Latînîسەرەکی

Pêdeyî Pêşmerge yê dêrîn û yek ji serkirdeyên şoreşa Gulanê

Ebdulrehman Pêdeyî

Senterê yê dekometkirina dîroka şoreşê di berdewamiya dîdar û hevdîtinên xwe da, li bajarê Duhokê li roja 14.08.2022ê dibe mêvanê  Pêşmerge yê dêrîn û yek ji serkirdeyên Şoreşa Gulanê, Ebdulrehman Pêdeyî û hevdîtineka dirêj ya vîdiyoyî  li ser dîrok, xebata û tekoşîna  wî ya di rêya doza gelê Kurdistanê da, pê ra dike û dîroka xebat û berxwedana wî tomar û arşîv dike û jinavçûnê diparêze.

Ebdulrehman Osman Fetah Pêdeyî yê nasiyar bi “Ebdulrehman  Pêdeyî” li sala 1946ê li gundê Pêde yê ser bi Şaredariya  Şêxan ve hatiye ser dinyayê. Ew xwandina xwe ya destpêkê li gundê Pêde timam dike. Li sala 1958ê ku, hîngê ew di pola pêncan ya seretayî da ye pişkdariyê di ahenga vegera Barizanî yê nemir ji Yekêtiya Sovyetê da dike. Pêdeyî xwandina xwe ya navincî li xwendingeha Sanewiya Duhok dest pê dike.

 Digel destpêkirina Şoreşa Îlonê li sala 1961ê, ew dibe endamê Yekêtiya Qutabiyên Kurdistanê.

Gundê Pêde jî, mîna gelek gundên Kurdistanê, ji aliyê rijêma hîngê ya Îraqê ve tê wêran û kavilkirin û xelkê gundî jî koçber û derbeder dibin.

Li roja 15.10.1961ê ku, wî demî ew li pola duyan a navincî dibe, bi tawana alîkarîkirina şoreşê bi fermaneka fermî ya rijêma Îraqê  ji xwendingehê tê derxistin û heta sala 1964ê ji xwandina bêpar dibe.

Li sala 1964ê ew, Kerîm Findî, Omer Êmînkî û Mihemed Tahir Êtûtî bi hev ra dibin endamên rêkxistinên nihênî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Di heman salê da Wahidê Hecî Melo xwe teslîmî rijêmê dike, Pêdeyî jî bi alîkariya Wahidê Hecî Melo careka din vedigere xwendingeha xwe û  berdewamiyê bi xwendinê dide.

 Li sala 1968ê, Pêdeyî pola pêncan a navincî timam dike û li zanikoya Bexdayê, pişka kurdî, dixwîne. Dem li sala 1970ê, şandeyê şoreşê ji bo danûstanan diçe Bexdayê, ew daxwazê ji rijêmê dike ku, xwendekarên kurd li kolêjên leşkerî û polîsan werbigire, ji ber ku heta hîngê rijêmê xwendekarên kurd li wan kolêjan qebûlnedikirin. Di vê demê da, li Bexdayê,  Pêdeyî digel Arif Teyfor berpirsê şaneyeka nihênî ya PDKê ye.

Piştî vê daxwaz û pêngava şandeyê şoreşa Kurdistanê, êdî rijêm xwendekarên kurd li kolêjên serbasî qebûl dike û Ebdulrehman Pêdeyî, Kemal Pêdeyî, Sibhî Duhokî, Selah Mihemed Şerîf, Sidqî Hisên û hijmareka din ya xwendekarên kurd li kolêjên serbazî dest bi xwendinê dikin û di heman demê da berdewamiyê bi xebata xwe ya nihênî jî didin digel Liqê Pênc yê PDKê li Bxdayê.

Pêdeyî digel hevalên xwe li roja 06.01.1972ê xwandina xwe timam dikin û pişikdariyê di hindek kursan yên leşkerî jî da dikin weke; kursa çekê kîmiyayî û ew van zaniyariyan hemûyan digehîne şoreşê.

Ebdulrehman Pêdeyî û pismamê wî Îbrahîm her du di nav supayê Îraqê da dibin “Amir Fesîl“,  yekîneya wan ya leşkerî di navbera Nasiryê û Besrayê bi cî dibe, paşî ji bo devera Raniyê tê veguhastin . Di vê demê da, ew û Îbrahîm, hevalên xwe yên din jî agadar dikin ku vegerin Kurdistanê daku peywendiyê bi şoreşê bikin.

Hevalên wî, li meha 11 sala 1972ê,  bi mebesta peywendîkirin bi şoreşê ber bi Kurdistanê bi rê dikevin. Salih Pêdeyî, wê demê, berpirsê Pêşmerge bû li devera Bemo, ew hatibû gundê Pêde û ew li ser rê bû ku biçe Îsrayîl  û di hindek kursan yên leşkerî da beşdariyê bike. Kemal Pêdeyî û Qadir Pêdeyî, Salihî li gundê Pêde dibînin û jê ra dibêjin ku ew hatine daku bibin Pêşmerge. Ebdulrehman û hevalên xwe li Etrûşê peywendiyê bi şoreşê dikin. Paşî diçin Mêrgesor û Çomanê û ji wir diçin Qesir Selam. Serokatiya şoreşê biriyar dide ku hindek bataliyonan yên leşkerî li Zozikî damezrîne. Ebdulrehman û Îbrahîm li bataliyona Neqîb Hesen Barzanî postê berpirsiyariya Serliq (Amir Sirî) werdigirin .

Li dawiya meha şeş sala 1973ê, bi biriyara şoreşê leşkergehek bo xwendekarên zanikoyê li Êsifnê tê vekirin. Ebdulrehman Pêdeyî erkê meşiq û rahênanan wan werdigire. Piştî hîngê leşkergehek li Duhokê jî tê vekirin, Pêdeyî heman erk li wir jî dibîne ku Ebdulezîz Teyîb û Yehya Ebas jî pişkdariyê têda dikin.

Piştî Salih Pêdeyî û 20-30 Pêşmerge yên din li Îsrayîlê pişkdariyê di kursa leşkerî da dikin û vedgerin Kurdistanê, Salih dibe Fermandarê Hêzê li devera Kerkûkê û Ezîz Qazî jî dibe cîgrê wî. Ebdulrehman Pêdeyî jî li wê Hêzê, li Qeredax, dibe fermandarê bataliyona 3 . Berpirsiyariya bataliyona wî  parastina cadeya Kerkûk-Slêmanî û Tasloce ye. Jimara Pêşmerge yên bataliyona wî nêzîkî 600 pêşmerge dibin.

Piştî destpêkirina şerî li sala 1974ê,  rijêm bi armanca vekirina rêya Silêmaniyê ji hêla Derbendîxan, Çemçemal, Kelar û Qeretepe ve êrîşeka berfireh bo ser hêzên Pêşmerge dibe . Hêzên Pêşmerge neçar dibin ku xwe ji bo Ehmedawa li devera Helebice vekişîn in, bi şevê Pêşmerge êrîşî ser dijmin dike  deşta Şarezor dibirin û xwe li çiyê asê dikin .  Piştî hîngê bi du rojan li hêzên Partiya Komonîst a hevalbenda rijêma Îraqê didin. Di wî şerî da hêzên Pêşmerge 32 şehîdan didin, lê hêzên Pêşmerge hemû deverê ji hêzên rijêmê paqij dikin.

Dema şkestina şoreşê li adara 1975ê, Ebdulrehman Pêdeyî digel hevalên xwe diçe devera Biyare û ew biriyarê dide ku xwe teslîmî  rijêma Îraqê neke. Birayê wî, Qadir, biriyarê dide li Kurdistanê berdewamiyê bi xebata xwe bide û li Biyare xatira xwe ji Ebdulrehman dixwaze û ber bi Duhokê ve dikeve ser rê.

Qadir, careke din, dibe endamê rêkxistinên nihênî yên PDKê û li sal 1977ê digel komeka hevalên xwe ji aliyê rijêmê ve tê girtin û piştî zîndanîkirin  û îşkenceka hovana, li roja 21.09.1977 digel hevalên xwe Mehmud Xilbîşî, Şeban Dêrîşkî û Abid Zawîteyî li Zîndana Mûsil tên sêdaredan.

Ebdulrehman jî digel hezaran Pêşmerge koçberî Îrane dibin û digel mirovên xwe û Salih Pêdeyî diçin Pawe, Kirmanşah, Seqiz, Mehabad û Nexede. Ji ber rewşa xirab a Îranê, Salih ji mervên xwe ra dibêje: “Bila jin, zarok, kal û nexweş vegerrin Îraqê, lê wan hişiyar dike ku nebin Ba’sî, xirabiya milletê xwe nekin û ziyanê negehînin tu kesekê, heta Xwedê rêyekê ji bo vî miletî vedike”. Salih, Ebdulrehman û Îbrahîm tirombêlekê bo wan digirin û heta xanê digel wan diçin û li wir xatira xwe ji hev dixwazin. Jin, zarok, kal û nexweş vedigerin Îraqê, ew jî bi çavên tejî rondik ve  bo nav bajarên Îranê vedigerin.

 Hem şoreş têkçû û hem jî xizim û kesûkarên wan jî vegeriyan Îraqê, ji ber hindê, li meha 7 sala 1975ê,  Ebdulrehman Pêdeyî û hijmareka efserên şoreşê diçin Tehran û biriyarê didin ku wek penaber biçin Hollendayê.

Her di vê demê da kak Îdrîs Barzanî, kak Mesud Barzanî, Kerîm Şingalî, Azad Berwarî û Cehwer Namiq civînekê dikin û di wê civînê da biriyarê didin ku careka din dest bi  şoreşê bikin, û her di  wê civînê da biryar didin ku, Heme Reza û Arif Teyfor bo devera Soran  û Cehwer Namiq û Kerîm Şingalî jî ji bo devera Badînan biçin.

Li meha 12 sala 1975ê, Holenda mafê penaberyê  bi Ebdalrhman û hevalên wî yên efserên şoreşê ku jimara wan 33 kes in, dide .

Beriya ku Ebdulrehman Pêdawî û hevalên xwe  ber bi Holendayê bidin rê, ew diçin Kerec, mala Barzanî yê nemir, û li wir Barzanî yê nemir, kak Îdrîs û kak Mesud şîretan li wan dikin ka ew dê li Ewropayê çewa karê rêkxistin û dîplomasî ji bo doza Kurdistanê bikin. Herwesa, ji bo mesrefê rê, hindek pere jî dide wan . Ebdulrehman û hevalên xwe xatira xwe ji cenabê Barizanî dixwaz in û diçin Holendayê.

Êdî Ebdulrehman Pêdeyî, Kemal Pêdeyî, Sibhî Duhokî, Mihemed Birîfkanî, Siyamend Benna û Mistefa Çawreş li Hollendayê dest bi karê rêkxistinê dikin û rêkxirawekê dadimezirîn in. Siyamend Benna dibe berpirsê rêkxirawê û bi rêya rojnamevanekî karê xwe yê rêkxistinê radigehîn in. Piştî hîngê Samî Abdalrhman bi telefonê wan agadar dike ku di demek nêzîk da dê konferensa Komeleya Xwendekarên Kurd li Berlînê bê sazkirin û dê li bin wê sîwaneyê jî konferensê PDKê jî saz bikin û daxwazê ji Ebdulrehman dike ku ew xwe ji bo vî karî amadebe bike.

Weke Samî Ebdulrehman diyarkrî, konferensa Komeleya Xwendekarên  Kurd li Berlînê hat li dar xistin û li bin sîwaneya wê konferensê jî da (Qiyada Miweqet) ya PDKê jî konferensa xwe li dar dixe ku, heta nuha jî bi navê “Konferensa Berlînê” tê nas kirin. Samî Ebdulrehman û Nurî Şawîs serperşitiya konferensê dikin. Di wê konferensê da Nurî Şawîs dibêje:

“Êdî em derwêşiyê qebûl nakin û ez dê xwe kandîd bikim û ez dixwaz im  biçim Kurdistanê“. Herçiqas di civîna sala 1975ê, li rojhelatê Kurdistanê, kak Mesud Barzanî û hevalên xwe biriyara damezirandina Serokatiya Katî ji bo PDKê didin û hindek endam jî destnîşan dikin, lê ew endam dikêm in, loma cenabê wî û kak Îdrîs deselatê bi Samî Ebdalrhmin didin ku li konferensa Berlînê hindek endamên din jî ji bo Serokatiya Katî ya PDKê hilbijêr in. Samî jî navê Ebdulrehman Pêdeyî, Wirya Sa’tî, Azad Xefaf, Dilşad Mîranî …htd dinvêse. Ebdulrehman Pêdeyî ji hemiyan zêdetir denga distîne. Piştî konferensê navê Dr. Kemal Kerkûkî jî zêde dikin.

Ew êdî berheviya çûyîna Kurdistanê dikin, Samî 3000 Gulden yên  holendî ji bo Ebdulrehmanî dihinêre û ew jî kamerek û dûrbînekê bi wan pereyan dikire. Ebdulrehman Pêdeyî, Şukrî Nêrweyî, Siyamend benna û Xelîl Şingalî…. htd ji Hollendayê digihin Suriyê û li wir kak Mesudî Barzanî dibînin. Li Suriyê kak Mesud jî, ji bona ku hevahengiyê bi hev ra bikin,  du caran Celal Talebanî  dibîne.

Piştî ev grûpa kadroyan ji Holendayê digihin Suriyê û ji wir ber bi Kurdistanê ve dikevin rê, Kak Mesud jî kak Îdrîsî agadar dike ku ji Îranê jî kadiroyan bo Kurdistanê rê bike. Êdî kak Îdrîs jî ji Îranê; Yunis Rojbeyanî, Mihemed Emîn Barzanî, Erîf Yasîn, Mistefa Nêrweyî, Hemîd Efindî, Erîf Nasir û Fazil Celal ji Îranê bo Kurdistanê rê dike.

Ebdalrehman û hevalên xwe jî ji Suriyê xatira xwe ji kak Mesud Barzanî dixwaz in û êdî bo Kurdistanê birêdikevin. Berî ew bo Kurdistanê birêbikevin, ew li Suriyê navên xwe diguher in, Ebdulrehman dibe Serbest, Cehwer dibe Selîm, Kerîm dibe Hesen ….htd, Cehwer Namiq  û Kerîm Şingalî demeke li Kurdistanê, gundê Bêrmanê li mala mam Îsif in.

Ebdulrehman û hevalên xwe têne gundê Maskê, piştî 4 rojan milazim Elî, Fuad Mîran milazim Nîhad, Şukrî Nêrweyî û Kerîm Şingalî jî digel Selah Cizîrî ji avê derbaz dibin. Nameya Cehwer Namiq ji bo wan li mala Elî ye, ew berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistana a Bakur e. Piştî ji avê derbas dibin diçin mala Hecî Sibhiyê Cizîrî. Hecî Sibhî wan ji qereqolê derbas dike û diçin Şernexê û Qilabanê û paşî bi tirombêlê diçin mala mam Îsif li Bêrmanê li cem Cehwer Namiq. Piştî hemû li Bêrmanê digihîjin hev,  hijmareka civînan dikin û biriyarê didin ku ji rojavayê Rûyê Şîn (Ava Şîn)  heta sînorê Suriyê  Herêma Yek be, û ji rojhelatê Rûyê Şîn heta sînorê Îranê jî Herêma Du be. Ebdulrehman Pêdeyî, di civînên  Bêrmanê da, berpirsiyariya Herêma Du werdigire û êdî diçin Baregehê Hecî Qado li Govkê, lê cî ji bo barehe dest nade, neyê minasib e, ji wir diçin Bêlmbîrê û wir jî ji bo avakirina baregehê dest nade û ne minasib e. Piştî hîngê diçin gundê Zawîte li  bakûrê Kurdistanê, paşî jî diçin Çelê û Macid Begê Çelî bi çûyîna xwe agadar dikin. Piştî hîngê diçin Pira Bilbil li ser rûbarê Zê ku Ebdula Salih, Fuad Mîranî û Elo Deştanî jî li wir in.

Ebdulrehman Pêdeyî, milazim Fuad, Izet û Nîhad Kerkûkî, Emîn Nisirî digel mefrezeya Weysî Banî, ji devera Pira Bilbil diçin devera Doskî Joriya, mefrezeya Seyd Hesen jî li wê deverê ye. Ew çek, cebilxane û çapemeniyên şoreşê bi  xwe ra dibin û diçin Herk û Bêdava ku, deverek çîyayî gelek asê ye ku,  dikeve di navbera sînorên her du dewletên dagîrkerên Kurdistanê, Îraq û Tirkiyê, da. Ew baregehê Herêma Du li wir bi cî dikin. Xelkê deverê gelekê dilsoz in û alîkarîyê bi wan ra dike.

Li Suriyê kak Mesud Barzanî hijmareka kaxezên spî ji bo hindek kesatiyên deverê îmza dike û ji bo Ebdulrehman Pêdawî rê dike ku ew jî ji aliyê xwe naverroka wan kaxezan bi navê kak Mesud binvîse û ji bo wan kesatiyan  binêre.

Yek ji wan kaxezan ji bo Izetê Silêman Begê Dergeleyî dibe û yek  jî ji bo şêx Reşîdê Lolan û ji bo hijmareka din ya kesatiyên deverê dibe. Kak Mesud, di wan nameyan da, daxwazê ji wan kesatiyan dike ku alîkariyê bi şoreşê ra bikin.

Ebdulrehman baregehê Herêma Du li Herk Bêdava vedike, Samî Ebdulrehman, Azad Berwarî, Azad Xefaf, Siyamend Benna û Dr. Kemal jî tên wê deverê. Gelek astengî di rêya xebata wan da peyda dibin. Gelek xelk peywendiyê bi rêzên şoreşê dikin, ji aliyekî bawerî tune û ji aliyek din ve  hewandin û xwedîkirina wî xelkî ne di îmkanên şoreşê deye.

Li sala 1977ê mefrezeya Sefer Barzanî ya ser bi Herêma Du ve çalakiyeka leşkerî li devera Sîdekan encam dide û wasîteyeka  leşkerî dişewitîne.

Rijêma Îraqê gundê Ergoşê wêran dike û dişewitîne, xelkê gund derbider dibin û hejmareka xelkê wî gundî ku hindek ji wan xwendekar in peywendiyê bi şoreşê dikin. Dr. Sebah jî ji Holendayê  vegeriyaye û ew ji bo wan xwendekaran, li nav  şoreşê, kursa hemşîretiyê  vedike. Cehwer Namiq jimareyeka rojnameya Xebat li Bêrmanê çap dike û çend daneyan jê ji bo Herêma Du li Herk û Bêdava dişîne. Dema Ebdulrehman Pêdeyî rûpela dawiyê ya rojnameya Xebat dixûne, navê birayê xwe Ebdulqadir Pêdawî dibîne ku bi destê rijêma Ba’s hatiye sêdaredan.

Samî Ebdulrehman, li sala 1978ê, li Dola Guste baregehekî vedike.

Tariq Akreyî bi gehandina Ezgeyî tê erkdar kirin, lê Ehmed Hesen Mendelawî û Xelîl Şingalî Êzgeyî digehînin Suriyê û paşî digehînin Herêma Yek li cem Cehwer Namiq û ji wir jî dibin Herk û Bêdava. Ew nikarin/nizanin Êzgeyî bixebitînin, ji ber hindê ew naçar dibin ku daxwaza alîkariyê ji Partiya Demokrat a Kurdistan ya Bakur (KUK)ê bikin. KUK jî du kesên şareza bi navê; Baran (Omer) û Ehmed ji bo alîkariyê bikin dihinêre Başûr, ew pê dihisin ku pirsgirêk elektirîk e, demsal zivstan e. Motoreke elektirîkê dikirin û dibin Şemzînan û hindî rêŷa erebeyê heye Motorê bi erebeyê dibin. Piştî hîngê bi alîkariya xelkê deverê li ser depan û li ser berfê radikêşin heta digehînin cihê mebestê. Li buhara sala 1978ê Êzge dişuxile, Samî Ebdulrehman dest bi nivîsînê dike û Siyamend, Îzet (şivan) li Êzgeyî kar dikin.

Peywendîyên PDKê û  Yeketiya NIşitîmanî a Kurdistanê YNK.

 Berî ku Serokatiya Katî baregehê xwe li Herk û Bêdava veke, hêzeka mezin ya YNKê li wê deverê, li jêr serperşitiya Dr. Xalid hebû.

Ebdulrehman Pêdeyî hemahengiyeke baş digel hêzên YNKê dike, ew û Dr. Xalid, bi hev ra, ji  bo xelkê deverê semînaran pêşkeş dikin. Pêşwext jî, li Suriyê di navbera her du hêzan da rêkeftin hatiye kirin, lê di ser hindê ra jî,  di navbera wan da, hesasiyet heye. Li gor wan rêkeftinan, biriyar wesa ye ku çek û cebilxane ji bo her du hêzan ji Suriyê were. Ebdulrehman û Dr. Xalid li hev dikin ku li Deşta Berazgirê bicivin, lê doktor Xalid ji bo cîyê wê civînê naçe. Dr. Xalid heta nîva rê diçe û dixwaze ku Ebdulrehman Pêdawî jî heta nîva din ya rê ber bi pêş wî ve biçe. Ew li ser avê digehin hev û dicivin. Di vê navberê da, Fazil Celal û Ebdulla Salih hindek çek, teqemenî û belavokên şoreşê ji bo devera Soran dibin, lê doktor Xalid, bi hêceta bênvedanê, wan dibe baregehê xwe û dest danîte ser çekê bi wan ra û wan jî jiçek dike.

Ebdulrehman Pêdeyî, li ser vê bûyerê, nameyekê ji bo Cehwer Namiq dinvîse û wî agadar dike ku hêzeka YNKê ber bi devera Herêma Yek bi rê ketiye û pêşniyar dike ” ji bo tektîk û ji bona cîbicîkirina rêkeftina Suriyê, em jî du pêşmerge yên YNKê jiçek bikin û weke emanet  çekê wan li ba me bimîne heta ku ew jî çekê me ji bo me vedigerîn in”. Tahir Elî Walî û Se’dî Kiçke nameyeka Elî Eskerî, bi navê “Fermandarê Hêzên Çekdarên Kurdistanê” ji bo Ebdulrehman Pêdeyî tînin, Eeskerî di nameya xwe ya tejî gef û tehdîd da dibêje: “Divê  çekê wan her du pêşmerge yên me demildest teslîmî me bikin”. Ev bûyer dibe egerê arîşeka mezin û êdî Serokatiya Katî neçar dibe ku  hêzên xwe li serê çiya belav biket û ji bo her egerekê xwe berhev dike. YNK jî hêzên xwe ji bo Nokan vedikişîne.

Şerê Hekarî

Mam Celall nameyekê ji bo DDKD, partiya hevalbenda YNKê li bakurê Kurdistanê, dişîne û ew nameye dikeve destê Samî Ebdulrehman. Mam Celal di nameyê da dibêje: “Me (YNK) devera Soran ji hêzên Qiyada Miweqet paqij kiriye û me li bere hêzeke mezin ji bo devera Badînan rê bikin daku wê deverê jî ji hêzên wan paqij bikin“. Talebanî ji bo vê meremê daxwaza alîkariyê ji DDKD dike.

YNK bi hêzeke 800 çekdarî ve ji Qendîlê ber bi deverên di bin destê  PDKê da, li ser sînorê bakûr û başûrê Kurdistnê, diçe. Hisên Feylî teterê PDKê ye digel Hecî Omer Şetiyunisî nameyekê ji bo Elî Eskerî dişînin ku dixwazin bi hev ra bicivin. Elî Eskerî tu giringiyê bi nameyê nade. Li dawiyê dibe şer, Ebdulrehman Pêdeyî pişkdariyê di vê şerî da nake. Mihemed Emîn Barzanî û pêşmerge yên din yên PDKê bi destê çekdarên YNKê şehîd dikevin. Zêdetir ji 200 pêşmergê yên YNKê xwe teslîmî rijêma Îraqê dikin. Hijmareka mezin ji serkirde û pêşmerge yên YNKê ji aliyê hêzên PDKê ve dîl  tên girtin.

Ebdulrehman di vê dîdarê da dibêje ku, wî ev şere û êxisîrkirina Eelî Eskerî gelek pê nexweş bû.

Li dawiyê Serokatiya Katî komîteyekê ji bo dadgehkirina tawanbarên vî şerî pêktîne. Xazî Zêbarî dibe serokê dadgehê, Ebdulrehman Pêdeyî û Azad Berwarî jî dibin endamê komîteya dadgehê. Prosesa dadgehkirinê çend rojan vedikêşe û  encamên lêkolîna dadgehê radestî Samî Ebdulrehman dikin. Ebdulrehman Pêdeyî êdî ji wir pêda nizane ka çi biriyar di derheqê tawanbaran da hate dan.

Konferensa Şadane

Piştî wexera dawyê ya Barzanî yê nemir li sala 1979ê, berheviyên lidarxistina kongireyê PDKê dest pê dikin. Serokatiya Katî, berî konferensa Şadane, civînekê  dike û biriyar dide ku, Êzgeyî, Êzgeyê Dengê Kurdistnê, ji bo  rojhelatê Kurdistanê veguhêzin. Piştî hîngê li Kampa Zêwe kak Îdrîs û kak Mesud dibînin. Li konferensa Şadane biriyar hat dan ku cîgrê Serokî bê danan û hindek endam weke; Reşîd Sindî, Ebdulwehab Etirûşî…htd li Serokatiya Katî hatin zêdekirin.

Di kongireyê da hindek pirsgirêk û milmilanê di nav endamên Serokatiya Katî û kak Îdrîs da derketin. Di vê milmilanê da Ebdulrehman Pêdeyî zêdetir pişitgîriya hevalên xwe yên Serokatiya Katî dike. Loma jî ew piştî kongireyê vedigere Holendayê. Piştî kongireyê, Samî Ebdulrehman gelek caran peywendîyê bi Pêdeyî dike ku bi hev ra partiyeke nû damezirînin, lê ew wê hizirê qebûl nake. Dema Samî Ebdulrehman peywendiyê bi Mam Celal dike û daxwazê jê dike ku rê jê ra bide vegere Kurdistanê, Pêdeyî, bi vî helwestê Samî Ebdulrehamn gelek diêşe.

Şivan (Izet) li Swêdê dimîne, ew du caran diçe Holendayê û Pêdeyî dibîne û jê ra dibêje ku ew dê vegere Kurdistanê. Lê Pêdeyî jê ra dibêje ku bêyî rêkeftin digel PDKê veneger e, lê li dawiyê digel wan 13 pêşmerge diçe û hikûmeta Îraqê wan digire û şehîd dike.

Piştî Pêdeyî vedigere Holendayê jî peywendiya wî bi berdewamî digel serok Mesud Barizanî heye.

Piştî kongireyê 10ê, Cehwer Namiq peywendiyê pê dike û daxwazê ji wî dike ku dest bi karê rêkxistinê bike. Êdî ew, Sibhî Duhokî, Ebu Enter û Îsmaîl û Îbrahîm Delewî…. htd careka din  dest bi xebatê dikin û pişkdariyê di konferensên rêkxiraw û nawçeyên PDKê li Holendayê da dike. Pêdeyî li sala 1995ê dibe kargêrê Liqê 6 yê PDKê yê Ewropayê. Ew di ber karê hizbî  ra, ji bo dabînikirina dahatê jiyana xwe, dibistana trafîkê ya ajotinê jî vedike. Li sala 1997ê dest bikarê wergêranê/tercumê dike.

Li sala 2002ê serdana Kurdistanê dike û di vê serdana xwe da  Serok Barzanî dibîne. Serok Barzanî,  ji bo wî, du karan 

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى