Senterê Komate yê dekometkirina dîroka şoreşê di berdewamiya dîdar û hevdîtinên xwe da li roja 08.08.2022ê li Bendava Dihokê dibe mêvanê Pêşmergê yê dêrîn, zîndaniyê siyasî û mamostayê ayînî Mela Nezîr (Babiko) û hevdîtineka dirêj ya vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebat û berxwedana wî tomar û arşîv dike û jinavçûnê diparêze.
Mela Nezîr Îsmaîl Abdula yê beriniyas bi (Babiko) li sala 1954ê li gundê Zivingê yê girêdayî Kerboranê ser bi şaredariya Midiyatê li wîlayeta Mardînê li bakurê Kurdistanê hatiye ser dinyayê.
Li sala 1964ê li ber destê Mela Îsiv dest bi xwendina olî dike, Nubihar û Eqîda Îmanê ya feylesofê mezin yê kurd Ehmedê Xanî û herwesa Fetih Elqerîb jî dixwîne. Li Cizîra Botan li ber destê Mela Ebdulrehmanê Xendekî dixwîne û peyiva “Babiko” ji seydayê xwe Mela Ebdulrehmanî werdigire û heta nuha dikeve ser zarê wî û êdî Mela Nezîr bixwe jî bi navê Babiko tê naskirin.
Eşiq û viyana Babiko ya ji bo Pêşmerge û şoreşê wî teşwîq dike ku di jiyê 14 saliyê da destûrê ji bavê xwe bixwaze û li meha tebaxa sala 1968ê diçe başûrê Kurdistanê. Babiko destpêkê diçe bajarê Zaxoyê û diçe mala Îsmaîlê Navişkî û li ber destê wî bi fermî dibe Feqî.
Hez û viyana wî ya ji bo Pêşmerge û şoreşê ya bê sînor bû,
loma di meha 11/1968ê bi rêya Mela Qasmê Koçer dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), lê Babiko li vir jî nasekine, ew û Mistefa Mela Elî Hîlalî diçin Batîfa û li wir Mela Ehmedê Şernexî dibînin. Pişitî hîngê, Babiko, heyamekî li gundê Kerbilê dibe Mela. Babiko digel Mela Yasînê Goyî diçe gundê Milhimbanê. Di vê demê da, Mela Yasîn diçe seradana kesûkarên xwe li devera Goyiyan û Babiko û Hesen Dêreşî bê mamosta dimînin. Babiko li şûna seydayê xwe dibe melayê gund û gotarên nimêja înê jî pêşkeş dike .
Mela Yasîn ji seradana kesûkarên xwe li devera Goyîyan vedigere gundê xwe û Babiko di sala 1969ê da diçe bajarê Duhokê. Seydayê Mihemed Şerîf Doskê wî rê dike Daka Êzdiya li devera Mizûriyan, pişitî heyamekî li wir melatiyê dike û vedigere Duhokê û diçe mizgefta Hecî Mistefa.
Piştî rêkeftina 11ê Adarê sala 1970ê, tevî ku ew endamê PDKê ye jî, lê di heman demê da ew dibe endamê Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê jî. Wek li jor hatiye diyarkirin, Babiko ji bakurê Kurdistanê ye û ew ne hevwelatiyê Îraqê ye û nasnameya wî ya Îraqê tuneye, vê yekê jî gelek asteng û serêşî ji wî ra detdixstin holê.
Rojekê Silêman Hacî Silêman wî li mizgeftê dibîne û Babiko çîroka xwe ji wî ra vedigêre, êdî Silêman Hacî dizane ku Babiko kesekê bi tinêye û bêxwedî ye, wî digel xwe dibe mal li taxê Beroşkê û wî bi dê û bavê xwe dide naskirin,
Hacî, bavê Silêmanê, bi çavê dilovaniyê li Babiko dinêre, wî weke kurê malê werdigire, wî li daîreya nifusa Îraqî wek kurê xwe û li ser navê xwe tomar dike. Êdî navê Babiko li nifusa Îraqê, li başûrê Kurdistanaû bi fermî Nezîr Hacî Silêman e û li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî Nezîr Îsmaîl Ebdula ye.
Babiko li ber destê şêx Ubeydê Beroşkî li mizgefta Hecî Mistefa berdewamiyê bi xwandina xwe ya ayînî dide.
Piştî rêkeftina 11ê Adarê, Hacî Silêman wî ji bo timamkirina xwandinê digel seydayê Mihemed Şerîf Banesorî rê dike bajêrê Feluce (naverasta Îraqê) û dibe şagirdê xwandingeha Şêx Ebdulezîzê Samerayî. Babiko bi zimanê erebî nizane, lê mela Sadiqê Mizûrî Jorî li wî xwedî derdikeve û digel wî di odeyekê da dijîn. Piştî hîngê mela Sadiq diçe mizgefta Şêx Ebdulqadrê Geylanî li Bexdayê. Babiko piştî 7–8 mehan destûrê werdigre û vedigere Duhokê.
Babiko, ji ber ku endamê Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê ye, kurdînî hertim di dilê wî da dikele. Ew li Duhokê Lezgîn Sindorî dibîne ku, wî wextî Lezgîn berpirsê Komîteya Navçeya Duhokê ya PDKê bû, ew ji Lezgînî ra behsa xwe dike û jê ra dibêje ku ew li Feloceyê xwedekar e. Lezgîn jî, ji bo seydayê Salih Yusvî, ku wî wextî li ser pişka kurdan li Bexdayê di hikûmeta Îraqê da wezîr bû, nameyekê pê ra dişîne. Seydayê Salih Yusvî, li ser daxwaza Lezgîn Sindorî, Babiko dibîne û jê ra dibêje ku, mala Se’dî Bircînî jî li
Feloceyê ye û daxwazê jê dike ku hev bibîn. Li Feloceyê, Babiko, hemû rojên înê Se’dî Bircînî dibîne. Babiko careka din diçe cem seydayê Salih Yusvî. Îstîxbarata rijêma Îraqê çavdêriya hatinûçûyîn, tevger û çalakiyên wî dike û Babiko di meha 12/1970ê bi tawana “sîxurriyê bo Mela Mistefa Barzanî” ji aliyê îstxbarata Îraqê ve tê girtin û ji bo dadgeha Rumadî tê hinartin. Dadwer dizane ku Babiko yê bêgunehe û dixwaze wî azad bike, lê dadwer jî ji ber îstxbaratê newêre, loma wî desteser dike. Piştî hîngê wî dibin Asayîşa Gişitî (Emin Alam) li Bexdayê.
Babiko dibêĵe ku 6 kes ji axa û mezinên Zêbariyan di wê zîndanê da desteser bûn ku, ew bi tawana hewla terorkirina kak Îdrîs Barzanî hatibûn girtin, li Bexdayê wan avêtibû ser erebeya Îdrîs Barzanî û di wê kiryarê da Hemîd Berwarî bi giranî birîndar kiribû.
Pişitî çend rojên di zîndanê da, wî dibin di odeyeka bi tinê (anfradî) ve. Babiko di wê zîndanê da jin û mêrek ên kurdên devera Hewremanê nas dike. Babiko dibêje ku, zêrevanên zîndanê û reşekên rijêmê ew du şev û sê roj bûn xwarin nedabû wê jinê û wî zilamî û gelek destdrêjî jî kirbû ser wê jinê. Babiko xwarinê ji wan ra dikire. Piştî hîngê Babiko ji bo zîndana Selman Pak tê veguhaztin. 15 dînar bi tinê digel hebûn, ew 7 dînaran dide wê jin û wî zelamî û 8 dînara jî ji xwe ra dihêle. Di zîndana Selman Kak da sir û sermayeka gelek dijwar bû û ji zîndaniyan ya dagirtî bû. Bi tenê ber derî bi dest wî dikeve. Babiko jî ji ber westiyan û ji ber bêhêzî û
êşana laşê xwe li ber derî radikeve û dinive. Elî û Freydon ku, du zîndaniyên îranî ne, beteniyekê bi ser wî radixin. Demê Babiko bi xwe dihese û radbibe lingen wî ji ber sirr û seqemê req bûne. Elî û Freydon wî radikin, navbera xwe da cîyekî jê ra peyda dikin û wî germ dikin. Piştî hîngê destê wî bi destê kesekê din yê Mesîhî ve kelamçe dikin û wî bi şemendefirê ji bo zîndana Mûsilê rê dikin.
Dema Babiko tê girtin hevalên wî tişitekî ji wî nizanin, loma seydayê Mihemed Şerîf Banesorî ji bona ku tişitekî ji wî bizane diçe cem seydayê Salih Yusvî û meseleyê jê ra vedigêre.
Babiko xwedî hemû belgenameyên Îraqî ye, lê tevî vê jî ew ji wê yekê ditirse ku ji ber wî rijêm malbata wî ya nû, mala Hacî Silêmanî, aciz bike, wî nedixwest ji ber wî tu serêşî û arîşe ji bo wê malbatê çêbibin, ji ber hindê jî ew belgenameyên xwe yên Îraqî li Feloceyê teslîmî Se’dî Bircînî dike.
Di sibata sala 1971ê da hikûmeta Îraqê biriyarê dide ku wî teslîmî Tirkyeyê bike û ji bo hindê jî wî rê dikin Zaxoyê. Babiko, li Zaxoyê, daxwazê ji polîsan dike ku Mela Îsmaîlê Navişkî bi girtin û hatina wî ya bo Zaxoyê haydar bikin. Mela Îsmaîl bi rewşa wî dizane û wî dibîne û jê ra dibêje:Ka belgenamên te yên Îraqî? Babiko jî di bersiv dide û ji Mela Îsmaîl ra dibêje:Daku ji ber min tu serêşî û pirsgirêk ji bo malbata min a nû ya vir çênebin, min belgenameyên xwe yên
Îraqê nîşa karmendên hikûmeta nedane. Piştî Babiko anîne Zaxoyê Lezgîn Sindorî û Mela Elî jî bi rewşa wî dizanin û ji Duhokê bo Zaxoyê bi rê dikevin. Hacî Silêman jî diçe daîreya nifusê (suret qîda) bi xwe ra dibe Zaxoyê û nîşanî saziyên rijêma Îraqê dide û ji wan re dibêje:“Ev kurê min e, hûn dê çewa wî teslîmî Tirkyeyê bikin”. Edî bi vî awayî Babiko azad dibe.
Piştî azadbûnê, Babiko careka din vedigere Duhokê û li mizgefta Girê Pasê dibe Feqî û Mela Nebî li wî xwedî derdikeve, û ew li Peymangeha Îslamî li Duhokê dest bi xwendina dike.
Dema di sala 1974ê da di navbera şoreşa Kurdistanê û rijêma Îraqê da şer dest pê dike, Babiko li qonaxa siyê ya Peymangehê ye, êdî ew dest ji xwendinê bedide û diçe nav rêzên şoreşê û li Sersinikê digel Yekêtiya Zanayên Ayinî yên Kurdistanê berdewamiyê bi xebata xwe dide. Babiko digel Hecî Tahayê Kanîçinarkî di hewara hêza Zaxoyê diçe. Ew digel Selmanê Hecî Mehmudê Bamerrinî pişkdariyê di şerê Geliyê Duhokê da dike.
Babiko, piştî şkestina şoreşê, tivenga xwe bi 40 dînaran difroşe kesekî, bi wî mercî ku ew wê radestî rijêmê neke.
Dirust sê mehan, pişitî şkestina şoreşê û li 05.06.1975ê, sê kes bi navê; Remezan Hêdêneyî (Remezanê Leylê), Heyder Sa’atî û Selman Binavî (Selmanê çavşîn) ) li nav goristana
Cuhiyan ku, dikeve navbera avahiyê parêzgeha Duhokê û dadgeha kevin, li wir ew her sê kes soz û peymana didin hevdu ku berdwamiyê bi xebata doza Kurdistanê bidin. Ew her sê kes bingehê yekemîn rêkxistina PDKê, ya piştî şkestina şoreşê, li Duhokê avadikin. Seîd Baleteyî jî ji bo wan dest bi çapkirina belavokan dike.
ji bilî wê rêkxistina sê kesî, Babiko cuda peywendiyê digel Silêmanê Rihanê yê Goyî jî dirust dike û Silêman ji bo wî belavokên şoreşê peyda dike. Lê ew balavokên Silêman digihîne Babiko, tu behsa PDKê têda tuneye (nebêje ew belavokên Silêman peyda dike ne belavokên PDKê lê yên YNKê ne).
Silêmanê Rihanê pêşmergeyekî şorrşa Îlonê bû, li sala 1974ê di şerskî da bi dîlî dikeve destê leşkerê Îraqê û bi cezayê îdamê tê ceza kirin. Lê piştî şkestina şoreşa Îlonê, hikûmeta Îraqê biryara efûyê dide û Silêman aza dibe. Lê mixabin careka din, di destpêka salên heşitiyan da, ew bi tawana endambûna YNKê ji aliyê rijêma Îraqê ve tê sêdaredan.
Babiko belavokên xwe li ba Safiyayê hevjîna Hecî Tahayê Kanîçinarkî dihêle, wê jî ew belavok li nav baxçeyî li bin darke xoxê diveşêre. Rojekê Babiko ji Mela Hemdiyê Selefî ra dibêje: Seyda Kurdistanê kate dane ve, anko şoreşê dest pê kir ve. Mela Hemdî dixwaze wan belavokan bibîne û wan belavoka bi rêya jinên Mesîhî li Mûsil, Bexda û li Besrayê belav bike daku, rijêm bizanibe ku şoreşa miletê kurd
nemirye.
Belavokek ji wan bi şaşî di berîka Babiko da dimîne, berîka wî ya kun e û ew belavok ji berîka wî dikeve erdê. Îsmaîl Mihemed Salih Mişkê Şêx Hesinî, li dûv wî ra diçe û berî kolana diçe Hotela Lomana ew wê belavokê ji erdî radike û careke din teslîmê Babiko dike.
Piştî destpêkirina şoreşa Gulanê, Cehwer Namiq bi rêya Ebdulstar Mela Zekî Şêlazî peywendiyê bi rêkxistina wan dike, lê di vê demê da Babiko digel Silêmanê Rihanê yê Goyî her mijûlî belavkirina belavokên YNKê ye. Heyder Sa’atî ku, berpirsê rêkxistinê bû, demê belavokên YNKê dihatin, Babiko ew belavok nîşa wî nedidan.
Babiko li sala 1976ê diçe Hecê. Demê ew diçe ber Berê Reş, lava dike û dbêje: “Ya rebî ka alayê kurdan, ma kê hindî kurdan xizimeta Îslamê kiriye”. Ew li wir dibîne ku heciyên hemû welatan alayê xwe heye û bilind hildaye. Dilê Babiko dişewite dema ew alayê Kurdistanê di nav wan alayan da nabîne û ji Mela Ehmedê Şerinexî ra dibêje ku, ew dê parçeyek qumaş bîne û bi navê alayê kurdan bilind bike û ji Hecî Teterî jî ra dibêje tu here ber Berê Reş ji bo miletê kurd dua bike. Kesek bi navê Yunis Etrûşî ku istîxbaratê rijêma Îraqê ye wan dişopîne. Ew zilamê rijêmê ji Hecî Teterî ra dibêĵe ku divê Babiko devê xwe bigire û zimandirêjiya neke, “ez jî li ba hikûmetê tu şikayêta li wî nakim”.
Babiko ji Hecê vedigere û ew li Hewlêrê pişkdariyê di kursekê melatiyê da dike û li 05.03.1976ê li Beroşkê bang dide û bi fermî îcazeya melatiyê werdigire.
Piştî ku careka din Cewher Namiq peywendiyê bi wan dike, êdî Babiko dest ji YNKê û Silêmanê Goyî berdide û bi awayekî fermî dikeve nav rêkxistinên PDKê û berdewamiyê bi çalakiyên xwe dide.
Heyder Sa’atî û hevalên wî ji aliyê emina Ba’s ve tên girtin. Babiko kirêya xaniyê hevalê xwe, Heyder Sa’atî, bi stuyê xwe ve digire û her meh pênc dînaran kirêya xaniyê wî radestî mala Hecî Silêman dike. Babiko diçe Sersinikê û “birayê “ wî Silêman diçe wir û wî agadar dike ku rijêmê hevalên wî girtine û daxwazê ji Babiko dike ku ew jî bireve, xwe xilas bike berî bikeve destê rijêmê, lê Babiko bi a wî nake û nareve daku, tu arîşe ji bo “dê û bavê” wî (mala Hacî Silêman) çênebe. Herçiqas Silêman bi xwe jî jê ra dibêje bireve ager na dê te kujin, lê ew her bi a xwe dike û dimîne. Li dawiyê Babiko diçe ba Omerê Felekê û ji wir diçe mala Hecî Hemo Nizarkî, ew jî ji wî ra dibêjin derkeve û xwe xilas bike, lê ew her li ser biriyara xwe dimîne.
Babiko demekê xwe vedişêre û di nava vê demê da ew digel xwe û wujdana xwe dikeve nav minaqeşe û şerekî dijwar da: Ji aliyekî ve ew dizane ku eger ew bikeve destê rijêma Ba’sê, eger wî nekujin jî, dê wî kevil bikin, ji aliyekî din ve jî ew ji xwe ra dibêje: Ez dê çewa qencî û çakiya mala Hacî Silêman
ji bîr bikim, ez derbikevin û xwe xilas bikim dijmin dê wan li şûna min bigire û ezyet bide!
Babiko li 06.05.1977ê biriyara xwe dide ku xwe radestî rijêmê bike, bi piyên xwe rêya mirinê digire û xwe teslîm dike daku, xiyanetê li wê malê neke ya ku qencî digel kirî. Ew diçe mizgeftê û du reşekên eminê wî li mizgeftê digirin û dibin îstxbarata Duhokê. Babiko li îstxbaratê nimêjê dike û li ser nimêjê dengê qîriya îşkencedana hindek kesan tê guhên wî. Piştî hîngê wî û Hazim Îbrahîm (mesîhî ye xelkê Sêcê ye û rêkxistiye digel wan), diavêjin nava erebeyekê da û bo Firqa Leşkerya ya Zaxoyê dibin. Paşî ji wir wan dibin Mûsil û dawiyê jî dibin îşkencexaneya hovane ya Heya Taybeta li Kerkûkê. Ew kesê nas nake, bi tenê weke rêkxistin Heyder û Selman Binavî nas dike, Babiko di rêkxistinê da berpirsê Ebdulstar Kurêmeyî jî bû.
Roja paştir Babiko îşkence didin, kesek bi navê Ehmed Wanikî ku efserekê îstxbaratê ye, ji Duhokê digel wî û Hazim Sêcî diçe Heya Kerkûkê, dema lêkolînê bi Babiko ra dikin, Ehmed ji efserê Heyê ra dibêj:“Eleqwa almula) anku melay bihelawîs in. Babiko bi kelexê xwe mirovek hûr e, efserê îşkencê ê Heyê ji Ehmed ra dibêje:Eger em wî bihelawîsin ew dê bimire û em tu mifa jê nabînin.Zilamên îstîxbaratê Quranê li ber sînga wî dadinin û jê ra dbêjin: Sûnd bixwe ku te belavok belav nekirine û rojinameya Xebat nexwandiye, Babiko jî neçar dibe sûnd dixwe. Hevalên wî, di bin îşkencê da hindeka îtîraf kirine û ji zilamê Îstîxbaratê ra gotine ku
ew aboneyên teslîmî Babiko dikin. Loma zilamê Îstîxbaratê jî ji Babiko dipirse:Te çima abone ji Partî ra rê kirine Babiko ji wan ra dibêje:Ew ne abone bûn, ew bêşek/alîkariyek bû ji kurdên “tirkî û îranê” da ji xwe berfê û sîywana bikirin!
Ehmed Wanikî ji Babiko ra dibêje: Ha şêx Nezîr, tu ji kesek tawanbar dibiye şêx. Paşî telefonek ji Ehmed Wanikî ra tê û ew vedigere Duhokê. Dibe ku eger ew li wir bimabaye Babiko dê din bin îşkencê da bihata kuşitin.
Babiko û 53 kesên din di odeyeka zîndana Heyê da dimîn in. Dibe roja înê, Babiko daxwazê ji hevalên xwe yên zîndanî dike ku nimêja înê bi kom bikin. Ew jî li pêşiya wan nimêjê dike. Reşekên rijêmê wî û hevalên wî dibînin û ji ber hindê jî destên Babiko ji piştve kelamçe dikin û wî bi pencerê ve dihlawîs in. Babiko bejin kurt e, piyên wî nagihin erdê ji hewave dimînin û hemî hêza laşê wî dikeve ser destên wî yên biçûk. Ew gelek eziyetê dibîne û destekê wî jî dişkê. Hevalê wî, Hazim Sêcî, xwe li bin lingên Babiko dirêjî erdî dike daku piyên Babiko bikevin ser pişta wî û êşana li ser dest û milên Babiko sivik bibe.
Ji bilî lêdan û îşkenceya fîzîkî, zebaniyên Ba’s pîsatiyê jî di rihên Babikoyi diden daku, kesatiya wî wek mela û xwedênasek bişkînin.
Li gera duyem ya îşkence û lêkolînê, Babiko digel hevalên
xwe, 89 kes, hemû di odeyeka biçûk da dimînin, cîyê wan gelek berteng e, oksicîn kêm e û tenefis gelek zehmet e. Selîm Badî ji ber kêmiya okscînî dikeve haletê mirinê. Destav tune ne, ji ber hindê zîndanî bixweda diçin. Heme ku, şivanekê xelkê parêzgeha Hewlêrê ye ji ber îşkence û lêdanê kirim ketine laşê wî. Babiko dibêje ku, wî bi destên xwe 12 kirim ji laşê heme derxistine. Biriyara sêdaredanê ji bo hemŷan derdikeve, lê ji ber îşkenceya hovane û dijwariya birînan, berî bê sêdaredan, Heme di zîndanê da şehîd dibe.
Zilamên îstîxbaratê, kuştî û birîndarên îşkenceyê di odeya zîndaniyan da dihêl in û rê nedin ku kesek kuştiyan ji odeyê derxe derve yan alîkariya birîndaran bike û her zîndaniyekê hewil bidaye tiştek wisa bikraye, dê bi sedan sonde û kabil bi laşî biketana. Awayekî din yê îşkenceyê, bi sondeyî av di difinê ra dikira laşê zîndaniyan heta zikê wan diwerimî û di devî ra dihavêt bi vê jî gelek zîndanî li bin îşkenceyê da mirin.
Zebaniyên îşkenceyê bi her rê û awayî dixwestin ku pisîkolojî û kesatiya Bbiko bişkînin. Wê demê her du keçên kurd ên xebatker Necat Kakeyî û Nazenîn Samî Zaxoyî jî wek zîndaniyên siyasî di wê zîndanê da bûn. Efserê îstîxbaratê ji Babiko ra dibêje:“Eger tu keçeka kurd ya di zîndanê da (Necat yan Nazenînê) li min mahre bikî ez dê te azad bikim”. Piştî vê hemû hovtiyê, îşkenceya fîzkî û derûnî, Babiko li hember hovên dagîrker xweragirtir dibe.
Babikoû hevalênwî diavêjin di pişta erebeyekê da û wan rê dikin Rêveberya Înzibatiya Kerkûkê. Kesekê weke qurmkekî lêhatî û bi tinê hestî û çerim jêmayî diavêjin nav wan da, kincên wî kesî hemû rizî ne, ji egerê lêdan û îşkenceyê hemû laşê wî kesî xûn û birîn in. Babiko, bi her halê heyî, kincên wî ji ber dike û, bi rêya polîsekî, bêcamekî, qemîsekî û qalbekê sabûnê peyda dike û êdî xwe dike palê wî kesî. Serê wî dişo û cilên nû dike ber, heşt rojan nişa nîskê bi devî wî da dike, hêdî hêdî hêz û şengeha wî vediger. Ew kes jî Xelîl Îbrahîm Ergoşî ye.
Babiko û hevalên wî dibin ber dadgeha hovane, ew li wir dibîne ku Ebid Zawîteyî, Qadir Pêdeyî, Şe’ban Dêrîşkî, Mehmud Xilbîşî, Tariq Kizuyî û…htd hemû di qefeskekê dane, li wir bi awayekî hovane, fermana sêdaredanê ji bo wan her pênc hevalên wan derdikeve û piştî hîngê li Îlona 1977ê li zîndana Mûsil wan li sêdare diden. Babiko jî bi 6 salan tê hikumkirin û ji bo zîndana Ebu Xirêb tê hinartin.
Piştî hîngê Xelîl Îbrahîm Ergoşî jî dibin zîndana Ebu Xirêb li wir Xelîl pê dihese ku Babiko jî di eynî dirtîgehê daye û ji bona ku wî peyda bike ji xelkê nav girtîgehê dipirese:Melayekî kin heye kî nas dike? Paşî ew û Babiko hev dibînin.Xelîl Ergoşî ji Babiko ra dibêje: Serspî (Mela Mistefa Barzanî) ji min ra got bi min ra were, lê ez neçûm, eger ez mame sax yan dundeha min ma sax soz be te bibim cem Serspî.
Herçiqas Babiko dilgel hevalên xwe yê hikumkirî diviyabû êdî ew nebihatana îşkencedan, lê li zîndana Ebu Xirêb jî ew li wir jî gelek îşkencê dixun. Carekê wesa wî îşkence diden wî hay ji xwe namîne û li ber dîywarekî dikeve.
Li sala 1978ê wî vediguhêzin cîyek, holeka din û ew li wir hevalên xwe dibîne. Dibe Newroz, hevalên wî jê ra dibêjin:Divêt em cejina Newrozê pîroz bikin. Ew daxwazê ji Babiko dikin ku bi helkeftina cejina Newrozê ew ebayê xwe yê melatiyê bi wan bide daku agirê Newrozê pê geş bikin, çunikî wan tu tişitek tune agrî pê bêxin. Ew jî ebayê xwe yê melatiyê diyarî wan dike, li êvariya Newrozê hevalên wî ebeyê wî ji ber dikin, agirî pê dixin û agrê Newrozê pê geş dikin.
Babiko li gor biryara efûya hikûmetê li 18.08.1978ê azad dibe. Êdî ew vedigere ser karê xwe yê melatiyê li Beroşkê. Rijêm gelek bizava dike ku wî rakêşe aliyê xwe û gelek soza didin wî ku her tiştê ew bixwaze rijêm dê ji bo wî bike, lê ew îrada xwe radestî rijêmê naket û heta serheldana pîroz li ser karê xwe berdewam dibe . Babiko di civîneka emina rijêmê da daxwazê dike ku navê Kurdistanê ji dever (Mintiqe) bikin Herêm (Eqlîm), mela Siham jî berevaniyê ji wî dike. Sîxorên rijêmê bi berdewamî wî dişopîn in û li ser wî rapora ji bo dezgehên emin û îstxbaratê yên bilina dişîn in.
Babiko di vê dîdarê da dibêje:Mela Îsmaîl, Mela Elî û Mela Şerîf ji her kesekî pêtir xwedî helwest bûn û karîgerî li ser
kesatiya min kiriye.
Berî serhildanê, Babiko pêdizane ku Xalid Banî hatiye Duhokê û ji bo serhildanê berheviya dikin. Babiko sibeya roja serheldanê zû radibe û levenekê di destê xwe digire û dikeve nav refên xelkî. Ew dixwaze li mizgetê banga cîhadê bide, lê ditirse ku rijêm bi hovatî êrîşî xelkî bike, banga cîhadê nade. Babiko demjmêrî 09.05 spêdê bi levenê digel xelkî êrîşî ser baregehê emina rijêmê li Duhokê dikin. Ew li koça miliyonî awareyî Îranê dibe.
Li sala 2004ê careka din diçe Hecê, alayê Kurdistanê digel xwe dibe. Li Kwêtê alayê Kurdistanê li ber dergehê çadira xwe vedide û pankartekê bilind dike û li ser dinvêse:“Elakrad yetamî elmusilimîn”, anku “kurd sêwyên misilmanan in”. Babiko li Hecê jî alayê Kurdistanê û pankarta xwe bilind dike, xelk ji hemû neteweyan lê dicivin û wêneyan pê ra digirin. Se’îd kesekê Kurd e lê ew bi kurdî nizane, ew qesta Babiko dike û daxwaza alayê Kurdistanê jê dike.
Helbestvanê mezin Mueyed Teyb bi çîroka xebat û çalakiyên Babiko yên neteweyî li Hecê û zîndanê dizane, ew vê helbestê li ser wî divehîne:
Piling dema birsî dibin milet dema têr dibin
Li ber Berê Reş
herdû destên xwe yên biçûk
li ber erşê Xwedê ragirtin û bi sê dengan hewar dikir:
Ey xwedayê mezin!
kîj dil hindî dilê min ji îmana te pir bûye
kîj bax hindî biheşita te û Kurdistana min
tijî xwîn û agir bûye.
Li ber Berê Reş
ne biheşit li bîrê bû û ne dozex
ne çil perî
ne mey û hingvîn û ne çemên şîrî
ne agirê agirê me ji çirîskeka wî çêkirî.
Li ber Berê Reş
di rondikên xwe da bibû bûka baranê
dilê wî bi dengê Bîlalê Hebeşî
hewar dikr:
Ey xwedayê min!
tu bi hemî navên xwe yên pîroz key
tu gelê min ê jar û Kurdistana mina birîndar
pîroz key.
Li serê çiya
dema xewin û hîviyên geş
fena kulîlkên sor û zer
li bihareka direng diweriyan
xewnên wî kate bo didan.
Li serê çiya
dema bahoza sitemê
her tişitekê diçirisî tarî dikir
her tişitekê li ser piya dihejand
û bejina dara li axê dida
pala wî li norha xwedê bû
pêl pêl şevê li ber baz dida.
Li serê çiya
dema jehra kîna reş û
agrê xedir û sitemê
hemî jiyan bê deng dikir
hemî siroşt bê reng dikir
tivenga wî birûsî bû li çol û çiya
dengvedida.
Di zîndanê da
zîndana pencên dehba
di dilê Kurdistanê da kolay
Ebu Emarê Yasir bû
di rûyê reş ê Ebu Cehlê Qureyşî da hewar dikir:
ehedun ehd (Ehd Ehd)
di zîndana dirêj da
Eyubê sabir bû
ji eşqa xwedê û çiyayên bilind
birînên wî digirinijîn û azarên wî
bi kîna reş a celadê xwe dikinîn
di zîndana dirêj da di zîndana Ebu Xirêb da
şemilka xwe sot û
kirasê diber xwe jî da sot û
agirê Newrozê helkir
di Kurdistana azad da
di Kurdistana ava û şad da
berê hemî çava lê bû
serê xwe bi serê xewin û viyan û
nivêj û paran û birîn û kovan û azar û
berxwedan û tivenga xwe vena û stuyê xwe xwar kir
ho Babiko
her ho bûye ho
piling dema birsî dibin
têşkên xwe dixon
milet dema têr dibin
desta ji qaremanên xwe dişon
Mela Nezîr (Babiko) di vê hevdîtinê da dibêje: Ez tu caran, ji bilî PDKê, endamê tu partiyên din yên kurdî bebûme û li sala 2009ê min dest ji endametiya Partî jî berda, çunike “ez doza kurdî di ser hemû partiya ra dibîn im”.
Babiko li sala 2014ê di şerê li dijî terorîstên Daîş da wek xwebexiş diçe bereyên şerî li baskê Bedrîkê.
Niha jî Babiko mela ye, lê gotarên înê pêşkeş nake. Wek zîndaniyê siyasî 10 salan mûçeyê tewîza zîndanê wergirtiye, rêzdar Nêçîrvan Barizanî parçeka erdî jî weku diyarî pê daye.
سهنتهرێ کۆماته
یێ دێکومهنت کرنا دیرووکا شۆڕشێ
کار و ئهرکێ سهنتهرێ کۆماته دێکۆمێنت کرن و پاراستنا دیرووکا شوڕشێ یه ژ مرن و ژناڤچوونێ.
ڤی سهنتهری ب ستافهکێ بچووک و شیانێن ساده، لێ ب ڤیان و باوهریهکا مهزن، وهک پێنگاڤا خوه یا کاری یا ئێکێ، دهست ب کۆمکرن، دێکۆمنێت کرن و تۆمارکرنا دیرووکا خهبات و شۆڕشا کوردستانێ کریه.