Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya hevdîtinên xwe da digel Pêşmerge û têkoşerên gelê Kurdistanê da, li roja 29.12.2022ê li gundê Nizarkê, dibe mêvanê Pêşmergê yê dêrîn û zîndaniyê siyasî, Îsmaîl Abdulrehman Mihemed Seyîd Gabêrkî û dîdareka vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebat û qurbaniyên wî, yên di rêya Kurdistanê da, mîna belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.
Îsmaîl Abdulrehman Mihemed Seyîd Gabêrkî, yê nasiyar bi Mela Îsmaîl Gabêrkî, li sala 1957ê li gundê Gabêrkê yê ser bi devera Etrûşê ve hatiye ser dinyayê.
Îsmaîl Gabêrkî, ji ber rewşa deverê ya hîngê, nikare biçe dibistanê, lê ew bi harîkariya pismamê xwe, Izet, xwe fêrî xwendin û nivêsînê dike û gotarên roja înîyê li mizgeftan dixwûne.
Mela Îsmaîl Gabêrkî, di vê dîdarê da behsê wan şer û dastanên destpêkê yên şoreşa Îlonê li deverê dike, bi taybetî behsa dastana bi navûdenga ya Lomana dike ku, di wê dastanê da Hesenê apê wî birîndar dibe.
Di şoreşa Îlonê da Ebdulrehmanê bavê Mela Îsmaîlî, ji ber çelengî û mêrxasiya wî dibe Fermandarê Siryeka pêşmergeyî li betaliyona şehîd Wesî Banî, ya ser bi hêza Şêxan ve. Li sala 1969ê hêzên dijminî êrîşî ser gundên Spîndarê û Stukurkê, li devera Berwarî Jêrî, dikin. Mela Îsmaîl Gabêrkî jî di heman salê da peywendiyê bi şoreşê dike û digel bavê xwe dibe Pêşmerge.
Hêzên dijminî gundê Stukurkê dagîr dikin û hindek xaniyên gundiyan jî dişewitînin. Sirya bavê wî jî pişkdariyê di bersînggirtina êrîşa hêzên rijêmê da deke. Mela Îsmaîl nanî ji bo pêşmergeyî kom dike ku, bibe gundê Stukurkê. Hêzên dijminî bi armanca destbiserdagirtina gundê Spîndarê, bi awayekî tektîkî, xwe ji gundê Stukurkê vedikişîne. Xelkê Spîndarê li jêr bombaran û êrîşa dijminî gundê xwe berdidin.
Mela Îsmaîl di vê dîdarê da dibêje: Jinika hêvîrê xwe li ser tenûrê bi cî hêlabûn û revîbûn. Caş û leşkerê dijminî gundê Spîndarê digirin û gundî dişewitînin.
Rêkeftina 11 Adarê li sala 1970ê tê ragehandin, Mela Îsmaîl digel komên xelkê deverê pişkdariyê di ahengên xweşiyê yên bi vê minasibetê da dike. Ew digel xelkî ji Baedrê heta Şêxan rêpîvanê dikin. Şandê rijêmê jî pêşwaziya wan dike. Paşî baregehên PDKê, bi awayekê fermî, li bajêran tên vekirin.
Hikumeta Îraqê rêkeftina 11 Adara sala 1970ê binpê dike û careka din, li bihara sala 1974ê, êrîş dike ser Kurdistanê, di vê demê da erkê Mela Îsmaîl Gabêrkî yê pêşmergatiyê dikeve Şêxka.
Vê demê Partiya Komunîst ya Îraqê hevalbenda rijêma Îraqê ye. Komunîst hewil didin ku, hêzên pêşmergeyî bi şer ji Baedrê derbikin. Di encam da, li Baedirê, şerekî mezin di navbera pêşmergeyî û çekdarên Partiya Komunîst ya Îraqê da dest pê dike, hikumeta Îraqê jî bi çek û mirova piştevaniya Komunîsta dike. Di encama vî şerî da hêzên Partiya Komunîst dişkên û pêşmerge Baedirê diparêzin. Lê, mxabin, di vî şerî da pêşmergên bijare; Teymur Şêxkî, Îsê Banî û Ezîz Şehî şehîd dibin. Paşî, piştî demekî li Pîrozava li devera Baedirê pêşmergê qareman Elî Ebo Hesinekî jî, di şerekî da bi destê çekdarên Partiya Komunîst şehîd dibe.
Di navbera hêzên pêşmerge û hêzên rijêmê da şer dijwar dibe, Caş û leşkerên dijminî rêya Deştê ya înana dexilûdanî digirin û li deverên bin destê şoreşê dibe giraniyeka mezin.
Dema şikestina şorşê li Adara sala 1975ê, Mela Îsmaîl Gabêrkî tivenga xwe ya Birno, ya bapîrê xwe, radestî rijêmê dike û kilaşnîkofekê digel RBGyekê jî diveşêre. Êdî Ebdurehmanê bavê Mela Îsmaîlî û mirovên xwe diçin gundê xwe û jiyana xwe ya asayî diborîn in.
Ji ber ku Mela Îsmaîl Gabêrkî ji daykbûyê sala 1957ê ye, ji ber hindê ew ji bo leşkerya neçarî tê vexwastin. Ew 3 salan leşkeriya neçarî dike.
Berî şehîd Mehmûd Êzidî, li sala 1976ê, were deverê, Hamid Baleteyî û biraziyên wî (şerîf û Seyîd) weku çekdar li deverê dimînin, ew xwe radestî rijêmê nakin û ew bi xêzanên xwe ve li deverê bi qeçaxî dimînin. Ew jiyana xwe di şkeft, gelî û nihalên deverê da derbas dikin. Dema şehîd Mehmûd Êzdî jî tê deverê peywendiyê bi wan dike.
Mela Îsmaîl Gabêrkî hêşta li leşkeriya neçarî ye, bêy ku carekê jî şehîd Mehmûd Êzidî bibîne, bi rêya mirovên xwe, digel şehîd Mehmûd dibe endamê rêkxistinên nihênî yên PDKê.
Mehmûd Êzidî, bo cara yekê, şehîd Ehmed Bamerinî dihinêre gundê Gabêrkê, Abdulrahman, bavê Mela Îsmaîlî, xwarin û vexwarinê kom dike û digel şehîd Ehmed Bamerinî ji bo wan rê dike. Wê carê ew kilaşnîkof û RBGya ku, wan li sala 1975 veşart bû, radestî şehîd Mehmûd Êzidî dike.
Hêzên pêşmergeyî bi harîkariya Ebdulrehmanê bavê Mela Îsmaîlî, çalakiyekê li Zawîte encam didin. Ew di vê çalakiyê da baregehê Rêkxirawa rijêmê dikin armanca çekên xwe.
Piştî çalakiyê hêzên pêşmergeyî bi harîkariya Ebdulrehmanî çalakiya xwe encam didin, şehîd Mehmûd daxwazê ji Ebdulrehmanî dike ku, piştî çalakiyê, êkser biçe dixtorî li Duhokê.
Ebdulrehman, li ser gotina Mehmûd Êzidî, diçe Duhokê cem dixtorî, dixtor dermanan bo dinivîse, ew jî dermanên xwe dikire û vedigere mala xwe li gundê Gabêrkê.
Piştî vê çalakiyê, sîxorên rijêmê zaniyriyan bi emina rijêmê, li Duhokê, didin ku Ebdulrehmanî harîkariya pêşmergeyî kiriye. Emina Duhokê Ebdulrehmanî digire û wî heta Kerkûkê dibin. Li Kerkûkê cilkên wî ji ber dikin, kaxezek ji berîka wî dikeve, vekolerê emina rijêmê xwe diçemîne wê kaxezê û radike. Temaşe dike ku raçêta dixtoriye, heman roja encamdana çalakiya mefrezeya şehîd Mehmûd Êzidî li ser e. Vekoler dibêje Ebdulrehmanî: Belgeyê bêguninehiya te ji berîka te ket. Êdî Ebdulrehman tê azad kirin.
Li sala 1980ê şerê Îraq û Îranê dest pê dike. Rijêm careke din ji daykbûyên sala 1957ê bo leşkeriyê bang dike ku, Mela Îsmaîl Gabêrkî jî êk ji wan e.
Dema Xalid Banî, endamê rêkxistinên nihênî yên PDK di çalakiyekê da, li Mûsil, hevalê wî Mihemed Salih Gelîrumanî şehîd dibe û Xalid jî bi birîndarî xwe digehîne gundê Gabêrkê, Mela Îsmaîl Gabêrkî û bavê wî harîkariya wî dikin û wî digehînin hêzên pêşmergeyî.
Piştî hîngê Mela Îsmaî Gabêrkî jî peywendiyê bi Xalid Banî dike û dibe Pêşmerge. Piştî çûna Mela Îsmaîl bo nav rêzên şoreşê, rijêm careke din bavê wî û apê wî Hesenî û pismamê wî Ehmedî digire.
Êdî Mela Îsmaîl Gabêrkî digel rêkxirawa şehîd Weysî Banî berdewamiyê bi erkê xwe yê pêşmergatiyê dide.
Di pêşmergatiya xwe da ew pişkdariyê di gelek çalakiyên leşkerî da dike mîna :
1- Çalakiya serê Xelbokê li payîza sala 1985ê. Hişiyar Zêbarî û rojinamevanê Brîtanî, Robert Gwîn, pişkdariyê di vê çalakîyê da dikin û ji aliyê rojinamevanê navborî ve tê wêne-vîdiyokirin. Di vê çalakiyê da hêzên pêşmergeyi demildest du sengerên dijminî digirin û hejmareka çek û teqemenî jî bi dest dixin. Ehmed Bawerkî ku, berpirsê êrîşê bû, ew digel hejmareka pêşmerge yên din birîndar dibin.
2- Çalakiya Serê Zawîte, berî çalakiyê Temer Koçer digel hêzên Lijneya Akrê sehusiya cihê çalakiyê dikin. Hêzên Lijneya Nawçeya Duhokê jî, bêy agehdariya Lijneya Akirê, berheviya lêdana heman armancê dikin. Pêşmerge yên her du lijneyan li ber hev dibin reşe û di encamda Mistefa Memanî birîndar dibe ku, mxabin, dawiyê jî bi wê birînê şehîd dibe.
Piştî van çalakiyan, Mela Îsmaîl Gabêrkî li baregehê Lijneya Nawçeya Akrê, li beşê şehîdan, dibe kadir .
Mela Îsmaîl Gabêrkî bi çek ve tê girtin
Li sala 1982ê Cehwer Hesen, birayê diktor Cergîs û birazayê wî Temer ji nav rijêmê derdikevin ku, peywendiyê bi şoreşê bikin, û xwe digehînin gundê Nisira û li mala Ehmedê xalê bavê Îsmaîlî dimînin. Ehmed wan dibe gundê Gabêrkê û teslîmî Mela Îsmaîlî dike daku, Îsmaîl jî wan bigehîne baregehê Liqê yek li Komate. Roja paştir Mela Îsmaîl, digel du pismamên xwe, Cehwer û Temerî bi xwe ra dibin rasta gundê Beraşê û paşî wan li cadeya Duhok-Siwaretûka derbaz dikin û wan digehînin gundê Elkûşkê. Berî ew bigehin gundê Elkûşkê, ew du pêşmergeyan di rê da dibînin. Ew her du pêşmerge jî ji Elkûşkê dihatin ku li wê cadeyê derbas bibin, lê hidek casusên rijêmê li ser wan her du pêşmergeyan zaniyarî bi îstîxbarata rijêmê dabûn û hêzên rijêmê bi dûv wan ve ne. Îsmaîl û her du pismamên xwe, li Elkûşkê, du kesa didin digel Cehwer û Temerî ku wan bigehînin gundê Zêwkakendala û ji wir ber bi gundê Dihê herin û di devera Berwarî bala xwe digehînin baregehê Liqê Yek li Komate.
Mela Îsmaîl û her du pismamên xwe, ji ber ku di rê da westiyane, ew li dundê Elkûşkê bîhina xwe vedidin. Li gundî digel şefeqê ew pê dihesin ku, ew ji aliyê hêzên rijêmê ve hatine dorpêçkirin. Hêzeka leşkerî bi zirîpoş ve hatiye di nav gundî da. Mela Îsmaîl û her du pismamên xwe, li şûna wan pêşmerge yên berî wan ji gundî derdiketine dikevine di nav boseya hêzên rijêmê da. Ew biriyarê didin ku şerî bikin û xwe radestî dijminî nekin, şer dest pê dike. Di şerî da pismamekê wî xwe ji dorpêça hêzên dijminî xilas dike û pismamê wî yê din şehîd dikeve. Mela Îsmaîl jî piştî fîşekên wî xilas dibin, bi çek ve dikeve destê hêzên rijêmê. Hejmareka gundiyan jî, yên ku ji serbaziyê revî ne û li malên xwe bûn, dikevin destê hêzên dijmnî
Piştî Mela Îsmaîl dihête girtin, wî li destpêkê dibin baregehê Îstxbarata Lîwa Sersinikê. Vekolîneka serpê bi wî ra dikin û piştî du şevan çavên wî girêdidin û wî dibin baregehê Firqa Leşkerî ya Zaxoyê. Vekolînê digel wî naken çunike ew biçek ve hatiye girtin. Yê bi çek ve bê girtin yekser dikev jêr benda sêdaredanê.
Mela Îsmaîl piştî 10 rojan, wî bi çavên girêdayî ve dibin Heya Taybet ya Kerkûkê. Piştî ku 6 mehan bi tinê di zîndana takekesî (înfîradî) da dimîne, wî dibin pêşberî 5 efserên leşkerî daku wî mehkeme bikin. Di wê şanogerya bi navê dadgehê da hukimê sêdaredanê li ser Mela Îsmaîlî didin. Piştî derkirina hukimê sêdaredanê, êdî Mela Îsmaîl ji zîndana takekesî dibin di nav zîndaniyên din da.
Di odeyeke biçûk ya zîndanê da 80 girtî hene, dema wan ya destavê bi tinê yek xulek e. Zebaniyên zîndanê cigareyên xwe li ser pişta destên wan divemirînin. Dema Zebanî deriyê odeyê wan vedike divê serê hemû girtiyan çemandî be, eger ne, dê ew bikevin ber qamçiyên zebaniyan. Piraniya şevan zîndanî, bi çavên grêdayi ve, dibirin jêrzemînekê ve û du kesan milên zîndanî digirtin û yekî jî bi kêbilan dikete ser leşê wî heta xûn ji bin diçu, paşî wan zîndanî felaqe dikir heta ji hişê xwe diçu. Ew hingê ji lêdana zîndaniyan radwestan, heta ew bixwe pêve diwestiyan. Heman reftar digel zîndaniyên jin jî dikir. Şevekê li zîndana Heya Taybet a Kerkûkê, Îsmaîl û hevalên xwe, di kuna derî ra, dibînin ku zîndaniyek bi wê dara tûyê ve, ewa di hewşa zîndanê da, girêdaye û reşekên rijêmê yên wî îşkence diden. Wan hîngê îşkenceya xwe rawestand, heta wî zîndanî giyanê xwe ji destday.
Ji bilî Mela Îsmaîl Gabêrkî, sizayê sêdaredanê ji bo Ebdala Begê Aşewî jî derdikeve. Şanisê Mela Îsmaîlî û hevalên wî, her li wê salê hikumeta Îraqê lêborînekê ji bo zîndaniyan derdike û Mela Îsmaîl jî ber bi wê lêborînê dikeve û azad dibe.
Piştî Mela Îsmaîl Gabêrkî ji zîndanê azad dibe ew careke din peywendiye bi şoreşê dike û vê carê ew diçe Lijneya Akrê û li wir dibe kadiroyê lijneyê. Îsmaîl pişkdariyê di şerê ser Xelbokê da dike. Her dîsan li destpêka sala 1987ê pişkdariyê di bersînggirtina êrîşa dijminî bo ser her du lijneyên Şêxan û Akrê da dike. Di şerê berevaniyê da, hêzên pêşmerge yên Lijneyên din yên ser bi Liqê Yek ve, ew jî di wî şerî da pişkdar dibin û cîyên stiratejîk digirin û topbaranikirina hêzên rijêmê bo ser sengerên pêşmergeyî bi çirî dest pê dike. Firokeyên şerker yên rijêmê digel hejmareka mezin ji Fewcên Caşan pişkdariyê di wî şerî da dikin. Fewcên Caşan ji sê aliyan ve dest bi êrîşa pejayî dikin. Hêzên pêşmergeyî êrîşa dijminî dişkînin, lê topbarana dijminî bo ser sengerên pêşmergeyî careke din dest pê dike. Firokeyên dijminî jî pişkdariyê di bombebaranikirina sengerên pêşmergeyî da dikin, êrîşa pejayî bo cara duyê dest pê dike. Mela Îsmaîl û Azad Berwarî, kadiroyê Bêtelê, amûrê Bêtelê û tiştên din yên giring yên baregehên Lijneyên Akrê û Şêxan ji geliyê Sêdera vedguhêzin bo şikeftekê li çiyayê Garey, aliyê hindavî Sêdera, li vegerê seçmeke guletopê bi ranê Mela Îsmaîlî dikeve û bi sivkî birîndar dibe. Ev şer heftiyekê dewam dike, li serê Spîndarê kadiroyê Bêtelê Zahir Kovlî şehîd dibe û çend pêşmergeyek jî birîndar dibin.
Cenabê Serok Mesûd Barizanî tê devera Behdînan, Mela Îsmaîl Gabêrkî digel Seyîd û Ebdulrehman Siyarî diçin Baregehê Serokî li gundê Kanîsarkê ji bo dîtina cenabê wî. Piştî ew digehin wir, roja paşitir 6 firokeyên Mîrac yên rijêmê êrîşî ser Baregehê Liqê Yek li Zêwaşkan dikin û baregehî bi dijwarî bombebaran dikin. Ji encamê bombebarana firokeyên dijminî Tehsîn Mihemed Ebdo kadiro û pêşmerge yê Lijneya Duhokê şehîd dibe.
Piştî şehîdbûna Tehsîn Mihemed Ebdo, cenabê Serok Barzanî li baregehê Liqê peyivekê li ser rewşê pêşkeş dike. Wê şevê Mela Îsmaîl li baregehê Liqê dimîne. Mela Îsmaîl û hevalên xwe daxwaza dîtina cenabê Serokî dikin. Sibehê ji bo têşitê nan li ser pêşmerge yên Liqê tê belavkirin, cenabê Serokî jî wekî her pêşmergeyekî nanê xwe werdigire û qesta geliyê Reşava dike. Mela Îsmaîl û Seyîdê pismamê wî û Ebdulrehman Siyarî jî digel zêrevanên Serokî diçine wir. Payîzeka direng e, hindek îşiyên tirî bi wan dehlan ve mane. Her yek ji wan îşiyekê tirî dike û nanê xwe pê dixwe. Di vê navbeynê ra Seyîdê pismamê Mela Îsmaîlî dibêje: Eger cenabê Serokî jî wekî me nan û tirî xwar, eve ez li ser pêşmergatiya xwe berdewam dibim û dê bo min diyar be ku em li ser rêbazeka rast û drust xebatê dikin, lê belê eger min dît ku, Serokî tişitekê din dixwe, eve min tivenga xwe dana û min qesta mala xwe kir. Lê me dît ku Serokî jî mîna hemû pêşmergeyan nanê xwe bi îşiyekê tirî dixwe.
Mela Îsmaîl û hevalên xwe, wê rojê li wir Serokî dibînin û çend mijaran bi cenabê wî ra gotûbêj dikin. Dîsan di wê demê da hêzên Partiya Komunîst a Îraqî hindek kes ji xelkê gundê Siyarê girtibûn û kuşitibûn û piştî hîngê kelexên wan jî şewitand bûn. Hindek ji wan kesan pêşmerge bûn. Mela Îsmaîl û hevalên xwe Serokî bi wê destdirêjiya komunîsta agehdar dikin.
Li berberkê Enfalan û demê hatina hêzên dijminî bo deverê, Mela Îsmaîl li bênvedanê ye li mal e. Apê wî wî dihinêre baregehê Lijneya Şêxan li Sêdera ku tiştekî ji rewşê bizanibe.
Heta ew diçe û vedigere mal, êdî Enfal dest pê dikin. Ew jî xwe vedkêşine çiyayê Gare û li wir asê dibin. Ew xelkê ku li çiyayê gare asê mabûn, hejmara wan nêzîkî 4 hezar kesan hebûn û li cihên cuda cuda xwe veşartibûn. Ew 10 roja li wî çiyayî bê xwarin û vexwarin dimînin. Gelek caran ew bi şevê qonaxa sê se’eta bi piya diherin heta hindek avê ji xwe ra peyda bikin.
Di wan rojan da hejmareka xelkê ji her du gundên Gûzê û Siyarê dikevin destê Caş û leşkerên dijminî û hêzên rijêmê wan hemûyan dikujin û heta nuke jî kes nizane kanê xelexên wan li kîjan biyabanê binax kirine.
Li roja 06.09.1988ê rijêma Îraqê lêborîneke sexte ji bo xelkê xwe asê kirî dide. Piraniya xelkî ku, jin û zarok û kalemêr bûn, diçine cihekî bi navê Warê Mîra, li wir xwe radestî leşkerê rijêmê dikin û xelkê din xwe li çiya asê kirin û bizava derbazbûnê bo Tirkî û Îranê kirin.
Helbet herçende hikumeta Îraqê lêborîn jî bo enfalbûyan derêxistibû jî, lê belê piştî lêborînê jî hindî xelkê kiristiyan û êzdî ketine destê rijêmê bi zarok û jin û zelam ve hemû pêkve kuştin, bi wê hêcetê ku eve ne kurd in. Hikumeta Îraqê di serjimêriya li sala 1977 kiristiyan û êzdî wek ereb tomar kir bûn. Dîsan ji kurdên mislman jî gelek kes li Kelha Nizarkê û Kempa Behirkê, hindek her li wir bi kevir û bilokan şehîd kirin û hindek jî girtin û birin û kes çarenivîsê wan nizane.
Berî derketina “lêborînê” hecî Mihemedê Siyarî xwe digehîne cem Es’ed Herkî ku rêyekê ji bo wî xelkê li Gare asê maye bibîne. Es’ed Herkî nivîseke fermî, bi îmza diktatorê rijêmê, nîşa hecî Mhemedî dide ku, her kesê di ser 10 salî ra be divê bê gulebarankirin û yên dibin 10 saliyê da bin jî kes nizane ka dê çarenvîsê wan çi be.
Mela Îsmaîl digel mirovên xwe û wî xelkê biriyar daye ku xwe radestî rijêmê nekin li Garey dimînin. Lê li Garey jî xwarin û vexwarin nîne. Loma ew biriyarê didin ku dakevin nav deverê belkî hindek xwarinê ji xwe ra peyda bikin. Şevekê ew di Geliyê Çemankê ra di nav sopayê rijêmê ra derbaz dibin. Leşker û Caş ji her du aliyan ve teqê lê wan dikin, lê şev û tarî ye, ew karîn bi silametî xwe bigehînin geliyê çiyayê Geverkê, li başûrê rojavayê Çeminkê û xwe li wir veşêrin.
Mela Îsmaîl zarokên xwe di nav Hevrstekê ra diveşêre û diçe aqarê xalê xwe belkî xwarinekê ji bo zarokên xwe peyda dike. Li wir dengê teqê tê. Mela Îsmaîl bi rê dikeve û kesek bi navê wî gazî wî dike. Ew kes Faris e niyasekê wî ye û xelkê gundê Siyarê ye, radiyoyek di destî da daye guhdariya nûçeyan dike lê baş tênagehe ku rijêmê lêborîn ji bo wî xelkî daye. Mela Îsmaîl guhdariyê dike û piştrrast dibe ku rijêmê lêborînek daye.
Piştî ku ew dibînin ku Caş û leşkerên Îraqê her cihek girtî ye û tu delîve ji bo jiyanê yan derbazbûnê ji wan deveran nemaye, Mela Îsmaîl û 5 kesên din li Zawîte xwe radestî rijêmê dikin. Vekolînê bi wan ra dikin. Mela Îsmaîlî li wir jî îşkence didin û piştî hîngê wî dibin Kelha Nizarkê. Ji Kelha Nizarkê jî wan dibin Behirkê.
Wan dikin du otombêlên Îva yên leşkerî da û di nav Duhokê ra ber bi Behirkê dibin, hindek ji xelkê Duhokê li nêzîk Geraca Kevin, beramber Xestexaneya Hewarhatinê, tîvlên şitiya di wan werdikin. Dema ew ji Duhokê derdikevin, taksiyeka jimare (Erbîl) bi dûf wan diçe. Di rê da û li Filfênî ser rêya Duhok-Mûsil ji bo xwarinê radiwestînin, lê belê pareyê xwarinê bi wan ra tuneye. Şofêrê taksiya jimare Erbîl pareyê xwarina wan dide. Piştî ew bi rêdikevin, ew şofêr her li pey wan diçe, dixwaze bizanibe ka dê rijêm wan bo kûve bibe. Li Mûsil li taxê Kerame jî wan radwestînin da zebeşan ji xwe ra bikirin, dîsa şofêrê Hewlêrî, ji bo her tirombêlekê 10 zebeşan dikire. Ew şofêr heta Behirkê li pey wan diçe.
Mela Îsmaîl û kesûkarên xwe heta dagîrkirina Kwêtê li Behirkê dimînin. Piştî hîngê diçin Duhokê, paşî bi demeke kêm serhildan dest pê dike.
Dema serhildana sala 1991ê Mela Îsmaîl Gabêrkî û hevalên wî yên ku li kempa Behirkê bûn, ew li jêr serperşitiya Mela Qasmê Êmînikî ji bo lêdana Baregehê Emina rijêmê li Duhokê tên raspartin. Êdî serhildan dest pê dike, Duhok jî rizgar dibe.
Piştî serhildanê Mela Îsmaîl careke din dibe Pêşmerge û li Kelha Pêde digel Hêzên Zêrevaniyê erkê xwe dibîne.
Paşî piştî demekê weke pêşmerge yê şoreşa Gulanê xanenşîn dibe.
Mela Îsmaîl Gabêrkî, piştî gelek zehmetiyan, xebateka dirêj a pêşmergatiyê, zîndan, enfal û derbederyê her şanaziyê bi xebata xwe û malbata xwe dike.
سهنتهرێ کۆماته
یێ دێکومهنت کرنا دیرووکا شۆڕشێ
کار و ئهرکێ سهنتهرێ کۆماته دێکۆمێنت کرن و پاراستنا دیرووکا شوڕشێ یه ژ مرن و ژناڤچوونێ.
ڤی سهنتهری ب ستافهکێ بچووک و شیانێن ساده، لێ ب ڤیان و باوهریهکا مهزن، وهک پێنگاڤا خوه یا کاری یا ئێکێ، دهست ب کۆمکرن، دێکۆمنێت کرن و تۆمارکرنا دیرووکا خهبات و شۆڕشا کوردستانێ کریه.