Latînî

Hemîd Şerîf

Hemîd Şerîf xebatkarekî dêrîn û xwedî komeka şehîdan

 

 

 

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê, di berdwamiya bizav û çalakiyên xwe da, li roja 21.11.2022 li bajarê Zaxoyê dibe mêvanê Pêşmerge û têkoşerê dêrîn, şehîdê zîndî, bavê şehîdî, birayê sê şehîdan û xwediyê Medaliyaya Barzanî, Hemîd Şerîf Sindî û hevdîtineka vîdiyoyî digel wî saz dike û dîroka xebat û têkoşîna wî tomar dike û ji navçûnê diparêje.
Hemîd Şerîf Sindî li sala 1945ê li gundê Qesiroka Sindîyan hatiye ser dinyayê. Ji ber nebûna dibistanê li gundên kurdan delîva xwandin û nivêsînê bo wî çênabe.
Hemîd ji malbateke navdar  ya devera Sindîyan e. Malbata wî ji kevin da kirstiyanên deverê ji zordariyê û destdrêjiyê parastine, loma kirstiyanên deverê herdem rêzeka taybet ji wan ra digirin.
Têkeliya malbata Hemîd bi  şoreş û bi xebata ji bona mafên gelê Kurdistanê ra, ji bo piştî vegeryana Barzanî yê nemir ji Yekêtiya  Soviyete vedigere. Hîngê Seydayê Salih Yusifî peywendiyê bi rehmetiyê bavê wî dike û wî, Fetah Avdel, Ehmed Sadiq, Îsmaîl Mihemed û Mihemed Hamid di nav rêzên PDKê da rêxstinî dike. Bavê Hemîd dibe berpirsê rêkxistinên PDKê li gundê Qesirokê.
 Bi destpêkirina şoreşa Îlonê ra xelkê devera Zaxo hemû milê xwe didin ber şoreşê. Wê demê devera Miçuliyam xwedî çek in û 162 çekdarên wê deverê li mala bavê Hemîd dicivin. Bavê Hemîd di warê leşkerî da jêhatî bû ji ber ku, wî leşkeriya di nava supayê Înglîzî da kir bû  û pileya Efseryê hebû. Berî Barzanî yê nemir bigehe devera Badînan û hevdem digel azadkirina Zaxoyê, bavê Hemîd van çekdaran bi awayê rêkxistina leşkerî rêkdixe û serperşitiya wan dike û di girtina baregeh û mexferên rijêmê li Senatê û li Behinûneya Sindîyan da rol dibîne ku, di wan çalakiyan da 27 pareyçên çekê sivik, sê reşaşeyên Birên, sê Îstirling, du demanceyên Smith digel dûrbînekê ku, heta nuha ew dûrbîne li ba Hemîd parastîye, bi dest dixin.
Şerîf, bavê Hemîd,  piştî van çalakiyan, wî çekî û wan çekdaran digel xwe dibe û diçe pêşiya hêzên êrîşberên rijêmê li Geliyê Zaxoyê. Piştî hêzên dijmin careka din Zaxoyê kontirol dikin, Şerîf digel Ebdulrehman Dîno, Reuf Mela Camî Şeranşî, Ebdulkerîm Hamid û Elî Halo vedigerin gundê Qesirokê û xwe li çîya asê dikin. Firokeyên dijminî gundê Qesirokê bombaran dikin. Qesira wan jî ku, ji 24 odeyan pêkdihat, rastî bombarana firokeyên dijminî dibe. Hemîd Şerîfî û xelkê gundî, ji bona parastina gundî û gundiyan ji bombarana firokeyên dijminî, fişarê li ser bavê Hemîdî çêdikin ku, çekê rijêmê vegerîne û ew û hevalên xwe jî xwe radestî dijminî bikin. Şerîf neçar dibe hindek ji wî çekî li Gundik û Celala teslîmî rijêmê  bike. Hecî Sadiqê Biro jî li devera Batîfa xwe li çîyê asê dike.
Piştî wan gûvaşitinên li ser Mam Şerîf, Ebdalkerîm Hamid û Reufê Mela Camî, li Hîzava hevdu dibînin û bi hev ra biriyarê didin ku xwe radestî rijêmê bikin. Ew li Zaxoyê xwe radestî rijêmê dikin, rijêm jî wan digire û dibe zîndana Mûsilê. Lê li Mûsilê Hacî Axa dibe kefîlê wan û tên azad kirin. Li vê demê Barzanî li devera Berwarî Bala ye, xelk ji hemû deveran peywendiyê bi hêzên Barzanî dikin. Rijêma Îraqê jî hewila terorkirina Elî Halo dide, lê ew xilas dibe û digehe Barzanî li devera Berwarî Bala.
Li sala 1962ê Pêşmerge li deverên Badînan xwe rêkxistinî dikin û Hêzan pêktînin û  pêşmerge bi ser wan Hêxan da dabeş dibin. Îsê Siwar dibe Fermandarê Hêza Zaxoyê û Mam Hemîd jî dibe Berpirsê Hêza Bergrî Milî li wê deverê.
Li sala 1963ê şerê çiyayê Metîna dest pê dike, Esied Xoşevî, namekeyê ji Hemîdî ra dişîne û tê da daxwazê jê dike ku, 20 zelaman ji mirovên xwe bi xwe ra bibe û peywendiyê bi hêzên pêşmergeyî,  li çîyayê Metîna, bike. Hemîd jî fermana Esied cîbicî dike. Erkê Hemîdî li çiyayê Metîna dikeve Serê Navêla li hindavî gundê Eredina, lê berî ew bigehin wir, hêzên dijmin dişkên û ber bi Bamerinê, Amêdiyê û Qedişê ve direvin, loma ew û hêza pê ra li Kanî Botkê, li şûna hêza Selmanê Hecî Mehmûdê Bamerinî, li hindavî Bamerinê bi cih dibin, . Rijêmê, berî hîngê, ew der bi tanikên tîzabê bombebaran kiribû, çeperekê hêzên dijminî jî gelek nêzîkî wan e. Piştî ew diçin wir, roja paştir hezên dijminî êrîşa  ser wan dikin. Hemîd li Kanî Botkê ye di nava şer daye. Di vê demê da êrîşa Caş û leşkerê rijêma Îraqê  diçe ser gundê wî, Qesirokê, û hindek ji mirovên wî li gundî  bi destê Caşan şehîd dibin. Hemîd nûçeya ser gunê xwe dibihîse û ew diçe ba Esied Xoşevî û daxwazê jê dike ku, biçe gundê xwe da tiştekî ji kesûkarên xwe bizane, lê  ji ber dijwariya şerê çîyayê Metîna, Esied Xoşevî îcazê jê ra nade. Piştî şerê Metîna bi dawî dibe Mam Hemîd vedigere gundê xwe.
Li sala 1964ê,  Îsê Siwar biryarê dide ku ji her babikekê eşîra Sindîyan (Pel)eke Leşkerî çêke. Her yek ji Abdalrhman Dîno, Seido Salih, Ferho Keşanî û Yusif Mûsa, apê Mam Hemîdî, dibine Serpel. Mûsayê birayê Mam Hemîdî jî dibe cîgrê wî. Mam Hemîd nabe Pêşmerge, lê weke berpirsiyarê Hêza Bergirî Milî berdewam dibe.
Îsê Siwar, di warê komkirina pêzanînan û parastina asayşa deverên ser tixûban da  pitşa xwe bi Mam Hemîd dibeste .
Piştî Rêkeftina 11ê Adarê, Fewcên Zêrevanên Parastina tixûban hatin pêkanîn, Mûsayê birayê Mam Hemîdî jî bi pileya Erîf li Fewca Zêrevanên parastina tixûban  li devera Zaxoyê dest bi kar dibe.
Li sala 1972ê, li ser kuşitina Qaymqamê Şingalê, di navbera şoreş û rijêma Îraqê da alozî û pirsgirêk derdikevin holê, ji ber vê yekê  li ser navê Mekteb Tenfîzî ya şoreşê  şandek diçe ba Îsê Siwar li Zaxoyê  û bi hev ra biryar didin ku  4 Siryên Bergrî Milî damezrînin û Mam Hemîd dibe Fermandarê siryekê ji wan û bi fermana Îsê erkê sirya wî dikeve Berizîrê li bakurê Zaxoyê û heta sala 1974ê li ser erkê xwe berdewam dibe.
Li sala 1974ê careke din  di navbera şoreş û rijêmê da şer dest pê dike. Li baskê Gewriya Omer Axayî topeka dijminî bi nav komeka pêşmergeyan dikeve û  di encamê da 7 pêşmerge şehîd dibin ku, yek ji wan şehîdan Hesenê birayê Mam Hemîdî bû. Remezan Îsa Barzanî bi nûneratiya Îsê Siwar beşdariyê di taziya malbata Mam Hemîd da dike.
Mam Hemîd dawî car li Ermşitê Îsê Siwar dibîne. Îsê di wê hevdîtinê da, Mam Hemîdî varê dike û jê ra dibêje: “Min neheqî li hember te kiriye, xelkek bêwijadan jî heye, lê eger xwedê ji min anî ez dê tişteke mezin ji te ra bikim”.
Mam Hemîd li êvariya şkestina şoreşê, serdana Esied Xoşevî dike li gundê Tinê yê nêzîk Bamerinê. Ew, di rê da dema berev baregehê Esied diçe, Sebirî ku, kirstiyanekê deverê ye, dibîne. Sebirî ji Mam Hemîdî ra  dibêje ku, şoreş rastî pîlangêriyeka mezin hatiye û şoreş bi dawî hat. Hemîd jê bawer naket û xwe jê tore dike. Lê piştî Hemîd digehe baregehê Esied Xoşevî, êdî ew ji wê nûçeyê piştrrast dibe ku, şoreş şikestiye. Li wir Esied Xoşevî tivengeke Bino bi Mam Hemîdî dide û 10 paketên fîşekan jî bi wan kesên pê ra dide û ji Hemî ra dibêje: “Eger we inyeta çûna Îranê heye, divê di nava 11 rojan da hûn xwe bigehînine tixûbê Îranê, ji ber ku piştî hîngê dê tuxûb werin girtin.” Mam Hemîd dibêje: Eger ez nehatime Îranê jî, ez dê li Tirkiyê (bakurê Kurdistanê)  li benda fermana we bim.
Hemîd  bi dilekê şikestî vedigere devera Zaxoyê, xelk li wî dicivin û ew jî rastiyê ji xelkî ra dibêje. Mam Hemîd diçe Şeranişê, li wir Osman Qazî, Mela Taha û Hebîb Keleş çaverrêyî wî ne, dema Mam Hemîd digehe cem wan, ji zardevê Esied Xoşevî wan agehdar dike ku, şoreş şkestiye û ji wan ra dibêje ku, Îran jî piştî 11 rojên din tixûbê  xwe digire.
Mûsayê birayê Mam Hemîdî pêşmergeye li çîyayê Spî, hêşita ew jî bi dirustî agehdarî rewşê nîn e. Mûsa, direngî şevê, digel 50 pêşmergeyan vedigere gundî, ew gelekê dilgiran û damayî ye, demê Mam Hemîd wî bi wê rewşê dibîne, jê dipirse ka wî xêre. Mûsa bi çavên tijî rondik ve ji Mam Hemîdî ra dibêje ku, Îsê Siwar hate şehîd kirin. Mûsa ji Mam Hemîd ra dibje vaya em jî hatine vir em çi bikin û ku da herin?
Ebidî Axa, Beşar Axa, Osman Qazî, Mela Taha û hemî girgrên deverê li Şeraniş dicivin û Mam Hemîd jî digehe cem wan da ku bi hev ra li ser  çarenivîsê xwe biryarekê bidin. Dîtina hemûyan ku xwe teslîmî hikûmeta Îraqê bikin. Mam Hemîd ji wê civînê vedigere mal û ji kesûkarên xwe ra dibêje: çekê xwe yê baş û saxlem li cihekî veşêrin û yên kevin ê xerabe jî bi xwe ra bînin, halê me jî bi halê xelkî hemûyê, em jî dê xwe teslîmî rijêmê bikin. Mam Hemîd û mervên xwe diçin Zaxoyê û li wir bi çekê xwe yê bêserûber ve xwe radestî rijêmê dikin.
Piştî Mam Hemîd vedigere mal, bi çend roja reşekên rijêmê bi çend tirombêla bi ser mala wî da digirin û Mam Hemîdî digirin. Dema Mam Hemîdî digirin, demanceke Smith ya diber şûtka wî ra, lê kes nabîne. Mam Hemîd, bi hêceta guherîna cilkên xwe, diçe di odeyê ve û demanceya xwe dihêle di xanî ve û paşî derdikeve. Reşekên rijêmê Mam Hemîdî diavêjine di pişita zîlekê da û wî dibin baregehê Emina Zaxoyê. Piştî hîngê bi du rojan wî dibin Emina Duhokê. Li baregehê Emina Duhokê, her bênekê kesek tê û cem Mam Hemîdî û pisiyara navê wî dikin,  dema ew navê xwe ji wan ra dibêje, ew ji wî ra dibêjin: Iha tuyî Hemîd Şerîf? Li dawiyê efserek bi cilkên svîl tê cem wî û demanceya xwe ya Smith dadine ser serê Mam Hemîdî û wî didete berî xwe û dibe di odeyekê ve. Ew efser vekolînê digel Mam Hemîdî dike û jê dipirse ka wî çi peywendî digel Mela Mistefa û Îdrîs Barzanî heye? Paşî ji Mam Hemîdî ra dibêje: Piştî birayê te hatiye “kuşitin” tu çûye cem Barzanî û wî du tiveng dane te, efser pisiyara wan tivengan ji Mam Hemîdî dike. Li dawiyê ew efser, Mam Hemîd û Abdulrahman Salih bi wan hemû bûyerên li Zaxoye qewmîn tawanbar dike.
Emina Duhokê piştî du rojan Mam Hemîdî azad dike, lê pilanekê ji bo jinavrina wî amade dike. Dema Mam Hemîd azad dibe, ew diçe Hotêla Reşîd Mizûrî li Duhokê. Wî dixwest li wê Hotêlê  xwarinekê bixwe û ser û cilkên xwe bişo û biçe mala xwe, lê Reşîd Mizûrî rê jê ra nade biçe, wî li ba xwe dihêle. Reşîdî dizanî ku Emina rijêmê wisa bi hêsanî dest ji Mam Hemîdî bernade. Û her weke Reşîd Mizûrî pêşbînî kirî, reşekên Emina rijêmê li benda Mam Hemîd bûn ku ji Hotêle derke da dirbekê lê bidin û jinavbibin bi hêceta ku reviyaye. Lê bi mana wî li Hotêlê, pilana dijminî sernagre. Li nîva şevê reşekên rijêmê bi ser hotêlê da digirin û Mam Hemîdî careke din digirin û wî bi “tawana” revînê tawanbar dkin û dibin zîndana Emina Duhokê. Mam Hemîd 46 rojan di zîndanê da dimîne, lê ew bi tu awayî itiraf nake û Mizûrî dibe kefîlê wî, ew tê berdan.
Piştî Mam Hemîd digehe mala xwe  bi heftiyekê, li 04.07.1975 ew û birayên xwe; Mûsa, Mihemed, Temer, Şerîf û Silêman, çekê xwe yên veşartî dihelgirin û bi hev ra  diçin gundê Bilka li bakurê Kurdistanê. Ew dixwazin biçin Îranê, loma ew çekê xwe li cem hindek dostên xwe dihêlin û berev Îranê bi rê dikevin. Ew digehin gundê Sêro li ser tixûbê bakur û rojhelat û dibine mêvanên Cangîr Axa. Pêşwext, kak Îdrîs Barzanî û Esiedê Xoşevî, Cangîr Axa haydar kiriye ku her kurdekê bihête Îranê rijêma şahê Îranê dê wan bigire û radestî rijêma Îraqê bike. Cangîr Axa, Mam Hemîd û birayên wî bi  biriyara rijêma Îranê agehdar dike û ji wan ra  dibêje ku Hecî Qado Giravî jî, bi vî awayî radestî rijêma Îraqê kir. Mam Hemîd û birayên wî pariyekê nanî dexwen û careke din vedigerin gundê Bilka.
Ew neçar dibin ku careka din bi qaçaxî di nav bakurê Kurdistanê ra xwe bigehînine ve gundê Bilka li ser tixûbê navbera Zaxo-Silopî. Lê mixabin çekê wan jî tune, loma ew neçar dibin çekî ji xwe ra bikirin. Mam Hemîd û birayên wî bi qaçaxî diçin devera Sindîya da kesûkarên xwe li ser çarenivîsê xwe agehdar bikin. Hêşita çi behsê şoreş û nûkirina rêkxistinên PDKê nîne. Ew bi qaçaxî û bi tenê li wê deverê dimînin.
Di navbera meha 11 û 12 sala 1975ê, Sulaqe Dêreşîşî û Îbirahîm Şeranişî û Mihemed Reuf Cangîr peywendiyê bi Mam Hemîd û birayên wî dikin. Lê ji ber ku, jiyana wan a bi qeçaxî li wan ser tixûban gelek bi metirsî ye, loma wan şiyanên jiyana bi qaçaxî weke Mam Hemîd û birayên wî nîne, ji ber hindê ew her sê biriyara xwe didin û diçin Suriyê.
Nameyek ji Mam Celal Talebanî û Elî Şingalî digehe Mam Hemîdî.
Dema Sulaqe û Îbirahîm û Mihemed Reuf digehin Suriyê, ew Hisên Babe Şêx û Bozê Mîra li Qamişlo dibînin û wan agehdar dikin ku Mam Hemîd û her çar birayên wî, çekdarin û bi tenê bi qaçaxî li Kurdistanê mane.
Hisên Babe Şêx û Bozê Mîra, Mihemed Reufî li cem xwe desteser dihêlin û Sulaqe  û Îbirahîmî jî digel nameyekê bo Mam Hemîdî dihinêrine Kurdistanê.
Mam Hemîd û birayên wî diçin gundê Bilka li bakurê Kurdistanê, kesekê kirstiyan wê nameyê, li Bilka, digehîne destê Mam Hemî  û jê ra dibêje ku, ev ji meheke zêdetire  Sulaqe û Îbirahîm li wî digerin. Mam Hemîd nameyê vedike û dide xwandin, dibîne ku, aliyekê wê nameyê Mam Celal nivêsiye û aliyê din jî Elî Şingalî nivêsiye.
Mam Celal di nameyê da nivêsiye ku wî û hevalên xwe Yeketiya Nişitmanî (Îtihad Wetenî) damezirandiye û di nameyê da  daxwaz ji Mam Hemîdî dike ku, ew weke malbateka xebatkar û şoreşgêr cihê xwe di nava hizba wî da bibîne. Elî Şingalî jî, di nameya xwe da bi dijwarî êrîşî ser Serokatiya PDKê dike û Serokatiya PDKê bi “Qiyada Eşayîrî” bi nav dike.
Mam Hemîd, Mam Celalî nas nake, lê dizane ku, Elî Şingalî, berî şkestina şoreşê, berpirsê Liqê Yek yê PDKê bû. Mam Hemîd dixwaze ku, rastiya wê nameyê û tişitên têda hatine nivêsîn bizane, loma ew lêdixebiye ku, biçe Suriyê daku li wir Ebdulrehman Salih bibîne û rastiya meseleyê ji wî bizane û Mam Hemîd diçe Suriyê.
Mam Hemîd û birayê xwe Mûsa berê xwe diden Suriyê û ew nameya Mam Celal û Elî Şingalî bi xwe ra dibin û diçin cem Ebdulrehmsn Salih li Suriyê. Sulaqe û Îbirahîm Şeranişî û Mela Ebdulxenî Şeranişî jî bi wan ra diçin.
Ebdulrehman Salih, Mam Hemîdî li ser rewşa siyasî ya wê qonaxê haydar dike û jê ra dibêje: Raste Mam Celalî hizbeke nû bi navê Yeketiya Nşitîmaniya Kurdistanê (YNK) damezirandiye û li Suriyê hêşita rêkxistinên me di nav hev da ne. Herwesa Ebdulrehman Salih, Mam Hemîdî agehdar dike ku, li Şamê kursekî leşkerî  heye û daxwazê ji wî dike ku pişkdariyê tê da  bike û berpirsê wê kursê neqîb Îbirahîm Ezo ye. Ebdulrehman Salih dixwaze ku, Mam Hemîd û Mûsayê birayê wî bibe ba Mam Celal li Şamê, Mela Ebdulxenî û Ebdulrehman Salih jî bi wan ra  diçin Şamê. Ebdulrehman Salih ji Mam Hemîdî ra dibêje: Her daxwazeke Mam Celal ji te bike, bêjê belê, da em bizanibin nîyeta wî çi ye û dixwaze çi bike?
 Dema ew digehin Şamê , Îbirahîm Ezo têlefona Mam Celal dike û wî bi hatina Mam Hemîd agehdar dike. Îbirahîm Ezo li ser daxwaza Mam Celalî, Mam Hemîd û hevalên wî dihinêre baregehê wî.
Mam Hemîd di vê dîdarê da dibêje: Armanca Mam Celal ji hinartina nameyê bo min ew bû ku, bi rêya min cihê pê xwe li devera badînan bike, wî gelek bi bejin û bala min û malbata me got. Mam Celal berê lêkolin kiribû ka gelo dê kî bikaribe jê re bibe alîkar û rêxstinên YNKê li devar Badînan ava bike, weke dixuyê hinekan Mam Hemîd jê ra pêşniyr kir bû. Dema em digel wî civyan, wî hindek namîlke/pirtûk yên YNKê ku, li ser şkestina şoreşa Îlonê nivîsî bûn bi min û Mûsayê birayê min dan. Mam Celal daxwaz ji Elî Şingalî kir ku, wan pirtûkan ji me ra bixwîne û şirove bike. Elî Şingalî jî ew namîke bo me xwandin û şirove kirin û bi dijwarî êrîşî ser Barzanî yê nemir kir. Ji bilî Elî Şingalî, Adil Mirad jî di civîna  me ya bi Mam Celal ra amade bû.
Mam Celal ji Mam Hemîdî ra dibêje: “Deriyê şoreşê Zaxo ye û tu klîta wî deryî”.
Mam Celal her yek ji Mam Hemîd, Mûsa, Mela Ebdulxenî û Ebdulrehman Salih mehekê li ba xwe dihêle, rojane wan dibîne û semînaren li ser rewşa heye jê ra pêşkeş dike.
Mam Celal, çantika Mam Hemîdî ji belavokên YNKê tijî dike û hejmareka nameyan jî ji muxtar û kesayetiyên wan gundên ser tixûbê bakurê Kurdistanê ra dinivêsîne û dişîne û daxwazê ji Mam Hemîdî dike ku vegere Kurdistanê. Mam Celal ji  Hemîdî ra dibêje: “Tu nûnerê meyî li Kurdistanê, hemû çek û mefrezeyên pêşmerge yên me dê bi rêya te werin Kurdistanê” û daxwazê jê dike ku, rêkxistinên YNKê li Kurdistanê ava bike.
Mam Hemîd, Mûsa, Mela Ebdulxenî û Ebdulrehman Salih vedigerin Qamişlo û li wir Ebdulrehman Salih Mam Hemîdî agehdar dike ku, wî nameya Mam Celal û Elî Şingalî ji bo kak Îdrîs Barzanî hinartiye Amirîkayê. Mam Hemîd berî vegere Kurdistanê, li Qamişlo Mihemed Xalid Boselî jî dibîne. Ebdulrehman Salih 13 nameyên kak Îdrîs Barzanî jî dide Mam Hemîdî û daxwazê ji wî dike, wan nameyan digel 30 dînaran bigehînîte Mela Hisên Avdele yê Bêzihî, bavê şehîd Rêberî. Herwesa Ebdulrehman Salih wî agehdar jî dike ku, wan Seîd Hemîdê hinartiye Îranî û her dema vegerriya dê peywendiyê bi wî bike.
Hisên Babe Şêx û Bozê Mîra, harîkariya Mam Hemîdî dikin û wî derbasî  Kurdistanê dikin.
Mam Hemîd û Mûsayê birayê xwe vedigerin Kurdistanê û diçin gundê Bilka. Piştî mehekê, daxwazek ji wî ra tê ku, biçe mala Mela Ebduletîf li Batmanê. Piştî ew digehe Batmanê Mela Ebduletîf wî agehdar dike ku, eve du mehe Cehwer Namiq û Kerîm Şingalî li wî digerhin.
Mela Ebduletîf berpirsê PDK yê bakurê Kurdistanê ye. Ew Mam Hemîdî bi kalemêrekî ra dihinêre Midyadê, paşî ji wir diçin Êstirê. Li Êstirê diçin malekê. Mam Hemîd li wê malê Cehwer Namiq û Kerîm Şingalî dibîne. Ebdulrehman Gundkî jî tê wir.
Cehwer û Kerîm daxuyaniya yekem ya destpêkirina şoreşa Gulanê  bi navû nîŞanê: “Kurdistan meydana rasteqîne ya xebatê ye” ku, bi destê cenabê Serok Mesûd Barzanî  hatiye nivîsîn, radestî Mam Hemîdî dikin û daxwazê ji Mam Hemîdî dikin ku biçe Kurdistanê û dest bi rêkxistinê bike û wê daxuyaniyê  jî li deverê di nav xelkî da belav bike.
Cehwer Namiq û Kerîm Şingalî hemû desthellatan bi Mam Hemîdî didin û wî agehdar dikin ku, hemû peywendî bi rêkstinê ra dê bi rêya wî bin.
Mam Hemîd wan nameyan digel 30 dînarên ji Suriyê bi xwe ra anîne  bi Îsmaîl Ehmedê xwarizayê xwe ra digehîne destê Mela Hisên Avdele yê Bêzihî li Zaxoyê. Mela Hisên, li destpêkê, wan nameyan wernagre, lê dema dizane ku, Mam Hemîdî ew name ji ra  hinartine bawerya xwe diîne û nameyan werdigre.
Mam Hemîd, bi alîkariya kesekî  bi navê Selîm ku, ew jî her malxalên wî ye, daxuyaniya yekem ya destpêkirina Şoreşa Gulanê, bi Pira Delal ve dihelawîse û herwesa li ber deriyê bingehê polîsên Zaxo û hindek cihên din jî belave dike. Bi vê yekê ev dibe cara yekemîn ku, belavokên Şoreşa Gulanê  li Zaxoyê bên belav kirin.
Mam Hemîd, li devera Zaxoyê, dest bi avakirina torên rêkxistina PDKê  dike. Gundê Bilka dibe baregeh û navenda kar û çalakiyên wî. Peywendiya wî jî digel Cehwer Namiq û Kerîm Şingalî berdewam in.
Kadiroyên Serkirdayetiya Katî bi ser deverên cuda yên Kurdistanê da belav dibin, bi taybetî yên devera Zaxoyê û ev yek bi rêya Mam Hemîdî tê kirin. Mam Hemîd, mehmud Êzdî, Adil Mizûrî, Ebdula Salih û Casm Casm li gor şîretên Serokatiyê, bi ser  şêxan, Duhok û Zaxoyê da belave dike.
Hemîd jî mefrezekê ji 25 pêşmergeyan pêktîne ku, 4 ji wan birayên wî ne û diçîn Bêrmanê li ba Cehwer Namiq. Mam Hemîd ji Cehwer Namiqî ra dibêje: Em bi karê post û belavokan ve westiyan, êdî pêtdiviye em mefrezeyên leşkerî pêkbînin û em herin Kurdistanê  çalakiyên leşkerî li dijî rijêmê  bikin.
Mam Hemîd rezamendiyê û rênmayîyan ji Cehwer Namiq werdigre û ew û mefrezeya xwe û Ebdula Salih diçin Kurdistanê.
Mam Hemîd li 25ê Gulana sala 1976ê yekem çalakiya xwe ya leşkerî li Geliyê Senatê li dijî rijêmê encam dide. Di wê çalakiyê da ew hejmareka polîsên rijêmê dikujin û 4 parçeyên çekî jî bi dest dixin.
Piştî vê çalakiyê, li nêzîkî gundê Qesirokê boseyekê li pêşiya tirombêleka leşkerî dadinin, hejmareka serbazên rijêmê dikujin û çekê wan jî radikin.
Mam Hemîd berpirsiyariya leşkerî û rêkxistina devera Zaxo dike û sê baregehên demkî li devera Pisaxa vedike.
Ebdula Salih bo devera Berwarî Bala tê veguhaztin, Serokatiya Herêma Yek 10-15 pêşmerge yên xelkê Rojavayê Kurdistanê bi çek û teqemenî ve rê dikin ba Mam Hemîdî. Ew pêşmerge şehrezayî endaziyariya rakirina mînan e. Mam Hemîd ji wan pêşmergeyan bi tinê Mihemed Seîd Surî bi  xwe ra dihêle.
Mam Hemîd û mefrezeya xwe, li sala 1977ê, bi biriyara Serkirdayetiya Katî sê mînan li behbûna Sindîya û Deştetexê li pêşiya tirombêlên leşkerê rijêmê dadinin.
Li sala 1977ê, Mam Hemîd digel Kerîm Şingalî û Hecî Qado Giravî û wan 14 pêşmergeyên xelkê Rojavayê Kurdistanê ku, şehrezayên endaziyariya mînan e, gerekê  bo devera Zaxoyê dibin. Ew diçin Geliyê Kûşeyi û paşî diçin pişta Xamtîrî. Kerîm Şingalî, di vê gerê da, nexşeyê wan hemû bingeh û baregehên leşkerî yên rijêmê yên li wê deverê çêdike.
Kerîm Şingalî vedigere û Mam Hemîd berdewamiyê bi gera xwe li deverê dide. Ew û mefrezeya xwe diçin Behnûna Sindîyan, li wir mînek li bin piyê Mam Hemîdî dipeqe û bi giranî ji piyê xwe birîndar dibe, Îsfê Ebduyî û Îsifê Elî jî bi sivkî birîndar dibin.
Mam Hemîd ji bo wergirtina çareseryê bo Mêrdînê tê hinartin. Berî çareseryê werbigire, MÎT a tirkî pê dizane û li wî digerin ku, wî bigirin. Ebdulrehman Gundkî û Mistefayê KUKê bi dûf wî da diçin û wî ji Mêrdînê direvînin û dibin Qizltepe. Ji bêdermankirinê birîna piyê Mam Hemîdî dirize. Piştî hîngê Efserekê dixtor birîna wî derman  dike. Dîsa Cendurme yên tirkî li wî digerin, Ebdulrehman Gundkî û Mistefa wî li gundên devera Mêrdînê vedşêrin.
Mam Hemîd piştî sê mehan vedigereve gundê Bilka, lê hêşita birîna wî çareser nebûye,  nûçeyek digehe wî ku, mefrezeya Ebdulrehman Salih û Mûsa yê birayê wî ketiye nav mînan, Mam Hemîd bi wê birîndariya xwe ve digel her du birayên xwe di hewara wan diçin. Ew jî careke din didin ser mînan û her du birayên wî, Temer û Silêman jî birîndar dibin.
Li wir, Mam Hemîd dizane ku, Ebdulrehman Salih şehîd ketiye û Mûsa yê birayê wî jî birîndar e.
Ew birîndarên xwe radikin û ber bi bakurê ve diherin ku, li cihekî birînên wan derman bikin, li ser tixûb birîdaran li otomobîlekê siwar dikin, lê di rê da , li Sê Girkên Tayê, ew dikevin boseya Cendurmên tikrî. Cendurma wan ji otomobîlê peya dikin. Birîna Temer gelek giran e û ew li ser darbestê ye  û Cendurme wan neçar dikin ku,  Temerî bi darbest ve ji otomobîlê bîne xwarê. Paşî bi her halê heyî û bi alîkariya xelkê dilsoz yê deverê Cendurme wan azad dikin. Birîdarên xw dibin gundkê Melê  li devera Şerinexê. Cehwer Namiq jî ji Suriyê diçe wir. Mam Hemîd û her sê birayên xwe di mehekê da birîndar dibin.
Piştî koça dawî ya Barzanî yê nemir, Cehwer Namiq hejmareka pêşmergeyan bi xwe ra dibe û diçe Rojhelatê Kurdistanê. Mam Hemîd, Mûsa û Ebdula Salih jî digel Kerîm Şingalî diçin Rojhelatê Kurdistanê.
 Mam Hemîd diçe cem cenabê Serok Mesûd Barzanî û di wê navberê da Samî Ebdulrehman û Cehwer Namiq ji ba Serok Mesûd Barzanî derdikevin. Ew dibêjine Mam Hemîdî ku Serok yê pisiyara wî dike û wan hemû tişit gehandiye Serokî.
Mam Hemîd û Mûsayê birayê xwe diçin cem Serokî, Serok Mesûd Barzanî gelek kêfa xwe bi wan diîne û destekê Mam Hemîd û destekê Mûsa digre û  ji wan ra dibêje: Ez nizanim we danim ku derê, we deynim ser milên xwe hêşta ji bo xizimeta we kêm e, ez nizanim beramber xizimet û xwîna we ji we ra çi bikim? Serok Mesûd Barzanî bo firavînê wan li cem xwe dihêle.
Mam Hemîd  nexweş dikeve û şeş mehan li Îranê dimîne. çareserya wî li Urmiyê nabe, ew neçar dibe biçe Kerec. Ew li wir kak Îdrîs Barzanî dibîne, kak Îdrîs bi wî ra diçe Tehran û diçe Wezareta Cengê ya Îranê û rezamendiya wezîr werdigre daku Mam Hemîd li nexweşxaneya leşkerî ya ser bi Wezareta Cengê ya Îranê ve were çareserkirin. Mam Hemîd bi alîkariya kak Îdrîs Barzanî li wir tê çareser kirin.
Piştî Kongireyê 9ê Cehwer û Kerîm li Kerec Mam Hemîdî dibînin û ew  jê ra dibêjin: Me xizimeta te gehandiye kak Mesûd û em jî dê heyamekî derkevin derve. Mam Hemîd dema cara yekemîn li Êstirê Cehwer û Kerîmî dîtibûn ji wan ra  gotibû: Dest ji miletê xwe bernedin ji ber ku, ez dizanim pasportên we di berîka we da ne û her dema li we nexweş be hûn dê miletî bihêlin û biçin. Mam Hemîd bîra wan li wê axftina xwe anî. Cehwer û Kerîm di bersivê da ji Mam Hemîdî ra dibêjin: “Me pêçênabe şoreşê berdewam bikin, em diçin û piştî demekê kêm em dê vegerin” û ew ji Mam Hemîdî dipirsin ka ew dê çi bike?
Mam Hemîd jî dibêjîte wan: Madem soza we eve, ez jî dê çim xwe radestî dijminî bikim.
Piştî kongireyê, serok Mesûd Barzanî digel kadiroyên leşkerî yên şoreşê dicive ku, Mam Hemîd jî yek ji wan e.  Serok wan han dide ku, vegerin Kurdistanê û berdewamiyê bi şoreş û xebatê bidin.
Piştî kongireyê Dr. Cergîs û Milazim Hecer berpirsiyariya Liqê Yek werdigirin. Serok Mesûd Barzanî daxwazê ji Dr. Cergîs dike ku, Mam Hemîdî di nava bakûr Kurdistana ra bi otomobîlê derbasî Liqê Yek bike.
Li Liqê Yek navbera Dr. Cergîs û Hemîd Şerîf têkdiçe. Dr. Cergîs bi birûskekê Serok Mesûd bi rewşê haydar dike û daxwazê jê dike ku, Mam Hemîdî ji nav rêzên PDKê derbixe. Mam Hemîd jî gelek tore dibe û nameyekê ji Serok ra dişine.  Paşî ew bi xwe diçe cem Serokî û daxwazê jê dike ku, rê jê ra bide mala xwe bîne Rojhelatê Kurdistanê da zarokên xwe dane ber xwandinê daku li paşerojê nebin xizimetkarên kurên Caşan.
Mam Hemîd, piştî rezameniya Serokî werdigre, mala xwe ji Bilka dibe Rojhelatê Kurdistanê. Erkê Mam Hemîdî dikeve digel Hêza Baregehê Serkirdayetiyê li Kewpirê. Piştî hîngê bo Girkaşan li nêzîkî Şino tê veguhaztin.
Li sala 1982ê Mûsayê birayê Mam Hemîdî li Girkaşa bi destê çekdarên Hizba Demokrata Kurdistan-Îran tê şehîd kirin. Şehîdibûna Mûsayî birayê duyê yê Mam Hemîdî ye ku, piştî şehîd Hesenî, şehîd dibe, bandoreke mezin li ser Mam Hemîdî dike.
Mam Hemîd di vê dîdarê da dibêje: “Ji ber kêmxemiya hindek ji berpirsên PDKê yên leşkerî li Şinoyê, Mûsayê birayê min hate şehîdkirin.” Ew li ser vê meselê gelek tore dibe û destvekêşana (îstifa) xwe ji PDKê ra pêşkeş dike.
Gelek hewildan ji aliyê gelek kesan ve tên kirin ku, Mam Hemîd careke din vegere nav PDKê, lê  ew hemû hewildan bisernakevin ji ber ku, mercê/şertên Mam Hemîdî sizadana wan kesa bû yên ku, xemsarî di şehîdkirina Mûsayê birayê wî da kirîn.
Samî Ebdulrehman torebûna Mam Hemîd bi derfet dizane û her zû peywendiyê bi pê dike. Mam Hemîd jî bi kesûkarên xwe ve,  ji encamê torebûnê, peywendiyê bi Partî Gel dikin û peywendiya wî bi PDKê ra bi yekcarî qut dibe.
Kak Îdrîs Barzanî koçadawiyê dike, Mam Hemîd ji bo beşdariyê di mersima sersaxiyê ya xwedêjêrazî Îdrîs Barzanî da diçe mala Serok Mesûd Barzanî li Silêvana li Rojhilataê Kurdistanê. Serok Mesûd bi dîtina Mam Hemîdî gelek kêfxweş dibe û bi germî pêşwaziyê lê dike.
Serok Barzanî di guhê kak Nîçîrvan da diaxive, piştî hîngê Elîyê Xelîl li ser fermana Serok Barzanî  diçe cem Mam Hemîdî û ji ra dibêje: Serok dixwaze sibehî bibîne. Yek ji wan kesên ku, xemsarî kirî û bûye egerê  şehîdibûna Mûsayê birayê Mam Hemîdî,  Elîyê Xelîl e, loma Mam Hemîd razî nabe. Piştî hîngê Reşîd Arif jî bi heman mebestê diçe cem wî, lê dîsa Mam Hemîd, bêyî sizadana wan kesên xemsarî kirî û bûne sedema  şehîdibûna Mûsayê birayê wî, razî nabe.
Mam Hemîd di nav Partî Gel da dibe Rawêjkarê Samî Ebdulrehman û li dawiya sala 1989ê pişkdariyê di kongreyê 2  yê Partî Gel da dike.
Piştî serhildanê heta sala 1993ê ew dibe berpirsiyarê Hêza Leşkerî ya Partî Gel li devera Zaxoyê.
Danustandinên yekgirtina PDKê digel Partî Gel, Partiya Sosyalist û Pasokê dest pê dikin û di vë demê da Samî Ebdulrehman di civînekê da dibêje: Eger sê çem/rûbarên biçûk biherikin nav yek da dê rûbarekê mezin jê çêbe. Mam Hemîd bersiva Samî dide û dibêje: Eger sê rûbarên biçûk biherikin nav deryayekê da dê winda bibin…. Eger hûn tevlî nav PDKê jî bibin, ez bi xwe nahêm. Samî dibêjê: Min bawer nedikir ez axftinekê bikim û tu li dijî axavtina min derkevî.
Li dawiyê serok Barzanî, Fazil Mîranî radispêre ku, bi Mam Hemîd ra biaxive û razî bike ku, careke din vedigere nav PDKê.
Piştî Kongireyê Yekgirtinê, Mam Hemîd dibe Fermandarê Fewceka Leşkerî li Zaxoyê. Piştî hîngê dibe Endamê Serkirdayetiya Leşkerî digel Babekir Zêbarî. Mam Hemîd pişkdariyê di şerên çespandina yasayê da dike.
Piştî hîngê şehîd Şewket Şêx Yezdîn, li ser fermana Serok Barzanî, Mam Hemîdî digel Hemîd Xwastî, Mihemed Xalid Boselî, Mistefa Nêrweyî û Erîf Derwêş dibe cem Serok Barzanî. Serok Barzanî jî  bilindtirîn pileyla serbazî ya wê serdemê ku, pileya Lîwa bû bi wan dide û ji bo her yek ji wan  10 zêrevanan qeyd dike, lê piştî şerê azadiya Îraqê kar bi vê biriyarê nayê kirin, lê kak Nêçîrvan Barzanî, ji ba xwe, ji bo her yek  ji wan miaşekî terxan dike.
Piştî hîngê Mam Hemîd, cenabê SerokBarzanî dibîne û gaznidên xwe digehîne cenabê wî. Cenabê Serok Barzanî, Wezareta Pêşmerge radispêre ku Mam Hemîdî li ser mîlakê xwe bi pileya Emîd xanenşîn bike. Nuha wî pileya Emîd  heye, lê miaşê wî her yê pileya Lîwayê ye.
Hemîd Şerîf, piştî xebateka dirêj li sala 1999ê li Kongireyê 13ê yê PDKê bi Medaliyaya Barzanî tê xelat kirin.
Di şerê dijî terorîstên Daîş da, kurê wî yê canemerg, Rayîd Rokin Hewar şehîd dibe, şehîdibûna kurê wî pişita wî dişkîne û bandoreke mezin li wî dike. Mam Hemîd gelek bi ax û heseret ve behsa şehîdibûna kurê xwe Hewar î dike.
Mam Hemîd di vî karwanê dirêj yê xebatê da dû cara birîndar dibe û ji malbata xwe hejmareka şehîda jî dide, ku ev navên li jêr in:
1-  Hesen Şerîf, birayê wî, li Gewriya Omer Axa li sala 1974 şehîd dibe.
2-  Mûsa Şerîf, birayê wî, li sala 1982 şehîd dibe.
3- Enwer Şerîf, birayê wî, li sala 1975 bi destê Caşan şehîd dibe.
4-  Raid Rokin Hewar Hemîd Şerîf, kurê wî, li sala 2014 bi destê terorîstên Daîş li Keskê şehîd dibe.
Hemîd Şerîf nuha jî şanaziyê bi xebat û şehîdên xwe dike û hemû hêvî û umêdên wî ew in ku, Kurdistan û miletê kurd di parastî bin.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى