Salih Doskî
Salih Doskî xebatkarekî camêr, hêja û xwedî dîrokek pirî serfrazî
Senterê Komate di berdewamiya kar û çalakiyên xwe da, li roja 09.11.2022ê li ofîsa xwe mêvandariya Pêşmerge yê dêrîn Salih Doskî dike, dîdareka dirêj digel saz dike û dîroka xebat û têkoşîna wî tomar dike û diparêze.
Salih Hacî Tahir, yê nasiyar bi Salih Doskî, li sala 1945ê li gundê Zêwa Şefîq li bakurê bajarê Duhokê hatiye ser dinyayê. Ji egerê nebûna dibistanê li gundê Zêwa Şefîq, Salih neçar dibe, bê dayk û bav, rêya sê demjmêran bi piya bibire û biçe mala zavayê xwe Erîf Silo li bajarê Duhokê. Bi vî awayî Salih li mala Zavayê xwe li Duhokê diçe xwendingehê û xwendedina xwe ya destpêkê û lîsyeyê li Duhokê timam dike.
Kar û xebata siyasî ya Salih Doskî bo sala 1960ê vedigere, di vê demê da ew bi rêya hevalê xwe yê xwndingehê, Mihemed Weysî kadiroyê PDKê, dikeve nav rêzên rêkxistinên PDKê.
Li sala 1962ê dema ku, ew li Duhokê xwandekar e, hêzên ewlehiyê yên rijêma Îraqê wî dişopînin û ji ber çalakiyên wî rijêm lêdixebite ku wî bigire, Salih pê di hese ku rijêm wî dişopînine, loma ew bi alîkariya xizmekê xwe, xwe digehîne cem pêşmergeyî li Kuwaşê, li qontara çiyayê Spî û li wir peywendiyê bi zavayê xwe Erîf Silo dike ku, li hêza Zaxoyê digel şehîd Îsê Siwar pêşmerge ye.
Salih, li roja 03.05.1962ê, diçe gundê Baviya û li wir ew peywendiyê bi şehîd Îsê Siwar dike û Îsê pêşwaziyeke gerim lê dike û demancekê bi wî dide û jê ra dibêje: Nuha tu Pêşmergeyî.
Mihemed Salih Doskî diçe gundê Zêwa Şefîq û tivenga bavê xwe dihelgre û vedigera nav pêşmergeyî. Salih heta dawiya sala 1963ê li baregehê Hêza Zaxoyê wek kadiroyê îdarî digel şehîd Îsê Siwar dimîne. Di vê demê da ew digel Hêza Zaxoyê pişkdariyê di dastana Eynzalayê da dike. Ev şerê Eynzakayê bi fermana Barzanî yê nemir bû daku direw û piropegndeyên rijêma Ebdulkerîm Qasim pûç bike, ji ber ku mediyaya rijêmê rojane piropadenda dikir û mizgîniya jinavbirin û bidawîanîan tevgera kurdî bi xelkê dida. Pêşmerge yên Hêza Zaxoyê li 09.11.1963ê amadekariyan dikin bêy ku bizanibin ka arasteyê wan dê berev kûve be. Du polîs yên kurd ku, berî wextî hatibûn nav rêzên şoreşê, li ser Eynazalayê pêzanînên baş bi şoreşê didin. Îsê Siwar digel fermandarên hêzên pêşmergeyî dicive.
Qonaxa yekê: Li 09.11.1963ê hêzên pêşmergeyî li Girreşê li cadeyê derbaz dibin û diçin nav Koçerên Haca. Her çend pêşmergeyek diçin malekê. Hêzên pêşmergeyî derdora gundî dûrpêç dikin, bi hişiyarî zêrevaniyê digirin. Ew rê nadin, ne kes ji gundî derkeve û ne jî kes bikeve di gundî da. Hêzên pêşmergeyî heta roja paşitir roj ava dibe di gundî da dimînin.
Qonaxa duyê: Demjimêr dehê şevê ji gundî derdikevin û li ava Dicleyî derbaz dibin û xwe digehînine ber sîmê Eynzalayê, hindek Koçerên Haca rêberiyê ji hêzên pêşmergeyî ra dikin. Di vê demê da Îsê Siwar hêzên pêşmergeyî agehdar dike ku dê çalakiyekê li Eynzalayê encam bidin. Îsê Siwar dibêje: Em naçin talanên xelkî bînin, em dê li hêzên rijêmê bidin, her kesekê pêgîriyê bi fermanên şoreşê neke yan serpêçiyekê bike, ew li Kurdistanê pêşmergatiyê nake. Salih Doskî û pêşmergekê din, li Eynzalayê, diçin mala endaziyarek/mihendisek kurd xelkê Duhokê da ku ji bo lêdana pirojeyê neftê alîkariyê ji hêzên pêşmergeyî ra bike. Di vê çalakiyê da hêzên pêşmergeyî pitir ji 70 polîsan û endaziyarekê frenisî dîl digirin. Hêzên pêşmergeyî bi fermana Îsê Siwar demjimêr yekê şevê li ber Dergehê Mezin yê Eynzalayê dicivin. Demjimêr duyê şevê tirombêleka tijî çekdarên rijêmê dikeve ber agirê hêzên pêşmergeyî, hindeka ji wan bi dîl digirin û hindeka jî dikujin. Ji Hêzên pêşmergeyî, di vê çalakiyê da, pêşmergeyek xelkê devera Zaxoyê şehîd dibe. Hêzên pêşmergeyî cenazeyê şehîdî heta ser Ava Mezin bi xwe ra dibin lê, mxabin, nikarin zîdetir bibin. Firokeyên rijêmê digehin wê deverê û hêzên pêşmergeyî bombebaran dikin, lê pêşmerge, ji ber dîlên di destê wan da ne, şerê firokeyên nakin. Her ew firoke diçin gundê Baviya bombebaran dikin.
Li dawiya sala 1963ê, Salih bo Hêza Zaxoyê tê veguhastin.
Piştî hîngê Ubeydula Barzanî tê deverê. Hemû Serqol û fermandarên Hêza Duhokê digel wî diçin gundî Qeşefirê û gundên din yên qontara çiyayê Spî û bakurê Sêmêlê. Ubeydula bixwe jî diçe mala şehîd Qeyser Mensorî li gundê Sêcê. Paşî Ubeydula bi rêya Qeyser Mensorî û Qeşeyekî diçe Frensayê. Qolê Erîf Silo ku, hejmara wan nêzîkî 60 pêşmergeyan dibin, digel hejmareka Qol û Hêzên din yên pêşmergeyî ji Qeşefirê heta geliyê Duhokê bi cî dibin û çavdêriya deşitê dikin. Li Şaxkê sê caran dijminî êrîşî ser wan dike. Di van êrîşan da dijminî diviya aliyê rojavayê geliyê Duhokê û Şkefta Simtî bigire. Tevî ku Erîf Silo ji rûyê xwe birîndar dibe jî, lê ew şerekî mezin dikin û êrîşên dijminî yek li dûf yekê dişkînin û dijmin paşve direve.
Her li sala 1963ê Hêzên Zaxoyê li jêr fermandariya şehîd Îsê Siwar pişkdariyê di şerê Metîna da dikin ku, di wî şerî da Mihemedê kurê Îsê Siwar û Tahir Bêsfkî, Mihemed Elî Zêweyî, Yehya Goyî, Cemîlê Sor û komeka din ya pêşmergeyan li wî şerî şehîd dibin.
Li sala 1964ê hêzên rijêmê ji Malta Jorî hewil didin berev Masîkê ve biçin da ku, çiyayê bakurê rojavayê Duhokê dagîrbikin, lê dîsan dirbên pêşmergeyî wan paşve vedigerîn in. Paşî dijmin hewil dide sengerekî li Kela Fîrewnî, li hindavî Duhokê, zêde bike, lê dîsan pêşmerge rê lê digirin û nahêlin dijmin sengerekê xwe li wir ava bike. Piştî hîngê hêzên rijêmê di gundê Pîromera ra serdkevin û ji aliyê gundê Germava ve bi armanca şewitandina gundê Baxirnîfê êrîş dikin, lê ji ber berxwedana mêrane ya pêşmergeyî, dijmin bi reva xwe ra negehe. Salih pişkdariyê di van hemû şeran da dike.
Li sala 1964ê hindek serkirdeyên PDKê ji şoreşê û PDKê vediqetin û li dijî şoreşê çekî dihelgirin. Piştî vê bûyerê PDK kongireya xwe li Qeladizê lidardixe. Salih Doskî dibe nûner û pişkdariyê di kongireyê da dike. Dema ew û hevalên xwe diçin Qeladizê, di rê da rastî qeza trafîkê dibin û Salih digel hejmareka pêşmergeyan birîndar dibin. Kongire dest pê dike, Barzanî yê nemir di roja duyê ya kongireyê da pişkdar dibe û gotarekê pêşkêş dike. Barzanî yê nemir di gotara xwe da dibêje: “Bila Îbirahîm Ehmed û Celal Talebanî û hevalên wan bên di kongireyê da pişkdar bin, bila kongire biriyarê bide, eger ez şaş bim min siza bidin”. Dîsan Barzanî yê nemir di berdewamiya gotara xwe da dibêje: “Ez pêşmerge me û ji bo her şerekî ji bona mafên miletê kurd ez amademe.” Salih Doskî dibêje: Di vê kongireyê da, du jin, Nahîde Abdulsalam û Zekiya Îsmaîl Heqî, pişkdar hebûn.
Li sala 1965ê, Salih Doskî dibe fermandarê Fesîlê. Li sala 1966ê diçe Îranê û pişkdariyê di kurseke çek û mînan da dike. Ji bilî wî, ji hêza Duhokê Ebdulrazaq Germavî, Ebduletîf û şehîd Mihemed Hesen Baclorî jî di wê kursê da pişkdar dibin. Kurs bi dawî dibe û her yek ji wan medaliyeke zêrî werdigre. Salih li meha 11 sala 1966ê vedigere Kurdistanê. Ew di rê da di nav berfê da asê dibin, nemir Îdrîsê Barzanî û kak Mesûd şefelan bo wan rêdikin û rê jê ra vedikin, piştî hîngê ew diçin Çoman.
Salih û hevalên xwe di vegera xwe da bo deverê, rêya wan dikeve devera Etrûşê, lê ew dikevin nav wan çiya û di berfrê ra asê dibin. Salih ji birsa û sermayê ji hêz û şengehan dikeve, ji westan û sirûsermayê hişk û zuha dibe êdî nikare bilepite. Kesek lê xwedî derdikeve wî dike pişita xwe û wî dibe mala xwe. Roja paştir diçin mala Weysî Banî li gundê Baniyê, piştî hîngê diçin Kura û Memanê û paşî digehin baregehê Hêza Duhokê li Gelnaskê.
Berî vê kursa çekî, Hêza Duhokê topçiyên bispor nebûn.
Erîf Silo bo Hêza Helgurd tê veguhaztin. Mihemed Salih Doskî dibe Amir Sirî yê Piştevaniyê (Esinad) li Hêza Duhokê, Seîd Salih Çemseydî fermandarê Bataliyona hemû hêza pişitevaniyê ya Leşkerê Yek e.
Hêzên pêşmergeyî topa 120mm dibin şkefta Simtî, li çiyayê bakurê rojavayê Duhokê, û rojane 3 topan dihavêjine baregehê Lîwa Duhokê. Hêzên rijêmê tengav dibin û daxwaza agrbesteke lokalî ji pêşmergeyî dikin ku li gor wê adirbestê; ne ew hêzên pêşmergeyî topbaran bikin û ne jî hêzên pêşmergeyî wan topbaran bikin.
Salih Doskî heta ragehandina Rêkeftina 11 Adara sala 1970ê li ser erkê xwe yê pêşmergatiyê berdewam dibe. Dema Rêkeftina 11 Adarê tê ragehandin, Salih li gundê Lînava ye. Xelk bi germî pêşwaziyê li hêzên pêşmergeyî dike û miletê kurd bi vê rêkeftinê gelek kêfxweş dibe û şahiyan lidardixin. Salih jî bo pişkdarîkirinê di ahengên Rêkeftina 11 Adarê da, diçe Bexdayê, kak Îdrîs û kak Mesûd jî li Bexdayê ne. Gelek xelk li wir dicivin û şahiyeke mezin digêrin.
Salih, piştî ragehandina rêkeftina 11 Adara 1970ê, dibe Zêrevanê Sinûrî û li sala 1970-1971 pişkdariyê di kursa pêgehandina/perwerdeya kadiroyan da dike.
Salih di vê dîdarê da dibêje: Dema îstîxbarata Îraqê li Bexdayê hewila terorkirina Hemîd Berwarî didin, ez li Bexdayê li kursa kadiroyan im. Xazî Etrwîşî, Dr. Hemîd Akreyî û Hisên Durî digel min in. Samî Ebdulrehman, Elî Ebdula, Cergîs Fethula, Elî Şingalî, herwesa, du Mamostayên Zanikoya Sorbonnê mamosteyên kursê ne.
Salih sê mehan li Bexdayê dimîne û piştî hîngê vedigere û dibe endamê Lijneya Nawçeya Duhokê û nûnerê pêşmergeyî ku, hîngê Lezgîn Sindorî berpirsê Lijneya Nawçeya Duhokê bû.
Salih bo karê hizbî bo devera Mûriya û paşî bo Sêmêlê tê veguhaztin û heta sala 1974ê li Sêmêlê dimîne. Li Sêmêlê, tevî endametiya Lijneya Nawçeya Duhokê, ew dibe berpirsê rêkxiraweka hizbî û herwesa dibe berpirsê Rêkxirawa Cotkaran.
Salih Doskî, li roja 11.03.1974ê, ji aliyî Elîyê Xelîlî ve tê agehdarkirin ku, ji Sêmêlê derkeve. Ew mala xwe dibe gundê Sêcê û tirombêla Komeleya Cotkaran ji bo barkirina topa 106mm digel xwe bi rêya kesekî derbasî nav hêzên pêşmergeyî dike. Salih li nav şoreşê topeka 106mm bi wê tirombêlê dibe baregehê Hêza Duhokê li Gelinaskê û karê şoreşê pê dike.
Li sala 1974ê şer dest pê dike, Salih carek din dibe berpirsê Sirya Pişitevaniyê li Hêza Duhokê û heta şkestina şoreşê li şkefta Simtî erkê xwe dibîne.
Dema şoreş rastî şkestinê hatî, ew li mal bû li gundê Zêwa Şefîq. Esied Xoşevî nameyekê bo wî dihinêre û daxwazê ji wî dike ku mala xwe û mala Erîf Silo bibe û bigehe wî. Salih nizane kanê mesele çiye û ji ber çi mala xwe û ya Erîf Silo bibe û biçe.
Salih li Bêbadê, li rojavayê Amîdiyê, Erîf Silo dibîne û ew bi hev ra bi mal û xêzanên xwe ve diçin Îranê. Salih zarokekê xwe li Duhokê dihêle û xêzan û çar zarokan digel xwe dibe û diçin Îranê. Ew li destpêkê li Kampa Zêwe dimîn in, paşî wan dibin bajarê Simnan. Piştî 6-7 mehan, ew navên xwe dinivîsin û daxwaz dikin derkevin derve. Kanada 100 penaberên kurd wedigre. Li 04.06.1976 Salih Doskî û hejmareka din ya kurdên xelkê Duhokê, Amêdiyê û Akrê û deverên din yên Kurdistanê diçin Kanadayê û li wir dibine penaber.
Berî ew derkevin derve, ew daxwaza dîtina nemir Barzanî dikin da xwatira xwe ji wî bixwazin. Bi arîkariya Esied Xoşevî ew Barzanî yê nemir dibînin. Barzanî yê nemir bixêrhatina wan dike û şîretan li wan dike ku doza miletê xwe ji bîr nekin. Piştî vê dîdarê bo şîvxwarinê Esied Xoşevî wan dibe mala xwe.
Roja paştir, li 04.06.1976ê, diçin bajêrê Toronto li Kanadayê. Li destpêkê wan dibin hotêlekê û paşî ji xwe ra xaniyan digirin, Hikumeta Kanadayê xerciyên jiyara wan dabîn dike. Li wir ew li fabrikayeke mesîhyekê Îraqî kar dike. Ew pişkdariyê di hejmareke kursên meslekî da dike û piştî hîngê li fabrîkayeke kesekê Brîtanî kar dike. Salih Doskî li sala 1977 heta sala 1993ê li wê fabrîkayê kar dike û piştî hîngê xanenşîn dibe.
Salih ji xebata kurdayetiyê naveqete û her zû ew û Mihemed Etrûşî û Mihemed Hewlêrî rêkxiraweka PDKê ava dikin û her kurdek bigehe Kanadayê, ew peywendiyê pê dikin.
Hevalên wî Tewfîq û Elî serdana Barzanî yê nemir li Amirîkayê dikin, ji ber ku wî pasporta wî tuneye, ew nikare biçe, lê wî bi berdewamî peywendiyên têlefonî digel kak Îdrîs û kak Mesûd heye. Salih û hevalên xwe Lijneya Nawçeya Kanadayê dadimezirînin û li Neşvîl li Amirîkayê jî Liqê 7 yê PDKê jî bi şîreta Barzanî yê nemir tê damezirandin ku, Lijneya wan ser bi wê liqî ve ye.
Piştî keftina rijêma Sedam, Salih vedigere Kurdistanê û dibe endamê Liqê Yek yê PDKê û li pişka şehîdan ya Liqê Yek bo demê cend salan kar û xizimetê dike. Nuha jî ew digel mal û zarokên xwe li Kanadayê dijît.