“Me xatira xwe ji şivan û jina wî xwast û spasîya wan kir û êdî me sîngê xwe bi çiyayê asê, bilind û dijwarê Komateyî vena û me da rê. Çiyayê Komate hemî ber, kevir û helemîtekê hind asê û dijware ku dibe carina mirov saetekê bi rê biçe û pê mirovî nekeve ser axê, lewma pişitî bîst xulekan reşka çantê rîsî di pê min da peritî û ben bi benî ve nema, lê min çi rê nînin, divê ez her biçim, da ku em her pênc heval bigehîne baregehî.. Pên min hemî xwînelû bûn. Her gaveka ez radikim û didanim her wekî ez pên xwe didanime ser kêr û şûjinan.. Her careka ez pên xwe radikim û dadinim xwîsiyê bi dilê min dikevin, lê da ku moralê hevalên min nehête xwarê, ez her yê di nav wan êş û janan da bo wan diaxivim û stiranan dibêjim û suhbetên bi kenî dikem” (Pertuka Mistefa Mizûrî, çirîska berî şoreşê, rûpel,59)
Eva li jor bi tenê parçeyeka gelek kurt e ji yek ji çîrokên rasteqîne yên derbarê Şoreşa Gulanê qewmîn ku bi hizarehan çîrokên din yên mîna wê hene.
Gelo çend pend û name di van çend rêzkên kêm yên vê çîrokê da hene..?
Li destpêkê dibêje: “Me xatira xwe ji şivan û jina wî xwast û spasîya wan kir.” Erê gelo ma yek spasiya yekî dike eger qencîyek lê nekirbe?Erê ma karê şivanî ewe harîkar û pişitevanê şoreşgêran be? Çiye wisa dike ku şivanekê sade di çiyayekê asê ra çandika xwe ya rîsî du tan bike û bike pên pêşmergeyekî?Erê çenda ji me çiyayê Komate dîtiye yan guhlê bûye ka çend yê asê û dijwar e?Çend ji me li ser wan biriyarên li wî baregehê asê hatîne dan û pilanên hatîne danan yê haydare..?
Erê çiye wisa dike ku kesek jiyana xwe ya xweş û ya bi hêsanî li bajêr bihêle û bi jiyaneka sext, dijwar, pirî tirs û birs û wxas û rîs biguhere?Erê serkiride û berpirsiyarî ewe ku kerevata wî ji ya hemiyan sortir be yan pirça serê wî ji ya hemiyan reşitir be yan jî serê koçk û diywanan û rêzên pêşîyê li aheng û bîrewriyan ya wî be, yan jî berpirsiyarî ewe ku hevalên wî hemî bi pêlav û kalk û gore bin û ew yê pêxas be ku her careka pên xwe radike û dadine her wekî ew pên xwe dadine ser kêr û şûjinan.. Erê berpirsiyarî ewe ku tu dilê xelkî bi kiriyar û reftarên xwe ji welat û netewê wî reş bikî, yan jî berpirsiyarî ewe kutevî xwîsî bi dilê te bikevin lê tu berdewam suhbetên bi kenî bo hevalên xwe bikî û stiranan bo bêjî da moralê wan ne hête xwarê?
Da vegerim ser wê mijara ez dixwazim li vir bêjim;Pêdiviye em hemî baş bizanîn ku ev destkeftiyên nuha bi dest me keftine û ev nîv azadiya em têda dijîn, baca wan çend bû û kê ew bac daye û kîye heta nuha jî wê bacê dide, lê em dê çawa zanîn yan berebabên bi dûv me ra tên dê çawa zanin ka kê ew bac daye eger kesek yan saziyek bidekumentkirna wê dîrokê nerabe û wan çîrokan nenivîse da yên din jî bixwînin..
Li êvariya roja pêncşemê, 17.11. 2022ê, ez li hola Mihemed Arif Cizîrî ji bo pişikdarîkirinê di rêwresmên îmzakirina pertûka bîreweryên kadiro û pêşmerge yê Şoreşa Gulanê Mistefa Mizûrî amedebûm ku her di wê merasimê da kurtîyek li ser kar û çalakiyên salekê yên Senterê Komate yê dekumentkirina dîroka şoreşê ku ji aliyê senterê navborî ve hatibû rêxistin. Ya ku min di vê çalakîyê da dîtî, ez keyfxweş kirîm û ez teşwîq kirim ku vê nivîsê binvîsim çend xalek bûn, ji wan jî:
1- Karekê mezin di maweyekê kurt da ji aliyê Senterê Komate yê Dekumentkirina Dîroka Şoreşê hatiye kirin ku rastî cihê destxweşiyê ye ku, bi tenê sê rewşenbîr, pêşmerge û welatparaz li gel du tekinîkkaran bikarin di maweyê salekê da sed çavpêketinên dirêj yên vîdiyoyî li gel kadiro û pêşmerge yên dêrîn yên herdu şorşên Îlon û Gulanê encam bidin ku dibine çarsed û pênç demjmêr digel arşîvkirina hijmareka mezin ya wêne û belgenameyan ku, eger piçek hizira xwe têda bikîn dê bînîn ku wan, di her sê roj û danekê rojê da çavpêketineka çar demjmêrî encam daye, û li gel kê? Li gel wan kesên salmezin ku kal bûne, nexweş ketine û guhgiran bûne û dîsa jî neşarezeayiya wan di hevpeyivînên rojinamevaniyê da, dê zanîn ku nekarekê bi sanahî ye.
2- Ji ber giringî û profeşyonaliya karê wan karîn dezgehekê ragehandina kurdistanî yê mezin wek Rûdaw rakêşine bal xwe ku di encam da, pênç filmên dekumentarî di gel sê bernameyên Pencemor li ser wan xebatkerên çavpêkeftin di gel hatîne kirin hatine çêkirin.
3- Îmzakirina lihevtêgehiştinekê li gel Senterê Zaxo yê vekolînên kurdî ji bona ku hemî çavpêkeftinên Senterê Komate kirîn wek pertuk çap bike.
4- Nivîsîn, çapkirin û belavkirina bîrereweyên kadiro û pêşmerge yên şoreşê ku, pertuka birêz Mistefa Mizûrî (çirîska berî şoreşê) berhemê wan yê nexirî ye.
5- Amadebûna jimareka zêde û kêmwêne ji Pêşmerge, kadiro, rewşenbîr û nivîskaran, dibe ku bi tevayî hijmara wan ji çar sed û pêncî kesan pitir bû.
6- Karê xwe bi hêminî, bêminetî û bê diyarkirina zevlekan encam daye, û wê rojê ji me ra got eve karê me, negot eve emîn. Bi rastî ez yek ji wan kesan im ku piraniya wan hevalên li Senterê Komate kar dikin ji nêzîk ve nas dikim, lê min nedizanî ku wan ev karê hinde mezin, pîroz û bi îmkanên gelek kêm encam daye.
7- Sê ji wan hevalên Senterê Komate, Rizgar Kêsteyî, Îdrîs Tirwanişî û Nîmet Marwinûsî, bi xwebexşane kar dikin.
Û li dawiyê dê bêjim ku nivîsîna dîrokê gelek ya giringe daku pend û serboran ji rabirdu werbigirîn û di îroya xwe têbigehîn û paşeroja xwe li ser ava bikîn, ji ber ku dîrokê giringîyeka mezin di avakirina paşeroja neteweyan da heye, lewra li ser me hemiyan, çi wek tak yan dezgeh, erk e ku em dîroka xwe bizanîn daku ji bo avakirina paşeroja xwe wek stûnên mukim bikarbînîn, da ku pîrozîyan bi sanahî reş nebînîn, daku destan bi sanahî ji destkeftan bernedîn, daku serkirde û zana û xebatkerên xwe binasîn û jibîrinekîn, daku ji şaşiyên rabihorî mifa werbigirîn.
Destxweş Senterê Komate yê dekumentkirina dîroka şorşê, ji ber ku şerefa pêşmergatiyê li komatê mezin bi dest min neketiye, lewra ez daxwazê ji we yên xebatker û mandûnenas dikim ku şerefa pêşmergatiyê li Senterê Komate wek xizimetkarek bi min bibexşin.
سهنتهرێ کۆماته
یێ دێکومهنت کرنا دیرووکا شۆڕشێ
کار و ئهرکێ سهنتهرێ کۆماته دێکۆمێنت کرن و پاراستنا دیرووکا شوڕشێ یه ژ مرن و ژناڤچوونێ.
ڤی سهنتهری ب ستافهکێ بچووک و شیانێن ساده، لێ ب ڤیان و باوهریهکا مهزن، وهک پێنگاڤا خوه یا کاری یا ئێکێ، دهست ب کۆمکرن، دێکۆمنێت کرن و تۆمارکرنا دیرووکا خهبات و شۆڕشا کوردستانێ کریه.