Latînîسەرەکی

Elî Yusif Ne’mo

Piştî dîrokeka pirî xebat û qurbanîdan, tijî xwîn û azar, qulingekê din yê birîndar ji refê vedqetiya

Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê di berdewamiya kar û çalakiyên xwe da, li roja 20.02.2023ê, li bajarê Zaxo dibe mêvanê Pêşmerge û têkoşerê dêrînyê her du  şoreşên Îlon û Gulanê û şehîdê zîndî, Elî Yusif Na’mo û hevdîtineka vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebat û tekoşîna wî weke belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Elî Yusif Ne’mo li sala 1947ê li gundê Rikava li rojavayê Kurdistanê hatiye ser dinyayê.

Ew di 09.03.1967ê peywendiyê bi rêzên şorşa Îlonê dike û li Hêza Zaxo dibe Pêşmerge. Elî Yusif Ne’mo bi fermana Fermandarê Hêza Zaxo şehîd Îsê Siwar diçe Îranê û pişkdariyê di kursekî Endaziyariya Mînan da dike. Li sala 1970ê ew li Desteya Pişitevaniyê (Fesîla Îsinadê) dibe Cîgrê Mihemed Xalid Boselî û di heman salê da diçe Çoman û li wir jî careka din li jêr serperışitiya Yusif Şiyuî pişkdariyê di kursekî din yê Endaziyariya Mînan da dike. Piştî hîngê ew tê veguhastin bo baregayê Leşkerê Yek li Bamernê, li wir jî li jêr serperiştiya Ehmed Cixisî dirêjiyê bi kursekî din yê Endaziyariya Mînan yên dijî Tankan dide. Bi vî awayî Pêşmerge û xebatkerê dêrîn Elî Yusif Ne’mo şehrezayeka baş di vî warî da bi dest  dixe û rolekî mezin di şer û dastanên pêşmergeyan yên li dijî rijêmê da dibîne, nexasme di şer û dastanên di navbera salên 1974-1975ê da, wekî şerên Zozik û Hindirîn, Qeladizê, Rewanduzê û şerên çiyayê Spî. Şehîdê zîndî, Elî Yusif Ne’mo, tevî ku ew  bi awayekî aktîv pişkdariyê di bersînggirtina êrîşên dijminî da dike, li nav şoreşê ew çendîn kursên Endaziyariya Mînan jî ji bo pêşmergeyan vedike û ew gelek pêşmergeyan fêrî karê mîn û teqemeniyan dike.

Pêşmerge û têkoşerê dêrîn, Elî Yusif Ne’mo, piştî şkestina şorrşa Îlonê, ew  bi awayekî demkî vedigere rojavayê Kurdistanê, lê digel geşbûna yekem çirîska şoreşa Gulanê, ew careka din peywendiyê bi şoreşê dike û digel hevalên xwe Miemed Xalid Boselî, Ehmed Nemo û şehîd Umerê Le’lê dirêjiyê bi xebata xwe dide.

Elî Yusif Ne’mo, tevî pişkdariya wî di gelek şer û dastanên şoreşa Gulanê da, ew, bi hukmê şehrezayiya xwe, digel Ehmed Nemo û şehîd Umerê Le’lê bi berdewamî harîkariyên locstî ji Suriyê digehîne şoreşê. Elî Yusif Ne’mo heta sala 1982ê li ser xebata xwe ya pêşmergetiyê berdewam dibe. Li sala 1982ê vedigere rojavayê Kurdistanê,  rijêma Sûryê wî binçav dike û  5 salan di zîndanê da dimîne. Îdrîs Barzanî yê nemir haydarî girtina wî dibe û  ji bo azadkirina wî navbeyinkariyê dike.

Piştî ew li sala 1986ê ji zîndanê azad dibe careka din peywendiyê bi şoreşa Gulanê dike, rijêma Sûriyê wî bi cezayê sêdaredanê hukim dike. Careka din  bi navbeyinkariya kak Îdrîs Barzanî rijêma Suriyê bi biryareke “lêborînê” wî azad dike.

Elî Yusif Ne’mo li ser xebata xwe ya pêşmergetiyê heta sala 1988ê berdewam dibe. Piştî Enfalên sala 1988ê ew vedigere rojavayê Kurdistanê û li jêr tirs û leriza rijêma Sûriyê jiyaneka gelek sext û dijwar derbaz dike.

Elî Yusif Ne’mo, Sala 1991ê dema serheldana pîroza dest pê dike,  digel 14 kesan ji kesûkarên xwe dikeve başûrê Kurdistanê. Ew dibe berpirsê nêzîkî 300 pêşmergeyan li Rêkxirawa Agirî. Piştî hîngê li sala 1995ê dibe berpirsê leşkerî li Lijneya Navçeya  Zaxo.

Dema cara duyem PKK êrîşî ser Kurdistana azad dike, Elî Yusif Ne’mo jî li dijî PKKê şer dike û Kurdistana azad û destkeftiyên gelê kurd diparêze, lê  li 10.03.1995ê, li devera Berwarî Bala çekdarên PKKê wî dîl digirin, lê didin û îşkence didin û piştî 4 mehên lêdan, tirs û birsê wî azad dikin.

Li 10.09.1997ê ew dibe Fermandarê Siryê bi pileya Neqîb û pişkdariyê di şerên parastina Kurdistana azad da dike. Di yek ji van şeran da, Elî Yusif Ne’mo ji stûna pişita xwe, serê xwe û çendîn endamên din yên laşê xwe bi granî û dijwarî birîndar dibe û piştî hîngê ew li Zaxo jiyaneka gelek sext û dijwar diborîne.

Hêjayî gotinê ye ku, li sala 1972ê, birayê wî Selah û zavayê wî Îbirahîm Zêro ji aliyê rijêma Îraqê ve hatine li sêdaredan.

Li 26.10.2017ê biraziyê wî, Mehdî Silêman Ne’mo, di şerê dijî

Heşda Şe’bî da şehîd dibe.

Her sê kurên wî jî; Heysem, Nêçîrvan û Ebdulrehman  digel Leşkerê Roj pêşmerge ne.

Dema em,Senterê Komate, bûn mêvanê Pêşmerge û şehîdê zîndî Elî Yusif Ne’mo û me hevpeyivîn pê ra kirî, me ew di rewşeke gelek xemgîn û perîşan da dît. Ew birîndarek bêhal bû, ji hêz û şengeh û ji axftinê ketibû.  Hemû hêvî û umêdên me û malbata wî ew bûn ku rewşa wî ne bi vî awayî bûya û pitir çavdêrî û sexbêriya wî bihataya kirin.

Bi xem û kovaneka mezin, piştî me ev dîdare digel Pêşmerge û şehîdê zîndî Elî Yusif Ne’mo encam dayî, wî li  30.04.2023 bi giyanekê tijî êş û jan û bi dilekî perîşan û xemgîn xatir ji vê jiyanê xwast û wexera dawiyê kir.

Hêviya me ji sazî û berpirsên PDKê û Hikûmeta Kurdistanê ewe ku, berî ev qaremanên fedakar ji nav me bar bikin, beramber xebat û qurbanîdana wan, giringî  bi wan bê dan û rêz li wan bê girtin.

Em bi navê Senterê Komate yê dekometkirina şoreşê, ji malbat û kesûkarên wî ra sersaxiyê dixwazin û xwe bi hevparê xema wan dizanin. Xwedayê dilovan giyanê rehmetî bi heşta xwe şad bike.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى