Latînîسەرەکی

Nêrwan Bamernî xwedî bîrdankek a tijî nihêniyên şoreşê

Senterê Komate yê dekometkirina dîroka şoreşê li roja 23.06.2022ê li bajarê Duhikê dibe mêvanê Pêşmerge û xebatkerê dêrîn Nêrwan Bamernî, û hevdîtineka dirêj ya vîdiyoyî li ser dîrok, xebata û tekoşîna wî pê ra dike û dîroka xebat û berxwedana wî mîna belgenamyeke giring tomar û arşîv dike û jinavçûnê diparêze.

Nêrwan Nurî Silêman, yê nasiyar bi Nêrwan Bamernî, li sala 1957ê li Bamernê hatiye ser dinyayê. Nêrwan hêşita zarok e, bavê wî dibe mekanîkê firokeyan, lê li sala 1961ê bi guneha harîkarîkirina şoreşê, li Bexdayê, hikûmrts Îraqê bavê wî binçav dike. Ew digel dayîk, xwîşk û brayên xwe bi tenê li Bamernê dimînin, lê ji ber kawdanên şoreşê, ew ji Bamernê diçin devera Berwariya û li Aqarê Çelkê bi cî dibin . Bavê wî li sala 1963ê azad dibe, Nêrwan jî li sala 1966ê diçe Êsifnê û li wir heta pola siyê seretayî dixûne, paşî li Bexdayê heta pola çarê dixûne.

Piştî rêkeftina 11 Adarê sala 1970ê, bavê wî vedigere ser karê xwe û mala wan li Mûsilê bi cî dibe, Nêrwan pola pêncê li Mûsilê û pola şeşê û xwendina navincî li Bamernê  timam dike.  Sala 1971-1973 dibe berpirsê Yeketiya Qutabî û Lawan (YQL).  Li sala 1974ê careka din şer dest pê dike û Nêrwan Bamernî ji YQL istîfa dike, Xelîl Bamernî ku hîngê fermandarê Siryê ye, ew Nêrwanî digel xwe dibe ba kak Îdrîs Barzanî û wî weke nivêserê Sirya xwe bi kak Îdrîs dide naskirin, piştî kak Îdrîs dibîne ku ew di jiyê biçûk da dixwaze bibe Pêşmerge, jê ra dibêje: Pa divê Nêçîrvan û Dilovan jî bibin Pêşmerge, loma,  Nêrwan weke Pêşmerge qebûl nabe. Seyîd Receb careka din wî ji bo YQL kandî dike  û dibe endamê komîteya YQL. Piştî şkestina şoreşa Îlonê,  li havîna sala 1975ê Nêrwan xwe digehîne Rojhelatê Kurdistanê, rijêma Îranê wî digire  û dihinêre Bender Ebas û  ji wir jî dibe Qesirşîrîn û paşî wî radestî rijêma Îraqê dike. Rijêma Îraqê jî wî û hevalên wî ku, hejmara wan 18 kes in, li nahiya Nezîliyê ya ser bi parêzgeha Nasiryê ve li jêriya Îraqê bi cî dike. Rijêm wan diavête di nav hindek koxan da ku, tu pêdawîstiyên jiyanê têda nînin. Li wir, Nêrwan gelek kurdên din ku, rijêma Îraqê ew jî sirgunî wir kirine,  dibîne. Ew kurd hemû bêkar in, dahatinî û derametê wan tune  û  ji bona ku ew bijîn divê kar bikin. Di nav hevalên xwe da bi tenê Nêrwan zimanê erebî dizane, loma ew bi tenê dikare li ber xanekê ji xwe ra karekî peyda dike.

Piştî heyamekî ew jî bêkar dimîne û  ji bo peydakirina pariyê rojê neçar dibe diçe meydanka paleyan li kar digere. Piştî hîngê ew ji bo leşkeriya neçarî tê daxwaz kirin, lê tê tesirîhkirin. Nêrwan careka din vedgere Nasiryê. Paşî diçe mala bapîrê xwe li Bexdayê û li wir careka din dest bi xwandinê dike û pola siyê navincî bi numreyên bilind timam dike. Li sala 1977ê  vedigere Bamernê. Paşî bi harîkariya rêveberê qutabixaneyê ku, xelkê Bamernê ye, êvariyan lîse dixûne, polên  4, 5 û 6 li wir timam dike û tevî xwendinê karê bazirganî, asingerî û boyaxiyê jî dike. paşî li Mislehet Teswîq Zirayî (daîreya karûbarên çandinê) kar dike. Macid Remezan  Hedad rêkxistiyê PDKê ye, ew nameyên rêxistinê dike di nav pêlava Nêrwan da û ji bo cîyên lazim be vediguhêze. Piştî destpêkirina şerê Îraq û Îranê li sala 1980ê, rêveberê wî bi xurtî wî dihinêre leşkeriyê, wî dibin bajarê Necef, lê Nêrwan naxwze ji bo Îraqê leşkeriyê bike û ew ji Necefê  ber bi Kurdistanê direve. Li payîza sala 1980ê Nêrwan Bamernî digel şehîd Musa peywendiyê bi şoreşê dike û digel mefrezeya Zihêr Bamernî dibe Pêşmerge.

Êdî ew digel hevalên xwe yên Pêşmerge dest bi gera dikin, li gundan semînaran pêşkeş dikin û Nêrwan pişkdariyê di şerê Baska da dike ku, di wî şerrî da 70-80 sebazên rijêmê dikujin û  du hevalên wan yên Pêşmerge jî şehîd dibin. Piştî vî şerî Nêrwan diçe digel mefrezeya Fewzî Bamernî.

Nêrwan Bamernî dibêje: Piştî kongireya 9ê ya PDKê, valahiyek çëdibe û grupek dikeve jêr karîgerya propegendeya Qiyada Miweqet da. Mefrezeya wan hemû bi hev ra, li sala 1981ê,  diçin Suryê, şehîd Şemo xeleka peywendiyê ye di navbera wan û Suryê da, şehîd Şemo heta sînorî wan dibe û paşî ew derbas dibin û xwe digehînin Suryê, piştî hîngê Bereyê Erebî yê Rizgariya Felstînê kursekî rahênana li ser çekî ji bo wan vedike. Piştî kursî ew vedigerin Qamişlo, hevalên wan yên din jî ji kongireyê  yê PDKê vedigerin ba wan û hemû jî heta sala 1982ê li Suryê dimînin. Serederya Suryê digel wan gelek baş e, nasiname û destûriya helgirtina demancê heye, lê ji Samî Ebdulrehman pêve tu kes nizane ka meseleya parewergirtina ji Suryê çiye!

Çûna Senatê:

Nêrwan Bamernî dibêje:

Propagandeya çûna Senatê Samî Ebdulrehman dikir, berî em bikevin ser rê, li Dêrkê Samî semînarekê pêşkêşî  dike, pirsiyar jê tê kirin ka çûna wan bo Senatê ji bo çi armabic e? Samî di besivê da wan piştrast dike ku ew ji bo şerî naçin Kurdistanê.

Samî Ebdulrehman kaxezekê ji berîka xwe derdixe û dibêje ku ev nameya Îdrîs Barzanî ye û têda hatiye ku Kurdistan meydana hemû hêzan e.

Nêrwan Bamernî dibêje: Min bawer ji axaftina Samî nekir û min ew axftina wî bi tektîkeka roviyane li qelem da, çunike wî wesa hizir dikir ku malabata Barizan paşxaneka şoreşgêrî nîne û şiyanên berdewamiyê bi şoreşê nînin, ew jî dê here ser sifra hazir.

Tişitê balkêş ew bû ku Samî di nav semînara xwe da êrîşî ser Barzanî dikir.

Li vir Nêrwan Bamernî pisiyarê ji Samî dike û jê ra dibêje: Gelo çima tu çû digel û çima piştî şkestinê te bi navê wî dest bi şoreşê kir?

Samî di bersiva xwe da dibêje: Eger mirov siyasî be, divê navê hindek kesan bikaribîne heta hebûna xwe pê îspat bike.

Sebaret danûstandin û amadekariyên çûna Senatê, Partî Gel peywendiyê bi Partiya Komunîst a Îraqî dike, Partiya Komumîst ji Partiya Gel ra dibêje ku,  rijêma Îraqê ber bi nemanê diçe û divê qonaxê da pêdiviye Partî Gel jî li Kurdistanê hebe. Di nav Partiya Gel da bi tenê Samî Ebdulrahman û Ebdula Salih biryarên çarenivîsaz didin, endam û kadiroyên din yên partiyê agehdarî tu biriyaran nînin.

Ber bi  Kurdistanê bi rê dikievin û hejmara wan 150 Pêşmerge dibin, nêzîkî 25 pêşmerge jî li baregehê Patiya Gel  li Suryê dimînin.

Çek û cilik digihin beregehê Partiya Gel li Suryê, ji bilî klaşnîkofan, 2 duşke û hejmareka RBG jî di nav dane.

Ew Pêşmerge li ser sê grupan dabeş dibin:

Gropa yekê û duyê bi serperştiya Kerîm Şingalî digehin Senatê, grupa siyê jî bi serperşitiya Ebdula Salih li Senatê digehin Kerîm.

Baregehê xwe li Senatê avadikin, firineka nanî avadkin, Baregehê Liqê xwe jî li wir bi cî dikin.

Li Senatê Tahir Salih ku, birayê Ebidula Salih e, ji Zaxoyê diçe Senatê ba birayê xw, Ebdula Salih ji hevalên xwe ra dibêje ku birayê wî ji wan ra îstîxbaratiyê dike. Berî hîngê jî bi berdewamî ji Zaxoyê diçe Dêrkê li Suriyê û vedigere Îraqê.

Her çende baregehê wan li Senatê gelek nêzîkî çeper û bingehên leşkerî yên rjêmê ye jî, lê tu cara hêzên Îraqê êrîşî wan nake, topbaran jî neke.

PDKê sîxurên xwe di nav wanda bi cî kirine, piştî 20 rojan hêzên PDKê derdûra  wan digire û hişdariyê dide wan ku ji wê deverê derkevin.

Ew, Partiya Gel,  li dijî  PDKê derdikevin û eger şer jî bibe ew dê berevaniyê ji xwe bikin.

Lê dawiyê neçar dibin û xwe ber bi çiya vedikişin , roja paştir PDK wan topbarab dike, topbaranê şevekê berdewam dike, ew jî neçardbin xwe ji wê deverê vekişin. Hevalekê Nêrwan dixwaze bi duşkayê teqê li hêzên PDKê bike, lê Nêrwan lûliya duşkayê ber bi asîman bilind dike da armanca xwe pêkneîne.

Roja paştir, hêzên Partiya Gel,  li çemê Hîzlî derbas dibin û ber bi bakurî ve diçin, du helîkopterên Tirkiyê diçin ser wan lê teqê li wan nakin.

Paşî hêzên wan dabeş dibin, her yek ji Kerîm Şingalî, Ebdula Salih û Cefer Îmînkî pişkdariyê di dabeşkirinê da dikin. Biryar didin  ku hêzek digel Kerîm Şingalî li bakur bimîne û bingehekî  bo xwe çêbikin, 25 Pêşmerge jî li çîyayê Bêxêrî digel Ebdula Salih beregehekî avabikin, Nêrwan Bamernî û 14 Pêşmergê yên din jî ber bi kûratiya Kurdistanê biçin û dest bi karê rêkxistiniyê bikin.

Li çemê Hîzil derbas dibin û diçin gundê Darhozanê li nêzîk Zaxoyê. Li wir Ebdula Salih ji wan cuda dibe.

Li ber Xabûrî Pêşmerge yên PDKê lê hene, li hev  dibin reşe û li hevdu dikin hewar, lê Pêşmerge yên PDK diçin û li Xabûrî derbas dibin.

Pêşmerge yên PDK wan dûrpêç dikin û teqe dest pê dike, her çende pêşwext Pêşmerge yên Partiya Sosiyalist ew agahdarkiribûn ku neçin wê derê PDK li wir e, lê ew her diçin.

Careka din hêzên Partiya Gel  ji hev bilave dibin her hindek bi aliyekê ve diçin; Mefrezeya Qadir Kêsteyî berev Xabûrî ve diçe û paşî xwe radestî hêzên PDKê dike.

Nêrwan, Macid, Nizar Mistefa Casim û Ezîz Erizî şerî nakin, bi tenê guleyên xwe di ser serê Pêşmerge yên PDKê ra dihavêjin. Ew rezvanekî dibînin û daxwazê ji wî dikin ku wan bigihîne gundê Zêwka Mihemedê Yasîn, lê rezvan daxwaza wan red dike, cilik û serûberê wan ji yên xelkê deverê cudaye, ji ber hindê xelkê deverê bi ya wan nake.

Ew diçin hindav gundê Kovlî û ji wir  diçin gundê Zivingî, roja paştir diçin Deşta Tinê, paşî diçin rojavayê Bamernê di nav kevir û teraşan ra xwe diveşêrin.

Hindek zarok nêzîkî wan dibin û dibînin ku yek ji wan bi navê Nizar razaye nivistiye, ew jî hizir dikin ku miriye, zarok bi lez diçin bamerniyan agehdar dikin, gundî ber bi wan ve diçin, ew jî ji tirsa ku gundî wan bibînin aşkera bibin, hilbaskî çîyay dibin.

Paşî diçin mala Mistefa Casim li binê gundî.

Macid û Nizar ji wan vediqtin û navegerin, ew mefrezeya Zihêr Bamernî ya PDKê dibînin û xwe radest dikin.

Ji 15 kesan bi tenê Nêrwan û Hemdî  dimînin. wan jî tu çarenivîs tune, yan divê xwe radestî rijêmê yan jî PDKê bikin.

Ew her du bi harîkariya Ebu Leyla ku, kadiroyekê Partiya Komunîst a Îraqî ye, xwe digehînin gundê Şîvirezanê, li ser sînor li bakurê Kurdistanê .

Paşî xwe digehînin Melêsê, kesek wan dibe ba Kokel Axa, şevek û rojekê bi rê diçin heta digihin ba wî. Paşî diçin ba Ebdulcelîl.

Nameya Seyîd Ezo:

Nameyeka Seyîd Ezo ku, bo Emo Xêrkî hinartiye dikeve destê Nêrwan Bamernî ku têda hatiye: “Nuha ez li îstxbarata Firqa Zaxoyê me, hevalên me bi xwe ra bîne  û werin vir, ji bo me li nav hikumetê çêtir e”.

Nameya Samî Ebdulrehman:

Paşî nameyeka Samî Abdalrhman jî digehe wan ku bi erebî nivîsiye, kurdiya wê : “Ez xweragriya we bilind dinirxîn im, xwe ragirin heta digehim we, çunike ez dizanim dê çawe serederyê digel malbata Barzanî, di şer û aşitiyê da, bikim.”

Ebidulcelîl wan bi her halê heye li sînorî derbas dike û digihîne Suriyê.

Êdî Nêrwan Bamernî digehe Dêrkê, paşî diçe Qamişlo û Samî Ebdulrehman dibîne, Nêrwan jê ra behsa nameya Seyîd Ezo, yaku ji bo Emo Xêrkî hinartibû, dike, Cengo jî di vê dîdarê da amadeye.

Samî Cengo teklîf dike  ku biçe Dêrkê û nameya Seyîd Ezo ji berîka Nêrwan bidize, daku weke belge di destê wî da nemîne, di heman dem da Samî rê nade ku, Nêrwan vegere Dêrkê.

Nêrwan rijd dibe ku seredana hevalên xwe bike, lê Zêrevan wî agahdar dike ku ew bi fermana Samî desteser e.

Nêrwan diçe ba Samî da egerê desteseriya xwe bizane, Samî wî agahdar dike ku, ew bi egerê windakirina nameya Seyîd Ezo desteser e.

Samî wî dipişkine, heta pêlava wî jî dipişkine, Hemdî jî dibêje Samî ku ew dê biçe Dêrkê da nameyê bîne, lê Samî Şêrwan jî  hinartiye Dêrkê da piştrast bibe ku, name di berîka Nêrwan da menaye.

Hemdî nameyê nabîne, şehîd Cengo name ji berîka Nêrwan biriye û radestî Dilêr kiriye ku, berpirsê beregehê Dêrkê ye. Hemdî ji Dilêr ra dibêje ku ew temsîla Samî dike û ew hatiye nameyê bo Samî bibe, Dilêr daxwaza lêborînê dike û bi serê Hemdî ve maçî dike û nameyê teslîm dike.

Pisiyar eve: Gelo çima Samî dixwest vê nameyê veşêre?

Mihmud Eydo dibêje: Piştî Senatê Ebdula Salih diçe Suriyê û li wir Samî dibîne, bireka çekî radestî Mihmud dike û wî derbasî Zaxoyê dike, şandeyekê îstxbarata Firqa Zaxoyê jî li pêşwaziya wan dibe û wî çekî werdgire.

Her çende Nêrwan Bamernî dibe berpirsê baregehê Partya Gel li Qamişlo, lê piştî ev hatinûçûnên berpirsên Partiya Gel bo Zaxoyê û Firqa leşkerê Îraqê, êdî gelek guman bo Nêrwan Bamernî çêdbin û êdî gelek Pêşmerge jî terka rêzên Partiya Gel dikin.

Beregeh bê xercî dimîne, Nêrwan digel Azad Xefaf diçe Şamê ku hindek pere ji bo xerciya baregehî peyda bike, Nêrwan bi rêka Azad Xefaf dizane ku Nurî Şawîş dixwaze wî bibîne, Ew Nurî Şawîs li Şamê dibîne, Nurî Şawîs jê ra dipirse; ka çima xelk û pêşmerge terka rêzên Partiya Gel dikin?

Nêrwan di bersiva pirsiyara wî da behsa; kontirolkirina navendên biriyarê di nav Partiya Gel da dike û îmajê bi nameya Seyîd Ezo û hatinûçûnên Tahir Salih, yên bi guman, di navbera Partiya Gel û îstxbarata Firqa Zaxoyê da dike.

Nêrwan Bamernî di dirêjiya vê hevdîtinê da îmajê bi hindek xalên giring dide û dibêje ku, her yek ji Cefer Îbrahîm û Kawe Mecilmextî dijberiya Samî Ebdulrehman dikin û

di heman demê da Samî jî pilana jinavbrina dijberên xwe danaye, şehîd Cengo weke cîgir bo Ebdula Salih berhevkiriye.

Nêrwan Bamernî dibêje: Her karekê Ebdula Salih kiriye bi awayekî rasterast bi teklîfa Samî Ebulrehman kiriye, lê li dawiyê jî her ew dibe berxê qorbanî.

Nêrwan dibêje: Li sala 1984ê careka din Samî 13 Pêşmege û kadiroyên Partiya Gel, bê hemahengî, dihinêre devera Behdînan ku ji wir xwe bigehînin devera Soran, daku digel Yekêtî Nîşitmanî Kurdistanê (YNK) ku, wê demê danûstandin digel rijêma Sedam hebûn, hevpeymaniyekê li dijî PDKê çêbikin, lê mixabin, ew her 13 Pêşmerge ji egerê bê pilanî û neşarezayîya wan dikevin destê leşkerê rijêmê û her 13 tên sêdaredan.

Nêrwan Bamernî dibêje: Bi tenê Samî Ebdulrehman bi şehîdbûna wan qazanc kir ji ber ku piştî vê bûyerê, ew şîya pitr pere ji rjêma Suriyê werbigire. Partiya Gel, piştî Senatê, helweriya û boyaxa wê heliya.

Nêrwan Bamernî heta sala 1983ê li baregehê Qamişlo dimîne, lê piştî hîngê bawerî bi Partiya Gel namîne û êdî dest bi rêncberiyê dike.

Birayê wî, Ekrem, jî Pêşmerge ye, toşî nexweşiyeka derûnî dibe û li Suriyê winda dibe, tê girtin û dixwaze vegere ba dayîk û bavê  xwe.

Nêrwan birayê xwe bi rêya Partiya Komunîst rêdike Kurdistanê, ew bi xwe jî kar dike heta perê tikêta firokeyê peyda dike û li 10.08.1985 ji Suryê derdikeve û diçe Danîmarkayê.

Li Dnîmarkayê bi du mehan mafê penaberiya siyasî werdigire û êdî li wir dest bi çalakiyên siyasî dike.

Piştî van çalakiyan, Partiya Gel peywendiyê pê dike, lê ew bi her awayî karê digel wê partiyê  red dike.

Piştî hîngê rêkxistinên PDKê peywendiyê pê dikin, paşî ew dibe endamê Komeleya Xwendkarên Kurd û li Berrlînê pişikdariyê di konferensa Komeleya navborî da dike ku her yek ji Hişiyar Zêbarî û Sedî Ehmed Pîre di wê konferensê da amade dinin. Nêrwan piştî konferensê dibe berpirsê Komîteya  Xwendkarên Kurd li Danîmarkayê.

Li Danîmarkayê, Nêrwan Bamernî Komeleya Danîmarkayî ji bo mafê mirovê kurd dadimezirîne û bi rêya wê komeleyê li sala 1991 xestexaneka gerok bi hemû dezgeh û pêdawîstiyên wê ve dibe Kurdistanê û li kevne Koçka  Paşayê Îraqê li Sersinikê bi cî dike.

Her bi harîkariya hikûmeta Danîmarkayê Koçka paşayî jî tê nûjenikirin. Ev xestexane 10-12 salan xizmeta xelkê deverê dike.

Ji bilî vê xizimeta dirêj ya Nêrwan Bamernî di rêya doza kurd û Kurdistanê da kirî, ew li sala 1988 ji Danîmarkayê harîkariyan ji  bo penaberên kurd li kempa Mêrdînê rê dike, li sala 1992ê, li Berlînê, pişkdariyê di konfetrenisa Liqê 6 yê PDKê  dike, herwesa ew ew kitêbên li ser her du pêşmerge; Zihêr Bamerinî û Sebrî Bamernî hatîne nivîsîn jî li ser xerciya xwe ya taybet çap dike.

Nêrwan Bamernî pêşniyar dike ku ji bo şehîdên Bamernê  goristaneka sembulîk bê çêkirin û ew amadeye li ser erkê xwe çêke, lê çi harîkarî digel nehatekirin.

Nêrwan Bamernî, piştî ew qas salên xebatê, girtin û dûrketin ji Kurdistanê, bi pileya (Nayîb Erîf) hatiye xanenşînikirin û li  Kurdistan û Danîmarkayê dijît.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى