Latînîسەرەکی

Seyîd Mela Derwêş

Seyîd Mela Derwêş pêşmergeyek ji malbateka xebatker û welatparêz

Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya bizav û çalakiyên xwe da, li roja 27.11.2022ê li bajarê Zaxoyê dibe mêvanê Pêşmerge û xebatkerê dêrîn Seyîd Mela Derwêş û hevdîtineka vîdiyoyî pê ra saz dike û dîroka xebat û têkoşîna wî mîna belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêz.

Seyîd Mela Derwêş Îbrahîm yê nasiyar bi Seyîdê Mela Derwêş, li salla 1953ê li gundê Eredina yê ser bi Amêdiyê ve hatiye ser dinyayê. Ji ber destpêkirina şoreşa Îlonê û êrîşên dijminî bo ser gundê Eredina ew bi tenê  3 meha diçe xwendingehê. Piştî hîngê ew li gundê Çelkê li devera Berwarî Bala akincî dibin.

Seyîd Mela Derwêş digel birayê xwe yê şehîd Mihemed heta sala 1966ê li gundê Çelkê dimînin, piştî hîngê diçe def birayê xwe Ebidulrehman li gundê Serero.

Ebdula Derwêşê birayê wî, li sala 1966ê, kursa bêtelê timam dike û li Barzan, li baregehê Şex Usman Barzanî weke kadiroyê Bêtelê dest bi kar dike. Ebdula li sala 1967ê, ji bo bênvedanê, diçe gundê Serero kesûkarên xwe bibîne, li vegera wî, Seyîd jî digel wî diçe Barzan û digel Ebdulayê birayê xwe dibe Pêşmerge.

Seyîd Mela Derwêş  li sala 1968ê li çiyayê Şîrîn erkê xwe yê pêşmergatiyê dike, Şêx Usman Barzanî diçe seredana wan. Şêx Osman tivengekê bi diyarî bi Seyîd dide. Li sala 1969ê wêstgehê bêtelê ji bo Hacî Omeran tê veguhaztin û Seyîd jî vediger devera Behdînan.

Seyîd  heta salla 1970ê li devera Behdînan dimîne, piştî hîngê careke din diçe Balekayetî û digel Ebdulayê birayê xwe heta sala 1971ê li wê deverê  dimîne. Li sala 1972ê diçe digel Ebdulmiheymen Barzanî û paşî diçe digel Ebdulrehmanê birayê xwe ku, li Dola Şehîdan, Fermandarê Hêza Zêrevaniyê ye. Seyîd heta salla 1974ê digel hêza Ebdulrehmanê birayê xwe dimîne.

Li 08.03.1975ê  Ebdulrehmanê birayê Seydî diçe Hacî Omeran. Li wê rojê hunermend Sabir Kurdistanî ku, nabîna ye, hatiye baregehê Hêzê bibe  Pêşmerge.

Li Hacî Omeran, Seyîd  diçe serokatiyê miaşê  pêşmerge yên hêzê wergire, lê Ebdulmiheymen Barzanî ji wî ra dibêje: “Herin tiştên xwe bidin ser hev û bar kin, şoreş şikest.” Seyîd vedigere baregehê hêzê û hevalên xwe bi şikestina şoreşê haydar dike. Ew tiştên hehî  yên pêdvî didin ser hev û bar dikin. Demjmêr 9ê  şevê Seyî digel her du birayên xwe, Ebdulrehman û Ehmed, bi  rê dikevin. Sabir Kurdistanî, her çende  (nebîna) ye, lê digel wan diçe. Ew li Qesirê li otomobîleke leşkerî siwar dibin û diçin Hacî Omeran, paşî li tixûbî derbaz dibin û li 21.03.1975ê digehin bajêrkê Şino li rojhelatê Kurdistanê. Seyîd û Salihê biraziyê xwe  ji mirovên xwe vedqetin û diçin bajarê Nexede. Rijêma Îranê wan ji wir dibe bajarê Kirmanşan.

Seyîdê Mela Derwêş di vê dîdarê da dibêje: “Dema em li Kirmanşanê bûn rijêma Bexdayê hindek kesên kurd ku, berê di nav şoreşê da bûn û piştî şikestina şorşê xwe teslîmî rijêma Îraqê kirin, dihinêre nav kampê daku me razî bikin û em jî xwe teslîmî rijêma Bexdayê bikin. Lê kurdên di na kampê da li dijî wan derdikevin û ew zelamêm rijêmê ji kampê direvin û vedigerin Îraqê.”

Seyîd 7-8  mehan li Kirmanşanê dimîne û piştî hîngê pê dizane ku, birayê  wî  li bajarê Nexedê ye. Seyîd jî diçe bajarê Nexedê, lê careka din rijêma Îranê hemûyan ji hev cuda dike her hindekan bi aliyekî ve dibin, Ebdulayê birayê wî bo bajêrê Yezd  dûrdixin. Mihemed, Ebdulrehman û Ehmed jî ji hev  cuda dikin.

Seyîd biriyarê dide ku, li birayên xwe bigere. Ew diçe Tehranê û li wir kesekî bi şelwalê kurdî dibîne. Seyîd pirsa çarenvîsê birayên xwe ji wî kesî dike û  bi rêya wî dizane ku, birayê wî Ehmed li bajarê Tebrêzê ye. Kurdekê xelkê Mihabadê ji kîstê xwe teksiyekê bo digire û wî dibe cem Ehmedî li Tebrêzê. Paşî Seyîd pê dizane ku, birayî wî Ebdulrehman  li Cehrom e û Mihemed jî li Ehwaz e. Seyîd  birayên xwe peyda dike û dizane  ka her yek  ji wan li kîjan bajarî ye û dawiyê ew diçe bajêrê Yezd li cem birayê xwe Ebdula .

Li salla 1977ê,  bi biriyara kak Îdrîs Barzanî dest bi karê rêkxistinê dikin. Seyîd dixwze  peywendiyê bi şoreşa Gulanê bike, lê Ebdulayê birayê wî dixwza wî bizewcîne. Ebdula, keça Ebdulezîzê Mihê yê pêşmerge û stiranbêjê dengxoş, ji bo birayê dixwze.  Seyîd xêzanê pêktîne û diçe Ehwaz û heta salla 1978ê li wir dimîne.

Ebdulrehman diçe Esfehanê, Seyîd jî diçe cem wî. Êdî seyîd dest bi karê rêkxistinê dike, belavokên PDKê digehin destî wî û  ew jî li ser xelkî belav dike. Paşî ew ji ber halzeyîfiya  xwe mala xwe dibe Rehnan.

Seyîd li sala 1979ê, wefata  Barzanî yê nemir, diçe Kurdistanê û pişkdariyê di rêwresmên veşartina Barzanî yê nemir da dike.

Piştî ketina rijêma Şahî, Pazdarên Îranê bi ser  xaniyê wî da digirin û mala wî dipişkinînin/teftîş dikin. Pasdarên Îranê hindek belavokên PDKê di mala wî ve dibînin û Seyîd Mela Derwêş bi tawana endametiya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê  digirin. Seyîd li pêşberî dadgehê dibêjîe ku, ew Pêşmerge yê Barzanî ye û pertûkekê ku,  PDKê bi zimanê farsî li dijî Şahî nivîsiye, nîşa dadgehê dide, dadegeh jê bawer dike û wî azad dike. Piştî Seyîd ji zîndanê azad dibe, ew peywendiyê bi kak Îdrîs Barzanî dike. Kak Îdrîs daxwazê jê dike ku, xwe biparêze heta rêyekê ji wî ra dibîne.

Seyîd diçe mala xezwûrê xwe li Yezd. Wê demê hindek gropên îslamî yên kurdên Îraqê yên ser bi Îranê ve peyda dibin. Hindek xelk jî ji ber zeîfhalî û hejariya xwe peyweniyê bi wan gropên îslamî dikin. Di navbera endamên îslamiyan yên PDKê de pevçûn çê dibe û   hijmareka endamên  PDKê tên girtin ku, yek ji wan Seyîd  Mela Derwêş e. Ew 15 rojan di zîndanê da dimîne û şeş kesên din winda dibin, lê ew jî bi rêya kak Îdrîs Barzanî tên azad kirin. Piştî Seyîd ji zîndanê derdikeve, bi qeçaxî mala xwe dibe bajarê Nexede.

Seyîd  Mela Derwêş li sala 1982ê dûbare dibe Pêşmerge û li Fewca Erîf Derwêş, digel Hêza Hiso Mîrxan dimîne.

Ew li sala 1983ê digel Hêza Hiso Mîrxan diçe Qendîlî, rijêma Îraqê û Celalî rê li wan digirin û di navbera wan da dibe şer û ew şer  46 rojan berdewam dike û di wî şerî da, Seyîd û hevalên xwe, 40 şehîdan didin, ji wan Hiso Mîrxan û Ebdulrehîm Cesîm bûn. Seyîd  Mela Derwêş piştî şerê Qendîlî vedigere ve rojhelatî Kurdistanê.

Li sala 1986ê digel Serok Barzanî diçe devera Behdînan, lê ew berî Serokî vedigere rojhelatê Kurdistanê.

Seyîd  Mela Derwêş li sala 1988ê pişkdariyê di dastana Xwakurkî da dike. Ew li ser daxwaza Ebdulayê birayê xwe Dezgehê Bêtelê dibe Xwakurkî û erkê wî jî dikeve  zincîre çiyayê Qebirê Zahir î.

Seyd Salih wî dide digel hêzeka hevbeş ya her du Liqên 3 û 4 li gundê Arê. Seyîd 60 rojan di nav vî şerî da dimîne, li wî bereyê şerî hijmareka mezin ya sebazên Supayê Îraqê  dikujin û 62 parçeyên çekî weke destkeftî radikin, piştî hîngê vedigere cîyê xwe Qebirê Zahirî.

Seyîd  Mela Derwêş heta sala 1991ê li rojhelatê Kurdistanê dimîne. Paşî, piştî serhildanê, digel her du birayên xwe; Ehmed û Ebdulla vedigerin başûrê Kurdistanê û li Sêmêlê bi cî  dibin û li Lîjneya Navçeya  Sêmêlê dibe pêşmerge.

Seyîd  Mela Derwêş li sala 1993ê diçe digel Hêza Ebdulrehman Hacî, biraziyê xwe, û pişkdariyê di pitir ji  40 çalakiyên leşkerî da dike li dijî terorîstan.

Seyîd  Mela Derwêş li sala 1996ê  birîndar dibe û Heciyê biraziyê wî ku,  Fermandarê Hêzê ye şehîd dibe.

Seyîd  Mela Derwêş li sala 2011ê bi pileya Eqîd  tê xanenşîn kirin.

Li sala 2014ê li pişta Sinonê pişkdariyê di şerê li dijî terorîstên DAÎŞ da dike û careka din ji destê xwe birîndar dibe.

Seyîd  Mela Derwêş heta sala 2017ê û azadkirina Batnayê li bereyên şerê li dijî terorîstên DAÎŞê dimîne. Ji bilî wî her pênc kurên wî jî Pêşmerge ne û mil bi milê wî pişkdarî di şeran da kirine.

Seyîd  Mela Derwêş, bi malbata xwe ve, bi bira û kur û kesûkarên xwe ve xebatek dûr dirêj heye, du caran birîndar bûye û ew şanaziyê bi xebata xwe dike.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى