Latînîسەرەکی

Peyamake sersaxiyê ji Serok Nêçîrvan Barzanî ‌

 ‌

Bi dilekê xemgîn me nûçeya wexera dawiyê ya têkoşer, pêşmerge û xebatkarê dêrîn yê Kurdistanê, xwedêjêrazî Mstefa Amêdî bihîst.
Bi germî behîdarî û sersaxiyê li malbat, kesûkar, heval û hevçeperên wî dikin, hevsoz û hexvemên wan in.

Ji xweda yê mezin hêvîxazîn ku canê wî bi mîhrebanî û dilovanîya xwe şad bike û sebr û aramiyê bi hemûyan bide.

Xwedêjêrazî Mistefa Amêdî, wek têkoşerek hemû jiyana xwe pêşkêşî gel û wlatê xwe kir û bi xebat û xizimeta xwe ya mezin ya ji bo kurdistanê li serdema şoreşê û pêşmergetiyê, cihekê hejî di nav gelê xwe da girtibû.

Bîrhatina wî dê hertim sax û zindî be û giyanê wî her şad be.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

03.04.2023

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى