Latînîسەرەکی

Pêşmerge yên komateyî spasdarên tene rêzdar Nêçîrvan Barzanî

Pêşmerge yên komateyî spasdarên tene rêzdar Nêçîrvan Barzanî

 

Beriya salekê (28.11.2021) senterê me, Senterê Komate, dest bi karê xwe yê dekomentkirin û erşîvkirina dîroka şoreşê kir. Roja 28.11.2021ê me yekemîn hevpeyivîna xwe digel kadiro û pêşmergeyekî herdu şoreşên Îlon û Gulanê û yê serhildanê encam da û duhî (27.11.2022) jî me hevpeyivîna xwe ya 103ê encam da.

Ji bilî hindê ku parastina çîrokên xebata van qaremanan û dîroka wan ji bo dîroka me û nifşên me yên paşerojê samanekê mezin e, herwesa hevdîtin digel wan û guhdarîkirina çîrokên xebata wan bi xwe jî, di çavên van xebatkeran da rêzgirtineka mezin û karekî pîroz e.

Li gor serbora me ya salekê digel van mêrxasên, serbazên wunda, yên ku me hevpeyvîn pê ra kirîn, piraniya wan hatîne jibîrkirin, paşguhveavêtin, kal bûne, nexweşketine û bêçare bûne. Loma dema ew dibînin ku hindek kes û sazî hene qîmetê didin wan, seradana wa dikin, guhdariya çîrokên xebata wan dikin û li dîroka wan xwedî derdikevin, herwekî guleka çilmsî û melûl li ber tîrojka rojê kuzirî û tu aveka tezî berdeye ser, ka çewa belgên wê geş dibin û gula wê serê xwe bilind dike û xwe li ber bayî dihejîne, aha wesa reng û sîmayê van camêran jî vedibe, geş dibe û sed carî dibêjin: Iha me bes ev yek divê, me qesir, erebe û pere nevên, me rêzgirtin, qîmet û qedigirtin û jibîrinekirin divê.

Helbet em jî wek Senterê Komate, yê ku bi harîkarî, pişitevanî û dilsoziya rêzdar Nêçîrvan Barzanî, cîgrê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), hatiye vekirin, berdewam ji wan ra dibêjin: Eger cenabê wî nebûya Senterê Komate jî nedibû. Ev sentere berhemê dilsozî û piştevaniya rêzdar Nêçîrvan Barzanî ye. Dîsan eger piştevanî û hemahengiya kak Ako Mihemed berpirsê Tora Mediyaya Rûdaw jî nebûya, ev kar bi vî awayê serkrftî û rêkupêk birêve nedçû.

Ji ber hindê jî, hema bêje, hemû xebatkerên ku me hevpeyivîn pê ra kirîn, ji Pêşmerga, zîndaniyên siyasî, bergrîmilî û nandehên şoreşê, hemû bi hev ra spasdar û minetdarên rêzadar Nêçîrvan Barzanî ne û lava û nizayên xêrê ji bo wî dikin û ji Xwedayê mezin dixwazin ku wî û Serok Mesûd Barizanî ji bo gel û welatê me biparêze.

Helbet em jî, wek stafê Senterê Komate, ji dil û can spasiya cenabê cîgirê serokê PDKê dikin ku wek serkirdeyekî dilsoz, welatparêz û xemxorê doza Kurdistanê, li gaziya me xwedî derket û pişitî 11 salên gazî û derîlêdana gelek dezgeh û saziyan, cenabê wî xwe li parastina vê dîroka zêrîn kir xwedan û îro bi saya serê cenabê wî me karî pişkek baş ji dîroka xebata gelê xwe ji mirin û jinavçûnê rizgar bikin. Herwesa ji dil û can spasiya kak Ako Mihemed wek piştevanekê berdewam ji bo vî karê me dikîn.

Li dawiyê em jî sozê didin ku wekî rojên pêşmergatiya çiya bi dilsozî, bi rijdî, bi paqijî û bêrawestan xizimeta parastina dîroka gelê xwe bikin. Em hêvîdar in jiyan rê bide me ku, ne tenê dîroka bi sedan lê ya bi hezaran mêrxasan tomar û erşîv bikîn û bikîn gencîneyek ji bo pertûk, film, roman û karên din yên hêja.

Senterê Komate

yê Dekomentkirin û erşîvkirina dîroka Şoreşê

28.11.2022

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى