Latînîسەرەکی

Ew Pêşmerge yê ku rijêma Tirkiyê bi birîndarî girtî û radestî rijêma Îraqê kirî

Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê, di

berdewamiya bizav û çalakiyên xwe yên tomarkir

arşîvkirina dîroka şoreşê da, li roja 08.06.2022ê dibe mêvanê

Pêşmerge û têkoşerê dêrîn, Xalid Çelkî, û hevdîtineka dirêj

ya vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebat û têkoşîna wî tomar dike

û jinavçûnê diparêze.

Xalid Ebdulwehab Çelkî, yê nasiyar bi Xalid Mihemed Sofî Çelkî, li sala 1957ê li gundê Çelkê devera Kanîmasê hatiye ser dinyayê. Xendina  xwe heta pola pêncê seretayî xwendiye. Li sala 1974ê digel Mihemed Elî Binavî li Hêza Bêtwate dibe Pêşmerge. Li sala 1975ê navê wî bo leşkeriya bi neçarî tê û wî dibin Leşkergeha Xezlanî li Mûsilê. Li sala 1976ê ji leşkeriya bi neçarî direve û qesta Kurdistanê dike û li meha 7 sala 1976ê digel Mistefa Mûzûrî dibe Pêşmerge. Ew 7 mehan digel Mefrezeyê dimîne, paşî diçe Bêrmanê, pişitî hîngê bi heftiyekê, gereka din bo devera Berwarî Bala û devera Guliyan dest pê dike.  Berpirsê mefrezeyê, Îsmaîl Bamernî, nexweş dikev,  digel wî vedgere baregehê Liqê li Sûlê, Cehwer Namiq çekekî pê dide, ew jî digel hevalên xwe rêberiya serkirdatiya şoreşê û nêzîkî 50 pêşmergryan dike û wan dibe Rêwn û Nermikê, paşî diçin Sîdava, Kurka, Bilêcanê û Wermêlê. Pişitî hîngê ew diçin hindav Eredina û Sersinkê û çalakiyekê li dijî emina Sersinikê encam didin û ziyanên mezin yên giyanî û madidî digehînin hêzên rijêmê û berpirsê Yeketiya Qutabiyên Îraqê jî, ku ba’siyekî mezin bû, dikujin. Pişitî hîngê digel Cehwer Namiq û hêzeka pêşmergeyî ber bi devera Berê Gar diçin, pişitî vê gerê digel Cehwer û Mistefa Mizûrî vedgere Bêrmanê. Pişitî hîngê baregehekî li Komateyî (Şkefta Ecina) avadikin û êdî digel Cehwer Namiq dimîne.

Xalid Çelkî bi dirêjiya xebata xwe pişkdariyê di gelek dastan û şeran da dike mîna: Lêdana sengrê Badûlkê li hindavî gundê Tişîşê, çandina guleyeka RBGiyê li bin kuçkê balava serbazên rijêmê, bûseya li navbera Sertengê û Duhokê ku, têda ziyanên mezin digehînin hêzên rijêmê, lê Ehmed Çelkî di vî şerî da brîndar dibe. Li vegera xwe bo Bêrmanê, li binê Elinkî ew hevalên xwe dikevin bûseya Caşên Şêx Selam, Mehmud Yusf Kerpitî û Yusf Ehmed Xilbîşî şehîd dibin.  Sîxurrekê/casûsekî rijêmê wan dibîne, xeberî dide hêzên rijêmê, hêzên rijêmê jî bi firokeyan êrîşî wan dikin û li ser rêya wan, li navbera gundê Mûska û Xuldiya, hêzên rijêmê ji firokeyan dadikevin ser erdê, lê ew û hevalên xwe bi selametî ji nav hêzên dijminî derbas dibin.

Xalid Çelkî digel Miho Gewda û Mistefa Mizûrî, li devera Zêbarê pişkdariyê di şerê Dusteka jî da dike, di wî şerî da Hesen Sebrî Kêsteyî şehîd dibe.

Li sala 1977ê pişkdariyê di şerê Hirorê da dike, herwesa li sala 1978ê pişkdariyê di şerê Bêlimbîrê da dike, li sala 1979ê pişkdariyê di bersîngirtina êrîşa dijminî bo ser baregehê şorşê li Komateyî da  dike. Li sala 1979ê digel mefrezeya Ehmed Çelkî û Miho Gewda, herwesa Xazî Zêbarî, diçin rojhelatê Kurdistanê, daku pişkdariyê di kongireyê nehê yê PDKê da bikin. Li Kewberî mehekê digel Cehwer Namiq dimîne. Li ser awayê kongireyê duberekî peyda dibe, lê Xalid Çelkî pişkdariyê di kongireyê da dike û li meha 12/1979ê vedigere Kurdistanê û digel mefrezeya Ehmed Çelkî li ser xebata xwe ya pêşmergatiyê berdewam dibe.

Li bihara sala 1981ê digel Şerîf Bêqolkî hewil didin ku  hindek mînan li derdûra sengerekî kevin yê hêzên rijêmê pûç bikin, da bi kesê ve nepeqin, lê mînek di destê wan da dipeqe û Şerîf Bêqolkî şehîd dibe, Xalid Çelkî jî bi giranî ji herdû ling û rûyê xwe birîndar dibe. Xalid Çelkî û Ezet Asihî, ji bo wergirtina çareseryê, hewil diden bi belgenameyên sexte di ser Tirkiyê ra biçin rojhelatê Kurdistanê, lê ew ji aliyê Tirkiyê ve tên girtin, li destpêkê wan dibin Geverê, paşî dibin Colemêrgê û ji wir jî dibin Enqereyê daku teslîmî hikûmeta Îraqê bikin. Lê ji bona ku Tirkiye wan radestî Îraqê neke, ew ji karmendên tirkî ra dibêjin ku  ew îranî ne, ji bo tekîdkirinê, karmendên tirkî efserên îranî tînin da ku îspat bikin ka îranî ne yan na. Efserên îranî şahidiyê li ser didin ku pêşmerge yên Barzanî ne:  Tirkiye wan gelek îşkence didin û diavêjin zîndanê da, ew şeş mehan di zîndanê da dimînin, rojekê ew firçeyê diranan dikin kilît û dergehê zîndanê pê vedkin û ji zîndanê direvin, lê careka din ew tên girtin û wan di rêya Nisênîn û Silopî ra tînin tixûbê Birahîm Xelîl û wan radestî hikûmeta Îraqê dikin, du efserên Îraqî wan werdigirin, yek ji wan efseran kurd e, yê kurd gelek şeqan li wan dide û wan dibe Firqa Zaxoyê, 6 rojan li Firqeyê dimînin û wan gelek îşkence didin, paşî wan bo emina Duhokê dibin, li wir jî bi çavên girtî ve gelek îşkence didin, du kes li serê wan didin, tijî dev û difnê wan xwîn dibe, vekolînê digel dikin û careka din her lêdiden, heta bêhoş dibin. Emina rijêmê teslîmbûna kesûkarên wan, yên li nav şoreşê dike merc ku ji sêdaredanê rizgar bibin, kesûkarên wan jî neçar dibin xwe radestî rijêmê biken. Xalid Çelkî û Ezet Asihî piştî 7 heyivan ji zîndanê azad dibin, lê careka din Xalid dibin leşkeriya bi neçarî ku hîngê şerê Îraq û Îranî jî yê germ e û wî dibin Bereyê Dêzfol.  Ew careke din ji  leşkeriya bi neçarî direve û xwe digehîne nav rêzên şoreşê. Destpêkê diçe baregehê Liqê li Komate. Li sala 1982ê ji bo çareseryê diçe rojhelatê Kurdistanê. Piştî wergirtina çareseryê, ew ji rojhelatê Kurdistanê vedigere û li Rêkxirawa Şehîd Zoran dirêjiyê bi xebata xwe dide. Ehmed Çelkî dibe berpirsê Rêkxirawa Şehîd Se’îd Spîndarî, Xalid jî careka din  diçe digel wê rêkxirawê  û heta sala 1988ê wek Pêşmerge digel wê rêkxirawê dimîne.

Li sala 1988ê diçe Şîvirezanê li bakurê Kurdistanê, li wir dizane ku PKKê şeş kadiroyên PDKê girtine, bi bihîstina wê nûçeyê ew gelek hêris dibe, PKK hewil dide ku wî jî bigire, loma ew neçar dibe ji wê deverê  biçe Geverê û ji wir jî xwe bigehîne Rajan, rojhelatê Kurdistanê, li wir jî diçe Silêvana û li cem Daûd Binavî dimîne, çîroka girtina wan her şeş kadiroyan ji aliyê çekdarên PKKê ve ji bo Daûd vedigêre, kak Sîdad Barzanî jî pisiyara wan şeş kadiroyan ji wî dike.

Piştî du heyvan vedigere bakurê Kurdistanê, li Elemînê dimîne û bi  rêya Mihemed Pîro Çelkî dizane ku çekdarên PKKê ew şeş kadiroyên PDKê radestî rijêma Îraqê kirine, lê rijêma Îraqê careka din wan kadiroyan radestî PKKê dike  û  li gor rêkeftinekê di navbera Îraq û PKKê da, çekdarên PKKê wan  şeş Pêşmerge û kadiroyên PDKê şehîd dike.

Xalid Çelkî, piştî serheldanê, careka din digel Ehmed Çelkî dibe Pêşmerge û heta sala 1997ê digel wî dimîne, paşî li Kanîmasê, li Ljina Nawçeya Peyman dibe kadiro.  Li sala 2003ê pişkdariyê di şerê azadiya Îraqê da dike.

Xalid Çelkî, piştî xebateka dirêj, birîndarbûn, zîndaniyê her du rijêmên Tirkiyê û Îraqê, pişitî serederyeka hovane û îşkencedanê, bi pila kadir hatiye teqawîd/xanenşînikirin û heta nuha jî weke kadiro li Lijna Nawçeya Peyman li ser xebata xwe berdewame.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى