Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê, di berdewamiya kar û çalakiyên xwe da, li bajarê Duhokê, li ofîsa xwe rêkeftî 09.08.2022ê hevpeyvînek vîdiyoyî digel pêşmerge û têkoşerê dêrîn Zêrevan Nêrweyî saz dike û di vê dîdarê da perdê li ser karwanê dirêj yê xebat û têkoşîna wî dihilîne û mîna belgenameyeka dîrokî ya giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.
Zêrevan Mihemed Osman, yê berniyas bi Zêrevan Nêrweyî, li sala 1975ê li gundê Zêwaşikan yê ser bi şaredariya Amêdiyê ve hatiye ser dinyayê û her li wir dibistana destpêkê heta sinfa şeşê xwendiye.
Gundê Zêwaşikan dikeve deverek çîyayî û asê, ji ber hindê rijêmên dagîrkerên Îraqê zû bi zû nekarîne desthilata xwe li ser wê deverê feriz bikin. Her ji ber vê yekê jî ew gund, her ji destpêka şorşa Îlonê, dibe navendeke giring ya bizav û çalakiyên Pêşmerge. Ev rewiş jî wisa dike ku Zêrevan Nêrweyî di nav jîngeheke tijî hest û sozên kurdatiyê da perwerde bibe û di kamlana jiyê xwe da rêya xebat û têkoşînê digire. Ew li sala 1974ê dibe Pêşmerge û dibe yek ji wan 150 Pêşmergeyan yên ku li dûv gaziya Memê Sînî, ji bo edakirina erkê Pêşmergatiyê, ji devera xwe bo devera Balekayetî diçin .
Ew li Betelyona 3ê ku fermandarê wê Mihemed Tahir Nêrweyî bû û ser bi hêza Amêdiyê ve ku fermandarê hêzê Selîmê Es’ed Xoşevî bû dibe Pêşmerge. Lê hevalên Zêrevanî rê jê ra nadin ku ew biçe çeperên şerî. Ew li baregehên piştê dimîne û xizmet û alîkariya Pêşmergeyan dike. Mana Zêrevan Nêrweyî li baregehên piştê gelek venakêşe û ew jî li bereyê Sertîzî pişkdariyê di bersîngirtina êrîşa dijmin da dike. Dijmin bombeyên tîzabê li dijî hêzên Pêşmerge bikartîne û hijmareka Pêşmergeyan birîndar dibin, yek ji wan birîndaran Ehmed Sêrê dibe û destekê xwe ji dest dide. Pişitî vê bûyerê êdî Zêrevan Nêrweyî jî bi berdewamî li bereyên şerî dimîne. Zêrevan Nêrweyî nêzîkî 5 mehan di erkê xwe yê Pêşmergatiyê li sengerên şerî dmîne û ji bo bênvedanê vegdigere mala xwe û, mixabin, her hîngê şoreş Îlonê rastî şikestinê tê.
Piştî şikestina şoreşa Îlonê, Zêrevan çekê xwe radestî dijminî nake û ji bo rojek were pêdivî bibe, ew çekê xwe diveşêre. Şoreşa Gulanê dest pê dike, grûpên Pêşmergeyî tên gundê Zêwaşikan û kadiroyên şoreşê weke: Fuad Mîranî, Abdula Salih û Tahir Xemo tên deverê û di vê demê da Zêrevan Nêrweyî jî digel Se’îd Zêweyî, Mihamed Salih, Sadiq Zêweyî, Mihemed Selîm Kurkoyî û şehîd Salih Binavî dibe endamê rêkxistinên nihênî yên PDKê û dest bi çalakiyan dike.
Zêrevan, bi hêceta seredana mala xalê xwe li gundê Kanîsarkê, rojekê ji mal derdikeve, lê ew naçe mala xalê xwe, ew dixwaze bibe Pêşmerge û diçe Geliyê Berpanê, gundê Kero û Bêznorê û paşî ji wir jî diçe Bakûrê Kurdistanê û li Seraniyê milazim Elî dibîne. Lê Fuad Mîranî milazim Elî agadar dike ku Zêrevan êkaneyê mala xwe ye, êtîme, loma ew daxwazê ji wî dikin ku ew vegere ve mala xwe, lê Zêrevan bi axftina wan nake û ew li ser biriyara xwe ya ku dixwaze bibe Pêşmerge îsrarê dike.
Zêrevan, pişitî hîngê, diçe Pinyaniş û paşî jî diçe Bêlatê û li wir Macid Begê Çelî dibîne û paşî li meha îlona 1977ê digel milazim Elî û Fuad Mîranî û nîzîkî 60 Pêşmergayan tên Kurdistanê. Zêrevan li deverê gelek şarazaye ji ber hindê ew rêberiya wê grûpa Pêşmergeyan dike û diçin gundê Kanîsarkê. Roja paşitir diçin Serê Reşeyî di navbera Nêrwe û Serrinî da, ew yekemîn çalakiya xwe ya leşkerî, bi alîkariya Mihemed Şemsedîn Kanîsarkî ku, rêkxistiyê PDKê bû, li wir encam didin. Di wê çalakiyê da du endaziyaran/mihendsan digel serbazekî êxsîr digirin û Fuad Mîranî bi sivkî brîndar dibe. Fuad Mîranî û çend Pêşmerge wan herdu endaziyaran dibin cem Macid Begê Çelî da ku wan teslîmî Cehwer Namiq bike. Zêrevan û hijmareka Pêşmergeyan digel milazim Elî li deverê dimînin. Zêrevan rêberiya wan dike diçin ser çemê Zê û bi daverstê ji çemê Zê derbas dibin û diçin mala Mihemed Selîm Zêweyî.
Du meh bi ser Pêşmergetiya Zêrevan ra derbas dibin û vedigere gund, diçe malê û bi dîtina dayîka xwe şad dibe. Dayka wî jê ra dibêje:“Madem tu çuyî û te ev rê helbijart, divê tu yê xweragir bî”.
Êdî Zêrevan li ser Pêşmergatiya xwe berdewam dibe û digel hevalên xwe dest bi gerê dikin û li gundên devera Nihêliya rêkxistinên PDKê ava dikin.
Di vê gerê da, rojekê Qasim Avsarkî tê cem wan û li gundê Binaviya Nihêliya milazim Elî agadar dike ku zirîpoşeka leşkerê dijminî di navbera gundên Avsarkê û Tirwanşê da hatin û çunê dike û Qasm dibêje:“Eger hûn bixwazin li wê zirîpoşa dijmim bidin ez dê alîkariya we bikim”. Milazim Elî digel şehîd Hemdî Beg, şehîd Se’îd Sipîndarî, Hecî Bêtkarî, Tahir Binavî û hêza pêşmergeyi diçin Balûka vedîtinê dikin û li Şîvşirînikê, di navbera gundê Melixte û Avsarkê da, li pêşiya zirîpoşê boseyekê didanin. Zêrevan Nêrweyî, Wehîd Cemîl Zêweyî, Wehîd Hesen Eredinî û Necmedîn Kareyî jî li pişta Balûka li ser rêya hêzên dijminî boseyeka din didanin. Hêzên Pêşmergeyî di vê çalakiyê da zirîpoşa dijminî dişewitînin û hijmareka serbazan jî dikujin û 4 kalaşnîkofan jî wek destkeftî bi dest dixin.
Li wê deverê ev çalakiya yekê dibe, loma piştî vê çalakiyê moralê xelkî û pêşmergeyî bilind dibe. Hêzên Pêşmerge diçin devera Spineyî û devera Berwariya û ji bo xelkê gundên wan deveran bi berdewamî semînaran didin.
Hêzên Pêşmerge li jêr fermandariya milazim Elî biriyarê didin ku li Dola Reza baregehekî vekin, lê firokeyên dijminî êrîşê dibin ser wan û ew neçar dibin baregehê xwe bibin gundê Sêriyê.
Zêrevan digel milazim Elî û hevalên xwe li gundê Reşava rastî şerekê giran dibin û ew ziyaneka mezin digehînin hêzên dijminî, lê mixabin, du hevalên wan yên Pêşmerge bi navê Emîn Bilêcanî û Elî Bêlatî ku, herdu jî ji Bakurê Kurdistane bûn, şehîd dibin û laşên wan jî di destên dijminî da dimînin.
Roja 08.07.1978ê gundê Zêwaşikan, mîna bi sedan gundên deverê, dikeve ber operasiyona rakirin û wêranikirinê, malbata Zêrevan Nêrweyi û gundiyên wî jî li kampa Qedişê bi cî dibin û êdî peywendiyên wî û malbata wî qut dibin.
Milazim Elî Zêrevanî û Mehmûd Kanîsarkî radispêre/teklîf dike ku postê hizbê bo Bakurê Kurdistanê bibin û hindek pêdivîtiyên Pêşmerge jî bi xwe ra bînin. Ew di rêya vegera xwe da li Kanîsarka Nêrwe leşkerekî dijminî dikujin û tivenga wî jî weke destkeftî radikin, hevalên wî serbazî di hewara wî tên, lê ew jî dikevin boseyê û tên kuşitin.
Zêrevan Nêrweyî û hijmareka Pêşmergeyan li gor fermana Cehwer Namiq diçin gundên Bêlatê û Biyadrê, li wir Macid Begê Çelî dibînin. Cehwer Namiq, Ebu Enter û Siyamend Bena jî diçin wir û civîneka berfireh dikin, di civînê da biriyarê didin ku biçin Herk û Bêdava. Hijmara wan dibe 150 Pêşmerge û diseqayekê sir û sermayê da di rêya Bakurê Kurdistanê ra didin ser rê. Ew di rêya xwe da Azad Berwarî jî dibînin, Cehwer Namiq daxwazê ji wî dike ku digel wan vegere Herk û Bêdava. Ew diçin Baregehê Erîf Yasîn li Çemtû, Erîf Yasîn û Hecî Omer Şetyunisî jî digel wan diçin.
Baregehê Herêma Du li Herk û Bêdava bû, Ebdulrehman Pêdawî berpirsê wê herêmê bû. Samî Ebdulrehman, Azad xefaf, milazim Nîhad û Ebdula Salih jî li wir bûn. Êzgê Dengê Kurdistanê jî li wir bû, şehîd Ebdulezîz Amêdî rêveberiya Êzgê Dengê Kurdistanê dikir. Li Herk û Bêdava Serokatiya Katî (Qiyada Muweqet) civînekê dike û di vê civînê da wan basa wê yekê kir ku ew xwe bigehînin deverên ser bi parêzgeha Hewlêrê ve daku peywendiya wan digel kak Îdrîs û kak Mesud bi hêsanîtir bibe, her ji bo vê armancê jî wan biriyar da ku li sêgoşeya sînorên bakûr, başûr û rojhelat baregehê xwe ava bikin.
Zêrevan Nêrweyî, Mehmud Kanîsarkî, Hesen Eredinî, Ebu Şivan Amêdî, Eabdula Salih, Azad Xefaf û milazim Nîhad digel Samî Ebidulrehman diçin devera Xwakurkî û li Dola Gusteyî li devera Biradostiya baregehekî ava dikin. Mihemed Xalid Bosellî, Sadiq Omer û Hemîd Hefzula digel wan diçin û heyamekî li wî baregehî dimînin.
Di vê demê da nameyek digehe destê Samî Ebdulrehman ku hêzeka mezin ya Yekêtiya Nişitmaniya Kurdistanê (YNK) ku ji hezar çekdaran pêk tê hatiye Şemzînan. Pêşmergeyî daxwaz ji Samî Ebdulrahman kir ku rêkeftinekê digel wê hêzê bikin, çunikî li hember hêza PDKê ew hêzeka mezine. Samî jî dixwest ku rêkeftinek di navbera herdu hêzan da bê kirin. Lê di heman demê jî da, Serokatiya Katî daxwaz ji Pêşmergeyî kir ku xwe ji bo her rewşekê amade bikin. Di civînê da Samî Ebdulrahman, Ebdula Salih û Azad Xefaf dibêjin:“Eger hêza YNKê hemahengî digel me neke, em rê jê ra nadin ku ew hêz were vê deverê”.
Hêzeka Pêşmerge yên PDKê ji bo zanîna rewşê diçe devera Şemzînan. Lê heta ku hêza PDKê digehe wê deverê, hêza YNKê beriya wan xwe digehîne devera Geverê û paşî jî diçe Bazê, hêza PDKê jî xwe digehîne wir.
Samî Ebdulrehman diçe baregehê Erîf Yasînî û hêza wî digel xwe dibe û diçe baregehê Mistefa Nêrweyî li Şîvosmanika û paşî bi hev ra diçin Guzereşê. Pêşmerge yên PDKê li wir dicivin, lê hijmara wan li hember hijmara hêzên YNKê gelek kêmtir e. Hatina vê hêza mezin ya YNKê ji bo Serokatiya Katî ya PDKê dibe egerê tirseka mezin. Loma jî ji bona guhertina belansa hêzê û yekalîkirina çarenivîsê vî şerê neçaverêkrî û li ser hêzên PDKê ferizkirî, berpirsên PDKê daxwaza piştevanî û alîkariyê ji serokhozên Kurd yên Bakurê Kurdistanê dikin. Ee serokeşîr, hema bêje hemû heval û piştevanên PDKê bûn, piraniya wan jî ji ber xebat û navê Mistefa Barzanî dilsozên PDKê bûn. Hêzên PDKê xwe berhev dikin û diçin Deşita Xanê li hindav Tovê û Bazê. Şer di navbera herdu hêzan da dest pê dike. Di vî şerê malwêranî da mela Emîn Barzanî digel 8 Pêşmerge yên PDKê bi destê hêzên YNKê tên kuşitin. Elî Eskerî digel hijmareka mezin ya Pêşmerge yên YNKê dîl tên girtin. Hêzên PDKê Elî Eskerî û hijmareke Pêşmerge yên YNKên ku di şerî da êxsîr girtine dibin cem Samî Ebdulrehman li Tovê. Di wî şerî da Seyd Kake û hijmareka din jî ji Pêşmerge yên YNKê dîl tên girtin. Azad Hewramî, Hisên Babeşêx û diktor Xald digel hêzekê berê xwe didin rojava û ber bi Feraşînê ve diçin, lê ew jî li wir tên êxsîr kirin. Hêzeka din ya YNKê ber bi sînorê başûr-bakur ve ber bi Nêrwa Sîto diçin ku 200 kes bûn, ew jî xwe teslîmî rijêma Îraqê dikin. Rijêma Îraqê wan bi firokeyên helîkopter vedguhêze Bamernê. Dîlên YNKê yên ku ketine destê PDKê ji bo baregehê Erîf Yasîn hatin veguhaztin. Zêrevan Nêrweyî û Elî Reşaveyî jî diçin baregehê Erîf Yasîn. Rojekê Elî Eskerî dikeve di rêya wan da, Elî Reşaveyî hindek suhbeta digel dike, lê Zêrevan Nêrweyî li dor vê yek ji Elî Reşaveyî ra dibêje ev ne karê meye.
Zêrevan Nêrweyî li ser dadgehkirina Elî Eskerî, diktor Xald û Hisên Babeşêx dibêje:”Min çu zaniyarî li ser dadgehkirina wan nînin, lê ez pişit rastim ku biriyara sêdaredana wan ne biriyara Serokatiya PDKê bû”. Hatina hêza YNKê bêy ku pêşwext hemahengî û rêkeftinê digel Serokatiya Katî ya PDKê bike, ew ji bo jinavbrina hêza PDKê hat bû, dibe egerê şerekê malwêranî û ziyaneka mezin bi Bizava Rizgarîxwaza Gelê Kurd digehîne.
Pişitî vî şerî, Zêrevan Nêrweyî vedigere Herêma Yek û peywendiyê bi milazim Elî dike. Piştî hîngê digel mefrezeya Mehmud Kanîsarkî berdewamiyê bi xebata xwe dide û digel hevalên xwe çendîn çalakiyan dikin wek:
Li Sûlavê turîstan dicivînin û ji wan ra behsa rewşa şoreşê dikin û belavokên şorşê li ser wan belav dikin.
Pşitî vê çalakiyê digel Cehwer Namiq, Weysî Banî, Mesud Zawîteyî, Adil Mizûrî û Hemîd Hefzula gerekê bo devera Berê Gareyî û Şêxan dibin. Ew biriyarê didin ku ber bi Deştê biçin û ji bo wan erebên ku, rijêmê li ser gund û cîwarên kurdan bi cî kirine, semînaran bidin. Lê mixabin, di vê gerê da li gundê Berkçikê pêşmergê leheng û qehreman Hemîd Hefzula bi destê erebên te’rîbê şehîd dibe û laşê wî yê pîroz jî, ji encamê xiyaneta xwefroşekî bi navê (H.F) dikeve destê dijminî.
Zêrevan Nêrweyî li sala 1979ê digel endamên serokatiyê diçe Rojhelatê Kurdistanê û heta sala 1981 weku kadiro digel PDKê kar dike.
Li sala 1981ê Partîya Gel a Demokrat a Kurdistan tê avakirin, êdî Zêrevan Nêrweyî, tevî ku Pêşmergê PDKê ye, sengerê xebata xwe diguhere û bi nihênî dibe endamê Partiya Gel û bi nihênî digel wê partiyê dixebite. Ew digel hevalên xwe hijmareka rêxistinan bi nhênî li deverê dibin destê PDKê dane dadimezirînin. Şehîd Cengo û şehîd Cemal Mihemd Şîno Ridênî jî tên deverê, Zêrevan Nêrweyî li sala 1983ê nameyekê digel Taha Amêdî bo Komîteya Pale li Rojhelatê Kurdistanê ku, berpirsê wê Remzî Xanqînî bû, dihinêre, ew name dikeve destê PDKê û Zêrevan ji aliyê Liqa Yek a PDKê ve tê girtin û salek û nîva di zîndanê da dimîne û paşî tê azadkirin. Tahir Hirorî li ser navê PDKê seredana wî dike û daxwazê jê dike ku ji bo nav rêzên PDKê vegere, lê ew daxwaza Hirorî red dike û li ser rêbaza xwe ya nû berdewam dibe.
Zêrevan Nêrweyî, li sala 1986ê, daxwazê ji Reşîd Arif dike ku rê jê ra bê dan biçe Îranê da pişikdariyê di konferensê Partiya Gel da bike, ew jî daxwaza wî qebûl dike û peywendiyên PDKê û Partiya Gel normal dibin. Li sala 1987ê Partiya Gel baregehên xwe li devera Behdînan bi awayekî fermî vedike. Zêrevan Nêrweyî wek kadiroyê Partiya Gel yekemîn semînara xwe li gundê Êkmala Berwariya pêşkeş dike.
Ew yekem çalakiya xwe ya leşkerî digel Pêşmerge yên Partiya Gel li navbera Şêxmema û Bamerrinê dikin û çar caşan bi dîl digirin û çar kalaşnîkofan jî weke destkeft bi dest dixin.
Piştî hîngê, li deverên azad yên dibin destê şoreşê bi awayekî berdewamî semînaran pêşkeş dike. Li Sikrînê bi serperşitiya Selam Bosellî, Edîb Çelkî û hevalên xwe yên Pêşmerge çalakiyeka leşkerî jî encam didin û pênc kalaşnîkofan weke destkeftî radikin.
Berî Enfalan ew baregwhê xwe dibe Kanîsarka Nêrwe ku hêzeka mezina PDKê jî li wir bû. Zêrevan Nêrweyî, ji bo bersînggirtina êrîşa dijminî, diçe devera Nihêlê , lê li wir, li Çiyazerkî û Çiyareşkî wî Mehmud Kanîsarkî, Tahir Nurî, Şeban Mahir û Haşim Sîteyî agehdar dikin ku roja paştir dê êrîşa mezina dijminî bo ser deverên azad des pê bike. Êdî hemû hêzên siyasî ji tirsa bikarînana çekê kîmiyawî baregehên xwe vala dikin. Zêrevan Nêrweyi ji Partiya Gel û Mihemed Mihsin Amêdî ji PDKê biriyarê didin ku bergiriyê bikin û ew çeperan berinedin, lê wan şiyanên bergriya çekê kîmiyawî û hovatiya rijêma Sedam nebû, lewma ew jî neçar dibin xwe paşda vekşînin.
Hîngê Zêrevan Nêrweyî kurekî yek salî hebû û di rêya revê da Xwedê keçkê jî dide wan. Ew çu ji xêzan û zarokên xwe nizane. Lê piştî ew jî ji deverê xwe vedikişînin, ew xêzan û zarokên xwe dibîne û daxwazê ji wan dike ku biçin Îranê. Xêzana wî bê dirav û pere ye, pere yên hizbê digel wî Zêrevan hene, lê ew tu pere yên hizbê li malbata xwe serif nale. Hevalê wî, Aware, 10 dînara dide xêzana wî û digel xelkî wê û herdu zarokên wê bo Îranê rê dike.
Ew û hijmareka Pêşmerge yên Partiya Gel diçin Komîteya Gulan ya PDKê û digel şehîd Simko Amêdî berpirsê wê komîteyê bi hev ra diçin Çemtû. Hemû partiyên Bereyê Kurdistanê li wir baregehên xwe ava dikin û biriyarê didin ku li herêmê bimînin û berxwedana xwe berdewam bikin, lê bi tenê hêzên YNKê li wir namînin û diçin Îranê peywendiyê bi serokatiya xwe dikin.
Selam Boselî bi vê biriyara çûna Îranê razî dibe lê bi mercê ku raya Samî Ebidulrehman û serokatiya Partiya Gel pê ra be. Zêrevan û hindek Pêşmerge yên PDKê û Bizava Aşurî bi hev ra diçin mala Mihemd Şerîf li Deşita Geverrê û bi qeçaxî derbasî Rojhelatê Kurdistanê dibin.
Zêrevan dema digehe Rojhelatê Kurdistanê dizane ku rijêma Îranê malbata wî li kampa Cehrom li başûrê Îranê bi cî kiriye, ji bo dîtina xêzana xwe, ew jî diçe kampa Cehrom wan dibîne û bi xwe ra ji bo Rojhelatê Kurdistanê vedigerîne û li bajarê Urmiyê bi cî dibin. Piştî heyamekî Samî Ebdulrehman biriyarê dide ku hindek pêşmerge yên Partiya Gel bişîne başûrê Kurdistanê û Zêrevan Nêrweyî dike berpirsê wê grûpa Pêşmerge, lê Zêrevan naxwaza bibe berpirsê wê hêza Pêşmerge û ew pêşniyar dike ku Nîhad wê berpirsiyariyê werbigire. Êdî ew dibin mefrezeka 11 kesî û di rêya bakurê Kurdistanê ra diçin Çemtû ku, wê demê Fetah Gulî û şehîd Simko Amêdî digel hijmareka pêşmerge yên PDK jî li wir bûn. Hemahengiyeka baş di navbera wan û PDKê û Partiya Komonîst da hebû.
Êdî ew alî bi hev ra grupên piçûk yên hevpişk çêdikin, şehîd Simko dibe berpirsê Bereyê Kurdistanî û Nîhad ji Partiya Gel û Ehmed Bamerinî (Ebu Şihab) ji Partiya Komonîst jî dibin endam û peywendiyê bi xelkî deverê dikin.
Ev hêz dibe çend grûp, grûpek ku ji şehîd Simko Amêdî, Xorşîd û Nacî Kurkoyî ji PDKê, Nîhad Reşaveyî, diktor Şêrko û Ezîz Berroyî ji Partiya Gel, Dîndar û Ebu Şihab ji Partiya Komonîst diçin devera Nihêlê, paşî xwe dikin du grûp, grûpeke 4 kesî digel Simko Amêdî diçin din nav şkeftekê da. Simko fermanê dide wan ku nabe tu kes ji şkeftê derkeve û ew bixwe dê zêrevaniyê bigire. Caşek tê nêzîkî deriyê şkeftê û dema ew Caş Simkoyî dibîne wî diniyase û bi guleyan destrêjiyê li Simkoyî dike û wî şehîd dike. Hevalên Simkoyî wisa hizir dikin ku ew kes ne bi tena serê xwe ye û ew hizir dikin ku derdûra wan hatiye dûrpêc kirin, ji ber hindê ew bi dizî xwe paşda vedikişîn in û termê şehîd Simko Amêdî di destê dijmin da dihêlin.
Grûpa din ku, ji diktor Şêrko û Gundî ji Partiya Gel, Xurşîd Sêrî ji PDKê û Ebu Şihab ji Partiya Komonîst pêkdihat, diçin Deşita Zê û bi navê Bereyê Kurdistanî çalakiyan dikin.
Grûpek jî ku, ji şeş kadiroyên PDK:Şehîd Ehmed Kadir, Mihemed Hemdî, Se’dula Avdel, Nezimî, xalid û Nizar Mihemed Silêman Xirabî pêkdihat, mxabin ew şeş kadiroyên PDKê bi xînate bi destê PKKê li gundê Şîvirrezanê tên girtin û şehîdkirin.
Zêrevan Nîrweyî jî serperştiya grûpeka pêşmerge yên Partiya Gel dike. Ew û grûpa pê ra xwe dgehînin Nêrwa Sîto li nav Doskî Joriya, haya wan ji şehîdbûna Simko Amêdî nîne.
li adara sala 1989ê Zêrevan Nêrweyî digel grûpeke Pêşmerge ku ji 30 Pêşmerge yên Bereyê Kurdistanî pêkdihat bi serperştiya wî, Erîf Yasîn û Hecî Omar Şetyunisî yekem çalakiya hevpişk ya leşkerî, pişitî Enfalên reş, li dijî hêzên dijminî encam didin û ew li sê sengerên dijminî diden û 35 serbazên dijminî dikujin.
Piştî vê çalakiyê Zêrevan û hevalên xwe diçin gundê Jiyanşî yê bakurê Kurdistanê, ew li wir dizane ku grûpeka Bereyê Kurdistanî ya 8 kesî çuye Kurdistanê , 7 kes jê vegeriyayine û ew 7 kes jî ji aliyê rijêma Tirkiyeyê ve li Kinyaniş hatine girtin. Bi bihîstina vê nûçeyê Zêrevanî bi guman dikeve û ew nameyekê ji Nîhad ra dihinêre û dixwaze bizane mesele çiye, lê Zêrevan tu bersivan wernagire û ew xwe digehîne baregehê Erîf Yasîn û daxwazê jê dike ku ew hewla berdana wan 7 Pêşmergeyan bide. Rijêma tirkî daxwaz ji wan dike li hember berdana van 7 Pêşmergeyan, ew çalakiyekê li dijî PKKê bikin. Her çiqas PKKê6 kadiroyên PDKê bi xiyanet şehîd kirbûn jî, lê ew wê daxwaza Tirkiyeyê ret dikin û paşî Tirk neçar dibin ku van 6 Pêşmergeyan azad bikin.
Di dawiya sala 1989ê da kongireya Partiya Gel li Rojhelatê Kurdistanê tê li dar xistin. Di kongireyê da nakokî dikeve di navbera Dilêr û Selam Boselî li hember Samî Ebdulrehman. Samî Ebdulrehman pêşniyar dike ku Zêrevan Nêrweyî bo seroktiya Partiya Gel bê berbijêrkirin. Herdû alî yên dijber wê pêşniyarê pesend dikin û Zêrevan di proseseka demokrsî da weke endamê serkokatiya Partiya Gel tê hilbijartin.
Li destpêka sala 1990ê diktor Kemal Kerkûkî digel hêzeka mezin ya PDKê digehe Kurdistanê û civînekê digel hêzên Bereyê Kurdistanî (Gel û Komonîst) dike û biriyarê didin ku ber bi devera Nêrwe biçin, êdî diktor Kemal digel hêzên Bereyê Kurdistanî diçin gundê Şîvarezana bakurê Kurdistanê. Lê ji ber ku hêza Pêşmerge hemahengiyê digel rijêma Tirkiyeyê nake, rijêma Tirkiyeyê biriyarê dide ku her kesê alîkariya Pêşmerge bike her weke alîkariya PKKê kiriye û sizayê wî dê gelekê gran be û ew gundên ser sînoran bi vê biriyara xwe agadar dike. Diktor Kemal biriyarê dide peywendiyê bi Macid Begê bike û hemû hêzên Bereyê Kurdistanî baregehên xwe li Şîfosmana bi cî dikin. Serbazên tirkî ew dever henû tijî mîn kiribû, Dilbrîn xwest wê deverê ji mînan paqij bike, lê mixabin mînek bi wî ve dipeqe û bi giranî birîndar dibe û herdu çavên xwe ji dest dide.
Ji bo peywendîkirinê bi Macid Begê diktor Kemal, Zêrevan Nêrweyî, Tehsîn Kemekî û Şakir Zêweyî teklîf dike. Ew jî diçin gundên ser sînorî weke; Carmenda, Şilko û Erija, lê mixabin, li gundê Şilko mîneka din bi hevalê wan Îdrîs Bêskî ve dipeqe û lingê wî difire. Ew neçar dibin careke din vegerin baregehê xwe li Şîvosmana. Derman tunene birîndarên xwe pê derman bikin, diktor Kemal dibêje ku divê çareyek bê dîtin û derman bên peydakirin:Zêrevan û Tehsîn mixtarekî dihinêrin qereqola tirka û daxwazê ji wan dikin ku rêyekê jê ra vekin da ew birîndarê xwe bigehînin Îranê, lê qereqol daxwaza wan qebûl nake û mixtar ji qereqolê dibêje: “Ev dijminên Sedam in, ne dijminên Tirkiyeyê ne”. lê leşkerên tirkî dibêjinê: “Em ji Sedam pêtir dijminên wan in”.
Zêrevan û Tehsîn bi qeçaxî diçin gundê Şîke û ew birîndarên xwe bi rêya Necmedîn Şîkeyî dibin mala Mela Îbrahîmê Çêy, da wan bibin Îranê, lê tirk hewil dide rê li wana digire. Di rê da, li geliyê Şîke girrek Îdrîs Bêskî digire û dibêjet:“Min sare.” Êdî ew nikare tehemula giraniya birînên xwe bike û di dijwartirîn rewiş da, di rêya xebata pêşmergatiyê da, canê xwe gorî kurd û Kurdistanê dike û şehîd dibe. Îdrîs Bêskî ciwanekî 18-20 sallî, xurtekî delal, xwînşrîn û qareman bû.
Leşkerên tirkî, ne rê didin ku termê şehîdî derbasî Îranê bikin û ne jî dihêlin ku termê wî li nav axa bakurê Kurdistanê veşêrin. Di vê rewşê da hevalên wî li ser birina cenazê wî bo Rojhelatê Kurdistanê îsrarê dikin û wî heta Satê dibin, lê careka din leşkerên tirkî rê li wan digirin, tu rê li pêşiya wan namîne. Li dawiyê cenazeyê wî yê pîroz yê şehîd Îdrîs Bêskî li Satê teslîmî axê dikin û, her li Satê, Dilbrînî jî teslîmî hindek ji kurdên bakur dikin .
Paşî Zêrevan û Şakir Zêweyî digel hijmareka Pêşmergeyan xwe digehînin Rojhelatê Kurdistanê. Zêrevan diçe Urmiyê û li wir Samî Ebdulrehman dibîne û rewşa xwe, hevalên xwe û rewşa pismamê xwe yê birîndar Dilbrîn jê ra behis dike. Samî Ebdulrehman careka din Zêrevan û digel hindek hevaln rê dike Kurdistane ku tiştekî ji rewşa Dilbrînê birîndar bizanin. Zêrevan û Mihemed Selîm Kurkoyî ber bi Bakurê Kurdistanê diçin, ew li Geverê bi alîkariya Kamil Oremarî dixwazin tiştekî ji çarenvîsê Dilbrîn bizanin û bi alîkariya wî dikarin Mistefayê Kerem Axa, Necdet Boldan serokê bajêrvaniya Geverê û Nazimê Ebidula Deştoyî serokê Civata Geverê dibînin û silavên Serok Barzanî û Samî Ebdulrehman (bê ku haya wan jê hebe) digehîne her sêyan û daxazê ji wan dikin ku tiştekî ji çarenvîsê Dilbrînî bizanin.
Mistefayê Kerem Axa, roja paştir, wan agadar dike ku Dilbrîn ji Geverê birine Wanê û ji Wanê jî birine Enqereyê û li wir tê îlac kirin û ew bi xwe jî pê ra axivî ye. Zêrevan daxwazê ji Mistefayê Kerem Axa dike ku alîkariya wan bike da Dilbrînî ji Enqereyê bibin Îranê. Mistefa, Kamil Oremarî rê dike Enqereyê û Dilbirïn ji wir vedigerînin Geverê û di rêya Sêro ra wî derbasî Îranê dikin.
Li serheldanê Zêrevan Nêrweyî berpirsiyariya Liqa Yek ya Partiya Gel werdigre li Amêdiyê û paşî jî li Duhokê bi cî dibe. Bereyê Kurdistanî biriyara azadkirina Feyîdiyê dide, lê dijmin wan li Girê Mîriyê dûrpêç dike û hijmareka birîndaran didin, Mirad Evrîkî li hewara wan diçe.
Mam Celal û Samî Ebdulrehman ji Suriyê diçin Kurdistanê û li Duhokê bi pişkdariya Seyd Salih civînekê dikin.
Zêrevan Nêrweyî bi fermana Bereyê Kurdistanê bi 50 Pêşmergeyan serperiştiya baskê Aloka dike, ew hijmareka fermandar û Pêşmerge yên PDKê jî weke; Aşitî Koçer, Mizefer Dêrkî, Segvan Reşîdê Felekê, Yunis Dutazayî û herwesa Ebu Nisîr ji Partiay Komonîst li wir dibîne. Şer dest pê dike û dijmin dişkê, lê careka din topbarana dijminî bi çirî dest pê dike û paşî dest bi êrîşên pejayî dike. Hêzên Pêşmergeyî çendîn êrîşên dijminî bi RBG û Doşka dişkînin. Lê ji ber ku xelk dikeve nav bereyên şerî kawus dirust dibe û hêzên Pêşmergeyî xwe vedikişînin Zawîte û li wir dicivin, biriyarê didin ku Geliyê Bêsirê bigirin. Li ser rêya Badê mînek bi Hisên Fetah ve dipeqe, Hesen Selîm û Hecî Ehmed Sînî şehîd dibin û Elî Şeban Amêdî û Şerîf Amêdî jî birîndar dibin. Êdî hêzên Pêşmergeyî biriyara vekişînê didin û li Amêdiyê bi cî dibin. Hêzên dijminî ber bi pêş diçin û xwe digehînin Sersinkî û li wir şerekî mezin diqewime. Di wî şerî da 12 Pêşmerge şehîd dibin. Fermandên dêrîn Hemo Kemekî, Tahir Zêweyî û Silêman Bendî, Mihsin Ebdila Amêdî, Birqî Salih û Sen’an Doskî Jorî di nav şehîdan da bûn. Serok Barzanî birûskekê bo Mihsin Salih Amêdî dihinêre û daxwazê jê dike ku liberxwe bidinn. Zêrevan Nêrweyî jî digehe Amêdiyê û roja paşitir diçe Rewanduzê. Serkrokatiya Bereyê Kurdistanî bi amadebûna Serok Barzanî li wir dicive û biriyara bergiriyê didin û hêzên Partiya Gel li bereyê Serê Hindrîn bi cî dibin.
Di vê demê da Netewyên Yekgirtî biriyara 688 derdixin, Zêrevan jî bo Duhokê vedigere. Piştî hîngê rijêma Sedam bi biriyarekê hemû daîreyên xwe ji Kurdistanê vedikişîne. Bereyê Kurdistanî îdareya herêmê dike. Li parêzgeha Duhokê Fazil Mîranî dibe berpirsê Komîteya Bala ya Bereyê Kurdistanî. Zêrevan Nêrweyi jî her weke berê wek berpirsê Liqa Yek ya Partiya Gel dimîne, Arif Ruşdî dibe berpirsê îdareyên hikûmî, Omer Botanî û Ebu Nesîr û Şim’un ji Bizava Demkrata Aşurî dibin berpirsên darayî. Ji ber ku Zêrevan Nêrweyî di reftar û tevgerên xwe da yê nerim bû, hevalên wî li cem Samî Ebdulrehman û serokatiya Partiya Gel li wî gilî û gazinadan dikin, Omer Botanî wî pêşniyar dike ku bibe berpirsê darayî yê Komîteya Bala ya Bereyê Kurdistanî, lê ew dibe berpirsê Rêkxirawên Cemawerî. Samî Ebdulrehman, ji ber baqjiya wî, naznavê “Mesîhê Şoreşê” li wî dike. Serok Barzanî jî di civîneke Bereyê Kurdistanî da pesina wî dide û weke mînaka kadiroyê paqij bi nav dike.
Piştî yekemîn hilbijartinên Palamentoya Kurdistanê li sala 1992ê, Partiya Gel, HSK û Pasok li jêr navê Partiya Yekgirtin dibin yek. Zêrevan di wê partiyê jî da weke endamê serokatiyê cî digire. Piştî hîngê Partiya Yekgirtin di kongireyê xwe da biriyara yekgirtinê digel PDKê dide. Heme Hacî Mehmud ji bo vê yekgirtinê gelek mercan dadine û diçe Silêmaniyê. 14 roj derbas dibin û ew nagehine tu encaman. Zêrevan û Omer Botanî piştî hemûyan diçin Silêmaniyê. Piştî hîngê Partiya Yekgirtin û PDK di kongireyê da yekdigirin û diktor Roj û Cehwer Namiq ji Samî Ebdulrehman ra pêşniyar dikin ku Zêrevan Nêrweyî xwe ji bo endamtiya serokatiyê berbjêr bike. Herdu partî; Partiyên Yekgirtin û PDK li jêr navê Partiya Demokrata Kurdistanê-Yekgirtû yekdigirin û Zêrevan Nêrweyî jî weke endamê yedekê Komîteya Navendî tê hilbijartin, piştî hîngê jî dibe endamê daîm.
Qonaxeka nû ya xebata Zêrevan Nêrweyî digel PDKê dest pê dike û li sala 1993ê dibe cîgirê berpirsê Liqa 9 ya PDK li Akirê ku Ze’îm bierprsiyariya wê dikir.
Di sala 1995ê da dibe cîgirê Fermandarê Leşkerê Kurdistanê (Felek) ku Birûsk Nurî Şawîs berpirs bû.
Zêrevan Nêrweyî nuh tu postên hizbî û hikûmî nînin, lê weke endamê serokatiya PDKê serederî pê ra tê kirin.
سهنتهرێ کۆماته
یێ دێکومهنت کرنا دیرووکا شۆڕشێ
کار و ئهرکێ سهنتهرێ کۆماته دێکۆمێنت کرن و پاراستنا دیرووکا شوڕشێ یه ژ مرن و ژناڤچوونێ.
ڤی سهنتهری ب ستافهکێ بچووک و شیانێن ساده، لێ ب ڤیان و باوهریهکا مهزن، وهک پێنگاڤا خوه یا کاری یا ئێکێ، دهست ب کۆمکرن، دێکۆمنێت کرن و تۆمارکرنا دیرووکا خهبات و شۆڕشا کوردستانێ کریه.