Rizgar Kêsteyî pişikdariyê di çalakiyeka Zanîngeha Zaxoyê da dike.
Rizgar Kêsteyî berpirsê Senterê Komate yê demomentkirina dîroka şoresê, roja sêşemê 06.12.2022ê, pişikdarî di sempoziyûmekê da kir ku, ji aliyê pişka zimanê kurdî li fekolteya zanistên mirovayetî li Zankoya Zaxoyê ve li jêr navûnîşanê (jin di navbera yasa û dûrhêlê da) hatibû sazkirin kirin.
Programa vê sempoziyûmê sê mijarên giring bûn:
1- Tundûtûjî li hember jina ji riwangeha yasayî û ayînî/olî ve ku, ji aliyê mamosteya mafperwe, nivîskar û çalakvana warê mafê mirovan, Awreng şêx Elî Seyd Îsmaî, ve hat pêşkeşkirin.
2- Amara tundtûjîyê li Zaxoyê ku ji aliyê, Nermîn Ferîd Hacî, rêvebera nehêlana tundûtûjiyê li Zaxoyê, hat pêşkeşkirin.
3-Tundûtûjî li hember jinan li ser demê rjêma Ba’sê ku, ji aliyê Rizgar Kêsteyî, berpirsê Senterê Komate yê dekometmirina dîroka şoreşê ve hat pêşkeşkirin.
Kêsteyî, di axavtina xwe da, bi berfrehî li ser tundûtûîjiya rjêma Ba’sa jinavçoyî rawestiya û ronahî xiste ser wê stem, zordarî û wan kiryarên nemirovne yên rjêma Ba’sê li dijî jina kurd kirîn, wek: Sergunkirin, dûrkirin û zîndanîkirina jinên kurd li başûrê Îraqê, jin weke zîndaniyên siyasî û îşkencedana wan, bikaranîna jinan ji aliyê saziyên îstîxbaratî ve, zîndanîkirina jin, dayîk, xûşk û zarokên pêşmergeyan, bombebarankirina gundên rizgariyî û kuştin û birîndarkirina jin û zarokan, kuştin û bisaxî binaxkirina jin û zarokên enfalan.