Senterê Komate yê Dekomentkirina Dîroka Şoreşê di berdewamiya bizav û çalakiyên xwe da, li roja 14.12.2022ê li ofîsa xwe mêvandariya Pêşmerge yê dêrîn Seîd Abdula Cibê dike û hevdîtineka vîdiyoyî digel wî saz dike û dîroka xebata wî mîna belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.
Seîd Abdula Cibê li sala 1958ê li gundê Banikê yê ser bi şaredariya Batîfa ve hatiye ser dinyayê. Ji ber hejariyê û nebûna xwendingehê li gundê Banikê, ew bi tenê 3 mehan diçe xwedingehê, lê ew piştî hîngê xwe fêrî xwandin û nivêsîna zimanê kurdî dike.
Abdulayê bavê wî li sala 1958ê dikeve di nav rêkxistinên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKê) da û piştî rêkeftina 11 Aadara sala 1971ê dibe Pêşmerge digel Erîf Derwêş.
Seîd, di sala1974ê da, li şûna bavê xwe li Xirabbabikê û Darhozanê erkê Pêşmergatiyê werdigire û pişkdariyê di çendîn şeran da dike.
Li sala 1976ê Pêşmerge û kadiroyên Şoreşa Gulanê diçin gundê Banikê û peywendiyê bi xelkê gundî dikin. Yek ji wan kadiroyan şehîd Mihemedê Xaziyê Sînemê ye.
Rijêma Îraqê hewil dide ku, Mihemedî bigire, lê Seîd digel Mihemedî û hijmareka din ya xelkê gundî diçin çiyayî û peywendiyê bi şoreşê dikin.
Xaziyê bavê Mihemedî ku, dibe pismamê bavê Seîdî, kesekê halxweş e û xelk qesta mala wî dikin. Xazî bi berdewamî Pêşmerge dihewîne û alîkriya wan dike. Her kesekê ji ber stem û zordariya rijêmê jî revîbaye, qesta mala Xazî dikir û wî ew derbaz dikirin û digehandin nav pêşmergeyî. Digel hatina Pêşmerge û kadiroyên Şoreşa Gulanê, Xaziyê Sînemê û Hecî Qotas ji gundê Banikê dibin endamên rêkxistinên PDKê û ji bo şoreşê dest bi karê nihênî dikin.
Berî Seîd peywendiyê bi şoreşê bike, ew digel hevalên xwe hijmareka çalakiyan encam didin.
Li 16.06.1976ê, Seîd û Seyfedîn û Mihemed Hacî Xazî diçin Kûranişê li ser tixûbê bakûr û başûrê Kurdistanê û 18 rojan li wir dimînin. Paşî, her di wan rojan da, ew vedigerin deverê û bûseyekê li binê gundê Evlehê li pêşiya leşkerê rijêmê dadinin û hijmareka serbazên rijêmê dikujin û birîndar dikin. Seîd, Mihemed û Seyfedîn ji milekî û Hecî Qado ji melekî din vê çalakiye encam didin. Rijêmê hêzeka mezin ya Komando dişîne daku kelexên kuştî û birîndarên xwe ji qada şer bibe. Seîd û hevalên xwe, piştî vê çalakiyê, diçin bakurê Kurdistanê.
Xaziyê Sînemê digel 30 Pêşmergeyan li gundê Evlehê baregehekî vedikin ku, armanc ji vê yekê ew bû ku, ew baregeh bibe pira peywendiyê di navbera xelkî û Pêşmergeyî li deverê û Serokatiya Herêma Yek li Komate.
Hêzên rijêm sê caran êrîşî ser wî baregehî dikin. Xaziyê Sînemê digel Pêşmerge yên pê ra diçin Şîva Mêzê. Firokeyên rijêmê hêzên Pêşmerge bombebaran dikin û heta roj ava dibe şer berdewam dike, lê piştî şerek giran hêzên Pêşmerge xwe vedikêşinin û diçin gundê Hudanê li bakûrê Kurdistanê.
Piştî vî şerî, Abdulayê bavê Seîdî jî dibe Pêşmerge û digel şehîd Zorab (Zoran) çend carekan gera xwe dibin deverên Gulî û Sindiyan.
Li bihara sala 1977ê, Mihemd Mîrza dibe fermandarê mefrezeyeka Pêşmergeyan, êdî Seîd Abdula Cibê digel wî dirêjiyê bi xebata xwe ya Pêşmergatiyê dide.
Hijmareka mefrezeyên Pêşmergeyî diçin Komate. Li sala 1978ê, Serokatiya Herêma Yek, wan mefrezeyan dihinêre deverê. Ew mefreze di nav devera Berwariya ra derbaz dibin, hijmara wan Pêşmergeyan nêzîkî 70 kesa dibe. Paşî ew Pêşmerge pilaneka berfireh ku êrîşî ser hêzên dijminî bikin, amade dikin. Hêzên Pêşmergeyî bi ser çened gropan parve dibin û her yek ji wan gropan bi erkekî tê spartin, bi vî awayî jêr:
-
Gropek bi serperiştiya Sadiq Emer diçe devera Zaxo bo lêdana Caşa û baregehên emina rijêmê.
-
Gropek jî bi serperiştiya Mihemde Mîrza bo lêdana baregehê rêkxirawa Partiya Ba´s li Batî
-
Gropê siyê jî bi serperşitiya Sedo Kurkî bo encamdana hindek çalakiyan li devera Guliya tê
-
Gropê çarê bi serperşitiya şehîd Miho Gewda jî bo lêdana Fewca Ermiştê.