Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê, di berdewamiya bizav û çalakiyên xwe yên tomarkirin û arşîvkirina dîroka şoreşê da, li roja 27.08.2022ê dibe mêvanê Pêşmerge û têkoşerê dêrîn, Mûsa Kêsteyî, û hevdîtineka dirêj ya vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebat û têkoşîna wî tomar dike û jinavçûnê diparêze.
Mûsa Emîn Mûsa, yê nasiyar bi Mûsa Kêsteyî, li sala 1957ê li gundê Kêste yê ser bi devera Kanîmasê ve hatiye ser dinyayê. Li gundên Kêste û Hirorê xwandina xwe ya destpêkê û navcî timam dike û li sala 1974ê ezmûnên wîzarî (Îmtîhana lîseyê) dide, di îmtîhana lîseyê serikeve û pila pêncemîn li ser astê parêzgayên Kurdistanê bi dest dixe.
Piştî şikestina şoreşa Îlonê, rijêma Îraqê saleka xwandinê (ew sala di nav şoreşê da xwendî) ji bo xwendekarên nav şoreşê hisab nake. Mûsa Kêsteyî jî neçar dibe ku, careka din ezmûnên wezarî encam bide, lê ew dîsa ji yekmînên Kurdistanê dibe.
Her li sala 1976ê ew bo leşkerya neçarî tê vexwastin, di heman salê da yekemîn belavoka Serokatiya Katî (Qiyada Miweqet) ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)ê bi navê (Kurdistan alsahe alheqîqiye lîlnîzal) aniku; Kurdistan qada rasteqîne ya xebatê ye, ji layê bavê wî, ku li gundî wê demê berpirsê rêkxistina nihênî ya PDKê ye, digehîte destê wî.
Mûsa Kêsteyî li 06.09.1976ê peywendiyê bi şoreşa Gulanê dike û digehe mefrezeya Mistefa Mizûrî, piştî hîngê diçe Komate û xwe vedguhêze digel mefrezeya her du şehîdan Mirad Kêsteyî û Mistefa Kêsteyî.
Mûsa Kêsteyî li sala 1977ê yekem gera xwe ya pêşmergatiyê digel Cehwer Namiq û milazim Elî û hijmareka Pêşmerge û fermandarên leşkerî bo devera çiyayê Metîna dest pê dike û yekemîn çalakiya xwe ya leşkerî jî digel hevalên xwe li nêzîk gundê Babîrê li dijî leşkerê rijêmê encam dide. Piştî hîngê digel hevalên xwe li devera Berê Gare û Zêbarê dirêjiyê bi gera xwe dide.
Li sala 1978ê careka din digel Cehwer Namiq û hêzeka pêşmergeyî gereka din ya çar mehî dibe devera Duhokê û wê carê jî ew hijmareka çalakiyên rêkxistinî û leşkerî encam didin.
dîsan li sala 1979ê digel Cehwer Namiq diçe Herk û Bêdava û paşî diçin baregehê Samî Ebdulrehman li Gustey û piştî hîngê ji bo pişkdarîkirinê di kongireyê 9ê yê PDKê da pêkve diçin rojhelatê Kurdistanê.
Piştî kongireyrê vedigere Komate û dirêjiyê bi xebata xwe ya pêşmergatiyê dide.
Li meha 8 sala 1980ê Mûsa digel mefrezeya Mirad Kêsteyî û Mistefa Kêsteyî çalakiyeka leşkerî di navbera Qediş û Înîşkê da encam didin. di wê çalakiyê da ew êrîşî du sengerên dijminî dikin û ziyanên mezin digehînin hêzên dijminî. Daku karîgerya topbarana dijminî li ser wan ya kêm be, Mûsa pêşniyar dike ku pitir xwe nêzîkî dijminî bikin, lê hevalên wî baştir dibînin ku xwe dûrî cihên li jêr kontirola dijminî bikin û biriyarê didin ku xwe ji senger û baregehên dijminî dûrbixin, lewra li demê xwevekêşanê hêzên dijminî bişêweyekî dijwar wan topbaran dikin û di vê demê da topek bi nav koma pêşmergeyi dikeve û di encanada fermandarê mefrezeya wan Mirad Kêsteyî û cîgrê wî Mistefa Kêsteyî şehîd dibin û hevalê wan Mûsa Ebdula jî birîndar dibe.
Ew piştî hîngê neçar dibin biçin zozanên gundê Şêlaza li serê çiyayê Metîna û daxwaza harîkariyê bikin. Du hevwelatiyên xelkê gundê Mayê dewarekî digel xwe dibin û diçin harîkariya wan, mefrezeya Hemdî Begê jî di hewara wan diçe. Mûsa Kêsteyî û hevalên xwe, şehîd û birîndarên xwe dibin gundê şêllaza û her du şehîdan li goristana gundê Şêlaza bi axê dispêrin. Lê ji bona şopa wan li ber dijminî winda bikin û dijmin bi gorên şehîdan nezane, kêliya ji bo gora şehîdn nadanin û gorên wan digel axê rast çêdikin.
Piştî vê çalakiyê û ji bo tolehildana xwîna hevalên xwe yên şehîd, di nava sê meha da, ew û hevalên xwe, 9 çalakiyên leşkerî li dijî senger û baregehên leşkerî yên rijêmê encam didin.
Di wan çalakiyan da dijmin ziyanên mezin dixwe û fermandarên hêzên rijêmê neçar dibin hewara xwe bigehînin moxtarên gundan û bi rêya wan daxwazê ji hêzên pêşmergeyî bikin ku çalakiyên xwe li dijî leşkerê rjêmê rawestînin.
Mûsa Kêsteyî li sala 1981ê sengerê xebatê diguhere, ew ji nav PDKê diçe û digehe Partiya Gel a Demokrata Kurdistanê (Partiya Gel) û di nav wê patiyê da berdewamiyê bi xebat û çalakiyê xwe dide. Kêsteyî diçe Suriyê û ji wir jî digel hevalên xwe yên Partiya Gel diçe Awisturyayê û li Vîyanayê, paytextê Awisturyayê, pişkdariyê di kongireyê damezrandina Partiya Gel da dike.
Mûsa Kêsteyî, piştî kongireyê, vedigere Suriyê û paşî digel hêzeka pêşmerge yên Partiya Gel, li havîna sala 1982ê diçe başûrê Kurdistanê û li Senatê li devera Zaxoyê nêzîk sînorê bakur û başûrê Kurdistanê, baregehê xwe avadikin. Li devera Behdînan PDK desethilatdar e, lê ew hêza Partiya Gel bêy hemahengî û rêkeftin digel PDKê li wê deverê bi cî dibe, lewra hêzên PDKê diçin ser wan, derdûra wan digirin û wan dûrpêç dikin pevçûnek biçûk di nevbera wan da çêdibe û hêzên Partiya Gel ji wir derdikevin û bijale dibin. Piştî vê arîşê û belavbûna hêzên Partiya Gel, Mûsa Kêsteyî digel hevalekê xwe, bi armanca encamdana karê rêkxistinê, ber bi nav kûratiya deverên azad yên Kurdistanê ve diçe û piştî demekê careka din ji bo Suriyê vedigere. Êdî Mûsa Kêsteyî ji bo encamdana karên rêkxistinê çend carên din jî hatin û çûnê di navbera Kurdistanê û Suriyê da dike.
Li dawiya meha nîsana sala 1983ê, ew û Xerîb Bamerinî (Ezet) ji Suriyê diçin nav axa başûrê kurdistanê û ew hewldiden ku li devera Sihêla li ava Dîcle derbas bibin û bikevin di nav axa başûrê Kurdistanê da. Divê ew bi şev û di nav senger û çeperên rijêma Îraqê ra derbas bibin. Dema bi şevê ew hewil didin ji Dîcle derbasî aliyê din dibin, dijmin hest bi livînên wan dike û ji hemû aliyan ve wan gulebaran dike, di encam da Mûsa Kêsteyî bi giranê ji lingê xwe birîndar dibe. Ew bi tenê 300 metroyan ji sengerên dijminî dûr in, hindî birîna wî germe ew diçe, lê piştî birîna wî sar dibe û gelek xwîna wî dirije, êdî ew ji hêz û şengeha dikeve. Mûsa neçar dibe ku, hevalê xwe bihinêre aliyê Suriyê daku harîkariyê ji ra bîne û ew bi xwe jî bi birîndarî bi tenê li çolî dimîne. Ew cîyê ku Mûsa bi birîndarî û bi tenê lê maye, derdûra wî hemû hêzên dijmin in û cîyekê gelek bi metirsî ye, çunikî nêzîkî segoşerya surî-îraq û tirkiyê ye. Ew bi birîndarî, bê derman, bê av û nan li wî çolî û di nav metirsiyeka mezin da bi tenê dimîne.
Xerîb ê hevalê wî rêya 4 seatan bi piya diçe, xwe digehîne Dêrkê li aliyê rojavayê Kurdistanê û harîkariyê ji bo Mûsa Kêsteyî dibe û hevalê xwe yê birîndar, Mûsa Kêsteyî, ji metirsiya mirinê rizgar dike. Xerîb wî dibe xestexanê li Qamişlo. Dixtor, li xestexaneyê, nîşitergeriyekê bo lingê Mûsa encamdidin, du mehan bi gopal bi rêve diçe. Birîna Mûsa sax dibe û ew dibe berpirsiyarê baregehê Partiya Gel li Qamşilo.
Li sala 1986ê ew û pismamê xwe, Yasîn Ezîz, ji Suriyê derbasî başûrê Kurdistanê dibin û diçin deverên rizgarkriyên Kurdistanê û weke kesek bêretef jiyana xwe derbas dike.
Li sala 1987ê PDK û Partiya Gel rêkdikevin û êdî Partiya Gel dikare bi awayekî fermî baregehên xwe li devera Behdînan veke, careka din Mûsa Kêsteyî peywendiyê bi Partiya Gel dike û ew baregehê Komîteya Amêdiyê yê Partiya Gel li Geliyê Bazê li çiyayê Metîna vedike û Mûsa dibe berpirsê rêkxistinên Partiya Gel li deverên Amêdî, Zaxo û Duhokê.
Piştî hîngê ew wek hêzên Partiya Gel hijmareka çalakiyên leşkerî li dijî hêzên dijminî li deverê encam didin ku, hindek ji wan çalakiyan ew bi tenê weke hêzên Partiya Gel dikin û hindek çalakiyan jî bi hevpişkî digel pêşmerge yên PDKê dikin, ev li jêr hindek ji wan çalakiyan:
-
Kemîna Deşta Xêratê li ser rêya Bêgova-Kanîmasê, bi hemahengî digel hêzên PDKê.
-
Çalakiya çandina TNT di navbera Gundê Ormanê û Kanîmasê da, li hember hêzên dijminî.
-
Encamdana 5-6 çalakiyan li devera Zaxoyê
-
Encamdana hijmareka çalakiyan li her du deverên Mangêşkê û Bamerinê.