Latînî

Bedel Marûnisî mêrxas û camêrekî nimûneyî

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê li rêkeftî 01.09.2022ê mêvandariya Pêşmerge yê dêrîn yê her du şoreşên Îlon û Gulanê û helgirê Medaliyaya Barzanî yê nemir (Mihemed Reşîd Omer ) yê berinyas bi Bedel Marûnisî, dike û dîdareka vîdiyoyî digel saz dike û dîroka xebat û têkoşîna wî mîna belgenameyeka dîrokî tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Bedel Marûnisî li sala 1927‌ê li gundê Marûnis yê ser bi parêzgeha Hekariyê ve, li Bakûrê Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Ew li sala 1958ê dikeve nav rêkxistinên Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)ê da. Li sala 1961ê destpêka şoreşa Îlonê dibe Pêşmerge li Hêza Şêxan. Mam Bedel pişkdariyê di kursên bikarînana topê da dike û piştî hîngê dibe yek ji topiçiyên zîrek û jêhatî di nav şoreşê da û di şerên li dijî dijmin û dagîrkarên Kurdistanê  da roleke mezin û berçav dilîze.

Mam Bedel Marûnisî di şoreşa Îlonê da pişkdariyê di çendîn şer û dastanan da  dike mîna; şerê Geliyê Zawîte û Lomana, Çiyayê Metîna, Spîrêzî, Baniya Şawrîkê, Kêliya Şedayê, Şikefta Simtî û rol di çendîn şer û dastanên din da dibîne.

Têkoşerê dêrîn, Bedel Marûnisî,  li hemû deverên Kurdistanê, li ser rêbaza Barzanî yê nemir, xizimeta doza Kurdistanê  kiriye û ji ber çelengiya wî li sala 1974ê dibe cîgirê Fermandarê Bataliyonê li Hêza Duhokê .

Gelek caran pişkdarî di lêdan û girtina Kêliya Şedayê ku, dikeve hindavî bajarê Duhokê, da kiriye. Wî gelek caran, di şerên giran da, hêzên dijminî bi topa xwe topbaran kirine, bi taybetî  li Kêliya Şedayê, Kopê Qewxayê, Şekfta Simtî û cihên din yên hindavî bajarê Duhokê. Bi gotina gelek pêşmerge yên wê demê yê li wî bereyî, Mam Bedel bi topa xwe ve  ji bo êrîşên pêşmergeyî bo ser wan cihan û derxistina dijminî ji wî çiyayî pişitevanek mezin bûye.

 Piştî şikestina şoreşa  Îlonê li Adara sala 1975ê, ew qesta Bakûrê Kurdistanê dike û li gundê Marûnisê, bi awayekî nîvqeçax û veşartî, jiyaneka sext û dijwar derbaz dike. Mala Mam Bedel li Marûnisê jî dibe penagehek ji bo wan kadiro û pêşmerge û xelkê Başûrê Kurdistanê, yên ku piştî şikestina şoreşa Îlonê ji ber rijêma dagîrkera Îraqê derbider dibin.

Piştî destpêkirina şoreşa 26ê Gulanê li sala 1976ê, Mam Bedel careka din peywendiyê bi şoreşê dike û dibe Pêşmerge û digel mefrezeyên destpêkê yên şoreşa Gulanê û ji ber mêrxasî, camêrî, hişiyarî, zîrekî û şarezayîya wî li her du parçeyên başûr û bakûrê Kurdistanê, ew roleke berbiçav dibîne. Ew du rolan dibîne; hem digel wan mefrezeyên destpêkê, ji bo hişiyarkirin, rêkxistin û lêdana dijminî, diçe nav başûrê Kurdistanê  û hem jî ji bo vehewandina malên pêşmergeyan, li nav gundên bakûrê Kurdistanê û peydakirina cih û pêdiviyên din ji bo şoreşê li nav bakûrê Kurdistanê rol dibîne.

Mam Bedel di şoreşa Gulanê jî da, pişkdariyê di gelek şeran da dike û di hemûyan jî da rolek berbiçav û serekî dilîze. Di wê demê jî da ew neçar dibe ji ber rewşa ewlehiyê, mala xwe ji gundê xwe Marûnisê bar bike û li ser sinûrî digel malên din yên pêşmergeyan akincî bibe.

Li sala 1982ê ku, wê demê baregehê Liqê Yek li Komate ye, rêkxirawek bi navê Rêkxirawa Şehîdên Xenoke  ji bo parastin û serperiştîkirina wan malên pêşmergeyan yên li ser sinûrê bakûr û başûr, li devera Şkeftereşê-Qesirkê, li navbera gundê Şîvirezana bakûr û Horkê ya başûr, tê damezirandin. Mam Bedel jî hem dibe endamê wê rêkxirawê û hem jî dibe Serperiştê çekê Doşkayê ku ji bo parastina wan malên pêşmergeyî hatiye danan. Di vê damê da her du rijêmên Tirkiyê û Îraqê rêkeftnekê îmza dikin ew rêkeftin maf bi Turkuyê dide ku, ji bo lêdana hêzên pêşmerge yê Kurdistanê, arteşa wê bikeve nav axa Îraqê. Li gor wê rêkeftinê 25000 leşkerê tirkî li gulana sala 1983ê, li ser sinûrî başûr û bakur seferber dibin û gefên dagîrkirina deverên sinûrî yên başûrê Kurdistanê dikin. Di vê navberê da baregehê Liqê Yek ji Komate bo Zêwa Şikan, li ser rûbarê Zê li bakûrê Amêdiyê, tê veguhastin. Malên pêşmergeyan jî hind tên veguhastin bo deverên Heftenîn, Geliyê Pisaxa, çiyayê Spî û çiyayê Metîna û hind jî bo deverên din yên rizgarkrî bi cî dibin. Mam Bedel jî mala xwe dibe nêzîk baregehê Liqê Yek li ser Zê û li wir jî dibe Berpirsê çekekê Doşkayê yê parastina baregehê Liqê.

Xala Doşkaya Mam Bedel li ser rêya pêşmerge, karwanî û rêvingan bû, tevî ku ew 24 saetan di amadebaşiyê da bû li ser çekê xwe yê Doşkayê ji bona parastina baregehê Liqê Yek yê  PDKê ji êrîşên asmanî yên dijminî, lê di heman demê da wî li baregehê xwe xizimeteka mezin ji pêşmerge, karwanî û rêvingan ra jî dikir.

Mam Bedel li hemû Kurdistanê, heta nuha jî, ciwantirîn mînaka pêşmergeyî ye. Ew hemû deman yê lêkday, bi çek û pêdiviyên berevaniyê bi şev û roj yê rapêçayi bû. Ti caran kêlîkekê jî ji çekê xwe yê Doşkayê dûrnediket, ne ku di wê kêlîkê da firokeyên dijminî bên li baregehî bidin. Ew mirovekî aram, mêrxas, bêdeng, xwedî rewşitekî bilind, xizimetkar, nefisbiçûk, dilisoz û heta bêjî nimûneyeka bilind ya pêşmergatî û mirovdostiyê ye.

 Her cara firokeyên dijminî biatana ser baregehê Liqê, Mam Bedel wekî şêran asman li wan dikir agir û firoketên dijminî ji tirsa agirê Doşkya Mam Bedel direviyan û nedikarî  armancên xwe bihingêvin.

Roja 10.01.1988ê, rojekê berî Dastana Dêrelukê, firokeyeka cengî ya dijminî diçe ser baregehê Liqê, lê Mam Bedel bi Doşkaya xwe şerê wê firokeyê dike firoke nikare yek bomba jî berde, firoke dikeve û pîlotê wê jî bi yê navê Salih Cidu xwe bi paraşotê dihavêje û dikeve devera Doskî Joriyan û pêşmerge wî dîl dikin. Serok Mesûd Barzanî hîngê Mam Bedelî li ser vê mêrxasiya wî xelat dike. Ev jî dibe firokeya duyê ku Mam Bedel li şoreşa Gulanê bi Doşkaya xwe têxe xwarê.

Li sala 1988ê di Enfalên reş da, careke din Mam Bedel qesta bakûrê Kurdistanê dike û dîsan heta demekî dirêj, nîvqeçax, li bajêrê Geverê akincî dibe. Heta nuha jî ew her li wir digel mal û zarokên xwe jiyana xwe derbaz dike.

Mam Bedel di jiyana xwe ya pêşmergetiyê da çend caran birîndar dibe. Lê gelek caran dema ew bi sivkî birîndar dibe, ew birîna xwe vedişêre û ji tu kesê ra eşkere nake û naxwaze kes bi birîdarbûa wî bizane. Helbet ev jî yek ji sîfetên nefisbiçûkiya wî ye.

 Ji ber mêrxasî, pakqijî û dilsoziya  wî û rola wî di her du şoreşên Îlon û Gulanê da, li roja 17.08.2018ê cenabê Serok Barzanî wî bi medaliyaya Barzanî yê nemir xelat dike.

Mam Bedel nuha jî weke pêşmerge yê xanenşîne/teqawîd  li bakûrê Kurdistanê li bajarê Geverê dijît .

Heta nuha  jî xelkê Kurdistanê û ew pêşmerge yên digel wî xebat kirîn û jiyayine, wî weke nimûneyeka herî bilind ya mêrxasî, dilsoz, camêrî, aramî, rewştberizî û cwantirîn nimûneya şoreşgerî û pêşmergetiyê bi nav dikin.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى