Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê, bi armanca encamdana hevpeyvîneke vîdiyoyî, tomarkirin û arşîvkirina xebata Pêşmerge û têkoşerê dêrîn Teyib Omer Ebabekir Ravînî, li roja duşemê 30.01.2023 seredana wî, li mala wî, dike. Lê, mixabin, ji ber rewşa saxlemiya wî ya gelek xirab ku çendîn sale di bin êş û janên birînên xwe da dinale, senterê me nekarî weke pêdvî be karê xwe bike. Taybe Ravînî li dastana Kanîmasê birîndar dibe û heta niha digel wan birînan dijît.
Teyib Omer Ebabekir Ravînî, yê nasiyar bi Teyib Ravînî li sala 1956ê li gundê Ravîna yê ser bi devera Kanîmasê hatiye ser dinyayê. Ew xwandina xwe ya seretayî û navincî li Kanîmasê û Zaxoyê dixûne û salekê jî li Duhokê lîseyê dixûne.
Teyib Ravînî digel helbûna çirûska şoreşa Gulanê li sala 1976ê dibe endamê rêkxistinên nihênî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û di nav cergê dijminî da, li dijî rijêmê dest bi bizav û çalakiyan dike. Li sala 1979ê rêkxistina wan ya nihênî aşkera dibe û rijêm lêdigere ku wî û hevalên wî bigire, lê Teyib zû pê dihese û bi selametî ji nav destên wan xilas dibe û xwe digehîne deverên di bin destê şoreşê da. Ew yekser peywendiyê bi rêzên şoreşê dike û digel mefrezeya Mela Remezan (Biheşitî) dibe Pêşmerge.
Di heman salê da ew pişkdariyê di danana 12 mînan da li ser rêya hatinûçûna leşkerên rjêmê li cihên cuda yên deverê da dike.
Li sala 1980ê weke kadir ji bo mefrezeya şehîd Şe’ban Xefar tê veguhaztin û li gundê Eredina Jêrî pişkdariyê di çalakiyekê da dike û di wê alakiyê du piledarên Be’siya digirin û yekî jî dikujin.
Teyib bo rêkxirawa şehîd Şeban Omer ku berpirsê wê Seyid Nayif Çelkî ye tê veguhaztin û heta sala 1986ê li wê rêkxirawê berdewamiyê bi xebata xwe dide û pişkdariyê di çendîn çalakiyên leşkerî da dike weke:
-
Topbaranikirina baregehê Fewca dijminî û sengerên derdûra wê li sala 1981ê li gundê Ravîna.
-
Destbiserdagirtina sengerek dijminî li çîyayê Gabinêrkî û têkbirina sengerek din, li sala 1982ê.
-
Destbiserdagirtina sengerek dijminî û têkbirina du sengerên din li Aşawa li sala 1982ê. Di vê çalakiyê da Pêşmerge hijmareka çek û teqemeniyên dijminî bi dest dixe.
-
Destbiserdagirtina sengerek dijminî li Serê Hemê li sala 1982ê, Di vê çalakiyê da, kuşitina hejmareka serbazên dijminî, bidîlgirtina 8 serbazan û hemû ew çek û cebilxaneya di wan sengeran da hebû dikeve destê Pêşmerge.
-
Çalakiya lêdana baregehê Siriya leşkerê Îraqê li Bêbûziyê li sala 1980ê.
-
Jiçekkirina çekdarên Ceyîş Alş’bî li Nisira û Rebetkê sala 1980ê.
-
Lêdana baregehê dijminî li Komtê Avxwê li sala 1982ê li nêzîkî gundê Tûlerê.
-
Çalakiya birina pezê Ezt Eldurî li sala 1982ê li Maltayê wek tolevekirin li beramber destdrêjiyên dijminî li ser pez û kewalên xelkî li deverên azad.
-
Lêdana Fewca Sotkî û sengerên derdûra wê li sala 1982ê.
Li sala 1985ê, rijêm xêzan û kesûkarên Teyib Ravînî digire û derdixe bo nav deverên rizgarkrî yên bin destê şoreşê da û rijêm destê xwe didane ser hemû mal û milkê wî û talan dike.
Teyib Ravînî li sala 1986ê dibe endamê rêkxirawa 11ê Adarê ku berpirsê wê Pêşmergê dêrîn Necmdîn Kêsteyî ye. Li wê rêkxirawê jî ew mil bi milê hevalên xwe yên Pêşmerge berdewamiyê bi xebat û berxwedana xwe dide û pişkdariyê di piraniya şer û dastanên şoreşê yên li navbera salên 1986 û 1988ê da dike wekî:
-
Dastana Fewca Sotkî li sala 1987ê
-
Her du dastanên Bamerinê li salên 1987 û 1988ê
-
Dastana Fewca Bêbadê li sala 1987ê
-
Çalakiya girtina sengerê Gelî Bêtkarkî li nêzîkî gundê Sikrînê
-
Dastana bi navûdeng a azadkirina Kanîmasê û devera Berwarî Bala li sala 1987ê. Di vê dastanê da, Teyib Ravînî digel şehîd Mihemmed Salih Botî, Necmedîn Kêsteyî û hevalên xwe yên din êrîşî sengerê dijminî li Girê Sor dikin, lê mxabin di vê êrîşê da ew rastî êrîşeka dijwar a dijminî bi narincokên destî dibin û berpirsê Lijna Navxwe ya Amêdiyê, Mihemed Salih Botî, şehîd dibe û Teyib û Cefer Bêsirî jî bi dijwarî birîndar dibin. Aliykê rûyê Teyib tê havêtin û bi dehan seçime bi ser û milên wî dikevin, ew bi awayekî seyr ji mirinê rizgar dibe.
-
Dastana bi navûdeng a Dêrelûkê li 11.01.1988ê.
-
Rakirin û pûçkirina bi hizaran mînan ku, dijminî li ser cada û rêya gişitî Zaxo-Kanîmasê, devera Serzêrî û li ser rêkên hatinûçûna sivîlan û bi dehan çalakiyên din li deverên cuda cuda.