Kawe Bamernî û bîrdanikeka pirî pêzanîn û nihêniyên
nebihîstî
Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya bizav û karê xwe yê meydanî da, li rêkeftî 03.11.2022ê dibe mêvanê Pêşmergê yê dêrîn Kawe Abdulbaqî Bamernî û hevdîtineka vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebata wî ya şoreşgêrî tomar dike û ji navçûnê diparêze.
Kawe kurê têkoşerê dêrîn Abdulbaqî Bamernî ye. Bavê wî endamê Partiya Hîwa bû û pişkdarî di serhildanên Barzan (1943-1945) da kir bû. Abdulbaqî Bamernî kesekê nêzîkî Barzanî yê nemir bû û yek ji Pêşmerge yên Komara Kurdistan li Mhabadê bû. Abdulbaqî Bamernî li Komara Kurdistanê nûnerê Barzanî yê nemir bû digel hikumeta Komara Kurdistanê, herwesa, di navbera Barzanî yê nemir li Mihabadê û başûrê Kurdistanê da ew digel hevalê xwe Seîd, teter bûn. Abdulbaqî xwediyê bi dehan çîrok û serhatiyên xebatê yên balkêş e. Senterê Komate, bi hevkarî digel kak Kawe yê kurî wî, bîreweryên wî ji bo çapê amade dikin ku di van nêzîkan da dê ji çap derkeve.
Kawe Abdulbaqî destpêka xwandina xwe ya seretayî li gundê Bêqolkê yê ser bi devera Kanîmasê ve dest pê dike. Li sala 1963ê, demê şerê çiyayê Metîna, şer dikeve ser Bamernê û hêzên rijêmê gund dişewitînin. Xelik direvin û Bamernê vala dibe. Kesûkarên kak Kaweyi neçar dibin biçin gundê Bêqolkê.
Kawe Bamernî li sala 1969 pola yekê li gundê Bêqolkê dixwîne. Piştî rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê vedgere ve Bamernê û heta pola çarê navincî li Bamernê dixwîne.
Kawe Abdulbaqî li dawiya sala 1977ê dibe endamê rêkxistinên nihênî yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û bizav û çalakiyên xwe di nav Şaneya şehîd Salih Bamernî da encam dide. Ji bilî Kawe Bamernî û Hemdî Teyb Bamernî, Salim Ehmed û Ehmed Seîd Ebdulkerîm jî di nav wê şaneyê da endam in.
Rijêmê, li sala 1979ê, li Bamernê bi zorî xwendekar dikirin Avantgarde (Telayê‘). Kawe û hevalên xwe pêgîriyê bi biriyara rijêmê nakin. Cilkên Avantgarde (Telayê‘) di Navenda Ciwanan (Merkez Şebab) ê ser bi Partiya Be’sa ve ne. Pêşmerge dikevin nav Bamernê û wê navendê dişewtînin. Ji ber vê çalakiyê, rijêm 28 kesan digire. Demsal havîn e, hêşta Kawe ciwan e, lê ew li Bamernê karê dirustkirina rê û piran dike. Êvarî demê Kawe ji kar vedigere mala xwe, ew li nava bazarî li ber derê çayxaneyekê erebeyeke Jeeb ya îstxbaratê ya Lîywya 44 dibîne. Kawe dibîne ku xalê wî Şaban (bavê şehîd Remezan) di erebeya îstxbaratê daye û li ber derê çayxaneyê Kawey jî digirin.
Îstxbarata rijêmê Kawe bi wê yekê “tawanbar” dike ku wî li ser “Merkez Şebab” pêzanîn dane Remezanê kurxalê xwe û digel Pêşmergeyî hatine nava Bamernê û “Merkez Şebab” şewitandine. Ji bilî Kawe û xalê wî Şaban, îstîxbarata rijêmê, herwesa, Serdar Reşîd, Ehmedê birayê Fewzî, Mistefayê Îbrahîm , Mihemed Ebas, Lezgîn Yusif Reşîd, Ebabekir Yusif Reşîd, şehîd Ubeyd Pîrmos, zêrevanê avahiyê “Merkez Şebab” Teyb Yusf, û gelekên din digirin.
Şaban mirovek kal û bêçare ye, ji ber hindê wî zû azad dikin, lê Kawe û hevalên xwe yên din dikevin bin lêdan û îşkenceyeke dijwar da. Teyb ê zêrevanê avahiyê “Merkez Şebab” ji hemûyan zêdetir îşkenceyê dixwe û piştî hîngê ji ber wê îşkenceyê jiyana xwe ji dest dide.
Piştî 10 rojan Kawe û hevalên xwe jî azad dibin. Hemdî Teyb û Ehmed Seîd peywendiyê bi şoreşê dikin û dibin Pêşmerge.
Kawe, Salim û hevalê wan Enes Sedula Hirorî û Qehreman Reşîd bi hev ra şaneyeke nihênî ya rêkxistinê dadmezirînin. Rijêm hêzên xwe li nava Bamernê belav dike û tevgerên Kawe û hevalên wî dişopîne. Kawe ji hevalên xwe ra Salim û Qehremanî ra dibêje: Eger îstîxbarata rijêmê yek ji we bigire, ez dê peywendiyê bi şoreşê bikim û dê bibim Pêşmerge.” Her çiqas hevalên wî wî dilrehet dikin ku, tu tiştek çênabe, lê Kawe ji wan ra dibêje ku, ew tevgerên reşekên rijêmê li nava Bamernê ne tevgerên normal in.
Kawe dixwaze bi şevê li mal nemîne, eger reşekên rijêmê, ji bon agirtina wî, bi şev bi ser mala wî da bigirin, da ew yê li malê nebe. Lê bavê wî jê ra dibêje: Ji malê dernekeve, supayê rijêmê gund dûrpêçkiriye. Piştî hîngê bi nîv seetekê erebeyeke leşkeyî ya eminê li ber derê xaniyê wan radiweste û diçin ser banê xaniyê wan û ji banî xwe dihavêjin di nava hewşê da. Destpêkê Kaweyî digirin, piştî hîngê diçin da hevalê wî Şivan Muiste jî bigirin, lê ew li mal nîne, paşî Liqman Reşîd digirin, herwesa, mamostayê wan yê zimanê kurdî Mihsin ku, kurdekê nîşitîmaperwer e û xelkê devera Soran e, wî jî digirin. Wê şevê wan her sêyan dibin baregehê Lîwaya Leşkerî li Firokexaneya Bamernê. Roja paştir bavê Şivanî, kurê xwe Şivanê teslîmî rijêmê dike. Spêdê wan her çaran dibin cem Fermandarê Lîwaya Bamernê, Cewad Es’ed Şêtneyî. Cewad ji wan ra dibêje: “Em dizanin ku ti tiştek li ser we nîne û em dê we azad bikin”. Cewad Es’ed ji Kawe ra dibêje: “Em dizanin ku, Ubeyd ê hevalê te gihiştiye Pêşmerge (Mixeriban) eger tiştek li ser te hebuya dê te jî peywendî bi Şoreşê bikraye. Kawe jî bersiv dide: “Tu tiştek li ser me nîne û ez xwedekar im û mijûlî xwandina xwe me.” Du kesên sivîl di odeya Cewad da rûnştine û guhdariya wan dikin. Demê Cewad got ku dê wan azad bike, ew her du zelamên sivîl yên li cem wî ser bi Eminê ve ne, daxwaz ji Cewad dikin ku, Kawe û hevalên wî radestî wan bike. Êdî ew her du reşekên Eminê Kawe û hevlên wî werdigirin, siwarî tirombêlekê dikin û wan dibin Emina bajêrkê Sersinikê. Destpêkê Mihsinî, ê mamostayê wan, dibin di jorekê da û piştî 10 xulekan wî azad dikin. Kawe û her du hevalên wî dikin di pişta Landroverekê da û dibin Amêdiyê. Li wir Emin wan gelek diêşîne. Piştî hîngê hêzên Emina rijêmê hijmareka din a xwendekarên Bamernê digire û wan jî dibin Emna Amêdiyê.
Kawe û hevalên xwe di zîndana Emina Amêdiyê ve dimînin û kesûkarên wan jî ti ji wan nizanin. Abdulbaqî, bavê Kawe, diçe ba Şêx Osman Barzanî li Bexdayê. Şêx Osman, kurê xwe Îmadî radispêre ku bergerriyana Kawe û hevalên wî bike. Dosyeya lêkolîna Kawe û hevalên wî û îfadeyên wan dibin ber destê “dadwerî” û dadwer dosyeya lêkolînê û îfadeyên wan dixûne û ji wan re dibêje: Ev îfade yên we ne? Kawe ji dadwerî ra dibêje; Eger tu jî li cîyê me bûya dê te jî ev îfadeye bidana ji ber ku tiştê ka çewa Eminê xwestiye li gor xwe li ser me nivîsiye û bi me daye îmzakirin.
Îmad Şêx Osman gelek hewil dide ku wan azad bike û dawiyê Kawe û havalên wî dibin baregehê Emina rijêmê û bi kefalet wan azad dikin.
Piştî heftiyekê Kawe dest bi xwandina xwe dike, lê li 22.04.1980ê careka din reşekên rijêmê ji bo girtina wî û Salim diçin xwendingehê. Kawe û Salim rêkxistinên nihênî ne. Salim û Kawe xwe teslîm nakin, Salim xwe di ser diywarê xwendingehê ra diavêje û Kawe jî di nav qerebalixa xwendekaran ra xwe xilas dike û her du xwe derbaz dikin û qesta nav şoreşê dikin.
Li Geliyê Bazê, Kawe xwe digehîne gropeka Pêşmerge ku Dirbaz Qedişî, Umer Qedişî û Mihmud Qedşî di nava wê gropê da ne. Kawe çîroka xwe ji bo wan pêşmergeyan vedigêre. Ew ji Kawer ra dibêjin: Temenê biçûke ji bo pêşmergatiyê nabe, em nikarin te weke Pêşmerge werbigirin. Kawe jÎ dibêje wan: Ez hatime û venagerim.
Kawe pisyara Zihêr Bamernî dike û hizir dike ku, ew digel mefrezeya Ehmed Çelkî ye. Wê şevê hindek ji hevalên wan diçin Bêlîzanê û hindekên din jî li Hetirşê ne. Hêşita Kawe û Salim hev nedîtiye. Kawe diçe mala Sofî Hisên li Hetirşê, her du Pêşmerge yên şehîd, Menaf Çelkî û Şukrî Çelkî li wir dibîne. Pê Menafî şewitiye û Şukrî jî alîkariya wî dike. Roja paştir dê hevalên wan werin wir da Menaf digel xwe bibin Komate da pê wî derman bikin. Kawe li ba wan dimîne. Roja paştir Ehmed Çelkî û mefrezeya xwe diçin wir, Kawe dibîne ku hevalê wî Salim jî digel wan e. Kawe jî xwe dide digel wan daku biçe Komate. Berê spêdê ye, Supayê rijêmê li nav gundê Girka û Xişxaşa belav bûye, Pêşmerge pê dihese û xwe dide çiyayî heta Supayê rijêmê xwe ji deverê vedikişîne.
Salimî pêşwext çîroka revîna xwe û Kawe ji bo Ehmed Çelkî vegotiye û Salim weke Pêşmerge hatiye wergrtin, lê Ehmed Çelkî ji Kawe ra dibêje: “Tu biçûkî û em nikarin te weke Pêşmerge wergirin”. Ji ber vê helwesta wî şeredev di navbera Ehmed Çelkî û pêşmergê yên wî yên xelkê Bamernê da çêdibe. Kawe jî ji Ehmed Çelkî ra dibêje: “Eger tu min weke Pêşmerge wernegrî jî ez her bo nav rijêmê venagerim, ji ber ku mirina min têda ye.”Dawiyê Kawey jî bi xwe ra dibin Komate.
Kawe Bamernî li 25.04.1980ê, digehe baregehê Komate, baregehê Liqê Yek. Wî demî gelek kesan peywendî bi şoreşê dikir. Li jora nûhatiyan cihê hewandinê nîne. Kawe li def şehîd Remezanî dimîne.
Seyd Salih, endamê Liqê ye, ew Kawe û Salim dibîne û wan nas dike, piştî hîngê Seyd Salih, Kawey û Salimî digel hindek birîndaran dihinêre Rojhelatê Kurdistanê. Seyd Salih, bi hinartina wan bo Îranê dixwest, belkî delîveyek ji wan re peyda bibe û berdewamiyê bi xwendina xwe bidin ji ber ku hêşta ew biçûk in.
Kawe û Salim, piştî 13 rojan digehin Rojhelatê Kurdistanê.
Destpêkê ew diçin gundê Rajan ku, baregehê Polîtboruya PDKê li wir e. Piştî hîngê diçin Zêwe. Ew dixwazin pişkdariyê di kursa perwerdeya kadiroyan da bikin, demê ew digehin Rajanê, pisiyara Zihêr Bamernî dikin. Ew nizanin ku, piştî Kongireyê 9ê yê PDKê û cudabûna Samî Ebdalrehman û hindek kadiroyên din ji PDKê, Zihêr bi biriyara Samî Ebdulrehman, peywendî bi Hizba Demokrata Kurdistanê ya Îranê kiriye. Ev çende jî gumanê li ser wan çêdike ka çima ew pirsiyara Zihêr Bamernî dikin û ew dikevin jêr çavdêriyê.
Kawe heta meha 7 li wir dimîne, ew heta hîngê jî bi cilkên medenî û bê pere ye û peywendî jî digel malbata xwe nîne.
Ehmed Çelkî û Sadiq Hamid Hirorî ji bo çaresereyê diçin Rojhelatê Kurdistanê û ew li wir Kaweyî dibînin. Polîtboruya PDKê hijmareka tivenga dide Ehmed Çelkî, ew jî ji Kawey ra dibêje: Eger tu digel min vegerî Kurdistanê ez dê tivengekê bidim te.
Kawe hest pê dike ku, ew hatiye îhmalkirin û rewşa wî gelek xirab dibe. Hemîd Ebdalclîl Bamernî ji wî ra dibêje: Here Rajanê û daxwaza dîtina Serok Barzanî bike. Kawe jî diçe Rajanê û xwe dide naskirin û çendîn cara daxwaza dîtina Serokî dike, lê rê jê ra nadin ku Serokî bibîne. Demê Serok ji jora xwe derdikeve, Kawe hewl dibe bi ra biaxive, lê zêrevanên Serokî rê jê ra nadin.
Dawiyê Kawe biriyarê dibe ku vegere Kurdistanê. Necimedîn Yusiv ku, wî demî berpirsê Lijneya Nawçeya Zêwe ye, pê dihese ku Kawey biriyara çûna Kurdistanê daye, loma daxwazê ji wî dike ku ji biriyara xwe poşman bibe, lê Kawe li ser biriyara xwe dimîne. Dawiyê seydayê Necmadîn 15 dînaran bo xerc dike. Kawe jî bi wan dînaran cilkên pêşmergeyan ji xwe ra dikire, Ehmed Çelkî jî tivenkeke Birno pê dibe û digel xwe dibe Kurdistanê.
Li Kurdistanê, digel Ehmed Çelkî, dibe Pêşmerge û pişkdariyê di hijmareka çalakiyên leşkerî da dike wekî:
-
Boseya Qesira Sadey nêzîkî gundê Tişîşê
-
Lêdana hêzên dijminî li Kela Şixo li meha 8 sala 1980ê
-
Çalakiyek taybet ku, Kawe, Hemdî, Seyd Îsmet, Lezgîn Yiusf Reşîd û Salih Aşewî têda pişkdar dibin.
-
Lêdana sengerên hêzên rijêmê li Serê Hemê û rakirina 2 klaşnîkofan li meha 9 sala 1980ê
-
Di heman salê da, Kawe digel hijmareka Pêşmergeyan û nûhatiyan dikevin boseyeka (Ceyîş Alş’bî) li Bamernê, di wê boseyê da hevalê wan Îhsan Salih Aşûr Bamernî şehîd dibe.