Latînî

Seyid Seîd Şerîfî kesekî camêr û pêşmergeyekî qareman

Senterê Komate yê Dekomêntkirina dîroka şoreşê, di berdewamiya tomarkirin û erşîfkirina dîroka şoreşê da, li roja 30.11.2022ê li ofîsa xwe, mêvandariya Pêşmerge yê xebatkar Seyid Seîd Şerîfî dike û dîdareka vîdiyoyî digel wî dike û tecrûbeya xebata wî tomar dike û ji navçûnê diparêze.

  Seyîd Elî Receb yê nasiyar bi Seyid Seîd Şerîfî li sala 1960ê li gundê Şerîfa yê ser bi Amêdiyê ve hatiye ser dinyayê. Ew xwandina seretayî li gundê Bêbadê timam dike û pola/sinfa yekê ya navincî jî li Amêdiyê dest pêk dike, lê ji ber ku gundê  wî ji Amêdiyê dûr e û  rojane ew bi piya ji gund diçe xwendingehê li Amêdiyê  ev yek ji bo wî gelek zehmet e û ji ber van zehmetiyan nikare berdewamiyê bi xwendina xwe bide û dest jê berdide.

  Serokatiya şoreşa Îlonê û Hikûmeta Îraqê Rêkeftina 11 Adara sala 1970ê îmaza dikin, di vê demê da Seyid Seîd Şerîfî zarok e, lê li bîra wî ye dema ew ji gundê Şerîfa bi piya diçe gindê Mêrstekê, li rojavayê Amêdiyê, daku  digel xelkê deverê pişkdariyê di ahenga bi helkefta 11ê Adarê da bike.

Seyid Seîd Şerîfî li sala 1974ê tivengekê werdigire ku, beşdariyê di şoreşa Îlonêlê da bike, lê piştî demek kêm şoreşa Îlonê rastî şkestinê tê.

Di destpêka şoreşa Gulanê da bavê wî, Seyid Elî, dibe endamê rêkxistinên nihênî yên PDKê. Piştî hîngê û her li sala 1976ê ew, Seyid Elî, Seyid Hesen û Seyid Osman ji gundê Şerîfa bi rêya mela Hisênê Dêreşî dibin endamên rêkxistinên nihênî yên PDKê.

Berpirsê wan yê rêkxistinê Mela Hisênê Dêreşî ji aliyê rijêma Beis ve tê girtin, Seyid Seîd, xwe vediguhêze rêkxirawa Meydan ya ku Ebdulsitar Mela Zekî Şêlazî berpirsiyariya wê dikir.

Li sala 1979ê Seyid Seîd   ji bo leşkerya Îraqê ya neçarî tê vexwastin, mehekê piştî ku navê Seyid Seîdî bo leşkeriyê tê, kadiroyê şoreşa Gulanê Adil Mizûrî digel Tahir Amêdî û hejmareka pêşmergeyan diçin gundê Şerîfa. Seîd jî heta Kêriyê serê Amêdiyê bi  wan ra diçe û bi rê ve xwe bi wan dide naskirin ku, ew endamê rêkxistinên PDKê ye û navê wî jî bo leşkeriya Îraqê hatiye.

Seyid Seîd naxwaze ji bo dijminê dagîrkerê Kurdistanê leşkeryê bike. Loma di navbera malê û çiyayê Metîna da bi qeçaxî dimîne û bo demekî dirêj, heta  sala 1981ê, xwe li wan deran diparêze.

Li sala 1981 Seyid Seîd Şerîfî, Seyid Eliyê Şerîfî, Yasîn Şerîfî û Kemal Şerîfî, hemû bi hev ra biriyarê didin ku bibin Pêşmerge û diçin gundê Bazê û peywendiyê bi Lijineya Nawçeya Amêdiyê dikin û dibin Pêşmerge.

Seyid Seîd û Seyid Elî diçin digel rêkxirawa şehîd Enwer Mayî ya ku, şehîd Şeban Xefar berpirsiyariya wê dikir. Seyid Seîd yekem gera xwe digel rêkxirawa şehîd Enwer Mayî bo devera Berê Gare encam dide. Piştî hîngê jî çendîn gerên din bo deverên Berê Gare û Berwarî Bala dibin.

Li roja 12.9.1982ê Seyid Seîd yekem çalakiya xwe ya leşkerî digel rêkxirawa şehîd Enwer Mayî, li Serê Şerîfa encam dide. Di wê çalakiyê da ew êrîşî ser sengerê dijminî yê bi navê Şêx Seyinî dikin û wî çeperî digirin. Di vê çalakiyê da ew sebazekî dîl dikin û RBGyekê û 6 kilaşnîkofan û hejmareka teqemeniyan weke destkeftî bi dest dixin.

Piştî şehîdibûna Şeban Xefarê, berpirsê rêkxirawa wan, li roja 29.3.1983ê, ji ber ku hejmara pêşmerge yên rêkxirawê gelek zêde ne, wê rêkxirawê dikin du rêkxiraw; Rêkxirawek her weke berê bi navê rêkxirawa şehîd Enwer Mayî dimîne û şehîd Elî Ebabekr Îsifkî dibe berpirsê wê û şehîd Mirad Qedşî jî dibe cîgrê wî û şehîd Xalid Tufîq jî dibe kadiroyê rêkxistinî-siyasî yê rêkxirawê. Rêkxirawa duyem jî bi navê rêkxirawa şehîd Şeban Xefar tê damezirandin û şehîd Hemdî Beg Şêlazî dibe berpirsê wê rêkxirawê û Necmedîn Kêsteyî dibe cîgrê berpirsê rêkxirawê û Rizgar Kêsteyî jî dibe kadiroyê rêkxistinî-siyasî yê wê rêkxirawê. Seyid Seîd jî diçe digel rêkxirawa nû ya bi navê şehîd Şeban Xefar.

Li roja 18.8.1983 Seyid Seyîd digel rêkxirawa xwe, rêkxirawa şehîd Şeban Xefar, rêkxirawa şehîd Şeban Omer û rêkxirawa şehîd Xidir Mehmûd ku, her sê rêkxiraw ser bi Lijneya Navçeya Amêdiyê ve ne, baregehên her du Fewcên dijminî li Ravîna û Batîfa Seyida bi çirî topbaran dikin û bi Doşkayên xwe, di heman demê da, êrîşî ser her du sengerên dijminî li serê çiyayê Gabinêrkî dikin û di encamê êrîşa pêşmergeyan da 30  leşkerê dijminî li her çar bingehan dikujin û her du sengerên dijminî digirin û du leşkeran jî dîl dikin û topeka 60mm, Reşaşeka Girînof, 3 kilaşnîkof û komeka fîşek û gule û pîdiviyên diyên leşkerî jî dikevin destê pêşmergeyî. Lê, mixabin, di vê çalakiyê da her sê Pêşmerge; Mihemed Sadiq Çelkî, Cefer Ebdalrizaq û Selman Ehmed şehîd dibin û 5 Pêşmerge jî birîndar dibin.

Seyid Seîd digel rêkxirawa xwe, rêkxirawa şehîd Şeban Xefar, ser bi Lijneya Navçeya Amêdiyê, şehîd Şeban Omer ser bi baregehê Liqê Yek û rêkxirawên şehîd Ehmed Hacî Hisên û şehîd Weysî Banî yên ser bi Lijneya Navçeya Duhokê û rêkxirawa şehîd Elî Ebu ya ser bi Lijneya Şêxan ve, li êvariya roja 10.4.1984ê, bi hev ra êrîşî her sê çeperên dijminî; çeperê Berê Kotirê, çeperê Serê Navserê û çeperê Kora Berê Tehtê dikin ku, dikevine devera Mêrga Helefiyê, li navbera Sersinikê û Aşewayê li qontara çiyayê Gare. Di vê çalakiyê da Pêşmerge şiyan yek ji her sê çeperena bigirin û topeka 60mm, RBGyekê û klaşnîkofek wek destkeftî bigirin. Lê, mixabin, li çeperê Serê Navserê çend mînekên Valmara bi pêşmergeyî ave dipeqin û her çar Pêşmerge; Ferîq Osman Ebdulqadir Tîlerî, Ehmed Omer Ehmed Bêdihî û Salih Selîm Salih Asihî, ji rêkxirawa şehîd Şeban Omer  û Mihemed Tahir Selîm Pîro Tirawanişî ji rêkxirawa şehîd Şeban Xefar şehîd dibin û 9 Pêşmergeyên din jî birîndar dibin. Seyid Seîd digel hevalên xwe yên Pêşmerge Mihemed Tahir Selîm Pîro Tirwanişî bi birîndarî radikin û ji qada şerî dûr dixin. Lê, mixabin, ew li nîva çiyayê Gare ji egerê dijwariya birînên xwe şehîd dibe.

Seyid Seîd, herwesa,  li roja 29.10.1984ê, digel rêkxirawa xwe, rêkxirawa şehîd Şeban Xefar, û  rêkxirawa şehîd Ehmed Mîriza û rêkxirawa şehîd Şeban Omer ji baregehê Liqê Yek û digel rêkxirawa şehîd Seîd Sipîndarî û rêkxirawa şehîd Xidir Mehmud, rêkxirawa şehîd Ebdulrehman Hemdî, rêkxirawa şehîd Şeban Xefar û Yekêtiya Qutabiyên Kuridistanê ji Lijneya Navçeya Amêdiyê pişkdariyê di girtina her çar sengerên dijminî yên li Serê Amêdiyê: Derîkê Kerî, Xelava, Çarbiya û baregehê sirya Serê Amêdiyê da dikin.

Di vê êrîşa da hêzên pêşmergeyî her çar sengerên dijminî digirtin, pêşmerge destkeftiyekê mezin jî ji qada şer bi dest dixe, weke; topeka 82mm, 2 topên 60mm, 2 ABG, reşaşeka Tiktariyuf, 2 reşaşên RBK, 28 klaşnîkof, dezgayekê bêtelê digel 16 kulavên xweparastinê ji çekê kîmiyawî û bi dehan barên dewaran ji gulle û teqemenî û pêdiviyên leşkerî, 8 leşkerên dijminî jî dîl digirin. Mixabin di vê çalakiyê da her du Pêşmerge; Ehmed Mistefa Ormanî ji rêkxirawa şehîd Şeban Omer û Tehsîn Ebidula Dtazayî ji rêkxirawa şehîd Ebdalrehman Hemdî şehîd dibin û 7 Pêşmerge jî birîndar dibin ku, du ji wan birîndaran;  Hisên Teyar Hirorî û Wehîd Hisên Dêrîşkî bi giranî û yên din jî bi sivkî birîndar dibin.

Her li payza sala 1984ê û li meha çirya duyê, Seyid Seîd digel rêkxirawa xwe û hindek rêkxirawên din yên Lijneya Amêdîyê pişkdariyê di êrîşa ser her du sengerên li hindavî Qedişê; sengerê Girê Kanî Sêvkê û yê Girê Eezê Erebî da dikin. Mixabin di wê çalakiyê da, ji ber şehîdbûna Elî Ebabekir Îsifkî, berpirsê rêkxirawa şehîd Enwer Mayî, Pêşmerge nekarîn armancên xwe bigirin û cenazeyê şehîdê xwe radikin û vedigerin bingehên xwe.

Li sala 1986ê Seyid Seîd pişkdariyê di topbaranikirina sengerê Kaniya Ta da dike. Li sala 1986 Necmdîn Kêsteyî dibe berpirsê rêkxirawa şehîd Şeban Xefar û paşî navê wê rêkxirawê dibe Rêkxirawa 11 Adarê û Seyid Seîd Şerîfî jî dibe endamê wê rêkxirawê.

Seyid Seîd, li roja 06.12.1986ê, li ser rêya Bêgova-Kanîmasê pişkdariyê di danan bûseya Deşita Çeqela da dike ku, di wê çalakiyê da  du erebeyên Îva yên leşkerê Îraqê dikevin bûseya pêşmergeyan û her du erebeyan dipelixîn in û Efserekî digel 18 leşkerên Îraqê di her du erebeyan da  dikujin û 3 leşkeran jî dîl digirin û hejmareka baş ji çekê navincî û sivk dikevte destê pêşmergeyî weke;  1 RBG, 1 topa 60mm, resaşeka RBK, 10 klaşnîkof digel dezgayekê bêtelê. Lê, mixabin, piştî hîngê firokeyên helîkopiter yên dijminî di hewara hêzên xwe hatin û li navbera gundên Girka û Xişxaşa çar kesan; Pêşmerge Izet Sadiq Bêtkarî, Pêşmerge Mihemed Mezîf Pîro Bêtkarî,  Bergrî Millî Sedîq Hecî Ezîz Bêtkarî  û Bergrî Millî Ismet Mistefa Bêtkarî şehîd dikin.  Piştî vê çalakiyê, Seyid Seîd Şerîfî pişkdariyê di bûseyeka din da dike, li deşita Xêratê, li bin Elkîşkê, li ser rêya Bêgova-Kanîmasê. Di vê çalakiyê jî da erebeyeka Îva ya hêzên Îraqê dikeve bûseya da û hêzên pêşmergeyî wê erebeyê bi yekcarî jinavdibin û hemû leşkerê têda dikujin.

Li bihara sala 1987ê rijêma Îraqê  bi hemû çek û hêzên xwe êrîşî ser deverên rizgarkrî dike, di vê demê da, Seyid Seîd Şerîfî digel rêkxirawa xwe ya bi navê Rêkxirawa 11 Adarê, li meha 4 sala 1987ê li baskê Xişxaşa û Tişîşê pişkdariyê di bersîngirtina wê êrîşa dijminî bo ser deverên azadkirî da dike û bo demekê dirêj li wî bereyî şerekê mezin û giran li  dijî Caş û leşkerên dijminî dikin.

Li  şeva 4-5 .05.1987ê pişkdariyê di dastana Fewca Sotkî da dike, di vê çalakiyê da ew û Necmdîn Kêsteyî, ji bo pêşîgirtin li hatina hêzên dijminî ji aliyê Bêgova ve, li navbera Tişîşê û Xişxaşa  bûseyekê li pêşiya hêzên dijminî dadinin.

Hêzên pêşmergeyî, roja piştî kontirolkirina Fewca Sotkî, firokeyeka dijminî diêxin xwarê û çanteya forokevanî dikeve destê Seyid Seîd î û  çeqoyk, layêtek û hejmareka wêneyên gundên ji aliyê dijminî ve hatîne  şewitanin di wê çanteyê da bûn.

Li şeva 26-27.05.1987ê, Seyid Seîd digel rêkxirawa xwe û hêzên din yên pêşmergeyî pişkdariyê di dastana Firokexaneya Bamernê da dike û ew êrîşî ser sengerên dijminî yên başûrê firokexaneyê dikin û wan sengeran digirin. Di vê çalakiyê jî da gelek destkeft û dîl dikevine destê Pêşmergeyî, digel du Zirîpoşan.

Seyid Seîd, li şeva 12-13.08.1987ê, digel rêxkrawa xwe û hêzên din yên pêşmergeyî pişkdariyê di dastana Bêbadê da dike. Di vê çalakiyê da, ew baregehê Fewceka Caşan û gelek sengerên derdûra fewcê li wê deverê digirin, destkeftiyekê baş bi dest dixin û  hejmareke leşkeran jî  dîl digirin.

Spêdeya roja 05.09.1987ê hêzeka mezin a dijminî bi piştevaniya Topxana Sersinkê êrîşeka berfireh û ji nişkekê ve dikine ser gundê Eradina Jorî. Xelk û Bergrî Milî yên gundî şerekê mêrane li dijî dijminî dikin heta ku hêzên pêşmergeyî ji mişara Berwarî Bala hewara gundiyan diçin  û xelkê gundî, Begirî Milî û hêzên pêşmergeyî, hemû bi hev ra,  hêza dijminî dorpêç dikin û bi yekcarî jinav dibin. Seyid Seîd digel rêkxirawa xwe û rêkxirawên din yên pêşmergeyî pişkdariyê di wî şerî da dikin û nîzîkî 48 termên dijminî li meydana şerî dimînin. Pêşmerge destkeftiyekê baş ji çekê navincî û sivik bi dest dixin.

Li sala 1987ê, di navbera Swaretûka û Aşawa da, ew pişkdariyê di çalakiya êrîşa ser sengerê li Gelî Bêtkarkî yê Caşan da dikin. Mixabin di vê çalakiyê da hevalê wan, Pêşmerge yê qareman, Seîd Fexrî Mayî şehîd dibe.

Li şeva 13 li ser 14.09.1987ê, pişkdariyê di dastana Kanîmasê da dike. Seyid Seîd Şerîfî di vê dastanê da digel Necmdîn Kêsteyî, şehîd Mihemed Salih Botî, Izedîn Sedo,  Elî Qado û digel hevalên bi wan ra bûn, êrîşî ser sengerê Girê Sor dikin ku, dikeve Derwazê Kanîmasê. Ew senger ji aliyê leşkerî ve gelek asê ye û ji ber hindê berî êrîşî ser wî sengerî bikin, şehîd Mihemed Salih Botî ji Necmdîn Kêsteyî ra dibêje: Pismam ez dibêjm sengerê Girê Sor dê ev şeve me sor bike!

Her weke şehîd Mihemed Salih Botî pêşbînî kirî, di dema êrîşkirina ser wî sengerî, ew li wir  şehîd dibe û Necmdîn Kêsteyî, Ce’fer Bêsirî, Teyb Ravînî û Seyid Seîd Şerîfî û hejmareka din ya pêşmergeyan jî birîndar dibin. Seyid Seîd hem ji destê xwe û hem jî ji pişita xwe birîndar dibe.

Piştî vê dastanê Seyid Seîd Şerîfî, ji bo wergirtina çareseryê, pitir ji mehekê li malê dimîne.

paşî jî li êvariya roja 11.01.1988ê pişkdariyê di dastana mezin û binavûdeng a Dêrelûkê da dike ku, mixabin, di wê dastanê da komeka kadiroyên leşkerî yên bijarte şehîd dibin.

Seyid Seîd, piştî dastana Dêrelûkê, bo Rêkxirawa Selahedîn tê veguhaztin û dibe endamê wê rêkxirawê. Piştî hîngê biriyara wî bo wergirtina berpirsiyariya wê rêkxirawê derdkeve, lê Enfal bo ser deverê dast pê dikin.

Enfal dest pê dikin û mala Seyid Seîd  li Kaniya Bestê, li nêzîk gundê Xirabeyî, ye. Dijmin devera wan bi bombeyên kîmiyayî bombaran dike û sê kesan li Kaniya Sûr, li nêzîkî malên wan, şehîd dike. Seyid Seîd diçe mal, ji egera çekê kîmiyayî çavên wî dişewitin û rondika dikin. Paşî ew digel xêzan û kesûkarên xwe qesta tixûbê bakûrê Kurdistanê dikin. Ew nêzîkî 1000 kesan dibin. Li destpêkê ew diçin gundê Tirwaniş, paşî diçin Ber‌hê li ser Zê û paşî diçin gundê Biyadrê li devera Çelê heta digehin Geverê li bakurê Kurdistanê. Ew heta meha 12 li Geverê li bin çadiran dimînin. Piştî hîngê bo Kampa Mêrdînê tên veguhastin.

Seyid Seîd dige malbat û kesûkarên xwe heta sala 1992ê li Kampa Mêrdînê dimînin. Paşî li sala 1992ê heta sala 1994 li Kampa Silopî bi cî dibin û li sala 1994ê bo Kurdistanê vedigerin.

Seyid Seîd careka din, li Lijneya Sêmêlê, dibe Pêşmerge û paşî li gelek cihên din jî pêşmergatiya xwe berdewam dike, heta  li sala 2008ê bi pileya Neqîb xanenişîn dibe.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى