Latînîسەرەکی

Elî Ebuzeyd Dêrgijnîkî

Karwanekê dirêj yê xebata nihênî û çekdarî, hewlên terorê û çend caran rizgarbûn ji davên xiyanetkaran û bi dehan çîrokên din yên balkêş.

Senterê Komate yê dekomentkirina dîroka şoreşê di berdewamiya kar û çalakiyên xwe da, li roja 15.09.2022ê, li ofisa xwe mêvandariya  Pêşmerge û têkoşerê dêrîn Elî Ebuzeyd Mistefa Dêrgijnîkî dike û hevdîtineka vîdiyoyî pê ra dike û dîroka xebata wî weke belgenameyeka giring tomar dike û ji navçûnê diparêze.

Elî Ebuzeyd Mistefa li sala 1952ê li gundê Dêrgjinîkê yê ser bi devera Mangêşkê ve hatiye ser dinyayê. Li sala 1959ê ji bo cara yekemîn dibistan li Dêrgjinîkê vedibe. Elî Dêrgjinîkî di heman salê da diçe dibistanê û heta sala 1961ê berdewam dibe, lê ew pitir bi hez û viyana xwe xwe fêrî xwandin û nivêsînê dike heta digihe wê astê ku bikaribe kitêbekê bi navê (Bîrhatinên şoreşgêrî di dîroka Kurdistanê da) binvêse û çap bike.

Bi destpêkirina Şoreşa Îlonê ra, gundê Dêrgijnîkê mîna bi sedan gundên din yên Kurdistanê dikeve ber agirê bombebarana firoke yên dijminî. Li payîza sala 1961ê û derencamê bombebaraneka hovane ya firoke yên rijêmê Mihemed Hesen Dêrgijnîkî û hevjîna wî Zeyineb Hisên şehîd dibin. Xelk neçar dibe heta bihara sala 1962ê gundê xwe çol bikin.

Sala 1961ê Nezîrê birayê Elî dibe Pêşmerge û baregehê pêşmergeyî jî li gundê Dêrgijnîkê ava dikin, Mihemed Elî Dêrgijnîkî berpirsiyariya pêşmergeyî li wî baregehî dike.

Sala 1963ê leşkerê Îraqê bi alîkariya Lîywaya Yermûk ya leşkerê Suriyê û Caşan êrîşeka berfireh dibin ser deverê, gundê Dêrgijnîkê jî dikeve ber êrîşa hovane ya dijminî. Nezîr daxwazê ji xelkê gundî dike gundî çol bikin, dayka wî digrî û dibêje: “Dê kurê min şehîd be”.

Dever bi gişitî dikeve ber bombebarana top û firoke yên dijminî, Nezîr biriyara şerî dide, fîşekên wî dikêmin. Dayka Nezîrî pênc dînaran qer dike û 100 fîşeka ji bo Nezîrî dikire, êdî Nezîr û çend kesên din li dijî hêzên dijminî dikevin di nav şerekî giran da. Nezîr bi wan 100 fîşekên ku dayka wî jê ra kirîne, berevaniyê ji gundê xwe dike. Tivenga wî Tiktariyof e, berê êrîşa dijminî dikeve çeperê wî. Nezîr ji demjmêr çarî spêdê heta çarî êvarî bergriyê dike heta fîşekên wî xilas dibin û giyanê xwe gorî axa Kurdistanê dike û şehîd dibe. Musa Bendî jî li çeperekê din şehîd dibe. Cenazeyê şehîd Nezîr, bêy ku malbata wî bizane şehîd ketiye, li gundê Baboxkê bi axê dispêrin. Hêzên dijminî gundê Dêrgijnîkê dişewitînin, Elî Ebuzeyd digel malbata xwe û kesûkarên xwe derbeder dibin.

Şehîdbûna Nezîr zêdetir bandorê li  Elî dike ku rêya wî bigire, berev xebat û têkoşînê biçe û bibe Pêşmerge.

Sala 1965ê xaniyê Elî du caran ji aliyê firoke yên rijêmê ve tê bombebarankirin û di bombebarana cara duyê da jinek bi navê Miryem Salih Omer şehîd dibe û jineke din jî bi navê Miryem Salih Seyîd bi giranî birîndar dibe.

Li meha 9 sala 1969ê hêzên dijmnî êrîşî ser gundên devera Doskiyan dikin, wî çaxî Elî bi çeke lê ne Pêşmerge ye. Ew Bereyê şerî li gundê Hucava dadinin. Elî bi çekê xwe pişkdariyê di bersînggirtina êrîşa dijminî da dike. Piştî vî şerî ew digel Sadiq Gelnaskî li Fesîla Ebdula Mistefa dibe Pêşmerge, ew li Bêşînikê baregehê xwe vedkin û Elî jî heta rêkeftina 11 Adara sala 1997ê li wir dimîne. Piştî ragehandina rêkeftina 11 Adarê Elî Dêrgijnîkî vedigere mala xwe  û heta sala 1974ê li mal dimîne.

Piştî destpêkirina şerî li sala 1974ê, Elî digel Sirya xwe diçin digel Bataliyona Qadir Alekînî û erkê wî yê pêşmergatiyê dikeve gundê Pîromera û pişkdariyê di çend şeran da dike.

 Piştî rêkeftina xiyanetkarî ya Cezayîr, Elî Dêrgijnîkî neçar dibe xwe radestî rijêmê bike û jiyana xwe ya asayî li gundê xwe bidomîne.

Ew, li 15.08.1976ê, pê dizane ku komên pêşmergeyî hatine deverê. Yunis Reşo, şehîd Zorab (Zoran) û Casim Casim  jî digel komên biçûk yên pêşmergeyî li deverê ne. Elî Dêrgijnîkî ji aliyê Casim Casim ve tê rêkxistinîkirin û bi navê xwe yê nihênî (Berû) dest bi xebata nihênî dike.

Li meha 12 sala 1976ê,  Emna Mangêşkî dişîne pey  Elî ku biçe daîreya Emnê, lê ji ber ku ew rêkxistiyê nihênî yê PDKê ye, ew ji xwe ditirse ku emna rijêmê wî binçav bike û ew naçe. Ew biriyarê dide ku biçe nav rêzên pêşmergeyî û li 23.12.1976ê peywendiyê bi şoreşa Gulanê dike.

Elî di destpêka çûna xwe ya bo nav şoreşê, Casim Casim, Teyar Beroşkî, Îsif Şerinexî û hindek Pêşmerge yên din li Birohecera dibîne, herwesa,  şehîd Zorab Xanqînî jî dibîne.

Rijêma Baas xêzanên pêşmergeyan zîndanî dike, ji ber hindê Elî Dêrgijnîkî biriyarê dide ku xêzana xwe jî bibe nav şoreşê. Ew xêzana xwe bi qeçeaxî  di devera Zaxo ra bo bakurê Kurdistanê derbaz dike, li destpêkê diçin gundê Evlehê li devera Batûfa, zivstan e û berf gelek ketiye, rê û rêbar hemû girtîn e. Elî digel xêzana xwe ku, zarokek wan ya sava heye, digel 10-12 pêşmergeyan û xêzaneka din di 12.02.1977ê ji Evlehê ber bi  bakurê Kurdistanê bi rê dikevin, berf zêdetir ji du metroyan ketiye. Rêberê  wan bi Liyana li pêşiya  wan diçe û ew jî li pey wî diçin. Divê ew di nava sengerên dijminî ra derbas bibin. Dijmin wan dibîne û wan topbaran dike, pêşmergeyek birîndar dibe. Hevalên Elî belave dibin, Elî bi çek û rext û fîşekan rapêçaye û  keça wî ya sava jî li ber milê wî ye. Ew bi tinê nikare birîndarî rake û bi xwe ra bibe. Elî bang li hevalên xwe dike da li tana birîndarî diçin, bi her halê heyî hindek ji hevalên wî diçin û darbestekê bo pêşmerge yê birîndar çêdikin û li ser berfê wî radikêşin heta wî digehînin cihekî ewle. Ew diçin Şîva Mêzê, paşî xwe digehînin Şkefta Nehê beramber gundê Keşanê. Ew birsî dibin û bê xwarin û vexwarin in. Ew diçin Heftenînê, kurdên bakûr li tana wan tên û wan dibin gundê Hodanê li devera Qilaban, di rê da keça wî ya sava ji birsa destê xwe li berfê dide û têxe nav devê xwe da. Kesek ji kurdên bakur wî dibe nav mala xwe û jê ra dibêje ku, hisab bike ku tu kurê vê malêyî.

Li meha 6 sala 1977ê ew diçin gundê Hedrîşê li ba Sadiq û Ebdula Gelinaskî, piştî hîngê mala xwe dibe Geliyê Kûrangehê. Elî bê dirav dimîne, lê xelkê Kurdistana bakur gelek alîkariyê digel wî û xêzana wî dikin.

Elî Dêrgijnîkî li 09.08.1977ê digel mefrezeya Miho Gewda ku hijmara wan nêzîkî 20 pêşmergeyan e, ji bo encamdana hindek erkên hizbî û leşkerî dest bi gerekê bo deverên Zaxo û Duhokê dikin. Ew diçin Mila Asosê, paşî birsî û tênî diçin gundê Pîrbila, gund çol û wêran e, ew neçar dibin tiryê negehişitî dixon. Piştî hîngê diçin gundê Boselê.  Rijêmê hoşdarî bi xelkê gundî daye ku, eger bi şevê agirî pê bixin dê gundî topbaran bikin. Berî hîngê jî rijêmê hijmareka gundiyan binçav kirine û îşkence dane û yek ji wan jî li Zaxo di bin îşkenceyê da şehîd dibe. Ji tirsa rijêmê xelk newêre wan bihewîne. Herçewa be, hindek xwarina heyî dixon û piştî hîngê bi şev diçin gundê Ser Sîlavkê û şeva din diçin gundê Mêrgesora li devera Sindiyan, şeva dûv ra xwe digehînin gundê Aşankê.

Elî Dêrgijnîkî û du havalên xwe daxwazê ji Miho Gewda dikin ku ji bo encamdana hindek karên taybet bo çend rojan destûriyê bi wan bida biçin gundên xwe li devera Doskiyan, seredana mirovên xwe bikin.

Li şeva 13/14.08.1977ê  ew her sê heval bi rê dikevin, ew bi rojê xwe li hişareka nêzîkî gundê yek ji wan her sê hevalan diparêz in û şeva paştir Elî û hevalekê xwe pêkve diçin‌ û bi şevê digehin gundê Şawrîkê û dibin mêvanê Sedîq Mihemed Şawrîkî. Elî ji aliyekî ve peywendiyên xizimatiyê digel Sedîqî hene û ji aliyek din ve Sedîq rêkxistiniyê PDKê ye. Sedîq rast nabîne ew biçin gundên xwe, çunke eger biçin, dê rijêm bi wan bizane û dê  kesûkarên wan binçav bike. Sedîq Elî agehdar dike ku, rijêmê dayk û bavê wî û her sê zarokên wî yên mezin ku, li cem wan hiştibûn, binçav kirine. Li destpêkê rijêmê ew li Sêmêlê zîndanî kirine û piştî hîngê ew birine zîndana bajarê Hile li jêriya Îraqê.

Elî şîretên Sedîqî qebûl dike û biriyarê dide ku neçe gundê xwe. Biriyar wesaye ku, Elî û her du hevalên  xwe li şeva siyê li wê hişara nêzîkî gundê hevalê xwe yê yekê, bigehein hev.

Pilana rijêmê ji bo kuştin yan girtina Elî

Hevalê Elî li ser çûna gundê xwe rijd dibe, ew û Elî ji hev cuda dibin. Elî bi harîkariya Sedîq Şawrîkî diçe cem Emînî li gundê Birohecera. Emîn jî rêkxistiniyê PDKê ye û cihê baweryê ye.

Hevalê wan yê ku gundê wî li nêzîkî wê hişara her sêyan soz ji hev ra daye ku li wir hev bibînin, gelek bi nihênî çûye Emna Duhokê û xwe radestî dijminî kiriye. Emna Duhokê li gor wan pêzanînên “hevalê” wan jê ra dane, pilana girtin û jinavbrina Elî û hevalê wî yê siyê amade dike. Emna Duhokê, ji bo cîbicîkirina pilana xwe, hindek mefrezeyên taybet pêktîne û dihinêre nêzîkî wî cîyê/hişara ku, biryare Elî û hevalên xwe li wir hev bibînin.

Şeva duyê hevalê Elî diçe cem Sedîq li gundê Şawrîkê û pisiyara Elî jê dike, Sedîq jê ra dibêje ku ew nizane ka Elî li kuderê ye. Sedîq daxwaz ji wî dike ku, li cem wî bimîne heta Elî jî vedigere, lê ew li wir namîne  û ji Sedîq ra dibêje: “Vaye ez diçim cem hevalê me yê din, eger Elî hat bila ew jî were wir”. Demê ew digehe wî cihê jivanê, dibîne ku, Caşên mefrezeyên taybet yên Emnê li wir li benda wî ne. Caşên Emna Duhokê demildest wî digirin û pisiyara Elî ji wî dikin. Ew jî dibêje wan ku ew çu ji Elî nizane. Caşên mefrezeyên taybet dizanin ku Elî peywendiyên malbatî digel xelkê deverê hene, nexasme digel gindê Birohecera, loma ew mefrezeyên Caşa yekser, bêyi ku kes pê bizane ku wan hevalê Elî girtî ye, qesta gundê Birohecera dikin û derdûra gund digirin.

Emîn Birohecerî spêdê dibêje Elî tu li mal be, em jî dê herin fêqî biçinin, ew diçin û Elî di xanî da dimîne. Demjmêr 9ê spêdê Elî di pencerê ra gulê dibe ku kesek yê pisiyara rêya gundê Gelnaskê dike, Elî temaşe dike, çekdarekê rijêmê dibîne ku bi tinê 5 metroyan ji pencera xanî dûr in. Elî bi başî temaşeyî wan dewruberan dike, sê tirombêlên tijî sebazên rijêmê li ser cadeyê bi dûratiya nêzîkî 200 metroyan dibîne. Elî hêdî û gelek bi hişiyarî ji gundî derdikeve û hewl dide xwe bigehîne cihekê bilind. Ew diçe serê girekê bilind, lê dibîne ku Caşên rijêmê bi cilên kurdî qesta cihê wî dikin. Ew çekdarên rijêmê, li rojhelatê ew cihê Elî lê, bi dûratiya 300 metroyan li bin hindek daran rûniştin e. Piştî hîngê mefrezeyeka din ya Caşên rijêmê diçin cen wan û li wan derdûra belave dibin. Elî li cihê xwe dimîne heta li wî dibe şev. Emîn Birohecerî dûf wî da diçe derveyî gundî da tiştekî ji wî bizane. Li nêzîkî gundî Elî wî dibîne û jê ra dibêje  ku dê here Şawrîkê li cem Sedîqî, û ew û hevalê xwe dê li wir hev bibîn in. Emîn dixwaze digel Elî biçe, lê Elî nahêle. Elî diçe Şawrîkê û li wir dizane ku hevalê wî çûye wê hişara cihê jivana wan. Wê şevê nameyek ji Hemîd Dergelî digehe destê Elî û daxwazê jê dike ku demildest vegere Aşankê. Elî ji ber livînên dijminî li deverê hest bi metirsiyê dike, loma ew xwe yek dil dike û bi şevê diçe Dergelê û li wir Şêx Celîlî dibîne û çîroka xwe û hevalên xwe ji bo wî vedgêre. Piştî hîngê nameyek ji Sedîq Mihemed Şawrîkî digehe destê Elî û di nameyê da nivîsiye ku hevalekî wî xiyanet lê kiriye û xwe teslîmî hêzên rijêmê kiriye û hevalê wî ên din jî bi girtin daye û hemû pêzanîn her ji roja hatina we heta xwe radestî dijminî kirî eşkere kirine.

Roja paştir Elî diçe  digehe mefrezeya xwe û bi hev ra  diçin hişarekê li navbera her du gundên Aşanikê û Zînava, hêzeka dijminî li dûv wab diçe Zînava û hêzeka din jî ji Mangêşkê berev Seravkê û Gundkose diçe. Elî Dêrgijnîkî û hevalên xwe, ji wê hêza rijêmê  rizgar dibin û diçin devera Sindiyan. Dijmin hêzekê ji Zaxo berev gundên Têrkê, Serko û Mêrgesora û hêzeka din jî ji Batûfa ber bi gundê Navkendala rê dike. Hêzên dijminî du-sê kîlometroyan nêzîkî wan dibin, lê Miho Gewda şerê li dijî wê hêza dijminî bi berjewendî nabîne û daxwazê ji hevalên xwe yên Pêşmerge dike ku, li ser erdî nemînin  biçine ser daran xwe hişar din. Bi vê tektîkê pîlanên dijminî rastî şikestinê tên û jiyana pêşmerga tê parastin.

Hêzên dijminî li gundê Mêrgesora dest bi girtina xelkê sivîl û kesûkarên pêşmergeyan dikin û digel xwe dibin. Mefrezeya pêşmergeyî jî piştî derbazkirina gelek astengiyan li 21.08.1977ê digehe gundê Hodanê li bakûrê Kurdistanê. Paşî ew digel Kerîm Şingalî diçin gundê Hedirûşî.

Gerek bo devera Biradost û Sîdekan

Li roja 08.09.1977ê Elî Dêrgijnîkî û mefrezeyeka 12 kesî ku, 4 ji wan kurdên bakûrê Kurdistanê ne, digel Ebu Enter gerekê bo devera Biradost û Sîdekan dibin.

Ew li destpêkê diçin baregehê Herêma Yek li Kezanikê, nêzîkî gundê Dûlê û du barên çek û teqemeniya werdgirin ku bigehînin in Herêma Du. Ew di nav axa bakurê Kurdistana ra diçin heta digehin devera Biradost û li wir hindek baregehên demkî ji bo xwe dirust dikin û li wir Cehwer Namiq, Milazim Yunis, Serbest Pêdeyî û Hemîd Gerdî û digel hindek kadiro û nêzîkî 50 pêşmergeyan dibînin. Hêzeka mezin ya Yekêtiya  Nişitmanî ya Kurdistan jî baregehên xwe li Geliyê Arê yê Sêkuçka hersê tixûban vekirine. Celal Talebanî û Elî Eskerî jî digel wê hêzê li wê deverê ne. Baregehên PDKê û YNKê bi tenê du kîlometiroyan ji hev dûr in. Hatin û çûna û diyalog di navbera her du hêzan da heye. Ji bo nehêlana alozî û nakokiyan di navbera her du hêzan da biriyar wisa ye ku serkirdeyên YNKê û ji wan jî Celal Talebanî  ji bo pêşmerge yên PDKê semînaran bide û berovajî jî serkirdeyên PDKê jî bi heman awayî  semînaran ji bo pêşmerge yên YNKê bidin. Lê mixabin ew biryar nayê cîbicî kirin û şerekê malwêranî di navbera her du hêzan da dest pê dike û heta nuha jî birînên wî şerî çareser nebûne.

Elî Dêrgijnîkî û hevalên xwe li gundê Hedinê dibin, hijmara wan 15 pêşmerge ne. Berpirsê wan civînekê bi wan dike û hindek fermanan bi wan dide ku, her du pêşmerge li cîyekî ji xwe ra sengerekî qaîm danin û wan agehdar dike jî ku, sibehî hêzeka çekdar ya YNKê dê were wê deverê û divê ew wê hêzê ji nav bibin. Ew li gor rênmayan cîyên xwe digirin. Roja paştir sipêdê Milazim Yunis bi dengekê bilind bang li wan dike û fermanê bi wa dide ku cîyên/sengerên  xwe berdin. Milazim Yunis nameyekê ji bo serkirdeyên YNKê dişîne û daxwazê ji wan dike ku danustandin bi dawî hatine û ji bo wê deverê nehên.

Piştî hîngê  ferman bi wan tê dan ku pitir xwe nêzîkî baregehên YNKê bikin. Ew mefrezeya pêşmerge yên PDKê çend şevan li ber baran û sermayê li serê çîya dimînin. Piştî hîngê ew tên agehdar kirin ku hêzên YNKê baregehên xwe berdane.

Cehwer Namiq ferman dide ku, Ebu Enter û mefrazeya pê ra bikevin dûv hêzên YNKê da biçin Geliyê Arê li ser tixûbê bakûr û başûrê Kurdistanê. Ew hêza digel Ebu Enter diçe gundê Arê, paşî hindek pêşmergeyan rê dike gundê Corca. Pêzanîn digehin Ebu Enter û hevalên wî ku hêzên YNKê li gundê Corca ne.

Li meha 10 sala 1977ê, karwanekê çekê pêşkeftî ji Suriyê bo YNKê tê. Hêzên YNKê berî hîngî dest daniye ser hindek çekê PDKê. Ji ber hindê hêzên PDKê  boseyekê li pêşiya wî karwanê hêza YNKê dandinin û dest dandinin ser çekê wan û hindek kadiroyên wan dikujin û hindekan jî digirin, Mistefayê Xoxê û diktor Serheng di nav girtiyan dane. Serheng radestî mefrezeya Ebu Enter dikin, ew jî wî digel xwe dibe devera Çelê û piştî hîngê şopa wî diyar namîne.

Piştî vê gerê, Elî Ebuzeyd digel hevalên xwe bo devera Goyiyan vedigere. Li Geliyê Tiyarê, bo cara yekê li ser demê Serkrdatiya Katî, Samî Ebdulrehman dibîne. Samî Ebdulrehman ji Suriyê hatiye û li ser rê ye biçe Herk û Bêdava devera Biradost. Elî Dêrgijnîkî li 12.11.1977ê digehe gundê Hedirîşê û wê zivstanê li mala xwe dimîne.

Elî Dêrgijnîkî li 10.05.1978ê ji bo encamdana hindek erkên şorşê digel Ebu Enter gerekê dibin deverên Şerinex û Cizîrê, pê Elî bi rêve dixliyê, her çende Ebu Enter daxwazê ji wî dike ku vegere, lê ew hevalên xwe bi tenê nahêle û digel wan dimîne heta erkên xwe cîbicî dikin û paşî pêkve vedigerin.

Şerê Hekarî di navbera PDK  û YNKê da

 Li roja 02.06.1978ê, Elî Dêrgijnîkî, Es’ed Gelnaskî û Îsmaîl Mihê Lînavayî ji aliyê Cehwer Namiq ve tên agehdar kirin ku biçin baregehê Herêma Yek li Komate.

Ew li Komate digel Cehwer Namiq diçin gundê Dûlê, roja paştir bi rê dikevin, li cîyekî ew radiwestin. Kartoneka paketên Xormê digel zêrevanê Cehwer Namiqî daye, ew paketekê dide Cehwer Namiq, Cehwer Namiq jî dide pêşmergekî, paşî yeka din jî dide Cehwer, ew wê jî dide pêşmergek din û bi vî awayî ew xormê li ser hemû pêşmergeyan parve dike hata dawiyê xorma ji Cehwer Namiq ra namîne.

Cehwer wan pêşmerge yên digel xwe agehdar dike ku hêzeka mezin ya YNKê hatiye rojhelatê Colemêrgê û li derdûra gundê Dizutala li dijî hêzên PDKê şer dike. Pêşmerge li wir bi ser deverên cuda da û li gor pêdawîstiyên şerî û berevaniyê dabeş dibin. Elî û çend hevalên xwe dikevine digel Elî yê birayê Ebu Enter. Ew diçin Elkî (Bêşebabê) li nav Mamxurran û Gewda. Ew li wir Şehab Mîranî wekî kadiroyekî PDK û berpirs li wê deverê digel hijmareka pêşmergeyan dibînin. Şehab Mîranî harîkariya wan dike.

Elî Dêrgijnîkî û hevalên xwe dikevin dûv hêzên YNKê diçin deverên Lûnê û Giraviya, sê rojan li wir dimînin, paşî dizanin ku hêzên YNKê çûne Elkî, ew jî dikevin dûv wan û diçin û piştî 20 demjmêran digehin gundê Tenga Xanê. Li wir dizanin ku hêzeka YNKê ji aliyê xelkê mamxuran û Jîrkiyan ve jinavbrine, hijmareka mezin  jê kuştine û dîlgirtine. Hijmara wê hêza YNKê nêzîkî 150 çekdaran dibe. Di nav dîlan da serkrdeyên wan Hisên BabeŞêx û diktor Xald hene.

Elî Dêrgijnîkî di vê dîdarê da amajê bi xaleka giring dike û dibêje: Gelek ji serokhozên kurda li devera Culemêrgê soz û peyman bi Mam Celal didin ku harîkariya hêzên wî bikin û xwarin û vexwarinê ji bo wan dabîn bikin, lê ji bilî Ehmed Kokelî ji hoza Jîrkiyan û Hecî Xelîlê Giravî kesek din li ser soza xwe namîne.

Elî Dêrgijnîkî dibêje  ku, hêzên YNKê birsî dimînin û demê ew hêz digehin Geliyê Mamxuran, dixwazin bi lezgînî xwe bigehînin nav Goyiyan, di rê da her tişitê xwarinê bi dest wan ketibe rakirine û bi xwe ra birine. Gelek ji kuşitiyên wan hevîr û ar di berîkên wan daye û hokarê serekî yê şkestina wan birs dibe û dibêje ku jinek 7 tivengan li beramber xwarinê ji çekdarên YNKê werdigire.

Piştî bidawîhatina şerî, Elî û hevalên xwe li gundê Tenga Xanê dimînin, paşî 130 dîlên YNKê werdgirin daku bibin Herêma Du. Elî berprsiyariya birina şeş dîlan werdigire. Ew dîlên digel wî bawer nedikir ku ew dê careka din têr xwarinê bixon û dê weke mirovên asayî careka din bijîn, ew gelek di bê moral in û hizira paşerojeka baş li cem wan nameya.

Elî gelek bi dilovanî serederyê digel wan dike, gelek çavê xwe dide wan, dilê wan naşkîne û rêzeka baş li wan digire. Elî wan dibe gundê Şûkeyî li devera Doskî Joriyan û dibe mêvanê Mam Pîro. Ew jî gelek rêzê li wan digire û ji Elî ra dibêje: “Ji bo zêrevaniyê bila kurê min jî harîkariya te bike”. Dîlek bi navê Heme Resul ku xelkê Şeqlawe ye, ji Mam Pîro ra dibêje: “Mam Pîro, pişt rast be hindî em digel Elî bin em xiyanetê li wî nakin.”

Elî wan şeş dîlan dibe Çemtû radestî pêşmerge yên wê deverê dike û vedgere baregehê Herêma Yek li Komate.

Elî Dêrgijnîkî li 01.08.1978ê bi fermana Cehwer Namiq digel hijmareka mefrezeyên pêşmergeyî dikevin nav başûrê Kurdistanê û her meferezeyek ji bo deverekê diçe, Elî û 5 pêşmerge yên din digel Îsmaîl Hecî Mihê ji bo devera Duhokê tên destinîşan kirin. Ehmed Kurkî rêberiya wan mefrezeyan dike û wan li deverên metirsîdar derbaz dike.

Demê digehin nav axa başûrê Kurdistanê, li devera Guliyan hindek kes harîkariya Elî û hevalên wî dikin. Elî dibêje: Demê ew derbazî devera Doskiyan dibin ew bi şev û roj li hişarên dûrî mirova xwe diparêz in. Ew ji bilî Emîn Elî Birohecerî newêrin kesek din bibînin. Emîn gelek harîkariya wan dike û xwarinê û vexwarinê ji bo wan dabîn dike û rêberiya wan dike. Wê demê li devera Doskiyan gelek Caş hene û li pênc gundên wê deverê jî baregehên Caşan lê hene û gundên din jî hevalên Caşan in, hevalên emin û îstxbaratê ne. Hijmara pêşmerge yên wê deverê li ser dema Serkrdatiya Katî ji 10 pêşmergeyan kêmtir in.

Elî Dêrgijnîkî û hevalên xwe amadekariyên lêdana baregehêkê leşkerî li gundê Merîna li deşita Sêmêlê dikin. lê ew li gundê Bircînî dikevin boseyeka Caşên îstxbaratê û hevalê wan yê pêşmerge Deham Hirorî şehîd dibe û yek  jî birîndar dibe. Leşkerê dijminî bi dûf wan dikeve, Elî Dêrgijnîkî diçe gundê Birohecera. Hevalên wî diçin bakûrê Kurdistanê bê ku wî agehdar bikin. Birayê wî, Xorşîd zarokên wî yên ku li cem dayk û bavê  xwe bi cî hêlane, digel xwe dibe û diçe cem  Elî. Ev dibe cara yekem, piştî pêşmergetiyê, Elî Dêrgijnîkî  wan zarokên xwe dibîne. Piştî hîngê Elî bi harîkariya xelkê camêrê devera Guliya derbazî bakûrê Kurdistanê dibe û li mala xwe dimîne. Birayê wî, Xorşîd, jî peywendiyê bi şorşê dike û dibe Pêşmerge. Xorşîdê  digel Xazî Zêbarî û Karwan Akreyî gerekê ji bo devera Zaxo dibin.

Elî Dêrgijnîkî û Sebrî Koçer ji bo encamdana hindek karûbarên şorşê, bi fermana Cehwer Namiq, diçin devera Goyiyan û paşî vedgere  mala xwe demekê li mal dimîne. Li 08.04.1979ê  Cehwer Namiq wî û hevalên wî agehdar dike ku, rijêmê niyaza êrîşê bo ser baregehê Herêma Yek heye, daxwazê ji wan dike ku  bi lezgînî li baregehê Herêmê Yek li Komate amade bibin. Ew sê mehin baregehê Herêma Yek ji bakûrê Kurdistana  bo başûrê Kurdistana  hatiye veguhaztin. Barega bi tenê pênc metroyan ji hêla tixûbê dûr e.

Elî Dêrgijnîkî û hevalên xwe demildest digehin baregehê Herêma Yek û cihên bilind û stiratîjîk digirin. Hijmareka kadiro û pêşmerge yên li baregehî amade bi heman awayî xwe li dewrûberên baregehi belave dikin û cihên bilind digirin û çendîn şev û rojan li ber sir û serma û baranê dimînin, lê dijmin çi êrîşan nake.

Ji ber wexera dawiyê ya Barzanî yê nemir hijmareka ber biçav ji serkirde, kadiro û pêşmerge diçin rojhekatê Kurdistanê. Dijminî çûna wan bi delîve dizene û êrîşî baregehê serkirdatiya Herêma Yek dike. Di vê demê da, li baregehê Herêma Yek li Komate, berheviyên ahenga salvegera şoreşa 26ê Gulanê tên kirin, dijminî li 25.05.1979ê êrîşeka mezin bi piştevaniya firoke yên şerker dibe ser baregehê Komate, şer du rojan berdewam dike, lê pêşmerge bi awayekî mêrxasane û bê xwarin û vexwarin li ber xwe didin û wê êrîşa mezin ya dijminî têkdişkînin û hêzên dijminî ziyaneka mezin didin û nehêle êrîşa dijminî bigehe nav baregehê Komate.

Elî Dêrgijnîkî dibêje: Piştî vî şerî, bi amadebûna wî û hijmareka pêşmergeyan, Seyd Hemîd Zaxoyî aşkere dike ku, berî 25.05 bi nameyekê Xazî Zêbarî agehdar dike ku, dê dijmin 100% di wê rojê da êrîşê bike ser baregehê Herêma Yek li Komate û bi toreyî ve ji Xazî dipirse: çima te pêşmerge bi vê çendê agehdar nekirin û daxwaza wê namê ji wî dike.  Xazî Zêbarî danpêdanê/îtirafê bi vê çendê dike û daxwaza lêborînê ji Seyd Hemîdî dike.

Rewşa aboriya xêzana Elî gelek xerab dibe, ew destûriyê ji Seyd Hemîd werdigire û digel Xorşîdê birayê xwe û Es’ed Gelnaskî û du kesên din diçin gundê Dêrgijnîkê. Ew li dewrûberên gundê Dêrgijnîkê, dayk û bav û zarokên xwe dibîne. Dayka Elî û babê wî di bêçarene, rewşa wan ya aborî jî li gundî gelek xerabe. Babê wî 70 dînara ji bo wî deyin dike, Elî hespekî bi 35 dînaran dikire û 35 dînarên mayî jî pêtvîtiyên malê pê dikire û careka din berev bakûrê Kurdistanê bi rê dikevin. Ew du kesên digel Elî û Xorşîdê birayê wî û Es’ed Gelinaskî hatîn, xiyanetê dikin û xwe radestî dijminî dikin û hemû pêzanînan li ser wan bi Emina Duhokê didin. Ji bo wan aşkira dibe ku, ew her du kes ji aliyê Emina Duhokê ve ji bo sîxorîkirinê hinartine nav şoreşê. Elî û hevalên xwe bi lez û bez û bi hişiyarî ji deverê derdkevin, lê Emina rijêmê çavdêriya wan dike. Li 06.08.1979ê demê da ew li cadeya serekî li navbera Bêgova û Girê Biyê derbaz dibin, li wir dikevin boseya dijminî û ji hemî aliyan ve tên gulebaranikirin. Ew jî ji bo demekê kêm şerî dikin û dikarin xwe ji boseya dijminî rizgar bikin, lê hespê Elî bi bar ve dikeve destê dijminî. Hindek belgenameyên mala wî jî di nav barê hepî dane. Elî destvala vedgere nav xêzana xwe, di wê demê da xudê zarokeka keç ji ji wan ra daye. Emina Mangêşkê jî babê wî digire û piştî çend rojan bi ber “lêborîna” Sedamê gorbegor dikeve û azad dibe.

Elî û zarokên xwe dikevin jêr barê hejariyê. Ew û Es’ed Gelinaskî û Hecî Yunis Gelinaskî li meha 11 sala 1979ê careka din destûriyê ji PDKê werdigirin û diçin devera Duhokê, belkî bikaribin hindek xwarinê ji zarrokên xwe ra bînin. Vêcarê hindek dirav bi dest wan dikeve û wê zivstanê debara jiyana xwe pê dikin.

Piştî hîngê bi demekê kêm, Selîm Kurkî daxwazê ji Elî dike ku tivenga xwe ya Birino bi wî bide da ew jî biçe devera Guliyan hindek kelûpelan ji mala xwe ra bîne. Mixabin li gundê Sûlê rijêma Îraqê bi helîkopiteran leşkerî xwe berdidin xwarê û Selîm Kurkî digel 9 hevalên wî digirin û dibin Zaxo û hevalekê wan jî şehîd dibe, Birno ya Elî dikeve destê hêzên rijêmê.

Piştî Kongireya 9 ê diktor Cergîs dibe berpirsê Liqê û Fuad Mîran dibe berpirsê Lijna Duhokê. Fuad Mîranî  tivengeka Birno bi Elî Dêrgijnîkî  dide û wî digel xwe dibe Lijna Duhokê. Elî Dêrgijnîkî bi fermana Fuad Mîranî dibe Cîgrê Erîf Nasir Berpirsê Leşkerî yê ljinê.

Lijna Duhokê lijineyeka gerok e, pêşmerge bi roj di tevgerê dane û bi şevê jî ji bo xwarinê diçin gundan û paşî di diçin hişaran.

Li meha 9 sala 1980ê careka din Elî demê digel hevalên xwe bo bênvedanê diçe mal, li gundê Kurka, li ser ava Xabûrî, bi şev dijmin derdûra wan digire. Weşbextane mefrezeyeka pêşmergeyî li aliyê din yê Xabûrî agrî pê dixin, hêzên dijminî kêmtir ji 10 mêtiroyan nêzîkî Elî û hevalên wî dibin, lê ew berê çekê xwe didin wê mefrezeya pêşmerge yaku aliyê din agir pê xistine. Elî û hevalên xwe jî gelek bi hişiyarî xwe diparêzin, lê dîsa dewarên wan bi bar ve dikevin dest dijminî.

Di wan nakokiyên Lijna Nawça Duhok ketiye têda ku rûyekê eşîrgîriyê bi xweve digire, Elî Dêrgijnîkî  nabe terefdarê eşîrtiyê û piştevaniya şer’yeta şoreşê dike. Ji ber vî helwîstê wî rastî rexine û gefa dibe. Ev helwîstê Elî wisa dike ku, ew pitir bibe cihê baweriya Lijna Duhokê, êdî her pirsgirêkeka li deverê hebe, ew ji bo çaresekirinê tê raspardin.

Elî dibe Amir Mefreze û tê raspardin ku biçe gundên durûberên Duhokê ji bona ku peywendiyê bi rêkxistinên PDKê bike û aboneyên wan kom bike.

 Piştî hatina Lijna Piskinînê, Fetah Gulî dibe berpirsê Lijna Duhokê, rêkxirawên leşkerî tên damezirandin. Elî her weku Amir mefreze diçe digel rêkxirawa şehîd Mihemed Tahir Bêşînikî ku, şehîd Tahir Zêweyî berpirsê wê ye. Di vê demê da Elî Dêrgijnîkî pişkdariyê di gelek çalakiyên leşkerî da dike wekî:

  • Bersînggirtina êrîşa dijminî bo ser gundê Hesin Pîrka.

  • Çandana mîna li ser rêka dijminî li navber Mangêşkê û sengerên çiyayî.

  • Danana boseyekê li ser cada Duhok-Mangêşkê li nêzîkî gundê Reşêwirê.

  • Lêdana baregehê Sirya dijminî li nêzîk gundê Badê.

  • Lêdana du karwanên leşkerê dijminî li ser cada Duhok-Amêdiyê.

  • Çandina du mîna li nêzîk Pira Berbanikê-Amêdiyê û çandina sê mînên din li nav rêya serbazên dijminî li serê çîyayê Siwaratûka.

  • Lêdana baregehêkê dijminî li devera Duhokê bi piskdarî digel rêkxirawa Sadiq Umer û Seyd Nayf digel hindek hêzên Liqê.

  • Bersînggirtina êrîşa dijminî bo ser her du gundên Zêwê û Xaziyava.

  • Şewitandinaa tirombêleka dijminî li ser cadeya Duhok-Qarqarava.

  • Danana boseyekê li ser cadeya Duhok-Mangêşkê li nêzîk Pira Kanîsarkê û di encam da tirombêleka tijî serbazên dijminî dikeve ber agirê tivengên pêşmerge.

Di nava vê dema derbasbûyî da Elî Dêrgijnîkî bo çendîn cara mala xwe ji cihekî bo cihekê din vediguhêze, li dawiyê mala xwe  ji ser tixûb dibe gundê Kurka li devera Guliyan.

Elî Dêrgijnîkî ji Lijna Nawça Duhok bo Lijna Nawça Zaxo li heftenînê tê veguhaztin û bi çend erkên giring tê raspardin û ew wan erkan, nexasime karên dûvçûn û vekolînan, gelek bi başî cîbicî dike, loma Lijna Zaxo baş dibîne ku Elî bibe Endamê Lijna Vekolînê, lê ew wî karî red dike û ew weke Amir Mefreze li ser xebata xwe berdewam dibe û dibe Cîgirê Berpirsê Rêkxirawa Dilbrîn ku, berprsê wê Serbest Babîrî ye.

Li 23.08.1983ê Elî û çend hevalên xwe mînekê li ser rêya serbazên dijminî li nêzîkî duriyana gundê Dêrgijnîkê diçînin, di encam da çend serbazê rijêmê tên kuşitin.

Li 02.12.1983ê Fuad Mîranî berpirsê Lijna Zaxo, Elî Dêrgijnîkî radispêre ku 20 000 dînaran bigehîne baregehê Liqê Yek û wî karî bi dirustî cîbicî dike. Piştî hîngê Elî digel rêkxirawa Dilbrîn ku, wê demê berpirsê rêkxirawî li bênvedanî ye, dest bi gerekê ji bo devera Zaxo dike. Li gundê Lêfo dijmin bi rêka sîxorên xwe nexşe û pîlanên jinavbirina wî amade dike. Kesek ku pêşmerge yê Liqê ye, gelek xwe nêzîkî wî dike û pêşniyar dike ku hindek çalakiyan di nav bajarê Zaxo da encam bidin. Guman bo Elî çêdibe, li dawiyê ew kes pêşmergekî bi navê Cemîl ku xelkê Zaxo li nav mala xwe şehîd dike û diçe xwe radestî dijminî dike. Piştî hîngê aşkira dibe ku ew kes ser bi îstîxbarata dijminî ye li Zaxo.

Her di vê gerê da, li 15.01.1984ê, rêkxirawa Dilbrîn bi serperiştiya Elî Dêrgijnîkî baregehê Fewca dijminî li gundê Avgeniyê topbaran dikin û ziyanên mezin digehînin dijminî.

Elî Dêrgijnîkî dirêjiyê bi kar û çalakên xwe dide û li 02.01.1984ê piskdariyê di bersîngirtina êrîşa dijminî bo ser gundê Lêfo dike.

Piştî hîngê Ebdula Bişar li şûna Serbest Babîrî dibe berpirsê rêkxirawa Dilbrîn û erkê wan dibe parastina baregehê Lijnê û çavdêriya sinûrê bakûr û başûre.

Ji berku pêşmerge yên Lijna Nawça Duhokê dikêm in û îmkanên encamdana erk û çalakiyan nîne, daxwaz ji rêkxirawa Dibrîn tê kirin ku bo mehekê kar û xebata xwe li sinûrê Lijna Duhokê encam bide. Lijna Zaxo topeka 57 mm jî bi wan dide. Lê kesek ji wê rêkxirawê şehrezayî di bikaranîna topê da nîne. Elî Dêrgijnîkî daxwazê ji Hemîd Xwastî dike ku wî fêrî bikarînana wê topê bike. Hemîd Xwastî jî wî fêr dike û êdî diçin dest bi gera xwe bo devera Duhokê dikin.

Li wê deverê bi hemahengî digel Lijna Duhokê dest bi çalakiyan dikin wekî:

  • Danana boseyekê li 19.08.1984ê li ser cadeya Duhok-Mangêşkê, nêzîkî gundê Kemeka, piştî hîngê gera xwe bo devera Guliyan dibin.

  • Li 26.08.1984ê dijmin êrîşeka berferh bo ser her du deverên Duhok û Zaxo destpêdike. Elî û hevalên xwe pişkdariyê di rawestandin û şikandina wê êrîşê da dikin û dirbên mezin diweşînin hêzên êrîşberên dijminî û kirêgrtiyên wî.

Li 26.01.1985ê şehîd Mela Remezan li şûna Fuad Mîranî dibe berpirsê Lijna Zaxo, baregehê lijinê wê demê li Geliyê Harîna ye. Rêkxirawa Dilbrîn li ser erkê zêrevaniya baregehê ljinê berdewam dibe.

Piştî hîngê li sala 1986ê, Elî dêrgijnîkî nexweş dikeve û ji bo çareseryê diçe rojhelatê Kurdistanê û li 09.08.1986ê cenabê Serok Mesud Barzanî û kak Fazil Mîranî û xudêjêrazî mamosta Mela Mihemed dibîne û piştî çareseryê vedigere başûrê Kurstanê. Li 04.02.1987ê diçe ser erkê xwe li Lijna Zaxo, wî wextî kak Hişiyar Zêbarî, Zeîm Elî û diktor Cergîs ji Lijna Pişkinînê li baregehê Lijna Zaxo ne. Elî Dêrgijnîkî diçe cem wan. Ew spasiya wî dikin li ser wê raporta pêşwext wî ji bo wan hinartî. Wî wextî mala Elî li gondê Babîrê ye, ew diçe mal û êrîşa dijmin bo ser gundê Girka destpêdike. Elî û hindek pêşmerge û Bergrîmillî ber bi bereyên şerî diçin û pişkdariyê di bersîngirtina êrîşa dijminî da dikin.

Li 25.04.1987ê dijmin êrîşeka mezin dike ser gundê Kurêmê, dîsan Elî ber bi gundê Kurêmê diçe û pişkdariyê di wî şerî da dike.

Li 04.07.1987ê Elî Dêrgijnîkî careka din ji bo Lijna Nawça Zaxo tê veguhastin û li ser daxwaza Qadir Qaçax dibe Cîgrê Berpirsê Rêkxirawa Hîvî û êdî kar û çalakiyên wî dikevin devera Mangêşkê û Sipiney.

Elî Dêrgijnîkî û pênc pêşmerge 13.08.1987ê digel Mûsa Herkundî diçin devera Berwarî Jêriya û bi hevkarî digel Lijna Şêxan û Lijna Akrê pişkdariyê di lêdana sengerên Kela Kanîka û yên derdûra wê da dikin. Ew di vê çalakuyê da wan hemû sengerên dijminî digirin,  gelek Caşa û serbazên rijêmê dikujin, gelekan birîndar dikin û destkeftiyekê mezin jî bi dest dixin.

Li vegera xwe, li 16.08.1987ê, sengerên dijminî yên dikevin ser rêya Etrûş-Kanîka topbaran dikin.

Li şeva 8/9.09.1987ê pişkdariyê di lêdana sengerê serê çîyayê Spîrêzî da dike li hindav bajarê Duhokê. Di wê çalakê da destê Elî bi guleyeka dijminî birîndar dibe. Piştî dermanikirina destê wî ji aliyê dixtorê şorşê dixtor Ebidî ve, roja paştir vedigere ser erkê xwe li baregehê ljinê. Di vê çalakiyê da kurê Elî, Sîhamedîn jî pişkdar dibe ku, hîngê kurên Elî (sîhamedidîn û Îdirîs herdû pêşmerge bûn).

Piştî dastana Kanîmasê, gundê Babîrê û hemû gundên deverê dikevin ber êrîşa firoke yên dijminî, Elî Dêrgijnîkî jî neçar dibe di hewara mal û xêzan axwe biçe. Birîna destê wî careke bin  hewdide, dixtorê şoreşê Mîkayl Mihemed Uzmanî ji aliyê ljinê ve digel wî tê hinartin û nêzîkî mehekê digel wî dimîne. Ebdulixaliq Babîrî jî harîkariyê digel wî dike û gelek caran birîna destê wî derman dike, lê birîna destê wî çak nabe. Elî diçe cem Xazî Bamerinî li gundê Kanîbelavê, Xazî dibêje wî ku, divê ji bo çareserya birîna destê xwe ew biçe Îranê, çunikî eger  birîna destê wî çareser be, divê destê wî were birrîn.

Elî neçar dibe careka din li 19.01.1988ê biçe Îranê. Elî çareserya birîna destê xwe dike. paşî vedigere  Kurdistanê, lê kawdanên deverê têkdiçin. Elî daxwazê ji xelkê gundê Babîrê dike ku ji gundî derkevin, lê hindek wî bi belavkirina belbelê tawanbar dikin.

Li  23/24.08.1988ê Elî digel xêzan û kesûkarên xwe ji gundê Babîrê derdikevin û li cadeya Bêgova-Kanîmasê derbas dibin û ber bi tixûbê bakûrê Kurdistanê diçin. Roja paştir dever dikeve ber êrîş û topbarana çekê kîmiyawî û rev bi xelkê deverê hemûyê dikeve. Bi dehhezaran ji xelkê Kurdistanê li ser tixûbê başûr û bakurê Kurdistanê (Tirkiye û Îraqê) kom dibin. Desthilatdarên Tirkiyê di bin fişarên nvdewletî da tixûbê xwe li pêşiya wî xelkî vedike. Elî û kesûkarên xwe li kampa Mêrdînê bi cî dibin, nêzîkî salekê li Mêrdînê dimînin û paşî biriyara xwe didin ku biçin rojhelatê Kurdistanê û dewleta Tirkiyê jî rê ji wan re vedike ku biçin Îranê.

Elî û xêzan û zarokên xwe heta serheldana bihara sala 1991ê li rojhelatê Kurdistanê dimînin.

Bidestpêkirina serheldanê re Elî Dêrgijnîkî vedigere başûrê Kurdistanê. li 12.03.1991ê, li Diyana dikeve nav axa Kurdistanê  û piştî 14 salan li 15.03.1991ê  vedigere Duhokê.

Piştî hîngê mala xwe jî ji Îranê dibe başûrê Kurdistanê. Elî Dêrgijnîkî li ser daxwaza PDKê li ser Bendava Duhokê baregehekî vedike û erkê zêrevaniya Bendavê û wê deverê werdigire.

Piştî hîngê dibe berpirsê parastina embarên Kompaniyaya Çinar ku, xwarin û mazota PDKê têda tê parastin.

Piştî hîngê Elî Dêrgijnîkî pişkdariyê di şerên çespandina qanûnê da dike. Li sala 1994ê dibe Amir Bataliyon li Hêza Yek  li Supayê Yek li Duhokê. Piştî birêkxistinkirina hêzên pêşmerge, ew ji bo zêrevaniya navxwe tê veguhastin, piştî hîngê jî bo Fermanda Duhokê.

Li 05.09.1995ê bi pileya Neqîb ji bo Fermandeya Spîlkê tê veguhastin û nuha jî weke Miqedmê kêmendam ser bi fermandeya Spîlkî ve ye.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى