Latînîسەرەکی

Dilbirîn yê birîndar û cîrokên wî yên balkêş

Senterê Komate yê dekometkirina dîroka şoreşê di berdewamiya dîdar û hevdîtinên xwe da, li ofîsa xwe li  bajarê Duhokê  li roja 21.08.2022ê  mêvdariya  Pêşmerge yê dêrîn û şehîdê zîndî Mehdî Teyar Osman dike û hevdîtineka dirêj ya vîdiyoyî  li ser dîrok, xebata û tekoşîna  wî pê ra dike û dîroka xebat û berxwedana wî mîna belgenamyeke giring tomar û arşîv dike û jinavçûnê diparêze.

Mehdî Teyar Osman yê nasiyar bi (Dilbirîn) li sala1966ê li gundê Zêwaşkan li devera Amêdiyê hatiye ser dinyayê. Dilbirîn pênc salan li gundê Zêwaşkan dixwîne û piştî gundê wî li salla 1978ê, ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, tê wêranikirin û raguhastin, ew du salên din jî li Kampa Qedişê dixwîne.

Li sala 1976ê, şoreşa Gulanê dest pê dike û Fuad Mîranî û Ebdula Salih digel yekem mefrezeya Pêşmerge dicin gundê Zêwaşkan û li wê deverê dest bi nûjenkirina rêkxistinên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin. Li sala  1977ê, Zêrevan Nêrweyî, ji gundê Zêwaşkan, peywendiyê bi şoreşê dike û dibe Pêşmerge.

Dilbirîn jî, li sala 1981ê  bi malbat ve, peywendiyê bi şoreşa Gulanê dike. Li devera Şêxan Dilbirîn peywendiyê bi rêkxirawa şehîd Ebdulselam Yusf dike û li bihara sala 1982ê diçe Komate baregehê Liqê Yek. Wê demê Dilbirîn 16 salî ye. Dilbirîn digel Îbrahîm Hecî Mihemed, şehîd Elî Mihemed Şemsedîn, şehîd Yasîn Hecî û Dilgeş Ne’man ji Komateyî vedgiere Akrê-Şêxan û  li deverên Sipne, Berê Gare, Berwarî Jêrî û devera Mûzûriyan di nav rêkxirawa şehîd Ebdulsalam Yusf  da weke Pêşmerge berdewamiyê bi xebatê dide. Mehmud Kanîsarkî berpirsê rêkxirawa şehîd Ebdulselam Yusf e û Zêrevan Nêrweyî jî kadioyrê siyasî yê wê rêkxirawê ye.

Dijmin êrîşî ser gundê Girgaşê û devera rojhelatê Berê Gare dike û Dilbirîn digel hevalên xwe yên pêşmerge pêşiyê li êrîşê djimin digirin û wan paşde dişkînin û ev dibe yekemîn çalakiya leşkerî ku Dilbirîn  pişkdariyê tê da dike.

Li sala 1982ê bi awayekî veşartî dikeve nav rêxstinên Partiya Gel a Demokrat a Kurdistanê (Partî Gel) lê weke Pêşmerge di nav  PDKê da dimîne. Li sala 1983ê li ser bizav û çalakiyên xwe berdewam dibe û li sala 1984ê pişkdariyê di bersîngirtina çendîn êrîşên dijminî bo ser devera Nihêlê da dike.

Dilbirîn li salla 1985ê dizewice û xêzanê pêktîne, piştî demekê hevjîna wî li nexweşxanê bi zarokî giyanê xwe ji dest dide û zarrokekê wan ê sava yê çend rojî bê dayîk dimîne. xuşka Dilbirînî heşit sala vî zarrokî xwedî dike.

Peywendiyên PDKê û Partiya Gel normal dibin, li sala 1987ê Dilbirîn bi awayekî fermî dibe pêşmergê Partiya Gel. Li sala 1988ê ew pişkdariyê di danana du bosan da dike û pêşiya êrîşa hêzên dijminî bo ser Geliyê Sergelê digire.

Demê proseya Enfalên Behdînan li salla 1988ê dest pê dike, ew li devera Akrê ye. Roja 24.08.1988ê diçe gundê Dêreşê û roja 25.08.1988ê diçe gundê Hemzîkê, li ser cadeya Amêdî-Sersinikê hêzeka Pêşmerge  dibîne ku ji; Temer Remezan, Cengo, şehîd Mirad Qedişî û hejmareka Pêşmergeyên din pêk tê. Leşkerê Îraqê digel Caşa cadeyê li pêşiya wana digire, lê pêşmerge li wan didin û rêya xwe vedikin û diçin gundê Botiya. Berî ew bigehin Botiya, li gundê Hemzîkê du genc têne cem wan û jı wan ra dibêjin ku jineke birîndar li Geliyê Hespa ye û gereke dixtorek biçe Geliyê Hespa û wê jina birîndar derman bike, ew jin bi tenê ye û  hevjînê  wê jinê li Hemzîkê şehîd ketiye. Heta dixtor Şêrko digehe Geliyê Hespa ew jin jî şehîd dibe. Dilbirîn û hevalên xwe serdkevin serê çiyayê Metîna, firokên dijminî wan bombebaran dike. Piştî hîngê ew diçin digehin hevalên xwe li devera Berwarî Bala. Ew dikuxin û çavên wan dişewitin, ew hizirdikin ku kuxka wan ji egerê toza pezî ye. Piştî hîngê ew diçin Kanî Reşê li pişta gundê Hêsê. Li gundî bêdengî ye. Ew birsî dibin û li gundî xwarinekê ji xwe ra peyda bikin. Ew li gundî sê jinan û çend zarokan dibînin, ew jin ji wan ra dibêjin ku ji wan pêve tu kes li gundî nemaye. Devera Berwariya hemû hatiye berdan û firokên Îraqê bi bombên kîmiyawî  Kaniya Sûr li navera hersê gundên Êkmalê, Hêsê û Xirabe bombebaran dike û li wêrê sê kesên sivîl yên şehîd ketine û gelek jî birîndar in. Edî  ew dizanin ku kuxka wan û  çavşewitîna wan ji egerê çekê kîmiyawî ye. Paşî ew berev bakur ve diçin, lê hêzên dijminî çiyayê Gabinêrkî girtî ye, loma neçar dbin vedigerrin. Piştî hîngê diçin pişta gundê Şêlaza û Qesirkê û ji wir diçin gundê Mûska. Li wan dera  jî bêdengiye, diçin nav gundî, dibînin ku tişitên xelkî hemû li cihê xwe ye, dergehên mala divekrîne. Ew li pişta gundî du zelaman dibînin, yek ji wan Ehmed Eredinî ye û ew Dilbirînî nas dike, mixabin, piştî serheldanê Ehmed li Qedişê bi destê PKKê hate şehîd dibe.

Paşî ew diçin Geliyê Bêşîlê baregehê Ljina Devera Amêdiyê ya PDKê, lê kesê li wir jî nabînin, dizvirin û rastî topbarana dijminî dibin. Vedgerrineve Şêlaza, hejmara wan 15 pêşmerge ne, ew birsî dibin. doktor Şêrko, Xalid, Hişiyar û Kovan digel wan in. Ew li nêzîk gundê Şêlaza xwe hişar didin û bi şev diçin nav gundî, dibînin ku bacan, xiyar, goşt û mast di kaniya gundî ye. Ew li ser kaniya gundî bi wan xwarinên gundiya yên di kaniyê da şîva xwe dixwen, paşî hindek Pêşmerge yên YNKê jî li wir digehin wan. Birîndarek jî digel wan e, doktor Şêrko birîndarê wan derman dike. Li roja 27.08.1988ê ew diçin devera Nihêlê li rojhelatê Amêdiyê û hindek xwarinê ji wan malên vala ji xwe  ra peyda dikin û diçin pişita gundê Hêsê. Li wir kûçkekê biçûk ê Se dibînin û bi wan ra dimîne. Ji ber çekê kîmiyawî rez û baxên wan gunda hemî hişk bûne. Ew ji wir, careka din, serdikevin çiyayê Metîna li serê Amêdiyê û diçin cihê zozanên Tirwanşiyan li nêzîkî ceperên serbazên Îraqê li Serê Amêdiyê. Bi şevê avê ji Kanîdrêjê dibin û diçin Şîva Katoyî xwe hişar didin. Wan nan û av û şekr bi tenê mane. Kûçkê  Se jî her bi wan ra ye û Dilbirîn, wekî pêşmergeyekî parek nan dide kûçkê Se jî. Paşî ew diçin hindavî devera Nihêlê, dibînin ku pez û terşê gundiya bê xwedî li wan dera belaveye. Xwarina wan namîne û roja 28.08.1988 diçin gundê Binaviya Nihêlê û rastî topbaranê tên. Paşî ji wir diçin Ziliyê, ew digehin ser rûbarê Zê û dibînin ku pitir ji 1000 serên pezî li wan dera bê xwedî mane. Tişitên xelkî jî li ser hev ketiye. Divê ew li wir bi daveristê li Zê derbasî aliyê din bibin. Kûçkê Se hest bi diltengiyê dike, dibe nîz-nîza wî. Kûçkê Se wisa hizir dike ku Pêşmerge dê wî li wî aliyê avê bi cî bihêlin û digel xwe nabin, loma ew her ber bi Dilbirîn ve diçe û xwe têvedide, êdî Dilbirîn biriyarê dide ku mirin û mana wî û vî giyandarî pêkve be û ew wî bi xwe ra dibe û dike di daveristê da û digel xwe derbasî aliyê din yê avê dike. Dilbirîn, dema hêstirê bar dike, zehmet vê dikeve û nexweş dikeve. Heta vê demê Dilbirîn û Cengo li pêşiya hemûyan diçûn, lê nuh ew li dawiyê dimîne. Di rê da ew hespekî bêxwedî dibînin, Dilbirîn lê sûwar dibe, lê hesp yê beçareye û nikare biçe, ew neçar dibe ku ji hesp peya bibe û bi piya biçe. Dilbirîn û hevalên xwe di rê da tivengekê, hindek Şacoran û xwînê dibînin, dengê teqê jî tê wan, û piştî hîngê ew  hindek Caşan jî dibînin. Ew diçin da ku li Dereca Hêtûtê serbikevin, lê ew 15-20 kesan ji  xelkê gundê Hêtûtê dibînin û ji Dilbirîn û hevalên wî ra dibêjin  ku Caşa rêya Derecê girtiye. Êdî ew rêya xwe diguherin. Her li wir jî dizanin ku keçek bi roketên leşkerê Îraqê şehîd ketiye.

Ew di rê da  berxekî bê xwedî dibînin, serjêdikin û guştê dibirêjin. Lê Dilbirîn ji ber nexweşiya xwe nikare guşt bixwe û tu derman jî bi wan ra tunene. Ew dikevin ser rê û topbarana dijminî careke din dest pê dike, ew xwe berdidin geliyê li jêriya gundê Sernî. Ew gelî gelekî teng e û topbaran li ser wan dijwar dibe. Kûçkê se jî hêja jî bi Dilbirîn ra ye. Ew ji gelî serdkevin jor li wir Seyd Ehmedê Amêdî, nûjdarê şoreşê, dibînin û pê dihesin ku  ew keça şehîd ketî, keça wî ye,  keçeka  wî ya din jî ji malbatê veqetiyaye û winda ye. Dilbirîn û hevalên xwe harîkariya wê malbatê dikin, topbaran jî  berdewam e. Ew digehin gundê Sernî, gund yê çol e û pezê gundiyan jî li wan dera bê xwedî maye. Kûçkê se qesta pezî dike û diçe digehe pezî û êdî venagere. Ew ronahiyeka dûr û kiz dibînin in. Ber bi wê ronahiyê diçin û nêzîkî 200 kesan dibînin ku hemû xêzandar in û xwedî zarok in, hemû mit û bêdeng in, deng ji kesê nahê. Dilbirîn şarezayî rêyê ye, êdî ew rêberyê bo wî xelkî dike. Dilbirîn, Hişiyar û Xidir bi pêşiya wan dikevin û wî xelkî ber bi gundê Zêwa Serî dibin. Dilbirîn yê ji hêz û şengehê ketî, êdî nikare  birêve biçe, hevalên wî xurtiyê lê dikin heta dgehin Şîv Osmanika, dibînin ku bi hezaran xelk li wir civiyane. Dilbirîn ji êşa laşê xwe û westiyanê xwe li ser kurtanê dewarekî radizê. Hevalên wî diçin, bi tenê Zêrevan li ba wî dmîne. Lê Zêrevan careke din   hevalên xwe vedigerîne û Dilbirînî jî bi xwe ra dibin û diçin ser sînorê Tirkyê. Li ser sînor, Dilbirîn  xûşka xwe û hindek mirovên xwe  dibîne. Selah ku mirovekî wî ye, navka wî dihelîne. Hêzên rijêmê xwe nêzîkî wan dikin, rijêma Turkyê jî sînor venake û rê jê ra nede ku derbasî aliyê bakur bibin. Bi vî awayê ew dikevin di navbera du leşkerên du dijminên hovane da. Edî ew çekê xwe radestî hindek hevalên xwe dikin û bi qeçaxî li sînorî derbas dibin û diçin Seraniyê, lê jandurme wan digirin û dibin Geverê. Li Geverê, wan jî dibin bin wan çadrên ku hikûmeta Tirkyê, li Deşita Geverê, ji bo xelkê ji enfalan rizgar bûne amadekirine. Deşita Geverê geleka sar e, gelek zarokên xelkî ji serma û birsa mirin. Ji ber xirabiya rewşa xwe, xelk navên xwe  dinvîse ku herin Îranê. Dilbirîn û hevalên xwe jî navên xwe dinvîs in û kamiyonekê bo xwe kirê digirin û tişitên xwe bar dikin û diçin Kampa Zêwe li rojhelatê Kurdistanê. Li Zêwe çadir dane hindeka û hindek jî birin Kampa Xuwê li bakurê bajarê Urmiyê.

Li bihara sala 1989ê, Dilbirîn digel mefrezeyeka Partî Gel vedigere  Kurdistanê (başur). Beroj, Azad, Rizgar, Xebat, Zêmar û Sadiq bi wê mefrezeyê  ra ne. Azad berpirsê meferizeyê ye. Ew mefreze du rojan bi rê diçe heta digehe Oremarê û Çem Tû li devera Doskî Joriya. Ebu Şehab û Mihemed Siyarî ji Partiya Komonîst a Îraqê rêberya wan dikin heta wan digehînin cihê mebestê. Ew mefreze li pişta gundê Çem Tû baregehekî ji bo xwe avadikin. Ji bilî wan, baregehê PDKê û Partiya Komonîst a Îraqê jî li wir e. Hijmara Pêşmerge yên wan hemû hêzan nêzîkî 50-60 kesan dibe. Piştî hîngê Zeîm Elî jî digel hêzeka din ya PDKê diçe wê deverê.

 Hevahengiyeka baş di navbera her sê hêzên siyasî da heye û ew biriyarê didin ku grupên hevpişk yên biçûk pêkbînin û xwe nîzîkî gund û bajêran bikin. grupek diçe devera Nihêlê, yek xwe nêzîkî Amêdiyê dike û grupek  jî diçe devera Akrê. Her hêzek cuda dixebite ku  rêkxistiyên xwe bibînine û jinûve wan ji bo xebata nihênî berhev bikin. Ew grupa Dilbirîn pê ra ye diçe devera Nhêlê û paşî diçe devera Zêbarê û Dêrelûkê û caeka din ber bi sînor vedigere.

Dilbirîn, li 17.11.1989ê, ji bo bênvedanê diçe rojhelatê Kurdistanê, li sala 1990ê ew careka din digel grupeke 15 kesî vedigerin Kurdistanê, Zêrevan Nêrweyî berpirsê wê grupê ye. Leşkerê Tirkyê bi hatina wan dizane û rê li wan digire, loma ew neçar dibin ku nêzîkî  7 rojan li gundê Wargenma, li ser sînorê rojhelat-bakur bimînin. Paşî ew derbas dibin û xwe di gehînine Çem Tû û Oremarê. Dr. Kemal Kerkûkî didgel hêzeka mezin a PDKê ew jî xwe digehînin devera Nêrwe-Rêkan. Her du rijêmên Tirkyê  û Îraqê deverên ser sînorî bi mînan tije dikin, çeperên  supayê Îraqê jî li hindav wan e. Dilbirîn, li devera Tovê, hindek ji wan mîna pûç dike da ku bi Pêşmerge ve nepeqin, lê mxabin, mînek bi wî bixwe ve dipeqe û ji serûçav, dev û sîng û milê xwe bi giranî birîndar dibe û demildest ronahiya her du çavên xwe jî ji dest dide. ew bizavê dike ku rabe ser xwe, lê nikare, hevalên wî li hewarê diçin û wî radikin. doktor Şêrko û doktor Salim bi wan ra ne û hindek dermanên sivik pê re  hene. Ew her du doktor birînên Dilbirînî derman dikin û hindekê bi piya bi rê diçin, lê ji ber giraniya birînên xwe, ew ji hêz û şengha dikeve. Hevalên wî hewil didin ku hindek dermanan jê ra peyda bikin yan jî ji bo cihekî veguhêzin ku çareseriya wî lê bê kirin, lê tu bi destê wan ve nahê. Dîsan roja paştir mîneke din bi hevalê wan Îdirîs Ebdula Bêskî jî ve dipeqe ku Pêşmergê PDKê ye, û pê wî jî dike.

Hevalên wan bizavê dikin ku bigehînin Îranê ji bo çareseryê. Wan herduyan siwarî dewaran dikin û xatirê ji hevalên xwe dixwazin û bi rê dikevin. Doktor Şêrko û Zêrevan Nêrweyî jî digel wan diçin. Di rê da rewşa wan, nexasme, ya Îdrîs Bêskî gelek xirab dibe, rê jî hemû çiyayên asê ne, êdî ji ber jana birînên xwe nikarin xwe li ser pişta dewaran jî bigirin.

Di rê da  radiwestin, Dilbirîn dipirse: Ka ew çima rawestiyan e? Heval jê ra dibêjinê: Dê ava sêlanê bo Îdirîsî girêdin. Dengê giriyê diçe Dilbirînî û ew dipirse: Ma Îdirîs şehîd bû? Hevalên wî jê ra dbêjin: Nexêr, bi tenê dê avê deyinê. Dilbirîn bawer nake û piştrast dibe ku Îdirîs  şehîd bû. Bi rirastî jî Îdirîs di rewşeka gelek sext û dijwar da,  di rêya doza miletê xwe da, şehîd dibe.

Hindek kurd yên bakur rêberyê ji bo wan dikin û hewl didin wan di ser Geverê ra derbas biken. Lê leşkerê tirk rê li wan digire û bi  tu awayî qebûl nakin ku “di nav axa Tirkyê” ra derbas bibin. Pêşmerge  bi harîkariya kurd ên wê deverê rewşa şehîd û birîndarên xwe jê ra dibêjin, lê ew her rê nadin. Herwesa ew nahêlin ku termê şehîd Îdirîs jî li nav axa bakûrê Kurdistanê  bi axê bispêrin.

Piştî Pêşmerge dibîne ku Dilbirîn jî wekî Îdirîs ji bêdermanî û serma û birsa dê di destê wan da şehîd bibe, li dawiyê bi harîkariya du kurd ên bakurê Kurdistanê wî dibin Geverê û ew bixwe jî neçar dibin vedigerin nav axa başûrê Kurdistanê.

Ehmed ê kurdê bakur serê dewara Dilbirînî dikêşe û wî dibe heta Geverê. Bi rê ve piyekê wî bi kevekî dikeve û seruçavên wî yên birîndar jî bi ta û ciqlên dareka Guhîşkê dikevin. Bi her halê heyî wî digehînin ser cadeyê, kurtanê dewarî didanine erdî û pala Dilbirînî didinê û betenîkekê dihavên ser wî. Dilbirîn birsî dibe, xwarin tune, hindek şekirê dikin nav avê û didin wî. Paşî bi erebeyekê Dilbirînî  dibin xestexaneyê li bajarê Geverê.

Li nexweşxaneyê hemşîrek demildest ava sêlanê bo Dilbirîn girêdide û ew bi tenê li xestexanê dimîne. Li nexweşxaneyê kesek digel nexweşekî bû, wî teklîf dikin ku haya wî ji  Dilbirîn hebe eger pêdvî mihtaciyekê bibe.

Dixtorekê tirk Dilbirînî di wî halî da dibîne, lê dema dizane ku Dilbirîn kurd e, wî derman nake. Li nexweşxaneyê gelek ji xelkê Geverê seredana Dilbirîn dikin û amadeyiya xwe ji bo her harîkariyekê nîşan didin û jê ra dbêjin: Ev dixtore tirk e, ew kurmancan derman nake. Ew kurdên Geverê bêşekê ji bo Dilbirînî dikin û hindek diravî didin serhev daku mesrefê çareserya Dilbirîn bidin. Li ser sînorî, berî Dilbirîn ber bi Geverê bi rê bikeve, Zêrevan Nêrweyî jî hindek pereyan jê ra dide. Dilbirîn daxwazê ji kurdên Geverê dike ku ew wî derbasî Îranê bikin, lê ew dibin cîyek din.

Dema birînên Dilbirînî vedikin, kirim jê dikevin, Dilbirîn sê roja li wir dimîne, lê kes wî derman nake, kirim bi berdewamî ji birînên wî dikevin. Piştî hîngê dixtorekê kurd ji Wanê tê  û birînên wî derman dike û paşî bi erebeyekê  wî li xalên kontirolan derbas dike û dibin Wanê. Li nexweşxaneya Wanê du polîs bi rêya wergêrekî vekolînê digel Dilbirînî dikin, Dilbirîn jî ji wan ra dibêje:Enfal bi ser me da hatiye û mînek bi min ve peqiye“.

Kurdek tê cem wî û pisiyar jê dike eger pêtvî tşitekî be, Dilbirîn daxwaza avê jê dike, lê ji ber ku sibehî dê emeliyat bikin  nabe ew tu tiştekî bixwe yan vexwe. Hemşîrek tirk  ava sêlanê radike û avê dide Dilbirîn û diçe. Roja paştir Dilbirînî dibin  odeya nişitergeriyê, Dilbirîn nizane ka çi nişitergerye û bêhoş dibe.

Piştî ‌ku hişiyar dibe, ew vedirşe, wî dibin derve û deriyê erebeyekê vedikin wî tavêjin nav erebeyê wî dibin û ew nizane ka mesele çiye. Dema Dilbirîn hişiyar dibe, hest bi sermayê dike û dibîne ku yê bi textî ve girêdaye/kelamaçe kiriye û erebe ya diçe, ew hest dike ku erebe ya di nav bazarekî ra diçe. Dengê muzîkeka gelek xweş tê guhên wî. Demekê ma hindek hatin û ava sêlana wî vekir, Dilbirîn dibêje wan: Ez ê birsîm e, ew dibêjine wî: Xwarin tune. Paşî Dilbirîn dizane ku ew bi şev û roj yê diçin, paşî digihin bajêrekê mezin. Wî li cîyekî didanin û paşî bi erebeyek din  dibin cîyekî din. Kesek tê û jê ra  dibêje: Derbasbûyî be. Dilbirîn jê pirs dike: Ev der ku dere? Ew kes ku, xelkê Melatiya ye, di bersivê da dibêje: Ev der bajarê Enqere ye.

Piştî hîngê didanên Dilbirîn têledikin, şirînqên pencê bo wî didanin û devê wî girêdidin. Janeka mezin ser, dev û guhên wî digire. Her çende Dilbirîn gazindan dike, lê her dixtorekê tê şirînqeka pencê bo didane û diçe. Hestiyê seruçavên Dilbirînî û lixavê devê wî di sê cîyan  ra şikandine, çar rojan girêdayî dimîne

Jineka kurd tê cem wî, Dilbirîn pisiyara çavên xwe ji wê dike, jina kurd jê ra dibêjê: çavekê te nemaye û te ronahiya yê din jî  ji dest daye. Ew jin gelek çavê xwe dide Dilbirînî û heşt rojan bi berdewamî serdana wî dike. Piştî hîngê pênc rojên din jî serdana wî dike, piştî hîngê ew jin diçe û navegere.

Dilbirîn bi tenê li ser textî bê derman dimîne, ew pisiyar dike ka çima wî derman nakin. Rûyê Dilbirînî kun e, dema derman dikin, derman dadikeb nav davê wî. di wê rewşê da kesek tê cem û bi farsî dibêje: Dê te radestî rjêma Îraqê kin, îfadên xwe biguhere. Ew kes daxwaza edrêsê Dilbirîn jî jê dike û jê ra dbêje: Ez çi alîkariya  te bikim, te çi divê? şîr şerbet? şîrî bo Dilbirînî tîne, Dilbirîn bi sondeyî şîrî vedxwe. Ew kes careka din rê cem wî û her jê ra dibêje: Îfadeyên xwe biguhere.

Piştî çend rojan kesek bi navê Mihemed, xelkê Melatiya,  harîkariya wî dike. Dilbirîn li xestexaneyê heta 35 roja dihijmêre, piştî hîngê dest ji hejmarê berdide. Dilbirîn nizane dê çi bike, kes jî nîne harîkariya wî bike, ew hewara xwe digehîne Xwedê. Rojekê têlefonek bo tê û kesek bi kurdî digel wî diaxve, navê wî Mistefa ye û ji Geverê têlefonê dike. Dilbirîn daxwazê ji Mistefa dike ku wî ji Enqereyê bibe û rizgar bike da tirk wî radestî Îraqê nekin.

Piştî hîngê Dilbirînî dibin di odeya nişitergeriyê ve û wî penc dikin. Dema hişiyar dibe, dizane ku devê wî yê hatiye vekirin û kuna rûyê wî jî hatiye girtin û devê wî û birîna wî ya xwe lêkdayî.

Piştî çendekê kesek bi navê Kamil, ji Geverê ku, niyasê wî ye, digel dixtorekî tên serana wî li Enqereyê û jê ra dibêjin ku piştî çend rojên din dê ji xestexanê derkeve. Dilbirîn êdî dikare piskêta bixwe û kokakola û şerbeta jî vexwe, êdî ew ji xestexaneyê derdikeve.

Kamil cilka ji bo wî dikire û wî dibe Wanê, êdî dikare şorba bixwe, paşî wî dibe Geverê li mala xwe, şîrê çêleka wan vedixwe û dinive. Piştî hişiyar dibe dibîne ku her du hevalên wî Zêrevan û Ebu Karwan li cem wî ne. Serê wî dişon û rihên wî tiraşin, Zêrevan bi harîkariya hindek kurdên Geverê wî derbasî Îranê dike.

Li ser sînorê rojhelat-bakûr jî hem jandurmên tirk û hem jî pasdarên Îranê gelek astengan ji bo çêdikin û nahêlin derbas bibin, lê dawiyê bi her halê hey derbasî rojhelatê Kurdistanê dibin.

Yek ji wan kesên gelek harîkariya Dilbirînî kirî Mihmed Şerîf e ku ew dewlemendekê kurd e xelkê Geverê ye.

Paşî bi rêya Tehran- Şam-Qahîre-Warsu li roja 06.01.1991 Dilbirînî bi seruçavên lufafkrî ve berev Swêd dikeve ser rê. Di forokeyê da kurdek bi navê Şêrwan ku regeznama swêdî heye xwe pê dide nas kirin û harîkariya wî dike. Dilbirîn li roja 07.01.1991ê digehe Swêd û mafê penaberyê werdigire û dixtorên wir wî bi hêvî dikin ku çareseriya çavekê wî heye û dê bikaribe pê bibîne, lê piştî nişitergeriyê wî bêhîvî dikin ku mixabin ew çav jî çareser nabe û nikare bi wî çavî jî ronahiyê bibîne.

Li sala 1994ê kurê Dilbirîn, yê ku bê dayîk mezin bûye, di jiyê 9 saliyê da digehe Swêd cem bavê xwe. Welatê Swêd Dilbirînî bi rêkên taybet yên digek kêmendaman fêrî xwandin û nivêsîna zimanê swêdî dike û wî dibin kursên karên destî. Dilbirîn fêrî çêkirina firça dibe û pitir ji 11 salaye ew wî karî dike.

Dilbirîn li sala 1996ê serdana  Kurdistanê dike û careka din dizewice, nuha ji bilî kurê wî yê nexirî, wî du keç û kurek din hene.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى