Latînîسەرەکی

Çirîska berî şoreşê yan şoreşa berî şoreşê

Nivîsîn: Misedeq Tovî

Li du mehên dawiyê ji sala 2022ê yekemîn berhemê çapkirî yê SenterêKomate bo dekomentkirina dîroka şoreşê bi navê (Çirîska berî şoreşê) ku, bîrhatinên pêşmerge yê dêrîn Mistefa Mizûrî ye kete ber destê xwandevanan. Berî her tişitekî ez dibêjim ku tomarkirina bîrhatinan ji aliyê pêşmerge Mistefa Mizûrî û berhevkirin û çapkirina wan ji aliyê Senterê Komate ve, karekê hejî destxweşiyê ye. Berî vê nivîsînê biraderekî yan pitir li ser vî berhemî nivîsiye û daye naskirin, lewma jî min divê xwandineka din a cuda ji bo vê pertûkê bikim. Lê berî xwandina xwe li ser perûkê bêjim, min divê bêjim ku, ji mêj were yek ji hîviyên min ew bû ku dest bi nivîsîn û tomarkirina dîroka şoreşên Îlon û Gulanê ji zardevê pêşmerge, kadir û serkirdeyên şoreşê bi xwe ve bê kirin û ev yek wek pêşniyaz bi nivîsîn min berçav kiriye.

Dê vegerim ser mijara pertûka (Çirîska berî şoreşê) û dê bêjim: Eger ez bama da pertûkê bi (Şoreşa berî şoreşê) bi nav kim, ji ber ku gorrî ya her agirekî bi çirîska yekê dest pê dike, şoreşa Gulanê jî bi çirîska yekê des pê kir, lê divê ez bêjim ku ne tenê ev çirîske bû, belkî ev çirîske û çend çirîskekên din jî bûn weke ku, di hindek jêderên din da hatine diyar kirin, bûne egerê şoreş‌ê, di encam da ez ê şaş nabim heke bêjim ku, şoreşa Gulanê ne li 26 gulana 1976ê, lê berî vê dîrokê bi pitir ji salekê despêkiriye û hêj pitir dibêjim ku, demê rawestana şoreşa Îlonê li adara 1975ê hatîye ragehandin her di wan rojan da berdewamîya şoreşa Îlonê hatîye ragehandin û ewa bi şoreşa Gulanê hatîye navkirin ku berdewamîya Îlonê bû.
Eger xwandineka hûr a dîroka şorşên Kurdistanê bikîn, çi şoreşekê di wê rojê da, roja ji bo ragehandina wê hatîye nivîsîn, despênekiriye, gelo şoreşa Îlonê li 11ê îlona 1961ê despêkriye û berî wê çi nehatibû kirin? Yê bixwaze bersiva vê pirsiyarê bizane, bila xwandineka rûdanên salên 1960 û 1961ê yên Kurdistanê, berî 11ê îlonê bike dê bigehe wê baweriyê ku despêka şoreşê, ji wê rojê ya ji bo hatîye desinîşankirin, kevintir e, ji ber ku şoreş ne danana kevirê binyatê yê projekî ye dê di rojeka diyarkrî da bê danan. Şoreş janeke ku miletek pê dinale, bertek û karvedaneke ji stemekê, qonaxeka nû ye di jiyanê da, guhartineke di sîstemekê da ji pêngavên yekê û çirîskên berahiyê des pê dike û dibe hizrek û werarê dike heta dibe kiriyareka biçûk û ew kiriyar hêdî-hêdî mezin dibe û dibe şoreşeka mezin. Hindî ez dûvçûnê lê dikim ez digehim wê baweriyê ku, şorşên Îlon û Gulanê berî dîroka ji bo hatîye desinîşankirin, hilbûne. Demê li roja 25.08.1975ê Mistefa Mizûrî digel birayê xwe û hevalê xwe Mihemed Selîm Birîfkanî ji Mûsilê derdikevin û ber bi hembêza çiya diçin (çirîska berî şoreşê, rû,11) encamê werara wê hizira amajepêkrî bû û her bi vî rengî bîrhatinên çend kadir û pêşmerge yên din vê rastiyê piştrast dikin‌ ku şoreşê, berî demê bo hatîye diyar kirin, despêkiriye.

Mijareka din di bîrhatinên Mistefa Mizûrî da ku, pitir bala min kêşa ser xwe, ew ji kesên berahiyê ye yê ku pişkdarî di hilbûna agirê şoreşê da kirî, piranî ji texa hejaran e, baweriyê berê wan daye evraziyê asê û dijwar ê şoreşê, berjewendîyeka kesukî/şexsî di şorşê da nebûye, eger dest ji bawerîya xwe berbidaya û dest bi kulavê xwe ve bigirtaya û hertşitek li ser xwe qebûl bikraya da wek xelkekê din di nav bajêr da jiyana xwe derbas bikraya. Mistefa Mizûrî û birayê wî û hevçeperê wî Mihemed Selîm Birîfkanî û karwanê Bamerinîya û Ebu Entir û gelekên din yên mîna wan nimûna van xwedîbaweriyan e. Bedel Reşîd Marunisî nimûneka here mezin a van xwedîbaweriyan e, ew pêşmerge yê şoreşa Îlonê bû, piştî rawestana şoreşê ber bi gundê xwe vedigere, ew jî mişext, hejar û xwedî xêzan e. Ew du odeyan bi rex kûnê xwe ve ji bo zarokên xwe avadike lê hêj telaş û axeban nekrine, lê mala wî penageha mişext û penaberan e û li wê malê çirîskên şorşê yên hildbin ve, (rû, 23)‌. Di van bîrhatinan û bîrhatin û jêderên din da nimûnên van kesan gelek in, ev kese bi hizirên xwe û bi bawerîyên xwe û kar û kiriyarên xwe şoreş in, bêyî ku rojek ji bo despêka wê bê diyarkirin.

Me got ev şoreş, şoreşa Gulanê, berdewamîya şoreşa Îlonê bû. Bîra gelekan tê demê li adara 1975ê şoreşa Îlonê hatîye rawestandin, bîra min tê çi karesateke mezin bû, kesek nebû hest bi dijwarîya wê karesatê neke. Lê belê ne hemûyan, belkî tenê hindekan qebê karesatê xwest û bêyî çiyayên bilind hedara wan nehat. Mistefa Mizûrî yek ji wan kesan bû yên ku bi saya şoreşa Îlonê tama azadiyê çêşitî/zanî û hizra derketinê ji bo çiyan di serê wî da di xulxulî û wî bawerî hebû ku, divê xwegorîker, xebataker û şorşgêr vegerine ve qada xebatê ku Kurdistan e û serkêş, qumandar û rêber lê mayne.. Ev katagorî û kesên me amajepêkrî herhemû yên şoreşa Îlonê ne..(rû, 10), çi piştî karesatê mişext bibin bakur û rojhelatê Kurdistanê yan xwe radestî hikûmeta Îraqê kiribe. Herwek xwediyê bîrhatinan dibêje: Serkêş, qumandar û rêber mayne, dê her carka din rabin ve, ew heman serkêş û rêberên şoreşa Îlonê yên ji dûrve, bi nepenî jî be, yê xwe li van dilsojên kurdîniyê dikin xwedî û yê çirîskên şoreşê geşitir dikin, eve ji wê nameyê diyar dibe ya ku, li 17.09.1975ê kesekî bi navê serokatîya PDKê bo mam Sadiq Marunisî hinartî û têda jê xwastî: Harîkarîya wan kurdên başûr bikin ewên‌ li gund û dewrûberên hewe, çunikî wan rojeka nêzîk ya hey, dê bi serbilindî zivrin û çakî û xebata we dê her li bîra me be. (rû, 26). Piştî wê nameyê bi çend rojan li 25/9 kesek bi navê Mela Mihemed (pêşmerge yê dêrîn Ebu Enter) diçe gundî û peywendiyê bi xwediyê bîrhatinan dike û kar ji bo xweşkirina helemora agirdana şoreşê dikin, ev Ebu Enter wek di bîrhatinên xwe da vedigêre: Ji aliyê wan qumandar û rêberan ve hatibû raspardin. Çend nimûneyên din jî li ber destin lê daku mijar dirêj nebe dê bi van nimûnan bi dawî înim û çi guman têda namîne ku, yên agirdana şoreşê geşkirî, çi pêşmerge yan kadir û rêber û serkirde bin, yên şoreşa Îlonê bûn, belê bi guhartina dem û cih û kawdanan encamdana şoreşan jî dihête guhartin.

(Çirîska berî şoreşê) dergehê çend mijar û vekolînan li ber her vekolerekî/ê derbarê şoreşa Kurdistanê vedike, belê bi van amajeyan dê bi dawî înim, belkî li delîveka din lê bizivirîne ve.

Kavin Berwari

ئەز وەک ئەدمینا سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە رادبم ب رێڤەبرنا فێسبووکا سەنتەری، ئینستاگرامی، یوتوبی و مالپەرێ ئینتەرنێتی. کارێ منێ سەرەکی دانان و بەلاڤکرنا هەڤپەیڤینا، ڤیدیو یا و پۆستایە ل هەمی جهێن سوسیال مێدیایا سەنتەرێ کۆماتە.

بابەتێن پێکڤە گرێدایی

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *

زر الذهاب إلى الأعلى