Necîb Hecî Hesen Şêlazî
Senterê Komate yê dekometkirina dîroka şoreşê di berdewamiya dîdar û hevdîtinên xwe da li roja 11.08.2022ê digel Pêşmerge û têkoşerê dêrîn Necîb Şêlazî hevdîtineka dirêj ya vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebat û berxwedana wî tomar û arşîv dike û jinavçûnê diparêze.
Necîb Hecî Hesen Şêlazî yê nasiyar bi Necîb Şêlazî li sala 1952ê li gundê Şêlaza yê ser bi devera Kanîmasê ve ji malbateka şoreşger û nandeh hatiye ser dinyayê.
Di destpêka şoreşa Îlonê da, hijmarek ji kesûkar û gundiyên wî ku, jimara wan nêzîkî 30 kesan dibe, dibin Pêşmerge . Gundê wî jî çendîn cara ji encamê bombebarakirina firokeyên dijminî ve tê şewitandin û kavlkirin, loma jî Necîb Şêlazî her zû hest bi êş û janên miletê xwe û stem û zordariya dijminî dike û ew û Xaziyê kurrxaletê xwe di sala 1974ê, berî şer dest pê bike, diçin devera Balekayetî û li wir dibin Pêşmerge. Ew pitir ji salekê li Bêtwate, Zînetîrê û li Benîherîrê dimîne û pişkdariyê di çendîn şeran da dike.
Piştî hîngê destûrê ji berpirsê xwe werdigire ku vegere seredana mala xwe, lê ew 12 rojan bi rêve dimîne û li Çomanê rastî bombebarana firokeyên dijminî dibe û moşekek gelek nêzkî wî dikeve. Hêzên Bergriya Esmanî yên Pêşmerge firokeya şer ya dijminî têkdişkînin, dikeve xwarê û firokevan/pîlot yê bi navê Haşim Qedo jî tê kuşitin.
Necîb Şêlazî, piştî şikestina şorşê û li ser daxwaza kak Îdrîs yê canemerg, penaberî Îranê dibe û ew jî dibe yek ji wan 13 000 zigurd yên kurd ku rijêma Îranê li kampa Kirmanşah bi cî dike. Piştî 6 mehan li kompa Kirmanşah derbaz dike, ew bo kampa Cehrom li başûrê Îranê tê veguhaztin. 8-9 mehan li Cehrom dimîne, paşî bo bajêrê Buşehir tê veguhaztin. Berî Necîb Şêlazî ji bo wir bê hinartin hijmareka xêzanên Barizaniyan li heman bajêr hatibûn bi cî kirin. Buşehir germtirîn dever e li Îranê ye û ji encamê wê germê gelek zarokan canê xwe ji dest da.
Necîb Şêlazî li Buşehir pitir ji salekê li kompaniyayeka almanî kar dike, lê dest ji doza miletê xwe berinade û digel şehîd Zoran berdewamiyê bi kar û xebata xwe dide.
Piştî karê Necîb Şêlazî li kompaniyaya almanî namîne, rijêma Îranê zêde guvaştinê ser wan dike û gefa radestkirina îraqê li wan dike.
Necîb û hevaêlên xwe êdî nikarin xwe li ber guvaşitin û gefên rijêma Îranê bigirin, loma ew û Tahir Zêweyî, Qadir Tûlerî, Ebdulstar Zêweyî, Reşîd Xilbîşî û hijmareka din ya hevalan li tîrmeha sala 1977ê bi hev ra biriyarê didin ku bo Kurdistanê vegerin û dest bi xebata pêşmergatiyê bikin. Ew û hevalên xwe li bajêrrê Urmiyê li Rojhelatê Kurdistanê diçin mala Hemîd Berwarî. Ew hewil didin nameyekê ji Îdrîs Barzanî bo Serokatiya Katî werbigirin û vegerin Başûrê Kurdistanê. Lê ji ber ku pêşwext kesekê bi navê Qadir Gerberaskî nameyek ji kak Îdrîs wergrtibû û xwe radestî rijêma Îraqê kiribû û ew name gehiştibû destê Sedam Hisên ê diktator. Rijêma Îraqê jî Îranê bi vê çendê agadar dike. Êdî guvaşitinên rijêma Îranê li ser serokatiya PDKê û bi taybetî li ser kak Îdrîsî Barzanî zêdetir dibin, loma ew nikare êdî tu nameyan bide wan, lê ew bi devkî rêyê nîşanî wan dide ka dê çewa herin û peywendiyê bi kê kin.
Ew bi qeçaxî derbasî nav axa Bakurê Kurdistanê dibin û xwe digehînin devera Culemêrgê û Necîb Şêlazî û Qadir Tûlerî li gor raspardên kak Îdrîs Barizanî diçin gundê Melêsê û paşî jî xwe digehînin gundê Dwîlê û li wir Ehmed Şaneyî dibînin. Di vê demê da Hemdî Begê pismamê wî jî peywendiyê bi rêzên şoreşê dike.
Ehmed Şane wan rê dike gundê Arûşê, lê ji ber ku tu belgename bi wan ra nînin ku îspar bikin ku ew PDKyîne, Hecî Nayîf, mezinê gundêArûşê, wan desteser dike. Piştî hîngê bi harîkariya Ehmed Şane tên serbest kirin. Piştî vê bi sê rojan careka din li Zozanên Arûşê tên girtin ve, lê dîsa jî bi rêya Ehmed Şane tên azadkirin. Paşî hevalên PDKê wan rê dikin gundê Zawîte yê Bakurê Kurdistanê. Piştî hîngê bi sê mehan milazim Elî, Fuad Mîranî û Hemdî Beg baregehekî li Pira Bilbil li ser rûbarê Zê li rojavayê Gundê Bêtkar vedikin. Necîb jî li wir dibe cîgirê Hemdî Begê û bi seredan diçe gundê xwe Şêlaza, piştî sê salan Necîb cara yekê bi dîtina dayîk û bavê xwe şad dibe. Paşî Hemdî Beg jî mala xwe dibe gundê Minyaniş yê Bakurê Kurdistanê.
Necîb Şêlazî diçe digel milazim Elî û dibe zêrevnê wî yê taybet. Heta hîngê ew yê bê çek bû, lê ew klaşnîkofekê ji Seyd Ehmedê Minyanşî bi emanet werdigire û ew çek sê salan bi wî ra dimîne.
Necîb Şêlazî digel milazim Elî diçe Çelê li mala Macid Begê dibe mêvan. Digel milazim Elî derdikevin gerê û di wê gerê da li gundê Pinyaniş û li gelek gundên din yên bakur, milazim Elî semînaran pêşkeşî xelkê wan gundan dike. Piştî vê gerê bi du mehan, digel milazim Elî diçe gundê Bêrewlê li devera çelê û baregehekî li wir vedikin.
Di sala 1978ê da digel milazim Elî, Cehwer Namq, Hejar kurd (Siyamend Bena) diçe baregehê Herêma Du li Herk û Bêdava. Serokatiya Katî, li wê deverê bo cara yekê li şoreşa Gulanê, Êzgê Dengê Kurdistanê dadimezirîne.
Necîb Şêlazî, piştî pitir ji sê mehan li Herk û Bêdava dimîne, îcazê werdigire û diçe seredana mala xwe.
Necîb ji bênvedana xwe vedigere ser xebata xwe û digel milazim Elî dest bi gerekê dikin bo deverên Berwarî, Nihêlê û Berê Gare. Necîb di vê gerê da, bi sacor, narincûk, meterê avê û çantka wî bi nav milên wî ve ye, ptir ji 7 mehan dimîne û pişkdariyê di çendîn çalakiyan da dike wekî: Çalakiya lêdana baregehên dijminî li Sersinikê, lêdana çeperê herdu gundên Ormanê û Guherizê û çalakiya devera Mirêba li gundê Berkçkê ku, mixabin, Pêşmerg yê qehreman Hemîd Hefzula di wê çalakiyê da şehîd dibe.
Necîb Şêlazî di sala 1979ê da pişkdariyê di bersîngirtina pêşvehatina hêzên rijêmê bo ser Geliyê Reşava dike.
Di sala 1980ê da rêkxirawên Pêşmerge tên damezirandin, Necîb diçe digel rêkxirawa şehîd Enwer Mayî ku, berprsê wê şehîd Şeban Xefar e.
Necîb digel şehîd Şeban û şehîd Hemdî Begê diçe Rojhelatê Kurdistanê ji bo înana çek û cebilxane û ew 32 barên çekî ku 4 doşke bûn, 2 topên 82 mlm û hijmareka topên 60 mlm. Ew vî çekî bi qeçaxî bi tirumbêla di rêya Kurdistana Bakur ra tînin û çendîn caran dikevin bosên leşkerê tirk, lê ew xwe ji wan bosan xilas dikin û bi silametî digehin baregehê Liqê Yek li Komate, geheşitina vî çekî jî dibe ciyê dilixweşiya Pêşmerge û berpirsên Liqê Yek.
Di sala 1980ê da Necîb Şêlazî digel hêzeka mezin ya Pêşmerge û hijmareka fermandarên leşkerî bi serperiştiya diktor Cergîs gerekê bo devera Berwariya dibin û çalakiyeka leşkerî li gundê Tirwaniş encam didin ku di encamê da çeperê dijimî digirin û çend çeperên baregehê fewcê jî topbaran dikin, di vê çalakiyê da hijmareka mezin ji çek û teqemeniyê weke destkeft radikin.
Her di vê gerê da, li Kaniya Bestê nêzîkî gundê Xirabe rastî êrîşeka firokeyên rijêmê tên û di encam da pêşmerge yê bi navê Ebdulezîz Urmanî şehîd dibe û yek jî birîndar dibe.
Di berdewamiya vê gera xwe ya bo deverên Berêgare, Berwarî jêrî, Mizûrî û Zêbarê da hijmareka çalakiyan encam didin wekî: Jiçekkirina çekhilgrên rijêmê li hindek gundên wê deverê, şerê Bêboziyê, şerê Şkeftê ku di wê çalakiyê da Hemdî Beg birîndar dibe û Şukir Şêlazî jî şehîd dibe.
Di sala 1983ê da, Necîb Şêlazî digel hijmareka Pêşmerge careka din digel Hemdî Begê ji bona înana çekî rêya Deşta Berazgirê digirin û, piştî çendîn rojan bi piyan diçin, li Ketîne 15 barên çekî werdigirin û ji bo Liqê Yek tînin.
Di heman salê da, ew pişkdariyê di çalakiya Şoş û Şermina da dike ku di wê çalakiyê da, 29.03.1983ê, berpirsê rêkxirawa wan, pêşmergê qehreman Şeban Xefar şehîd dibe.
Piştî şehîdbûna Şeban Xefar rêkxirawa wan dibe du rêkxiraw; Rêkxirawa şehîd Enwer Mayî ku şehîd Elî Îsifkî dibe berpirsê wê û Rêkxirawa şehîd Şeban Xefar ku şehîd Hemdî Beg dibe berpirsê wê. Wê demê Necîb jî dibe endamê rêkxirawa şehîd Şeban Xefar.
Necîb Şêlazî digel rêkxirawa xwe ya nû jî pişkdariyê di gelek çalakiyên dijî rijêmê da dike mîna; lêdana çeperê Mêrga Helefiyê li hindavî Aşewa û Sersinikê ku, mxabin, di wê çalakiyê da her çar hevalên wî: Salih Asihî, Ferîq Tûlerî, Mihmed Tahir Tirwanişî û Ehmed Bêdihî şehîd dibin û 9 heval jî birîndar dibin. Di sala 1987ê da, ew pişkdariyê di dastana Sotkî da dike.
Li Enfalên sala 1988ê, Necîb Şêlazî digel dayîk û bav, du bira, xêzan û zarokan ve penaberî Tirkiyeyê dibin. Destpêkê ew diçin gundê Aşîtê, li wir desthiltdarên Tirkiyeyê teamuleka gelek xirab bi wan ra dikin û Tirkye hewil dide, bi her awayî be, wan teslîmî rijêma Bexdayê bike. Lê xelkê wir dest bi xwepêşandanan dike û endamê Parlemantoya Tirkiyeyê yê bi navê Cimhur Kesîn ku, kurdekî ji devera Culemêrgê ye, gelek mihawilan dike ku Tirkye wan kurdên ji başûr hatine, teslîmî rijêma Îraqê neke. Rijêma Tirkiyeyê wan li kampa Mêrdînî bi cî dike. Ew di wê kampê da, di bin çadran da, jiyaneke gelek nexweş û dijwar derbas dikin. Di nava kampê da sermayeka zêde dijwar e, gelek cara av nîne, xwarin gelek kêm e, di ser hindê ra jî Mîta tirkî û mixabirata Îraqê bi hev ra jehirê têxin nav nanê her sê kampan; Mêrdîn, Amed û Muşê û bi hezaran xelk bi wê jehrê nexweş dikevin. Du zarokên wî digel pitir ji 1000 kesên din bi jehirê nexweş dikevin. Du keçxalên wî jî her li kampa Mêrdînê ji birsa dimirin.
Necîb Şêlazî di vê hevpeyvînê da amajê bi rolê her du dixtorên şoreşê; Dr. Hesen û Dr. Kemal dike û dibêje: “Wan li kampa Mêrdînê gelek harîkariya xelkî kir û gelek xelk ji mirinê rizgar kir”.
Tevî rewişa zehmet û dijwar ya di nav kampê da, lê xelkê di nav kampê da jiyana xwe organîze dikn, komîteyên birêvebirin û îdarekirina kampê avadikin û dibistanan ji bo zarokên xwe vedikin.
Di sala 1989ê da, Necîb Şêlazî digel 20 xêzanên din ji Kampa Mêrdînê penaberî Îranê dibin. Destpêkê li bajêrkê Nexede bi cî dibin, paşî wan dibin bajêrê Kirmanşah û piştî hîngê jî dibin Senhol. Ji ber ku Necîb bi zimanê farsî dizane ew li kampê karê wergêriyê/tercumaniyê dike, herwesa, karê dartaşiyê û kulana rezan jî dike.
Piştî serheldanê, sala 1991ê, di deriyê Başmax ra vedigere Kurdistanê. Destpêkê li Zaxoyê bi cî dibe, piştî hîngê diçe Bêgova. Li destpêkê Rêkxirawên Xêrxwazî destê harîkariyê ji bo wan dirêj dikin, lê piştî hîngê ji bo dabînikirina jîn û jiyara mal û zarokên xwe, ew dest bi bazirganiya navbera sînoran da dike.
Di sala 2000ê peywendiyê bi seyd Nayf Çelkî dike û li serê Amêdiyê û Bamerrinê dibe Pêşmerge. Piştî hîngê bo Sikrînê tê veguhaztin û dibe berpirsê depoya çekî.
Piştî hîngê bo Supayê 5 tê veguhaztin, lê wî ji kadriyê û berpirsiyariya depoya çekî dûr dikine û ew dibe “neferekî asayî”, her çende hewlên cidî dide ku li Fermanda Duhokê bê wergrtin, lê kes çi ji bo wî nake. Piştî hîngê bi harîkariya Zeîm Elî bi pileya milazim tê xanenşîn dibe û ew nuh li Duhokê dijît.