ew bo Kerkûkê tê veguhaztin. Parelel digel leşkerya bi neçarî, ew xwandina xwe ya navincî jî li xwendingeha Almistinsiriye Almsaîye dixûne û li sala 19601961 li bajêrê Kerkûkê xwendina xwe vi dawî tîne .

Di vê demê da, Barzanî yê nemir ji Yekêtiya Sovyetê bo Îraqê vedigere û  li sala 1958ê, Îsmaîl Lasilkî tevî şandeyeke kurdî, ji bo pêşwaziya Barzanî yê nemir,  ji Kerkûkê diçe Bexdayê. Vegera Barzanî ji Yekêtiya Sovyetê, zêdetir hêz û baweriyê bi wî dide ku, li ser  xebat û têkoşînê ji bona azadî û mafên rewa yên miletê kurd gerimtir bibe û ji bona vê armanca pîroz, ew di buhara temenê xwe da, li sala 1958ê, li Kerkûkê  dibe endamê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û bi nihênî di nava Supayê Îraqê da dibe berprisê Şaneyeka Serekî ya nihênî. Her hîngê jî ew li Kerkûkê pişkdariyê di kursakî nihênî yê rewşenbîrî da dike ku, bi serperiştiya mamosta Cemal Xefaf xelkê Silêmaniyê dibe.

Îsmaîl Lasilkî, di temenek biçûk da têdigehe ku rijêma Îraqê serederyeka cuda û regezperstî ya dûr ji maf û prensîpên hevwelatîbûnê digel miletê kurd dike. Reftareka kirêt a polîsekê ereb digel babê wî, li serdemê desthilatdariya Paşatiyê li Îraqê, bandoreke mezin li ser wî dike. Dema kodetaya Ebdulwehab Şewaf, li sala 1959ê, li Mûsil çêdibe, wî demê Îsmaîl  li Leşkergeha Xezlanî esker e, bi biriyareke pêşwext ya  Ebdulwehab Şewaf, Îsmaîl digel hemû kurd yên li wê leşkergehê, ji ber ku bi tinê ew kurdin tên girtin. Demê Kodetaya Şewafî li Mûsil têkdiçe û piştî azadibûna wan, Îsmaîl û hevalên xwe yên kurd  şerekê sext û dijwar li dijî hevalbendên Şewafî dikin û heta bajarê Heseke li Suriyê li dûv wan diçin. Hêzek ji çekdarên kurd ji devera Berwarî Bala, Amêdiyê, Duhokê û Zaxoyê weke piştevanî bo Hikûmeta Ebdulkerîm Qasim diçine Mûsilê, babê Îsmaîlî jî ji gundê Tirwanş, ji bona ku tiştekî ji kurê xwe bizane, diçe Mûsilê.

Îsmaîl dibêje: “Şerê me li dijî Hereketa Şewafî û alîgrên wî, li bajarê Mûsilê kolan bi kolan bû. Gelek kuşitî  hebûn û  em neçar bûn ku ji kelexên kuştiya çeperan ji bo parastina xwe çêkin û şerî li pişt bikin.”

Ev bûyer û serederiya nemirovane ya rijêmên Îraqê bandoreke mezin li ser Îsmaîlî dihêle. Loma ew gelek zû hest bi êş û janên miletê xwe dike û hestê netewî li cem wî xurttir dibe û kurdînî û azadiya miletê wî ji bo wî dibe armanca here pîroza jiyana wî.

Bidestpêkirina şoreşa Îlonê ya mezin, bizav û çalakiyên wî û hevalên wî bi awayekî berbiçav di nav Supayê Îraqê da zêde dibin. Ew amûrekê çapê ji Kerkûkê bi nihênî digehîne şoreşê. Gumanên rijêmê li ser wî zêde dibin û dikeve jêr çavdêriya sîxorên rijême. Emina rijêmê wî dişopîne û li buhara sala 1962ê wî li Hewlêrê digirin û gelek îşkence didin. Piştî hîngê biriyar didin ku  wî bo Dadgeha Leşkerî ya Kerkûkê bibin.

Li Hewlêrê şeva ku berî Îsmaîl bo Kerkûkê bi rê bikin, wî bi destên kelamçekrî ve diavêjin nav bîreka avê da û het spêdê têda dimîne. Roja paştir wî teslîmî polîsekê kurd dikin ku, wî bibe Zîndana Kerkûkê. Polîs jî destê wî bi destê xwe ve kelamçe dike û ber bi Kerkûkê ve rê dikevin. Di rêda Îsmaîl, bi şarezayîya xwe digel polîsê kurd dest bi suhbetê dike û daxwazê jê dike ku wî radestî rijêmê neke û jê ra  dibêje: “Eger dê her min radest bikî, bi tinê çend xulekeka min bibe taxê Rehîmawa”.  Taxê Rwhîmawa rexekê navdar ê kurdan e li Kerkûkê. Îsmaîl yekem car li wî taxî di nav PDK da hatibû rêkxistin. Armanca wî ew bû ku belkî hindek ji hevalên xwe yên rêkxistinê li wir bibîne. Bi her halê heyî ev polîsê kurd ê şîrhelal bi ya Îsmaîl dike û wî dibe taxê Rehîmawa. Îsmaîl dibêje: “Bawerya polîsî bi min hat û bi gotina min kir û kelamçe jî ji destên min vekirin. Wî ez birim çayxanekê li Rehîmawa ku, herdem em kurd lê kom dibûn. Li wir ez şiyam hindek hevalên xwe bibînim ku, yek ji wan Mihemed Weysî Tirwanişî bû û min çîroka girtina xwe ji wî  ra vegêra. Hîngê rêkxistinên me yên PDKê li Kerkûkê weke agir bi hêz û bi bizav bûn. Wan çi bixwasta dikarîna  encam bidin”.

Hevalên Îsmaîl ew piştrast kir ku ew qebûl nakin polîs  wî radestî rijêmê bike û dê rêyeka rizgarbûnê ji wî ra bibînin. Di vê navbeyînê da, polîsî jî hest bi tiştekî dike. Rêkxistinên PDKê ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dikin. Polîs dudil dibe û nizane çi bike. Eger ew Îsmaîlî radestî rijêmê bike, rijêm dê Îsmaîlî sêdare bide û eger ew radest neke, ew bixwe heta hetayê dê zîndanî bibe. Paşî li şûna ku, ew Îsmaîlî bibe Dadgeha Leşkerî li Kerkûkê, ew wî dibe mala xwe.

 Îsmaîl dibêje: “Dema ez ketim mala wî, dayîka wî bang li kurê xwe  dike û jê dipirse: Eve çi kese te bi xwe ra aniye malê? Ew jî bersiv dide û ji diya xwe ra dibêje: Ev kurdekî behdînî ye û esker e, ez wê hatîme raspartin ku wî radestî Dadgeha Leşkerî li Kerkûkê bikim. Diya  wî jê ra dibêje: çima? ma wî çi kiriye?  Kurê wê jê ra  dibêjeê: Ew endamê PDKê ye û digel Mela Mistefa li dijî hikûmetê dixebite. Diya wî dibêje: Ma eger tu wî radest bikî dê çi lê kin? Wî jî ji diya xwe ra got: Yan dê wî li sêdarê bidin yan jî dê heta hetayê zîndanî bikin.

Îsmaîl dibêje: Min bihîst, piştî vê gengeşê, diya  wî jê ra got: “Kurê min! şîrê min li te helal ne be, eger tu vî gêncî radestî rijêmê bikî”. Wî jî di bersiva diya xwe da got: Başe dayê, lê eger min radest nekir çarenivîsê min dê çi be?  Dayka wî jê ra got: Kurê min, bi hev ra  herin nav şoreşê û xizimeta welatê xwe bikin.

Bi vî awayî, çi rê li pêşiya polîsê şîrhelal namîne û ew jî rêya nav şoreş, xebat û kurdatiyê  digire. Ew û Îsmaîl ku, wê demê pila wî Cîgrê Efser Nivêser e,  bi harîkariya rêkxistinên PDKê li Kerkûkê ku, Mihemed Weysî Tirwanişî rolekê berbiçav dilîze, ji Kerkûkê derdikevin. Du meha li gundên derdûra Kerkûkê dimînin û piştî hîngê xwe digehînin baregehê Mekteba Siyasiya PDKê li Çemê Rêzan û li wir dibin Pêşmerge ku, wî demê baregehê Celal Talebanî li wir e.

Sed heyf û mixabin, piştî vî polîsî jiyana Îsmaîlî ji mirinê rizgarkrî û rolekê mezin di nav şoreşê da lîztî dibe Fermandarê Betaliyonê, lê ew di şerekî da li dijî Supayê rijêma Îraqê şehîd dibe û digehe karwanê nemiran. (mxabin navê wî li bîra Îsmaîl nemaye û çi peywendî jî digel malbat û kesûkarên wî nemane).

Îsmaîl Lasilkî nêzîkî sal û nîva li Çemê Rêzan weke Nivêserê çapkerê li Nivêsîngeha Leşkerî (Mekteb Eskerî) dirêjiyê bi xebata xwe dide. Her li wir pişkdariyê di kursakî rewşenbîrî, bi serperşitiya mamosta Mistefa Qeredaxî, da dike.

Xêzan û kesûkarên wî jî, ne bi tenê çi ji wî nizanin, lê belê xeberê digirin ku ew hatiye sêdaredan û merasima sersaxiyê jî bo dadinin.

Dema Îsmaîl li Çemê Rêzan dimîne û karê xwe dike, ew li wir hest bi hebûna bizavên xerîb, dubendiyê  û navçegeriyê di nav rêzên PDKê da dike, ew pê dihese ku qismek di nav PDKê da dijatiya Barzanî dikin û li dijî Barzanî propagendeya nerast dikin. Îsmaîl Tirwanişî dibêje: “Tevî ku Celal Talebanî gelek hez ji  min dikir û rêzeka taybet li min digirt, lê rojekê demê ew karê min yê rêkupêk dibîne, wî xwestî pesina min bike, wî ji min ra got: “Tu xwa gunah niye eto badînî bî”?!

Îsmaîl bi vê axftina Talebanî gelek diêşe û hest dike ku, hindek ji endamên Mekteba Siyasî ya PDKê weke; Celal Talebanî, Îbrahîm Ehmed û hevalên wan, bi çavekê gelek kêm û wek kurdên pile du temaşeyî xelkê devera Behdînan bi gişitî û Barzanî yê mezin bi taybetî dikin. Îsmaîl hizira xwe dike û ji xwe ra dibêje: Diviya eve  ji bo hevgirtin û parastina yekrêziya miletê kurd pêşeng bin û rêgriyê li van dîtin û hizrên şaş bikin ku, bi tenê qazanca dijiminê gelê kurd têda ye.

Loma ew nikare di nav wê jîngehê da berdewam be û daxwaza veguhaztinê ji bo devera Behdînan dike. Piştî rêyeka dûr û dirêj û mandîbûneka mezin, ew digehe gundê xwe, Tirwaniş, li devera Berwarî Bala. Li gundê Tirwanş, destpêkê ew dibe kargêrê Rêkxirawa Rojhelat ya PDKê. Piştî hîngê bi 20 rojan ew peywendiyê  bi baregehê Leşkerê Yek li gundê Qumiryê dike ku, Es’ed Xweşevî fermanddarê wî baregehî ye, û li wir dirêjiyê bi xebata xwe dide. Îsmaîl Tirwanişî dibe Cîgrê Serqol  digel Omer Hesen Tirwanişî li Betaliyona Mela Ehmed Nêrweyî. Piştî hîngê ji bo hêza Mihemed Amir Bêduhî tê veguhaztin. Îsmaîl Tirwanişî pişkdariyê di çendîn şer û dastanên şoreşa Îlonê da dike, nexasme dastana binavûdeng a Çiyayê Metîna, şerê Meydanka Rûviya, şerê Serê Eredina, şerê Serê Bamerinê û Serê Amêdiyê. Li şerê Serê Eredina, Îsmaîl û hevalên xwe sê şev û sê rojan di nav sir, seqem û di nav berfê  da, bê xwarin û vexwarin, dimînin, heta hêzeke pêşmergeyî harîkariyê digehîne wan ew ji hêz û şengehê ketine.

 Îsmaîl Lasilkî li sala 1964ê bi fermana Es’ed Xweşevî dibe Cîgrê Rêveberê Nahyeya Bêbu digel Teyb Elkwîşkî.  Li Qeladzê, 01.07.1964ê, pişkdariyê di Kongreyê şeşê yê  PDKê da dike.

Ew diçe kursa bêtelê lê ew dibe hemşîre/birînpêç

Li meha yek sala 1966ê, ji bona pêkvegrêdana hemû bingeh û baregehên leşkerî û hizbî bi toreka peywendiyan ve, birûskeyek ji Baregehê Barzanî bo Leşkerê Yek tê û têda daxwaza kandîda ji bo kursa bêtelê (Lasilkî) dikin. Serleşkerê Yek Es’ed Xweşevî û Liqê Yek yê  PDKê, Îsmaîl Tirwanişî û Ebdula Derwêş  ji bo wê kursê kandîd dikin.

Ebdula Derwêş li roja 14.05.1966ê ji gundê Qumriyê, Baregehê Leşkerê Yek, diçe gundê Tirwanişê û wê şevê li mala Îsmaîl dimîne, roja paştir ew her du, bi armanca pişkdarîkirinê di kursa bêtelê da, bi hev ra ber bi Gilale diçin. Ew digehin Gilale û gelek çaverê dikin, lê heta meha heşt a sala 1966ê jî çi kursên bêtelê dest pê nakin. Eqîd Nurî berpirsê Mekteba Leşkerî wan agehdar dike ku, çi kursên bêtelê dest pê nakin û eger ew hez bikin ew dikarin dest bi kursekî hemşîre/birînpêçiyê bikin. Ew jî bi birûskeyekê Es’ed Xweşevî agehdar dikin ku çi kursên bêtelê nînin, lê kursekî hemşîre/birînpêçie heye û eger ew ferman bike, ew dê di wê kursê da pişkdar bin. Es’ed Xweşevî jî yekser razî dibe. Êdî Îsmaîl û hevalê xwe, Ebdula Derwêş, pişkdariyê di wê kursê da dikin ku, ji aliyê Xaça Sora Navdewletî ve hatiye vekirin. Îsmaîl Lasilkî kursê bi pileya gelekbaş  bi dawî tîne û Mekteba Leşkerî ahengekê ji bo beşdarên kursê amade dikin û birêz Mesud Barzanî  wek nûnerya Serok Mistefa Barzanî di ahengê  da amade dibe û hemû pişkdarên kursê xelat dike.

 Îsmaîl û Ebdula li dawiya sala 1966ê da vedigerin devera Behdînan û li xestexana şoreşê, li jêr serperiştiya dixtor Moşê, li Baregehê Leşkerê Yek, li gundê Qumriyê, dest bi kar dibin û xizmeta Pêşmerge û xelkê deverê dikin.

Ew bi xwe hemşîreye lê bêtelî dibe pîşeya wî ya jiyanê

Li meha yek a sala 1967ê, Mekteba Leşkerî bi birûskeyekê ji Leşkerê Yek  daxwaza navên berbijêran ji bo kursa bêtelê dike. Es’ed Xweşevî jî careka din Îsmaîl û Ebdula ji bo wê kursê berbijêr/kandîd dike. Her çiqas Îsmaîl û Ebdula nedixwest dest ji karê xwe yê hemşîriyê berdin, lê ji ber pêdivîtiya şoreşê bi kadiroyên bêtelê û giringiya wî erkî, Es’ed Xweşevî ferman dide ku divê her biçin. Ew jî fermana fermandarê xwe bicî tînin û li roja 15.01.1967ê Ebdula dibe mêvanê  Îsmaîlî li gundê Tirwanşê û roja paştir spêdê zû ew her du, careka din, ber bi Gilale bi rê dikevin. Demsal zivstan e, berf gelek ketiye û sir û sermayek dijwar e, çekê her duyan jî bi tenê demanceyek û sê fîşekin, fîşekek ji wan jî çurîke.

Ew li devera Nêrwe derbas dibin, lê li devera Rêkaniya rêya xwe winda dikin û dikevin di nav geliyekê kûr da. Ew şivanekî dibînin û dizanin ku wan rêya xwe şaşkiriye. Ew neçar dibin ku, di rêya xwe ra careka din bo gundê Rêşbiraxe vegerrin  û li maleka hejar bibin mêvan. Ew mala feqîrhal li gor îmkanên  xwe wan dihewîne û gelek rêzê li wan digire. Roja paştir diçin Geliyê Balinda û bi şevê li gundê Balinda dimînin. Ew pênc rojan bi piya diçin heta digehn Gilale. Ew di rê da rastî gelek nexweşî û astengiya tên, speh û kêç dikevin kincên wan. Ew neçar dibin ku cilkên xwe bişewitîin û cilkên nû ji xwe ra bikirin.

Ew digehen Gilale û yekemîn kursa bêtelê di şoreşa Îlonê da, li jêr serperşitiya mamosta Hişiyar Heyder di xaniyê Mela Kêratê da li rojavayê Gilale dest pê dike. Mamosta Hişiyar Heyder, berî bigehe nav şoreşa Îlonê, di nav Supayê rijêma Îraqê da (Reîs Erefa) ê bêtelê bû , ew di warê peywendiyên bêtelê da kadiroyekî gelek şehreza ye. Kurs şeş mehan  vedikêşe û her du, Îsmaîl û Ebdula, bi pileya gelek baş kursê timam dikin. Ew li ser wêstgehên bêtelê yên şoreşê tên dabeşkirin. Ebdula destpêkê li wêstgeha baregehê Barzanî dest bi kar dike û paşî ji bo gundê Barizan tê veguhaztin û dibe bêtelê şêx Osman Barzanî. Îsmaîl jî ji bo baregehê Leşkerê Yek li Qumriyê tê veguhastin. Wê demê Heme Ezîz berpirsê bêtela gişitî yê şoreşê ye.

Îsmaîl Lasilkî êdî bi awayekî berdewam li baregehê Leşkerê Yek dimîne û hindek caran li gor pêdvîtiyên şoreşê bi awayekê demkî li ‌Hêza Zaxo, li Baregehê Îsê Siwar û li Hêza Duhok, li Baregehê Eliyê Xelîl jî, weku kadiroyê bêtelê kar dike.

Îsmaîl Lasilkî piştî rêkeftina 11 Adara 1970ê, bi awayekî berdewam li Baregehê Leşkerê Yek, li Bamerinê berdewamiyê bi xebata xwe dide. Ji ber zîrekî û şehrezayîya wî, Es’ed Xweşevî wî gelek nêzîkî xwe dike. Ji bilî ku ew dibe berpirsê bêtela Leşkerê Yek, Es’ed Xweşevî rola nivêserê xweyê taybet jî pê dispêre. Es’ed Xweşevî carekê wî digel xwe dibe xizmeta Barzanî yê nemir û weke kesekê nêzîk û cihê baweryê, wî bi Barzanî dide naskirin.

Demê Es’ed Xweşevî, Îsmaîl digel xwe dibe bo dîtina Barzanî yê nemir, ew ji Îsmaîl ra dibêje: “Em dê herin xizmeta Serok Barzanî. Her kesê biçe xizmeta cenabê wî, ew pisiyar jê dike ka ew pêdivî çî ye, ka berpirsê wî çavê xwe didê yan na û…htd, loma tu çi daxwaza ji cenabê wî neke û her tişitê te bivê ez dê ji bo te cîbicî bikim”. Îsmaîl jî dibêje: “Min dê daxwaza demanceka çardexwer ji cenabê wî bikraya, lê madem reya te eve, ser çavan û soz be ku ez ê çi daxwaza ji cenabî wî nekim”. Es’ed jî sozê dide Îsmaîlî ku demanceka çardexwer bi wî bide.

Her weke Es’ed Xweşevî pêşbînî kirî, Barzanî pirsiyarê ji Îsmaîlî dike ka pêtvî bi çiye û ka Es’ed çavê xwe didê yan na û daxwazê ji Es’ed dike ku çavê xwe bidê, Îsmaîl jî spasiya cenabê Barzanî dike û li dûf wê soza bi Es’edî dayî, çi daxwazan jê nake.

 Îsmaîl dibêje:Dîtina Barzanî yê nemir ji bo min xewneka mezin bû, demê ez bi dîtina Serok û Rêberê miletê kurd şadibûm, hesteka taybet li cem min çêbû ku, xweşiya wê nayê wesfkirin.”

Cenabê Serok Barzanî ji Îsmaîl dipirse  ka ew zewiciye  yan ne, ew jî  ji cenabê Serok Barzanî ra dibêjewî ku ew  di dezgirtiyê  daye. Barzanî jî 60 dînarên Îraqî weku diyarî pêşkeşî wî dike ku, ji bo wê demê pareyekê baş e.

Ji ber ku, Îsmaîlî xizmeta leşkeriya bi neçarî ya rijêmê bi dawî neaniye, loma piştî şkestina şoreşa Îlonê, rijêm wî dibe  leşkeriya bi neçarî daku xizmeta xwe timam bike. Destpêkê ew digel bi hezaran kurdên din yên ji nav şoreşê vegeriyane ku, rijêmê bi navê “Aîdun”  bi nav kirin, hemûyan dûr dixin û dibin parêzgeha Diywaniyê li başûrê Îraqê û her li wir jî Îsmaîl xizmeta xwe ya leşkeryê dike, lê ji ber paşxaneya wî ya şoreşgerî, her zû weke kesekê “nemerxub”  li sala 1975ê bi pileya Cîgrê Sfser (Naib Zabit Katib) xanenşîn dikin.

 Piştî şkestina şoreşa Îlonê li sala 1975ê bi demekê kêm Îsmaîl digel Îbrahîm Eskerî, Xelîl Bêtkarî û Omer Tirwanişî bi rêya şehîd Elî Ubeîdula û bi raspardina şehîd Îdirîs Barzanî, yekemîn bingehê rêkxistina nihênî ya PDKê li devera Berwarî Bala ava dikin û dest bi raçandina hêlên rêkxistinê û hişiyarkirin û amadekirina gel ji bo şoreşa Gulanê dikin. Piştî helbûna çirûska şoreşa Gulanê, Fuad Mîranî wek kadiroyekî PDKê û şoreşa Gulanê, cara yekê, li sala 1976ê diçe gundê Tirawnişê û li mala Îbrahîm Eskerî dibe mêvan û civînekê digel Îbrahîm Eskerî û Îsmaîl Lasilkî dike û rêkxistina wan ya ku li sala 1975ê avakiriye,  bi awayekî fermî werdigire û Îbrahîm Eskerî dibe berpirsê rêkxirawê û Îsmaîl jî dibe cîgrê wî. Karûbarê nivîsînê, wergirtina postê şoreşê û bersivdana  name û raportan dibe karê Îsmaîl î .

Îsmaîl li Rêveberiya Eşxala Duhokê dest bi kar dike û dibe berpirsê Kiryarên Eşxalê li Kampa Înîşkê. Lê belê rijêm  bela xwe jê ve nake û rijêm lêdixebite ku wî ber bi aliyê xwe ve bibe û bibe terefdarên hikûmetê. Ji bona vê yekê jî, rijêm gelek xelat û pileyan ji bo wî pêşniyar dike.

Rêveberê Emina Amêdiyê gelek caran wî vedixûne ofîsa xwe, Îsmaîl jî xwe bi serve hayi nade, lê carekê  Emin wî gelek tengav dike û neçar dike ku biçe ofîsa Rêveberê Emina Amêdiyê. Destpêkê, Rêveberê Emina Amêdiyê, bi zimanekî nerim digel  Îsmaîl diaxive û jê ra dibêje: “Mela Mistefa çû û êdî navegere, deriyên “hikûmeta me, hikumeta Baas” ji te ra vekirîne  û tu kesek şehrezayî, ya te ji bo Mela Mistefa î kirî, çarêka wê ji bo me bike, tu çi dixwazî dê “hizib û sewre” ji bo te eda bike”. Lê belê Îsmaîl hemû daxwazên  Rêveberê Emina Amêdiyê ret dike û dibêjê ku ew û siyaset yên ji hev dûr in û ew nuha xanenşîne û karmendê dewletê ye.  Rêveberê Emina Amêdiyê gelek fişarê li ser dike û bi bersivên Îsmaîl razî nabe. Li dawiyê Îsmaîl bi hêceta ku nexweşiya made heye nikare alîkariyê bike, Rêveberê Eminê yekser jê ra dibêje: “Seferkirin ji bo derveyî Îraqê ji bo gelekan xewine, lê ji bo te her dewleta tu bixwazî;  Bulgariya, Romaniya yan Yugoslavya, dê nuha ji bo te sê hezar dînaran xerc kim û here hem geşita xwe bike û hem jî çareserya mada ya xwe bike”. Lê belê Îsmaîl ji pêxemet parastina navûdengiya xwe û baweriya wî bi doza miletê xwe her tişitî ret dike. Êdî gumanên rijêmê li ser wî zêdetir dibin û dikeve jêr gûvaştin û gefên rijêmê. Îsmaîl jî hevalên xwe yên rêkxistinê bi van fişarên Emina rijêmê agedar dike. Hevalên wî jî,  ji bona ku gumanên rijêmê li ser kêm bibin û bikare zêdetir xizmeta şoreşê bike, daxwazê ji Îsmaîl dikin ku dualî kar bike, hem digel rijêmê û hem jî digel şoreşê be. Lê belê Îsmaîl ji bona parastina  navûdengiya xwe di nav xelkî da, vê  daxwaza hevalên xwe jî, ret dike.

Sîxwerên rijêmê bi awayekî berdewam bizav û çalakiyên wî û hevalên wî dişopîn in. Hêşita mala wî li gundî ye, gelek caran li ba rijêmê  şikayet li Îsmaîl tê kirin û wî bi wê yekê gunehbar dikin ku peywendî bi şoreşê dike û  di nava mala xwe da çekê veşartî ehye. Gelek caran mala wî ji aliyê Supayê rijêmê ve tê dûrpêçkirin û pişkinîn.

 Destkeftiyên şoreşa 17ê tîrmehê (Mincezat sewret 17 temuz)

Spêdehiyekê serbazên rijêmê derdûra mala wî dûrpêç dikin û serbaz tijî nav xanî û serbanî dibin. Hêşita zarokên wî di  di xwedane, efserek digel hindek serbazan hemû mala wî dipişkinînin,  şikayet/gilî li Îsmaîl hatiye kirin, ku mala wî ya tjî Pêşmerge ye û çekê veşartî jî di mala wî da heye. Leşkerê rijêmê, wê spêdeya zû, malê hemiyê serêk û binêk dikin. Serbazek di berîkekê da  kaxezekê dibîne û radestî amirê xwe yê efser dike. Efesr jî bi ronahiya di destê wî daye li kaxezê dinêre, nivîsek bi destxeteke gelek sipehî dibîne, ew nivîs destxetê Îsmaîlî ye li ser destkeftiyên şoreşa 17ê tîrmehê (Mincezat sewret 17 temuz) bi erebî nivîsî ye. Piştî şkestina şoreşa Îlonê rijêmê xwandina bi kurdî  qedexe kiriye.  Enwer, kurê Îsmaîl yê nexirî, li Gundî diçe xwendingehê û erebî nizane, Îsmaîl jî alîkariya kurê xwe kiriye û dersa wî bi erebî li ser wê kaxezî nivîsî ye.

Efser dibîne ku li ser wê kaxezê destkeftiyên (mincezatên ) rijêmê rêzkirîne  û ji Îsmaîlî dipirse; Kê ev kaxez nivêsiye? Îsmaîl jî dibêjê ku wî ji bo kurê xwe nivêsî ye. Efser jÎ bi erebî dibêje: (ilî miştekî eleîk wahid kelib ibin kelib) aniku; yê/ya şikayet li te kirîse kurê se ye” û yekser fermana vekêşanê dide û serbaz ji malê dûrdikevin û diçin. Bi xêra wan çend rêzên li ser wê kaxezê derbarê (mincezata) wê carê jî ew ji destên dijiminî rizgar dibe.

Peywendiya wî digel kak Fuad Mîranî berdewam dibe heta rijêma Îraqê gundê Tirwanişê digel bi sedan gundên din yên Kurdistanê, 07.08.1978 wêran dike û wan bi zorê ji bo kampan vediguhêze û ew bi xêzan ve li kampa navenda nahiya Batûfa bi cî dibe. Êdî peywendiya wî ya rêkxistinê dimîne digel Mela Remezan (Biheşitî) û ew û hevalên xwe  li ser kar û xebatên xwe yên netewî berdewam dibin.

  Îsmaîl li ser karê xwe li Rêveberiya Eşxala Duhokê berdewam e û ew heftiyê bi tenê  du rojan diçe mal nav xêzana xwe. Di wan her du rojan da mala wî herdem ji mêvana, nexasime hevalên wî yên rêkxistinê, tijî ye. Gelek caran demê wan civînên xwe dikirin, hevjîna wî, Fatimayê, heta direngî şev zêrevaniyê li wan digire. ‌‌‌Rijêm gelek dirinde  û har e û her peywendiyeka digel rêkxistineka nihênî û nexasme digel PDKê bi tawaneka mezin dizane û sizayê wê sêdaredan e.

Cefer Ebdula Tirwanişî, yek ji hevalên wî yê rêkxistinê ye, li Mûsilê baweriya xwe bi kurdekî tîne û weke rêxstiniyê nihênî digel xwe qebûl dile, nizane ew kurd kesek xaîn û xwefroş e. Ew kurd ê xaîn û xwefroş tora rêkxistina Îsmaîl û hevalên wî ji bo rijêmê aşkera dike û li meha 12/1980ê rijêm  Mesîha Îsmaîl Mihemed Selîm Tirwanişî û Cefer Ebdale Ehmed Tirwanişî digire û piştî îşkenceyeka hovane, rijêma Bae’s, her du hevalên Îsmaî, di heman salê da îdam dike û digehin karwanê nemiran.

Li Batûfa, Reşekên emina Ba’s,  bi armanca girtina Îsmaîl bi ser mala wî da digirin û vekolînê digel xêzan û zarokên wî dikin. Xweşbextane wê demê Îsmaîl ne li mal e, lê hevalê wî Îbrahîm Eskerî li Batûfa ye. Emina rijêmê adresê mala Îbrahîmî nizane. Reşekên emina Ba’s melayê gundê Tirwaniş, Mela Se’îd, bi xurtî li erebeyekê siwar dikin û daxwazê jê dikin ku mala Îbrahîm Eskerî nîşa wan bide. Mele ji wan ra dibêje ku ew mala wî nizane, lê bi darê zorê wî bi xwe ra dibin. Jinişkekê ve Îbrahîm Eskerî rastî wan tê û dikeve di rêyan wan da. Reşekên eminê jî beramberî wî radiwestin û pirsiyara adresê mala wî ji wî bixwe dikin, ew nizanin ku, ew bi xwe Îbrahîm e. Mela jî xwe bi ser ve nabe, wesa jî serederyê dike ku, ew vî mirovî nas nake. Îbrahîm Eskerî jî mirovekê zana û têgehişitî ye, yekser têdigehe ka mesele çiye. Ew jî bi destê xwe îşaretê bi aliyekî  dide û ji wan ra dibêje: Ber bi  aliyê  jêr ve herin pisiyar bikin belkî kesek nîşa we bide.

Bi vî awayî Îbrahîm Eskerî ji destên eminê rizgar dibe û yekser  diçe Duhokê. Li geraca Duhokê ew Îsmaîl Lasilkî dibîne. Îsmaîl jî ji ser kar hatiye ku, here Batûfa mala xwe, lê Îbrahîm Eskerî wî agehdar dike ku, Mesîha û Cefer hatine girtin û emin li wan jî digere.

Hevalê wan yê siyê Elî Hisên Tirwanişî ye. ew jî li Duhokê kar dike. Îsmaîl û Îbrahîm biriyarê didin ku Elî jî li ser meselê haydar bikin û bi hev ra bo nav şoreşê derkevin. Bi vî awayî hevalê xwe Elî jî agehdar dikin, lê Elî nikare digel wan here. ew bi rêyeka din derdikeve.

Îsmaîl û Îbrahîm her du biriyarê didin biçin Înîşkê û ji wir qesta nav şoreşê bikin. Li xala pişkinînê/kontirola Sersinikê serbazek nasnameyê ji  Îsmaîl daxwaz dike,  ew jî nasnameya xwe pê dide. Serbaz jî navê Îsmaîl digel navên tawanbaran   ku, di lîsteya destê wî daye, hemeber dike, lê li dawiyê nasnameya Îsmaîl lê vedigerîne. Navê Îsmaîl di lîsteyê da heye lê paşnavê wî bi şaşî nivîsî ye, di nasnameyê da navê wî Îsmaîl Mistefa ye, lê di lîsteyê da Îsmaîl Îsif e, kesê ku exbarî daye navê bapîrê Îsmaî bi şaşî daye xala kontirolê,  çunikî bavê wî bi Se’îdê Mela Îsiv navdar e. Ev şaşiye jî Îsmaîl ji mirineka misoger rizgarkr dike. Ew diçin Qedişê û di rêya Geliyê Îsifka ra serdkevin çiyayê Metîna û diçin gundê Şêlaza û paşê xwe digehînin baregehê Liqê Yek  yê PDKê li Komate.

 Îsmaîl û du hevalên wî rizgar dibin û xwe digihin şoreşê, lê rijêm du hevalên wî îdam dike.  Piştî vê yekê, li roja 17.03.1981ê, reşekên Emina Ba’s bi serperiştiya tawanbar Mihemed Ezo, taxê mala Îsmaîl û hevalên wî li Batûfa dorpêç dikin û pîrek û pênc zarokên wî digel birayê wî Ebdulezîz digirin dibin û salekê li zîndana Fezîliyê li Bexdayê zîndan dikin. Lê her sê kurên wî yên mezin xwe nadene dest rijêmê û xwe di nav kesûkarên xwe da vedişêrin. Li çiya Îsmaîl pêşmerge ye.  Pîrek, pênc zarok û birayê wî jî sera wî li zîndana Fezîliyê li Bexdayê dizîndanikrîne û sê kur jî bê mal û serperişt derbeder in û veşartî û bi tirs di nav mirov û kesûkarên xwe da dijîn.

Demê Îsmaîl peywedindiyê bi şoreşê dike, valahiyeka mezin ya kadiroyên bêtelê di nav şoreşê da heye, ji ber ku ew li şoreşa Îlonê jî bêtel bû û kesekê cihê baweryê ye, lewma Liqê Yek demildest berpirsiyariya bêtela Liqê bi wî dispêre. Ew jî milê xwe dide ber wê berprsiyariyê û gelek bi dilsozî kar û erkê xwe cîbicî dike.

Îsmaîl heta sala 1984ê, bi tena serê xwe û bêy ku ye kes jî alîkariya wî bike, karê bêtela Liqê Yek dimeşîne. Ji bilî berpirsiyariya bêtela Liqê, Îsmaîl û Îbrahîm Eskerî her du dibin endamên rêkxirawa şehîd Zorab (Zoran), rêkxirawa îdariya baregehê Liqê ye. Ev yek jî erkê li ser milê wî zêdetir dike.

Îsmaîl, ji bona pirkirina valahîya kadiroyên bêtelê li Liqê Yek, sê kursên bêtelê 1984, 1987 û  1988 li baregehê Liqê Yek vedike û hijimareka berçav a kadiroyên bêtelê perwerde dike. Êdî baregehê Liqê û hemî Ljineyên Nawçeyan bi toreka berfireh a bêtelê bi hev ra girêdide û gelek bi rêkupêkî serperiştiya bêtela Liqê dike.

Ji ber ku, Liqê Yek dayinemoyê serekî û hêza zîndî ya şoreşa Gulanê ye, karê bêtela Liqê jî, ji bilî ku karekê bi zehmete,  kar jî gelek heye. Îsmaîl bi dirêjahiya şoreşa Gulanê bi hezaran birûskeyan teşfîr dike û bi Morsê dihinêre û werdigire ku, ev jî karekê gelek dijwar û giran e. Gelek ji wan birûskan bihzaran peyiv û jimare ne. Dezgehên bêtelê jî heta sala 1986ê gelek kevin û klasîk in û dengekî gelek bilind û bêzarker jê tê. Hemû kes nikarin li ber wî dengî tehemûl bikin. Lê belê  ji bona doza rewaya miletê kurd û ji bona bidestvanîna armancên şoreşê, Îsmaîl tu rojekê jî hest bi mandîbûnê nekir.

Li sala 1986ê, Îdrîs ê kurê Îamaîl jî peywendiyê bi rêzên şoreşa Gulanê dike û li baregehê Liqê Yek dibe Pêşmerge. Destpêkê li zîndana Liqê digel Îbrahîm Eskerî dirêjiyê bi xebata xwe dide û paşî pişkdariyê di kursa bêtelê ya sala 1987ê da dike û li bêtela baregehê Liqê dibe kadiroyê bêtelê/lasilkiyê.

Sala 1987ê, kurê Îsmaîl,  Enwer ku, li Kerkûkê xwendekarê Peymangeha Tekinîkî ye. Li Duhokê xaînek, xwefiroşek  şikayetê lê dike û Emina rijêmê li Kerkûkê li Peymangehê wî binçav dike. Enwer tê girtin û heyamek dirêj tu kes bi girtina wî nizane. Hevalekê wî yê peymangehê ku xelkê Zaxo ye, di nav kitêb û tişitêt Enwer da jimara têlefonekê dibîne. Ew jî peywendiyê bi wê jimarê dike û pisiyarê  ji wan dike ka ew Enwer nas dikin yan na. Ew jimara telefonê ya mala Mela Mihemed Se’îd Mela Necmdîn e. Ew jî jê ra dibêjin; belê  Enwer mirovê meye. Ew ji wê malê ra dibêje ku, rijêmê Enwer girtiye.

 Mala Îsmaîl li gundê Hêsê  li devera Berwarî Bala ye. Pîrek û pênc zarokên wî ji zîndanê azad dibin û ew jî diçin gundê Hêsê. Enwer,  berî bê girtin, ji bona ku xwe ji çavdêriya sîxur û xwefiroşan biparêze, ew hatinûçûna Duhokê nake. mal û kesûkarên wî jî wesa hizir dikin ku ew li Kerkûkê dixûne. Ew nizanin ku Enwer girtine. Piştî sê mehan Enwer ji Kerkukê  dibin Emina Duhokê. Wisa şikayet li Enwer kiriye ku peywendiya wî digel bavê wî heye û bavê wî jî berpirsê bêtela Liqê Yek e û hemû zaniyarî û pêzanînên şoreşê li ber destê wî ne. Emina Duhokê jî vê çendê bi delîve dizane ku, gûvaşitinê li ser Îsmaîlî bikin. Lewma rêveberê Emina Duhokê nameyeka tijî gef ji bo Îsmaîlî dihinêre û çend daxwazan jê dike û gefa lê dike ku eger wan daxwazan cîbicî neke, dê çarenivîsê Enwir ê kurê wî jî weke çarenivîsê wan 11 kesa be yên berî heyamekî li Feyîdiyê hatine gulebarankirin.

Daxwazên rêveberê Emina Duhokê ev in: “Hemû birûskeyên ji Mekteba Siyasî û Serok Barzanî bo Liqê û Nawçeyên PDKê tên û berovajî, peywendiyên PDKê digel efserên tirk li ser tixûban, peywendiyên PDKê digel Îranê, cihê baregehên Pasdarên îranî li deverê û pêzanînên pêşwext li ser hemû çalakiyên pêşmerge li dijî hêzên rijêmê….htd

Ev nameye li gundê Hêsê digehe destê Îsmaîl î, ew jî yekser diçe baregehê Liqê û wê nameyê radestî berpirsê Liqê kak Remzî Şeban dike. Kak Remzî jî nameya rêveberê Emina Duhokê digel nivîsareka Liqê Yek bo Mekteba Siyasî dihinêre.

Enwer jî dikeve ber lêdan û îşkencê û her du guhên wî kehreb dikin, xwîn di dev û difna wî ra diherike, lê ew tu danpêdanê li ser xwe nake û di encam da, Enwer ji zîndana Eminê ji bo zîndana bingehên polîsên Duhokê tê veguhaztin. Piştî Enfalên sala 1988ê wî dibin Kelha Nizarkê û paşî digel xelkê deverên rizgarkrî,  yên ku ketîne destên rijêmê, dibin Behirkê û piştî serheldana bihara 1991ê azad dibe û vedgere Duhokê.

Piştî rijêma Îraqê bêhêvî dibe ku, Îsmaîl xwe bi dest wan ve bernade û bi ya wan nake, rijên bi rêyek din lêdixebite ku  Îsmaîl bikşînin terefê xwe û ji bo girtin û revandina îsmaîl rijêm 60 hezar dînarên îraqî wek xelat berdest dike.

Di navbera salên 1987-1988 da rijêm bi harîkariya tîmên xwe yên taybet (Mefareze Xase) ku, ji kurdên caşên xayinên ser bi îstxbaratê ve pêkdihatin, sê cara hewla girtin û revandina Îsmaîl dide, lê di hewlên xwe da serinakeve. Piştî rijêm ji vê jî bêhêvî dibe,  30 hezar dînaran ji bo terorkirina wî berdest dike. Ji bo vê çendê jî, caşên kurd yên ser bi îstxbarata Îraqê ve bi berdewamî çavdêriya hatinûçûna wî ya di navbera Baregehê Liqê li Zêwaşikan li ser Zê û gundê Hêsê da dikin. Du caran ew dikeve bûsa wan caşên xwefiroş, carekê li ser Dercê ku, dikeve navbera gundên Êkmalê, Bîgdawda û Tirwanişê,  carekê jî dikeve kemîna wan caşên xwefiroş û bi sivkî birîndar dibe.

Li roja 24.08.1988ê Îsmaîl ji bo serdana mal û zarokên xwe diçe  gundê Hêsê. Leşker û caşên rijêma Îraqê jî hêzên xwe bi çekê giran ve dibin  deverê û ji bo qonaxa heştê ya Enfalan li dijî devera Behdînan xwe amada dikin. Gelek ji xelkê  gundên Hêsê, Êkmalê û Kaniya Sûr li mala Îsmaîl dicivin û ji wî dipirsin ka ew çi biken başe? Îsmaîl ji wan a dibêje: “ şerê Îraqê dijî Îranê bi dawî hatiye û dijimin xwe gelek bi hêz dibîne, gelek beraqile ku Supayê Îraqê êrîşî ser deverên rizgarkirî bike. Arteşa Îraqê li gelek deverên din yên Kurdistanê çekê kîmiyawî bi berfrehî bikaraniye, îmkanên bergriyê, bi hebûna vê jimara zêde a jin û zarrok û xelkê sivîl, gelek bi zehmete. Ya baş ewe ku yên bikarin ji gundan dûrbikevin.”

Piştî vê civîna li mala Îsmaîl î, xelk hêdî-hêdî ji gundan derdikevin. Îsmaîl û xêzana  xwe jî, weke wî xelkî hemûyê, mal û halên xwe dihêle û qesta kavile gundê Harî li ber rûbarê Zê dike. Li roja paştir 25.08.1988 qonaxa heşitê û ya dawiyê ya Enfalên reş dest pê dike û dever hemû dkeve ber êrîşa firokeyên Arteşa Îraq û li gelek gundan çekê kîmiyawî bikartîne. Ew jî mîna bi dehan hezaran ji xelkê deverên rizgarkirî ber bi êrîşa Enfalan dikevin û neçar dibin ji bo rizgarkirina canê xwe û zarokên xwe ber bi  tixûbê Tirkiyê biçin. Bi hezaran jin û zarok, bê xwarin û vewxwarin, li çolê li ser tixûbê bakur û başûrê Kurdistanê  (Tirkiyê) dimînin. Ew xelkê li ser tixûb digel Jandurme yên tirkî danûstandinan dikin  û hêvî û rica jê dikin ku rê jê ra vekin bikevin nav axa bakurê Kurdistanê (Tirkiyê), lê leşkerên tirk yên ser tixûb rê ji wî xelkî ra nade û ji wan ra dibîjin ku ew “terorîstên PKKne. Îsmaîl Lasilkî bi zimanê înglîzî ji leşkerên tirk ra dibêje: “Rê ji vî xelkî re vekin da ev jin û zarok ji komkujiyê rizgar bibin û  me PKK ne hewandiye.”  Jandurmê tirk bang li hevalên xwe dike û henekën bi Îsmaîl dike  û bi kenîve  ii hevalên xwe ra dibêje:Werin ev kalemêre di van çol û çiya ra yê bi înglîzî diaxve”. Îsmaîl hewl dide ku efserê tirk razî bike û jê ra  dibêje: “Me PKK ne hewandiye û me harîkariya wan jî nekriye.” Efserê tirk hemû pêzanînên li ser têkeliyên PDKê û alîkariyên wê digel PKKê ji Îsmaîlî ra behis dike. Bi vê yekê Îsmaîl Lasilkî şok dibe û ji xwe ra dibêje; gelo  efserê Jandurman van pêzanînan bi hûrgilî  çawa dizane?! Li dawiyê ew digehe wê baweriyê ku PKK bixwe van pêzanînan  bi rijêma Tirkiyê dane.

Piştî xelk bêhêvî dibe ku Tirkiye tixûbê xwe ji bo derbasbûna wî xelkê venake, Mela Mehmud Dêrşewî bang li wî xelkî dike û daxwazê ji wan dike ku digel wî, hemû bi hevra  xwe li tixûb  bidin û bi zorê ji tixûb derbasî aliyê bakur bibin. Mela Mehmud û hijimareka xwert û ciwanên kurd êrîşî  ser tixûb dikin û hewl didin derbasî aliyê bakur bibin. lê jandurme yên tirk rê li wan digirin û dikevin ser kelexên wan  û bi dar û quntaxên tivengên xwe  li wan didin û Mela Mehmud dihavêjin erdî, lingên wî digirin û wî li wî çolî li ser piştê radikêşin heta careka din vedigerînin aliyê başûr.

Li dawiyê û li jêr gûvaşitinên navdewletî, Tirkiyê tixûbê xwe li pêşiya xelkî vedike. Piştî Îsmaîl û hevalên xwe bi çavên xwe zolim û zordariya Jendurmine yên tirka dibînin êdî ew biryar didin  ku, li Tirkiyê nemînin. Îsmaîl bi xêzana xwe ve, her du biraziyên wî, Ehmed û Remezan bi xêzanên xwe ve, Yasîn Yusif Xabûr, Mela Mehmud Dêrşewî bi xêzan ve, Îbrahîm Eskerî bi xêzan û neviyên xwe ve, Mehmud Posteçiyê Goyî  bi xêzan ve û hijimareka din ya xelkî di yekem firset da,  xwe digehînin Rojhelatê Kurdistanê.

Destpêkê ew li ordîgayê/kampa Zêwe, devera Mergever  li nav pirêzeka hişk û zuha dimînin. Paşî diçin di nav wan kavle xaniyên ji ber bombebarana firokeyên rijêma Îraqê li sala 1985ê hatîne wêran kirin. Paşî diçin bajêrkê Şinu, li wir ji xwe ra çadirekê, konekî vedidin û li jê kon dijîn. Demsal payîz û serma ye. Şinu jî zozane û hirebayekê dijwar lê têt, şevekê hirebayekê dijwar radibe û çadira wan jî dibe û ew li erdê dimînin. Paşî ew li taxê Barzan Abad ji xwe ra xaniyekî sade ava dikin û li wir dimînin.

Demê ew xanî ava dikin, cenabê serok Barzanî seredana penaberên li taxê Barzan Abad dike. Cenabê Serok dibîne ku, Îsmaîl Lasilkî xanî ava dike, li ba wî radiweste, silav lê dike û pisiyar jê dike eger pêdivî bi tşitekî be. Îsmaîl jî spasiya cenabê wî dike.

Îsmaîl xanî ava dike û li Şinu bi cî dibe, ew bi biryara  Mekteba Siyasî ya jimare 182 li roja 18.12.1988 û li gor raspardeya cenabê Serok Mesud Barzanî dibe endamê Bêtela Gişitî ya PDKê li baregehê Mekteba Siyasî li Rajan, devera Mergever.

Îdrîs ê kurê wî jî ji bo Ljina Peywendiyên Şinu weke bêtel tê veguhastin. Paşî PDK,  wî digel çend ciwanên din yên Pêşmerge, li meha îlona sala 1989ê, ji  bo xwandinê bilind rê dike Yekêtiya Sovyetê.

Enwer jî hêjî di destên rijêmê da girtiye û piştî Enfala bi yek carî peywendiya wî digel malê qut dibe tu xeberan jê nizanin. Herwesa, ew jî nizane ka çi bi ser malbata wî da hatiye; li Enfalan şehîd ketine, saxin-mirine û eger sax bin li ku derê ne, ev pirs hemû di serê Enwer da bê bersiv in.

Rewş bi vî awayî heta serhildana pîroz li sala 1991ê berdewam dibe.  Yek ji mezintîn destkeftiyên serheldanê ji bo xêzana Îsmaîl azadibûna Enwerê kurê wî ye. Enwer digel Koça Miliyonî diçe gundê Biyadirê li bakûrê Kurdistanê û paşî digel xalê bavê xwe Îsmaîl Mihemed Elî Tirwanişî diçe Şino li Rojhelatê Kurdistanê û piştî çendîn salan bi dîtina dayk, bav, xwîşk û birayên xwe şad dibe.

 Piştî serhildanê malbata Îsmaîl Lasilkî ji Rojhelatê Kurdistanê  bo başûrê Kurdistanê vedigere. Îsmaîl jî li Bêtela Gişitî li Pîrmam (Selahedîn), heta sala 1993ê berdewamiyê bi xebata xwe dide. Paşî li ser daxwaza wî bo Duhokê tê veguhastin. Hêzên Pêşmerge yê Kurdistanê tên rêkxistin û ew dibe berpirsê Sirya Bêtela Serokatiya Devera Duhokê. Li sala 1994ê dibe berpirsê Sirya Bêtela Supayê Yek û di heman dem da dibe berpirsê Rêkxirawa Agirîn ya PDKê li baregehê Supayê Yek.

Li 21.07.1995ê ew dibe endamê Nivisîngeha Rêkxistina Semedar ya leşkerî. Piştî hîngê dibe berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistina Baregehê Supay.

 Digel damezirandina Fermanda Duhok ya leşkerî, ew dibe serperşitîkarê bêtela fermandê, zêdebarî karê bêtelê, dibe berpirsê Rêkxirawa çalakiya li baregehê fermanda navborî.

Îsmaîl bi dirêjahiya xebata xwe hez ji xwandin û nivîsînê dike. wî bi dehan gotar di rojiname û govaran da, nexasime di govara Dengê Pêşmerge da belavkirine û çendîn namîlke li ser karê bêtelê bi her du zimanên erebî û kurdî nivîsîne û hijimareka vekolînan li ser kitêba cenabê Serok Barzanî (Barzanî û Bizava Rizgarîxwaziya Kurdî) nivîsîne.

Tevî hez û viyana wî ji bo xwandina kitêbên siyasî, dîrokî û edebî, Îsmaîl destekê bilind di nivêsîna helbesta kurdî jî da heye, lê mxabin, hemû berhemên wî li Enfalên reş jinav diçin.

Heval û hevçeperê wî, şehîd Mela Remezan (Biheşitî) li sala 1992ê bi destê terorîstên PKKê  şehîd dibe, wî jî li ser şehîdibûna hevalê xwe ev parçe helbeste nivîsî ye:

şopa rêya babê diyare

mercê sozdanê çûn me biriyare

soz be şehîd

rêbaza Barzanî ewa tegrtî berinedeyin

her sozdar û rijdibîn

taku giyanê xwe li paş te li ser dideyin

PDK gelek pile û postên giring weke; Berpirsê Ketîba Bêtela Wezareta Pêşmerge, berprsiyariya Dezgehê Şehîda û gelek postên din jê ra pêşniyar dike, lê belê çi cara çavên Îsmaîl li ser pile û postan nîne, Ji ber ku wî xebateka paqij ji bo azadkirina gelê Kurdistanê kiriye û mezntirîn post jî azadiya miletê wî ye. Wî herdem  xwe ji her dubendî û dûberkiyekê bi dûrxistiye.

Îsmaîl Lasilkî bi dirêjahiya xebata xwe di şoreşa Îlonê da pişkdarî di şeş Kongreyên PDKê da kriye:

Kongreyê şeşê li 01.07.1964 li Qeledizê

Kongreyê heftê li 10.11.1966 li Gelale

Kongreyê heşitê li 01.07.1970 li Nawpirdan

Piştî serheldanê jî pişkdarî di her sê Kongreyên 11, 12 û 13ê da kiriye.

Ew li roja 13.10.1999ê li Kongreyê 12 yê PDKê da, li Hewlêra paytext, bi medaliyaya Barzanî tê xelatkirin. Ev xelate jî  ji bo wî gopîtka xweşiyê ye û ji hemû pile, post û serwet û samanên dinyayê bi bihatir dibîne.

Heta nuha jî wî çi pile û postên fermî nînin û nehatiye xanenşînikirin jî. Îsmaîl Lasilkî nuha di jiyê 83 saliyê daye, û ji egerê gelek bi karanîna dezgehê bêtelê, tûşî nexweşiya jibîrçûnê (zehaymer) bûye, ew jiyaneka gelek sext û dijwar li mala xwe li Duhokê derbas dike.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى