Ez destxweşiyeka bê payan û bê sînor li nivîserê kitêba (Sêguşa Mirinê) kak Nayîf Îsmaîl Bîgdawdî dikim ku, bi rastî şakar û berhemek zêde berketî û pirî zaniyarî (gelek ji wan zaniyariyan ji bo cara yekêye belav dibin) li ber destê xwandevanî danaye.
Bi vê çendê hevalê nivîser gelek alî û layên veşartî ji dîroka şoreşê qortal û rizgar kirine û parastine; lew ew ji hejî her spasî û destxoşiyekê ye.
Hevalê nivîser mirovek rastgo û xwedan wijdan û heqbêje, mafê herkesekî pê daye û hûr û girên wî dîtîn tomar kirîne, nivîsîne û parastîne!
Ji mêje were her min digot û min çendcarkan nivîsî jî ku divê dîroka şoreşê ji hemî aliyan ve bihête tomar kirin û nivîsîn; wek xebata çekdarî, Bergrî Millî , birînpêçî, harîkarî û gund û nandehî û w …. iha ji ber vê yekê jî ez dibêjim ku, kekê nivîser ev axftine hemî bi cih anîne, armanca hingaftî û hîç layenekê jiyanê li nav şoreşê nehêlaye mafxwarî û bêxwedan!
Tu lê binêre di van (450) berperan da wî çi hinêr kiriye û çend zehmetkêşaye û çi qencî kiriy heta ku ev gencîna zaniyariyan danaye ber dest:
Pitrî (250) feruzan, Pêşmerge û xelkek wek zaniyarî (bûn; gund, dever, xwandin, çalakî, şer û xebat, şehîdbûn û….) hemî li ber dest danane û ev kesane dane niyasîn! Eve bi xwe deryayeka karî ye û kêm kes hene vê eziyetê bikêşin û rolê xelkekî, ji bilî rolê xwe, tomar bikin!
Pitirî (50) qehremanên dî kirîne serebabet û rolê wan di şoreşê da diyar kiriye û helsengandiye! Erê eve ji bilî dilsojiyê û nefspaqjiya nivîserî çi dî digehîne û diyar dike?
Bi sedan gund û dever dane niyasîn û bo herkesê cugrafînas û mêjûvîn wek pariyekê bi sanahî li ber singê wan danaye û hemî pêzanîn jî li ber dest danane.
Rolê karmendên tendrustî û Bergrî Mîllî û mirovên harîkar û pişitevan ji bo şoreşê û rolê deyîk û xwîşkên me bo amadekirina xwarinê, barapitir bi navûnîşan diyar kirîne û bê xemî û xemsarî di derheqê hîç kesekî da nekirîye û nehemîgava xwe kêşaye meydanê û xwe kiribite qehreman, nexêr, wek şahidek û dîdevanek di wan rojan da tişitê tomar kirî bi emanet û bi belge li ber dest danaye!
Dîsan ji karên herî giring û pirbiha paşbendek a wênayan belav kiriye û li ber dest danaye….
Lê hinêra herî mezin ez pêdaxbar û daxwazê dikim herkesê kitêb heyî bila çuna pêşmergeyî û vegera wan ji Suriyê bixwîne; da bizane dastana Gilgamiş û Enikîdo gurî pêlava wan her (75) qehremana li çûnê û wan (55) fîdakaran li vegerê bibin!
çûna (75) qehremana ji Komateyî bo Suriyê û lêdana sînorê Tirkiyê û wê metirsiyê bi şev û nîvşevan û careka dî derbazbûn ji Dicleyî û li ber rehma Cendurman û gehişitina bo Suriyê, eve hemî bi dev û nivîsîn û xwandin geleka xweş û bi sanahiye; lê wek kiriyar em nabêjîn zehmete lê em dibêjîn di xewnê jî da bi hindek kesan ve nahê!
Dîsan vegera van qehremana li çilê zivistanê bi kelekê ji Dicleyî derbazbûne cihê vê gavê xala Sêmalka li vî aliyê me û di bin pêt Supayê Îraqê yê hîngê! Li wê nîvşevê û bi bêdengî berav û berav ber bi bakurî ve çûne li wî cihê Xabûr digehe ser Dicleyî û li Xabûrî derbazbûne (bi cilik ve û barekê tişita û çekî li çilê zivstanê) çûne milê dî di bin pêt Cendurman ra! Yên ketîne besta bera li navbera du şehimarên avê û sê sînorên dewlî! Careka dî jêheleçûne û li Xabûrî derbazbûne ve! Li tenşit xala gumirka Birahîm Xelîl li Rojava, berê spêdê hêşita tarî sîme biriye û gehişitîne ser cada serekî û hilbûne çîyayî û dinya zelal bûye!
Bi yek şev tu li sînorê sê dewletan bidî û du cara bi cilik ve li Xabûrî bidî û li çilê zivstanê ! Erê heke eve di fliman jî da hebe kî dê bawer bike! Belê eve ew qehremanin û pitirya wan disaxin û li vê Dohukê dijîn û navê hemiyan di vê kitêba Sêguşa Mirinê da hatiye tomar kirin! Erê ma eve ne jj hejî her rêzgirtinekê û qedrgirtinekê ye? Ma ne ji hejî peyker û pîrozîyane? Ma ne ji hejî hindê ne ku film li ser bên çêkirin? Ma ne ji hejî hindê ne evroke li wî cihî peykerek bo bihête danan? Lê dibêjim me heyf û mxabin!!!
سهنتهرێ کۆماته
یێ دێکومهنت کرنا دیرووکا شۆڕشێ
کار و ئهرکێ سهنتهرێ کۆماته دێکۆمێنت کرن و پاراستنا دیرووکا شوڕشێ یه ژ مرن و ژناڤچوونێ.
ڤی سهنتهری ب ستافهکێ بچووک و شیانێن ساده، لێ ب ڤیان و باوهریهکا مهزن، وهک پێنگاڤا خوه یا کاری یا ئێکێ، دهست ب کۆمکرن، دێکۆمنێت کرن و تۆمارکرنا دیرووکا خهبات و شۆڕشا کوردستانێ کریه.