Latînîسەرەکی

Em 36-emîn salvegera wefata endaziyarê aştî û diplomasiyê birêz bi bîr tînin

Îdrîs Barzanî ew serkirde û mirovê hêja yê ku hertim digel cenabê Serok Mesud Barzanî alîkar û pşitevanê Barzanî yê nemir bû, ew serkirdeyekî bijarte û xwedî şiyanên bê wêne bû.
Piraniya wan 123 Pêşmerge û xebatkarên dêrîn yên ku eve saleke me, wek Senterê Komate, hevpeyivîn pê ra kirî, bi taybetî yên ku, nemir Îdrîs Barzanî ji nêzîk dîtî û têkelî digel hebû, her hemû tekîdê li ser wê yekê dikin ku, di nav Bizava Rizgarîxwaza Kurdistanê da, Îdrîs yê canemerg hertim û di hemû rewş û qonaxan da zelamê vekirina girêyên asê bû.

Ji karên berçav yên şehîd Îdrîz; rêveberya karûbarên şoreşê, serperişitîkirina şerên bergriyê li şoreşa Îlonê, amadekariyên şoreşa Gulanê û berdewam bihêzêxistin û birêvebrina şoreşê.

Ji bilî hindê ku hemû dema ew wek refurmxwzekî bû ji bo hemû arêşên nava PDKê û şoreşê û ew gelekê hosta bû di vî barî da.

Lê divê neyê jibîrkirin ku ew diplomatekî gelek jîr, jêhatî û serkeftî bû û bi vê zîrekî û hoşmendiya xwe jî ew şiya PDKê û şoreşê ji gelek qonax û astengên dijwar derbas bike.

Ya herî giring jî ew bû ku ew xemxwerekî mezin yê yekrêziya hêzên Kurdistanê bû û loma jî her li ser destê wî, piştî gelek salên dirêj ji şer û nakokiyan, hêzên Kurdistanê li ser masa diyalogê li hev civandin û hemû pêkve aşt bûn ku, dumahiyê jî ev aştiye bû hêvênê damezirandina Bereyê Kurdistanî.

Mixabin ev serokê mezin berî 36 salan wekî îro û di jiyekî gelek biçûk û di demekî da ku kurd û Kurdistan gelek pêdivî bi wî bûn wefat kir.

Hizar silav li canê pakê te bin ey serkok û endaziyarê aştî û diplomasiyê kakê Îdrîs yê canemerg.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى