Latînîسەرەکی

Qadir Şeranişî

Pêşmerge yê zîndaniyê siyasî Qadir Şeranişî

Êş û azarên mezin û xebateka berdewam

Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê di berdewamiya kar û çalakiyên xwe da, li roja 16.10.2022ê, li ofisa xwe mêvandariya Pêşmerge û têkoşerê dêrîn Qadir Şeranişî dike û hevdîtineka vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebat û tekoşîna wî weke belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Ebdulqadir Ebdulkerîm Mihemed yê nasiyar bi Ebdula Qadir Şeranişî li sala 1954ê li gundê Şeranişê, li devera Zaxo hatiye ser dinyayê. Wî heta sinfa sê seretayî li Şeranişê xwandiye.

Di destpêka şoreşa Îlonê da her sê apên wî Ehmed, Elî û Ebdî dibin Pêşmerge.

Bi helkeftina rêkeftina 11ê Adara sala 1970ê ahengeka mezin, bi pişkdariya Fermandarê Hêza Zaxo şehîd Îsê Siwar, li gundê Hîzawa tê li darxistin. Ebidula Qadir ji bona ku, pişkdariyê di wê ahengê da bike, bi piyan ji Şeranişê diçe gundê Hîzawa.

Qadir Şeranişî li sala 1972ê bi rêya kadiroyê PDKê yê bi navê Gewruyê Mesîhî, dibe endamê rêkxistinên PDKê. Li sala 1973ê şoreş biriyara wergirtina 300 zêrevanên tixûban dide. Qadir Şeranişî 24 km bi piyan  diçe û digel hijmareka mezin ya xelkî qesta baregehê Hêza Zaxo dikin da ku, bibin Pêşmerge. Şehîd Îsê Siwar pêşwaziyê li wan dike. Ew xelk rêz dibin û şehîd Îsê Siwar di ber wan ra diçe, da ew bixwe wan yek bi yek bibîne û qiyafê wan bizanibe. Demê şehîd Îsê diçe rasta Qadir Şeranişî, ew xwe bilind dike û li ser tiliyên pêyên xwe diraweste da ku dirêjtir xuya bike. Apê Qadir jî digel şehîd Îsê pêşmerge ye û bi navbeynkariya wî, Qadir û hijmareka gundiyên wî wek pêşmerge tên wergirtin.

Li sala 1974ê êrîşên Îraqê bo ser Kurdistanê dest pê dikin, Qadir digel wê komê diçe digel Fesîla Îsfê Hacoyî ya girêdayî Siriya Ferhoyê Keşanî. Apê Qadir cîgirê Ferho ye. Ew bi fermana şoreşê li gundê Asha devera Silêvaneyiya bi cî dibin. Her çiqas ku, ew kom nû hatiye wergirtin û bê çek in jî, lê ew sengerên xwe ava dikin û cihên xwe asê dikin. Piştî hîngê çekî werdgirin, Qadir û hevalên xwe diçin baregehê Hêzê li Ermiştê.

Li wê derê biriyara lêdana sengerên dijminî yên li Deştmirê didin, navê Qadir di nava navên ku dê êrîşê bikin da nîne, lê ew û hevalekê xwe bi dizî ve xwe dihavêjin di nav komên pêşmergeyî da. Hijmareka pêşmega ku, yek ji wan apê Qadir e ji bo diyarkirin û vedîtina cihê sengerên dijminî xwe nêzîkî wan sengeran  dike. Di vê navberê da, li jêr pêyê pêşmergekî mînek dipeqe. Qadir di hewara apê xwe diçe, dibîne ku apê wî agirî divemirîne. Ji encamê peqîna mînê 8 pêşmerge şehîd dibin, ji wan; Mihemed Elî, Şehbaz Salih û biraziyên wî Cemîl û Dîndar Tewfîq û hijmareka din jî brîndar dibin, ji wan; Se’îd Boselî û Cangîr Ebdulla.

Qadir bi lezgînî diçe baregehî  da ku harîkariyê bîne. Hijmareka pêşmergeyan ji bo anîna cenazeyên şehîdan û birîndaran diçin cihê bûyerê. Qadir dibêje: Demê cenazeyên şehîdan gehiştine baregehî, rondikên şehîd Îsê digel xwîna wan têkel dibûn. Ew ji bo min dîmenekî gelek xemgîn bû û ew dîmen tu caran ji bîra min naçe.

Piştî vê bûyerê,  Qadir Şeranişî digel hijmareka pêşmerge yên Hêza Zaxo diçin Gewriya Emer Axa, li devera Balekayetî da ku hêzên şehîd Hecî Qado biguherin. Ew heyameke hêzên şehîd Hecî Qado li wê deverê şerê dijminî dikin û hijmareka şehîd û brîndara dane.

Qadir û hevalên xwe digehin Gewriya Emer Axa û 14 rojan cihê hêzên şehîd Hacî Qado digirin. Rastî şerekê mezin dibin û  hêzên rijêmê li pişt wan dizivirin.

Qadir Şeranişî digel Hêza Zaxo pişkdariyê di êrîşa Sertîzî da dike û  di wê êrîşê da Hêza Zaxo bi ser hêzên dijmî da serdikeve û hêzên dijmî dişkên lê Hêza Zaxo 15 şehîdan dide. Piştî serkeftina hêzên pêşmerge di vê êrîşê da, dijmin bi çirî sengerên piştê yên hêzên pêşmerge topbaran dike û di encamê wê topbaranê da 28 pêşmerge şehîd dibin û hijmareka mezin jî birîndar dibin.

 Qadir Şeranişî li meha 11 sala 1974ê vedigere Zaxo û heta şkestina şoreşê, li adara 1975ê, ew erkê xwe yê pêşmergetiyê li çiyayê Spî didomîne.

Mixabin, li demê şikestina şoreşa Îlonê, Fermandarê Hêza Zaxo, Îsê Siwar bi awayekî xiyanetekarî û bi destê hindek kurdên nemerd şehîd dibe. Şeranişî li dor şehîdkirina Îsê Siwar dibêje: Seydê Eboşî ku, li Balekayetî birîndar dibe, ji bo çaresekirina birînên wî bo Îranê tê hinartin. Piştî şkestina şoreşê li sala 1975ê, şehîd Îsê Elî yê birayê Seydê Eboşî û Kurdo yê kurê wî agehdar dike ku xwe ji bo çûna Îranê berhev biken. Lê Elî û Kurdo Îsê û zêrevanên wî şehîd dikin û xwe teslîmî rijêmê dikin. Di vê demê da Îbrahîmê birayê Qadirî jî derbasî Suriyê dibe û li wir peywendiyê bi tevgera Elî Şingalî dike.

 Piştî şkestina şoreşê,  Qadir li gundê xwe  li Şeranişê dimîne. Rijêm baregehên xwe yên emin, supa û polîsan  li Şeranişê vedike, ne  ku her azadî namîne, belku tirs, girtin û revandin dibe reftar û serederiya rojane ya rijêmê digel xelkê gundî.

Dema Îbrahîmê birayê wî diçe Suriyê, ew xêzana xwe li cem Qadirê birayê xwe bi cî dihêle. Qadir lêdixebite ku xêzana wî derbasî Suriyê bike û bigehîne wî. Piştî ew xêzana birayê xwe digehîne Suriyê, di heman rojê da cîgrê emina rijêmê li Şeranişê digel hijmareka polîsan dikevin dûv Qadirî bo girtina wî û birayekî wî digirin wek desteser da ku Qadir xwe radest bike. Qadir jî ji ber birayê xwe, xwe radest dike û li roja  03.06.1976 Qadirî digirin û îşkence didin. Qadir li jêr lêdan û îşkenceyê danpêdanê/îtîrafê dike ku, wî jinbira xwe derbasî Suriyê kiriye. Emna rijêmê wî dibe Emina Duhokê. Ew li wir gelek girtiyên din jî dibîne û çîroka girtina xwe ji bo wan vedigêre. Ew girtiyên din jê ra dibêjin te çima danpêdan li ser xwe kiriye?  Li Emina Duhokê ew li ser îfadeyên xwe poşman dibe, loma wî pitir îşkence didin. Cîgirê Emina rijêmê li Şeranişê diçe ba wî û ew bixwe serperiştiya vekolînê digel wî dike û gelek wî diêşîne. Êdî Qadir bi tu awayî danpêdanê nake, loma wî îhaleyî Dadwerê Vekolînê dikin, li wir jî Qadir hemû wan tawanên pê hatiye tawanbarkirin red dike. Li “dadgehê” wî diavêjin erdê û  bi piyave diçin ser pişta wî, şûn pêlavên zebaniyên emina rijêmê li erdê ji xwîna laşê Qadirî sor dibin.

Piştî 12 rojan, Qadirî dibin Heya Xas li Kerkûkê. Qadir li wir sê kesan dibîne: Mihemed Hemûd yê xelkê Derkarê  li Tirkiyê hatiye girtin û hukmê sêdaredanê li ser hatiye sepandin. Kesekê din yê Xanqînî û yekê din jî xelkê Silêmaniyê ye. Qadir li ba wan her sê kesan dimîne. Ew sê şev û sê rojan nikare xwarinê bixwe.  Qadirî bi tenê 10 dînar digel hene, ew daxwazê ji zêrevanên zîndanê dike ku, bi wan deh dînaran hindek nan, bacan, xiyar û tirî bo wî bînin. Zêrevanên zîndanê jî  nan, bacan û xiyaran ji bo wî tînin, lê ew bi tenê naxwe, ew daxwazê dike ku hevalên wî jî digel wî bixwen. Ji ber wê daxwaziyê, wî ji derve bi textekî ve girêdidin û li benda  mirina xwe dimîne.

Qadirî û komeka din ya zîndaniyên siyasî rojekê dibin pêşberî hindek Efserên Eminê û Leşkerî ku, bi navê “dadgehê” rûnştin e. Ew “dadgeh” bi vî awayî  wan siza didin: Salih Şemsedîn Rasleyinî bı hukmê sêdarê sisa didin, Heciyê birayê wî 20 sal zîndan, Cemîl, Ubeyd, Casm û Elî bi zîndana hetahetayê hukim dikin. Qadir jî bi 6 salan zîndanî hukim dikin.

Piştî hîngê wan bo Zîndana Ebu Xirêb vedguhêz in. Li destpêkê wî dibin pişka sizayên giran (ahkam seqîle) paşî dibin pişka sizayên taybet (ahkam xase).

Li zîndana Ebu Xirêb bi  hizaran kurdên siyasî di wê zîndanê da hene. Hindek ji wan jî xelkê deverê ne û pitir Qadir di zîndanê da digel wan dibe heval weke: Hazim Yusfî, Sedîq Zawîteyî û Ebdulla Bişar û gelekên din.

Piştî sê salên îşkence, lêdan, zolim û zordariyê, her ji Emina Şeranişê û heta Ebu Xirêb, paşî Qadir  li 18.08.19979ê digel piraniya zîndaniyên siyasiyên kurd bi “lêbûrînê” azad dibin.

Piştî azadbûnê, saziyên rijêmê  xwestin wî li cîyekî damezrîn in  da li jê  çavdêriya wan bimîne. Lê Qadirê ew daxwaza rijêmê qebûl nekir û wî dest bi karê dartaşiyê/necariyê kir ku di zîndanê da fêrî wê pîşeyê bibû.

Qadir li sala 1981ê xêzanê pêktîne û paşî li meha 2 sala 1982ê peywendiyê bi şoreşa Gulanê dike. Ew hevjîna xwe jî bi xwe ra dibe û digel her du pismamên xwe; Nesiredîn û Ebdulkrîm, peywendiyê bi baregehê Lijneya Nawçeya Zaxo dikin. Pêşiyê ew diçin baregehê Liqê Yek li Komate û paşî ew  bo Lijneya Nawçeya Zaxo tên veguhastin û li wir li Rêkxirawa Îsnada baregehê lijnê dibin Pêşmerge. Hecer Koçer berpirsê wê rêkxirawê ye, lê Elî Misto (bavê Zêro) rêkxirawê birêve dibe. Piştî hîngê Salihê mala Ecemê dibe berpirsê rêkxirawê û Elî Misto jî dibe kadiroyê siyasî û rêkxistinî yê wê rêkxirawê.

Li bihara sala 1982ê pêşmerge yên Rêkxirawa Îsnadê  êdî zêde dibin û jimara wan dige nêzîkî 100 pêşmergeyan. Ji ber hindê jî gelek caran rêkxiraw dibe du grûp, nîvek li baregehî dimîne ji bo parastina baregehê liijneyê û nîveka din jî xwe ber didin nav kûratiya deverê û çalakiyên leşkerî li dijî hêzên rijêmê encam didin. Qadir jî di hindek ji wan çalakiyan da pişkdariyê dike.

Di demekê da ku Qadir pêşmerge yê rêkxirawa pişitevanî (îsinadê) ye li baregehê lijneyê li devera Geveroka nêzîkî Mergehê ku mala wî jî her li nêzîkî baregehî lijneyê ye, li roja 03.03.1983 reniyeka berfê bi ser malên pêşmerge yên li Geverokê da tê. Ew renî 20 kesa dikuje, mala Qadir jî yek ji wan mala ye ku dikeve ber wê reniyê.

Qadir dibêje: Em li mal bûn, dengek hate  guhên min û got: xwe xilas bikin aşît (renî) tê.

Qadir zarokê xwe yê sava dide bersîngê xwe da ku wî rizgar bike,  çemê  Mergehê ku tixûbê navbera bakur û başûr e, dikeve ber malên wan. Hêza reniyê wî bi zarok ve diavêje û ji  çemê  Mergehê derbasî aliyê din yê tixûbî dike. Hevjîna Qadirî  di bin berfê da dimîne. Xelkê wan malan û pêşmerge yên baregehê lijneyê di hewara wan diçin  û piştî 35 xulekan ew dikarin xanima Qadirî bi saxî  ji bin berfê derxîn in. Mixabin di wê bûyerê  da 20 kes canê xwe ji dest didin û şehîd dibin ku hemû jî ji yek malbatê ne.

Li gulana sala 1983ê Tirkiye leşkerê xwe dibe ser tixûb û xwe ji bi êrîşkirina ser hêzên pêşmerge berhev dike, baregehên pêşmerge û malên pêşmerge yên ser tixûb xwe ji wê deverê, deverên ser tixûb, dûr dikin û bo nav kûratiya başûrê Kurdistanê bar dikin û Lijneya Zaxo jî baregehê xwe li Heftenînê bi cî dike. Di vê demê da Salih Qasim berpirsê rêkxirawê digel hevalên din yên pêşmerge, gerekê dibin deverê û li Tenga Banikê dikevin boseyeka hêzên dijminî û Salih û pismamekî wî şehîd dibin.

Piştî şehîdibûna Salih Qasim, Sediq Musa  Batûfî dibe berpirsê rêkxirawê û baregehê Lijneya Zaxo jî  ji Heftenînê bo Berê Birîs li ser çemê Xabûr li navbera her du gundên Gereguh û Kurrka bar dikin. Qadir di digel 12 pêşmerge yên rêkxirawa wan û digel rêkxirawa şehîd Şehbaz Salih diçin gundê Pîreka li devera Zaxo. Rijêm êrîş dike ser her du gundên Zêwkê û Mêrgesora. Qadir li ser çekê Doşkeya 12.5mm e. Li Dûgurkê 7 firokeyên rijêmê êrîşî ser hêzên pêşmerge dikin, Qadir bi çekê Doşkeya 12.5mm şerê firokeyan dike û firokeyekê dihingêve û bi vî awayî metirsiya wan firokeyan li ser hêzên pêşmerge kêm dibe.

Qadir li havîna sala 1983ê digel Îsmaîl Perexî û hijmareka pêşmergeyan pişkdariyê di çalakiyeka serbazî da dikin û 25 sebazên rijêmê dikujin û hijmareka tombêlên dijminî jî dişewitînin. Piştî hîngê digel rêkxirawa şehîd Şehbaz Salih pişkdariyê di lêdana Fewca Avgeniyê da dike. Her wesa pişkdariyê di lêdana sengerê Derkarê da dike, di wî şerî da 8 pêşmerge birîndar dibin ku yek ji wan Cebar Goyî ye. Qadir, piştî vî şerî, vedigere baregehê xwe li Berê Birîs.

Pêzanîn digehin wî ku, birayê wî Îbrahîm ji tevgera Elî Şingalî îstifa kiriye û peywendî bi  YNKê kiriye. Îbrahîm belgeyek tirkî (kimlîk) bi dest dixe û di navbera Tirkiyê û Suriyê da hatin û çûnê dike.

                                                                                                                                              Îbrahîm, birayê Qadirî, ji aliyê şoreşê ve, tê raspardin ku ew bi harîkariya hindek kesan li bakûrê Kurdistanê, boriya petrola Îraqê ya ku dinava Tirkiyê ra derbas dibe bipeqînîn in. Ew hindek kerestên peqandinê ji Suriyê dibe û diçe bakûrê Kurdistanê. Lê ew tê girtin û dikeve di zîndanên Tirkiyê da.

Mala Îbrahîmî wê demê li Batmana bakûrê Kurdistanê ye, piştî bihîstina nûceya girtina Îbrahîmî, Qadir diçe hindek pare ji bo mala birayê xwe dişîne Batmanê û 12 000 dînaran jî dide advokatekî ku, birayê wî ji zîndanê azad bike. Lê ew advokat Qadirî dixapîne pareyên wî jî dixwe û birayê wî jî heta sala 1988ê di zîndanê da dimîne.

 Piştî demekê Qadir  bo rêkxirawa şehîd Umer Xelef tê veguhastin û dibe berpirsê şaneyeka serekî û endamê rêkxirawê.  Erkê wan dikeve devera Lijneya Şêxan. Qadir salek û du mehan li Lijneya Şêxan dimîne. Qadir û hevalên xwe  digel rêkxirawa Eyin Zale, li hindavî Babilu nêzîkî Zawîte, pişkdariyê di çalakiya Serê Şêx Îsvî da dike. Di wê çalakiyê da hevalê wan Îslam Bêcuhî, xelkê Bakûrê Kurdistanê, şehîd dibe.

Qadir li sala 1987ê bo Lijneya Nawçeya Zaxo vedigere û pişkdariyê di çendîn çalakiyan da dike. Ew rolekî baş di dastana girtina Fewca Şeraniş da dibîne. Ew, pêşwext, digel  Ehmedê Melayî yê Şulînî ku, berpirsê bingehekî dijminî ye  û kesekî welatparêz e, hemahengiyê dike û li hevdikin ku dema êrîşî Fewca Şeraniş dikin alîkariya wan bike. Ehmedê Melayî pêgîriyê bi rêkeftina xwe û Qadir Şeranişî dike û harîkariya hêzên pêşmerge dike. Piştî dastana Şeranişî Ehmedê Melayî dibe Pêşmerge û ew kurê xwe digel komeka din ya pêşmergeyan li baregehê Tûka, li enfalên 1988 bi çekê kîmiyawî şehîd dibin.

Qadir Şeranişî li ser çalakiyên xwe berdewam dibe, ew û Mihemed Emîn Çonkî hindek mîna li cihê zêrevaniya serbazên dijminî diçînin û ziyanên baş digehînine dijminî.

Li sala 1987ê û derencamê kuşitina hindek sivîlan ji aliyê çekdarên PKKê ve, rijêma Tirkiyê êrîşî ser gundê Elanişê dike. Hêzên Tirkiyê jî her sivîlan dikin armanc. Qadir Şeranişî digel Silo Xidir, berpirsê Lijneya Zaxo,  û 27 pêşmerge yên din ber bi gundê Elanişê ve diçin. Silo Xidir, Qadir radispêre ku çekdarên PKKê agehdar bike xwe ji wê deverê vekşînin. Roja duyê û ji bona aramkirina deverê û rawestandina êrîşên Tirkiyê bo ser xelkê sivîlê başûr, Silo Xidir digel şandeke Hikumeta Tirkiyê diçive. Pêşwext Silo Xidir daxwaz dike ku civîn gelek bi nihênî be û pêzanîn li ser vê civînê dernekevin, lê tiştê ecêb ew bû ku roja paştir neqîb Mihemed Şerîf Silêvaneyî berpirsê Îstxbarata Firqa Zaxo bi nameyekê daxwaz ji hikumeta Tirkiyê dike ku naverroka civîna Lijneya Nawçeya Zaxo û şandê rijêma Tirkiyê ji bo wan aşkere bike.

Li pahîza sala 1987ê êrîşeka firokeyên dijminî diçe ser gundê Şeraniş û gundî bi bombeyên Enqudî bombebaran dike. Qadir ji bo jiyara zarokên xwe bîstanekî li gundî şîn dike, li demê sexbêriya bîstanî agir bi pûş û pelaşî dikeve û ji encamê agir bombeyeka Enqudî ya nepeqî dipeqe û ji encamê peqîna wê bombeyê da Qadir Şeranişî bi giranî birîndar dibe. Berî birînên wî sax bibin, ew bi xêzan û xelkê deverê ve dikevin ber pêla Enfalan û penaberî Diyarbekrê dibe.

Qadir li sala 1991ê digel Îsmaîl Perexî bi qeçaxî derbasî Kurdistanê dibin. Qadir dibe endamê Mîhwerê Qesirokê û piştî birêkxistinkirina Hêzên Pêşmerge ew pileya Milazim werdgre. Di dema êrîşên çekdarên PKKê bo ser Kurdistana azad, ew dibe cîgrê Fewcê digel Mihemed Xalid Boselî, paşî dibe endamê Lîwayê.  Qadir Şeranişî piştî hîngê bi pileya Rayîd û paşî bi pileya Miqedim dibe cîgrê Hêza Pênc digel Sedîq Musa.

Li Sinonê, Sihêla, Rebî’e û çiyayê Şingalê, pişkdariyê di şerê dijî tîrorîstên Daîş da dike. Piştî Daîş Şingalê dagîr dike, ew û pênc pêşmerge yên din ber bi  tixûbê Suriyê ve diçin da wê rê biparêz in, piştî hîngê ew dikevin nav axa Suriyê û li Sihêla vedigerin nav Kurdistanê.

Qadir Şeranişî li sala 2017ê dibe Fermandarê Bataliyonê, piştî hîngê dibe Eqîd ku 65% kêmendam e, lê ew ji hemû îmtiyazatên kêmendamiyê bêpar dibe.

Nuha pileya wî ya serbazî Emîd e û erkê xwe li Hêza Xebat li Zaxo berdewam dike û hêşita ew xanenşîn nebûye.

Qadir Şeranişî şanaziyê bi xebata xwe dike û nuha jî  ew amadeye ji bona kurd û Kurdistanê û ji bona azadî û aramiya miletê xwe jiyê xwe yê mayî jî bibexşe. 

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى