Latînî

Omer Reşo Tirwanişî

Omer Reşo Tirwanişî ew Pêşmergeyê wek nexwandevan diçe nav şoreşê û paşî du pertûkan li ser şoreşê dinivîse

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya kar û çalakiyên xwe da, li roja 06.12.2022ê li baregehê Hêza Xebat li Zaxoyê,  dibe mêvanê Pêşmerge û xebatkarê dêrîn Ome Reşo Şatir Tirwanişî û dîdareka vîdiyoyî ya dirêj digel wî saz dike û dîroka xebata wî mîna belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Ome Reşo Şatir yê navdar bi Omer Reşo Tirawanişî, li sala 1955ê li gundê Tirwaniş yê ser bi devera Kanîmasê ve hatiye ser dinyayê.

Li gor Omer Reşo, li destpêka şoreşa Îlonê, hijmareka gundiyên wî peywendiyê bi şorşê dikin û dibin Pêşmerge. Dîsan li bîra wî ye ku,  firokeyên rijêma Îraqê gundê Tirwaniş bombebaran dikin û hijmareka gundiyan: Meyana dayka şehîd Mihemed Tahir Selîm Pîro, Salihê Eliyê Melakê û Azad Îsmaîl Mihemed Elî, şehîd dibin.

Ome Reşo Tirwanişî li navbera salên 1972-1973 dibe endamê rêkxistinên PDKê û heta şkestina şoreşa Îlonê berdewam dibe. Bi demek kurt piştî şkestina şoreşa Îlonê, ew hest bi hebûna rêkxistineke nihênî ya PDKê li gundê Tirwanişê dike ku, her du Pêşmergeyên dêrîn Îbirahîm Eskerî û  Îsmaîl Seyîd ( Îsmaîl Laslkî) serperiştiya wê rêkxistinê dikin.

Ome Reşo Tirwanişî dibêje: Ji bo cara yekem li şoreşa Gulanê, giropeka pêşmergeyî bi serperiştiya Mîrxan hat gundê Tirwaniş. Ji wê giropê bi tenê yek pêşmerge xelkê Zaxoyê, ji başûrê kurdistanê bû, yên din hemû xelkê bakûrê Kurdistanê bûn. Rêkxistina gundî haydarî hatina wan pêşmergeyan bû.

Ome Reşo Tirwanişî jî wê giropa pêşmergeyî dibîne û rêberyê ji bo wan dike û wan digehîne çiyayê Kokelî. Roja paştir ew û Sedîqê Mihemedê Melakê xwarinê ji bo wan pêşmergeyan dibin û êdî wî ageh ji wan pêşmergeyan namîne, lê bi tenê rêkxistina gundî ya nihênî haydarî tevgerên wê giropa Pêşmergeyî dibe .

Hêzên Pêşmergeyî li meha  11 sala 1976ê li bin Revezên gundê Berbîrê çalakiyeka leşkerî li dijî supayê rijêmê encam didin. Di wê çalakiyê da 7 serbazên rijêmê dikujin û hêzên pêşmergeyî 3 klaşnîkofan jî weke destkeftî ji qada şerî radkin.

Piştî vê çalakiyê hêzên pêşmergeyî du çalakiyên din li derdûra gundê Tirwaniş encam didin.

Rijêma Îraqê li 08.07.1978ê  gundê Tirwaniş, mîna gelek gundên din yê Kurdistanê, dişewitîne, kavil û wêran dike û xelkê gundî bi zorê ji bo kampan vediguhêze. Xelkê gundê Tirwaniş li sê kampan/komelgehan: Bêgova, Batîfa û Bêrsvê bi cî dike. Rijêm mala Omet Tirwanişî û kesûkarên wî dibe komelgeha Bêgovayê.

Omer Reşo li sala 1979ê digel hejmareka ciwanên gundê Bêtkarê di nav rêzên PDKê da dest bi xebata nihênî dikin û di Rêkxirawa Diyarbekir da dest bi  çalakiyan dikin. Yek ji wan çalakiyan  li Bêgovayê dikin; Hindek mamostayên jin ji devera Soran hatine û li Bêgovayê mamostatiyê dikin. Ev mamostayên jin têkeliyan digel saziyên emin û îstîxbarata rijêmê çêdikin. Pêşmerge bi têkeliyên wan dizanê û nameyeka dagirtî ji gef û tehdîdan ji bo wan mamostayan dişîne û ew name bi rêya Omer Tirwamşî digehe wan mamostayên jin. Omer Reşo bi alîkariya karmendekê dibistanê wê nameyê bi deriyên malên mamostayan ve dihilawîse. Li ser vê nameyê rijêm hindek kesên xelkê gundê Spîndarê binçav dike.

Omer Reşo di berdewamiya çalakiyên xwe da, bi rêya mamosta Izet Emîn Tirwanişî diçe nav baregehê emina rijêmê li Bêgovayê û bi dizî belavokên  şoreşê di nava  baregehê da belav dike.

Dawiyê  eşqa pêşmergatiyê xwe li serê Omer dide, nexasme piştî ku hevalên wî Izet, Şekir, Casim ku, xelkê gundê Bêtkarê ne, peywendiyê bi şoreşê dikin û dibin Pêşmerge. Loma ew jî li roja 01.07.1980 digel Cafer Reşîd Bêtkarî û Elî Îsmaîl biriyarê didin ku peywendiyê bi şoreşê bikin. Heman rojê ew diçin  gundê Babîrê mala Hekîm Babîrî û cîyê pêşmergeyî ji wî dipirsin. Ew li Kanîhişkê, li danga gundê Bêlîzanê,  Zikrî Kêsteyî yê pêşmerge dibînin. Omer Reşo û hevalên xwe bi alîkariya Zikrî Kêsteyî dizanin ku, mefrezeya şehîd Biheşitî (Mela Remezan Qumirî) li geliyê Bêşîlê li çiyayê Metîna ye û peywendiyê bi  mefrezeya navborî ve dikin. Ew, herwesa,  şehîd Şaban Xefar û Seyd Salih û şehîd Hemdî Begê jî li wir dibînin. Ew gelek lêdixebitin ku, Omer û hevalên xwe vegerin  malên xwe. Lê ew li ser biryara xwe dimînin û weke Pêşmerge dest bi xebatê dikin. Heta vê demê pêşmergeyî tu baregehên  cihgîr/daîm li wê deverê tunene. Bi tenê  baregehek  demkî li gundê Zêwka li ser çemê Zêy ku, 30 pêşmerge lê dimînin, heye û Seyd Burhan berpirsê wan e û Şukrî Bêtkarî û Necmdîn Kareyî jî cîgirên wî ne. Omer û hevalên xwe jî digehin wan û paşî baregehê xwe jî dibin cihê gundê Kare li rojhelatê çemê Zêy.

Omer digel Izet Hisên Elî Tirwanişî gerekê bo devera Nihêlê dibin. Piştî hîngê Lijneya Navçeya  Amêdiyê wan dihnêre baregehê Liqê Yek li Komate.

Omer Reşo  li Komate Îbirahîm Eskerî dibîne, piştî hîngê ew Klaşnîkofekê ji xwe ra dikire û li ser biriyara Liqê diçe Lîjneya  Amêdiyê. Ew li meha yek sala 1981ê  li ser daxwaza xwe, digel rêkxirawa şehîd Enwer Mayî ku,  wê demê şehîd Şaban Xefar berpirsê wê rêkxirawê ye, dest bi xebata xwe ya pêşmergetiyê dike.

Li meha du sala 1981ê yekem çalakiya xwe digel rêkxirawa şehîd Enwer Mayî li Hemzîkê encam dide. Di wê çalakiyê da, di boseyekê da, ew erbeyeke Zîl a supayê rijêma Îraqê dişewitînin. Li roja 21.03.1981ê digel Elî Tirwanişî ku, wê demê cîgirê şehîd Şeban Xefar bû, digel pêkirina agirê Newrozê, sengerê dijminî li Koxên Berçî didin ber guleyên RBGiyan.

Omer Reşo, piştî vê çalakiyê, digel rêkxirawa xwe bi serperiştiya şehîd Şeban Xefar gerekê bo devera Berê Gare dibin. Paşî rêkxirawa wan bi hevpişkî digel pêşmergeyên Lijneya  Akrê, bi serperşitiya milazim Babekir û Ebdula Qado, çalakiyekê li serê çiyayê Gare encam didin. ‌‌Hêzên hevpişk yên pêşmergeyî di wê çalakiyê da çeperekê supayê rijêmê digirin û hejmareka serbazên rijêmê dikujin û çekê wan jî radkin û piştî vê çalakiyê careke din vedigerin bo devera Berwarî Bala.

Li 09.10.1981ê  Omer digel rêkxirawa xwe, bi serperiştiya şehîd Şeban Xefar, diçin Serê Amêdiyê û êrîşî sengerê dijminî yê bi navê Şêx Seyinî dikin. Hêzên pêşmergeyî wî sengerî, bê ziyan, distînin û gelek çek û teqemeniyê weke destkeft bi dest dixin. Di heman demê da hindek hevalên, wan digel Elî Tirwanişî, li serê Çarçelî li baregehê Siryeka supayê Îraqê dixin.

 Omer Reşo, piştî vê çalakiyê, digel hevalên xwe yên rêkxirawa şehîd Enwer Mayî, gereka din bo devere Berê Gare dibin. Di vê gerê da ew diçin baregehê Lijneya Nawçeya Akrê li Siyanê, paşî vedigerin bo Lijneya Nawçeya Amêdiyê li Bêlîzanê.

Li baregehê Lijneya Amêdiyê pilan û berheviyên lêdana sengerên dijmnî li Serê Hemê amade dikin. Ji bo vê çalakiyê, şehîd Şeban Xefar hemahengiyê digel Mihemed Xalid Boselî û Sadiq Omer dike ku, ew jî di heman demê da, ji aliyê rojavayê cemê Xabûr ve, baregehê Lîywaya Bêgovayê topbaran bikin. Rêkxirawa şehîd Enwer Mayî û rêkxirawên din yên Lijneya Amêdiyê jî, li jêr serperşitiya şehîd Şeban Xefar û Seyd Nayîf Çelkî, li roja pêncşemê 16.12.1981ê  êrîşî ser  sengerên dijmnî li Serê Hemê dikin û di şerekî gelek dijwar da  pêşmergeyên mêrxas sengerên dijmnî digirin. Hêzên pêşmergeyî hejmareka gelek mezin ji çek û teqemeniyê ji wê wan sengeran derdixin. Pêşmergeyên pişkdarî di wê çalakiyê da kirî, ji ber dûriya cihê çalakiyê û veguhaztina çek û teqemeniyê, sê şev û roja nanivin.

Omer Reşo piştî çalakiya Serê Hemê digel rêkxirwa şehîd Enwer Mayî, gereka din bo devera Berê Gare dibin. Ew û hevalên xwe di rêya xwe da çalakiyekê li Amêdiyê encam didin, şehîd Şeban Xefar baregehê Fewca supayê rijêmê li Amêdiyê bi çekê Narincok endazê gulebaran dike. Ev çalakiye li deverê gelek deng dide.

Piştî vê çalakiyê, Elî Tirwanişî dibe berpirsê rêkxirwa Bereyê (CUD) ê hevpişk ku, ji 20 pêşmergeyên PDKê, 15 pêşmergeyên Partiya Komunîst a Îraqî û 10 pêşmergeyên Partiya Sosiyalîst a Kurdistanê pêk dihat. Hejmareka pêşmergeyên rêkxirawa şehîd Enwer Mayî, bi razemendiya şehîd Şeban Xefar ku, yek ji wan Omer Reşo ye, digel Elî Tirwanişî bo vê rêkxirawê tên veguhaztin. Mihemed Selîm Birîfkanî dibe kadiroyê siyasî yê vê rêkxirawê. Erkê serekî yê vê rêkxirawê hişiyarkirina xelkî bi rêya dana semînaran bû. Sînûrê çalakiyên wê jî hemû sînûrê Liqê Yek (her du parêzgehên Duhok-Neynewa) bû.

Omer Reşo Tirwanişî yekem gera xwe, digel rêkxirawa Bereyê Cud, li 02.03.1982ê  encam dide. Ew di vê gerê da diçin deverên; Spney, Berwarî Jêrî, Sîn û Şêxdira, Boz û Xurriza, Berêbihar û devera Mangêşkê. Ev ger sê mehan berdewam dike.

Li gulana 1983ê,  ji bo bersîngirtina supayê tirkî, mefrezeya wan digel Hemîd Xwastî diçe devera Heftenînê,. Demê ew li Heftenînê, ew dengê teqê dibîhîzin û ew li dûv dengê wê teqê diçin, dema ew digihin cîyê bûyerê, ew dibînin ku kadiroyê leşkerî yê her du şoreşên Îlon û Gulanê, Têlu Goyî, bi destê Salih Qasim yê Mala Ecemê hatiye şehîd kirin.

Ew mefrezeya Bereyê Cud gelek dom nake û bi tenê çend mehekan dom dike û paşî dihelweşe. Êdî Omer Reşo jî vedigere baregehê Liqê û piştî hîngê ji bo rêkxirawa şehîd Xidir Mehmûd, li baregehê Lijneya Amêdiyê, tê veguhaztin. Hîngê Seyd Nurî Çemseydî berpirsê wê rêkxirawê bû.

Rijêma Îraqê ji Lîwaya Bêgovayê bi topan baregehê Lijneya Amêdiyê topbaran dike û di encama wê topbaranê da  Ahmed Mihemed Hesen Binavî şehîd dibe û Celal Binavî jî bi giranî birîndar dibe.

Li roja  11.11,1983ê, hêzên Lijneya Amêdiyê êrîşî  her du sengerên dijmnî li Mila Rezê Erebî û Girê Kanî Sêvkê, hindavî Qedişê, dikin armanc û di heman dem da Kelha Qedişê û sengerên din yên dijminî jî dikevin bin agirê çekê pêşmergeyî. Pêşmerge her du sengeran; Mila Rezê Erebî û Girê Kanî Sêvkê digirin û tevî çekê sivik û teqemeniyê, bo cara yekê di şorşa Gulanê da, pêşmerge dest bi ser Doşkakayeka 14,5m a dû lûlî jî da digirin.

Li   roja 10.03.1984ê, Omer Reşo digel rêkxirawa xwe û rêkxirawên din yên Lijneya Amêdiyê, êrîşî sengerê dijmnî li  Tinê,  li devera Bamerinê, dikin. Lê, mxabin, di wî şerê da her sê hevalên wî; Ebabekir Birîfkî, Selam Şêxo Dêrîşkî û Tofîq Urmedawdî şehîd dbin û 13 pêşmerge jî birîndar dibin ku, ew jî: Ehmed Çelkî, Seyîd Çelkî, Omer Tirwanişî, Seyîd Bêtkarî, Kerîm Kêsteyî, Birhan Amêdî, Xisro Bamerinî, Îsmaîl Binavî, Ehmed Tirwanişî, Îsif û Zikrî Kêsteyî bûn.

Omer Tirwanişî di vê çalakiyê da li pênc ciha ji piyê xwe birîndar dibe. Ew 29 rojan li mala Seyd Ceferê Banikî, li gundê Banika, dimîne heta birînên wî çareser dibin.

Omer li sala  1984ê dibe Endamê Rêkxirawa şehîd Xidir Mehmûd.

Omer Reşo, piştî pirînên wî çak dibin, ew li bihara sala 1984ê pişkdariyê di danana boseyekê di rêya karwanê hêzên dijmnî, li nêzîk Qesira Sadey li gundê Tişîşê, da dike.

Omer li roja 31.10.1984ê pişkdariyê di çalakiya Serê Amêdiyê da dike. Di wê çalakiyê da hêzên pêşmergeyê Lijneya Amêdiyê digel hêzeka baregehê Liqê Yek, dest bi ser sê senger û baregehê Siryeka supayê rijêmê da digirin û ziyanên mezin digehînin hêzên dijminî û hejmareka mezin ya çek û teqemeyiyê jî weke destkeft radkin ku, bo cara yekê bû li şoreşa Gulanê pêşmerge topeke 82m bi dest bixin. Hêzên pêşmergeyî vê dastanê bi xwîna her du pêşmergeyên qehreman, Tehsîn Dutazî û Ehmed Ormanî û hejmareka birîndaran tomar dikin.

Omer Reşo Tirwanişî di berdewamiya xebata xwe ya pêşmergetiyê da, li payîza sala 1985ê, pişkdariyê di lêdana sengerê Serê Badokê, li hindavî gundê Tişîşê, da dike. Ji bo encamdana wê çalakiyê, tevî hêzên Lijneya Amêdiyê, Seyd Salih jî hêzekê ji Liqê Yek bi xwe ra tîne û Hişiyar Zêbarî jî rojinamevanê Brîtanî Robert Goyin ji bo filmkirina vê çalakiyê  bi xwe ra tîne cîyê çalakiyê.

Di vê çalakiyê da hêzên pêşmergeyî her zû dest bi ser sê sengerên supayê Îraqê da digirin. Lê, mixabin, Mislih Avihî şehîd dibe û Seyd Ezo jî birîndar dibe.

Omer Reşo Tirwanişî li sala 1986ê digel şehîd Seydî Elkûşkî û hejmareka Bergirî Milî pişkdariyê di girtina sengerê rijmnî li Elkûşkê da dike. Herwesa li roja 06.12.1986ê Omer digel hêzên Lijneya Amêdiyê, bi serperştiya Hemîd Xwastî, pişkdariyê di danana boseyekê  li pêşiya hêzên dijminî, li ser cadeya Bêgova-Kanîmasê li navbera Çeqela û gundê Birîfka da dike. Di wê boseyê da pêşmerge du erebeyên  Zîl yên leşkerî dişewtînin, hejmareka serbazan dikujin, çar sebazan bi dîl digirn û çekekê baş jî wek destkeftî bi dest dixin.

Li destpêka sala 1987ê rijêma Îraqê di navbera deverên bin destê rijêmê û deverên bi destê şorevê “xeta sor” dikêşe û supayê Îraqê dest bi êrîşan bo ser deverên azadkirî yên di bin destê şoreşê da dike. Omer Reşo Tirwanişî digel hêza pişitevaniya Lijneya Amêdiyê dimîne û bi berdewamî cadeya gişitî ya di navbera Bêgova û Kanîmasî bi Doşkayê gulebaran dikin.

Li 04.05.1987ê  pişkdariyê di dastana Fewca Sotkî da dike.

Omer li roja 11.08.1987ê pişkdariyê di lêdan û standina Fewca Bêbadê da dike. Di wê çalakiyê da Omer Reşo, Simaîl Simaîl û Uzêr Tûlerî bi sivkî birîndar dibin.

Omer Reşo Tirwanişî piştî vê çalakiyê, pişkdariyê di bersîngirtina êrîşa Hêza Melko bo ser gundê Eredina da dike.

Piştî hîngê her digel rêkxirawa şehîd Xidr Mehmûd pişkdariyê di dastana mezin a Kanîmasê da dike.

Li sala 1987ê rêkxirawa Mediya tê damezirandin û şehîd Se’dî Elkûşkî dibe berpirsê wê rêkxirawê, Omer jî wek endamê rêkxirawa navbirî tê veguhastin bo wê rêkxirawê. Ew li roja 11.01.1988ê digel rêkxirawa Mediya  pişkdariyê di dastana Dêrelûkê da dike. Gelek mixabin ew dastan bi xwîna 13 pêşmergeyên qehreman hat tomar kirin ku, her yek jê Se’dî Elkûşkiyê berpirsê rêkxirawê, Kerîm Şindoxiyê cîgirê berpirsê rêkxirawê û Eswed Kanîsarkî endamê rêkxirawê şehîd dibin.

Di vê dîdarê da, Omer Tirwanişî bi vî rengî behsê şehîdbûna Se’dî dike: Me sehusuya wî sengerê bo me hatiye destnîşankirin nekir, bi tenê Temer Remezan hindek pêzanîn li ser wî sengerî  bi me dan, şehîd Se’dî gelek bi heyecan  bû. ew zavayê heyvekê bû. Di êrîşê da Se’dî, Kerîm û Eswed her sê şehîd dibin û rêkxirawa me bê berpirs dimîne.

Dema me cenazeyê şehîd Se’dî gehandî mala wî, hevjîna wî, bûka mehekê, gote min: Ka birayê te? Ma hûn heyfa Se’dî nahilînin!!

Piştî şehîdbûna Se’dî Elkûşkî, Ehmed Mîriza dibe berpirsê rêkxirawa Mediya û Omer Reşo jî dibe cîgirê wî.

Omer digel hevalên xwe, li 08.05.1988ê, pişkdariyê di şewitandina Cêbqiyadeyeka leşkerî da dike û piştî hîngê erebeyeke din jî dişewitînin.

Omerî di jiyana xwe ya pêşmergatiya şoreva Gulanê da pişkdariya di 39 çalakiyam da dike.

Omer Reşo, li 13-14.05.1988ê, digel hevalên xwe diçin taziya Cefer Se’dî Asihî ku,  li serê Gabnêrkî mînek li bin piyên wî peqî bû û şîhîd bibû. Li taziyê, Şivan Hirorî daxwazê ji Omerî dike ku, biçin wan mîna rakin. Ew jî ji bo rakirina wan mînan diçin serê çîyayê Gabnêrkî. Mixabin mînek bi wan jî ve dipeqe û Şivan Hirorî, Selman Tahir Mayî û Silêman Hirorî şehîdi dibin.

Omer dibêjît: Şivan Hirorî li ser pê min şehîd bû, Kaxezek di berîka wî da bû, me ew kaxez vekir  hozana Mueyed Teyb ya binavê Warê Mino Fireka Bay li ser wê kaxezê nivîsî bû.

Omer Reşo û hevalên xwe, li  25.05.1988ê, pişkdariyê di dastana duyê ya Bamerinê da dikin.

Omer Reşo digel enfalan çîrokeka dirêja heye ku, ew bi dirêjî di pertûka xwe da behis dike. Ew û xêzana xwe, piştî enfalên reş, penaberî bakurê Kurdistanê dibin û rijêma Tirkiyê  wan li Kampa Mêrdînê bi cî dike.

Li Kampê, ji bo parastina aramî û ewlehiya nava kampê, komîteyeke 100 kesî ji aliyê xelkê kampê tê hilbijartin da ku aramiya nava kampê biparêzin û Omer dibe berpirsê wê komîteyê.

Li dema serhildana Kurdistanê, li bihara 1991ê, Omer digel komeka hevalên xwe, bi alîkariya PDK- Bakur, diçe başûrê Kurdistanê. Ew li destpêkê diçe Kanîmasê. Piştî hîngê hêzeka pêşmergeyî li Zawîte tê dameziradin, Omer Reşo jî diçe wir, Seyîd Kêsteyî dibe berpirsê wê hêzê û Omer jî dibe cîgirê wî.

Omer Reşo, li 10.01.1991ê,  zarokên xwe jî dibe başûrê Kurdistanê û li Zaxoyê li Hêza Sefîn dibe cîgirê Hecî Feqe Binavî. Piştî damezirandina hêzên hevbeş, Omer diçe digel Serbest Lezgîn û li sala 1993ê  bo Asayşa Zaxoy tê veguhastin. Omer Reşo li Asayşê ji pileya Emîn dest pê dike û heta digehe pileya Emîd berdewam dibe.

Omer li sala 2004ê dibe rêveberê Asayşa Kanîmasê, piştî hîngê heta sala 2008ê dibe berpirsê beşê Hewarhatinê.

Li sala 2008ê dibe berpirsê Asayşa Dêrebînê

Li 2011ê dibe berpirsê Asayşa Batîfa

Li 2014ê dibe berpirsê Asayşa Derkarê

Li sala 2019ê bi pileya Emîd xanenşîn dibe.

Wî pişkdarî di şerên parastina Kurdistanê û şerên dijî terorîstên daiş da kiriye.

‌Omer Reşo Tirwanişî  tu carî li dibistanê nexwendiye, lê wî li nav şoreşê xwe fêrî xwandin û nivêsînê kir. Ew dibêje ku Nisret Hisên Elu Tirwanişî roleke baş di fêrkirina wî da lîstiye. Ew li Kampa Mêrdînê dest bi nivêsîna bîreweryên xwe  dike û heta nuha wî du pertûkên bîreweryên xwe çap kirine.

 Ew di jiyana xwe ya pêşmergetiyê da çar caran birîndar dibe, cara yekem li 10.10.1982ê  li Şêx Seynê, cara duyem 02.10.1984ê  li Tinê,  cara siyem li 02.08.1987ê  li dastana Bêbadê û cara çarem li şeva 12 ser 11.01.1988 li dastana Dêrelûkê.

Omer Tirwanişî heta nuha jî li ser xebata xwe berdewame û ji sala 2021ê ve endamê Hêza Xebat ya li Zaxoyê ye.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى